• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

Pêkhatina Mêjiyê Jin

Di milê cih girtinê de mejiyê zilam ji yê jinê bi qasî ji %10 ji yê jinê mezintir e. Zanista pozîtîvîst vê rastiya anatomîk wiha şîrove dike ku aqlê zilam ji yê jinê pirtir e. Lê ev ne rast e. Ya girîng ne giraniya goşt û hestiye, ji ber însan ji goşt û hestî pêk nayê. Însan ji fikir, hest û zanebûnê pêk tê. Lewra ev rastî bi xwe jî ev nêrîna zayendperest ya pozîtîvîst vala derdixe. Însan xistina sînorên fîzîkî û wê di wê astê de girtina dest bingeha zayendperestî ye. Ji xwe berê jî me anîbû ziman ku zayendperestî herî zêde li ser hindek diyardeyên bîyolojîk xwe dide rûnişkandin. Mîna ku bêje hêza fîzîkî ya zilam pirtir e wê gavê raweye ku jin bindest bibe. Lê dema mirov mêze dike; rast e wekî fîzîkî zilam bêtir bi hêz e, lê bedena zilam ti caran nikare li hember ew fişara di zayina zarokekî de di bedena jinê de pêk tê li berxwe bide. Wekî hêz zilam bi hêztir e, lê jin hîn bêtir dikare li ber xwe bide. Milê mêjî de jî heman rastî derbasdar e, ya girîng fonksiyona mêji ye. Hûcreya herî biçûk ya sînîrên însan noron e. Di navbera norona de jî sînaps heye. Şebekeya sînaps valatiya navbera hûcreyên sînîrê ne. Di mêjiyê zilam de sînaps hên firehtir in. Li gorî mêjî sinaps jî têşe girtiye, firehiya sînapsan bi mezinbûna mêjî re eleqadar e. Sînapsên di mêjiyê jin de hîn bêtir teng in. Ji ber di jin de şebekeya sînapsan hîn tengtir e, di milê fikrandinê de taybetmendiyekî pir alî li jinê bar dike. Jin hîn zêdetir hurgûliyan dibîne, pir alî mêze bike, ji fikrên cûda re vekirî ye. Sedemê vê jî tengbûna şebekeyên sînapsan e. Di mêjiyê mirovan de beşekî bi navê însûla heye, ev beş berpirsiyarê hîs, hêst, pêşbînî ye. Ev beşa însula di jin de hîn berfirehtir e û pirtir aktîf e. Di mêjî de beşa sipî û ya girî heye. Di jin de beşa sipî ji ya zilam zêdetir e, di ya zilam de jî beşa girî ji ya jin firehtir e. Beşa girî fonksîyona zanist analîz kirinê pêk tîne. Beşa sipî fonksiyona ziman, çand, jest, mîmîk, zimanê beden, zimanê biyanî fêr bûyin pêk tîne. Di jin de fonksiyonelbûyina vê beşê civakbûyinê pêş xistiye. Mêjiyê zilam hîn zêdetir analîtîk e. Mêjiyê jin de empatî, sempatî, hurgûlî dîtin pir li pêş e. Mêjiyê jin di kêliyê de li gorî yê zilam hîn zêdetir ji derva re vekiriye û di kêliyê de pirtir agahiyan kom dike, analîz dike û di bersivîne. Mêjiyê zilam du tiştan tenê dikare bi hevre bike, lê yê jin di kêliyê de dikare gelek karan bi hev re bike. Mêjiyê zilam li gorî yê jinê hîn zêdetir yek alî, teknîkî, matematîkî ye. Lê yê jinê hîn bêtir fonksiyonel e, pir alî ye. Di jinê de pênc lebatên sehkirinê li gorî zilam hîn pêştir e. Van pênc lebatan; dîtin, hîs kirin, bihîstin, tam, bêhn kirin e. Ji ber jin bi taybetmendiyê zayinê tê dinê û dibe xwedî zarok van lebatên hîskirinê di jinê de hîn xûrtir pêş dikevin. Ev jî di mêjiyê jinê de hindek cûdawaziya dide ava kirin, beşa însula di jinê de hîn aktîftir di xebite. Dîsa tevgerên laş di jinê de hên bêtir xurt in, bê ku biaxife ji sedî heftê bi jest û mîmîkan jin dikare xwe bîne ziman. Ev jî cûdawazikî din yê mêjiyê jin e. Pergala zayendperest ev taybetmendiyên jinê ji bo jinê ji cewherê wê dûr bixîne di xebitîne. Jinê ji neynok, heta mêze kirin û têlên porê wekî qralîçeye metayan di afirîn e. Li ser lebatekî jinê gotinekî pergala zayendperest, têşeyekî wî heye, qalibekî heye ku jinê tê de heps dike. Lewra ji ber dûr ketine ji xwezaya xwe jin di nava qeyrana dil û mêjî de dijî. Ew enerjiya herikbar lê dizivire û wê difetisîne. Taybetmendiyekî din yê jin jî empatî ye. Empatî xwe xistina şûna yê dijberê xwe û bi hêst û fikrê wê/wî hîs kirine. Di têkiliyên mirovan de rista empatî pir li pêş e. Heger rast fêm kirinekî ji yê dijberê xwe re çêbibe wê gavê ji pirsgirêkên civakê re jî rast çareserî pêş dikevin.

Xisleteke din jî, behreya mejiyê jin ya zû wergirtin û fêrbûna çand û zimane. Di vê mijarê de dema ku bi mejiyê zilam re tê hevrûkirin, tê dîtin ku qabiliyeta jin hîn xurtire, berovajiya wê jî di zilam de jibîrkirin zêdetire û bêhtir dikeve qaliban. Mejiyê jin xwedî esnektiyeke wisa ye ku Ji fêrbûna zimanên cuda bigire, heya amûrên mûzîkê, ji hunerên sinema, şano bigire heya folklorê, di demeke kurt de bigire nava xwe û pê re bibe yek. Mînak dema jin folklor dikin, hem pir zû digirin, hîs dikin, bi mûzîkê re yekîtiyeke ruhî avadikin û bi şêweyê herî xweşik pêktînin. Esas di van babetan de jin qaliban datîne milekî û rastiya cewherê xwe dertîne holê. Lê mixabin ku sîstema desthilatdar û dagirker ev rol ji jinê stendiye, girîngî nedaye û weke gelek mijarên din kiriye mulkê zilam.

Bi giştî di encama van xisletan de, dibe ku di warê hecim de mejiyê zilam girantir be, lê gereke neyê jibîrkirin ku fonksiyonên (peywir) xebitîna mejiyê jin, hîn zêdetire. Bi kurtasî dema ku mirov van taybetmendiyan tîne berhev, mirov dibîne ku cihêwaziyeke pir zêde ne mijara gotinê ye. Lê di herdu milan de xalên ku mirov weke avantaj û dezavantaj bibîne hene.

Mijara Zayînê

Weke tê zanîn, zayîn tenê taybetmendiyeke ayidê jine û bi xwezaya wê ve girêdayî ye. Lê mixabin roja îro bi dehan jin ji ber vê rewşa xwe di gelek zor û zehmetiyan re derbas dibin. Sedema sereke jî ewe ku, zihniyetên paşverû û kevinperest, diyarkirina zayenda zarokan bi dayikan ve girêdane. Û ji ber ku sîstemeke zilamsalare, tenê hebûna zilam bi nirx dibîne û ev bi civakê daye qebûl kirin. Lewma dema ku jin zarokên kur neyne, ew jin an mehkumê berdan, an jî hewiyekê li ser xwe qebûlkirinê dimîne. Tevî ku em di serdema zanistê de ne jî, lê zihniyeta zayendperest kokê xwe berdaye nava mejiyê mirovan û çavên wan kor kirine. Lê belê mirov dikare bi awayekî zanistî vê bûyera ducanîbûn, zayenda zarokan diyar kirin û zayinê bîne ser ziman.

Ducanîbûn jî, ew bûyere ku tevahî pêvajoyên avabûna gerdûnê, bi neh mehan ve di bedena xwe de pêk tîne ye. Çawa ku zindîbûn di nava avê de çêbûye û bi demê re şêweyên kemilînên xwe guhertiye, di malzaroka dayikê de jî ew zindîbûn di nava avê de çêdibe û roj bi roj şêwe digire, di malzarokê de zarok weke tîpa C cihê xwe digire û di navbera zarok û dayikê de beneke ku tevahî pêwîstiyên ji bo mezinkirin û xwedî kirina zarok heye, di riya vî benî de mijarên ku dayik di warê psîkolojî û nexweşiyên fîzîkî jiyan dike jî derbasî zarok dibe. Bi derbasbûna mehan re hem jin zindîbûna di hundirê xwe de hîs dike, hem jî zarok. Piştî neh mehan, ji ber bedene jin vezelokî ye(esneke), beden xwe berdide û zayin pêk tê.

Di kêliyên zayinê de jî zêde ye, ev yek jî berxwedaniya wê xurt dike. Tê gotin ku zilam nikare jana zayinê rake, ger wê janê bidin bedena wî ewê bimire, ev jî rastiyeke û sedemê xwe jî hêza hormonê ostrojenê ye. Di nava jiyana asayî de jî, dibe ku weke fîzîkî zilam ji jinê bi hêztir be lê jin jê berxwedêrtire û zêdetir xweragire. Her wiha di gelek mijaran de zanist xalên ku di warê fîzîkî de jin û zilam ji hev cuda dikin tesbît kirine. Mijarên weke di bedena jin de çar litre xwîn lê di ya zilam de şeş litre heye, an jî bedena jin ji sedî 25-35 done, lê di yê zilam de kêmtire, bedena wî zêdetirî xwe qase. Zêdebûna don di bedena jin de dihêle ku di sermayê de û li beramberî nexweşiyan berxwedêr be û birînên wê zû çêbibin. Lewra tê gotin ku ji ber van taybetmendiyan, di zilam de piranî nexweşiyên dil û asab, di jin de jî nexweşiyên malzarok, sîng û tansiyon çêdibin. Lê weke ku me beriya niha jî anîbû ser ziman her cudabûnek bi xwe re hem avantaj û hem jî dezavantajan tîne, lê gereke ev nebe sedemê ku nexşerêya jiyana me diyar bike. Lê mixabin îro sîstema zayendperest her tişt li gorî xwe pênase kiriye û dixwaze vê weke ku rastiye bide nişandan û qebûlkirin. Lewma gereke jin di van mijaran de hîn zêdetir zanebûna xwe xurt bike.

Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Bêrîtan De Hatiye Berhev Kirin

Wê Bidome…

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 27 Temmuz 2024
Görüntüleme: 454

MERHELEYÊN XWEBÛNÊ; 'ANATOMIYA XWE NAS KIRIN'

 

Pênc cudabûnên anatomiya jin hene. Ev jî di xala 'Xwebûyinê' de tên dest girtin.

1- Enerjiya jinê ccda ye.

2- Hisiyat û pêşbîniya (Sezgî) jinê cuda ye.

3- Pêkhatina mêjiyên jinê cuda ye.

4- Jin mehane xwe nû dike, ev taybetmendî xweseriya jinê ye û gelek cudabûna lê bar dike.

5- Zayin, ducanî bûyin tenê di jinê de pêş dikeve. Di zayenda dijber de nîne.

Em vana xal bi xal vebikin. Me berê jî dest nîşan kiribû, rêya hebûnê, ji xwebûnê re derbas dibe. Ev jî bi naskirina xwe ve destpê dike, naskirina zayenda xwe, naskirina bedena xwe, naskirina rihê xwe ji bo jinê girîng e. Em bal bidin serê ku ka jin xwediyê kîjan cudabûnane û li berfirehiya wî binêrên.

1-Enerjiya Jin

Di çêbûyina gerdûnê de zagona diyalektîka made-enerjî heye. Lewra di çêbûyina her hebûnekî de enerjî heye. Enerjî tarzê şêwazê çêbûyina hebûnê îfade dike. Enerjî çawaniya hebûnê dide diyar kirin. Di navbera enerjiya jin û zilam de cudatiyekî heye. Cudatiya enerjiya jin germ e, herikbar e, nakeve qaliban, her wiha ev cudatiyên enerjiya jin avantejekî mezin li jinê bar dike. Ji ber hîn şêwe negirtiye jiyanî ye, xûliqkar e, nûbûyina ava dike. Enerjiya jinê mîna rûbarekî ye her xwe paqij dike, ji ber vê jî rûxmî giştî kiryarên bi serê wê de hatine jî dikare hêvî bide ava kirin. Ji ber tiştên diherikin her tim zindî ne, dibe hem milê rihî hem jî di milê fîzîkî de jin hatibe girtîn û lê dema ew bendavên pêşiya wê rabin mîna lehiyekî ewê dîsa bi coşekî mezin biherike û li dora xwe jiyanekî nû bikaribe bide afirandin. Enerjiya zilam ji ya jin cuda ye. Enerjiya zilam xwedî form e, zûwa ye, hişk e, ne herikbar e. Di zilam de ji ber vê yekê zû bi zû gûhertin çênabin. Di civaka xwezayî de enerjiya jinê azad dizivîrî civakê, ji ber vê sedemê hîn pirtir avaker bû, xûlikar bû, tiştên pêş dixist. Enerjiya heyî ya di jin de li vir yekser diket xizmeta jiyana civakê. Di heman demî de enerjiya zilam jî ji ber bi sazî nebibû ew jî pir herikbar diket xizmeta civakê, lê piştî feraseta desthilatdarî enerjiya zilam êdî bû enerjiyekî li dij civakê kar bike. Enerjiya heyî ya jin jî ji ber li pêşiya wî bendav hatine ava kirin, xisletê wê yê avakareyê pir pêş nakeve. Di milê zanist, felsefe, rêvebirina civakê de enerjiya ku tê kar anîn ya zilam a ku sar û bi sazî ye. Lewra ya jin jî nikare rola xwe bilîze, wekî hilberînekî li ber bayê pûç bibe piçe tê xerç dibe diçe. Mal, zarok, xwarin, paqijî enerjiya jinê di van xalan de hatiye heps kirin. Enerjiya jinê ji ber di qadekî pir biçûk de hatiye hiştin, pirî caran jin jî nakeve ferqa enejiye xwe, sînorên jê re tên diyar kirin dipejirîne. Lê ya rast enerjî dema diherike watedar dibe, hîn zêdetir dibe û dikeve xizmeta civakê. Hêza wateya ji hev fêm kirinê zêde dibe. Her wateyekî tevlî wateyekî din dibe û li xwe zêde dike, zimanê gerdûnê ev e. Bi hêza watedayina mezin dibe, xwe dide fêm kirin. Di vê wateyê de şaristaniya kapîtalîst ji ber enerjiya jinê, hêza wate dayina jinê tine hesibandiye, pêşiya wê girtiye yek alî maye, mîna mirovekî seqet e. Em bala xwe bidinê di şaristaniya kapîtalîst de ji polîtîka heta ilm û qada parastinê de ti fikir, nêrîn û cihê jinê tine ye. Lewra lawaztiya herî mezin ya pergalê di xala jinê de ye. Desthilatdariya zilam li pêşiya jinê mîna bendavekê sekiniye, nahêle ku enerjiya wê bi civakê re bibe, enerjiya wê biherîke û dewlemendtir bibe. Heger mirov bi metaforekî vê pênase bike mirov dikare bêje ku ji di nava şaristaniya kapîtalîst mîna darekî hişk lê hatiye. Cewherê darê şîn bûyin, berhem dayin, di xwezayê de hevsengî ava kirin e, lê piştî ji rehên xwe qut dibe van taybetmendiyên xwe hemûyan wenda dike. Nikare berhem bide, nikare hevsengiya xwezayê ava bike, hişk dibe, bi demê re jî dirize, tevlî axê dibe wenda dibe diçe. Enerjiya ku ne ketiba qaliban, pêşiya wî nehatibe bendav kirin wekî dara şîn, wekî ava diherike ye. Enerjî dema bi armancê ve girêdayî diherike watedar e. Jin pêwiste rê peyda bike ku enerjiya xwe rast biherîkîn e.

2- Hisiyat û Pêşbîniya Jin

Enerjiya jin taybetmendiyekî wê yê din jî hîs e, pêşbînî ye. Hisiyat girêdayî hestan pêş dikeve. Hest di xwe de wateyê vedişêre. Gihiştandina wateyê bi rêya hestan pêk tê. Hest di aliyekî din de gîrêdanbûna xwezayê jî îfade dike. Şaristanî, dagirkerî, desthilatdarî hêstan ziwa dike, mirovan ji xwezayê qut dike, wê demê hîs jî, hest jî, pêşbînî jî pêşnakevin. Bi giştî mirov dikare bêje ku însanên ji cewherê xwe dûr neketine, ji xwezayê, ji civakê dûr neketine xwediyê hestên xurt in. Dema mirov li dîrokê jî dinêre jinên xwedî hîsên xurt, jinên xwedî pêşbînî û hêza şîroveyê di rêveçûna şer de, di rêvebirina welatan de cihê xwe girtine. Her çiqas di milê wateyê de berovajî bûbe jî medyûmtî di destpêkê de karê jinê ye. Ji ber jin jiyanê dişopîne, enerjiya xwe diherîkîne jiyanê bi gerdûnê re yek e, pêşbîniyên wî jî xurt in. Hîs dengekî hûndirîn e, rênîşaner e, pêşiya mirovan vedike, ji şaşitî û xelatiyan rizgar dike. Ev hîs di jinê de hene, sînorên aqil heta cihekî ye, lê hîs bê sînor e, berfireh e. Hîs dengekî ku ti caran mirovan na terikîne ye lewra girêdana wî bi gerdûnê re, bi xweza û cewherê mirovan re heye. Di vê mijarê de mirov dikare hindek ji mîtolojiyan jî mînak bide. Wekî tê zanîn ji tevgerînên ajalan pir encam tên derxistin. Yek ji vana kund e. Di mîtolojiyê de kund wekî çûka xwedavendan tê dîtin. Tê gotin ku dema li bajarê Urûkê plansaziya êrîşê li ser nirxên gel dihat kirin kund agahî dida xwedavendan. Lê piştî demekî rista kund tê ferq kirin û ji aliyê qralên Urûkê kund tê girtin û baskê wê qut dikin. Lewra ji ber kund nikare bifire û agahiyan bide jinê bi êş dinale. Dema dengê kundê tê bîstin tê zanîn ku agahiyekî nexweş heye, lewra kund bi dengê xwe dixwaze wê xeberê bide xwedavendan ku plansaziya qralan li ser hilweşandina pergala jinê heye. Di roja me de jî ew hafiza berdewam dike, dema dengê kundê tê bistin, pir kes dizane hişyariyekî heye û bi taybet jî jin tedbîrên xwe digirin. Di efsaneyekî din de jî tê gotin, kund hevalbendê jinê ye, ji aliyê jinê ve hatiye kêdî kirin. Lewra nêzî cihên însan lê ne disekine û êş êş dinale, ev nalandina wê ji ber hilweşandina pergala jinê ye. Dîsa çûkekî din wekî hevalbendê jinê tê dîtin jî kijik e. Kijik jî sembolekî xwedayê parastinê Apolo ye. Dibên ji ber kijik hevalbendî bi jinê re kiriye ji aliyê Apolo ve hatiye reş kirin. Lewma kijik jî her wekî ajalakî bê yom hatiye lanet kirin, lê rastî de ev çûk jî nîşaneya agahî dayina jin e. Her wiha ger mirov ji bo van mîtolojiyan şîrove pêş bixe dikare bibêje ku bi têk çûyina pergala jin-dayik ve têkiliya jinê bi xweza re taybet bi çûkên firînde re hatiye qut kirin. Ajalên firînde sembola azadiyê ne, lewra tê ditîn ku çûkên bi jinê re têkildar hemû hatine lanet kirin. Ev jî rûyekî din yê têk çûna jinê ye, piştî pergala jin-dayik xirap dibe, sembol, berhem û her tiştên ku wê pergalê tînin bîra mirovan jî hatine reş kirin, lanet li wan hatiye kirin. Ev mîtolojî jî vana tînin ziman. Di vê mijarê de Rêber Apo dest nîşan dike ku; ''Kesayetên wate û hîs daye afirandin, kesayetên herî bi hêz in''. Her wiha Rêber Apo wekî kesayet bi qasî ku hêza xwe ji zanebûn, aqil digire ewqas jî ji hîsan digire. Hîsên wî xurt in, ji ber wate li her tiştî bar dike. Rêbertî ji ber ku di kesayetiya xwe de kamil e, her wiha xwe dizane û bi civakê re yek e, hîs û pêşbîniyên wî jî xurt in.  Di dayik, kesayetên bi axê re mijûl, civakên ji desthilatdariyê dûr de hisiyat, pêşbînî hên xurtir in.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 24 Haziran 2024
Görüntüleme: 469

RÊYA RIZGARIYA JINÊ; 'XWEBÛN'

Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan ya ku li ser pirsa; ’’Bandora zayendperestî li ser jinê çiye?'' ji aliyê şagirtên akademiyê ve wiha pêş ket. 

Heval Rojbîn: Zayendperestî nexweşiyekî wihaye ku yên dijberî xwe tine dihesîbîne û ti mafekî nadê. Wekî mînak dema em di civakê de bûn jî jin her tim sûcdar dihat dîtin. Ti caran suc di zilam de nedihat gerandin. Ger jinekî hatiba kûştin hincetekî rewa ji zilam re dihat peyda kirin. Digotin an jinê zilam tehrîk kiriye, ziman dirêjiyan kiriye, sînorên xwe derbas kiriye hwd. tiştekî dihat peyda kirin. Niha jî em binêrin her roj jin tên qetil kirin, sedemê wî her tim bi jinê tê îzah kirin. Mînakekî din jî ez bidim dema jinekî rastî tecawûzê tê dibên ku etekê wê kin bû, cilên wê vekirî bûn, heq kiribû ku bê tecawûz kirin ev rewş feraseta zayendperestî herî baş dide nîşandan ku ferasetekî çiqasî dijî jinê ye. Di civakê de taybetmendiyên baş ji jinê re layiq nayê dîtin. Ez vê mijarê de jî dixwazim mînakekî bidim. Dema jin jêhatî be jê re pênaseya 'wekî cendirme' tê pêşxistin her wiha dibên; ''wekî peyayekî ye''. Wateya vê ev e; jina serkeftî tineye heger serkeftî be teqez ev taybetmendiyê zilam girtiye an jî ji zilam re tê şibandin. Ev jî rûyekî din yê zayendperestî ye. Jin bi xisletê xwe binkeftî, nezan, kor tê hesibandin, heger serkeftinekî wê hebe, bi kêrî xwe jî were wê gavê ew jin mîna zilamekî ye, nabe mîna jinekî. Van taybetmendiyên baş, xweş, serkeftî aîdê jinê nayê dîtin, vana aîdê zilam in. Ji ber di feraseta zayendperestî de jin 'porê wê dirêj aqlê wê kin e, jin cahil û xeşîm e'. Mînakekî din jî heye ku ji jinên xwediyê rihên azadiyê re tê gotin, dema jin li gorî zilam nebe her wiha di hindek mijaran de gotinên zilam û civaka zayendperest qebûl neke wekî 'kovî' tê pênase kirin. Heta ji jinên wiha re tê gotin ku 'wekî ajalekî nehatiye kêdî kirin e', jinên wiha bala zilam dikşînin da ku wan bidest bixin û egoyên xwe yên zilamtiyê bi bin xistina van jinan ve tetmîn bikin. Ji ber jinekî kovî be, pêwiste bê zevt kirin û bê kêdî kirin, ev jî pîşeyê zilam ên destpêkêye ku li ser bingeha neçirvaniyê têşe girtiye. Di kûrahiya zayendperestî de ev xisletê zilam yê neçirvaniyê veşartî ye. 

Heval Mesken: Ez dema tevlî refên gerîla bûm, min feraseta zayendperest hîn baştir naskir. Lewra kesên ku me li çiyayan ditînin digotin ku; ''Jin wekî gulekî ye, bayê lê bide ewê bişkê'' an jî ''wekî jin çi karê we li serê van çiyayan heye, ma jin çi dikare şer bike, çi dikare li van çiyayên asê xwe biparêze''. Heta ez tevlî gerîla jî nebibûm min nezanî feraseta civakê ya zayendperest bi ewqasî tund e. Ji ber li gorî civaka zayendperest karê jin hene û karê zilam hene, li gorî zayendan dabeşkirina karan çêbûye. Ji vana şer karê zilam e, divê jin ti caran têkilê karê şer nebe, têkilê karê zilam nebe. Ya din jî qereza di navbera jin de, hev neqebûl kirina jin, hesûdiya di navbera jin de ye vana giştî jî koka xwe ji aqlê zayendperest digirin. Lewra jin ne ya xwe ye, dixwaze xwe bide ecibandin, dixwaze xwe îspat bike, lê vê bi kîjan nêzikatiyê, li ser kîjan ferasetê dike ev jî girîng e. Jin milkekî her kêlî li ber firotinê ye, an tê kirîn, an tê firotin, ji ber vê yekê jî her di qerezê de ye, her di nava pêşbirka xwe dayina ecibandinê de ye. Yê wî bi ecibine jî aqlê desthilat e, zilam e. Ne ji bo xwe ye, ji bo kesekî din e, bijartekên wê, ecibandinên wê giştî li gorî yekê din tên diyar kirin. Rastî ji jinekî re pirs bikî; ''Tu ji bo xwe çi dixwazî?'' pirî caran nizane çi bersiv bide, hege bersiv jî bide naveroka xwestekên wê giştî ji kesekî din e. Mirov nikare vê bi fedakariya jinê re girê bide, ji ber jinekî pêwiste xwedî pîvanên red û pejirandinê be, her tiştekî ji bo kesekî din nayê wê watê ji bo jinê jî baş e. Divê jin xisletê xwe baş nasbike, kesayetiya xwe, taybetmendiyê xwe baş nasbike û li gorî rastiyên xwe nasnameya xwe ya azad biafîrîne. Xwe şibandina zilam, xwe şibandina desthilatan nayê wê wateya ku jin bi xwe jî azad e, nasname bi texlît kirina kesekî din nayê ava kirin, nasname li ser rastiyên cewherî yê kesayetiyê tê ava kirin. Nasname diyardeyekî xweser e û bi pîvanên azadiyê re yekser girêdayî ye. Ji bo wî jî dahûrandina zihniyeta zayendperest pir girîng e. 

Heval Edessa: Di civaka xwezayî de azadî, desthilatdarî, xwebûn ji ber pêwistî pê nebû wekî têgeh tinebû. Lê şaristaniya kapîtalîst yek bi yek van têgehan mîna pêwistiyekî derxist holê. Zilamê serwer bi demê re bi pîvanên civaka azad lîst û wê ji azadî, xwebûn û aramiya jiyanê qut kir. Ji ber vê yekê di roja me de têgehên mîna 'azadî', 'wekhevî', 'adalet', 'demokrasî' û 'xwebûn' li ser zimanê herkesî ye, herkes li jiyanekî azad, wekhev û aram digere. Ji bo jinê jî ev herî zêde di wateya 'xwebûnê' de formûle dibe. Xwebûyina jinê çareseriya  civaka zayendperestî ye. Lê çiye 'xwebûn'? Xwebûn peyda kirina nirxên jiyanê ye, peyda kirina hebûna xwe ye, peyda kirina nasnameya xwe ye. Heqîqet lêgerîna wateyê ye, wê gavê heqîqeta xwebûnê jî gihiştandina wateya hebûna xwe ye. Em dibên, jin ji xwebûna xwe dur ketiye, heger jin ne xwe ye wê gavê kî ye? Jin hindek bavê xwe, hindek birayê xwe, hindek pergala têde dijî ye, her wiha jin ya herkesî ye, herkes e, lê ne bi xwe ye. Ev diyalektîkekî pir bi êş e, tiştekî dervayê xwe bişibe her tiştekî, di dawiyê de ji xwe nabe ti tiştekî, ev diyarde herî zêde ji bo jinê derbasdar e. Em bûne pir tişt lê em nebûne xwe, em bûne pir kes lê em nebûne kesayatiya xwe, ji ber vê jî li hemberî xwe, li hemberî nasnameya xwe em xerîbbûyinekî dijîn. Xwebûn di heman demî de pirsgirêka hebûnê ye. Ev rastî bi qasî ji bo nasnameya jin derbasdar e, bi ewqasî ji bo nasnameya Kurt jî derbasdar e. Dema em tevlîbûn jî me dixwest em nasnameyekî netewî qezenç bikin, ji ber ev rastiyên hebûnê ji bo nasnameya Kurd derketibûn holê. Lê piştî em tevlî partiyê bûn me ferq kir ku pêwiste beriya nasnameya netewî, beriya nasnameyên din em wekî jin nasnameya xwe ya zayendî nas bikin, peyda bikin. Ji bo me nasnameya jin nasnameya kesayatiya me, nasnameya cewherê me ye heta ev neyê ava kirin ne gengaze ku nasnameyekî xurt ya netewî jî ava bibe. Avakirina nasnameyekî azad jî bi dahurandina kesayet re dibe, lewra divê kesayet merheleyên kesayetiya wê têre derbas bûye baş tehlîl bike. Li kur hebûna wê derb xwar, li kur tinebûnê jiya, li kur ji xwe, ji rastiyên xwe dur ket, divê vana baş derxe zanebûnê ku bingehên nasnameya xwe baş deyne û li ser vê bigîje asta xwebûnê.  

Komîsyon: Hevalan jî anîn ziman wekî jin nasnameya me perçe perçe bûye, em ji xwebûyina xwe derketine. Ji ber vê yekê em xala 'xwebûnê' girîng dibînin. Wateya xwebûnê bûyina ya xwe ye, bi fikrekî azad, bi îradeyekî azad, bi çand û xweyekî azad xwe îfade kirin, pênase kirin e û jiyan kirin e. Mirov dikare bibîje ku xwebûn zivirandina rastiya xwe ye, naskirina xwezaya xwe ye, xwe bi xwe meşandin, li ser lingên xwe sekinandin e. An jî xwe dîtin û xwe diyarde kirin jî xwebûn e. Ez jî heme, ez jî însan im, hebûna min ev e, nasnameya min ev e, ez jin im, jiyan im, pênaseya azadiyê me, li ser van esasan xwe diyarde kirin xwebûn e. Ez ya xwe me, ne ya kesî me û ne mecbûr im ya kesî jî bim. Çanda zilam li ser jinê ferz dike jinkoktî ye, bûyina ya wî ye, dema ev pêk neyê jî zext e, tundî, tecawûz û kuştin e. Encamên vê jî koletiya kur a jin e. Ji ber bi hezaran salin jin bi vê pergalê re rû be rû, lewra di wê astê de jî koletiya wê kûr bûye. Piştî ketina jinê vê carê heman rêbaz li ser civakê hatiye meşandin. Hindek civak hene ku Rêber Apo jî dibêje; 'Mina jinkokekî lê hatiye. Di asta jinekî kole de dijî'. Ev tespît girîng e, ji ber rêbazên desthilatdariyê berbiçav dike. Koletiya jin ne bedenî ye, ne di asta fîzîkî de ye, di milê rih de ye, di milê mêjî de ye ji ber vê yekî hilweşandina wî pir zehmet e. Asta koletiya jin naşibe ti tiştekî din, kole kirina rih pir kûr e, kole kirina rih pir cûda ye. Ev tê wateya ku rih êdî vê rewşê hîs nake, red nake, li hemberî wî di hindûrîn de be jî kîn û hêstên tolê ava nake. Ev reşwa jinê ya niha ye. Di navbera rihê azad û rihê koledar de pir ferq heye. Di vir de yê mirov bal bikşîne ser di milê rihî de şikestina jinê ye. Heger di milê rihî de şikestin pêk nehatiba jin dikarî ewqas kiryarên li ser xwe qebûl bike an jî dikarî barê koletiya li ser xwe hilgire. Ji bo wî girîng e; mirov ferqa di navbera rihê azad û rihê kole de bizanibe. Jin du caran şikestiye, du caran li ser hebûna wî mûdaxale pêk hatiye, du caran ji rastiya xwe bêpar maye, ji xwe biyanî bûye. Di milê birdozî de lêkolîn kirina şikestina jinê divê bê dest girtin, bê fem kirin, ev rastî bê deşîfre kirin. Di vê mijarê de Rêber Apo mînaka pisîka kêdî kirî dide. Lewra pisîk bi xwe ajalekî dirînde ye, lê di destê însan de hatiye malî kirin, ji taybetmendiyên xwe yên dirînde heta astakî hatiye dûr xistin. Gelek cûre pisîk jî hene ku bi giştî dirîndebûyina wan bi destê însan de hatiye tine kirin. Her wiha Rêber Apo dide diyar kirin ku jin jî bi eslê xwe ji xwedavendan tê, xwedavend jina xwedî serkeftine, lê şikestina jin wê ji eslê wê dûr xistiye û ketiye halekî binkeftî. Di rastî de jin şoreş ava kiriye, bûye dergûşa mirovahiyê, genim û nan diyariyê mirovahiyê kiriye. Gelek berhemên bingeha jiyanê de bi destê jinê hatine ava kirin. Lê ketina halê pisîkekî malî tê wateya ji serkeftina xwe, ji berhemên ku ava kiriye dûr ketin, bûyina aîdê hin kesan, ji cewher û hebûna xwe dûr ketin. Di navbera xwedavend û qralîçeya metayan de, di navbera xwedavend û jina çavgirî de, di navbera xwedavend û jina bê çare û stûxwar de, di navbera xwedavend û jina îtaatkar, xizmetkar, bê fikir, îrade û rih kar dike ferqekî pir mezin heye. Şikestina ku di jinê de hatiye ava kirin, her perçekî wî bi aliyekî de hatiye belav kirin, lewra ev valatiyên di navbera xwedavend û jina kole de vê rastiyê li ber çavê me radixe. Jin di rastî de ji koka xwedavendan tê, lê di roja me de halê ku jin ketiyê jî rastiya şikestina jinê îfade dike. Di vê xalê de mijara ku herî zêde mirov li ser raweste jî xwe parastina jinê ye. Divê jin raste rast bi xwebûna xwe ve bihese, bizanibe ku ew ji kokên xwedavendan tê, xwedî behreya hilberandin, ava kirin, saz kirin, rêvebirinê ye. Enerjiya wê ya jiyanê mezin e, dikare ji kolebûna xwe re hêz bîne, serî rake û xwe ji xevika dîrokî ya zilam jê re amade kiriya xilas bike. Zanebûn, di asta birdozî şikestina li ser jinê dahûrandin, xwe rêxistin kirin û bi hêza xwe ya rêxistin kirî tekoşîn kirin ji bo parastina jinê destpêkekî ye. Hindek gotin ji bo jinê tê gotin pir bi wate ne, mirov wan jî bîne ziman, yek ji wan dibê; ''Jin, ji yên zane re nefes e, ji yên nezan re nefs e''. Hebûn, xwebûn û zanebûn bûyina nefesa jiyanê ye, lê  berovajî wî bi taybetmendiyên jina kole tevgerandin jinê dike amûrê nefsê. Lewra em di wê zanabûnê de ne ku her jinekî dikare xwe bike 'nefes', li kokê xwe bizivire û rêya vê jî ji hebûna heyî re gotina; 'NA!' ye. 

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Haziran 2024
Görüntüleme: 449

ZANISTÊN JINEOLOJÎ-1

Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.

1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.

2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.

3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.

2-Ontolojî: Hebûna jin çiye, di milê civaknasî de jin çawa tê dest girtin, li ser van pirsan lêkolînên xwe pêş dixe. Jin tenê di asta zayenda wê ya bîyolojîk de girtina dest ji bo pênase kirina nasnameya jinê têrî nake. Heger li gorî zayenda wê ya bîyolojîk dest girtin çêbibe wê gavê guhertinên tên xwestin pêş nakevin, ji ber ku zayenda bîyolojîk tiştekî statîk e, naguher e, wê gavê mirov dikare bêje ku jin ji ber zayenda xwe di vê halê de ye. Ev mêze kirinekî rast nîne her wiha cudawaziya di navbeyna jin û zilam de di esas de sedemê pêşdeçûnê ye.  Tiştekî herî xwezayiye zayend; nabe ku wekî astengî bê dîtin. Vê wekî lawaztiya jin derxistina pêş şaşitiyekî mezin e. Ji xwe zayendperestî di vir de derdikeve pêşiya me, çêbûnekî ku ne girêdayî mirov bi xwe ye çawa dibe sedemê bê hêzbûn, bê nasnemê hiştin û tinebûna mirovan? Lê zayendperestî bi rûpişkekî sexte ve birdoziya zilamperestî dide meşandin ango di bin navê xwezaya jinê de jinê ji rastiya wî ya civakî qut dike ye. Birdoziya zilamperestî qetilkirina jin, tinekirina jin re bingehên meşrû peyda dike û li ser vê desthilata xwe dide meşandin. Heval Nagîhan Akarsel jî di gelek nêrînên xwe de vê mijarê bi lêv dike; ''Pêtik dema ji dayik dibe, li gorî zayenda wê/wî tê xwedî kirin. Keç be cûda tê mezin kirin, kur be cuda tê mezin kirin. Hin di dergûşê de çarenûsa pêtikê tê diyar kirin''. Lê ya rast divê pêtik li gorî xwezaya xwe bê mezin kirin, ne li gorî civaka zilamserdest û bi feraseta wî. Lê mixabin di rastiya tê jiyîn de formên civakî yên ku ji aliyê zilamê serdest ve hatiye diyar kirin qedera zayendan ava dike. Ev ne xwezayî, ev formê zayendperestî yê herî rêxistin kiriye. Ji pêtikekî re gotina; 'Tû keçî' ve zayendperestî destpê dike û heta mirinê berdewam dike. Tû keçî, wê gavê hindek zagon hene pêwîste tu li gorî wî têşe bigrî. Ew têşe jî çiye, formê zilam ji bo jinê dixwaze ye. Ji lîstîna li kolanan, heta cureyên lîstokan, ji tevgerînên rû û beden heta cil, berg û şêweyê por, hemû tişt tên diyar kirin. Wekî mînak ne guncave keç hîn zarokatiya xwe de bi dengekî berz heta jê tê bikene. Ger di wê kenandina xwe de bi israr be ewê jê re bêjin; 'Bê Şerm e', 'Eyb e' ango 'Dîn e'. Di kolanê de keçekî ger dervayî lîstokên jê re hatiye diyar kirin, wekî malok çêkirin, bi bûkan re lîstin an xwarin çêkirin bilîze, ewê jê re navê cûda deynin, wê ji koma lîstokê biqewitîn in û tenê bihêlin. Malbata wê jê şerm bike da ku wekî keça wan taybetmendiyên kurran dide nîşandan, bikevin fikaran. Ji ber feraset wiha kûr hatiye hûnandin zarokên hîn di temenê lîstokên de jî di ferqa lîstokên keçan û lîstokên kurran de ne. Ango berovajî kurrekî rabe bi bûkan bilîze, malokan çêbike, xwarin bipîjîne îhtîmal heye ku bavê wî dema pê hesiya aqil biavêje. Di vê astê de zayendperestî û rolên civakî hatine rûnişkandin. Lê em bala xwe bidin çêbûna zarokan di zikê dayikê de heta sê mehan jî ne diyar e. Wekî zayend diyarbûna wan piştî sê mehan diyar dibe. Ev nîşaneya çiye? Xweza herdû zayendan di nava hev de dayinê de di xetere nabîne, lê însan piştî pê dihesin zarokên wan keç an kurrin wê gavê dikevin nava hewildana wan ji hev cuda kirin, rîsandina feraseta zayendperestî. Ev feraset nahêle ku zayend xwe nasbikin, xwezaya xwe nasbikin û bi rastiya xwe ya xwezayî mezin bibin. Ji bo keç û kurr bûyina tenê tiştekî heye, keç dikin jinik, kurr jî dikin zilam. Ji vê kêliyê şûnve nakokiyên jin û zilam derdikevin. Ji ber ne jintî ne jî zilamtî tiştekî xwezayî ye. Her du jî hatina çêkirin, bi zagon, rist û sînoran ve hatine ava kirin. Ev feraseta pênç hezar salan e, yê tê ava kirin jî ev e. Mirov dikare bêje ku di vir de azadî heye, vîn heye, xwebûn heye. Ji rengê tê hesbikî, heta xwarina te, ken û axaftina te, jiyana te ji jor ve hatiye diyar kirin. Vana zagonên zilam in, lê jin jî di nava van zagonan de heliya ye. Ew jî êdî dizane ku ya rast ji bo keça wî ev e! Wiha pê bawer kiriye, wiha hatiye qaneh kirin. Di vê xalê de nasnameya jin jî ya zilam jî sexte ye. Ne xwezayî ne. Hatiye çêkirin, ji berê ve hatiye diyar kirin. Mê û nêr hatina dinê ya xwezayî ye, lê bûyina jin û zilam ne xwezayî ye. Ji ber vê yekî ontolojî bi taybetî ji bo jin pir girîng e. Heta niha jin çawa hatiye pênase kirin, di bin hişan de tê çi wateyê vana lêkolîn kirin pêwist dike. Jin wekî hebûnekî tê dîtin an na, ev jî pirsekî balkêş e? Pêwîste bê bersivandin. Di hindek serdeman de jin wekî hebûnekî bi gotina din wekî însan nehatiye dîtin, li ser nîqaş hatine kirin. Jin însan e, an na? Van serdeman lêkolîn kirin, asta ketina jinê derxistina zanebûnû wekî ontolojîk wê pênase kirin girîng e. Rêbertî di vê mijarê de wiha diyar dike; ''Tu ji zilam rê bikevî tu nikarî jinê pênase bikî''. Pêwiste jin  ontolojîk bê dest girtin, bê naskirin, bê pênase kirin ku zayenda din jî bigije nasnameyekî rast. Di milê anatomiya jin de jî pêwîstî bi naskirinê heye. Xwezaya jinê milê anatomîk de li gorî yê zilam hîn qewîmtir û navendî ye. Di lêkolînan de ya herî balkêş derdikeve holê jî ewe ku ne zilam navenda her tiştî ye, biyolojiya jinê bi xwe navend e û zilam jê tê. Di milê ilmê ku zilam bi xwe li ser serwere de jî ev rastî nekariye veşêrin. Di wir de jî bi giştî zelaliya xwe derdikeve holê ku zilam pêvek e. Ya navend jin e. Lê em li aqlê civakê mêze bikin, wiha tê payîn ku jin ya kêm e, pêvek e, bi qûsir û nexweş e. Çavkaniya pirsgirêka ye û hwd tê gotin. Divê ev mijar jî şaş neyê fêm kirin. Di wateya zilam pêvek û wekî anatomî navend bûyina jin, nayê wê wateyê ku jin zayenda zilam biçûk dike. Ev xwezaya jinê, ya din jî ya zilam e. Sedemên anatomîk ne pêwîst bibe sedemên xwe ji hev mezin ditînê. Çawa ku milê fîzîkî de zilam bi hêz ê û ev divê nebe sedemê perçiqandina jinê, di milê anatomî de pêvekbûna zilam jî nabe sedemê biçûk dîtina zilam. Ji xwe di serîde tiştê ku em rexne dikin ev e. Sedemên xwezayî di navbera jin û zilam de bûyina sedemê ya din kêm kirin, biçûk kirin, tine kirin şaş e. Ev xweza ye. Lê cudawaziya jin di kur de derdikeve pêşberî mirovan. Di fikirandina jin de, di hêst û hîsên jin de derdikevin. Lê pergal ferqa jin û zilam tenê di wateya bîyolojî de digire dest. Ferqa jin di hebûna wî de, di mêzandina wî ya jiyanê de ye. Mirovên wiha jinê bigire dest, di hebûna wî de wê pênase bike, ne ku di bîyolojiya wî de. Em li hindek ferhengan binêrin, mînak ya Tirkan ka bê jin çawa pênase kirin e; ''Yê ne zilam, yê mê re tê gotin jin e''. Rastî de mirov dikare jinê wiha pênase bike, ev pênase bi xwe ma ne ku jinê biçûk dixîne ye? Hindek pênaseyên din ji bo jin hene ku dibên; ''Jin nazik e, zû dişkê, kole ye, giriyok e, bê çare ye, bê vîn e, aqil kêm e'' û her wiha. Wê demê ontolojiya jin divê van pênaseyên ji bo jin tê kirin hemûyan bizane, deşîfre bike û ya rast derxe holê. Bê pirsîn ku çima jin ewqas bi qelsiyan re hev watedar e, çima ya digirî ye, ya bê çareye ku di rastî de ya herî qaîm, ya cihê baweriyê rûxmî ku jin e, çima wiha lê hatiye? Gotina; ''Jin dara şikestiye'' tê çi wateyê? Çima wiha tê gotin, ma jin rastî jî dara şikestiye? Di rastî de jin dara şîn e? Lê wiha lê hatiye kirin dibên jin dara şikestiye? Hebûna wê hatiye şikestin, ji nasnameya xwe dûr hatiye hiştin. Wiha di rewşekî xirap de hatiye hiştin ku ev wekî qeder li ser hatiye ferz kirin. Rewşa jin jiyan dike, rewşekî wiha ku çibike jî nikare xwe jê rizgar bike ye, ev ji aliyê herkesî ve ji jinê re tê gotin. Ev e û ji vê zêdetir nîne, heger tu razî nebî jî li pêşiya te tenê bijarteka kuştinê heye, an mirin an jî vê halê ji mirinê xiraptir. Di nava van her duyan de tê hiştin. Vîna wê, hêza wê, hêviyên wê yên pêşerojê wiha tên şikestin, wiha dibe dara şikestî. Di vê mijarê de xala herî zêde bi bandor jî saziya malbatê ye. Di nava saziya malbatê de rol tên parve kirin. Jin li gorî yê hatiye diyar kirin, zilam jî li gorî ristê jêre hatiye dayin têşe dide xwe. Lewra kuştina jinekî heger di bin navê namûsê de hatibe rewa kirin, ji bo zilam nabe cihê xwe lêpirsînê. Ji ber civaka zayendperest vê wekî mafekî xwezayî dide destê zilam. Jin dibe namûsa zilam ango bi vê rêbazê jin dibe koleyê zilam da ku nikaribe ji bo xwe yek gotinekî jî bibêje. Her wiha mirov li rewşa îro binêre rastiyekî din yê malbatê derdikeve pêşiya me. Di gelek cihan de her ku çiqas hîn jî kes ji bo zewacê ji jinên pirs neke jî lê pêşketinên kapîtalîzmê, wekî amûr jinê derxistina holê bi xwe zewaca bi dilê jinê aniye. Ev jî endûstriyekî mûazzam e. Di bin navê heskirinê de yê tê kirin, kirîn û firotin e. Zilam bi hêza xwe ya kirînê jinê bi dest dixe da ku wê fetih kiribe, lê pişt re ev jina ku ji bo wê ewqas berdêlên madî tên pêşkeş kirin di roja diduyan de dibe mirî. Tê kuştin. Heta kêliya ku zilam jinê bidest dixe her tişt mîna rêze fîlman e, lê piştî saziya malbatê pêk tê, ew rewşa rasteqîn ya jin tê de cardin di şexsê zilam de xwe dide der. Dibe jin xwende be, xwe gihandibe asta profesertiyê lê dîsa jî ji wê çarenûsa jê re hatiye diyar kirin nikare xwe xilas bike. Her wiha gelek jin ji ber statûya bidest xistine nikarin tundiya li ser xwe vebêjin. Gelek jinên mamoste, bijîjk û her wiha li malê lêdanên re rû be rû ne, lê ji ber şerm dikin nikarin  bînin ziman, ji wê halê xwe re razî tên. Ew zilamên tundî li ser jinê didin meşandin jî gelek ji wan profesor, bijîjk, siyasetmevan in. Ji ber paradîgmaya heyî paradîgmayekî kûştina jinê reva dike ye statûya civakî çi dibe bila bibe, an gûndiyekî feodal ku namûs ji bo wî her tişt e, an jî akademîsyenekî qaşo di nava civakê de di asta pêşengtiyê de ye li jinê dide û jinê dikûje. Livir ya girîng ne erka jin ango zilam e, ya girîng rolên zayendî ne û di nava malbatê de herkes li gorî van rolên xwe tevdigere. Heval Fuat di vê warê de mînakekî dide; ''Zilam heta jinê bidest dixe jê re dibê, ezê ji bo têlekî porê te dinê xirap bikim. Lê piştê dizewicin, dibin jin û mêr, di roja duyem de têlekî porê jinê di xwarinê de derdikeve, radibe jinê ji bo wê têle porê wê dikuje''. Ev mînak rastiya zilam herî baş şênber dike ye. Li gorî van rastiyên berbiçav divê jin ne tenê hebûn, ya esasî xwebûna xwe bidest bixe. Di vê warê em di çend xalan de bilêv bikin;

  1. Divê jin feraseta jin cinsê zaîf e, cinsê duyem e, dara şikestî ye, naîf, şikestok, por dirêj aqil kêm e, cama derizî, çavgirî, bê çare, başından sopa, sırtından sıpa eksik etmeyeceksin, red bike. Rêbertî vê wiha formûle kiriye, li gorî civaka zayendperest, jin amûrê kar e, makînaya zarokan tê dinê ye, bilbilê ku kirine qafesê ye, pisîkê bin bîrê ye ku her qîr dike ye, eksîk etek e, qralîçeya metayan e, şêra ku pencên wê hatina şikestin e, amurê seksê ye, kesa bi xwedî ye, nikare tena serê xwe bimîne, stûxwar e. Rêber Apo di paraznemeyê dibê; ''Zilam mafê kuştinê jî têde hemû cureyên tundiyê ji xwe re wekî mafên xwezayî li hember jinê dibîne''. Vana formatên koletiyê ne divê neyên jibîr kirin.
  2. Formûla azadiya jinê jî eve ku Rêber Apo wiha diyar dike; '' Xwebûn, zanebûn, form. Hebûna Botanê heye, lê têrî nake, hebûn heta bi zanistekî re nebe yek nikare xwe bigîne formekî. Zanista Dersîmê heye, milê hebûnê de winda kiriye. Divê Botan hebûna xwe bide Dersîmê, Dersîm jî zanebûna xwe bide Botanê ku formekî azad derbikeve holê. Di vir de mînaka Heval Bêrîtan-Gûlnaz Karataş pir balkêş e. Keçekî Dersîmî ye, ziman, çand, bawerî ango hebûn winda ye, lê zanist heye. Bi tevlîbûna PKKê re zanista xwe bi hebûnê re kir yek û wekî formekî azad derket holê. Ev rêka çêbûna jinê ye''.
  3. 'Dayika pîroz', 'Hevjina ku bê wê nabe, jê nayê veger', 'Namûs': Van pênaseyan ji bo jinê tên pêş xistin. Lê ev xetereyên herî mezinin ku jinê di nava van pênaseyan de difetisîn in. Jin dayik e, jin hevjin e, jin nanûs e, ji vê zêdetir nîne. Ji xwe dema mirov tîna xwe bidê, dayika pîroz makîneya zarok anînê ye, jina ku bê wê nabe amûra seksê ye, ji xwe namûs jî jinê bi giştî hebûna wê dide destê zilam. Jin divê li hember van pênaseyan pir baldar be. Bi zimanekî nazik tê gotin lê yê di binî de veşartî kirêtî, bê nirx kirin, şixûlandin û erzan xerç kirina jinê ye.
  4. Jin hebûn e, jin civak e, jin mêzekirin, hîs kirina jiyanê ye. Jin rihm e, heskirin e, çêbûn, şînbûn, xweşikbûn e. Dayika ku em ji bo jinê dipejirîn in, dayika mirovatiyê ye, dayika hemû gerdûnê ye. Dayika ku hemû mirovatiyê fêrî çand û exlaq kiriye, pîroziya dayikê li vir heye, lê dayika ziviriye makîneya zarokan ku bi xwe jî ji artêş û kargehan re leşkerên herî bê nirx çêdike ye, divê em red kirin.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 04 May 2024
Görüntüleme: 460

ZANISTÊN JINEOLOJÎ

Jineolojî ji zanistên bingehîn sûd werdigire. Vana; etîmolojî, ontoloji, epîstemolojî ne.

1-Etîmolojî: Ev zanist koka gotinan lêkolîn dike û şîroveyên xwe pêş dixe.

2-Ontolojî: Zanista hebûnê ye.

3-Epîstemolojî: Zanista agahiya ne.

 

1-Etîmolojî:  Jineolojî di lêkolîn kirina peyvan de ji zanista etîmolojiyê sûd werdigire. Wekî mînak em li peyva ‘jin’ binêrin;

Peyvên dişibin jineolojî lê nayên wateya jineolojiyê wiha ne; destpêkê em wan nas bikin, pişt re jî em derbasî koka peyva jin û di zimanên cûda de li wateya peyva jin lêkolîn bikin.

  1. Jinekolojî: Beşekî tibbî ye ku nexweşiyên girêdayî jin tedavî dike. Di vê beşê de jin wekî nexweşekî cihê xwe digire, lê yêr desthilat zilam e.
  2. Jennelojî: Zanista nifş e. Nifşan lêkolîn dike. Wekî peyv dişibe jineolojî lê ti peywendiyekî xwe bi jineolojî re nîne.
  3. Jinosentrîk: Tarzê fikrandina di navenda wî de jin heye re dibên jinosentrîk. Wekî jin-navend jî mirov dikare pênase bike.
  4. Jinarşî: Rêvebirina ji aliyê jin ve pêk tê re dibên jinarşî.
  5. Jinokrasî: Rêveberiya jin.
  6. Jinalatory: Bi jin perestin ango ji jinê re îbadet kirin.
  7. Jinafobî: Ji jina tirs ango li hember jinê nefret kirin e.
  8. Jinosîd:Qirkireya jin ango komkujiya jin e.
  9. Jinmorfîk: Zimanê mê ango zimanê di mihwerî jin de pêş dikeve ye.
  10. Jinerjî/Sînerjî: Enerjiya jin e.

DI WATEYÊN ETÎMÎLOJÎ DE PEYVA JIN

Di zimanên cûda de, wateya peyva; ‘JIN’

Kurmancî: Jin. Tê wateya jiyan.

Soranî: Afret. Tê wateya afirandin.

Zazaki; Cenî(Cin). Tê wateya jiyan

Hûrî: Ma, Mak, Mar, Aşt. Tê wateya aşitî.

Ermenî: Gyne wateya wî jiyan e.

Rûmî: Gîma. Tê wateya jiyan.

Farsî: Zen, Zendegî. Tê wateya zindîbûn, jiyan.

Almanî: Frau. Tê wateya azadî.

Sûmer: Nîta. Tê wateya hewa, nefes, jiyan.

Erebî: Mera, Nîsa, Îmra. Tê wateya ditîn, neynik, însan.

Fransî: Femîna. Tê wateya jiyan.

Çînî: Gîn. Tê wateya zindîbûn, nefes, jiyan.

Yewnanî: Gîno. Tê wateye jiyan.

Rûsî: Jenşîna. Tê wateya jiyan, zindîbûn, şînkayî.

Slovakî: Jînka. Tê wateya jiyan.

Moxol: Xatûn, Xeten. Tê wateya xwe bi xwe afirandin, çêkirin.

Îbranî: Îşa. Berovajî jiyan tê pênase kirin.

Wekî xûlasa tê dîtin ku di piranî zimanan de jin tê wateya jiyan, zindîbûn. Ev tê dide xûya kirin ku jin hêmanekî girîng yê jiyanê ye.

Di zimanên cûda de wateya peyva; ‘DAYÎK’

Cih, mekan, erdingarî, war e.

Dad, dadgeh, edalet, parve kirin, dayin.

Kehanet, sêhr.

Atê:Pêşeroj,

Dê: Paşeroj,

Me, Ma, Mo, Ne, Na bi nav kirinên jin in. (Madam, matmazel, mother, mather)

Di Sûmeran de peyva ‘Amargî’ tê wateya zivirandina dayikê.

Zen-Para: Ya parastina jin û jiyanê dike ye. Lê di roja îro de naveroka vê peyvê hatiye vala kirin û bûye ‘zanpara’ . Wateye Zanpara yê bi çavê xirap li jinê mêze dike ye.

Zen-Diq:  Peyv di felsefeya jinê de tê wateya mêze kirina jin, naskirina jin, lê ew jî bi pêşketina feraseta zilam ve gûheriye û berovajî bûye ‘zindiq’. Zindiq bi xwe jî tê wateya kêsên ji ol derketiye ango ji kesên rê derketî re tê gotin zindiq.

Pîr-ek:  Wateya wî ya esasî ‘jina têgiştî, jina bîr birî, jina zane’ ye. Lê dîsa ev peyv jî piştî hişmendiya zilam pêş dikeve û wateya xwe wenda dike, li pir deveran tê wateya jina ku aîdê zilam, jina li gorî zilam têşe girtî ye.

Mam-oste: Koka peyvê mê ye. Mam bi xwe tê wateya dayik. Lê niha mirov di roja îro de li wateya peyvê mêze bike, mam wekî ‘ap’, mamoste bi xwe jî wekî zilam tê pênase kirin.

Şîn: Peyvekî mê ye, her wiha tê wateya jiyan û zindîbûnê. Lê ev peyv jî ji wateya xwe derketiye û wekî ‘şîn girtin’ di wateya sebra ji mirinê re tê kar anîn. Her wiha şîn di zaravayê Kurmancî de hem wekî kesk, hem jî wekî şîn tê kar anîn. Dema divê watê de li peyvê tê lêkolîn kirin tê dîtin ku ev jî wateya jin de ye ku tê wateya hewa, asîman, heman demî de tê wateya erd, şînahî, jiyan. Ev peyv zêde ji wateya xwe dûr neketibe jî lê di wateya nêr de dema tê kar anîn rîtûela mirinê ye.

Mêr-g: Ji şinahiyê tê, di kok de pênaseya jiyane ye. Wateya wî ya berovajî mird ye ango mirinê pênase dike. Di herema Botanê de ‘Mêrga’ min tê gotin, wekî ‘jiyana min’ tê şixûlandin.

Ca-mêr, Ca-merd: Wateya wan egîdbûn e. Koka vê jî ji jin tê, mê ye. Kesên dest vekirî, xwe nas dike, însanan nas dike. Ev peyv ji bo zilam tê pênase kirin, lê çawaniyên lê tên bar kirin ji dayik tê.

Zil-am: Di Erebî de ‘Zil’ û ‘Gil’ heman wateyê de ye, wateya wî ‘mezin, gir’ e. Gilgamêş ango gayê mezin e. Heman demî de pêveka ‘am, ûm’ jî di Erebî de dayik e. Zilam di wateya xwe ya esasî de tê wateya ‘Dayika Mezin’.

Jî, Jîn, Jîn-darî, Jîn-geh, Jîn-da, Jîn-war, Nû-jîn, Nû-ji-yan, Jî-yanda, Xwe-za, A-za-d, A-ze-b: Her yek ji wan tê wateya wargehê jiyanê, di kok de bi jin re peywendîdar in.

Hûrr-e: Di kok de tê wateya ku ya cariyetiyê qebûl nake, lê ev peyv jî ters hatiye zivirandin û wekî ku jinên ji zilam re hatiye xelat kirin hatiye pênase kirin.

A-mar-gî: Zivirandina dayikê.

Fra-u: Di Elmanî de jî peyva jin bi azadî re têkildar e.

Xwe-Za, Tabîat, Hayat, Cîhan, Cennet, Doğa, Natûre, Sîrûşt, Şen, Can, Canan: Vana hemû jî navê jin in û tên wateya jiyan û wargehên jiyanê.

Xwa Min: Tê wateya axa min.

Xwe-DA: Xisletê peyvê mê ye. Ji ber tê wateya ji xwe dide. Lê niha dema peyva 'Xweda' tê gotin navê zilaman tê hizrandin. Ev jî cûreyekî din yê berovajî kirinê ye.

Bi giştî jineolojî di warê etîmolojîk de li ser van peyvan lêkolîn kiriye û gihaştiye wê encamê ku zimanê Aryenîk ku zimanekî herî kevnare ye, zimanekî mê ye. Her wiha jiyan, nefes, zindîbûn giştî bi jinê re peywendîdar in. Rastiya jin ne mirin, şîn û her wekî din e. Vana bi feraseta zilam ve pêşketiye û jina ku nêvegê jiyanê ye wekî kuştiya jiyanê hatiye pênase kirin. Peyvên pêve girêdayî jî hemû ji wateya wî hatine derxistin. Jineolojî di vê watê de di cewher de jin çiye, wê dizivirine rastiya wî. Tê dîtin ku rastiya jinê bi mirinê re têkildar nîne, berovajî jin azadî, zayin, çêbûn, wargeh û welat e. Hindek peyv jî hene hevsengiye di navbera jin û mêr de pênase dikin. Yek ji vana 'YÎNG YANG' e. Di zimanê Sînî de pênaseya hevsengiya di navbera jin û zilam de dike. Dîsa hêzên Zerdûştî; ''AHURAMAZDA' jî yek ji vana ye. GayûMarg, tavaHeyv, tavBanû, stêrBanû, keyBanû ji van peyvan yên herî tê zanin in.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiya berhev kirin.

 

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 May 2024
Görüntüleme: 457

ŞARISTANÎ DÎROKA WENDAKIRIN Û WENDABÛNA JINÊ YE!

Heta cîhana jin neyê ronî kirin, xwezaya civakê jî nayê ronî kirin. Rastiya jin ger di tarî de bimîne, ewê rastiya civakê jî di tarî de bimîne. Tiştên li ser jinê hatî ferz kirin li ser civakê jî hatiye ferz kirin. Pêwîstî  heye ku mirov van girêdana giştiyan bibîne. Li kuderê koletî destpê kir, li kudere talan destpê kir, li kuderê ji eslê xwe derketin destpê kir, li wê derê ewê bê ditîn ku civak jî kole bû. Xweza hat talan kirin û mirov ji eslê xwe hat dûr xistin. Di bingeha vana giştiyan de jî desthilatdariya li ser jinê heye. Rêbertî di vê watê de dibê ku; ‘’ Jin bû cewherê sosyolojiya min. Jin hem bermahiyê civakê ye hem jî cewherê civakê ye’’. Ji bo jineolojî derkeve hem sedemên pozîtîv hene, hem jî sedemên negatîv hene.

Komîsyon: Wekî pirs heval mijara ‘’Jin hem cewherê civakê ye, hem jî bermahiya civakê ye’’ çawa digirin dest?

Heval Sîdar: Ez dixwazim hem di milê negatîv hem jî di milê pozîtîv de bigirim dest. Niha we jî di nava nirxandinê xwe de anî ziman. Jin çawa ku hem dayika pirsgirêkan ne, di heman demî de dayika çareseriya ne. Zihniyeta kole kirinê ya hatiye ava kirin ceribandina wê destpêkê li ser jinê çêbûye. Ev milê negatîv e. Fêrbûyina koletiyê wiha pêş ketiye. Lê di heman demî de hemû berhemên civakê yê destpêkê bi destê jinê ve hatine ava kirin. Ev jî milê pozîtîv e. Di vê watê de jin cewherê civakê ye.

Heval Seher: Dema Rêber Apo jinê pênase dike ne tenê milê wî yê erenî dibîne. Rastiyekî jin yê hatiye înşaa kirin jî heye. Zihniyetekî ne xweşik û ne heqîqî ye. Ji aliyê zilam ve hatiye ava kirin û heta roja me ya îro wekî qalibekî hatiye. Ya din jî jin wekî dayika jiyanê, wekî afirînera jiyanê ye. Gelo wê gavê divê em bi kîjan alî ve bigirin dest? Ev pirsekî girîng e. Ji ber du aliyê vê mijarê heye. Yek jinekî xwedî berhem e, ya din bermahî ye. Heger jin wekî qralîçeya metayan bê dest girtin wê gavê rastiya wê ya di serdema neolotîkê de winda dibe. Lê ger em tenê wekî xwedavenda jiyanê bigirin dest rastiya metaya qralîçeyan nayê fêm kirin. Her wiha wekî encam divê di her milî de li gorî heqîqeta wê bê dest girtin ku rastiya jinê derbikeve holê.

Heval Berçem: Rêber Apo gotinekî wiha jî dibêje; ‘’Bê jin jiyan nabe lê bi jina heyî re jî nayê jiyîn’’.  Dema mirov li wateya vê gotinê hayil dibe fêm dike ku mijara jinê ne mijarekî yek alî ye. Niha em dema jinê pênase dikin, em dibên jin komî ser hev dike. Bi rihm û wijdan tevdigere. Ti caran ferq û cudahî naxe nava tiştan. Hêza cewherî ya aşîtî û aramiyê ye. Lê em mêze bikin di aliyê din de jina ku bi aqlê zilam têşe girtiye hindek caran ji zilam xirabtir hilweşîner e. Mînak jinên di rêveberiya NATO de cihê xwe digirin ango hevseroka Gladioya Tirkiyê ya bi navê Tansu Çîler. Dîsa gelek mînak hene ku mirov bide yekî ji wan jî Meral Akşener mînakekî herî berbiçave ku çawa ji pergala dewletê re bi rih û can kar dike. Bê ku em van mînakan bidin berçav şîrovekî pêş xistin ewê bibe şîroveyekî yek alî û ji rastiyê dûr.

Komîsyon: Hevalan li ser hêmanên rast hindek şîroveyan pêş xistin. Rastî de jin bi xwe cewherê jiyanê ye, lê wiha lê hatiye ku bûye amûrê jiyanê. Ev nakokiyekî mezin dide ava kirin. Di alîyekî de ya herî bi hêz tû ye, lê di aliyê din de ya herî ketî jî tû ye. Ev çi dide nîşandan asta şerê li ser jinê hatiye meşandin dide nîşandan, ya herî bi hêz encax bi şerekî pir mezin ve dikare bê hêz bikeve. Lewra bala xwe bidin hilberînên neolotîkê ku di roja me ya îro de jî bingehê giştî berheman e ji destê jinê çêbûne. Lê em dikarin bêjin ku di roja me de jin li ser vana xwedî axaftin e. Ango vîna wê heye ku vana bi rêve bibe. Bersiv ji xwe we dabû, hêza wî hatiye şikestin, nikare. Jin xwedavend e, ev tiştekî pozîtîf e û cewherê jinê îfade dike, lê niha em binêrin ji asta xwedavendî daketiye asta qralîçeya metayan. Rêbertî jî li ser vê mijarê disekine û wekî cewhera sosyolojiya xwe digire dest. Ji ber vê jin dibe modele hemû tiştan. Jin xistina naveng û bi vê awayê dahûrandina şaristaniyê rast e. Dahûrandina civakê rast e. Dahûrandina çinayetî rast e. Her wiha ev jî dibe sedemên derketina jineolojiyê. 

Şaristanî li hemberî şoreşa neolotîkê şoreşekî dij şoreşî ye. Di heman demî de sedemê wendabûna jinê ye. Li vir jinê nasnameye xwe, xwebûna xwe, fikrê xwe, dilînîyên xwe, birdoziya xwe ya jiyanê wenda kir û ji nirxê xwe ket. Li cihekî ku nirxê mirovan bikeve, gotina mirovan li wir derbas nabe. Lewra jin mafê ku di der heqê xwe de bi axife wenda dike û herkes li ser jinê dibe xwedî mafê axaftinê. Nêrîna herkesekî ji bo jinê heye, lê jin ji bo xwe ne xwedî  nêrînekî heqîqî ye. Herî pênaseyên ne xweşik, yên kirêt ji bo jinê ji vê demê şûn ve bi hêsanî tên gotin. Wekî mînak dibên ku; ‘’Porê dirêj aqlê kêm, aqlê serê jinêkî di serê heft mîraşkan de ye, bi destê xwe yê hevîr nekeve nav karê zilam, heger ti keça xwe terbîye nekî ewê bigîhije defvan û zirnevanan’’. Ev feraset bi demê re di mejiyê jinê de jî hatiye rûnişkandin. Lewra jin bi xwe bêbawer ketiye, hêza xwe ya heyî ya dawîn jî bi vê awayî wenda kiriye. Bi demê re ev ferasetên jinê biçûk dixin sîstematîze bûne û wekî zanist û ilm hatine sepandin. Lewra dema jineolojî pêş dikeve sereke tekoşîna wê bi zanistên heyî re pêş dikeve. Jinelojî rastiya van zanistan radixe ber çavan.

Şaristanê hem bi jinê daye wenda kirin hem jî jîn tê de wenda bûye. Her wiha ev rêveçûn jî ne teyisiye dîrokê. Wekî ku jin her wiha ye hatiye nîşan dan.  Lewra dema van mijaran bên dest girtin pêwistî heye ku di asta feraseta desthilatdariyê de bê dest girtin. Jiber ku rêbaza herî rast ev e. Heger wiha nêyê kirin ewê encam jî bişibe yên heyî. Ango zanistên heyî dîrokê çawa girtine dest, jinê çawa pênase kirine heman xeterî ji bo me jî çêdibe. Rêbertî ji ber vê sedemê dibê, “heta dîroka wendabûna jinê an jî heqîeqeta jinê dernekeve holê, ti tiştekî rast nayê pênase kirin.” Lewra heta ferasete mirovahiyê neyê ronî kirin, paradîgmayên heyî jî nayên fêm kirin. Ji ber yên paradîgma diyar dike, ne kes, ne dem, ne jî cih e. Ya paradîgma diyar dike feraseta heyî ye. Di vê watê de jineolojî di heman demî de feraset ango zêhna paradîgmaya nû ye. Jineolojî, bi aqlê, reng û mêzandina jin ve jiyanê girtina dest e. Yê heyî di guhertinekî re derbas dike. Mînak heta niha zanistan heyî bi aqil û nêrînên zilam têşe girtine ji ber vê yekê jî parçebûna fikir, parçebûna civakê pêşxistine. Di vê watê de pozîtîvîzm ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve pêş ket. Di sedsala 16. 17. de li ser fikir bandor kir. Dîsa di sedsala 19. 20. de sosyalîzma zanistî derket holê. Pêk ve girêdayî sosyalîzma reel wekî pergalekî hat jiyîn. Lê di roja me ya îro de ango di sedsala 21. de ya bandor dike fikir, aqil û nêrandina jinê ye. Hatiye dest nîşan kirin ku sedsala 21. de sedsala jinê ye, nakokiyên herî dijwar di navbera her du zayendan de ye. Rêber Apo jî vê wekî nakokiyên herî bingehîn pênase dike û paradîgmaya jiyana azad jî li ser vê nakokiyê dide rûnişkandin. Di sedsala 21.de ku sedsala jinê ye de jineolojî bersivekî herî di cih de ji van pirsgirêkan re ye. Jineolojî di qirnê 21. de bi rengî jinê afirandina şoreşa jinê ye. Jineolojî dike armanc ku di sedsala 21. de paradîgmaya modernîteya demokratîk jiyanî bike. Her wiha çawa ku pozîtîvizm ji aliyê modernîteya kapîtalîst de hat ava kirin, zimanê zanista wî bû, dîsa sosyalîzma zanistî bi sosyalîzma pêkhatî(reel) ve têşe girt, wê gavê; jineolojî jî dibe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk. Bala xwe bidinê nakokiyên sedsala 19. û 20. yên çînî ne. Çîna karkeran û yên bûrjûva di nava şerekî dijwar de ne. Ev wekî nakokiya proleterya û bûrjûvazî jî tê bi nav kirin. Xisletên sedsalê yên din tekoşînên rizgariyên netewî ne. Li ser esasê ku; ‘’Netew dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’’ de tekoşînên dijwar hatine kirin. Şoreşên netewan pêk hatin. Sosyalîzma pêkhatî wiha da diyar kirin ku nakokiya bingehîn di navbera proletarya û çîna bûrjuvazî de ye. Fikir, nêrîn, paradîgmaya xwe li ser vê nakokiyê bi cih anî. Lewra mirov xisletê(karakter) vê qirna 21. dema mêze dike, dibîne ku nakokiya herî li pêş di navbeyna jin û zilam de ye. Di vê qirnê de nakokiya di navbera jin û zilam de pir dijwar tê jiyîn. Nakokî ne tenê di navbera jin û zilam de ye, heman demî de di navbera civak û xweza, di hundirê civakê bi xwe de jî nakokî hene. Lê bingeha giştî van nakokiyên ya esasî nakokiya di navbera jin û zilam de ye. Rêbertî dibê van nakokiyan encex; ‘’Bi pêşengtiya jin, bi birdoziya jin, bi reng û aqlê jin dikare bên çareser kirin’’. Her wiha encama vê sedsalê an azadî, an hovîtî ye. Ev nêrîn ji aliyê Rêber Apo de hat diyar kirin. Nakokî di wê astê de ye ku bi encamên sivik ewê bi dawî nebe. Lewra jineolojî ji bo encamekî wekî azadiyê bê bidest xistin tekoşîn dike. Ew bi xwe zanista paradîgmaya modernîteya demokratîk e.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 28 Mart 2024
Görüntüleme: 454

RÊBAZÊN JINEOLOJIYÊ

Heta niha em li ser hêmanên bingehîn sekinîn da ku bê fêm kirin jineolojî çima pêwist dike, lê ya girîng ewê jineolojî danehevên xwe li ser kîjan rêbazan pêş bixîne ye. Yek ji van rêbazan arkeolojî ye. Niha em mêze bikin dîroka jinê dibin tonan xweliyê de ma ye. Yê vê dîrokê derxe ser rûyê erdê zanista arkeoloji ye ku hevalên me yên hêja vê wekî ‘erdkolandin’  jî bi nav dikin. Arkeolojî kavilên kevnar lêkolîn dike, erdê dikole û ji bin erdê hestî, peyker hwd. derdixe. Wekî tê zanîn; arkeolojî zanista kolandinê ye û li ser van tiştên ji erdê derdixe lêkolîn dike. Digîhîje agahiyên demê berê ku di wan serdeman de çawa hatiya jiyîn, şiklê rêvebirinê çawa bû ye, guhertin çawa pêk hatine, sedemên wan çibû ne û hwd ji aliyê arkeolojiyê de tê lêkolîn kirin.  Çima arkeolojî ji bo jinê pêwist dike, wekî Rêber Apo dide diyar kirin, çima  pêwiste jin arkeolojiya xwe bike. Yek sedemên vê ya girîng ewe ku jin xwe nas bike ye. Ji kur hatiye bizane û li ser wê esasê nasnameya xwe pênase bike. Ji bo wî jî gelek jin hene ku mirov bîyografiya wan bixwîne, di dîrokê de li wan bigere. Nefertîtî, Kleopatra heta qralîçeyên Osmaniyan jî di nav de pêwîstê jinên pêşengtî kirine jiyana wan bê zanîn. Her jinekî merheleyekî nasnameya giştî jinan e. Derketina wan a ser dîka dîrokê, berxwedaniyê wan û ketinê wan gelek fêrker in. Serpêhatiya wan zanîn û dersên pêwîst jê derxistin dibe hêzekî xurt. Di nava PKKê de di esas de ev wekî rêbazekî dahûrandinê ye. Ji zarokatî xwe dest girtin û pêşeroja xwe li ser vê dana rûnişkandin girîng e. Her jinekî divê dahûrandina xwe çêbike, cewherî wî di bin çend cilan de hatiye veşartin bibîne û bigîje rastiya xwebûyina xwe. Di wateyekî din de divê her jinekî arkeolojiya xwe bike ango bibe arkeologa rastiya xwe. Wê derbikeve holê ku ka bê çi jê hatiye dizîn? Ziman, çand, hêst, fikir, nasname bûne çend beş, wê di kîjan beşî de rastiya xwe peyda bike divê bibîne. Niha di nava tevgera PKKê ji bo jinekî xala herî girîng yek bi yek zivirandina van cewhera ne. Gelek jinên ku destpêkê tevlî PKKê dibin, ji zimanê xwe re biyanî ne, ji rastiya xwe dûr in. Fêrbûyina ziman di esas perçekî gihiştandina heqîqeta xwe ye. Dîsa dilîniyên xwe naskirin, fikrê xwe naskirin jî jinê ber bi cewherê wê yê esasî de dibe. Wekî mînak; hêstên jinê sade ne, pak in, ji berjewendiyan xalî ne, tê de qûrnazî tine ye. Lê em binêrin di rastiya tê jiyîn de berovajî rewşekî heye. Heta tê gotin ku; ‘’Du jin nikarin di heman gorê de razin’’. Ev çima tê gotin, çawa bû ku jina civakbûyinê ava kir, îro nikare bi hevzayenda xwe re bijî? Wê gavê pêwiste wekî arkeologekî de em li xwe bizirin û çawa jin ket vê rewşê fêm bikin. Bersiva vê pirsê dayîn di heman demî gihiştandina cewhera jinê ya rast e jî. Jineolojî merhele merhele jinê digire dest û li kuderê jin wenda bû, li kuderê jin wenda kir, dixwaze vê derxe zanebûnê. Ev di rojekî de, di salekî de, di sedsalî de pêk nehatiye. Rewşa heyî rewşekî hezaran salan e. Wekî bîyolojîk temenekî her însanekî heye. Di vê temenê de jî merheleyên ku însan ava dikin hene. Mînak malbat, dibistan, qadên civakî. Malbat rastiyekî çend hezar salî ye ango dîroka dibistanan, avabûna wî, civak ji kîjan qonaxan derbas bû. Klan, kabîle, eşîret hwd. Vana giştî di çêbûna însan de jî wekî merhele tên jiyîn. Di vê watê de li van saziyan mêze kirin zanebûnekî xurt dide ava kirin. Lewra jineolojî xwe di van xalan de bi pîvan dike.

  1. Jineolojî pirekî di navbera giştî zanistan de ye.
  2. Di ziman, çand û zanistan de çiqas peyvên û mêzekirinên zayendperestî heye bi wan re tekoşîn dike. Şiroveyekî feraseta zayendperestî têde nîne dide ava kirin. Mînak di Tirkî de; ‘’Bilim adamı’’, di İngîlîzî de; ‘History ango Women’’ hwd mînakên vê pir in. ‘Bilim Adamı’ tê wateya ‘’Zilamê Zanyar’’, History tê wateya ‘dîroka zilam’. ‘His-story’ ango his zilam e, story jî çîrok e, dîrok wekî; ‘Çîroka Zilam’ tê pênase kirin. Women qaşo jin e,lê dema li koka peyvê tê lêkolîn kirin; tê wateya ‘Wife of man’’ yanî jina zilam. Jineolojî li hember vê zimanê zayendperest zimanekî nû pêş dixe û di zimanê nû de ifadeya giştî mirovahiyê dike.
  3. Zanistê ji bin yek destiya zilam rizgar dike.
  4. Pêşengê jineolojiyê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê(PAJK), lê qadên jineolojiyê ji giştî civakê re vekirîne. Jineolojî tenê bi partî ango qadroyên partiyê re sînordar nîne.
  5. Jineolojî di lêkolînênxwe de ji bo gihiştandina heqîqetê ji rêbazên wekî mîtolojî, dîn, felsefe û ilmê sûd werdigire. Lewra van rêbazan di astekî ku dahûrandina dîrokê bê kirin de tên dest girtin. Heger mirov mînak bide mîtolojî bi xwe zanista destan, çîrok, efsaneya ye. Lê tê zanîn ku ti çîrok û efsane wiha jixweber derneketine holê. Helbet di nava giştî çîrok, destan, efsaneyan de rastiyekî veşartî heye. Jineolojî wekî rêbaz rastiya veşartî ya van çîrok û efsaneyan derdixe zanebûnê û bi vê ve nêzikatiyekî nû yê xwendina dîrok, arkeolojî û civaknasiyê pêş dixe. Lewra di vê derheqê de ne tenê çîrok û destan di heman demî de stran, pêşgotin û her wiha gotinên bi wate jî di qada lêkolînên jineolojiyê de cihê xwe digirin. Para rastiyan ji wan tê girtin û bi vê ve lêkolînên jineojiyê tên kur kirin.

Zimanê mîtolojîk helbestî ye ji ber vê yekê herikbar e. Jineolojî di lêgerîna heqîqetê de bi qasî girîngî dide rêbazên felsefî  û îlmî bi ewqasî  jî rêbaza mîtolojiyê girîng dibîne. Zanistên pozîtîvîst li ser rêbaza çavdêrî-ceribandinê agahiyan kom dikin. Pêwîste her agahiyekî îspata wî, dokumanên wî hebin. Mekanên pozîtîvîzme labaratûvar in ji ber vê yekê mîtolojî wekî rêbazekî xeyalî tê dîtin. Lê di rastî de mirov dikare bi rêya mîtolojiyê bigîje danehevên girîng yên dîrokî. Di zanistên pozîtîvîst de tenê zekaya analîtîk li pêş e, lê jineolojî zekaya hêst jî girîng dibîne. Ji ber vê yekê hêst ango hîs kirin ji bo jineolojiyê rêbazekî girîng e.  Her wiha jineolojî bi folklora gelan, kevneşopî û çanda wan re jî eleqedar dibe. Her gelekî, her wiha di nava netewan de her herem, bajar, bajarok û heta gundekî jî çandekî wanê cuda heye. Govendên digirin, di şahiyan de stranên dibêjin di derheqê dîrok û çanda wê civakê de agahiyan dide. Jineolojî vana giştiyan lêkolîn dike, encaman jê derdixe û dike malê zanista jineolojiyê. Yek ji rêbazin din têde jin hatiye çewisandin jî ol e ku jineolojî li vê qadê jî lêkolîn dike.  Ol jî bi mêzekirinê desthilatdarî ve hatiye dest girtin. Jineolojî vê qadê bi mêzekirina jinê ve digire dest. Ol mijarekî girêdayî baweriyê ye lê ya girîng jin çawa bawer dike, baweriya wê li ser çi hatiye ava kirin derxistina zanebûnê ye. Rêbertî di vê mijarê de dibêje, di çanda Rojhilata Navîn de jin wekî Aîşe, Fatma tê pênase kirin, lê di çanda Ewrûpiyan de jî jin Meryem e. Vana pênaseyên olê ne ku li jinan hatiye bar kirin. Lê di rastî de dervayê van pênaseyan gelo pênaseyekî din ji bo jinê nîne? Cihekî cuda yê jin heye an na, ol nasnameyekî çawa ji bo jin daye ava kirin vana pirsîn girîng in. Rastî jî jin tenê Aîşe, Fatma ango Meryem e, heger wiha be rastiya van jinan çiye? Jineolojî li pey van pirsan diçe, li heqîqeta jinê digere, pênaseyên ji bo jin tên kirin, gelo çiqas ji vana rast in vê dipirse û derdixe zanebûnê. Rêbaza herî zêde ji aliyê jineolojî ve tê kar anîn jî felsefe ye. Felsefe û zanist zikê hev de mezin dibin, ne gengaze ku mirov ilmekî bê felsefe pêş dikeve bifikire. Em dibên ku di roja me de zanist qeyran derbas dike, sedemê vê yê herî bingehîn qutbûyina têkiliya wî ji felsefê ye. Felsefe di wateya xwe de ‘heskirina zanebûnê ye’. Jineolojî ji ber bi jiyanê re têkildare herî zêde jî peywendiya wî bi felsefê re heye. Li gorî mêzekirina jineolojîk tiştekî ku têkiliya xwe ji jiyanê qut nekiriye ew tişt herî heqîqî ye û rastiyan di xwe de diparêze. Bala xwe bidinê di felsefeye de jî jin hatiye wenda kirin. Lê di rastî de herî zêde li ser felsefê zêde kiriye jin e. Di pêşxistina felsefeyê de xebatên jinê çi bûn, jineolojî vana derdixe holê. Di vê xalê de yê heyî dikeve ber lêpirsînê, kombûyina danehevên bi aqil û nêrînên jinê ve dubare ber çav tê derbas kirin. Her wiha felsefe di vê mijarê de alîkarekî herî baş e û jê sûd tê wergirtin.

Zimanê jinelojiyê xwerû, herikbar û helbestwarî ye. Hem nîvîskî ye, hem jî girîngiya pêwist dide gotinê; çîrok, dengbêjî her wekî din vana jî rêbazên ku jineolojî jê sûd werdigire ye. Ziman resen e, objektîf e, zimanê heqîqetê ye ji ber vê yekê jî xweşik e. Xwedî ûslûbekî kêşer e, ji ber vê yekê bala herkesî dikşîne. Herkes dikare di jineolojiyê de cihê xwe bigre, berhemên xwe lê zêde bike. Herkes dikare bi çîrok, meselok, metelok, stran, dengbêjî, hebûn û xwebûna xwe ve tevlî qada jineolojiyê bibe. Mekanên jineolojiyê ne ûnîversîte ne, ne dêr in, ne jî mizgeft in. Jineolojî di mekanên fermî  de xwe heps nake. Jiyan li kuderê be, jineolojî jî li wir e, mekanên lê jiyan diherike teqez jineolojî li ew der e. Mal, tax, park, akademî hemû qad cihên jineolojiyê ne. Ew nêzikatiya ku zanist tenê li qadên akademîk tê peyda kir ji aliyê jineolojiyê ve serûbin hatiye kirin. Ji ber jineolojî ne yê akademîsyena yê giştî civakê ye. Jin, kal, pîr, şivan, xwendekar, mamoste, karker û akademîsyen giştî beşên civakê dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe peyda bikin. Kesekî bixwaze di qada jineolojiyê de kar bike, pêwist nake ku teqez xwende be, ya girîng tecrûbeya jiyanê ye. Lewra beşên civakê yê herî zêde jî dayik dikarin di nava jineolojiyê de cihê xwe bigirin. Di vê mijarê de mînaka Nagîhan Akarsel pir bi wate ye. Nagîhan Akarsel ji bo jineolojiyê xwedîyê kedekî mezin bû, berhemên pir girîng li jineolojiyê zêde kir, lê ya girîng da nîşandan ku ew jinên nayên dîtin, bê nasname di nava malên xwe de hatina rûniştandin, çavkaniya herî mezin ya jineolojiyê ne. Destana bi navê ‘Çil Mêran’ heye, ev destan aîdê civaka Êzidiya ne. Heval Nagîhan ji bo rastiya vê çîrokê fêr bibe, berê xwe da Şengalê û bi gelek dayîkan re li ser vê mijarê gotûbêj kir, bû şahidê êş û azarên wan ku di 73 fermanan de jiyan kirine. Dîsa çûndina wê ya Efrînê heye. Tenê ji bo di çîrokekî de rastiya civakê derxe zanebûnê ewqas ked da, kete nava hewildanên pir bi wate. Ji ber jineolojî zanistekî wihaye ku jinê çavkaniya civakê dibîne û pê bawere ku di çavkaniyê de gelek rastî veşartî ne. Jin ji ber neketiye nava qirêjiya şaristaniyê di aliyê parastina bîra civakê de paqij maye. Her wekî din mirov dikare bêje ku ji ber vê taybetmendiya wê ji bo jineolojiyê çavkaniyekî xûrt e. Rêbaza herî girîng ya jineolojiyê şîrove ye. Nêrîna jin ya hevpar li dora xwe ava dike. Hunera şîroveyê ji bo jineolojiyê pir girîng e û rêbazekî esasî yê  gihîştandina heqîqetê ye.

 

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiyê berhev kirin.

 

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 28 Mart 2024
Görüntüleme: 474

XAL XAL ÇIMA JINEOLOJÎ?-2

3-Zanistên Heyî Di Qrîzê De Ne, Ji Civakê Re Çareserî Naynin Ji Bo Wî Jîneolojî Pêwist e!

Ya din ku mirov li ser bisekine xisletê zanista heyî ye. Zanista heyî pozîtîvîst e. Pozîtîvîzm wekî diyardeyekî di qirnê 15-16. de derket, wekî alternatîfekî li hember zêhna dogmatîk xwe belav kir. Di wê demê de çemka îdealîst pir li pêş bû û her tişt bi diyardeyên metafîzîkî dihat şîrove kirin. Lê pozîtîvîzmê ev rewş gûherand û wekî çemkekî meteryalîzmê derket holê. Ceribandin-çavdêrî wekî rêbazê pozîtîvîzmê hat dest girtin, ji ber tenê bi yê xûya dike re mijûl bû jiyanê anî astekî mekanîkî, lê ya rast jiyan her çiqas ya xûya dike ye, ewqas jî ji ya veşartî ve pêk tê. Heqîqet tenê bi rêbazên ‘çavdêrî-ceribandin’ nayê bidest xistin. Lewra heqîqet bi qasî fîzîkî ye, ewqas jî metafîzîk e ango heqîqet yekpare ye divê neyê perçe kirin. Pozîtîvîzmê zirara herî mezin li vir da jiyanê û heqîqetê perçe kir, meqesa di navbera jin û zilam de, ferd û civak de, civak û xweza de hîn firehtir kir û nakokiyên jin, civak û xwezayê hîn kurtir kir. Niha lê binêrin ji bo her bûyerekî zanistekî heye, hemû jî bi hirgûliyan ve ketine û navbera wan de ti peywendî nîne, ji bo wî nikarin giştî resmê hatiye xîz kirin bibînin. Tenê metamatîk xwedî çend sed çiqila ye, dîsa fizîk, kîmya her yek ji wan ji sedan beşan pêk tên. Her beşekî ji wan jî girtiye serê xwe diçe haya wî ji heqîqeta giştî tine ye. Lê mêze bikin li vir jî jin bi qomployekî çawa re rû be rû ye, rûxmê zanist xwe ewqas bi hirgûlî kiriye lê di yekî de jî cihê jinê nîne. Jin di jiyanê de ewqas diyarkere lê di zanistê de nîne, wê gavê hêsane mirov bibîne ku zanista heyî zayendperest e û ji ber vê nêzikatiya xwe heqîqetê dide wenda kirin. Lewra jineolojî ji vê nêzikatiyê re helwesta herî watedar e, beşa herî mezin ya jiyanê dixe navenda xwe û mîna heqîqet çibe wiha tevdiger e. Çawa jiyan bi jinê destpê dike, zanista jineolojiyê jî bi jinê ve destpê dike. Zanistekî ku jin tê de tine be beşekî herî mezin yê jiyanê winda kiriye û çi bike bila bike, kîjan rêbaz jî bişûxîlîne ewê nikaribe bigîje heqîqetê. Bi vê hişmendiyê ve jineolojî nirxa pêwist dide jinê û wê dixe pêşenga jineolojiyê.

4-Ji Bo Parastina Jin Jineolojî Pêwist e!

Ji bo parastina jin ya cewherî jineolojî pêwistiyekî ye.

Ne tenê li ser gelê Kurd bi giştî li ser gelê Rojhilata Navin qirkirinekî gelemperî heye. Qirkirin di serîde fîzîkî be jî bi giştî çandi û civakî ye. Rêbertî vê wekî; ‘qirkeriya civak’ (toplum kırım) pênase kir, ne tenê gel ango gelekî civakbûyin bi xwe ji qirkirinê tê derbas kirin. Ev jî bi destê desthilatdariyê pêk tê. Desthilatdarî jî ya wekî tê fêm kirin tenê nîne. Di qonaxa berê de desthilatdarî di wateya dewlet, zilam, yên serdest de dihat kar anîn. Lê di roja me de ev pênase gûheriye. Desthilatdarî tenê bi dewlet, zilam ango yên serdest re rayê sînordar kirin. Jê re tê gotin; ‘’Bîoîktîdar’’. Ev rêbazê desthilatdariyê ye. Wiha li ferd hatiye kirin; ew bi xwe ketiye dewsa îktidarê. Ferdperestiya ji rê derketî nimûneyê vê herî berbiçav e. Îktîdar şane bi şane xwe di giştî civakê de belav kiriye. Lêgerînekî ango lêpirsînekî di derhekê îktîdarê de bê kirin tenê dewlet lêpirsîn kirin ne têrker e. Lewra serdema modernîteya kapîtalîst serdema ‘’bîoîktîdarê’’ ye. Ger perçeyekê vê îktîdarê dewlet be ya din ferd e. Her wiha divê şane bi şane lê bê gerîn. Mixabin giştî ferd bûne şaneyekî vê îktîdarê. İlim, her wiha giştî sazî bi serê xwe mîna desthilatekî tevdigerin. Her wiha kesekî li holê namîne ku bibêje; ‘’Gelo civak bi giştî nirxên xwe ve tên tine kirin’’. Herkes di bin xizmeta îktîdarê de bê ku kes wî/wê erkdar bike xizmeta tinekirina nirxên civakê û qirkeriyê dikin. Di serdema modernîteya kapîtalîst de hedefekî herî li pêş yê qirkeriyê jî jin e. Tena xwe bidin amûrên kuştinê jinan, rojane jin çawa ji pergala komkûjiyê re derbas dibin ewê bê dîtin. Ji xwe wekî zayend jin ne di aliyê nasname, ne jî di aliyê çand de nayê naskirin. Pergala ku li ser jinê tê ferz kirin wekî Rêber Apo diyar kiriye; ‘’Çanda destdirêjî ango ya tecawûzê ye’’. Jin ji aliyê fîzîkî, rihî, mêjî û hestî de di bin çanda tecawûzê de tê çewisandin. Ji fîzîka xwe, ked û rihê, ji fikir û hêstê xwe tê biyanî kirin. Gelek jin hene ku di derheqê zayenda xwe de ne xwedî agahî ne. Di çarçoveya dewlet bi navê xwe yê din dewlet daye ava kirin de dijîn. Fîzîkî wê, rih û hestên wê, fikir û ramanên wê jê re biyanî ne. Ger mirov bal bikşîne ser ya herî girîng têşe girtina fîzîka jin e. Jin ji her milî ve di aliyê fîzîkî de ji bo tetmîn kirina ajoyên zilam tê amade kirin. Hîn di temenekî pir biçûk de bi rêka rolên civakî jê re kefenekî tê dirûtin. Her wiha çiqas bixwaze vê kefenê ser xwe biçîrîne jî ew kabîlîyet bi destê wê nakeve. Ji bo ku mebdeyên jê re hatine diyar kirin bikaribe hilweşîne, pêwista di derheqê zayenda xwe de xwedî agahî be. Wekî jin fîzîka xwe, rih û mêjiyê xwe binase. Xwe bizanibe. Lê mixabin gelek jin di nava bedena xwe de rih û fikrên zilamekî din hildigirin. Nikarin bibin xwe, her yê yekî din in. Lewra bûyina yê xwe cesaret dixwaze ku ev jî bingeha xwe ji hêza zanistê tê. Mirov bi qasî derdixwe zanebûnê jiyanê bi wate dijî. Jiyanekî ji heqîqetê qut, ne jiyanekî bi wate ye.  Rêya vê jî zanista jinê ango jineolojî ye. Her wiha jinekî ku bi rêya zanista jiyanê xwe binase ewê bikaribe bigîje heqîqeta zayenda xwe. Zanebûna jin, zanebûna civakê ye. Lewra cihê jin lê bê parastin ewê civak jî, jiyan jî ji kûştinê bê rizgar kirin.

5-Ji Bo Derçûnekî Di Femînîzmê de Bê Ava Kirin Jineolojî Pêwist e!

Armancên femînîzmê hene. Ji bo van armancan pêk bê jî pêwistî bi jineolojî heye. Heta niha xebatekî meşandine ji bo keda wan vala neçe pêwistiya wan bi derketinekî mîna jineolojî heye.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 24 Şubat 2024
Görüntüleme: 452

XAL XAL ÇIMA JINEOLOJÎ?-1

1-Ji Bo Bi Aqil Û Mêzekirina Jinê Ve Jiyan Bê Jiyîn Jineolojî Pêwist e!

Fêm kirin ji bo jiyan kirinê ye, jiyan kirin jî ji bo fêm kirinê ye. Ger jiyanekî wateya wî neyê zanîn, di wê jiyanê de jiyan kirin jî bê wate ye. Ger nefes girtin û sendin wekî jiyan neyê hesibandin, di esas de jiyan wate dayin e, hêza wate dayinê derxistina holê ye. Jiyan wiha lê hatiye ku bûye diyardeya herî zêde pê hatiye lîstikandin, heqîqeta wî hatiye perçe kirin û ji eslê xwe hatiye derxistin. Wateya jiyanê hatiye berovajî kirin, bi xwe bûye xapandinekî herî mezin.

Nexwe gelo jiyan çawa hat vê halê?

Di avabûyina şaristaniyê ya ku li ser hîmên çîn, bajar, dewlet de peşket ve jiyan ji wateya xwe qût bû û ket bin destê hikmê zilam. Zilamê desthilatdar bi giştî derfetên xwe êrîşê jiyana jin-dayik ya komînal, azad û wekhev kir û jiyanê ji heqîqeta wî dûr xist. Ger mirov bi gotinên Rêber Apo bîne ziman jiyan hatiye sûîkast kirin, bi nirxê jiyanê hatiye lîstîn û ji wateya xwe hatiye derxistin, ya rastî xiyanet li jiyanê hatiye kirin. Destpêkê jiyan ji wateya xwe bi pêşketina şaristaniyê re hat qût kirin lê xiyaneta herî mezin bi jiyanê re di serdema modernîteya kapîtalîzmê de hat kirin. Lewra ya herî zêde bi jiyanê lîst  modernîteya kapîtalîst e. Ferperestî, tarzê tekiliyên tekakesî û teknîkî,  ji fikir û hêstan qût bûyin ango robotbûyin, jiyanekî xeyalî ku jê re di Erebî de tê gotin ‘farazî’ ango bi gotina Tirkî ‘sanal’ giştî di serdema modernîteye kapîtalîst de pêş ketiye. Kesên ku ji jiyana komînal qût dibin, ji kole kirinê re tên vekirin. Ji bo wî jiyana tekakes di vê serdemê de ewqas li pêş e. Kesên ku di nava civaka xwe de ne, li ser axa xwe, bi çanda civaka xwe dijîn yên herî bi hêz in û kes nikare wan ji bo berjewendiyên xwe yên tekakesî bişûxîlîn e. Lê yên tenê dimînin, ji komê, ji axê, ji çandê qût dibin mîna lawirekî bê serî ne, derb ji kûr ve bi ser wan de bê ferq nakin, carekî de xwe di nava pergala koledar de dibînin da ku dest û lingên wan bi zinciran ne girêdayî be jî nikarin xwe ji pergalê bifilitîn in. Ji ber di milê aqil û hêst de êdî hatine dagir kirin, hêza wan nemaye. Ev rastî ji aliyê zilamê xasûk û dizek ve hên di dema Sûmeran de hatiye kişf kirin û di roja me de bi amûrên herî pêşketî ve li ser mirovahiyê tê şîxûlandin. Jiyan tê perçe kirin, ji wateya xwe tê derxistin, însan ji nirxê xwe yê mirovahiyê tê dûrxistin û tenê tê hiştin. Ji bo wî wekî panzehîrekî divê jiyan bê pîroz kirin, nirxa herî mezin ji jiyanê re bê dayin. Pêwiste jiyan bê xilas kirin ku pergala koledar dawî lê bê, heta jiyan di nava pencên şaristaniyê de be ewê civak, xweza û gerdûn jî di nava êşên tinebûnê de binalin. Lê jiyan bê xilas kirin, êşa herî bi wate ewê bibe êşa zayina nû ku bi xwe re hebûna azad diafirîn e. Rêber Apo di vê derheqê de wiha dibê; ‘’Jiyan pîroziyekî ye, divê bi ser giştî nirxan de bê girtin’’.  Ev jiyana ku Rêber Apo bal dikşîne ser ne jiyana tekakesî ye, jiyana ku tê de azadî, wekhevî, edalet û xweşikî heye, ew jiyane ku mirov bi ser giştî nirxan de bigire. Ya pîroz ev e, ya bê xilas kirin ev e! Li vir wateya gotina; Fêm kirin  jiyîn e, jiyîn fêm kirinê cardin derdikeve holê. Ger jiyan neyê fêm kirin wê demê wateya jiyanê çiye? Her wiha li ser fêm kirinê pirsekî din ji aliyê Rêber Apo, tê kirin û ji giştî zanistan re vê pirsê pêşkeş dike; ‘’Ger zanist nabe sedemê fêm kirina jiyanê wê gavê zanist ji çi re ye?’’. Heger ilmekî jiyanê bi wate nake wê ilmê jî bê wate ye. Divê her tişt bikeve xizmeta jiyana bi wate, lê bala xwe bidinê zanista heyî ne di xizmeta jiyanê de ye. Berovajî di xizmeta desthilatdariyê de ye, di xizmeta zilam de ye. Zanista heyî dibe sedem ku zilam şane bi şane xwe berde kûrahiya jiyanê. Lewma sedemê vala kirina naveroka jiyanê yek jê jî sûcdarê wî zanista zayendperest bi xwe ye. Heger zanist nikaribe jiyanê bi wate bike, ji pirsgirêkên jiyanê re çareserî deyne wê gavê zanist çima ji xwe re dibê ez heme? Pêdivî heye ku her zanistekî destpêka wî jiyan be. Mînaka Rêber Apo heye ku di kêliyên herî bi êş de jî bi kêfxweşî jiyana azad pêşwazî dike. Ev tarzê Rêber Apo ger mirov fêm bike, bese ku mirov pîroziya jiyanê cardin kişf bike. Ji ber nabe ku nirxê jiyanê bi tiştekî din ve bê vala derxistin. Jiyan di ser her tiştî re ye û êş ne sedemin ku jiyan li hember bê teqat bikeve an birize. Jiyan divê her zindî bê hêştin û bi coşa azadiyê bê jiyin. Lê zanistên heyî ji ber ji jiyanê dûr ketine, para xwe ya heqîqetê jî wenda kirine. Lewra nikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin çareserî. Zanistên heyî sucdarin li hember jiyanê ji ber bi jiyanê lîstine, lewma nikarin bi ti awayî rast pênaseyekî ji jiyanê re deynin. Beriya zanist bikeve destê zilam, di nava jiyanê de bû. Pêşenga zanistê jin bû. Jin, jiyan, zanist bi hevre, di hinavên hev de dihatin hûnandin. Lê niha em bala xwe bidinê zanist pir dûrî civakê ye. Civak li erd zemînên zanistê maye, zanist derketiye qata herî jorê. Peywendiya zanistê bi civakê re nemaye. Tîna xwe bidin mekanên zanistê, wê bê ditin ku zanist li hindek zaningehan, li kêleka çîna serdest, li ba desthilatdaran e. Zanist bûye amûrê destê wan, bûye hevalê sermayedaran, ne ji bo civakê, ne ji bo jiyanê, ji bo xapandina civakê, ji bo vala derxistina jiyanê kar dike.  Lê ya rast ewe ku pêwist e, zanist li ba civakê be, di nava jiyanê de be, ji bo berjewendiyên civakê, ji bo wate lê bar kirina jiyanê ked bide.

2-Ji Bo Bersiva Çawa Bijîn Jîneolojî Pêwist e!

Pirsa din ya girîng jinê jiyanê li kur wenda kir? Rast e; şaristaniyê jiyanê ji wateya wî derxist û di vir de zanist bû alîkarê wî yê herî mezin. Lê yên wekî me, yên ti caran dev ji  heqîqeta jiyanê bernedan çawa û li kur wenda kirin? Divê her kesekî vê pirsê li xwe bigire û li ser bersiva wî raweste, ji ber di vê pirsê de wateya jiyanê veşartiye. Jiyan çiye, tenê mirov dikare bi bersivdanekî dûrûst re bigîje wateya wî. Gelo jiyan qehir, keder, xemgînî ye ango jiyan coş û kêfxweşiye? Jiyan ewe ku li ser eniya me hatiye xêz kirine ango rêya ku me ji bo çarenûsa xwe hilbijartiye ewe? Ya girîng mirov çiqas li jiyanê wate bar bike, jiyan ewqas e. Ger mirov bibêje çarenûsa min ev e, çawa hatiye ewê wiha biçe, ew nabe jiyanekî bi wate, ya bi wate di her rojbaşê de li jiyanê wate bar kirin e. Her kêliya wî bi coş pêşwazî kirin e. Biryara ku mirov ji bo jiyanekî azad dide, li gorî wê biryarê jiyîn mirovan digîjîne wateye rasteqîn ya jiyanê. Wê gavê jiyan ewe ku mirov wî ji pencên qirkirinê xilas bike û li gorî wateya wî bijî ye. Heval Zinar Raperîn di nameya xwe ya çalakiya fedaî de jiyanê pênase dike û wiha dest nîşan dike; ‘’Divê deqeyekî jî mirov di vê jiyanê de bê moral nekeve, ji ber bê moral ketin heqaret li jiyanê ye’’. Dîsa gotinekî Heval Fûat jî heye; ‘’Ji jiyanê bêzarbûyin li jiyanê xiyanet e!’’. Gelek lehengên tekoşîna azadiyê jiyanê hema bêje di heman astê de pênase kirin e. Ev jî dihêle ku mirov pênaseyên herî rast ji jiyana wan derxîn e. Heval Atakan Mahîr di nirxandinekî xwe de wiha tîne ziman; ‘’ 5 hezar salin bi jiyanê hatiye lîstandin. Pê ve girêdayî bi nasnameyê jin û nasnameyê mêr ve jî hatiye lîstandin. Jinê nasnameya xwe wenda kiriye’’. Tenê ji van gotinan derketina rê jî mirovan dibe encama ku kêliya jinê nasnameya xwe wenda kir, jiyanê jî wateye xwe wenda kiriye. Ji ber jin jiyan e, lewra pênç hezar salin jiyan bê wate bûye. Jinê li kur wenda kir, jiyanê jî, giştî civakê jî li wir wenda kir, yê jinê xist vê halê, jiyanê jî bê nirx kir. Rêber Apo dema tîne ziman û dibê; ‘’Jin perçeyekî jiyanê ye, bê jin nayê jiyîn, lê bi jina heyî re jiyan nabe’’, heqîqetekî din pênase dike. Jina heyî di nava pencên şaristaniya pênç hezar salan de têşe girtiye û ji xwe hatiye derxistin. Xisletê jinê yê ku ava dike, çê dike, di afirîne, yek bi yek ji destê wê hatine girtin û li şûna wan taybetmendiyan, xisletên koledariyê hatine bi cih kirin. Ji bo wî bi jina heyî re jiyan nabe, bi jina kole re jiyan nabe, divê jin ji koletiyê bê xilas kirin ku jiyan bigîje wateya xwe ya heqîqî. Hêstên kole, fikrên kole, aqlê kole rê nade azadiyê, rê nade jiyanê, hilweşînere. Her wiha ji bo wî ye jineolojî pêdiviyekî acîl e, lezgîn e, demildest divê pêk bê!

Niha ji bo jinê tê gotin çavkaniya hemû xirabiyan e. Bi rêka mîtolojî, ol û zanistan ve ev agahî li civakê tên belav kirin. Di rastî de jin çavkaniya jiyanê ye, lê niha wekî çavkaniya hemû xirabiyan tê ditîn. Ev nêzikatîyekî bi zanist e li hemberî jinê pêş dikeve. Çawa ku li jiyanê xiyanet hatiye kirin, di heman demî de jin jî di bin qomployekî pir mezin de hatiye hiştin. Wê demê Rêber Apo pirsekî wiha dike; ‘’ Heger jin dayika pirsgirêkan e, wê gavê jin dikare ji dayika pirsgirêkan re bibe dayika çaresereya pirsgirêkan’’. Di nêrîna Rêber Apo de diyare ku jin ne serkêşa pirsgirekan e, jin hêza çareseriyê ye, jin dayika çareseriyê ye. Feraseta ku jinê wekî pirsgirêk dibîne encax dikare bi jineolojiyê re bigûher e. Jineolojî hêza guhertina zêhna zilamê serdest di xwe de dihewîne, heqîqet çi be jineolojî wê pêşkeşî civakê dike. Di navenda giştî çareseriya pirsgirêkan de divê jin hebe. Yê vê bike jî jineolojî ye.

Ji Dersa Arjîn Dersîm Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiye berhev kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Şubat 2024
Görüntüleme: 470

JIN, JIYAN, AZADÎ FORMÛLEKÎ BI SÊHR E, FÊR BIBIN Û FÊR BIKIN!

RÊBER APO Nîqaşên Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan ya ku li ser pirsa; ‘’Çima heta niha zanistekî bi navê jineolojiyê derneketiye?’’ Komîsyon: Beriya vê pirs wiha dihat kirin; ‘’ Çima jineolojî’’ lê piştî perspektîfên Rêber Apo hat ditîn ku pirsekî bi vê rengê rê li şîroveyên şaş vedike, di esas de ne ku wiha bê pirsîn; ‘’Çima jineolojî?’’, pêdivî heye ku ev pirs wiha bê sererast kirin ku bersivekî rast jê re bê ditîn; ‘’Çima heta niha jineolojî tinebû?’’.  Lewra ji bo gihiştandina heqîqetê rêbaza pirsê bi qasî gihiştandina heqîqetê girîng e. Pirs dema rast neyê kirin wê gavê xeterî heye ku bersiv jî rast neyê peyda kirin. Ya girîng ne pirs kirin, rast pirs kirin e. Ji bo wî em carekî din bi ya rast bibipirsin; ‘’Çima heta niha bi navê jineojiyê zanistekî derneketiye?’’ Heval Berçem: Pergala heyî ya modernîteya kapîtalîst êdî nikare ji pirsgirêkên civakê re bibe çareser. Berovajî wî di qarakterî wî de bûyina çavkaniya qrîzan heye. Modela ku li ser lingên civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya bi navê modernîteya demokratîk ji aliyê Rêber Apo ve hatiye formûle kirin alternatîfekî bingehîne ji bo pirsgirêkên civakê. Niha çima lingekî herî girîng yê vê modela civakî jin e, ger em bersiva vê pirsê bidin êmê bizanibin ku çima heta niha zanistekî ango qadekî jiyanê ji bo jinê nehatiye vekirin. Dema mirov li dîrokê lêkolîn dike dibîne ku 15 hezar salan di qonaxa neolotîkê de jiyanekî wekhev û komînal hebûye. Xisletê vê jiyanê ewe ku bi rengê jin-dayik tê jiyîn. Rista zilam ji ber ku li ser jinê ne diyarkere yê civakê bi rêve dibe jin e. Lewra pirsgirêkên îro em pê re mijûl in yên wekî azadî, demokrasî, edalet û wekhevî di wê serdemê de tine ne. Lê piştî xistina jinê bi destê zilam ve dîrok êdî berovajî diçe, bi avabûna şaristaniyê ya li ser hîmên çîn, bajar û dewlet, berjêr bûyina dîrokê hên bi hêztir li dijî jinê pêş dikeve. Heta roja me jî ev windakirina dîrokê didome. Her wiha jiyanekî jin têde nebe, ew jiyan ya zilam e. Jiyana ku bi aqlê zilam dimeşe pevçûn, şer, ji hîyerarşiyê re vekiriye. Ji bo wî pêwiste bi aqil û hêstê jinê, bi reng û mêzekirina jinê jiyan ji nûve bê dest girtin. Pirsa wisa bû wê gavê çima heta niha ji jinê re di ilmê de qadekî nehatiye veqetandin? Bi kinayî bersiva vê pirsê ewe ku ji ber jiyan bûye ya zilam, desthlatdariya wî li hemû qadan xwe belav kiriye, cih jî di jiyanê de ji jinê re nehatiye hêştin. Di wê watê de jineolojî mûdaxaleyekî ji vê dîroka berovajî kirî re ye. Heval Sila: Jiyan bi hêza jinê ya afirandinê hatiye ava kirin. Yek jê jî zayinê pêk tîne jin e. Çawa ku xweza zindî ye û her dizê jin jî bi vî rengî ye. Şaristaniya ku bi ketina jinê re despê kiriye ji bo ku jinê dervayê jiyanê bihêle hemû qadan li pêşiya jinê girtiye. Mantalîteya wî ewe ku ger her tişt bi jinê despê kiriye, ji bo ku bikaribe pergala xwe deyne pêwiste her tişt bê jin bê despêkirin. Li vir ya girîng ewe ku pergal çawa taybet ji bo ketina jinê kar dike. Mirov dikare mînaka aborî bide. Aborî jî wekî qadên jiyanê yê din bi destê jinê pêş ketiye û ji bo jiyana civakê ye. Lê dema dikeve destê pergala zilamserwer wê gavê ne wekî xalekî ji qadên civakê, wekî amûrekî li dijî civakê tê şixûlandin. Ev jî dide diyar kirin ku ji bo jiyan li gorî xwezaya xwe bimeşe divê jin xwe di hemû qadên jiyanê de bi cih bike. Di serîde zanist giştî qadên ji destê wê hatine girtin bi hêza aqil û dilê xwe ji nûve biafirine. Heval Dilara: Jineolojî ji zanista zayendperest re mûdaxaleyekî ye, lê şaş neyê fêm kirin ne tenê ji qadên zanistê re jî, ji giştî jiyana ku bi aqlê zilam hatiye avakirin re mûdaxelekî ye. Jîneolojî di bingeh de vegerandina ji kokên heqîqetê re dibe rêbazekî. Di aliyê din de mirov dikare bibêje ku azadî dengê jineolojiyê ye. Me gotibû yek ji lojiyên lêkolîna jineolojiyê dike etîmolojî ye, ger em li koka peyva ‘azadiyê’ mêze bikin; emê bibînin ku ji ‘za’, ‘zayinê’ tê. Ew jî xisletekî jinê ye ku li giştî jiyanê hatiye bar kirin. Jineolojî ji nûve vê azadiyê li civakê vedigerîn e. Heval Amara: Di rastî de jin, jiyan e. Jineolojî vê rastiyê carekî din derdixe ber çavan. Dîsa niha em mêze bikin aîdê dîroka jin tiştekî nîne. Wekî jinên çiyayî em bi deh salan in li hember dagirkerî û zêhna zilamperest şer dikin. Ev jî dibe perçekî dîroka jin ango di tekoşîna xwe de jî em dibînin jinê şerekî çawa daye meşandin. Ev heta niha veşartî hatibû hêştin. Jineolojî dikare vê dîroka veşartî ya jinê derxe holê û bibe sedem ku dîroka jinê ji nûve bê nivisandin. Heval Jiyan: Hevalan bal kişand ser û gotin; ‘’Jin jiyan e’’. Ez bi xwe jî dixwazim di vê çarçovê de nirxandinên xwe wiha pêş bixim. Mirov dikare jinê bişibîne tova despêkê. Lewra di civaka xwezayî di giştî qadên jiyanê de tovên despêkê ji aliyê jinê ve tên reşandin. Her tişt bi zêhn û hêstên jinê têşe digire. Zayin, parastin, komînalî, aborî, civakîbûn vana giştî dibin berhemên despêkê yê jinê. Lê niha em binêrin di van qadan de ti mafekî gotinê û biryarê ya jinê nemaye. Wê gavê jineolojî di giştî van qadan de xwedî derketina berhemên jinê  û rastiya jinê derxistina holê ye. Heval Amara: Jin ji rastiya xwe dûr ketiye. Rêber Apo dibê; ‘’Yê jiyanê xweşik dike, bi exlak û pîvan dike jin e.’’ Dîsa gotina Rêber Apo ya ku bal dikşîne ser azadiya jinê pir watedare, lewra Rêbertî azadiya civakê bi azadiya jinê re girê dide. Wê gavê jineolojî erk radigire ku civakê ji pencên koletiyê xilas bike û ji bo wî jî jineolojî bi azadiya jinê ve despê dike. Heval Hêvî: Niha em dibên cihê jinê nemaye, lê ez dixwazim bi nêrînekî din tevlî vê nîqaşê bibim. Niha em mêze bikin di giştî qadên jiyanê de cih dayina jin heye, lê gelo bi rengekî çawa jin di van qadan de tê bi cih kirin pirsa girîng û em li ser rawestin ev e. Em bala xwe bidin qada aboriyê di asta herî kêm de heta em bêjin di bin sifirê re rista jinê têde heye. Em tenê li siyaseta roja me mêze bikin di yek dewletekî de jî wezîrê aboriyê ne jin in. Lê em biçin kargehên herî xwediyê zirûfên dij jiyanî mêze bikin, emê li wir bi mîlyonan jin peyda bikin ku bi heqdestekî nikarin zikê xwe jî têr bikin kar dikin. Ji xwe em li dijî vê ne, jineolojî derketinekî li beranberî vê ye. Berhemên cîhanê ji sedî 99 di destê zilam de ne, lê yê di asta herî heqdestekî kêm de kar dike jin e. Dîsa di zarok anînê de jin wekî makîneyekî tê şixûlandin, lê mafê wê tineye ku li ser pêşeroja wan zarokan biryar bide. Em mêze bikin wezaretên parastinê yên giştî cihanê di destê zilaman de ne ku dikarin zarokên wan jinan bibin nava şerên herî qirêt. Ti welatekî nîne ku bi zeka, aqil û hêstên jinê ve bê meşandin. Jinên li wir kar dikin jî mîna robota ne. Vaye mînaka NATO em dikarin bidin. Çend jin li wirin, hindek cilên pembe, mor li xwe dikin, dertên ser dîkê li kêleka zilaman wêne dikşînin. Lê em dikarin bêjin di NATO de rengê jinê hene. Na! Ma rengê jinê tenê makyaja li ser rûyê wê ye ango cil û bergê wê ye. Ji xwe pergal dixwaze jinê di vê astê de bihêle, mîna mankenekî di vîtrînê de wê boyax bike û bide seyir kirin. Lê ti ristekî nedê, qada jinê bi qasî qada vîtrînekî rengo rengo ye. Ji vê zêdetir nîne.  Ya girîng jineolojî vana giştî radixe ber çavên me. Dide nîşandan ku jina ku di nava pergalê de hatiye bi cih kirin pêlîstokê şevan yê zilam e, karkera herî erzan yê fabrîqa ne, koleya keda wî ji nedîtî ve tê dîtine, kuştiya jiyanê ye. Dibe femînîzm jî van mijaran tîne ser ziman lê çima nikare derketinekî çê bike? Du mijar hene ku femînîzm tê de xitimî. Yek; nikare pirsgirêka jinê bi kok derxe holê, ya din nikare pirsgirêka jinê çareser bike. Her du xal jî bi hev re girêdayîne. Ger pênaseya pirsgirêkan rast neyê kirin, çareserî jî pêş nakeve. Ji xwe lêgera femînizmê ya ku xwest di nava pergalê de çareserî peyda bike wê ber bi navpergalî bûnê de bir û wê ji aslê wî dûr xist. Ji bo wî em dibêjin jineolojî pêwistiyekî jiyanê ye. Komîsyon: Hûn dibînin niha di serî de li Rojhilatê Kurdistanê di giştî cihanê de bi şiara ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve serhildanên jinan hene. Dema Rêber Apo got; ‘Jin, jiyan, azadî’ formûlekî bi sêhr e, fêr bibin û fêr bikin van rojan didît. Tenê li vê pêvajoyê nirxandin jî dihêle ku mirov bibêje jineolojî pêwistiyekî lezgîn e. Heval Gûven: Jineolojî bi aqlê jinê li jiyanê mêze kirin e, li cihanê mêze kirin e. Di despêka afirandina her tiştekî de rista jinê diyarker e. Aqle jin çawa ku ji civakê re bû hêza afirandinê, aqlê zilam jî bû hêza hilweşandinê. Ji bo jiyan li cewherê xwe bizivire û wekî berê xweşik bibe divê jineolojî hebe. Komîsyon: Dibe hindek jineolojiyê wekî saziyekî bibînin. Lê jineolojî ne saziyekî ye. Jineolojî ilmê jiyanê ye, saziyên wê hene, akademiyên wê hene, ew aqlê pêşketî yê civakê ye û di hemû qadan de xwe rêxistin dike. Qadên ku jineolojî têde hebe li wir mêzekirina jin, aqlê hevpar yê ji pêşketinê re vekirî yê civakê heye. Heval Marya: Zanista heyî zayendperest e, bi aqlê zilam pêşketiye û pozîtîvîst e. Ji bo wî jiyanê perçe dike. Çend beşên jiyanê û çend pirsgirêkan dixe rojeva xwe lê giştî jiyanê nikare pênase bike. Ferqa jineolojî li vir e, jineolojî heqîqetê perçe nake, yekpare digire dest. Ji giştî pirsgirêkên civakê re xwe wekî alternatîfekî xurt datîne holê. Heval Hêjar: Ji bo naskirina dîroka jinê jineolojî pêwist e. Ger jin dîroka xwe nasneke nikare nasnameye xwe ya azad jî ava bike. Ji bo nasnameyekî azad em dibên jineolojî! Komîsyon: Bersivên hevalan giştî jî di çarçoveyekî têgiştî de pêşketin, em jî tevlî dibin. Rêber Apo ji bo bersiva vê pirsê hindek xalan pêş dixe. Emê di berdewamiya waneye xwe de li ser wan xalan rawestin. Ev nîqaşên li ser jineolojiyê li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan di Dersa Arjîn Dersim de hatine kirin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 31 Ocak 2024
Görüntüleme: 480

Sayfa 4 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • RAMANÊN LI SER AZADIYÊ

  • Komplo çi ye? Komplovan kî ye?

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere