‘‘Di fikrandina rêbaz û pergala zanînê de bêyî ku em zîhna xwe baş nasbikin, encamên em bigirin bi tesadûfîne. Niha em van encaman baştir fam dikin. Encax bi penasekirina kûr û rast ya zîhnî û bi bijartina azad ve girêdayî (azadiya civakî) wê rejîma me ya rêbaz û zanînê ji famkirinên me re bersivên rast peyda bikin. Di nava şert û mercên wiha de xebatên me yên bi rêbaz û bi berhevên zanîna rast şensê me yê azadiya civakî û kesî zêde dibe.” Bi van nirxandinên Rêber APO yên kûr em şertê serkeftinê di hestan de fêr dibin. Di heman demê de girêdana hestan bi zîhîn an jî fikrandinê fêr dibin. Avaniya zîhniyeta xwe fêr dibin. Ji xwe armanca vê giştînameyê jî eve. Naskirina hestan û polîtîk kirina hesta ye. Her wiha famkirina hestên xwe û polîtîk kirina hestên xwe an jî bi rêxistinkirina hestên xwe wê encamên vê nivîsê baştir destnîşan bikin. Pê bihîstin, bihîstin, hîs kirin, hestiyarbûn, bihîsbûn, tesîra bi bihîstinan, bi pêhesînan hevdû tesîr kirin… Ev peyvên bi hestan ve girêdayî yên me rêz kirin hemû berî pêşketina fikir tên. Di her civakê de asta pêşketina mirovan di aliyê hest-ruh de bi awayeke cuda çêbûye. Ji hev gelekî cihêrengin. Lê di koka hemûyan de di destpêka wan de di serî de di dema civaka xwezayî de zekaya hestiyar heye.
Her fikir-hestên bi awayê takekesî ku em jiyan dikin ji axa me, haveynê me her wiha ji civakbûna me ne qûtkiriye. Ji ber ku di kesayeta Rêber APO de zanebûna dîrokî û civakî ya hestan diyarker bû û xwedî zanîna dîrokî ya pir kûr bû têkiliyên xwezaya yekem û xwezaya civakî bi hevdûre şekil girtine û di pêşketina civakbûnê de jî hest bûne navenda pêşketinê. Bi deh salan li ser hêza hest û hêza fikir ya tesîra xwe li ser sekna rojane dike û têkiliyên di navbera wan de lêkola, tahlîl kir. Rêber APO vê zanebûnê di paraznameyên xwe de bi van gotinan destnîşan dike. “Berî zimanê hêmayî hemû terzên fikir bi aqlê hestiyar pêk dihat. Taybetmendiya aqlê hestiyar ya herî girîng bi tesîrbûn û tesîrkirina xwe ya fikrandina hestiyari ye. Bi hestiyarî fikrandin rewşa jêvenegere. Ji dile, bê derewe, ji hîleyan dûre… Asta zekayê hestiyare. Ya rastî qerektera hestiyar ya zekayê li pêş e. Aliyê zekaya hestiyar ya bingehîn xebitandina bi refleksa ye. Ajoya hindirîn jî zekaya hestiyare. Lê nifşê zekaya herî kevne (heya dema hucre-şaneya yekem diçe). Terzê xebitandina zekaya hestiyar li hemberî bûyeran bi bertekên nişkave bersivdayîne. Weke xebitîna otomatik bersiv dide. Pergalek wiha di nav de heye. Bi vê terzê xebitîna xwe rista xwe parastinê pir baş pêk tîne. Em dikarin di nebatan de jî vê terzê xebitîne bi rehetî bibînin. Di nifşê însan de digihêje asta xwe ya herî pêşketî. Xwe gîhandina asta zekaya pênc pêhesan…bi qasî di însan de di navbera wan pênc pêhesan de hevgirtin û koordinasyona pêşketî heye, di tu zindiyên din de ewqasî bihêz pêşneketiye. Bê gûman deng, dîtin, weke tam girtin di gelek zindiyan de ji ya însan zêdetire. Lê belê her pênc pêhesîn bi hevdûre xebitandin bi awayeke komple bikaranîn tenê di nifşê însan de li pêşe… Taybetmendiya herî girîng ya zekaya hestiyar girêdana bi jiyanê re ye. Parastina jiyanê erka bingehîne. Di parastina jiyanê de gelekî pêş ketiye. Nebe nabeya jiyanê zekaya hestiyare. Divê ev aliyê wê tu carî neyê biçûk dîtin. Bi sifir xeta di xebite. Em vê wek bersiva bi carekê re nabêjim. Bêpariya ji vê zekayê, jiyanê ji gelek tehlûkeyan re vekirî dihêle. Nirx û rêzdayîna jiyanê, bi radeya pêşketina zekaya hestiyarî re girêdayî ye. Çavdêriya tewazûna xwezayê dike. Em dikarin bibêjin ev zeka ya jiyana xwezayî pêk tîne. Em bi tevahiya cîhana xwe ya hestan deyndarî vê nifşa zekayê ne. Di nifşê însan de pêşketina hevgirtî ya zekaya hestiyar û di navbera pêhesîndan de şensê bihevre girêdanê jî pêş dixe. Di serî de deng, dîtin, tam girtin di navbera hemû pêhesînên me de têkiliyên hîssî ava dike û tevgerên bi zeka pêş dixe.”
Zekaya ku însan dike însan zekaya hestiyare. Ev nifşa zekayê di civaka xwezayî de di rêza pêş de ye. Di pêşxistina felsefeya jiyanê de diyarkere. Di cîhana me ya roja niha de ev felsefe hatiye parçekirin û diyarbûna wê di nava jiyanê de gelekî lewaze. Her çiqasî lewaziyên wê hebin jî em dikarin şopên wê bibînin. Di pirtûkek bi navê Perwerdeya Dara Biçûk de behsa perwerdeya bapîr û dapîra zarokekî çermsor tê kirin. Di wê pirtûkê de mînaka kûçikan wiha tê dayîn. “Dema kûçik zêde bi kelecan dibin hestên wan ji pêhesînên wan zêdetir dibin. Pêhesîn dikevin pişt hestan û ev bi însanan re weke kûçikan derdikevin pêş. Ev rewş însana gêj dike. Min bi çend caran ev rewş dîtine…” Ev zimanê vegotinê ji bo me vê destnîşan dike. Di navbera pêhesîn û hestan de girêdanek raste rast û nêz heye. Di heman demê de di zindiyên din de jî ev derbasdar e. Bi hemû aliyên jiyanê ev dapîr û bapîr hewil didin neviyê xwe perwerde bikin. Em jî dizanin ku însanekî pir zêde bi hestan tevbigere pêhesînên van însanan bi tenduristî na xebitin. Bi mînakên jiyanî em van dibînin. Dema em zêde bi kelecan bibin û vê bi kontrol derbas nekin guhê me dike çingînî, ji derdora me deng tên guhê me. An jî em dengên derdora xwe nikarin bibihîzin. Dema em zêde asabî dibin û xwe kontrol nekin em nikarin kêra ber piyên xwe bibînin û em ê pêlê kin xwe birîndar bikin. Divê pêhesînên me hestên me yên ku bi rêya wan pêşdikevin bê xebitîn nehêlin û hevdû bi aliyê neyênî tesîr nekin.
Di vir de hîs, pêhesîn û dîtina dil dikevin tevgerê. Tevî van aqlê me jî dikeve tevgerê ango zekaya me ya analitik dixebite. Li ber avên Kolombîya yê masîgir ji bo “zimanê ku rastiya dibêjin vebibêjin” gotina “sentîpensante” bikar anîne. Ev tê vê wateyê; “bi hîskirinê fikrandin”. Her wiha di vê ferqê de ne, rast gotin bi hîskirinê re di nava girêdanên ku ji hev nayên qutkirinê de ne. Ev hest û fikir di zimanê xwe de jî bikar anîne. Ev mînak bihevrebûna zekaya analîtîkî û hestiyar ya civakî dide nîşandan. Di rastiyê de ev bihevrebûn di kokên kevin ên civakî de pêş ketine û wek denge-tewazun pêşketine heya niha jî berdewam dikin. Mirov dikare bi gelek mînakan vê rewşê rave bike.
Bi penase kirin û ketina ferqa hestên xwe girînge ku em zekaya xwe ya hestiyar jî zindî bikin û pêş bixin. Weke Rêber APO jî dibêje: “Bi hestên xwe fikirandin”. Wek masîvanê Kolombîyayî gotiye bi hîskirinê fikirandin, wek zanayê kal yê çermsora gotiye jinûve zindîkirina têkiliya hest-bêhesîna bi tenduristî em jî bikaribin rast bi dest bigirin û zindî bikin em dikarin perdeyên sexte û reş li ser hestên xwe rabikin. Cardin heger em vê bi ser bixin em ê bikaribin pêşiya aqlê xwe yê tahlîlî ku hestên me dext dike, hestên me tine dike bigirin. Hemû hestên me yên însanî me di nava zeman û mekan de dixe nava tevgerê. Hestên me aqlê me yê ku hîs dike ye. Ev aqil ji ber di destpêka gerdûna zindiyan de pêş ketiye gelek bihêze. Em çiqasî bikaribin hîssên xwe, hestên xwe û ajoyên xwe yên hindirîn zindî bihêlin aqlê me wê ewqasî bi tenduristî û bi hêz bi xebite. Wê aqlê tahlîlî hertim were têrkirin. Weke zanistperestî îddîa dike dema yek pêş dikeve aliyê din lewaz nabe. An jî herikîna xwe ranawestîne. Divê aqlê analîtîk hertim bi aqlê hestiyar, aqlê hestiyar jî hertim bi aqlê analitik were têrkirin. Ev jî tam dibe daxwaza Rêbertiya me ya polîtîk kirina hestan. Bi parastina hevdû, bi pêşxistin û mezinkirina hevdû, însan aliyê zîhna xwe ya nerm û afirêner di înşakirina civaka azad de bikar tîne. Her wiha polîtîk kirina hestan pêşxistina civaka azade. Ev hêza fikir derxistina holê ye.
Komîteya Jineolojî Ya PAJKê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 159
Bi berfirehî me diyar kir, du xetên fermandarî hene. Yek; fermandarê dagir dike ye, yên din jî; ji bo civaka xwe şer dikin û nirxê civaka xwe diparêzin. Yek; di xeta fetih kirinê de, di xizmeta dest hilatdarî de, mora xwe li dîrokê didin. Ya din jî; di xeta civaka exlakî û polîtîk de, ji bo civakê, ji bindestî û koletî rizgar bikin, pêşengtî dikin. Wekî mînak; ên di xeta desthilatdarî de, Îskender, Napolyon, Krasus hwd. in. Ên din jî, li hember fetih kirinê yên ku civaka xwe parastine ne. Wekî mînak, Giap, Zedung, Che Guevara, Star, Tîamat in.
Em wekî jin bi mêzekirinekî jîneolojîk fermandariya jin, bi mîtolojiya Tîamatan didin destpê kirin. Ev serdemekî ye, ji ber rastiya jin nehatiye nivisandin, wekî fermî di vê derheqê de tenê mîtolojî hindek agahiyan dide me ango em jê sûd werdigirin. Li gorî zanistên em bi dest dixin de mirov dikare wiha şîrove bike: Di dema Tîamat de, jin ji hêza xwe dikeve, bi ketina xeta Tîamat, êdî serdema sazî bûyina zilam destpê dike. Rixmê beriya wî, jin pir şer dike, lê nikare pêşiya sazî bûyina zilam bigire. Tîamat tekoşîna xwe berdewam dike, ti car pes nake û ji xeta Xwedawendan nazivire. Di pirtûka jîneolojî de di derheqê Tîamat de wisa tê gotin; ''Xwedawenda dawîn a dema hevsengê û sembola destpêkê ya nasnameya jinê biçûk hatiye dîtin, hatiye reşkirin û bêfezîlet û xerab hatiye nîşandan Tîamat e, bi navê wê yê din Dayîka Hubur. Xwedawenda deryayê Tîamat, beriya her tiştî hebûye, bi xwedayê ava şîrîn Apsû re digihên hev û xweda jî têde, her tiştî dizên. Dayîka ejdera pirserî ya tirsnak a dixwaze pergala gerdûnê xera bike, hêzeke tarî ya tevliheviyê çêdike, afirîner û dayîka her tiştê di gerdûnê de, erd û esman jî têde, Xwedawend û hêza tevahiya gerdûnê afirandiye''.
Di B.Z. 2000’an Tîamat, ji aliyê Mardûk ve tê kuştin. Her wiha piştî çaxê ku Xwedawend tena serê xwe li lûtkeya hêza xwe bûne, çaxê Xwedawendan ê bi têkoşînên mezin di hevsengê de mane tê qedandin. Piştî mirina Tîamatê, gav bi gav pêvajoya ku xwedayên mêr bi serê xwe li textê Xwedawendîtiyê ya dayîkê rûdinên pêş dikeve. Êdî ne mumkine mirov Xwedawendê bi tena serê xwe bibîne. Ew êdî weke endameke panteonan li ba gelek xwedayên bi wan tên perestin re cî digire, lê ji hêza xwe, xweşikahî, nav û maneyên xwe gelek hatiye dur xistin. Li hember hewldanên sazkirina desthilatdariya monîst a xwedayên mêr, ji B.Z. 2000’an heta mîladê di 2000 salan de jin, pir zêde li ber xwe didin. Ev serdem îfadeya tebeqeya sêyem e. Demên bi desthilatiya nêr re di nav têkoşînek de ye û dawî jî ya bi qetilkirinê yan jî ji hêz û nasnameya xwe tê dûrxistin û têk diçe ''.
Tîamat, di serdemekî wisa de di berxwe dide hemû zirûf ji bo binketina jin hatine temam kirin. Lê Tîamat wekî fermandar derdikeve pêş û bi hewildanekî pir mezin, dixwaze textê Xwedawendan biparêze. Tekoşîna Tîamat ne li ser esasê kû desthilatdarî bidest bixe ye. Tîamat ji bo nirxê civakê şer dike. Profesor Henrî Frankfort di pirtûka xwe ya bi navê Kînship and The Gods a (Xizmayetiya Xwedayan) di 1948’an de belav kiriye de dibêje; '‘Xwedawend li Mezopotamyayê hebûna herî bilind e’' û berdewam dike; '‘Ji ber ku jin weke çavkaniya jiyanê dihat hesibandin. Her wiha xweda jî ji eslê wê tê, weke kurê wê dihat pênasekirin. Di merasîmên zewacên pîroz de ji serî heta dawiyê pêşengî di destê Xwedawendê de ye. Di rewşa ku di gerdûnê de her tişt di nav tevliheviyê de ye jî jin Tîamata pêşeng, Apsû jî temamkerê wê yê mêr bû.'' Ev agahî jî nîşaneya armanca şerkeriya jin e. Jin ji bo takakesiya xwe ango ji bo hêz bi dest bixin nakevin şer. Jin ji ber sedemên nirxên civakê biparêzin şer dikin, li beranberî desthilatdarîya zilam disekinin. Her çiqas Tîamat bi destê kurê xwe jî tê kuştin dîsa jî şerê xwe didomîne. Li vir tiştê bala mirov bikişîne ev in. Yek, israr buyina jin di pergala exlakî û polîtik de pir li pêş e. Du; Marduk kûrê Tîamat e, lê Tîamat ji aliyê wî ve tê kuştin. Bi gotinekî din; êdî afirîneriya jin, li beranberî jin wekî çekekî tê bi kar anîn. Li vir hêza jinê ya zayinê tê lawaz kirin. Di van zirufan de Tîamat di berxwe dide û ji civakê re pêşengtî dike, ji ber di demên têk çûyinê de pêşengtî dike, mirov dikare bêje fermandar e. Di rastî de Tîamat Xwedawend û fermandara şerê herî dijwar e.
Fermandarên hêza xwe ji gel digirin û ji bo nirxên civakê şer dikin xeta fermandariya jin diyar dikin. Tîamat, Spartakus, Hektor di vê xetê de ne. Dîsa di bi rêbazê gerîla yên di vê xetê de şer dikin; Giap, Hoşîmî, Mao, Che Guevara her wekî din gelek hene, em hêza xwe ji wan digirin.
Kîjan serdem dibe bila bibe, kîjan feraset dibin bila bibin, fermandarên derketine xwe li ser birdoziyekî rêxistin kirin e. Ger birdozî nebe, bawerî nebe nikarin pêşengtî bikin. Her fermandarekî derketina xwe, dispêrin îdeoloji û felsefeyekî. Ev ji bo îro jî derbasdar e. Ev taybetmendiyên hevbeş yên fermandar in.
Ji Dersa Zozan Çewlig A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 161
Rêber Apo bi paraznameya 5’emin a bi navê ‘Parastina Gelekî’ re paradîgmaya heyî guhert. Aliyê tarzê fikrandinê û heman demê de şênber kirina vê fikrê de paradîgma hate guhertin. Heta salên 2003 û 2004’an jî wek rêxistin paradîgma me li ser esasê Marksîzim, Lenînîzim bû. Gor xwesertiya Kurdistanê û gor rastî û fikrê Rêber Apo hinek guhertin jî hatibûkirin û cudatir dihat dest girtin. Lê esasê de mêzandina me ya cîhanê, tarzê fikrandina me hemû li ser van bingehan bû. Modela me Marksîst û Lenînîst bû. Hem xeta şer de, me şerê demdirêj ya gelan ya Çîn û Vîetnamê esas digirt, aliyê me yê partî û siyasî de jî modela me Marksîst bû. Lê Serok Apo bi vê pareznameyê arternatîfek danî holê. Wek fikr û hişmendî alternatîfek danî holê heman demê de ew paradîgma çawa şenber bibe, çawa jiyanî bibe, em wek tevger xwe çawa rêxistin bikin, emê xwe li ser esasê kîjan paradîgmayê bigrin dest û têbikoşin, Rêber Apo bi paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayêk şênber datîne hole. Bêgûman ev fikirandin berê jî Rêber Apo de hebû, ji paraznameya Atîna de jî nirxandinên li ser vê mijarê heye. Lê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê de hîn bi awayêk şênber datîne holê. Ji ber wê Rêber Apo paraznameya Sosyolojiya Azadiyê bi awayek alternatîf derdixîne. Wateya paraznameya Sosyolojiya Azadiyê wateya paradîgma ya me ye. Paradîgmaya me; li ser esasê Ekolojîk, Netewa Demokratîk û Azadîxwaziya jin de xwe ava dike. Modela me ya nû Demokratîk Modernîte ye. Ev paraznameya Rêbertî jî van modelan pênase dike. Netewa Demokratîk çiye? Şaristaniya Demokratîk çiye? Bi awayek berfireh digre dest û dinirxîne, ji ber vê paraznameya Sosyolojiya Azadiye gelek girîng e.
Serokatî pevajoya ku dest bi nivîsê Sosyolojiya Azadiyê dike, ew pevajo serê xwe mîna romanekî dagirtî û bi wate ye. Di wê pevajoyê de cezayê hûcre ji bo Serok hatiye birîn, heman demê de pirtûkên zêde ji Serokatî re tê qedexe kirin. Dema Serokatî dixwaze binivîse wê çaxê jî qedexe ya lênûskê lê tê dayîn. Armanca dijmin ew e ku Serokatî nêrînên xwe nenivisîne. Ruxmê van nêzikatiyan jî Serokatî hemû mijarên ku lêhûrbûn dike, di mejiyê xwe de digre û jiber dike. Piştî ku qedexeyê lenûsê radikin, lenûsan didin. Wê çaxê Rêber Apo dibêje; ‘Bêyî ku qedexeyek din bînin ez hewil bidim nava hefteyek de tiştên ku min jiber kiriye derbasî rûpelan bikin.’ Serokatî nava hefteyekî de ew tiştên ku jiber kiriye derbasî rûpelê dike. Piştî wê vê carî qedexeya penûsê didin Serokatî. Yanî ev parazname rewşên gelek zor û zehmet de hatiye nivîsandin. Serokatî piştî lêhûrbûnên kûr nava hefteyekî de derbasî rûpelê kiriye. Ev parazname nava hefteyekî de hatiye amade kirin.
Serokatî dibêje; ‘Dema min dît mirov perçeyek ji gerdûnê ye, madem hafiza gerdûnê ewqas firehe û dikare her tiştê tê de cih bike, wê çaxê mirov jî xwe biêşîne, hafiza mirov jî ewqas esnek e û firehe, dikare pir tiştî tê de ava bike.’
Şaxsê Serok de bi awayek şênber tê dîtin ku ka hafiza mirov çiqas esnek û fireh e. Ev parazname di şert û mercên bi vî rengî de hatiye amade kirin. Ev parazname ya ku ji aliyê dijmin de di bin zextan de hatiye amade kirin, pewîste her hevalekî ango her neferên ku jê sûdwerdigrin bi dil û rih mejiyê xwe de cih bikin. Rêber Apo tu parazname ango tu pirtûk û nivîsên xwe de tu caran parastina xwe ya şaxsî nekiriye. Wek kesek vê yekê ne nirxandiye. Serokatî xwe wek şexs nagre dest. Ji xwe di şexsê Serokatî de gelê Kurd nayê nas kirin. Şexsê Serokatî de Kurdê azad nayê nas kirin. Şaxsê Serokatî de azadî nayê nas kirin. Serok Apo îro li Îmraliyê de ne tenê berdêlê azadbûna gelê Kurd dide, berdêla şoreşa hemû civakê dide, berdêla azadiya jin dide. Ji ber rabûna Serok ji bo ser van nirxan bû.
Dadgeh kirina Serokatî ne hiquqî ye. Biryarên ku li hemberî Serokatî tê dayîn biryarên siyasî ne. Bersiva Serokatî jî li hemberî hemû hêzên qomploger, emperyal pêş xistina fikr û felsefeya azadiyê ye. Serokatî li Îmralî ye êrîşên hemberî van hêza bi îdeolojî û bi felsefeya xwe bersiv dide û hemberî pergalan bi pergalekî cûda erîşan vala derdixîne. Serokatî erîşên ku li hemberî wî pêk tê dizivirînî şerekî siyasî û îdeolojîk. Nîşan dide ku kesê ku tê dadgeh kirin ne bi xwe ye, kesên tên dadgeh kirin hêzên serdest, hêzên qomploger û hêzên modernîteya kapîtalîst e. Serokatî bi seknê xwe nîşan dide ku ‘hûn nikarin fikrên min dîl bigrin.’ Ji ber vê navê vê parazname Sosyolojiya Azadiyê hate bi nav kirin.
Serok Apo gelek lekolîn kiriye û xwendiye. Mîna deryayek xwedî zanistekî kûr e. Gelek fîlozof derketine, gelek kesên zana û xwedî fikir ji bo azadiyê têkoşiyane, lewra Serok dibêje; ‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’ Li dîrokê de ceribandinên ku ji bo azadî pêş ketine pir zêdene. Mijarên azadî, demokrasî, wekhevî û hwd. bi Kurdan destpênekiriye. Raste ferq û cûdahiya gelê me yê Kurd heye lê bi me destpênekiriye. Gava ku desthilatarî destpêkir, mirov dikare bêje nêzî 5 hezar sal û şûndetir berxwedaniya gelan, serhildanên mezin, berxwedaniya jinan a etnîsîte a ol, mezhep, karker û cotkaran gelek berxwedanî çêbûye. Lê rengê berxwedaniyê her serdeman jî heman tişte, armanc xwe gihandine azadiyê ye. Gelek berdêl hatine dayîn, gelek alternatîf jî hatiye peyda kirin. Lê encam çi bûye? Encam mîna ku tê xwestin nebûye. Azadî ne hatiye dest xistin. Mirov dikare vê pirsê pirs bike. Gelo sedem çiye ku hemberî ewqas berdelên giran buha azadî çima nehatiye desxistin? Gelek kesên ji bo azadiyê tekoşîn dane heye. Serok Apo mînaka wan jî dide. Mîna Îsa, Manî, Zerdûşt, Babek çima ser neketin? Kurd çima serneketin ango ji Marks çima serneket? Reel Sosyalîzma ku Rusya’da şênber bu çima serneket? Nêrînên wan baş bû, gelek berdêl jî dan, heta bawer kirin ku Sosyalîzmê bînin cîhanê. Lê çi bû sedem ku pêk nehat? Serokatî van mijaran hemû lekolîn kiriye, kemaniyan peyda kiriye û lewra bi awayekî şênber dibêje; ;‘Vê carî pewîste azadî ser bikeve.’
Kemasiya serneketina wan ne berxwedanî bû. Gelek berxwedan, berdêl jî dan lê dîsa jî serneketin. Ev jî tê wê watê ku kemaniyek heye, ternekirinêk heye. Wek encam negihîştin azadiyê. Ji ber vê ji bo dest xistina azadiyê Serokatî fikrê xwe mîna alternatîfêk datîne holê. Alternatîfa Serokatî çiye? Sosyolojiya Azadiyê ye. Rêber Apo bi altêrnatîfa xwe vê yekê dibêje; ‘Divê azadî vê carî şênber bibe.’
Sosyolojiya azadiyê tê watêya civakbûna azadiyê yanî şênber bûn û edî wê jiyan kirin. Azadî pêwîste civakî be û were jiyan kirin. Ji ber wê ‘Sosyolojiya Azadiyê!’
Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 153
Rêber Apo legerînvanê şênber a azadiyê ye. Rêber Apo her şert û mercî de azadiyê geriya ye. Ji zarokatiya xwe heta roja me ya îro bûyê rêwiyekî bibiryar. Tu tiştêk hemberî lêgerên Serokatî nekariye bibe asteng. Hîn di zarokatiya xwe de li hemberî dayika xwe rabû, gelek tiştan qebûl nekir. Hemberî tiştên ku qebûl nedikir de herdem şer dikir. Serokatî hîn di yanzdeh saliya xwe de jiyana heyî red kir û bi girî gûndê xwe terikand. Ji ber paşverûtiya heyî re nedikariya bijî. Destpêkî li hember dayika xwe serî rakir. Ji ber Serok Apo zarokatiya xwe de jî nedikariya bihata sinor kirin. Ev red kirin û ne qebûl kirina wî, heta roja me ya îroyan ajot. Hemberî pergala heyî serî rakir, pergala baviksalarî red kir û li hemberê wê jiyanekî alternatîf û şenber danî holê. Ji ber wê îro li gireva Îmrali’yê de tê girtin. Pergala heyî dixwaze Serok Apo ji civata wî îzole bike. Îşkenceyek bi taybet li ser girava Îmraliyê tê pêkanîn. Pergal naxwaze fikrên Serok Apo derbasî derve bibe û belav bibe. Ji ber van sedeman herdem tecrîtê hîn girantir dikin. Hêzên serdest difikirin ku bi pergala Îmraliyê ya ku 24 salên xwe li pey xwe hişt re Serok Apo bidin sekinandin. Lewra li ser Rêber Apo bê hiquqiyêk herî mezin pêk tînin. Hemberî her cûre erîşan Serok Apo ti carî ji meşa xwe tawîz neda, berxweda û têdikoşe. Ji bo azadiyê difikire û ji bo pêşxistina azadiyê dixebite. Ji ber vê bi awayek şenber em dikarin bêjin ku, legera azadiyê Serok Apo de mîna karakterekî bîngehîn e. Serok Apo legerînvanek meşa xwe de bi biryar a azadiyê ye. Serokatî pevajoya Îmraliyê de bi encamên lehûrbûn û lekolînên berfireh de paradîgma digûherîne û Sosyolojiya Azadiyê pêş dixe. Rêber Apo hewil dide ku azadî jî mîna zanistekî bê dest girtin. Ji ber azadî her tiştê nava xwede dihewîne. Wekhevî, edalet, xweşikbûyîn, exlaq, polîtîka, demokrasî, biratî û hwd hemû xweşikiyan nava xwede dihewîne. Ev hemû azadî ne, lewra Serokatî van rastiya bi yek gotinê de dest digre û di bin banê azadiyê de tîne li cem hev. Ji bo vê mijarê fermandarê nemir Şehîd Atakan Mahîr nirxandinên xwe de wiha tîne li ser ziman; ‘Gava mirov pênaseya azadiyê dike, divê paya bê hempa ya Serokatî em bînin ser ziman û her dem bêjin. Ji ber peyva ku herî zêde Serok dide nasîn peyva Azadî ye. Ji ber wê pêwîste em herdem bêjin Rêberê Azadî ango Serokê Azadî. Ji ber vê dema pênaseyê Serokatî tê kirin pewîste bi van xîtaban bê pênase kirin û dest girtin.’
Azadî gerdûnê hemû nava xwe de dihewîne û tiştêk gerdûniye. Aborjîn dibêjin; ‘Peyv li gor pêwistiyên mirovan derdikevin. Kîjan civakê de çi kêm were jiyan kirin, ew civak herî zêde wê pêyvê kar tîne. Ji bo gelê me yê Kurd dibêjin ku, ‘hûn pir peyva azadiyê kar tînin’. Bi rastî jî wekî gelê Kurd em peyva azadiyê pir kar tînin, ev rastiyeke. Em li ser vê mijarê pir şîrove dikin û ji bo gihaştinê jî berdelên giran didin. Ji ber pêwîstiya me ya vê rastiyê heye. Civaka ku herî zêde pêwîstiyê xwe ya azadiyê dibîne yek jî civaka gelê Kurd e. Ji ber gelê me ji bo azadiyê kêm berdêl neda ye.
Li vê derê de mirov dîsa dikare Serok Apo mînak bide. Serok Apo bi xwe jî dibêje; ‘ Ez bi xwe legerînvanek azadiyê me!’ Serok Apo ji bo mijara azadiyê dibêje; ‘Heta niha dibê ku li ser azadiyê min helbestek ango nivisek şênber nenivîsandiye. Lê kesên ku parazname û dahûrandinên min dixwînin, ez bawerim hewildanên min ên ji bo azadiyê bibînin. Lewra vê mijarê de kedên min hene. Kesê ku herî zêde dixwazi bigihîji azadiyê û azadî dest bi xwe ez jî yek ji wan kesa me!’ Gelek kes dibê ku ji bo mijara azadiyê pênaseyên felsefîk, wêjeyî ango teorîk pêş bixin. Lê bi awayekî şênber ji bo dest xistina azadiyê çi kirine? Ev girîng e. Lê Serokatî ji bo xwe wiha dibêje; ‘ Derdê min ê herî mezin azadi ye!’ Serok li ser azadiyê bi awayekî ciddî disekine lewra mijara azadiyê pirsgirêkekî gelek girînge û pirsgirêkekî serekeye.
Em wek milîtanên Rêber Apo çawa nêzî vê rastiyê dibin? Azadî bûyerek berdewamî ye, ne tiştekî demkî ye. Lewra em wek milîtanên Rêber Apo û wek gelê Kurd xwe berpirsiyarê yekem a azadiyê bibînin û ser vê esasê şer bikin û têbikoşin. Lêgera azadiyê lêgerêk herikbare, xwestekekî şênber e û tekoşînekî bê eman dixwaze. Fam kirina azadiyê û legerînên azadiyê jî mijarekî girînge. Lewra Serok Apo dibêje; ‘Ji nan û avê zêdetir em pewîstiyê xwe azadiyê bibînin.’ Ew jî tê wê wateyê ku azadî tiştekî mûtlaqe û nebe nabe ye. Vê mijarê de Serok Apo pênase dike ku azadî ji bo wî ne tiştekî razber e, azadî şênber e. Azadî tiştekî jiyanî ye, ger neyê jiyîn tê wateyê pirsgirikekî esasî heye. Pergala heyî de gelek pirsgirêkên civakî hene. Lê ger kom kirina van pirsgirêkan bê dest girtin, wek encam hemû li bin banê yek pirsgirêkê de kom dibe. Ew pirsgirêk jî pirsgirêka azadiya civakê ye. Demên berê de mîna civaka xwezayî de pirsgirêka azadiyê nîn bû. Civaka xwezayî de jî pirsgirêkên xwe têr kirin, xwe zêde kirin û her wekî din hebû, lê pirsgirêka mîna azadiyê nîn bû. Pirsgirêka azadiyê kengê derket? Piştî ku şaristanî derket wê çaxê pirsgirêka azadiyê jî derket. Lewra avabûna şaristaniyê re kole û efendî hwd. pergala hîyerarşiyê ava bû. Ev jî bi destê însan, bi aqlê însan çêbû. Hemû bingeha pirskirikan de ev heye. Lewra Serok Apo altêrnatîfa ku pêşkeşî civakê dike ewe ku, mîna berê bê ku pirsgirêkê azadiyê bê jiyîn mirovahî bi hevre, şert û mercên wekhev de bijîn. Mirovahî azad bifikire û azad bijî.
Sosyolojî civakê pênase dike, bi civakê re mijûl dibe. Ji xwe watê ya xwe jî zanista civakî ye. Lewra Serokatî ji bo çareser kirina pirsgirêka civakê berhema xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê danî holê. Pirsgirêka heyî bes bi altêrnatîfek dikare were çareser kirin. Serokatî jî hemberî vê pirsgirêkê modelek nû pêş dixe. Ev model jî Demokratîk Modernîte ango Şaristaniya Demokratîk e. Serokatî hêrsa xwe ya îdeolojîk zivirand li hemberî dijmin ango hêzên Kapîtalîst Modernîte û kesên azadî ji destê me girtine. Wek encam kesên ku ser xistine em bi xwe ne. Lê ji bo ku em tam ser bixin û serkeftinên mayînde bi dest bixin pêwîste paradîgmaya Serokatî ya Modernîteya Demokratîk hîn şênber jiyanî bikin. Kesên ku şênber bikin jî; kesên azadîxwazin û kesên şoreşgerin.
Ji Aqademiya Mahsûm Korkmaz a Ji Perwerdeya Sosyolojiya Azadiyê hatiye berhev kirin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 142
Çine Hest?
‘‘Hemû parçeyên gerdûnê, madde û yekbûna enerjiyê ya li derveyî însan di qewime cardin bi rêya hest û fikir berdewam dibe. Ti parçeyên gerdûnê, madde û enerjiya ku li derveyî însan di qewime, bêyî fikir û hest namîne. Ya yekemîn heger em behsa dîroka gerdûnê dikin em behsa vê dikin.” Rêber APO
Heger em bixwazin kokên hestên xwe û hebûna hestên xwe bi wate bikin, em bi vê girêdana dîroka gerdûnî dest bi kar bikin wê rastir be. Ji ber ku hest, qada hestên me (deng, tam, bêhn, dîtin, destdayîn, bihîst) bi gerdûnê re, bi cîhana me ya hindirîn re, bi civakbûna me re girêdayî, me dixin nava hevkariyê. Hestên me cîhana hevkariyê ne. Ev cîhana hevkariyê û kokên hestên me berî ku em di vê gerdûnê de çêbibin ji zû de di gelek zindiyan de hebûn û pêş ketibûn. Ajoyên hindirîn, hîs, pêhesîn, hest bi hevdûre girêdayî pêşketine. Her çiqasî di însan de weke gaveke pêşdetir bin jî, kokên hestan di dîroka gerdûnê de hene.
Hest bi Tirkî di wateya duymak-bihîstinê de ye. An jî ji bihîstin têgihiştinê tê. Ji vê koka peyvê hatiye zêdekirin. Her wiha tenê di wateya bihîstina guh de fam kirin wê kêm bimîne. Bihîstin çalekiya zindiyan ya bi cîhana dora xwe re ketina nav têkilî û dayîn standinê ye, her wiha di vê qadê de hestên xwe, hêza xwe ya hindirîn bikaranîne. Heger em wiha bifikirin wê demê em ê bi çavkaniya hêza mezin ya hestan, enerjiya wan ya bilind, bêdawîbûn, dewlemendî û azadiya wan bihesin. Di gava yekem de dema mirov di nava hestên xwe de dikeve vê ferqê mirov ji bo watedariya hebûna xwe hîn zelaltir dibe. Ev watedariya mirov bi xwe di asta jiyanî de ye. Heger em bikevin ferqa vê girîngiyê û vê birêxistin bikin, di zeman û mekanê rast de bi xebitînin; em ê bikaribin bibin mîlîtanên xwedî tekoşîna bibandor ya li hemberî zilma li ser xwezaya civakê û xwezaya yekemîn tê meşandinê. Em ê bikaribin li hember vê zilma bê sînor bi tesîr bibin.
Di tekoşîna Rêber APO de hest, bûn diyardeyên bingehîn. Hertim bi hişyariyeke mezin nêzî vê qadê bû, bi wate kir, fam kir, da famkirin, mezin kir û penase kir. Her wiha hest, bûn diyardeyên rastiya civakî ya bingehîn. Rêber APO heya pêvajoya Îmraliyê di hemû dahûrînên xwe yên bîrdozî- rêxistinî de ku aliyên wan yên civakî û derûnî pir bi hêz û kûrbûn ji bo rastiya civakê û kadro dan pêşxistin û hertim bi asta hest û hêza hest ev nirxandinên xwe kûrtir kirin. Di felsefeya me ya azadiyê de û di tekoşîna me de rastiya hestan bi rastiya Rêbertiyê re girêdayî hatiye bidestgirtin û di Şexsê Rêbertiyê de naskirina hestan, rêzdariya hestan, bilindkirina hestan, xweşik kirina hestan, perwerdekirin, pêşxistin, afirandina hestan hatiye bidest girtin. Li beramberî vê hestên xerab, an jî nebaş naskirin, ew penasekirin, ew terbiyekirin, ji wan qûtbûn, politikaya li hemberî hestan dayîna meşandin jî wek rêbazê tekoşînê hatiye bidestgirtin û ev rêbaz heya niha hatiye meşandin.
Bi pêşketina Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk re jî hêza zeka ya hestiyar, hevkariya bi zekaya analitik re girêdayî rastiya civaka ehlaqî û polîtîk hîn zelaltir bû û bû bingeha nêzîkatiya me ya giştî. Di salên ku Rêbertî li qada Sûriyê de ev alî bi zêdehî hatin nirxandin û bidestgirtin. Rêbertî hertim kadro di asta hestan de tahlîl kir. Hestên însan yên ku tesîra wan li ser şer, polîtîka, tekoşîna azadiyê û jiyanê dike tahlîl kir. Mezinbûn û biçûkbûna hestan wek mijarên pêşxistina şoreşê di qada perwerdê de bi rêbazên hevpeyvînan di rojeva kadro de bicih kir û hertişt di mekan û zemanê wê de bi awayeke eşkere parvekir. Di kesayeta xwe de, ceribandinên xwe de û di têkiliyên xwe de hêza hestan bi mînakan ji me re destnîşan kir. Bêyî ku ev hestên mezin, heskirin û azwerî pêşbikevin, da nîşandan ku tekoşîna azadiyê jî pêş nakeve. Bi çend caran ev rastî danî pêşberî me û vegot. Pîvanên hestên samîmî-ji dil eşkere kir. Di her diyaloga xwe de, her qada jiyanê de, hevdîtinan de, bi pirsên “ Ma bi we re hestên nû pêşdikevin? De ka bibêjin, kîjan hest bi we re pêş ketin?” xwest cîhana me ya hestan fam bike. Hesasiyet û şiyariya xwe li hemberî hestan wiha raber kir:
‘‘…Hestên xweşik bi rastiyên civakî re girêdayîne. Niha di nav me de bi vebirî, hestên xweşik bi rastiya civakî re hela hela bi rastiya axê re girêdayîne. Derveyî van nikarin werin bidest girtin. Cardin derveyî têgeha azadiyê nikarin werin bidest girtin. Bêyî vana hest nabin… Têkiliya hestan bi navendên qadê civakî re hene. Mezinbûna hestan, bihevrebûna jiyana azad ya mezin bi asta tekoşîna civakî û siyasî re ji nêz ve girêdayî ye. Ez dibêm qey, pêşiya kelecan û hestan vekirin wê bi sûd be… Gelek girînge ku hest bi nazenînî werin terbîyekirin û pêşxistin…Hest û fikrên veşartî zirar didin. Em kengî bikaribin derxin holê û di aliyê rast de bi biryar bin wê herkes ji wan fêde bibine. Divê hestên we bikaribin pêş bikevin, hesasiyetên we hinek tiştan hîs bikin. Heya ku ez hestên xwe yên herî xweşik pêş nexim û vîna ku hemû zilmê derbas bike ava nekim ez wê rojê weke ku min jiyan kiriye na hesibînim. Nikarim hîs bikim…Hûn dixwazin hestên we yên baş hebin. Lê belê lêkolînek we ya zanistî jî nîne, divê di vê mijarê de bi gengazê tekoşîna we ya kûrbûnê hebe. Encax di encama tekoşînek wiha de hûn dikarin bigihêjin mezinbûna hestan. Ji bo hestên xweşik derbasî jiyanê bibin şer tê kirin. Şer ji bo jiyana zerîf-narîn û birêzê. Ji bo jiyana rêzdariyê bê jiyankirinê ye. Hestên mezin li ser kîjan bingehan pêş dikevin. Ev eşkereye û hestên ku me derxistine holê, hestên ku me pêş xistine mezinin, giştîne, naveroka wan dagirtiye û azadîxwazin… Ya girîng berjewendiyên gel in. Ya girîng berjewendiyên rêxistinê ne. Di encam de ji xwe ceribandin û pêkanîn hene. Ev pêkanîn mezinbûna hestan datîne holê. Ji bo gel hestekî ava dike, hestên mezin derdixe holê, eşqa mezin derdixe holê…”
Rêber APO di nava salên dirêj de bi dahûrîn û tahlîlên xwe yên li ser hestan ev mijar bi gelek aliyan bidestgirt, penase kir, tahlîl kir û nirxand. Dûbare dûbare behsa hestan kir. Behsa mezinbûna hestan, mirov çawa dikeve ferqa hestên xwe, penaskirina hestan, birêxistinkirina wan, nelîstina bi hestan û qadên bi hesta lîstinê ji holê rakirinê kir. Hertim ev girîngî danî ber çavan. Di salên li Sûriyeyê de û pêvajoya Îmraliyê de jî ji bo Rêber APO hest hertim zindî bûn. Hebûna wan, enerjiya wan hebûn. Di Paraznameyên xwe yên di pêvajoya Îmraliyê de got; “Pêşketina hestan bi serê xwe mûcîze ye”. Hest weke hebûnên ku xera dibin, wenda dibin, radibin ser piyan, biçûk dibin, mezin dibin, didin fetisandin, bibask dibin, têxin, didin firandin, biçûk-mezin kor û her wiha penasekirin. Bi gelek hevokan penase kirin. Ji bo mezinbûna hestên me, famkirin-têgihiştinên me, hêza hestên me û bêhêziya wan, bêrêxistinbûna hestan û encamên hestên bêrêxistin di asta azadiyê de çawa xwe didin der, di her alî de Rêbertî xwest nîşanî me bide. Di vî alide bû xwedî keda bê dawî. Ev zêdeyî çil sale ev ked berdewam dibe û heya niha jî Rêbertî ya me ji bo rast bi destgirtina hestên me perspektîfan dide me.
Em hemû dizanin ku pergala kapîtalîst bi tinekirina hestên însan û bibinxistina zekaya hestiyar ya însan pêş dikeve. Heger hestên însanî zindîbûna xwe û tesîra xwe ya ser jiyanê parastibûna, ew kapîtalîzma wehşî ya ku jiyanê li mirovan dike dojeh û faşizm pêş nediket. Di van bîst-sî salên dawiyê de heman pergala kapîtalîst hêza hestan ya însan ku xwedî kokên mirovan yên bingehînin û ajoyên bingehînin; Bi armanca zêdekirina kara xwe ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye û heya niha jî bikar tîne. Bi vê armancê re girêdayî hestên însan ji bo xwe gelek girîng dîtiye û dest bi bazara hestan kiriye. “Zekaya hestiyar ya însan û hêza zekaya tahlîlî dema bikeve tevgerê û were birêxistinkirin bêyî ku pê bihesin hemû karker dikarin pir baş werin bikaranîn. Karker dikarin werin dagirkirin. Ne yek bi yek, kom bi kom dikevin bin xizmeta kapîtalîzmê. Tu dikarî van koman ji bo kapîtalîzmê baştir bikar bînî.” Êdî pergala kapîtalîst van gotinan bi awayeke eşkere bi ziman dike. Rêber APO bi armanca pêşîgirtina van dagiriyên pergala kapîtalîst û ji bo pêşiya pêşketina hestên însan di aliyê civakî-kesî de were vekirin hertim tahlîla hestan pêşxist. Bi van dahûrîn û tahlîlan tedbîrên civakî, bîrdozî û siyasî dan pêşxistin. Rêbertiya me dahûrîna xwe wiha bedewam kir; “Rêgeza Hest û Hişyarî an jî Hestiyarbûnê! Divê em bihest bin, hestiyar bin, ya xwezayî jî eve. Ev tedbîrek e. Ango di aliyê civakî, siyasî, hestiyariyê de tedbîreke: Divê ez hestên xwe jî perwerde bikim. Divê ez wan hestên xwe yên tine jî pêş bixim.”
Çine ev hest û hestên ku di jiyana me de ewqasî girîngî, tesîr û cihê wan hene? Çima ewqasî girîngin.
HEST: Di ferhengên Tirkî de wiha hatiye penasekirin. “pêhesînên weke famkirin, hîs, çavdêrî û şopên ku bi bûyer û diyardeyekê di cîhana hindirîn ya mirov de ava dibin, pêşbînî, pêşhîsî, nirxandina ehlaq, estetîk û her wiha, kêrhateyên girêdana bi van hestan, tevgera xweseriya mirov ya bi van hestan re girêdayî ku pêş dikeve.” Cardin bi xetên giştî hest wiha jî tê penasekirin; “Di encama veguhertinên halê ruhî yê însan de bi taybet veguhertinên hindirîn de û bi bandorên derdorê çêbûneke kompleks ya hevpar derdikeve holê. Ev veguhertina kompleks an jî ya giştî di derûniyê de veguhertinên din jî pêk tîne. (Di bîyolojiya însan de veguhertinên psikolojîk di qewimin). Ji vê qadê re veguhertinên psîkofîzyolojîk an jî veguhertinên derûniya fîzîkî dikare were gotin.” Bi vî awayî ev qad tê penasekirin û nirxandin. Hinek zanyarên rûhî jî hestan wek; “fonksiyona zanista rûhî” penase dikin.
Hestên me di heman demê de cîhana me ya rûhî ne. Dînamîkên herî bingehîn yên pêşketina gava yekem dîroka civakîne û cîhana me ya rûhî destnîşan dikin. Em cara yekem gerdûnê, hebûna xwe ya civakî û kesayetê di destpêkê de bi hîs, sezgî û hestên xwe têdigihêjin. Em bi hestên xwe tê derdixin. Hestên me tinebin em ê bibin hebûnên kerr û lal di gerdûnê de. Ji hemû hebûnan re em ê kerr û lal bimînin. Em nikarin hebûna xwe bi wate bikin û bi nav bikin.
Em bi carekê re dikarin gelek hestên însan bixin rêzê û bibêjin. Weke dilşewitandin, ayîdîyet, bêxemî, acizî-bêzarî, fikar, xof, tirs, wêrekî, diltengî, hestên dê-bavtiyê, hestên olî, evînî, hestên welatparêzî, hestên serkeftinê, binkeftinê, başî-xerabiyê, daxwaz-azweriyê, biçûk dîtinê, ezab, bendewarî, xwe dîtin û nepixandinê, xemgînî, kerb, çoş, dehşet, zindîtî, dijminahî, empati, sempatîyê, nerihetbûna ji hev, kîn, dilrihetî, valatî, xurûr, xeyidandin, êşandin, ji xwe razîbûn, ji xwe hesnekirin, xeyalîbûn, jixwe xweşbûn, nexweşbûn, huzur, bêhuzurî, bawerî, bêbawerî, avêtina hindirxwe an jî dilgirtîbûn, eleqedarî, heskirin, xwe radestkirin, pejirandin, şermezarî, heyrantî, tolhildan, îlham girtin, îlham dayîn, şermokebûn, meraq, minnet, kêfxweşî, şanazî, dilrehmî, nezaket, bêrîkirin, poşmanî, sebir, milkiyet, şaşmayîn-matmayîn, kelecan, xwe sûcdar kirin, nêzîkbûn, hesûdî, gûman, dûrbûn, hêvî, daxwaza cînsî, hîletê xwe jê anîn, dilê xwe jê xelandin, diltenikbûn, wehşet, tenêbûn, şiddet-tûndî, di bûyerekê de eliqî mayîn xwe bi demê re teng hiştin, nefret, bêxemî, bê wîjdanî…
Em dikarin li ser vê lîsteyê navê gelek hestan zêde bikin. Di çanda her civakê de penase û navê hestan tê guhertin. Bi qasî ku em nikarin bi hejmêrin çandên gelan hene. Di nava xweseriya hemû çandên gelan de hestên ku bê sînor tên guhertin û pêşketin em dibînin. Lê hemû jî ne tenê aliyê dil û rûhî yê însan, di asta tesîrkirina fikir û vîna însande ne jî. Ji ber vê sedemê ketina ferqa hestên xwe, binavkirina wan, ew pêşxistin, veguhertin, bihêzkirin, birêxistinkirin, di avakirina însanê azad de heya radeya dawiyê girînge. Di avakirina jiyana azad de dikare were gotin ku gava yekem heger însan û civaka bi tendurustî be, pêşxistina însanê normal-asayîbe yekem radeya ku were bidest girtin jî asta hest û rewşa hesta ye. Zanista tibbî di destpêka lêkolîna tendurustiya însan û cîhana hestan ya însan de ye. Hewil dide têkiliyên di navbera wan de fam bike. Lê em weke mîlîtanên azadiyê em nikarin hebûna xwe ya civakî û takekesî ji cîhana zanista modernîteya kapîtalîst re bihêlin. Rêbertî di Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk de têkiliya bi tendurustî ya însan-hest daniye holê. Ya ku maye jî gelek ji me bi ceribandinên xwe yên jiyanê di vê mijarê de bûne xwedî zanebûnên girîng.
Bi yek kirina vana û bi zanebûna kêrhateyên însan ku bikaribe heya dawiya jiyana xwe bi tendurustî jiyan bike; em dikarin tesîra hestan ya li ser tendurustiya xwe û jiyana xwe ya azad bi aliyê erênî de hedef bigirin.
KOMÎTEYA PAJK YA JÎNEOLOJÎ
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 154
Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê.
Ger niha êrîşekî bi ser mirov de bê, mirov dê wê çi bike zane an jî na? Wekî taybetmendiyekî gerdûnî di giştî zindiyan de ajoyên xwe parastinê hene. Xwe parastin, di giştî zindewaran de hevpar e. Wê gavê dema xeteriyekî bi ser zindiyekî de bê, wê bizanibe xwe çawa biaparêze, wê bersiva pêwist bide. Mirov dema li gerdûna zindiyan çavdêrî dike, dibîne ku di xwezayê de dervayê xwe parastinê cureyekî din yê pevçûnê nîne. Xwe parastin, di aliyê din de domdariya jiyanê ye. Lewra, şêrekî, gurekî an jî bazekî ger nêçir neke, nikare jiyana xwe bidomîne. Ji bo wî jî li vir êrîşê zindîyekî din wekî pêwistiyekî jiyanî derdikeve pêşiya mirov. Di civaka exlakî û polîtîk de, şer tenê bi armanca domandina jiyanê ango ji bo pêwistiyên jiyanî derbasdar e. Di xwezayê de û wekî xwezaya duyemîn, di xwezaya civakê de êrîş nîne, giştî êrîşên heyî êrîşên xwe parastinê ne. Bi hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk êdî xisleta êrîşê diguher e. Di despêkê de, êrîş tênê bi armancên pêwistiyan pêk dihat, lê piştî hilweşandina pîvanên civaka exlakî û polîtîk, êdî êrîş bi armanca dagir kirin û kolekirinê pêk tên. Ti zindî dervayê însan, bi armanca dagir kirin ango kole kirina zindiyekî din êrîş pêk nayne. Ev tenê aîdê însane û nîşaneya ji rê derketinê ye. Di gerdûnê de, di navbera giştî zindiyan de têkiliyekî hevpar heye, ev têkîliyekî sîmbîyotîk e. Diyalektîka gerdûnê li ser esasê hev xurt kirinê, hev xwedî kirin, hev têr kirinê ye. Lewra ne wisa ba, wê ti zindiyekî nikariba jiyana xwe bidomandina. Li vir di paraznameyên Rêbertî de jî xalên gelek girîng hene. Rêbertî di paraznameya xwe ya bi navê ‘’Parastina gelekî de’’, di pela 35.’de li ser vê mijarê berfireh diraweste. Her wiha di parasnameya pêncemîn de li ser van mijaran bi awayekî felsefîk û ilmî gelek şîroveyên nû pêş dixîne. Ev zanista di mirov de pêş dikeve mirovan dibe hindek encaman. Em niha dixwazin wekî têgeh fermandar pênase bikin. Wê gavê fermandar çiye, kî an kê dibe fermandar? Xislet û xusûsiyetên fermandartî çine? Ger mirov bala xwe bidê; wê gavê beriya pênase kirina diyardeya fermandar divê em şîddet ango tundî pênase bikin. Di despêka mirovahiyê de tenê cureyekî şîddetê pêk dihat, ew jî xwe parastin bû. Giştî zindî ji bo xwe biparêzin xwediyê amûrên xwe parastinê ne, her wiha şêrekî pencên wê hene, gurekî diranên wê, xezalekî lingên wê, marekî jehra wê heye. Ji bo zîndewar, xwe ji zirufên xwezayê, seqa û her wekî din, biparêzin, hirçekî xwediyê postekî sitûr e, çûkekî bi baskên xwe dikare heta cihên germ bifire. Lê wekî xwezaya duyemîn civaka însan ne xwediyê postekî sitûr e, ne diranên wî/wê tûj in, ne jî dikare wekî pezkoviyekî pir bi lez, bi bebeze. Însan, ne dikare bifire, ne jî dikare di nav avê de demdirêjî jiyan bike. Lewra, pêwistiya însan jî bi parastinê heye. Li gorî hindek nêzikatiyên pozîtîvist; yê însan diparêze hêza wî ya aqil e. Her wiha rastiya însan tenê bi aqil jî pênase kirin ne rast e. Aqil xistina navendê bi serê xwe rê li ber zayendeperestî, nîjadperestî, zanistperestî û olperestî vedike. Ji ber ku di rastî de yên parastina însan dike ne tenê aqil e. Aqil perçeyekî vê rastiyê ye, lê ne tenê aqil e. Ya rast hêza însan ya parastinê civakbûyina wî ye. Civakbûyinekî li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikeve jî rêya parastina esasî ya însan e. Di civaka exlakî û polîtik de çînayetî nîne, têkiliyên heyî li ser parastina civakê pêş dikevin, pîvanên dayikê derbasdar in. Di 20 hezar salên mirovahiyê de, demekî pir dirêj bi qasî 15 hezar salan, civak; li ser pîvanên dayikê bi rêve çûye. Em van deman, wekî serdema neolîtîkê bi nav dikin. Di serdema neolîtikê de hêza însan, parastina însan; ji civakbûyina însan ava dibû. Xwe parastin li ser esasê pêwistiyan pêş diket, di navbera însan û xweza de têkilî hîn xirab nebibûn, di heman demî di navbera jin û zilam de her wiha di navbera rêveber û civakê de jî têkiliya heyî sîmbîyotîk bû. Yanî tekîliyên heyî yê hev tine kirinê nebûn, yên hev xwedî kirin, mezin kirin, pêş xistinê bûn. Erkên jin û mêr her çiqas ji hev pir qut nebin jî, ji ber zirûfên zayinê yên jin, hên bêtir jin; bi kom kirina nebatan, çandinî û kêdî kirina ajalan re mijûl dibûn. Lê mêr hên bêtir bi nêçirê re eleqedar e. Nêçirvanî hindek taybetmendî dixwazin. Ger kesekî bixwaze nêçirvanî bike, divê bikari be, kêmînan çê bike. Ji bo girtina masiyan tor çê dike, ji bo kuştina ajalan keviran tûj dike, her wiha di cihekî de xwe veşêre û êrîş bike. Ev hêza plangeriyê ye. Di pêş de jî emê li ser rawestin, plangerî di taybetmendiyê fermandar de a yekemîn e. Mirov dibîne, ev taybetmendiyên di despêkê de di xizmeta civakê de ne, lê demekî şûn de li civakê dizivirin. Ji ber kû êdî aqilê analîtik pêş dikeve. Aqilê analîtîk yên ku ji hêst qut, zilam dibe ber bi desthilatdariyê û dibe sedem, pergala jin-dayik hilweşe. Lewra şaş neyê fêm kirin, aqilê analîtîk tenê di zilam de nîne, ev pêş ketina aqil jixwe di jin de jî heye, lê di jin de ji xwezayê qut nîne, ji hêst qut nîne û di xizmeta civakê de ye. Ger ne wisa ba, wê jin ji ku derr zaniba kîjan tovên genim diteqin û kîjan ji bo çandinî kêr nayên. Niha di xwezayê de du cure tovên genim hene. Cureyekî di teqe û tovan li dora xwe belav dike, ev cureyekî xwezayî ye û dihêle ku genim her sal, ji nûve çêbibe, ev cure mê ye. Lê cureyekî din jî heye, ew bi xwe di simbilê de dimîne, nateqe û li dora xwe belav nabe, li gorî xwezayê ev tov yê nêr e. Dibe di simbilekî de yek an di lib tovên nêr hebin, piranî tov mê ne. Lê jin, ev her dû cûre ji hev nas dikin û yên nêr diçîn in, ji ber di simbêlê de dimîne, dikarin kom bikin, bi hêrin, bikin nan. Mirov bala xwe bidê, ev aqilekî analîtîk, zanistekî mezin dixwaze, ger dem dirêjî çavdêriyên jinan û veguhestina hişmendî ango hafizaya wan nebana mirovahî pêş nediket. Dîsa bi kêdî kirina ajalan berhemên wekî cil û berg derxistina holê berhemên aqil yên jin in. Vana wekî 104 me'yên Îştar jî tên zanîn. Cil û berg çêkirin, tov kişf kirin, genim çandin, destar, teşî, agir her wiha gelek tiştên ji bo domandina jiyanê pêwîstî ji aliyê jinê ve pêş ketiye. Aqilê jinê di xizmeta civakê de kar kiriye, lê zilam ji ber sedemên nêçîrvanî di xwe de qurnaztî û hesûdî pêş xistiye, qurnaztî û hesûdî tê wateya ji rê derketina aqilê analîtîk. Ev aqil çav berdide berhemên jin, dixwaze van berheman bixe yê xwe. Li ser van nirxan dest dirêjî dike, demekî pir dirêj şerekî pir mezin di navbera jin û zilam de diqewime. Jin wisa jixwe de radestî hêza zilam nabe, şer pir dijwar di qewime, wekî Înanna-Enkî her wiha di gelek mîtolojiyan de, mirov dikare ev rastya şerê di navbera her du zayenda de bişopîne. Ev nakokiyên despêkê yên di navbera jin û zilam de, li dijî nîrxên civakê pêş dikeve. Wê demê êdî em dikarin behsa cureyekî din yên tundî yê bikin. Tundiya ku ji bo xwe parastinê pêş dikeve, êdî bi şaş kar anîna aqilê analîtîk re dizivire tundiya desthilatdarî. Tundiya bi armanca dest xistina nirxên civakê berhêmê zilamê hesûd yê kû li beranberî hêza jinê şer dike ye. Piştî ketina jinê, êdî civak ji hêza xwe, yê parastina xwezayî dûr dikeve. Ji ber kû xwe parastin taybetmendiyekî azadiyê ye, civakekî kole nikare xwe biparêz e. Wê gavê hindek kes derdikevin, civaka ku ji hêz ketiye diparêz in. Hindek kes jî li ser van civakan fermanan pêk tînin. Du, wateyên fermanan heye, yek civaka ji hêz ketiye ji nûve xistina tevgerê ye. Ya din jî di artêşbûyina zilam de pêş dikeve û xizmeta dagir kirin û koletiyê dike. Divê watê de hindek pêşeng in, hindek jî fermandar in. Mirov dikare wisa jî pênase bike, lê wekî têgînekî leşkerî divê mirov ferman û fermadarî baş fêm bike. Ferman û fermandarî ji ketina jin û civakê şunve pêş ketiye. Divê ev bê zanîn, di despêka xwe de fermandarî erênî nîne. Ji bo wî di dîrokê de mirov nikare zêde behsa fermandarên jin bike. Ji ber, fermandarî ji aliyê zilam de pêş ketiye. Di civaka xwezayî de ji bo tu xwe biparêzî pêwistî nîne kes fermanan bide te. Ji xwe ev wekî ajoyekî di însan de heye. Lê dema însan tê kole kirin, ji vê ajoyên xwe yên xwezayî dûr dikevin. Her wiha kole bûyin ji xwezabunê qut bûyine, ji rê derketina mirovahiyê ye. Bi kurtahî em pênase bikin, dû cureyên şer hene, yek; şerê parastina reva ye, du; şerê bi armanca dest xistina nirxên civakê ango şerê desthilatadariyê ye. Du cure şîddet hene, yek; şîddeta şoreşgerî ya kû bi armanca rizgar kirina nirxê civakê pêş dikeve ye, ya din jî şîddeta bi armanca kole kirinê civakê pêş dikeve ye. Wê gavê du pênaseyên fermandar hene, yek; civakê ji bo nirxên xwe biparêze dixe tevgerê ye, du; civakê bê hêz dike ye. Fermandarê yekemîn li ser pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin, fermandarê duyemîn, li ser bê pîvanî, çanda tecavuz, talan, dizî û dagir kirinê pêş dikevin. Fermandarên cureyên yekemîn temsîl dikin; pêşengê civaka xwe ne, yên bi armanca desthilatdarî tevdigerin di bingeh de, dizin, dijminê nirxê civakê ne. Her wiha vê têgîna leşkerî em dikarin li gorî rewşa îro, wisa jî pênase bikin; Ferman, ger mirov li gorî rastiya Kurd bi fikire mijarekî neyînî ye. Lewra, di hafizayan Kurdan de ti caran cihekî fermanan yên baş nîne. Ferman ji bo Kurdan, tê wateya hilweşandin, talan kirin, dagir kirin, qir kirin û tine kirinê. Ji ber ku di dîrokê, di der heqê Kurdan her dem ferman hatine dayin ku bên dagir kirin, hilweşandin û tine kirin. Bi awayekî din em pênase bikin; 'Ferman' wekî naverok, tê wateya destûr dayin ango sînoran diyar kirinê. Yê ku xwedî hêza fermanê ye, dikare sînoran bide diyar kirin. Di wateya dîrokî de jî, yê ku sînor dane ava kirin, fermandar in, ji xwe şerê desthilatdariyê bi sînoran destpê dike. Zilamê hesûd dema hêz bi dest dixe, gava yekemîn dîwaran ava dike, sînoran çê dike. Fermandar, di despêkê de li hember hêza jin pêş ketiye û ji jinê re dîwaran ava kiriye, jinê xistiye bin fermana sînorên xwe. Ji ber ku, di civakekî wekhev û azad de sînor nînin. Sinorên civaka xwezayî bi pîvanên exlakî û polîtîk pêş dikevin. Civaka exlakî û polîtîk xwediyê hêza biryar û pêk anînê ye, civaka xwezayî ji bo pêk anîna pêwistiyên xwe, xwe li hêviya kesekî nahêle, civak giştî di biryar û pêk anînê de xwedî mafe. Ji ber vê yekê, di civakekî exlakî û polîtik de pêwistiya sînoran nîne. Ji ber ku endamên vê civakê ne bi fermanan, bi berpirsiyariya xwezayî tevdigerin, pêwistî bi kesekî fermanan bide nîne. Lê di civakekî ku hêza xwe ya parastinê wendakiriye de pêwistiya pêşeng ango fermandar derdikeve holê. Ji ber ku li vir fermandarî tê wateya fêr kirina xwe parastinê. Di fermandarên bi pîvanên exlakî û polîtîk derdikevin holê de civak ji nûve bi hêza xwe ya parastinê dihesin û xwe fêrî parastinê dikin, li vir fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtîk in.
Wekî xulase, peyva fermandar, têgînekî leşkerî ye, girêdayî artêş û şer e. Li cihekî artêş û şer hebe, li wir fermandar heye. Fermandar, kesekî ku artêş û şer rêve dibe ye. Di şeran de yê diyarker fermandar e. Yê ku, faktorên şer serkeftî pêk tînin, fermandar in.
Bi kurtahî em fermandar, di van xalan de dikarin wisa pênase bikin.
- Fermandar pêşengê civaka exlakî û polîtik e.
- Fermadar fêrkerê zanista xwe parastinê û ava kirina vîna xwe parastinê ye.
- Fermandar, cihê ku lê ye hêza biryarê ye.
- Fermandar, rêvebirê şer e.
- Fermandar, diyarker û bandorker e.
- Fermandar çarenûsa şer diyar dike.
- Serxistin û binxistina şer girêdayî fermandar e.
- Fermandar, saziyekî rêvebirina şer e. Her çiqas fermandar kes e, ewqas jî saziyekî ye.
- Cihekî artêşbuna jin hebe, li wir fermandariya jin jî heye. Ev mijarekî nû ye, ji ber ku desthilatdarî herî zêde xwe di mijara artêşê de bine saz kiri ye, li vir fermandariya zilam pêş ketiye. Lê me di destpêkê de jî got, li kur şer û artêş hebe li wir fermandarî jî heye. Di vê manê de em mêze bikin, di şerê me de, yekîneyên parastina jin hene, wê gavê li wir fermandariya jin jî heye. Di diyardeya fermandarî de, hindek faktor hene ku fermandar derdixînin holê. Yek ji vana yê herî bi bandor jî hêza bawerî û fikir e.
Ji Dersa Zozan Çewlîg A Fermandarî Li Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Bêrîtan Hatiye Berhev Kirin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 458
‘’Divê oryantalîzm di wateya fikrên feylesofên Avrûpî yên di der heqê şaristanî û civakên Rojhilata Navîn de neyê pênase kirin. Oryantalîzm, di derbarê xwezaya civaka xwe de li cihê fikrên zanistî pêş xistin û ronakbîriya xwe ava kirin de xwe bi hegemonyaya birdozî ya modernîteyê ve girêdan û pêkhateya wî ya ilmî esas girtin e.’’ Rêber Apo Oryantalîzm paradîgmayekî 400 salan e. İnşaaya zihniyetê ye. Kesayetiyekî wiha ava dike ku xwe li hember Rojvayê cihanê biçûk dibîne. Ji xwe bianî dibe, texlîta rewşenbîr, zanyar û pêlên ciwanan yê Rojavayê cîhanê dike. Oryantalîstên Rojavayê cîhanê Rojhilata Navîn biçûk dibînin. Îddîaya wan ewe ku Rojhilat paşde maye û cahil e. Van îddîayên xwe jî di esas de li ser rexne û êrîş kirina Îslamê ve binesaz dikin. Lewra divê bê zanîn ev nêzîkatîkî pir bi zanist e û di bingehê wî de mêtirsiyên birdozîk hene. Ji xwe ya bê zanîn ku Rojavayê cihanê bi van qaliban ve, hegemonyakî li ser zêhn daye ava kirin. Li gorî van qaliban Rojava navenda cihanê ye û her tişt li vir despê kiriye. Lewra ev rastî berovajî kirin e. Dayika her tiştekî Rojhilata Navîn e, hemû pêşkatinên mirovî tevî şoreşa neolotîkê ya ku xwediyê şoreşa ziman û çandiniyê li Rojhilata Navîn pêşketiye. Ango mirov despêkê xwe li Rojhilata Navîn pênase kiriye. Ji zihniyeta anîmîst hetanî mîtolojî û felsefe di giştiyan de hewildana xwe pênase kirinê berbiçav e. Lê em binêrin, rojavayê cihanê van pêvojayan mîna pêvajoyên hov, paşverû, barbar dide nîşandan. Gelo serdemekî ewqas dewlemend ya ku lêgera mirovbûyinê tê de veşartiye mirov dikare ji nedîtî ve bê û bêje ku ev serdem ya hov û barbaran e? Ev bi zanebûn tê kirin. Ev şaristaniya ku ji Sûmeran ve heta roja me wekî modernîteya kapîtalîst tê jiyîn mîna pêşketin dayina nîşandan û serdema ku ji mirovatiyê re dayiktî kiriye wekî hov dayina nîşandan wateya wî çiye? Mirov li xisleyê şaritaniyê binêre pir vekîrî wê bibîne ku xisletê oryantalîzmê jî heman tişt in. Şaristanî li ser esasê çînayetî pêşketiye. Têkîlî hîyerarşîk in. Taybetmendiyên ku me ji bo oryantalîzmê rêz kirin yek bi yek heman demî de taybetmendiyên şaristaniyê ne jî. Oryantîlîzm têgehekî ji aliyê Edwar Saîd derketiye holê ye. Saîd Oryantalîzmê wiha pênase dike; ‘’ Orîent di zaningehên Ewrûpî de dîsîplîn, sazî û faaliyetên di derheqê rojhilat de ye. Di aliyê din de di navbera Occident ango Rojava de cûdawaziyên bingehîn pênase dike. Wekî tê pênase kirin oryantalîzm epîstomolojî û ontolojiyekî xebatên Rojhilat dide meşandin e’’. Lê ya girîng Oryantalîzm di bin binkede bal dikşîne ser nexşeya Rojava û di vir de Rojhilat li derva dihêle. Bi gotinekî din Rojava navendî dike. Oryantalîzm bi mantalîteya ‘EM’ û ‘EW’ tegînên xwe pêş dixe. Xeteriyên herî mezin jî li vir despê dikin. Ji ber li vir, ‘EM’ dibe, kirde, ‘EW’ jî dibe subje. Ya biryar dide kirde ye, ya ji biryarê bandor dibe ango di bin bandora biryarê de dimîne subje ye. Oryantalîzm di alîkî de mîna ku lêkolînên di derheqê Rojhilat de ye. Di aliyê din de xwenasiya Rojava ye. Oryantalîzm pênaseya Rojhilat dike. Mafê pênase kirinê di destê xwe de digire. Bi zanist, felsefe û gelek lêkolînan dide nîşan dan ku tenê ew dikare her tiştî pênase bike. Ev jî cûreyekî despotîzmê ye. lewra bi feraseta ya min di derheqê te de pêş xistiye rast e, dide afirandin. Ji xwe mafê pênase kirinê di destê kî de be ewe serwer, ewe hêz û desthilatdar. Ya balkêş eve ku oryantalîzm rêbazekî avakirina feraseta Rojhilat e. Ango ewê Rojhilatê cihanê di derheqê xwe de çawa bifikire wê dide diyar kirin. Xusûsiyetekî din yê oryantalîzmê jî eve ku mêze kirina Rojhilat ji Rojava re dide diyar kirin. Di çand, wêje û hûnerê de xwe dide der û nêrînekî biçûk ditinê di xwe de dihewîne. Îddiaya oryantalîsta ewe ku Îslamiyet li pêşiya şaristaniya Rojhilat astengî dide ava kirin. Di bin qilifê ku Îslamiyet girtiye, mûhafazakar û dogmatîk de ye di esasê xwe de Rojhilat wiha pênase dike. Li gorî wan; Rojhilat paşde maye û sedemê wî jî dogmatîzma misilmantiyê ye. Oryantalîzm beşekî ji emperyalîzmê ye û wekî emperyalîzma çandî, dagirkirina zihniyetê tê bi nav kirin. Pêla oryantalîzmê piştî sedsala 17. bilind dibe. Belavbûna Îslamiyetê ya li Ewrûpa wekî xeterîkî tê dîtin û li hember wî gelek nîvîskar, lêkolînvan, seyyah berê xwe didin Rojhilat da ku rihê fethê yê İslamê fêm bikin. Bi vî ve kûlliyatekî mezin yê Rojhilat li Rojava kom dibe. Di wênesazî, wêje û endezyariyê de oryantalîzm wekî pêlekî bilind dibe. Oryantalîzm despêkê li Ewrûpa bilind bûye. Armanç mezin kirina hegomanyaya Ewrûpa û biçûk kirina nirxên Rojhilatê cihanê ye. Ger yekî Rojhilatî nirxên civaka xwe nas neke, lê derketinên li Ewrûpa hemûyan bizanibe ew kes occisdîst e. Yên li ber pêla oryantalîzmê heliyane, civaka xwe biçûk dibînin, dayika xwe biçûk dibînin. Jê şerm dikin. Bi cil û bergên Rojavayî, bi ziman û çanda wan jiyan kirinê wekî pêşketin dibînin. Mem û Zin nizanin lê pasajên Romeo û Jûliet ezbere dikin. Zimanê xwe ji bîr dikin, li pey fêr bûna Îngîlîzî dikevin. Vana hemû nîşaneya bandora paradîgmaya oryantalîzmê ye. Lewra her çiqas kesên di vê karê de ked dane, keda wan bi nirx be jî di encam de hemû danehevên wan kom kiriye ketiye bin xizmeta emperyalîzmê û mîna diziya nirxan mora xwe daye li binê dîrokê. Ji bo dagirkirinê hincet dayina ava kirin, jê re erd zemînekî çêkirin yek ji armancên paradîgmaya oryantalîzmê ye. Li gorî oryantalîstan Rojhilat li lêviya fetha Rojava ye. Ji ber ya pêşketî Rojava ye. Vê jî bi têgehên demokrasî, wekhevî û hwd dike. Lê di encam de tenê sed salîn dawîn mirov binêre wê bîbîne ku Rojava tenê êş û azar, şer û dagirkeriyê ji Rojhilat re aniye. Ger hûn jî di tesîra van qaliban de bin, divê hûn bizanibin tarzê we yê fikrandinê ‘oryantalîst’ e.
- Bi paradîgmaya dewlet, desthilatdarî, nîjatperest, zayendperest, hîyerarşîk fikrandin.
- Aborîyê wekî pêşketinên endûstriyalîzmê dîtin.
- Netewdewletî wekî diyardekî bingehîn xistina binkeyê azadiya civaka xwe.
- Li şûna pîvanê exlaqî, bi cih kirina zagonên hûqûqê.
- Çemka dîroka zilam ango feraseta his-story serwer kirin. Dîrokê wekî çîroka zilamekî, malbatekêi, qralekî dîtin û li gorî wî dîrokê şîrove kirin.
- Çinayetî wekî bingeha pêşketinan dîtin û tekoşîna çînan mîna dîrok dîtin.
- Feraseta meteryalîzma dîrokî. Wekî ku dîrok ji koletî, ewê ber bi feodalîzmê û kapîtalîzmê ve biçe ve şîrove kirin û vî wekî esasekî bingehîn dîtin.
- Zordarî û dewlet wekî pêşketî-paşketî dabeş kirin.
- Feraseta nakokiyan ku wekî hev tine dikin dîtin.
- Bi çemka zanista pozîtîvîst tevgerandin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 146
ZOZAN ÇEWLÎG Fermandariya jin di asta pêk anîna şoreşa jin de xwedî girîngîkî dîrokî ye. YJA Star, bi mîrasekî pir mezin yên artêşbuyina jin, xeta fermandariya jin da afirandin. Niha li çar perçê Kurdistanê, mirateyekî jin yên fermandarî heye. Dibe berê ev nebû, em îddîakî wisa jî nakin, lê niha heye û pir jî xurt e. Asta dîrokê mêze bikin, yê ku herî zêde bê parastin hatiye hêştin jin e. Ji bo wî jî artêş buyina jin û di asta meşandina artêşê de fermandariya jin, ji bo azadiya jinê armancakê jê ne veger e. Li ser vê esasê naskirina dîroka jina azad, di heman demî de xwedî derketina artêş buyin û parastina xeta fermandariya jin, erkekî pir mezin yê li ser milên me ye. Ger em, di vê mijarê de li dîrokê temaşe bikin, wekî YJA Star, wekî tevgera jin divê em ferqa xwe bizanibin. Em ji ber ku xwedî mîrasekî ne, xwedî alternatîfekî ne, ji ber ku em xwe dispêrin sîstemekî, xwe dispêrin birdoziyekî, em hêza parastina birdozî û parastina îradeya tekoşîna azadiya gelan in, ya jinan in, ya gelê Kurd in. Em di vê mijarê de, hem mîrasa xwe bizanin, hem mîrasa xwe nas bikin û li kêleka wî jî divê ferqa xwe, gerek em bibîn in. Ev waneya me li ser fermandariya jin e. Her çiqas em, çarçoveyekî giştî deynin jî lê di cewher de emê li ser fermandariya jin rawestin. Di despêkê de emê pênaseya fermadartî bikin û di xetên situr de, behsa ezmûnên jin yên fermandarîyê bikin. Bi giştî emê hewil bidin ku li ser artêş buyina jin bisekinin û astengiyên pêşiya fermandariya jin bidin nasîn. Fermandarî, diyardeyekî yek pare ye. Fermandarî bi ti awayî nabe perçe perçe bê dest girtin. Fermandarî çiqas hêza fikir be, ewqas ya gotinê û ewqas jî ya çalakiyê ye. Asta fikir di pêk anîna fermandarî de şênber dibe. Ger fikir lawaz be, fermandarî pêk nayê. Di fermandarî de fermandariya lawaz nîne, fermandariya ku pêk nehatî heye. Fermandarî an pêk tê, an jî nîne. Dibe bê xurt kirin, wê demê divê di asta fikir de pêşveçun çê bibin. Fermandarî, birdoziyê di asta herî jor de pratîze kirin e. Fermandarî, waneya xwe zelal kirinê ye. Tevlîbuyina artêş buna jin wê çawa be, di artêşbuna jin de wê çalak kirina birdoziya rizgariya jin çawa pêk bê. Fermandarî di van mijaran de bi kurahî fêm kirinekî dixwaze. Fêm kirin û pêk anîn yekser bi hevre girêdayi ye. Yê ku fêm dike, pêk tîne, yê ku pêk tîne, fêm kiriye, girêdanekî bi vê rengê di navbeyna fêm kirin û pêk anînê de heye. Fêm kirin û pêk anîn, îddîaya mirovan diyar dike. Fermandarî bi îddîaya mirovan ve, raste rast girêdayî ye. Ger îddîayên mirov lawaz an jî kêm bin, mirov nikare di kesayeta xwe de zelalî ava bike. Rêviyên xeta azadiyê pêwiste xwedî îddîa bibin. İddîa amadekarî dixwaze, divê şexs hem di milê rihê, hem jî di milê bedenî de xwe xurt bikin. Xwe perwerde bikin, xwe ji nûve bixuliqîn in. Divê watê de, Akademiya Fermandarî û Gerîlageriyên Jin a Şehîd Berîtan, di xeta paradigmaya Rêber Apo de û di xeta bîrdoziya rizgariya jin de cihê xwe zelal kirin û di mana îdeolojîk de xwe razandine xeta azadiyê ye. Wekî tê zanîn; wekî tevger û gel em pir bi zehmetiyên mezin re ru be ru ne. Gelê me ne azad e, welatê me hatiye dagir kirin. Mirovên Kurd, di asta koletî de, di bin zextên pişavtinê de roj bi roj ji rastiya xwe tên dûr xistin. Gelê me ji her demî zêdetir pêwistiya xwe bi parastinê heye. Lewra, em di nava şerekî dijwar de ne, vî giştî heval dibînîn, di navê de dijîn, hîs dikin û dizanin. Çima pêwistî bi waneyekî(ders) wisa heye. Ji ber ku şerê me dijwar e û gelê me di zehmetiyê de ye, di şerekî ewqasî dijwarî têde tê jîyin de bi tevlîbuyinekî ji rêzê em nikarin bi serbikevin. Ji bo wî pêwistî bi perwerde heye, encax perwerde dikare ji hindek pêşketinan re, rê veke. Divê watê de, waneya fermandarî xwedî girîngîyekî mezin e. Ji ber ku milîtanên xeta azadiyê, ji bo di asta fermandarî de têgiştinekî bijîn divê xwe ji bo pratîkê amade bikin. Beriya her tiştî û pratîkê jî perwerde pêwiste. Waneya fermandarî wê ji bo têgiştin û pratîkekî rast bibe bingeh. Em wekî hêzên YJA Starê, xwedî mîrateyekî pir xurt in. Bi rêya perwerdeyan em dikarin ev hafizaya jin ya artêşbun û fermandariya jin radestî şopdarên rêça azadiyê bikin. Li ser wateya têgina 'STAR' Beriya mirov behsa fermandarî bike, divê mirov behsa YJA Star'ê bike. Lewra YJA Star bi pêşengtiya jin, bi fedakarî û wêrekbuyina jin û herî zêde jî bi keda Rêbertî , hat ava kirin, di heman demî yên YJA Star'ê ava kirin fermandarên jin in. YJA Star jî, wana ava kir. Mirov, îro li hindek pêş ketinan mêze dike, difikire ku bi hêsanî çê bûne. Lewra di rastî de, çêbune tiştan qet hêsan nebûye. Her çêbûyînekî bi xwe re gelek berdêlên giran jî biriye. Her çiqas, di despêka tevgera me de jin, bi rista pêşengtî tevlî buye jî, di nava şer de pir bi nêzikatiyên paşve mayî re, ru be ru maye. Beriya ava buyina YJA Star'ê, di dîroka tevgera jina azad de, gelek ceribandinên jinan yên xwe rêxistin kirinê hene. Lê, ji ber mijara me li ser fermandarîyê ye emê nekevin berfirehiya van mijaran. Lê, wekî xulase be jî mirov bêjê, piştî pratîka Zelê û dahûrandinên Rêbertî li ser pratîka Zelê, êdî rewşa jin, digîje astekî cûda. Ji ber di van pêvajoyan de, jin wekî amûr, wekî barê şoreşê, her wiha pir bi nêzikatiyên paşve mayî re rû bi rû ye. Wekî nêzîkatî Rêbertî vana rexne dike û di salên 93'an de artêşbuna jin dixe rojevê. Ji ber texlîlên Rêbertî digîje wê astê ku, 'jin azad nebe, civak jî azad nabe ye'. Li ser vê esasê, roja şehadeta Şehîd Berîtan, 25'ê Cotmehê wekî mîlada artêş buyina jin, tê pejirandin û YJA Star derdikeve ser rûpelên dîrokê. Artêş buyina jin, beriya wî xwe dispêrê rêxistin buyina jin yên qadên civakî û di çiya de şêrê gerîla yên jin. Ev di astekî de, ger mirov binirxîne, şoreş di nava şoreşê de hûnandine, her wiha artêş buyina jin, bi xelekên beriya xwe ve gihaşt asta YJA Star. Lewra mirov dikare êdî pirs bike, çima YJA Star? Çima navekî din nîne, bi taybetî YJA STAR ango Yekîneyên Jinên Azad yên STAR? Çiye wateya Star? Wateya navê xwe yê dîrokî zanîn girîng e. Lewra, ger navekî hebe, pêwiste armanç û sedemên hebûna wî jî hebin. Nav armanç dide diyar kirin, nav sedemên hebûnê di hundirê xwe de diparêz e. Star jî, divê watê de hem wekî armanç, hem jî, sedemên hebûna xwe di hafiza civakê de veşartiye. Hindek tişt hene girêdayî hafizaya civakî ne. Rêbertî, hevdîtinên xwe de, gelek caran ji parezerên xwe re dipirse; ''Ya Star, gelo ma ev li gel we jî qet nayê gotin?'' û pir bi kelecanekî mezin, berdewan dike û dibê; ''Ew xwedavend, İştar e', İştar, Star û Stêrk e. Star, xwedavenda despêkê ye. Xwedavenda yekemîn di zimanê me de bi navê Star hatiye pêşwazî kirin''. Hêza xwe ji dîrokê girtin, civakê di rastiyên dîrokî de dest girtin, rêbazên Rêbertî yên rejîma heqîqetê ne. Star di hafizaya civakê de, xwedavenda evînê û xwedavenda parastina civakê ye. Star, strandin tê maneya parastinê, tê maneya şewq, stêrk, qaimbuyin, xurtbuyinê. Jin, di dema neolotîkê de şerker in û civakê diparêz in. Niha jî, di Kurdistanê de dema tengavîkî ango zehmetiyekî di qewime, dapîr û bapîrên me yekser dibên 'Ya Star', bangawaziya xwe ji Star re dikin. Hêna jî ev çand berdewam e, ev maneya Star ya dîrokî jî dide diyar kirin. Ev xwedavend ji aliyê Sumeran ve weke Nînhursag, ji aliyê Babîliyan ve jî weke Gula Bau te bi nav kirin, xwedavenda dayîk Star e ku li Mezopotamyaya Jorîn Kurd weke Stêrk jî bi nav dikin. Bi Sumerî Nîn= nasnava Xwedavendê, Hûr=çiya, gir, Sag=perçe, herêm, di vê maneyê de ye. Ji bo Mezopotamyaya Jêr çiya; li gorî ku Zagros û rêzeçiyayên wî ne, Navê Nînhûrsagê, weke delîlek e ji bo ku çanda xwedavendîtî ji çiyayan daketiye. Nînhursag, dema xwedavenda herêma çiyayên Zagrosê bûye, di ser Enkî re bûye. Lê pişt re, bi Enkiyê ku temsilkarê sembolîk ê çîna jor a Sumeriyan û şaristaniya dewletparêz e re, dibe yek ji çar xwedayên afirîner(An, Enlîl, Nînhursag, Enkî) “Dayîka kedî ya şaristaniya Neolîtîk pêş xistiye temsîl dike. Civaka li derdora dayîkê bilind dibe, weke sîmgeya xwedayîtî nasname qezenckirin e.”(1). “Di zimanê Aryen de beriya dakevin deştên Ferat û Dîcleyê, temsîla xwedavenda navê wê Star e (piştre bi Akadî Îştar), rastiya dîrokî ya di çavkaniya mîtolojiya Sumer de bi balkêşî datîne holê. Weke berhema şoreşa çandiniyê ya Neolîtîk a çanda xwedavendê, hêza wê û bi Sumerî çawa dane veguherandin bi zelalî tîne ziman.”(3) Star parazvan e, Star parazvana hebûn û jiyana civakê ye. Divê em, wateya navê xwe yê dîrokî baş bizanibin. Ne tesadûfe ku, di dîrokê de careke din, li Mezopotamya, li Zagros û Torosan bi navê STAR artêşekî jin hat ava kirin. Ev tê wateya vegera ser kokên xwe û li ser kokên xwe, ji nûve xwe şîn kirinê. Artêşa Star, YJA STAR li ser şopa Staran hatiye ava kirin. Ev pir bi wate û di heman demî de pir bi rumet e. Di bingeha ava kirina YJA Star de, armanca, parastina jin, parastina civakê, parastina wekhevî û azadiyê heye. YJA Star, xwedî erkekî dîrokî ye û bi erka xwe ya dîrokî rista xwe dilîze. Di despêka mirovahiyê de Star dihat çi wateyê, di roja me ya îro de jî gihiştiyê vê rastiya xwe ya dîrokî. Di dîrokê du rubar hene; yek desthilatdarî, ya din jî azadi ye. Xeta desthilatdarî bi xwe re şaristaniyê ava kir. Ya din jî bi xwe nirxên civaka xwezayî ne û ji despêkê, heta niha, ji bo parastina nirxên civakî şerê berxwedaniyê dikin. Desthilatdarî, nunertiya xeta îxanetê dike û li dijî nirxên civaka xwezayî, pêş ketiye. Xeta din, ya berxwedanî jî, rast xwedî derketina wan nirxên civaka xwezayî ne. Lê em dema li dîrokê mêze bikin, yên ku di dîrokê de di despêkê de li nirxên civaka xwezayî xwedî derketine jin in. Lewma, yên li dijî wî derketine jî, yên bingeha şaristaniyê ava kirine ne. Di despêka şaristaniyê de şaman, şef, zilamên şer heye. Lewra, ji aliyê van zilaman ve, di warê şerkeriyê de desthilatdarîkî dijî pergala jin, tê pêş xistin. Divê manê de hindek lingên bingehîn yên desthilatdarî jî hene. Çine wana aborî û artêş in. Van her du mijaran ji bo desthilatdariyê nebe nabe ye. Lingên esasî ne, qadên jiyanê ne. Ji ber vê yekê, yekemîn karê van zilaman jin, ji van qadên jiyanê derxistin e. Dema aborî tê gotin zilam tê bîra mirov. Dema siyaset tê gotin, zilam tê bîra mirov. Dema artêş tê gotin, dîsa zilam tê bîra mirov. Ji ber ku zilam di serxistina şerê xwe de, di van qadan de jinan têk biriye. Van qadên ku em navên wan dibêjin, qadên herî bingehîn yên jiyanê ne. Ger jin di van qadan de tine be, tê wê manê ku jin hebûna xwe wenda kiriye ango jin, di jiyanê de bê parastin maye, ji jiyanê hatiye qewitandin. Em bala xwe bidinê, ger em bêjin aboriya jin nînê, tê wê manê derfetên jiyanî yên jin nînin. Ger em bêjin, mafê jin yên siyasetê, yên polîtîkayê nîne, tê wê watê jin hêza xwe ya biryarê wenda kiriye. Ger em bêjin jin, nikare şer bike, tê wê manê jin hêza xwe ya parastinê wenda kiriye. Vana wekî xelekekî bi hev re girêdayîne û ger vana nebin li wir îradeya jin jî nîne. Pêwiste, em ji nûve, xelekên xwe yên parastinê ava bikin. Ger em wateya xweya dîrokî nizanibin, em îro jî rast nikarin şîrove bikin. Wateya navê xwe zanîn divê manê de jî pir giring e. YJA Star, hêviya serkeftina dîrokî ya jin e, di naveroka navê STAR de, bi dest xistina hemû qadên jiyanê heye. Di dîrokê de kesên mora xwe li dîrokê dane piranî zilam in. Navê jinê di dîrokê de hatiye wenda kirin. Şer, bi dagirkerî û desthilatdariya zilam pêş ketiye. Artêş jî, fermandar jî zilam in, jin di van karan de nîne. Di vê watê de jî, YJA STAR, ji dîroka şer yên ku bi destê zilam ve hatiye nivisandin re bersivekî dîrokî ye. YJA Star, bi rêxistin kirina hêza jin, di nava hêzên parastinê de karaktera artêşan guhert. Wekî tevgerekî şoreşger PKK, ne tenê di dîroka şerên desthilatdaran de, di heman demî de, di dîroka şerên xwe parastinê de jî guhertin da ava kirin. PKK bi tevlî kirin û pêşengî dayina jinê re, di şerê artêşan de jî, di şerê gerîla de jî, guhertin da çêkirin. Divê milê de ev mînak e. Divê em vê bizanin. Em wekî hêzên parastina jin, me xwe bi navê Star rêxistin kir. Ev di heman demî de, ji nûve peyda kirina hebûna jinê ye. Bi kurtahî em navê Star wisa dikarin bigrin dest.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 492
‘’ Di pozitîvîzmê de hewildana her tiştî bi metaryalîzma qebe pênase bikin heye. Li ser xetekî dûz her çûyin û qlîka sedem-encam pir diyarker e. Ger jiyana lawirên herî bingehîn bê zanîn ewe pir balkeş bibe. Gelo mar, dûpişk, çûk û lawirên bi pêsir çawa li gerdûnê mezê dikin? Lewra di nava civakê de tê gotin, ‘’Mîna gayê li trênê mêze dike’’, ev pênasekî pir balkêş e. Kevir û molekûlên qûmê çawa li hev dinêrin? Lera seknekî wan jî heye. Her wiha her tişt, bi giştî gerdûn û xweza ji xwe seknekî ye. Seknekî tevgerîner yê bê dawî ye.’’ Rêber Apo Pozîtîvizm Çiye? Pozîtîvîzm wekî têgeh peyvekî Fransî ye û tê wateye diyarde ango di zimanê Elmanî de wekî fenomen jî mirov dikare pênase bike. ‘Bûyerên pêk hatine û qediyane’ mijara lêkolîn kirina pozîtîvîzmê ye. Pozîtîvîzm di sedsala 19.’de wekî rêbazekî gihiştandina heqîqetê ketiye meriyetê. Xwe dispêre; ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’. Mirov dikare wiha jî bêje; tiştekî ku bi çavê xwe nebîne bawer nake û tenê bi ezmûnên xwe pişt rast e. Rastî ewe ku; tenê bi çav tê dîtin û yê hatiye ceribandin e. İlim li ser vê rêbazê pêşketiye û mirov dikare jê re bêje pozîtîvizm; ‘Rêbaza Zanistê’ ye. Di çaxê navîn de ev şêweyê fikrandinê li hemberî dogmatîzê derdikeve û xwe wekî ‘Reform’ û ‘Rônesans’ formûle dike. Heta wê demê dihat zanîn ku hemû bûyer, cîhan, xwezaya însan, gerdûn an ji aliyê xwedê ve hatiye xûlikandin an jî bi qasî felsefê pênase kiriye ewqas e. Lewra giraniya pergala ‘Dêra Xrîstiyanan’ li ser her tiştî serwer e û dervayê dogmayê xwe rê nade ti fikrî. Ev jî di civakê de tevizandinê çê dike. Ji xwe ya biryar dide ‘qeder e’ wê gavê pêwist nake însan ti tiştekî bike. Bila ji qedera xwe razî be û çi bi serê wê de jî bê, bila berê xwe bide xwedê û jê re şikir bike. Fikrandinekî bi vê rengê xitimandinekî mezin çêdike û di nava civakê de rizandin pêş dikeve. Kokên şer û aloziyên mezin di van deman de şax didin. Tepisandina heyî kombûna bertekan ava dike. Ev demekî reştarî ye, ji bo mirovahiyê. Demekî dirêj nehêştiye ku însan bi fikire, bi her awayî fikrê însan li hemberî xwedê hatiye darizandin. İnsan pir biçûk hatiye dîtin, di nava perdala dêrê de rihê însan hatiye fetisandin û kesayet bi xwe hatiye çewisandin. Ne gengazekî ku dervayê dêrê kes gotinekî din bibêj e. Ji vê bê dengî û reştarîtiyê derketin encax bi tarzekî nû yê fikrandinê çêdibe. Ronakbîrên Ronesansê giştî xeteriyan didin ber çav û li hemberî vê tarzê derdikevin. Pişt re ji vê serdemê re tê gotin; ‘’Serdema Ronak’’. Ev pêvajoyên ku niha em di xûlekekî de behs dikin bi qasî sê sed salan dom dikin. Ji sedsala 16. heta sedsala 19. şerekî fikrî yê pir dijwar di navbera ‘dêr’ û ‘ronakbîran’ de diqewime. Pir êşên mezin tên kişandin. Berdêlên pir giran tên dayin, gelek kes di vê pêvajoyê de ji ber fikrê nû diparêzin ji canê xwe dibin. Her ku çiqas di roja me de ev rêbaz jî nabe bersiv lê ji bo wê serdemê mîna şoreşekî ye. Em wiha bigirin dest ku bê rêzê ji bo kesên di oxira fikrên nû de berdêl dane de çênebe. Lê ji ber wiha ye nayê wê watê ku em bêjin ev rêbaz ya herî rast e. Gavekî ji bo pêşketinê bû, lê ne têrker bû. Ji xwe mirovahî hemû pêşketinên xwe di nava êşên herî giran de qezenç kiriye. Her wiha ti pêşketin bê berdêl çênebûne. Ya girîng mirov xwediyê wê cesaretê be ku bikaribe ji ya heyî re bêje; ‘’Bes e!’’. Wê gavê mafê mirovan çêdibe ku mirov ya kevin rexne bike û bi terikîne. Ji ber ti tiştekî bê ku tekoşîn û şerî wî bê dayîn pêk nayê. Ev kesên ku şerî wî dan kesên bi navê Galîleo, Bacon, Descartes û Newton in. Ji paradîgmaya pozîtîf ya ku li ser şêweya ‘çavdêrî’ û ‘ceribandin’ê pêş dikeve re Galîleo, Bacon, Descarters û Newton pêşengtî kirin. Binkeyên vê paradigmayê ji aliyê Bacon û Galîleo ve tên amade kirin. Lê di esas de yê paradîgmaya pozîtîf wekî zihniyetekî di asta felsefî de pêş dixe Descartes e û yê bi beden dike ango dizivirîne şêweyê jiyanê jî Newton e. Wekî şîrove mirov dikare bêje, tovên paradîgmaya pozîtîf Galîleo û Bacon in, can û giyana wî felsefeya Descartes e, laş û gewdê wî jî Newton e. Yê despêkê rêbaza ‘çavdêrî’ û ‘ceribandinê’ xist meriyeyê Bacon e. Bacon encamên ji ceribandinê xwe derdixe dike malê giştî. Decartes jî ji aliyê din ve dibe temamkerê Bacon û ji giştî derdikeve rê, digijê encamê. Di Descartes de ya girîng aqil e. Newton van her dû rêbazan dixe ye paradîgmaya fîzîka klasîk pêş dixîne. Piştî wî di hemû gav avêtinan de êdî bandora fîzîka klasîk heye ku di bingeh de rêbaza ‘çavderî-ceribandin’ û ‘aqil-analîz’ e. Lewra rastî tenê yê hatiye ceribandin e. Dervayê vî ti rastî nîne, ger hebe jî bi gûman e. Heta neyê ceribandin mirov nikare jê pişt rast bibe. Ev tarzê fikrandina pozîtîvîzmê ye. Di alîkî din de ev tarz jî mîna dogmatîzmê derî ji gûhertinan re digire. Her wiha ew bi xwe li hember dogmatîzmê rabîbû lê bi demê re ew xwe jî şibiya wî. Ji ber vê carê şûna xwedê ‘çavdêrî-ceribandin’ hat bi cih kirin. Lê gelo rastî ewqas hêsan e, ango ewqas teng e ku mirov her carî bi ceribîn e? Baş e, na! Gerdûn ewqas komplekse ku mînaka herî ber bi çav jî însan û civak e ku mîna di pileya sed de kelandina avê, nayê şîrove kirin û analîz kirin. Jê re rêbazin din jî pêwist dikin, rêbazên hên berfireh û li gorî zagonên gerdûnê. Di paradîgmaya pozîtîvîzmê de kesê herî navdar û mohra xwe li dîrokê daye Agust Comte e. Li vir bê ku em behsa Agûst Comte bikin nabe. Agust Comte ronakbîr û feylesofekî Fransî ye. Agust Comte çima ewqas girîng e, lewra yê vê fikrê bi nav kiriye û termînolojiya wî ava kiriye Agust Comte e. Comte li ser hêmanên feraseta Davîd Hûmê İngîlîzî û feylesofê Almanî Kant pozîtîvîzmê bi dest û ling kiriye. Dîsa John Stuart Mîll û Herbert Spencer jî bandorekî mezin li paradîgmaya pozîtîvîzmê kirin e. Niha dema mirov wateye pozitîfîzmê nizane be mîna ku behsa tiştekî erênî bike tê fêm kirin. Di rastî de jî Comte dema xwest termînolojiya pozîtîvîzmê ava bike ji wateya erenê ya peyva pozîtîf bi rê ket. Bijartekî wî di derbarê nav de wekî peyamekî ji ferasetên rizîner, xirapker, çewisîner, girtî, bê feyde re ye. Ji ber me berê jî diyar kir ku ferasetên di çaxa navîn de dihatin jiyîn, li pêşiya pêşketina mirovatiyê wekî diwarekî xwedayî bûn. Derbas kirina wan ‘sûc’, ‘gûneh’, ‘eyb’, ‘xirab’, ‘bê exlak’ dihat dîtin. Her wiha Agûst bi hilbijartina vê navê re bêje ku pozîtîvîzm ya çêker, peşketî û erênî ango ya baş e. Agust Comte ne tenê li hemberî îdealîzmê di heman demî li hemberî meteryalîzmê jî di nava helwesta red kirinê de ye. Li gorî Agust Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm tiştekî baş ji mirovahiyê re ne kirine. Her dû hişmendî jî ristekî neyînî li hemberî pêşketina mirovahiyê lîstine û neyînî ne. Di heman demî ji ber ‘ceribandin’ ne xalekî her dû hişmendiyaye jî ew bi xwe ‘metafîzîk’in. Ango li gorî Comte ne îdealîzm, ne jî meteryalîzm ne îlmî ne. Ger zanyarekî dixwaze bigîje îlma rast divê felsefê nexe nava karê xwe, ev fikra Comte ya herî balkêş e. Lewra Comte dibê, ne ku mirov bi rêya felsefê ve bigîje îlmê, pêwiste mirov bi rêya zanistê bigîje felsefê, ya rastî ev e. Pozîtîvîzm bi vê xisletê xwe mîna felsefeya zanistê ye. Hên di despêkê pêş xistina fikrê xwe de Comte bi vê hişmendiyê ve felsefê ango felsefeya ku xwe nespêre zanistê red dike. Lewra wê gavê pirsên bingehîn yê felsevê jîji xwe re naxe pirsgirêk û ji nedîtî ve tê. Ger mirovê ji pozîtîvîzma bi têgeh û nêrînên Comte pêşketiye re pênaseyekî bike, wê gavê mirov dikare bêje ku ‘felsefeyekî bê felsefe ye’. Comte xwedî wê nêrîna ku ger berjewendiyên zanistê bi pirsên felsefe ve hevseng nebin wê gavê zanist dikare felsefê ji nedîtî ve bê. Ji ber li gorî Comte zanist bi serê xwe ji xwe felsefeyekî ye. Ji xwe xeterî jî di vir de ye, zanist bi vê nêrînê ve ji felsefê qut dibe û wateya xwe wenda dike. Wiha zanist tenê dibe amûrekî mekanîkî û yek alî dimîne. Ya din encamekî wiha ye zanebûn bi perçe kirin, pîvandin, qelişandin, bi rêbazên mûtlaq û teqez tê bi dest xistin. Di encam de her ku çiqas ji meteryalîzmê re rexnegir be jî pozîtîvîzm ji wî xiraptir di astekî meteryalîzma qebe de dimîne. Dîsa xalekî din yê girîng ewe ku pozîtîvîzm tenê li ser diyardeyan pêş dikeve. Pozîtîvîzm li ser bûyerên pêkaner teşbîhan dike, lê bûyeran pênase nake. Ger em mînaka vê bidin wiha ye; rih û madde li gorî felsefeya pozîtîvîzmê ne pêkan in, ji bo wî jî ne tên pênase kirin ne jî tên zanîn. Pêwist nake ku rih û madde bibe mijara zanista pozîtîvîzt, ev mijar ji bo zanistê xerc kirina demê vala ye. Ji ber nayên zanîn. Ango tenê tiştên bi çav tên dîtin, tên bihisitin, tên tam kirin diyarde ne, yê din nayê zanîn. Pozîtîvîzm di vê warê de li ser esasê encamên bûyeran û têkîliya di navbera wan de xwe dide ava kirin. Ya girîng encam e, di çûndina encamê de bûyerên di qewimin bi nêzikatiya pozîtîvîzmê ne girîng e. Encam her tiştî diyar dike, beriya wî çi bûye, çi qewimiye, çawa bûye nayê zanîn, ji xwe pêwist nake zanist bi vê re jî xwe mijûl bike. Lewra ev mijûlahîkî vala ye. Gelek kes li hemberî van nêzikatiyên Comte helwest danîn. Ji vana yê herî navdar jî Einsteîn e. Ji xwe bi pêşketina qûantûmê re zanista pozîtîvîst di astekî mezin de vala derket. Lewra Comte tenê bi zanyariyên pozîtîf re mijûl dibû û her du felsefeyên despêkê red dikir, di encam de ev nêzikatiyên Comte çêbûna tiştan ji nedîtî ve dihat û li gorî xwe ji pirsa hebûnê re bersivekî dida. Her merheleyekî çêbûnê xwedî bandoriyekî mezin e û di heman demî de her encamekî jî bi xwe merheleyekî çêbûnê ye. Lê di mantalîteya Comte ev tişt nîne. Ew bi xwe tenê bi encam û têkiliyên di navbera encaman re têkildar e. Pirsa ‘çawa çêbû’ li gel Comte tine ye, ew bi xwe bi pirsa ‘wê çawa bandor bikere’ meşgûl e. Ya girîng ne çawanî, hejmar e. Hindûr na, qalik girîng e. Ji bo wî jî felsefeya wî sûbjektîf e. Ji danehevên Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ôcalan sûd hatiye wergirtin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 589
Emê vê nivîse di sê beşan de bidin.
- Dogmatîzm
- Pozîtîvizm
- Çend Makezagonên Pozîtîvîzmê û Encam
‘’Pêwiste însan bi qasî difikire bike, bi qasî dike jî xwediyê hêza fikrandinê be’’ Rêber Apo Jiyana azad li ser fikra azad pêş dikeve. Fikra azad jî xwe ji yê heyî rizgar kirin e. Lewra ji bo wî divê mirov yê heyî baş nas bike. Şêweyê fikrandinê, ziman û tevgera mirovan diyar dike, ger tarzê mirov yê fikrandinê pozîtîvist be mirovê her tiştî perçe bike. Ger tarzê mirov yê fikrandinê dogmatîk be mirovê di ya heyî de israr bike û nehêle ku pêşketin çêbibe. Lê rastiyekî gerdûnî yê wisa heye, her tişt di nava peywendiyê de ye wê gavê perçe kirin nahêle ku mirov giştî heqîqetê bibîne. Ji bo mirov bigîje rastiyekî gerdûnî pêwiste vê tarzê fikrandinê derbas bike. Dîsa dogmatîzm jî li dijî zimanê xwezayê ye. Her tişt digûher e, heta yê tenê nagûher e gûhertin bi xwe ye, ev jî gotinekî feylesofên despêkê ye. Lê dogmatîzm derfetê gûhertinê nade, ger tarzê fikrandinê li hember gûhertinê bisekine wê gavê xweza bi xwe dikeve tevgerê, yê di kevin de israr dikin dirizîn ango bi kerasetên mezin ve wan hildiweşîn, ev jî zimanê gerdûnê ye. Mirov nikare bi tarzê fikrandinên berê roja me ya îro pêşwazî bike. Pozîtîvîzm tarzê fikrandina du sed salan berê ye. Dîroka dogmatîzmê herî kêm çar hezar salan heye. Di serdema qûantêmê de, em van tarzên kevin bi nasin û mêze bikin ku ka bê em çiqas di ya kevin de mane? Wê gavê emê bibînin ku di esas de, sedemê di cihê xwe jimartîn, sedemê paşketin ango rizandin û hilweşandinan, bingeha xwe ji tarzê fikrandinê digirin. DOGMATÎZM ÇIYE? Dema ji bo kesekî, beşekî civakê, olekî, fikrekî re tê gotin dogmatîk e, divê mirov çi fêm bike? Dîsa dogmatîzm bi xwe çiye, çawa pêş ketiye? Em hindek li bersiva van pirsan di hewildana xwe ya fêm kirina qalibên têk dibin de bigerin. Bi kûrtahî dogmatîzm şêweyekî fikrandinê ye. Lê ev ne fikrandinekî wiha ji rêzê ye. Hindek pîvanên wî yên nayên gûherandin hene. Dogmatîzm, tê wateya fikrê mûtleq. Ger mirov bi fikrekî ve çavkorî hatibe girêdan wê gavê li wir dogmatîzm heye. Dogmatîzm hişk e û ji gûhertinê re teqez girtiye. Gûhertin hêmana jiyanê ye. Lê dogmatîzm dijminê gûhertinê ye, miriyê kevne û di kevin de mayînê de israr dike. Ji nîqaşê re girtiye, her ya xwe mafdar dibîne. Dema li dervayî wî fikrekî pêş bikeve vî wekî êrîşekî dibîne û demildest xwe dikşîne qalikên xwe. Li dora xwe sûran, qelheyan dide ava kirin. Gotinekî civakî heye, ‘ma tîpên Kur’an’ ê ye. Ji xwe ev gotin yekser dogmatîzmê pênase dike. Çawa ku tîpên Kur’anê nayên gûhertin, zagonên dogmatîkan mîna wan tîpan nayên gûhertin. Ferasete dogmatîzmê herî tûnd di olan de xwe dide der. Di dîn de dogma hene. Dogma çine, pîvan in. Pîvanên olî ti caran nayên gûhertin û li ser nîqaş nayên çêkirin. Dogmayîn dînî nayên rexne kirin, nayên şîrove kirin û nayên lêpirsîn kirin. Ji bo wî dema yek di ya xwe de israr bike wiha dibê; ‘’Xweda jî ji jorê bê, ez ji ya xwe danakevim’’. Çima her carî ji ol mînak tên dayîn, ji ber ol di têşe girtina zihniyeta mirovahiyê de cihekî xwe yê pir girîng heye. Her wiha mirov dikare bibêje, yek ji ferasetên têşe girtiyê yê despêkê jî zihniyeta olî ye. Ji bo wî heta mirov vê ferasetê baş nasneke, nikare dogmatîzmê jî fêm bike. Di roja me ya îro de yên di herî pêşketî de jî qalibên dogmatîzmê hene. Ji ber ev qalib di hafizaya civakî de qaliba herî kevn e. Li kê dera ya ji xwe danakeve, tenê rastiyên xwe diparêze hebe, li wir kêm an zêde dogmatîzm heye. Dogmatîzm qalibekî olî ye. Her wiha mirov nikare bi hêsanî jê qût bibe. Di şaneyên mirovahiyê de xwe baş bi cih kiriye û di her pêvajoyê de bi tûndî xwe daye der. Taybetî bi rêka olan bûye tarzê jiyanê û wekî çand rûniştiye. Lewra mirov bi hêsanî dikare bibêje ku xûrtbûyina dewletê jî ji tarzê vê fikrandinê tê. Her çiqas di bingeh de têkiliyên jêr û jor hebin jî lê ewqas bi xûrtî serweriya dewletê ji zihniyeta dogmatîzmê ne qût e. Lê çima dogmatîzm di hafizaya civakî de ewqas bi hêz bûye û çima jê veger ewqas zehmet e? Çend bersivên vê tiştê hene. Lê ya herî zû tê bîra mirovan zeîftiya însan e. Ji ber însan hem bi rêka dîn, hem jî bi rêka dewletê nasnameyekî ji xwe re dide ava kirin. Hêza ku ji xweda û dewletê tê diteyisîne kesayetiya xwe û bi vê ve jî xwe mezin dike. Lewra mirov dibê qey ew bi xwe bûye xweda ango dewlet. Ne balkêş e ku xelîfeyan ji xwe re gotine; ‘’Em siya xwedê ya li ser rûyê erdê ne’’. Dîsa gotinekî ji bo Napolyon heye, dibê; ‘’ yê dixûyê Napolyon e, yê dimeşe Fransa ye’’. Van her dû mînakan jî didin nîşan dan ku ka bê fikra dogmatîzmê di kok de xwediyê bandorekî çawa ye. Di roja me de jî em mêze bikin, zilam xwe wekî dewletekî biçûk dibîne. Hêza dewletê derbasî şexsiyeta xwe dike û ku wekî dewlet ew bi xwe ye hikmê xwe dimeşîn e. Ji bo wî jî dogmatîzm wekî tê gotin, derbas kirina wî wiha ne hêsan e. Di kok de sedemên hebûnê, xwe ifade kirinê, xwe pênase kirinê hene. Yekê ku li hemberî dogmatîzmê şer bike, divê samîmî be ku dixwaze ew hêza ku ji xweda ango dewletê digire berde û bi cewherê xwe tevbiger e. Di vê mijarê de mirov dikare mînaka serdema navîn bide. Ji ber di hemû pêvajoyên mirovahiyê serdema navîn wekî sembola dogmatîzmê ye. Di wê demê de bandora olî pir zêde ye û li ser giştî civakê hikmê xwe dimeşîne. Lewra kesên li hemberî vê hêzê derketine bi cezayên şewitandin û îdamê re rû be rû hatine. Mirov dikare du mînakan ji wê demê bide. Darazên engizisyonê li hemberî ronakbîrên civakê dema cezayên şewitadinê didin, dibên; ‘’Em agir pê bixin, ger sûcdar be ji xwe ewê bişewite, ger neşewite ne şûcdar e’’. Dîsa di nêçir kirina jinan de jî ev rêbaz dixin meriyetê, dest û lingên jinan girêdidin. Hesinekî giran bi wan ve di aliqîn in û berdidin golê. Dibên; ‘’Ger sûcdar be ewê bifetise, ger ne sûçdar be ewê xilas bibe’’. Ji xwe di her du mînakan de jî dixûyê feraseta dogmatîzmê çiqas tûnd e. Ya girîng biryara daraza engîzîyonê ye, ew biryare ku divê ew kes bê îdam kirin, sûcdar be an nebe, ferq nake, di encam de ewê biryara kûştinê pêk bê. Ji ber rastiyên engîzîsyonê di ser her tiştî re ne û ya girîng biryar bi xwe ne. Bi hezaran mirovên mîna van bê sûc hatin şewitandin, fetisandin, çermê li ser laşê wan hat gûrandin. Kesên ku xwestin li hember vê ferasetê derbikevin, bi qasî sê sed salan, di bin erdan de, di kûrahiya daristanan de xwe bi dizî rêxistin kirin. Da ku bikaribin hêza engîzîsyonê hindekî bişkînin. Taybetmendiya herî neyînî ya dogmatîzmê jî jiyanê di cemidîne. Herikabariya jiyanê, dewlemendiya wî di bin ferasetên dogmatîzmê de hişk û ziwa dibin. Ji ber dogmatîk tenê yek aliyekî jiyanê dibîne. Yan reşbîn û qedercî ye, yan jî ji pirsgirêkên jiyanê qût li hewayê digere. Yan di bin erdê de jiyan dike, yan jî li ser asîmanan difirie. Lingê dogmatîk ti caran erdê nagire û ji rastiya xwe pir ditirse. Ew jiyana ku fêr bûye berde, ewê kesayetiya wî hilweşe, vê baş dizane. Ji ber aîdê xwe, aîdê cewhera xwe ti rastiyekî peyda nekiriye, xwe ava nekiriye, ji xwe ditirse. Her di bin sîwana dîn û dewletê de bûye mûmînekî baş, bûye memûrekî girêdayî. Lê ti caran rîsk nedaye ber çavê xwe ku jiyanê kişf bike. Her wiha dogmatîzm tenê ‘yê xwe’ û ‘xwe’ dibîne, dervayî vî ti kes, ti fikir, ti jiyan nîne. Ger hewildanekî bi vê rengê derbikeve pêşiya wî, şûrê xwe dikşîne û dikûje. Ev jî dibe sedem ku civak û kes neçarî qedera xwe bibin. Yên di nava pergalên dewlet û dîn de dijîn, pirî caran dibên; ‘’Wisa hatiye, ewê wisa biçe’’. Ango; ‘’Qedera me wiha hatiye nivisandin, em neçarî qedera xwe ne’’. Di dawiya dawî de jî rizandin dibe qedera dogmatîkan, hilweşandin jî qonaxa dawî ya dogmatîzmê ye. Li cihekî jiyan neherike, li wir hilweşandin qeder e. Reber Apo ji bo dogmatîzmê dibê, ji dîrokê ve heta niha nexweşiya herî xedar e, fikrê mirovan kor dike, ji bo fikrên azad pêş bikevin divê mirov xwe ji vê nexweşiyê rizgar bike. Ger hêza mirovan ya fikrê hebe, dibê hêza mirovan ya kirinê jî hebe, bi qasî fikrandin, ewqasî jî kirin dermanê dogmatîzê ye. Ji danehevên Akademiya Zanista Civakî Ya Abdullah Ôcalan sûd hatiye wergirtin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 449


