• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

ÇAND ÇÎ YE?

Danasîna peyvê; cotkirin, çandin û hilanîn, baş kirina tovan e. Çand di civakbûyîna mirovahiyê de, hilberînên ku hatine çêkirin yên bi giştî madî û manewî anîna wan ya li ser zimane. Mirovahî têkîliyên xwe xwezayê rê ji bo pêwîstiya hilberînkirina ye. Di heman demê de ji bo ku jiyana xwe bidin berdewamkirin, bi mirovan re ketine nava têkîliyan, di encamê van têkîliyan de civakbûyîn û di çêkirina hilberînan de çand derketiye holê. Di danasîna peyva çandê de, danasînekî ya giştî tineye. Gelek wateyên danasîna çandê heye. Lêkolînvan ji bona wateya çandê 164 danasîn dîtine. Ev rewş nayê wê wateyê ku çand naye danasandin. Dema danasandina çand tê kirin, di hemû danasanan de naverokekî di nav wê de tiştekî ku nayê guhertin heye. Ew çî ye? Karîgeriya mirovan di çêkirina çand de ye. Çand raste rast têkîliyên xwe bi mirovahiyê re heye. Mînak,  mirov dı kare danasîna kevir bı serê xwe têne bıke. Dîsa mirov dı kare danasîna axê bı sêre xwe bi tênê bıke. Lê dema çand tê gotin, neçarî ku danasîna wê bi mirov re bikî. Demê bi mirov je derxî le wateya wê neyê danîn, danasîna çand jî ti nikarî rast bikî. Ji bo hebûna çand pêwîste ti têkîliyên wî bi komcivînekî bi mirovan re, yan jî civaka mirovahiyê re deynî. Cihekî ku civak lê tinebe, ti nikarî qala çandê bikî. Çand; Hizrê ku mirov hemû tişt li ser xwezayê zêde kiri ye. Firehbûna danasîna çand ji ber ku rastiyekî berfirehe. Çand Ji Çi Çêbûye? Mirovahî ji bo ku jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîstiyên wê/wî yên bingehîn,le ev çine? Pêwîstiyên wî yên bingehîn birçîbûne, parêstine û têgeha cînsiye. Ji bo van pêwîstiyên xwe pêkbîne dikeve nav liv û tevgerê. Li gorî ajoya jiyankirin, jiyana herî hêsane. Bi taybet ajoya birçîbûn û parastinê milê mirov yê herî lewaz vegotin dike. Ger ev pêwîstiyên mirov yên biyolojî pêkneyên mirov nikare jiyan bike.  Di bingeha çan de, ev pêwîstiyê jiyanî hene. Di wateyekî din de ev rewş destpêkirina avakirina çan d e. Li gorî ku hatiye lêkolînkirin mirov di cîhanê de herî zîndiyekî lewaz û bêhêze. Lê ji bo jiyana xwe bide berdewamkirin pêwîste van pêwîstiyên xwe pêkbîne. Hêza ajoya mirov ji bo ku ev lewazî derbaz bibin dikevin nav tevgerê. Ajo dananîşanêre ra alîkar u rê nîşan daye. Ji bo vê jî em hêza ajoya biçûk nebînin. Ajoyên mirovan ji ajoyên din cûdabûnên xwe heye. Dema ev cewazî neyê ferqkirin wê çi bibe? Sermiyandariya ku meymunbûnê avakiriye wê derkeve holê. Di wateyekî din de mirov ku hêza ajoyan qezençkiriye wê karibe wê winda jî bike. Van ajoyan di bîyolojiya mirovan de wekî pêwîstiyekî hene, ji bo ku pêkbîne tekoşîna ku dide, tekoşîna mirovbûnê ye, Ji bo wi wek hebûnek di karê çalakiyê de bê guhertine. Çand nasnameya mirov e. Tiştê madî di xwezayê de hene ji bo ku pêwîstiyên xwe pêkbîne wan diguhere û tiştên nû avadike. Ev taybetmendî jî tenê di mirovan de heye. Mînak, di xwezayê de dar heye, lê ji daran mase, mal çêkirin, taybetmendiyên mirova ye. Derveyî mirovan ti zîndî guhertinan çê nakin. Ji bo vê jî karê ku mirov dike, ji wî karî re çand tê gotin. Kevir heye lê ji ber xwe malekî bi keviran nayê avakirin. Pez heye, lê ji ber xwe mast çênabe. Yên ku ji kevir mal, yên ku ji pez mast çê dike mirov e. Çand çalakiya wî tiştî çêkirinê ye. Ger hêza çêkirina mirov tinebe wê demê ti cûdabûnê wî ji lawiran namîne. Yên ku mirov dike mirov çalakiya çêkirinê ye. Em ji vê re dibêjin çand. Di zimanê Rojane de çandbûyîn Zanyarî, zîrekî, asta bilindbûna perwerdê, dewlemenbûna di hizirandinê de, yê bi rêzdar û yên gelek wek wan bi têgehan tê ziman. Mirov bi çand çalake. Di jiyana civakê de pêşketiye, ev jî di vê wate de pêşketinê dide diyarkirin. Çand dewlemandiya çêkirinên cûda de xwe dide diyarkirin; erd ajotin, hemdemîbûn, şaristanî, rewşenbîrî, mirovahî, kesê xwedî çand û mirov rastî tegehan tê rasthatın. Van têgehan her yekî bi serê xwe wateyekî bide jî, lê bi giştî çandê vegotin nake. Çand pêwîste parçeyekî jiyanê (hûner, flîm, wêne, mîmar û wêje) bi tenê nayê astengkirin. Mirov jiyana xwe kombûna jiyan ku ji berê tê, agahî, tecrûbe û xwe çawa avakiriye, xwe hilberîn kiriye, ew rêk û pêka avakirina çande. Çandên ku di nava xwe de gelek cewaziya hildigirin hene. Em dikarin li vêderê çand di sê tegehan de bihizirin. Çanda gerdûnî, çanda herêmî û çanda kesan. Lê belê ev bi tenê têgihîştinekî şêweyî ye. Lê ne hêsane ku mirov van qadan ji hev cûda cûda bi gire dest. Çanda di wateya kesî de, çanda di wateya giştî de, çanda hilberîn, çanda manewî, çanda bîrdozî, çanda refdar (davranış)… Vana tev jî bi serê xwe her yekî çandeke, lê nayê wateya çanda giştî. Çand di wata teng de; zîhniyeta civakekî, qalibên hizirandina wê, zimanê wê vegotin dike, di wateya xwe ya berfiher de jî tevlîbûna komcivînên heyberî (tevayî amêrê û navjîn ku pêdiviyan pêktînin, hilberîna tîmarbûn, veşartin, awayên veguhertinê, gihanî, parastin, perestin, kombûna tevahiya amêrên xweşikbûnê) jî vegotin dike. a-Hêmanên (faktör) Çanda Hilberîn û Manewî  Endamê çanda hilberîn di encama têkîlîyên mirov û xwezayê re, amêr û navjîn avakiriye. Keda mirov di demê civakbûyînê de amêr û navjîn avakiriye. Di her dema avakirana civakê de pêşketinên teknolojîk, amêr, dibistanên ku şarezariya vegotinê dike, pirtûk, erebe, cilên li xwe tên kirin û hwd. vana bi giştî çanda hilberînê ne. b-Endamên Ku Manewî Ava Dikin Di encamê têkîliyên mirovan bi hevdûre; nivîskî, ne nivîskî, hemû nirxên ku destûra vegotinê dike, nirxê ku civakê bi rêk û pêk dike, destûr, kevneşopî, tore, exlaq û bawerî, ziman, hûner, ol hwd. endamên ku çanda manewî çêdikine.  Ev her dû endamê çand jî ji hev ne cûdane. Her tim bi hev re di nava têkîliyan de ne. Ev her dû endam çandê avadikin. Yên ku çanda madî bi wate dike çanda manewî ye. Çanda manewî, nirxên civakî, bawerî, kevneşopî, serdemên hizirandinê û hwd., agahî, destûr, tevger û van navnîşana digire nava xwe. c-Çanda Bîrdozî Tiştê ku siyaset û civak ava dike, yek hukumet, yek rêxistin, yên ku rê nîşanî refên mirovan dikin, yên polîtîkin, huquq, zanist, felsefe, olî, şanazî, estetîk vana bi giştî hizirandine. Çanda bîrdozî jî di rastiya giştî ya van hizirînan de tarzê jiyana hatî avakirin û wekî hizirîna wan dıkarın werın danasin.      

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Kasım 2023
Görüntüleme: 179

ŞERÊ TAYBET-BEŞA YEKEMÎN

ZOZAN ÇEWLÎK Di serî de şerê taybet her wiha şerê psîkolojîk naskirin, pênasekirin û li hember wî tekoşîn kirin, dîsa zanebûna armancê şerê taybet di warê giştî de pêşxistin, him ji bo gelê Kurd û giştî civakan him jî bi taybet ji bo jin mijarên girîng in. Şerê taybet; bi derketina şer re pêşketiye û heya roja me ya îro jî berdewam dike. Ji ber vê divê destpêkê em bizanibin şer ji ku derê û kengî ve derketiye holê. Esas heya demekê jî şerê taybet weke parçeyekî şerê çekdarî tê dest girtin. Lê bi pêşketina hêzên netew-dewlet û kapîtalîst re, her wiha li gorî pêşketinên sedsala 21’emîn hewce dike ku mirov şerê taybet û pisîkolojîk ji nû ve bigre dest. Lewra di roja me ya îro de ev şer di destê van hêzan de bûye rêbazekî sereke ku li hember civakan tê bikar anîn. Dema em li dîrokê dinêrin; em dibînin ku şer, bi avabûna dewletê Sûmeran û  bi derketina çînan re, ji aliyê hêzên serdest ve weke rêbazekî hatiye bikaranîn. Bi şer ve pergala çînên serdest û bindest didin rûniştandin. Beriya wê jî di nava qebîleyan de şer di astekê de dihatin jiyîn, lê bi esasî weke têgeh şer û artêşbûn; bi derketina şaristaniyê re, bi avabûna dewlet û çînayetiyê re bi sazî dibin. Heya roja îro her wiha hatiya nîşandan ku şer nebe nabe, ev bê gûman ti têkiliya xwe bi rastiyê re tûne ye. Hêzên desthilatdar ji bo pêşxistina pergalên xwe û berjewendiyê xwe her şer dane meşandin. Civakan jî her li hember vê rewşê parastina xwe kirin e. Weke jin pêwîste em jî şer ji nû ve pênase bikin. Ji ber di pêşketina mirovatiyê de jin xwedî roleke sereke û diyarker e. Bi taybet di civaka xwezayî de jin li ser civakê bi bandore, civakê bi rêve dibe û dide meşandin. Jin; gelek vedîtinên bi nirx ji bo civak û mirovahiyê avakirin e. Em weke tevgera jin ‘Jineolojî’ weke zanista jin pênase dikin, pê re jî gelek vegotinên hêzên desthilatdar, bi çav û aqilê jin ji nû ve pênase dikin. Ji ber hêzên desthilatdar gelek tişt ji naveroka wan valakirine, guhertine, heta hinek têgîn berovajî kirin e. Lewra hem weke jineolojî, hem weke tevgera azadiya jin emê ev şerê ku ji destpêka dîrokê ve di şexsê jinê de li ser civakan tê meşandin, ji nû ve bigirin dest û di çarçoveya paradîgmaya xwe de pêwîste em pênase bikin. Em di vê aliyî de binêrin wê were fêm kirin ku şerê yekem li ser zayenda jin hatiye meşandin. Rêber Apo wiha pênase dike; ‘Zayendê yekem, netewa yekem her wiha çîna yekem ya ku tê bindest kirin jin e.’ Di civaka xwezayî de jî pirsgirêkên mirovatiyê hebûne. Li hember şert û mercên xwezayê, zehmetiyên ku warê xwe parastinê, xwe têrkirinê û gelek pirsgirêkên girêdayî pêşketina civakî hatine jiyîn. Lê di civaka xwezayî de serdestî û bindestî tine ye, ne serdestiya jin, ne jî ya mêr heye, deshilatdarî û koletî tine ye. Di şexsê deshilatiya mêr de û bi pêşengtiya dewletê re, hêza desthilatiya mêr xwe dide der. Şerê yekem di şexsê jinê de li hember civakê hatiye pêkanîn. Heya roja îro ev şer di şexsê jin de li ser civakê dewam dike û zindiyê herî zêde bê parastin maye îro dîsa jin e. Eger em xwe bispêrên van tespîtan wê ne şaş be ku em bêjin yekem leyîstok û planê şerê taybet û şerê derûnî jî destpêkê li ser jin hatine meşandin. Rê û rêbaz  bi demê re gûhertiye lê ti car armancê xwe ne gûhertiye. Di dîroka şerê cîhanê de, sedsala 20’an, sedsala ku herî zêde têde şer hatine jiyan kirin e û di vî qirnê de şerê parkirina cîhanê tê li darxistin. Bi heman awayî şerê cîhanê yê dûyem jî şerê herî mezine ku di wî serdemê de hatine jiyîn. Piştî şerê cîhanê yê dûyem gelek hêz dest bi avakirinên nû dikin. Ji xwe heya wê çaxê ew şerê dihatin jiyîn navê şerê gerim li wan dihate kirin, lê ji şerên cîhanî û şûnde bi navê şerê sar şerekî nû destpê dibe. Di navbera salên 1940–1950’î de şerê taybet bi awayekî fermî derbasî lîteratûra cîhanê dibe. Ji ber piştî şerê cîhanê yê dûyem di encamê şer de, dinya dibe dû beş, blokek jê di binyada navê NATO de, dibe yekîtiya hêzên leşkerî yê navnetewî. Şerê taybet bi pêşengtiya Emerîka (CIA) yê, di nava NATO de tê pêşxistin û birêxistin kirin herwiha rêbaz û rêxistina xwe avadike. Ji wê çaxê de dibe rêbazekî esasî yê şer ku di nava şer de şer didin meşandin. Ango şerê taybet di wê demê de û bi vî awayî hatiye fermî kirin. Lê beriya wê jî her çiqas bi rêbazên tengtir hatibe meşandin jî ev şer her hebûye. Eger were pirsîn şerê taybet rêbazê kê/î ye, kîjan hêz bi rêve dibin? Şerê taybet; rêbazê hêzên zordar e, hêzên desthilatdar û metîger e. Ji bo van hêzan şerê derûnî amûrekî bingehîn e. Bi taybet rêbazê modernîteya kapîtalîst e, lewra di esas de bi kapîtalîzmê re şerê taybet xwe li cîhanê belav dike. Dema di sedsala 20’mîn de netew-dewlet tên avakirin, gelek ji van dewletan weke dewletê şerên taybet tên bi nav kirin. Bi avakirina hêzên GLADYO re weke hêzeke navdewletî ya şerê taybet, li nav gelek dewletan de tê belav kirin. Di roja me ya îro de em nikarin ji şerê taybet re dîsa heman pênaseyê bikin û bêjin; meşandina şerekî di nav şer de ye, lewra ev pênase kêm û lawaz dimîne. Lewma li hember kiryar û leyîstokên ku şerê taybet dide meşandin gelek berfireh e. Di roja îro de dewlet, partî û rejîmên deshilatdar vî şerî bi awayekî xweser û yekser weke rêbazekî esasî digrin dest.  Armanc her tim raste rast civak hedef girtin e. Şerê taybet di navbera hêzên dewlet, hêzên deshiladar û civakan de ye. Îro, ji ber armanca bingehîn ya meşandina vî şerî ewe ku; civakan teslîm bigrin, bixin bin serdestî û zihniyeta xwe. Di destpêkê de jî NATO ev şer li hember hêzên sosyalîst û tebeqaya proleter dane meşandin. Di roja me ya îro de jî ev şer di navbera hêzên faşîst, emperyalîst, mijokdar û civakê de ye. Ev hêz vî şerî ne tenê li ser hinek civakên ku dagir dikin dimeşînin, lewra li hember civakê xwe bi xwe jî heman şerî didin meşandin. Emerîka bi qasî şerê taybet li ser Rojhilata Navîn dide meşandin, ewqasî jî li ser gelê xwe dide meşandin. Tirkiyê bi qasî li ser gelê Kurd dide meşandin ewqasî li ser gelê xwe jî dimeşîn e. Tê zanîn Kurdistan bi hevpeymaniya Lozanê dikeve bin dagirkeriya çar dewletan; Sûriye,Tirkiyê, Îran û Iraqê. Ev gel û welat bi zilma van dewletan hatiye dagirkirin, lewra di Kurdistanê de her tim şer hatiye gûr kirin. Di vê sedsalê de şerê parvekirina xakê Kurdistanê tê li dar xistin. Statûya civaka gelê Kurd hatiye înkar kirin. Ne tenê dagir dikin, wisa dikin ku nasnameya gelê Kurd ji kokê were rakirin û jibîr kirin. Ji bo vê bikin, şerê taybet di Kurdistanê de bi awayekî pergalî li ser jin, zilam û ciwanê Kurdistanê dimeşandin. Ji nava van dewleta yê herî zêde jî şerê taybet dide meşandin Tirkiye ye. Îran, Sûrî û Iraq jî didin meşandin. Îran bi xwe xwedî dîrokeke dewletparêzî ya pir kûr e, bi heman rengî Sûrî û Iraq jî. Lê Tirkiyê endamekî NATO yê ye, lewma ya herî giran dide meşandin Tirkiye ye. Ji sala 1924’an ve ango ji avabûna komara Tirkiyê ve siyaseta înkar û îmhayê zêdetir bûye. Di tevahiya Bakurê Kurdistanê de û li ser hemû beşên din yên Kurdistanê de jî bi şerê xwe bandorî dike. Tirkiyê xwe bi qasî Iraqê di Başûrê Kurdistanê de bi cih kiriye. Herwiha li Rojava jî. Ji avabûna komarê û şûnde siyaseta qirkirinê bi awayê herî giran dane meşandin, hem awayekî fizîkî ku navê qirkirina sor lê tê kirin, hem di nava şer bi xwe de jî şerê taybet didin meşandin. Beriya PKK’ê her rabûnek ango serhildanek bi perçiqandinê hatine tepisandin. Hem bi çek, hem di warê îdeolojîk, civakî, siyasî, leşkerî de şer dane meşandin, bi van rêbazan hemûyan li ser gelê Kurd de êrîşên dijwar meşandine. Li ser Kurdan hatiye ferz kirin ku; ‘Tu ne Kurdî, tu Tirkî’. Wateya vê înkarekî nasnameyî ye û êrîşekî îdeolojîk e. Sazî kirina şerê taybet li Tirkiyê li ser esasê gûhertin û berovajî kirina çand, adet, nirx, exlaqa gelê Kurd û çanda wan hatiya avakirin. Ev şer di Tirkiyê de jî li hember civakê tê meşandin, lê bi awayî herî kûr û berfireh herwiha bi rengê xwe yê herî sistematîk li hember gelê Kurd tê meşandin. Bi damezrandina PKK’ê re ew bi van êrîşan xwe re raste rast PKK’ê ji xwe re hedef girtin û xwestin rûreşbikin( teşhir). Şerê taybet xwe li ser hinek lingan dide avakirin. Li Tirkiyê de hêzên çekdarî yên veşarti yên derveyê artêşê hene, herwiha hêzên bi navê dewleta kûr (derin dewlet) an jî rêxistinên binerd (yer altı örgütleri) vî şerî bi rêve dibin. Navenda van lingan jî, daîreya şerê taybet e. Rêbazên wan yên veşartî û berçav hene, heman awayî kiryarê wan jî wisa ye. Li Kurdistanê hêzên wan yên çekdarî yên wek; JÎTEM (saziyeke çekdariye), hêzên çete, hêzên Ergenekon, Kontr gerîla, cerdewan, JÖH, PÖH û hwd. ev hemû saziyên ku li dijî PKK’ê hatine rêxistin kirin. Di roja îro de yên herî zêde ji van saziyan re û ji şerê taybet re pêşengtiyê dike MÎT’e, lewma aweke navendeke esasî ya şerê taybet tê dest girtin. Ev sazî hemû veşartîne û  bê nîzam û qûralin. Hemû jî di Kurdistanê aktîv rol dileyizin. Herî zêde şerê taybet di warê îdeolojîk de bi kar tînin, di zihnê mirovan de li gor berjewendiyê xwe têgînan avadikin. Herwiha çapemenî di Tirkiyê de bûye navendekî ji şerê taybet re. Lewra şerê taybet; çand, îdeolojî, exlaq û polîtîkayê hedef digre. Ji bo berovajî kirina van rastiyan, navendan ava dikin. Em dikarin vê bibêjin ku îro yên Tirkiyê bi rêve dibin, qadroyê şerê taybet in. Bi bombardimana têgînên li gor xwe bi ser aqilê mirovan de wan teslîm digrin û mirov ji çanda xwe xerîb dikin. Niha di Kurdistanê de dewleta Tirk vê bi awayekî pergalî dike. Te înkar dike û çanda te jî bi rêka modernîteya kapîtalîst ve raste rast dike hedef. Di navenda êrîşê wê de her tim hêzên herî dînamîk yên civakê hene, wan di bişaftin û qirkirinê re derbas dike. Medya yê jî ji bo xwe weke çekekî bi kartînin, an jî mirov dikare bêje ‘Propagandaya reş’ dikin. Herî zêde bi rêya medya operasyonên têgînan (algı operasyonu) li dardixin. Mînak di rastiyê de PKK’ê ji bo azadiya Kurdistanê şer dike, lê ew di medyayê xwe de vî terorîze dikin. Vêna jî bi rêya argûmanên weke şovenîzmê, netewparestiyê, olperestiyê pêk tînin. Di esas de mirov dikare bêje rejîma AKP-MHP rejîmekî şerê taybet e. Piştî salên 2000’î û şûnve Tirkiyê bi şerekî nû derbasî qonexeke nû bû, ji xwe tespîtê Rêber Apo ji bo vê xalê hene û dibêje; ‘AKP, Receb Tayib Erdoxan û Fetullah projeyekî şerê taybetin, ji aliyê Amerîkayê ve hatine saz kirin.’ Berê hêzên sosyalîst mijareke xeteriyê bûn li ser berjewendî û pergala hêzên kapîtalîzmê, lewma ew bê bandor kirin. Niha jî ji bo wan mijara xeteriyê di Rojhilata Navîn de mijara ol e, lewra radîkal Îslam ji zihniyeta modernîteya kapîtalîst û siyaseta wê re xeteriye. Lewra xwestin bi riya AKP’ê di Rojhilata Navîn de Îslama nerim, lîberal, îslameke ku di berjwendiyên xwe de mîna amûrekî bikarbînin xwestin avabikin. AKP projeya pêkanîna vê armancê ye. Ji xwe AKP bi her aliyê xwe ve partiyekî şerê taybet e. Di vê dawiyê de ev hîn zelaltir derketiye holê, hemû navend ji darazgeriyê bigre, heta rêvebirina dewletê, hiquq û gelek sazî û argûmanê ayidî civakê ne, ketine bin xizmeta rejîma Erdoxan, bin xizmeta şerê taybet. Ev jî ji bo civakê mijarên ciddî ne. Wê bidome…

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Kasım 2023
Görüntüleme: 439

Pênasekirina Rast a Kaosa Rojhilata Navîn

“Ji bo rastiya Rojhilata Navîn şaristanî cil nîne, jiyan bixwe ye. Ji ber şaristaniya hate jiyîn, ketiye nav goşt û hestî. Rojhilata Navîn nikare tiştê ku jiyaye wek cilekê bavêje koşeyekê. Ev rewş li ti qada cîhanê evçend kûr pêknehatiye, navxweyî nekirine. Di Rojhilata Naîn de dîrok û çand, şaristanî û jiyan wek ku neşibe ti qadeke din, civak û kesayeteke cuda afirandiye. Çanda cotkariyê ya hezar salan genên xwe yên civakî xuliqandiye. Şêwazê hizirîna olî û mîtolojîk bi hezar salan di xêva civakê de dane jiyandin. Dogmatîzm û qedergerî bûye parçeyeke jevneqetîn ya jiyanê. Ramana xweser û xweliqkar bi demdirêjî ketiye xewê. Destnîşankirinên Îlahiyatê wek tabûyên pîroz tenê ji bo bawerkirineke bêguman e. Derketina derveyî gotinên pirtûkên pîroz, guneha herî mezin hisab dibe. Çîrokên ku di pêvajoya mîtolojiyan de wek rîwayet li ser zimanan geriyane, bûne zagonên baweriyê yên pir hişk; bûne ol û xwedayên ku xeyal û bîranînên kesên şaristanî afirandin bindest kirin. Însan dema bûn esîrê tiştên ku bi destên xwe afirandin, fêmnekirin ku çawa ketine nav yekemîn biyanîbûna herî mezin a dîrokê. Çandekî wiha hate pêşxistin ku yên afirîner kire xweliqandî, yên xweliqandî kire afirîner.Ev rewş kirin mijara herî bingehîn a raman û baweriyê. Heya,xulamtî û perestîna vê pergalê kirin nasnameya însanê/a herî baş. Gumankirin ji vê fetîşbûnê jî guneha herî mezin dîtin. Ji hêla din ve bi hêza ku yekem car dewletbûn dide çêkirin mîtolojî û baweriyên gel, li gor berjewendiya serdestan werguherandin xwedawendiyê û kirin çek. Afirînekên wê/wî bixwe hem di qda madî, hem jî menewî qulipîn zidên xwe û ew dîl girt, wiha jî civak û însanê Rojhilata Navîn bi navê hemû mirovahiyê wer tê hesibandin ku xwe qurban kiriye. Şaristanî ku li ser vê biyanîbûnê bilind bû di yekemîn û serdema navîn de ewçend bandor da çêkirin ku, ti koşeya cîhanê nekarî xwe ji bandora wê xilas bike. Diyardeya ku me jê re got ‘kesayeta dîrokî’ ev e. Bi hin muqayeseyan ve dikare tiştên qewimîne were vekirin. Kesayet û mirina dayîkê bi zayînên xwe ve pêktê. Dar bilind dibe, her ku toxim dike, derdora xwe bi mînanî xwe zêde dike dimire. Berûya çanda Rojhilata Navîn jî diyardeyeke wiha ye. Dareke ku kokên xwe berdaye erdê; tovên wê li çar aliyên cîhanê belav bûne. Ji ber xwedî karakterê dara Berûyê ye, şax ji gewdeyê her qut dibe, li ser kokên xwe dixwaze hîna gur hêşîn bibe û bijî. Di heman demê de dara Berûyê li Rojhilata Navîn yek ji dara herî pêşîn a çandê ye. Çanda Rojhilata Navîn bi hilweşîna ku di salên P.Z. 1000-1500 kete tê de, orjînalbûna xwe wenda kir. Ya hîna rastir dişibe dara Berûyê ya ku heya kokên xwe hatiye kesixandin. Bi gotineke din, dişibe goristana kevn a mirovahiya ku bixwe afirandiye. Wek goristaneke mezin a mîna Pîramît û Zîgûratan! Tiştên hezar sale pêk tên ji bilî bêdengiya mirinê, ne xwedî ti wateyeke din e. Bi mehitîna (yipranma) ku zayokîbûna (dogurucu) di astekî pir bilind de bi xwe re tîne, ne di wê rewşê de ye kudi wateya xweliqkariyê de pêngav biavêje. Pêvajoya Osmaniyan tam pasvantiya (bekçî) goristanê ye. Herdayîm mirinên nû temîn dike û bi şabaşan (bagiş) xwedîkirina xwe yekemîn rola wan e. Ol, ezan û selewat her bi xeman tejî ne û ji bilî ku bangewaziya mirinê bike ti armanca wan nîne. Bi rêya mirinê tirsandin, bi mesajên cenet û cehenemê ji mirinê re amadekirin, bûye teşeya şaristaniya pêvajoya dawî. Ji mêj ve dest jizanist û teknîkêhatiye berdan. Civak û siyaset ji ezelê pêve wek qalibên ku qerisîne dubare dibin. Li dor şaristaniyeke evqas mezin evçend dogmatîzm û qederperestiyêtevna xwe alandiye, ku ev rewş pir zêde bêhnçikîn e. Lê ev tablo rastiyek e, behsa çîroka Rojhilata Navîn dike. Di Rojhilata Navîn de di dawî de şewitîn û xwelîbûna hemû eşqan jî bi vê  rastiyê ve girêdayî ye. 15.000 salan dayîktî bike, ji bo mirovahiyê tiştên hewce bafirîne, paşê jî bikeve rewşa koleya herî bêçare! Bibe memleketa vejîna yekemîn xwedawendan, ji bo mirovahiyê tiştên hewce hem biafirîne hem bizê, paşê jî wek pîneyekê were şixulandin û te bavêjin kuncekê! Hemû xweda û mezinahiyan biafirîne, paşê bibe evdê/a wan a/ê herî bêçare! Pîşeya têrkirina hemû mirovahiyê bixuliqîne, paşê birçî bimîne! Her derê bike stargeh, paşê bila welatê ku tu xwe bispêrê nebe! Ji herkesê re bibe findek ji ronahiyê, paşê ji tarîtiyê rizgar nebe! Ji her kesê re bibe deng, mûzîk û helbestê bixuliqîne; paşê bêziman bimîne, bibe ker! Ji bo herkesê zanist, hurmet û teknîkê çêbike, paşê bibe yê/ya herî cahêl û bêçare! Ji her kesê re seray û xanan lêbike, paşê muhtecê bihosteke axê bimîne! Şaristaniya Rojhilata Navîn navê vê nakokiya mezin û pir dramatîk e. Sedema ku evînên wê dişewitin û dibin xwelî di vê nakokiyê de veşartî ye. Evqas bi nirxan ve mezin bibe, paşê cûce bimîne! Encex şewitîn dikare vê paqij bike. Yekemîn hevgihîştina xweda-xwedawend bafirîne, paşê jî bibe jin û zilamê ku ketiye rewşa xazokê/a herî ketî! Encex şewitîn û şewitandin dikare vê pak bike. Gelên Rojhilata Navîn pir digirîn. Evqas nirxan biafirîne paşê wenda bike: elbet ku, dê pir bigrîn. Rojhilata Navîn bi taybet di hezar sala dawî ji bêdengiya mirinê re digrî. Ezan, stran, dengbêjî û saz tejî xemgînî ne û vexwendiyê mirinê ne. Ti yek ji van netesaduf e; tiştên qewimîne tînin ziman. Ji bilî vê bûya, dê bêwate bihata dîtin. Wiha baştir fêm dibe tişên li cîhanê diqewimin çima zêde Rojhilata Navîn bandor nake. Yên bingeh û mezarên wan evqas mezin û kûr be, nikarin yên dîtir fêm bikin. Ew bê ku vexwen her serxweş in, an jî mîna dema hate cîhanê mirine. Paşeroj evçend mandîker (ezîcî) û nayê bexşîn (afedîlmez) e. Xiyaneta Şaristaniyê mezin û xayînên wê pir in. Lewma tevgerên tolhilanînê evçend mezin û pir in. Lê ev dê çi rizgar bike? Bimire û bikije, ji zêdekirina goristanan wêdetir bi kêr çi tên? Şerên olî yên Rojhilata Navîn, şerên namûs û malbatê, şerên mal û milk bi sedemên bi qasî toximê hejîrê, lê xwînê wek bilbilka misîn diherikînin. Ev behane ne. Li jêr tevahiya xwînrijiyan de wendakirinên mezin, xiyanet veşartî ne. Kevneşopiya tolstendinê ne besît e. Xwedî paşerojeke wiha ye û bingeha wê wiha ye. Cinayetên tore pir pêk tên. Bingeha wê dîsa ev dîroka lenetî ye. Dest danîne ser hemû nirxên şaristaniyê û dest avêtine namûsa wê. Ev rastî çawa di pir tiştan de tê kirin, lê di jin û keçan de tê wateya sembolê. Ger tiştek bi sembolê were, wek ku pîroziya mezin qirêj bûye tê hesibandin. Lewre sizayê wê herî giran û bi terzê ku nayê pejirandin e. Trajedî çavkaniya xwe ji vê, ji vê dîrokê digre. Rojhilata Navîn gor di nav gorê de, girêkor di nav girêkorê de ye. Cîhan diguhere, ew naguhere. Ew neçar e mînaxwe bimîne. Ew dara berûyê ye. Kok her qalind dibe. Hûn wê dikesixînin, lê wê dîsa bixwe bimîne. Ji hêşînbûna wê jî hêvî qut nabe. Rojhilata Navîn warê hêviyê ye. Di destê Rojhilata Navîn de tenê hêvî maye. Kevneşopî mandîker û nebeşxîn e, lê belê hêj her li bendê ye ku koka berûyê cardin hêşin bibe. Jiyan tenê bi halê hêviyekê maye. Qutnebûn ji kevneşopiyê jî ji hêza wê tê. Lê ji ber nikare xwe jinûve hilberîne, dirize. Hemû herêmên cîhanê trendên pêşketinê diyar dikin, lê Rojhilata Navîn dîsa wek xwe dimîne û hîna şopa kûr a şaristaniya berê bi awayeke bandor tê de ye. Ev rewş dibe sedem nikaribe pêşketinên hemdem bi awayeke serkeftî navxweyî bike. Şopên şaristaniya berê ku jênabin û şaristaniya hemdem di nav pevçûnê de ne. Carna hewce dike ew axa pir hatî bikaranîn, heya demekê şûv (nadasa) bihêlin. An jî bi dewsa darê rizî, yeke din were çandin. Tişta zehf were bikaranîn, kevn dibe. Jixwe bi teqîna li çolê, ti axa ku nirxeke din hilberîne nemaye. Hemû daneyên şaristaniyê derketine holê. Hemû hêza axê ku were mêtandin, mêtandine. Dayîk pîr bûye, nikare şîr bide. Bi parzakirineke (aşilama) nû, ne di wê reşwê de ye bi mêr re berhemeke din derxîne. Hemû zarokên ku bikaribe hilberîne hilberandiye, bi şîrê xurdemiya zêde xwedîkiriye û niha dema wê ye ku vegere axa xwe. Ji bo malbata mirovahiyê çi hewce kiribe, vê dayîkê û vê axê ew hilberand û bi serkeftî li çar aliyên cîhanê daweşand. Wek Habîl û Qabîlê Adem û Hewa, bû şivan û cotkar. Bû çar kurên Nûh, li çar aliyan û bi çar nîjadan belav bû şaristanî pêşxistin; giyayê çandiniyê, heywanên kedîkirî, gund, bajêr, çîn, dewlet, xwedê, hemû pîşe, pirtûka pîroz û pêxember, edebiyat, huner, mûzîk, mîmarî, çek, rê, welhasil bi navê mirovahiyê her çi hebe hemû afirand, xwedî kir û xelatî her aliyekê kir. Ev kar hemû diwestîne. Rojhilata Navîn çanda dayîka zayok, derguşa mirovahiyê êdî li pişt perdeyê ye, dibe biçe gora xwe, kê dizane belku jî ji bo ku şaristaniyeke hîna rengîn û zindî bizê xwe paşvekişandiye, dê razê û jinûve şiyar bibe, ronesansa xwe jî pêk bîne. Tam 15.000 sale ji bo vê zayînê bi Ewrûpayê bide kirin, Rojhilata Navîn dapîrokî kir. 10.000 sal dapîrokiya neolîtîk, 5.000 sal dapîrokiya şareza kir. Zarokê hate cîhanê xoyrat e, dayîknenas e, qedîrneşinas e. Qey wek ku xwedayek be, bi qasî li xwe xwedîtiyê bike mexrûr e, bi sewdaya mezinbûnê ketiye. Ev rastiyeke. Lê belê di heman demê de ew naşî ye û xeteriya ku ber bi zinaran ve bigindire dijî. Ev jî rastiyek e. Em ê van hemûyan pir baş fêm bikin. Bê ku em bibin sewdaserê rizîna xwe, lê belê em ê ji bîr nekin ku em dayîka vejîn û derguşa ku ew mezin kirin, in. Bê ku em teqlîd bikin, em ê fêr bibin. Lê li axa dayîkê ya şaristaniyê, wek kur û keçên wê yên esîl ji reng û xwîna wê ji bo vejîneke din, vêcarê em ê bi Ewrûpaya pîrbûyî re dapîrokiyê bidin kirin, wiha jî vê vejîna pîroz pêk bînin.” Rêber APO Rastiya her hebûnekê, bi realîteya civakî ya tê de pênase dibe. Rastiya Rojhilata Navîn jî xwedî tevlihevî û curbicuriyekê ye ku carna dişibînin qazana pîrebokê, carna jî qutîka Pandorayê ku ne diyare jê çi derkeve. Ev realîte li pêşiya têkoşîna civakî hejmareke zêde îhtîmalan ku hilbijêre û diyar bike derdixîne holê. Dema îhtîmal tê hilbijartin ya herî girîng kêliya derbaskirina ya muhtemel ber bi rastiyê ve ye. Ya ku bi rêya tercîha azad û sehekan tê hilbijartin diyar dike. Realîteyek ku tê pênasekirin, ya girîng ew e ku kêlî û tercîha ku wateya vê ralîteyê derdixîne holê were tehlîlkirin. Rastiya were çareserkirin ji ber çanda Rojhilata Navîn e, tehlîlkirina vê kêlî û tercîhê hîna têkeltir dibe. Ji ber çanda Rojhilata Navîn ne bi tehlîlên şaristaniyê yên klasîk, ne jî bi rastiya giştî dikare pênase bibe. Bi van pênaseyan ve tehlîleke rast nayê kirin, bi qasî wê jî ne gengaz e ku ji girêka pirsgirêkan re çareserî were pêşxistin. Di navbera şaristaniya Rojhilata Navîn û modernîteya sermayedar de nakokiyên bikok û kûr hene. Ji ber vê sedemê tehlîlên civakî, siyasî û çandî ya navend-rojava hêza pênasekirina pirsgirêkan lewaz dike. Tirsa xirabûna statukoparêziya Rojhilata Navîn, bêbawriya li beramberî guhertina ku ji qederperwerî û muhafezkariya ku ji dogmatîzmê çavkanî digre, pirsgirêkê hîna kûr dikin. Di roja me ya îro de ku têkîliyên hakimiyet û otorîteya mutleq tê redkirin, însan êdî bi kûranî dikevin koka diyardeya hakimiyetê û li ser sedemên ku mutlaqiyetê xwedî dikin bi nazenînî dihizirin, hewce dike bi awayeke xweser kesayet û nasnameya Rojhilata Navîn pênase bibe. Li gor keşîfên arkeolojîk ku ji kolandinan hatine bidestxistin beriya niha panzdeh mîlyar salan madeya ku bi awayeke bêdawî tîr û germbû di encama şidîna wê de madeyek bi qasî serê derziyê yekcarê teqiya û bi vê teqînê re zeman dest bi herikînê kir. Bi vê teqîna mezinve galaksî, stêrk û gerdûn avabûn. Bi vê teqîna mezin ve cîhana me pêkhat û ji pêvajoyên cuda derbas bû. Di her pêvajoyê de cîhana me awayên cuda girte xwe, bêguman wê demê ji halê xwe yê îro pir cuda bûye. Cewher û enerjiya xwe di hinavê xwe de hilgirtibe jî, di her pêvajoyê de cihê bûye û her di nav livûlibatê de bûye. Guhertinên di hundir de dijî, teqînên mezin ên volkanîk dibe sedem qeşayên ku piraniya erdê dagirkiribûn bihelin, bi guherîna avûhewayê re jî li hin deran hişkahî destpêkir. Elbet ev tiştên me behsa wan kir di bêhnekê de bidawî nebûne. Ev mezinbûna ku bi milyonan sal domaye, bi xwe re guhertinên cuda jî aniye. Hemû hebûnên zindî ketine nav pêvajoya guherînê û bi vê guhertinê ve Însan jî ber bi erdnîgariyên ku bikare lê bijî, koç kiriye. Ne tenê mirovan, herwiha zindiyên din jî ji bo dewamkirina jiyana xwe ev rêye hilbijartine. Erdnîgariyên jînê derketine holê û li van deran jî nifûs zêde bûye. Bi perasena avûhewayê, pêkhatina derya û çiya cihên niştecihiyê derketine holê. Ancax ev guhertin li her mekanekî di yek demê de pêşneketiye. Yekemîn a tevahiya van bûyeran hebûye. Ev yekane, li Rojhilata Navîn axên bi behre ku neçariya koçberiyê nehiştiye pêk hatiye. Wiha jî Rojhilata Navîn kariye bibe sereçavkaniya xwedîkirina hemû şaristaniyan. Serdema qeşayê ku dawî lê hat, pêvajoya destpêkirina dîroka gerdûnî ku, di dîroka pêşketina civakî de yek ji mîhengên herî girîng tê nirxandin, li herêma Rojhilata Navîn ji bo cureyê însan xurdemeniya boş, derfeta parastin û hêsaniya zêdebûnê pêşkêş kir. Bi vî aliyê xwe ve Rojhilata Navîn şahdamara dîroka gerdûnî ye û bûye mekanê pêşketina dîroka gerdûnî. Afrîqa, Behrasor û Behraspî ku yekemîn cihê mirovahiyê têne zanîn, piştî helîna qeşayê şertûmercên jiyanê li wan cihan bidawî bû, lewma li Rojhilata Behraspî, kevaneya Zagros û Toros li Hîlala Zêrîn însan civiyan. Rojhilata Navîn bi axên xwe yên berfireh û bi bereket, bi dewlemendiyên jêrerd û sererd, çiyayên bilind, deştên bêserî û binî, avên xwe yên ku xurmexurm diherikin, awayê şênberbûyî yê cenetê li ser rûyê erdê ye. Herçend pêşketina şaristaniyê ku xwe dispêre erdnîgariyê di serdema heyî de nemuteber e, lê belê erdnîgarî û mîrateya çandî ya Rojhilata Navîn di warê rojaneyî de wê hîna jî dike jêneveger. Elbet girîngî û wateya Rojhilata Navîn tenê ji xweşikiya wê ya erdnîgariyê çavkanî nagire. Wate û pênaseya Rojhilata Navîn li gor berjewendiya rojava ya li ser herêmê û mudaxeleyên wan guherî ye, Pênase ji hêla hêzên siyasî û çandî ve hatiye diyarkirin. Yek ji zehmetiyên pênasekirina herêmê ew e ku ji heman cihê re du nav tê gotin; hem Rojhilata Navîn, hem jî Rojhilata Nêzîk. Rojhilata Nêzîk têgînekî hîna kevn e û koka wê heya keşîfên erdnîgarî yên destpêkê diçe. Ji herêmên ji Ewrûpayê dûr re Rojhilata Dûr, ji yên ku di navbera Ewrûpa û Rojhilata Dûr de dimîn re jî Rojhilata Nêzîk tê gotin. Binavkirina Rojhilata Navîn jî di sala 1945’an di dema şerê cîhanê yê II. de ji ber Fermandariya Ingilîzan a Rojhilata Navîn û Navenda Lojîstîka Mûtefîqan a Rojhilata Navîn saz bûye, derketiye holê. Sînorên Rojhilata Navîn tam zelal nebe jî lê belê bi gelemperî wek 15 mîlyon kîlometreçarçikan e. Tê gotin nifûsa wê 450 mîlyon e. Welatên Rojhilata Navîn; Kurdistan, Filistîn, Fas, Tûnis, Cezayîr, Lîbya, Misir, Sûdan, Emîrtiya Yekbûyî ya Ereban, Lûbnan, Ûrdun, Îsrayîl, Tirkiye, Sûriye, Iraq, Qeter, Erebîstana Siûdî, Behreyn, Kuweyt, Yemen û Îran e. Efxanîstan û Pakîstan ruxmî ku ji hêla erdnîgarî ve ne welatên herêmê ne, lê belê ji welatên Rojhilata Navîn têne hesibandin. Rêyên herî girîng ên av û qanal ji vir (herêmê) derbas dibin. Di heman demê de navenda veguhêzkarî û ragihînê ye. Petrola Rojhilata Navîn pêdiviya enrejiya Ewrûpa û Asyayê di asteke herî bilind de pêşwazî dike. Petrola li rojavayê Ewrûpa tê bikaranîn ji %75, petrola li Japonya tê bikar anîn ji %90 ji Rojhilata Navîn tê îhraçkirin. Yek ji serokên berê yê DYE di axaftina xwe ya li Trûmanê wiha gotibû:“Ku em çavên xwe li Rojhilata Nêzîk dizivirînn, em bi herêmekê ku meseleyên vexîm erz dike rûbirû dibin. Di vê herêmê de çavkaniyên xwezayî yên berfireh hene. Rêyên bejahî, hewayî û deryayî yên biçûnûhatê ji vir derbas dibin. Di vê wateyê de herêm xwedî girîngiyeke mezin a aborî û stratejîk e. Lê belê ti welatekî vê herêmê ne bi tenê, ne jî bi hev re, ne xwedî wê hêzê ne ku li beramberî destwerdana li ser xwe liberxwe bidin.” Herêm ji hêla mêzînên cîhanê çiqas xwedî girîngîye, şaristaniya rojava ev ticar biştçav nekiriye. Şaristaniyên xweperest ên Rojava xwestine tişta herî baş û xweş bibe ya wan, nirxên Rojhilata Navîn dizîne û em bi diziya herî mezin a dîrokê rûbrû hiştine. Di vê mijarê de jî mentiqa xwe ya tecawizkar û dagirker anîne ziman. Li beramberî vê, welatên li Rojhilata Navîn ji ber yekîtî ava nekirine, nebûne xwedî saziyên îdeolojîk ku hêza xweya hundirîn derxin holê û zuhayî û kûrbûna mentiqa desthilatdar-dewletger jî bûye sedem rewşa kaosê neyê derbaskirin. Modernîteya sermayedar hewl dide Rojhilata Navîn û pê ve mirovahiyê di nav şêwazê jiyana xwe de jinûve biafirîne. Li gor projeya ku dixwaze li Rojhilata Navîn pratîze bike, li saheya ku hemû dewletên Ereban digire nav xwe hewl dide asta entelektuel biguherîne.Ji naveroka vê bigre heya guhertina pozîsyona jinê ya li vê erdnîgariyê û herwiha rûnişkandina rejîmên aboriya lîberal, di pir qadan de dixwaze guhertinê bi xwe re bîne. Ev proje madeyên mîna; heya sala 2010’an li Rojhilata Navîn asta xwendin-nivîsandinê ji %50 zêde bike, klasîkên Rojavayî wergerîne zimanê Erebî, ji jinan re ji bo peyner (girişîm) bibin bi qasî 500 mîlyon dolar alîkarî bê dayîn û hwd. digre nav xwe. Li Iraqê îro pergala şaristaniyê ne tenê bi rêya pêkanînên zorê, bi ser ve bi rûnişkandina şêweyê jiyanê jî dike hegemonya xwe saz bike. Lê belê diyar e ku ev bi dewsa kaosa Rojhilata Navîn çareser bike, dê wê kûrtir bike. Mînaka vê ya herî nêz jî DYE nizane îro çawa ji Iraqê derkeve. Zanist û îdeolojiya pozîtîvîst a modernîteya Ewrûpa nikare bi şêwazekî rast şaristaniya Rojhilata Navîn pênase bike. Ji ber ku ev di rastiya Rojhilata Navîn de heye. Her çareseriya ku bi rastiya wê ya cewherî ve li hev neke bi berxwedanê re rûbirû dimîne û nikare kaosa Rojhilata Navîn çareser bike. Mirov ku pêşketinên dîrokî û civakî hûr lê dinêre, dibîne ku ev rewş di demên berê de jî wiha bûye. Berîdaniya (yonelîm) ku ne li gor rastiya şaristaniya Rojhilata Navîn bûye bi berxwedana qebîle û olên yek-xwedayî re rûbirû maye. Sîstemên qabîleyan teşeyên civakî yên dem-dirêj in, di lêkolînên arkeolojîk de jî derketiye holê ku wek dihate texmînkirin paşverû nebûne, belku avaniyên civakî yên pêşketî ne. Rêbertiya me ji bo fêmkirina baş a dîroka gerdûnî diyar dike ku hewce heye sîstemîn qebîleyan rast fêm bibe, bi armanca ku lêkolînên dîrokê bigihîjin encamên nêz rastiyê. şoreşa cotkarî û çandiniyê xwe spartiye sîstema nîv-qabîleyan wiha pêşketiye û ev jî yek ji qonaxa herî girîng a dîroka gerdûnî ye. “Pêwîst e, ez vê xusûsê bi girîngî destnîşan bikim ku çanda civakî ya xwe dispêre qûntara çiyayên Toros-Zagrosê di ti demê de bi temamî resenî û orjîntiya xwe wenda nekiriye. Radestî hegemondarên siyasî û eskerî yên ji nava xwe derketî û heta rahibên dînî nebûye. Weke civaka dîrokî her hebûna xwe dewam kiriye. Tevahiya dîrokê ji çar aliyan ve êrîşên dagirkeriyê bi ser de hatine û tevî vê yekê karîbûye hebûna xwe ya civakî dewam bike. Di vê yekê de rola sîstema qebîleyan a kokên wê kûr in (ji salên 15.000î B.Z. heta roja me ya îro), û ekonomiya heywan xwedîkirinê diyarker in. Di vê çandê de mîna ku du alem hebin. Yekemîn, cîhana civakî ya gel û qebîleyên di kûrahiya dîrok û axê de veşartî ne; duyemîn, cîhana dewlet, pevçûn û şerên hegemondariya desthilatiyê ya bêhejmar hêzên dagirker, mêtinkar, mêtinger û îmhakeran e. Ya ez dixwazim qal û behsê bikim ew e ku ji aliyê dîroka gerdûnî ve pêşketina diyalektîkê ya heta roja me ya îro dewam dike xeta sor a di navbera herdu cîhanan de ye. Çanda herêmê herî kêm di warê kirdarî û sûbjektîvîteyê de hîç dewrûberî qebûl nekiriye, nexwestiye vê bîne bîra xwe jî û herçiqasî di warê xwesteka navendbûnê de çîrokên wê yên trajîk û komîk hebin jî timî di navend mayînê de israr kiriye. Wexta ku mirov ji vî awirê gerdûnî ve li dîroka me ya mîkro binêre dikare bi hezaran mînakên hem rûmetê hem rezîliyê, hem êşê hem coşê, hem komediyê hem trajediyê bibîne û em ê di fêhmkirina vê de zehmetiyê nekişînin. Em ê li xwezaya xwe ya civakî (tevî xwezaya fizîk, kîmya û biyolojîk a yekpare jê nabe) zêdetir serwext bibin û ji bo paşvexistina neyêniyan em ê zêdetir ber bi çalakî û îradeya wê ve baz bidin.”Rêber APO Di encam de ger mirov rastiya civakî û dîrokî ku ji bo hemû hêmanên civakî ku ji pergala şaristaniya Rojhilata Navîn têne derkirin, wek dij-şoreş jî binav dibin analîz bikin, em dikarin koka qeyran û problemên li vir hene li jêr sê beşan de bidest bigrin. Sîstema şaristaniyê ku di sala B.Z. 3500’anli derdora yekemîn xanedaniyê,hiyerarşî, bajêr, desthilatdarî, dewlet û sazîbûna çînan pêşket. Sîstema şaristaniya navendî bixwe serkaniya hemû pirsgirêkên civakî ye. Ev sîstem bi formên berxwedanê re rûbirû maye,lê belê sîstema qebîleyan û berxwedana Zerdûştîdi wateya giştî negihîştin serkeftinê. Ya duyemîn jî di salên P.Z. 1200’an bi şaristaniya Îslamî hewl tê dayîn ji pergala şaristaniya navendî re vebûnê bidin kirin, lêbelê ji ber hewldanên ronesansê negihîşt serkeftinê pêvajoya ku qeyran û pirsgirêkan hîna kûrtir bike da destpêkirin. Ya sêyemîn jî ji salên 1800’an pêv pêvajoya ku şaristaniya navendî ya Ewrûpa hegemonya bidest xist û li ser herêmên Rojhilata Navîn dest bi dizîna dewlemendiya çandî, dîrokî û civakî kir e. Li beramberî vê lêgerên çareseriyê ku xwe spartin modernîteya sermayedar bûne sebeb pirsgirêk hîna girantir bibe, rê li ber şikestina civakî, bi awayê rojane jî pêşketina qirkirin û xwekuştinan veke.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Ocak 2023
Görüntüleme: 442

Sayfa 8 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • RAMANÊN LI SER AZADIYÊ

  • Komplo çi ye? Komplovan kî ye?

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere