• Kurdî
  • Türkçe

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. AKADEMIYA STAR

JINEOLOJÎ

Rêbaz: Rêber Apo jineolojiyê li ser sê lojiyan digire dest vana; etîmoloji, ontolojî, epîstemolojî ne. Di lêkolînên jineolojiyê de etîmolojî li koka peyvan digere, etîmolojî pênaseya jineolojiyê dike û agahiyên li ser jinê ji epîstomolojiyê tên girtin. Dîsa dîrok jî zanistekî bingehîn yên lêkolînên jineolojiyê ye. Pênase:Wekî têgeh jîneolojî ji du peyvan pêk tê; ‘JİN’ û ‘LOJÎ’. Lojî di zimanê Latînî de tê wateya zanist, her çiqas jineolojî wekî zanista jinê bê zanîn jî, ev pênase têrî wateya jîneolojiyê nake. Jineolojî zanista civakê ye. Jineolojî zanista jiyanê ye. Jineolojî zanista paradîgmaya modernîteye demokratîk e. Jineolojî zanista hevjiyana azad e. Jineolojî zanista wateyê yê. Wekî xûlasa jineolojî bi reng, aqil û mêzekirina jinê ve civakê, xwezayê û mirovahiyê ji nûve lêkolîn kirin, ketina kûrahiya wî û  pênase kirin e. Jineolojî wekî peyv despêkê di paraznameya Rêber Apo ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de di sala 2008’an de hat  şixûlandin. 1-Di beşa pirsgirêkên jin, zilam, malbat de Rêber Apo cara yekemîn behsa jineolojiyê dike û wekî çareseriya pirsgirêka jin û civakê jineolojiyê datîne holê. Di vê beşê de Rêber Apo wiha tîne ziman; ‘’Femînîzmê jî nikaribû pirsgirêkên jinê çareser bike. Ji bo çareseriya pirsgirêka jin û civakê pêwistî bi zanistekî jin heye ango ji femînîzmê jî wêdetir pêdivî bi jineolojiyê heye’’. 2- Di beşa hevjiyana azad de jî Rêber Apo di pênase kirina têkiliyên jin û zilam de dîsa behsa jineolojiyê dike û wiha bi lêv dike; ‘’ Jineolojî dikare di femînîzmê de dêrçûn ango derketinekî bide ava kirin’’. 3- Di beşa tevgerên dijî pergalê de dema Rêber Apo bal dikşîne ser femînîzmê li wir cara sisêyan behsa jineolojiyê dike. Çima pêwistî bi sosyolojiya azadiyê heye û girêdana jineolojiyê bi sosyolojiya azadiyê re çiye, dema Rêber Apo van mijaran bi berfirehî vedike jineolojiyê wekî derketinekî bingehîn pêşkeş dike. Lewra Rêber Apo beriya di paraznameya xwe ya bi navê ‘Sosyolojiya Azadiyê’ de behsa jineolojiyê bike, di paraznameye bi navê ‘Parastina Gelekî’ de pirsekî wiha dike; ‘’Çima zanistekî jin bila tine be?’’. Bi vê pirsê re di esas de Rêber Apo îşaret li ser pêdiviya zanista jinê dike û diyar dike ku zanistên heyî yên pozîtîvîst xwedî pergalekî ji hev xistinê ne. Di zêhn de perçe kirin didin ava kirin. Her wiha rixmê jin di giştê qadên jiyanê de xwedî rist e, çima di qada zanistê de cihê jinê tine ye. Zanista heyî her tiştî perçe dike û dixe mijara zanistê, lê jin bi ti awayî di rojeva zanistê de nîne. Ji ber zanista heyî zayendperest e, jinê der zanist hêştiye. Zanista zayendperest hincetê herî mafdar yê jinê ye ku zanistekî jinê çêbibe. Bi van lêpirsînan Reber Apo derî ji zanistekî nû re vedike û di vê paraznameyê de bingehê jineolojiyê amade dike. Wekî têgeh jineolojî her çiqas di sala 2008’an de ketibe rojeva tevgera jina azad jî lê heta gihiştandina vê têgehê bi kedekî bi salan, bi mîrateyekî mezin yê tekoşînê hatiye hûnandin. Jineolojî di çêbûna mirovahiyê de heta irôj di şaneyên jiyanê de her tim hebû. Jineolojî ne hebûnekî pişt re ye, berovajî jineolojî dendikê giştî hebûna ya û xeleka despêkê ye. Heqîqeta mirovahiyê li kur despê kiribe rastî de jineolojî li wir despê kiriye. Dibe wekî têgeh nebe lê ya tê jiyîn jineolji ye. Di hebûnê de rastiyekî wiha heye hindek diyarde bê ku nav lê bi kirin tên jiyîn, pişt re navê wan çêdibe. Hindek diyarde jî piştî navê wan lê tê kirin hewildana ava kirina wan despê dike. Jineolojî diyardekî ku beriya nav lê bê bar kirin xwedî hebûne û ya tê jiyîn e. Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de pêşket yek ji vana ye ku hebûna jineolojiyê dide nîşan dan. Dîsa tevgera jina azad ya ku keda wî digîje nîvê sedsalê diyardekî ji hebûna jineolojiyê ya herî berbiçav e. Lewra jineolojî  xwe dispêrê sê binkeyan ango li ser sê xalan pênaseyên xwe pêş dixe. Vana wiha ne;

  1. Şoreşa neolotîkê ya ku bi çemka civaka komînal di pêşengtiya jin-dayik de li Mezopotamya pêş ket/Çand, berhem, nirxên û pêşketinên serdema neolotîkê
  2. Çand, berhem û nirxên Rojhilatanavîn yên ku di çêbûna mirovahiyê de xwedî nirxê pêşdebirinê bûn/Mîrateyên tekoşîn û berxwedaniyên jinên cîhanê her wekî femînîzm, jinên pêşeng yên berxwedêr û tekoşîna wan.
  3. Bi derketina Rêber Apo re mîrateyên tekoşîna jina Kurd û tevgera azadiya jinê.

Ji Dersa Jineolojiyê Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan hatiya berhev kirin.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 31 Ocak 2024
Görüntüleme: 167

Pêngavekî Nû Ya Dij Şoreşî; Di Saziyên Ewlekariyê de Bi Cih Kirina Jinan

Em di despêkê de bala xwe bidin li ser hebûna jin ya di nava artêşan de. Ev hezaran salin, artêş amurê xurt kirin û parastina desthilatdarî û milkê zilam e. Artêşbuyina zilam li ser bingeha şef, şaman, şerkerê ciwan pêş ketiye. Şef, şaman, şerkerê ciwan di heman demî sê lingên esasî yê mîsoger kirina şaristaniya kapîtalîst e. Di her sê sazîbuyinên zilam de teqez cihê jin nîne. Ji ber k ev sazîbuyin li beranberî jin pêş ketiye. Şef buye rêveberî, şaman saziyên zanistê xistiye bin desthilata xwe, şerkerê ciwan jî veguheriye artêşbuyina zilam. Lê mêzekin, bi van her sê saziyan hem hêza biryarê ya însan yanî îradê ango vîna mirov, hem hêza zanistê ya însan yanî fikir û hêst ango rihê mirov û hêza parastina giştiyan ji mirov hatiye sendin. Ev rewş hezaran sale didome. Lê îro em temaşe dikin, di hindek saziyan de cih didin jin. Bi taybetî di deh salên dawî de, gelek hêzên desthilatdar jin tevlî artêşan dikin. Berê jî, di saziyên sîxûriyan de jin hebun, lê di artêşan de tev jin, zêde tine bu. Çima ev rewş wisa guherî? Ev saziyên ku zilam xwe ji pênç hezar salan zêdetir têdê bi cih kiriye de çima cih dane jinê? Ev rewş wisa jixweve neguherî, ev encamên tekoşîna jinê ye. Her çiqas jin bi hezaran salan, ji şikestinê re derbas bu jî, lê tekoşîna xwe ya azadiyê ti caran neda sekinand. Li kur derfetekî herî biçuk dît, xwe tevlî kir. Ev jî di roja me ya îro de bu bingehê hindek guhertinan. Nexwe, zilam zu bi zu cih nade jinê, jinê tevlî sazîbuyinên xwe nake. Me berê jî behs kir, ev sazîbuyinên zilam, encamên serkeftina zilam yên li beranberî jinê ye. Dewlet,bajar, çînayetî, daraz, artêş, zango vana hemû jî li gorî aqlê zilam yên analîtîk pêş ketine. Nişaneya zafera zilam in. Ji bo wî cih dayina jin, di asta şoreşekî jinan de gengaz e.  Bi giştî nebe jî, lê asta berxwedaniya jinan, êdî di astekî de li ser pergala zilam bandor dikin. Pergala zilamsalarî pêşketinên jin dît û  pêwistî dîtin ku hindek tevdîran bigrin. Bi aqlekî analîtîk, dixwazin ev encamên deskeftiyên jin bixin bin xizmeta xwe. Rast e, li gorî berjewendiyên xwe di hindek artêşan de cih dan jinan. Jinan digrin artêşan û di medyaya xwe ya şerê taybet de 24 saetan propoganda wî dikin. Bi vê jî jinan dixin perçekî şerê xwe yên taybet. Dibe, hindek kes ev rewş, wekî pêşketin bibîn in. Lê em wisa nagrin dest. Mînak Emerîka, Tirkiye û hwd jinan tevlî artêşên xwe kirin. Bi taybetî jî Tirkiye, tevlî kirina jinan ya artêşa xwe pir xist rojevê. Em vê pir baş analîz bikin. Ji xwe ev pêncî salin Tirkiye bi PKK'ê re şer dike. Her wekî din PKK bi xeta xwe ya azadiya jin li giştî cihanê deng vedaye. Wekî konseptekî taybet Tirkiye jî jinan tevlî artêşa xwe kir. Ev konsepta şerê taybet e û li beranberî PKK'ê hatiye pêş xistin. Ji ber ku di şerekî de dema xeta jin derdikeve pêş li wir îmajekî jî çê dibe. Di giştî cihanê de asta tevlîbuyina jinan ji giştî saziyan re pîvanên demokratîk buyinê dide diyar kirin. Tirkiye jî vaye nêzî pênci salin, dixwaze dinyayê bixapîne û xwe demokrasîxwaz û azadîxwaz bide nîşandan. PKK'ê jî, wekî hêzekî hov, dervayî mirovahiyê û terorîst bide nîşandan. Lê dinya giştî di tekoşîna PKK'ê de rengê jinê dibîne û dizane ku PKK ne ewê ku Tirkiye dide nîşandane. Ji bo wî Tirkiye, hindek sazîbunan pêş xist, mînak; JOH, POH heye, ev hêzên cendirme yên taybet û yên hêzên polîsan yên taybet in. Niha li kêleka vana JOAK hat ava kirin. Yanî hêza cendirmeyên taybet yên jin, di medyaya xwe ya şerê taybet de pir propaganda wî pêş xistin. Hên jî bi tûndî bangawaziya jinên ciwan dikin ku tevlî ev hêza jinan ya taybet bikin. Di serî de jî, me dan diyar kirin, ev li dijî hêzên şoreşger, bi taybetî jî li dijî PKK'ê pêş ketiye. Rewşa İranê jî heman tişt e. Di İranê de, ji berê ve wekî kevneşopekî jin di nava karên leşkerî de wekî sîxur kar anîn heye, lê vê dawiyê rixmê pergala xwe şerîate jî, di hindek avaniyên leşkerî de jinan tevlî artêşa xwe kir. Qasim Silêmanî heye, li İranê pir tê zanîn. Di artêşa İranê de gelek xizmetên wî çêbun. İran Qasim Silêmanî di pir milê de lê bi taybet di qada leşkerî de wekî pêşengekî qebul dike. Ev kesayet di sala 2020'de, ji aliyê Emerîka ve,  bi êrişekî sekvanî li İraqê hat kuştin. Di sala 2021'de, di salvegera kuştina Qasim Silêmanî de İran rêxistinekî nû ava kir. Wekî İran daxuya kirin ku ev avaniya nû ji bo bîranîna Qasim Silêman hat damezrandin. Taybetmendiya ev avaniyê çiye? Bi navê, Zeynep Silêmanî jinekî heye, ev keç an jî qiza Qasim Silêmani ye. Ev pêkhateya ji bo bîranîna Qasim Silêmanî hatiye ava kirin de Zeynep Silêmanî pir bi bandor e. Yekser ev avanî bi destê wê tê meşandin. Ji avaniyê re dibên, 'Rêxistina Keçên Hecî Qasim Silêmanî'. Em dikarin bêjin ku pergala van welatan çi dibe bila bibe, tevlî kirina jina yekser bi hêza jinê ve girêdayiye. Lê jin bi vê şêweyî tevlî kirin, tenê dikeve bin xizmeta desthilata zilam. Ev wê bibe sedem ku temenê pergala zilamsalarî hên dirêjtir bibe. Ji ber ku li vir armanç ne azadiya jin an jî parastina deskeftiyên jin in. Li vir yekser jin dibe parazvanê pergala zilam. Ger em ji bo Başurê Kürdistanê binirxîn in, em dikarin mînaka PDK'ê bidin. PDK jî, bi salane texlîda tevgera azadiyê dike, di her milî de em bişopîn in, PDK her dem ji pêş ketinên tevgera azadiyê, ji xwe re encaman derxistiye. Lê van pêşketinan ji bo berjewendiyên civakê ne şixulandiye.  Wekî mînak, piştî Şoreşa Rojava, bi taybetî di milê jin de hindek deskeftî hatin bi dest xistin. PDK, xwest li ser van deskeftiyan wekî texlîd kirina YPJ'ê, artêşa jinan ava bikin.  Bi taybetî jî, piştî êrişên Şingalê jinên ku ji fermanê reviyan ji aliyê PDK'ê ve hatin rêxistin kirin û di nava hêzên Roj de hatin bi cih kirin. Karakterê hêza Roj tê zanîn, ew li dijî rêxistina azadiyê wekî alternatîfekî bi taybetî ji aliyê hêzên komploger ve tê amade kirin. Tevlî kirina jinan jî li ser vê esasê ji bo vê hêzê pêş dikeve. Divê baş bê fêm kirin. Armancên hêzên komploger ewin ku deskeftiyên jinan bi van şêweyên zirav tasviye bikin. Tevlî kirina jinan ji artêşan re ne bi armanca fikrandina azadiya jinê ye, berovajî tê xwestin kole kirina jin, bi hên rêbazên ziravtir bê domandin. Ji bo wî, jinan tevlî artêşan dikin an jî ji wan re bi taybet artêş didin ava kirin.  Di rojeva wan de heye, hêzên wisa ava bikin ku li dijî deskeftiyên jinan bidin şixûlandin. Dîsa armancekî wan yê din, hindûrê artêş bûna jinan bidin vala kirin, dixwazin wekî qalikekî, wekî ambalajekî jin bixin rengên artêşên xwe. Ji xwe modernîteya kapîtalîst ev rêbaz tim û daîm bi kar aniye. Xuya ye ku, artêş dixwazin hindek karakterê xwe bigûherîn in. Wekî tevgera azadiyê em vê rewşê wekî pêş ketin nagirin dest. Ev di hûndirê xwe de xwedî gelek armancên veşartîne. Berê jî me bi lêv kir, armanç ne azadiya jin e. Li vir di hesabên desthilatan de ev heye, vala derxistina hêzên şoreşger û hundirê hêzên şoreşger vala kirin e. Berovajî wî, ew ji xweve, ev pergala xwe ya hişk nagûherîn in. Lê îro pêwistiya wan heye, qet nebe, ji bo berjewendiyên xwe hindek guhertinan, di pergala artêşan de, çêkirin. Bi vê rêyê jî, jin tevlî artêşan kirin, lê jin li vir tenê wekî dîmen an jî wekî amurekî xurt kirina hêzên dest hilatdar, tê bi kar anîn. Divê mirov li hemberî van derketinan pir baldar nêz bibe. Ji ber ku tevgera azadiyê pir berdêlên mezin xeta jina azad afirand. Jîn gihişt asta ku zanista civakî bi navê jîneolojiyê pêş bixe. Di her gavekî pergalê de ku bi taybet wekî şiklî bi rengê jinê tê meşandin, hemû li hemberî deskeftiyên xeta jina azad in. Ger ne wisa bana di despêkê de jinên pêşeng yê tavgera azadiyê, Sara, Rojbîn, Ronahî, Sêvê Demîr, Fatma, Evîn Goyî, Jiyan, Nagîhan Akarselan ne dihatin qetil kirin. Pergalekî di alîkî de jina qetil bike, di aliyê din de jî mîna ku pêşiya jina vedike tevbigere, ev pergal ti caran bawerî nade mirovan. Rojê herî kêm li Tirkiyê jinekî tê qetil kirin, mirov dikare bêje ku ew jinên di saziyên ewlekariyê de cih digirin ji bo berjewendiyên jinê li wir in. Ew jî bi rengekî jinê dikevin xizmeta zilam û ev rewş ji hemû gavên pergalê ya herî xetertir e. Ji Waneya Fermandarî Ya Akademiya Jina Azad Ya Şehîd Berîtan Hatiye Berhev Kirin  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Aralık 2023
Görüntüleme: 163

Çima Pêwist e, Parastina Rewa?

 Însan ji xwezayê qût bûye ji ber heqîqet hatiye perçe kirin. Di têkiliyên civakî de wekhevî nîne ji ber têkiliyên komînal xirab bûne. Zilam li ser jinê xwedî maf e ji ber jinê xweserbûyina xwe wenda kiriye. Dema em dibên însan divê li vir em kêvanekî biçûk vekin da ku di têgeh û têgînan de şaşîtî dernekevin û mijarên em dixwazin nîqaş bikin bi zelalî derbikevin zanebûnê. Wekî etîmîlojiya têgîna însan mirov dikare bêje ku; însan tê wateye ‘ya ji jinê tê’, peyvekî Erebî ye. Her kesekî ku Kur’anê lêkolîn kiribe; Sureya Nîsa dizane. Her ku çiqas bi aqlê zilam hindek tişt hatibin dest girtin jî ji bo têgiştina mijarê mirov dikare mînak bide,  ev sure ji bo jinê hatiye nivisandin, navê wê jî Nîsa ye. Nisa ango jin heman tişt e. Di wateya bingehîn de wê gavê însan her dû zayendan jî dikare bixe nava xwe, ji ber ev xislet di jinê de heye. Lewra wekî zayend jî jin di xwezeya xwe de xwediyê taybetmendiyên her dû zayenda ye. Ev mijar ji ber gelek berfireh e û bîyolojiya jinê jî dixe nava xwe, emê niha vê mijarê li vir zêde dirêj nekin. Lê divê li vir bê zanîn ku tiştê bi serê jinê de hatiye di heman demî de bi serî zilam de jî hatiye, ji ber her du temamkerê hev in. Dîsa însan di gelek deran de wekî civak jî tê nas kirin. Rista esîl a jinê wekî di hemû diyardeyan de xwe dide der cardin li vir jî derdikeve pêşiya me. Dema em dibên jin çavkanî ye ne ku em jî ferasetekî nû pêş bixin. Dibe hindek kes vê mijarê wekî jin-navend bi navê din feminasentîrk bigirin dest. Lê beriya her tiştî bila bê zanîn, em xwe ji vê ferasetê diparêzin. Feraseta ku tiştekî radike jorê û yên din li dora wî dixe ser çogan ewe ku textê qralan tîne bîra mirova. Em wiha nagirin dest û wiha jî nafikirin, em dixwazin li gorî rastiyên gerdûnî tevbigerin û fikrên xwe li gorî wî pêş bixin. Di mijara jinê de mirov dibîne ku jin di çêbûna xwe de bi rista bûyinê, çêkirinê, avakirinê wekî çavkanî derdikeve pêşiya me. Ev di rastî de pêwiste ne wekî avantajekî ne jî wekî  der avantajekî bê dest girtin. Diviya ev mijarekî notr bana, ji ber ev çêbûnekî gerdûniye û nabe sedemê serweriyê ango kolebûnê. Pir xwerû mirov dikare bêje ku ev cûdawaziya jinê ye. Cûdawazî her ku çiqas ne sedemê dersînor kirinê ye, bi ewqasî jî ne sedemê xwe navendî kirinê ye. Zilam jî di çêbûna xwe de erkê temamkeriyê hildaye, di aliyê fîzyolojîk de jî ji jinê bi qûwettir e. Lê ev jî nabe sedem ku zilam xwe serwer bike ango bê dersînor kirin. Ferasetên heyî ev mijar wekî me nagirin dest. Yekî bi hêz dikin, ya din ji hêz dixîn in. Ferasetên ku navendî dikin, hîyerarşîk in û bingehê qeyranên îro roj in. Lewra çavkanî dema tê miçiqandin der û berên li ber şîn dibin jî hişk û zûwa dibin. Rewşa roja me wekî xûlase ji ber van ferasetên şaristaniya navendî ev e. Jin, yên ji jinê tên û yên jin ava kiriye hemû li ber keraseta şaristaniyê tarûmar û derbeder in. Ne jin dikare rista xwe ya avakeriyê bilîze, ne civak dikare pêş bikeve û ne jî xweza dikare wekî berê berhem bide da ku di cîhana xwezayî de hevsengiyekî çêbike. Yên dixûyê, kolebûna jinê, mirina zilam û tofana xwezayê ye. Her wiha me di despêkê de got ku sê nakokî hene. Lê niha em mêze dikin ev sê nakokî wekî sê girêkan tên jiyîn. Rewşa heyî rewşa qeyrana dil û mêjî ye. Rewşa heyî ji bo jinê qrîz û pêxirtengî, ji bo zilam şer û kûştin, ji bo xwezayê jî keraset û talan e. Em naxwazin atmosferekî reşbîn bidin ava kirin lê heta em rewşê rast pênase nekin jî em nikarin biçin çareseriye. Dema cihekî mirovan biêşê rast e rast çi were ber destê wî danaqûrtîn e. Di despêkê de xwe baş dipelîn e, ger gûncav bê dîtin xwe derman dike, ger fêm neke diçe doxtorekî. Doxtor jî mûayene dike. Sedemên êşan tespît dike û li gorî nexweşiyan derman dide, qet nebe neşterê digire destê xwe û cihê diêşê diqelîşîn e, da ku bigîje çavkaniya êşê, ji bo bikaribe wî ji holê rabike. Bi metaforan pênase kirina pirsgirêkên civakî her ku çiqas di hindûrê xwe de rîska basît kirinê bîne jî lê em neçarin ji bo vê mijarê van metaforan bişûxîl in.  Lewra metafor pirî caran dibin sedem ku mirov meseleyan baştirîn fêm bike. Di vê mijarê de herî kêm ev mînak di cih de ye û mirov dikare bêje ku çavkanî hatiye xitimandin. Êdî dema wî hatiye ku em pirs bikin; Çavkanî di pêxirtengiyê de ye. Emê Çawa wê ji vê pêxistengiyê rizgar bikin? Beriya Bersivê; ‘Nexweşiya Tû Ya Minî’ Me di ser nîvîsê de got, sê nakokî hene. Niha li vir pirsekî wisa derdekive pêşiya me. Van nakokiyan çawa ava bûn? Zilamê neçirvan me berê jî gelek caran li ser wî lêkolînan parve kiribû dema  pê hesiya ku dikare li ser xwezayê serwer bibe wê gavê xwe xist navend, xweza jî kir hawirdor ango pergala serdest û bindest pêş xist. Ji xwe giştî hevsengî jî li vir xirab bûn. Neçirvanê qûrnaz, êdî çavê xwe berda pergala jinê û navên ku civakê li jinê bar kiribû yek bi yek xist yê xwe. Herî dawî jî ji jinê re got; ‘’Tû jî ya minî-Jina Min-’’. Gir, kanî, daristan, çem û rûbarên jinê hilweşand û li şûna wan textê xwedatiyê bi cih kir. Êdî ji vir şûnde civak berê xwe bide çi li wir zilamekî li ser dîkê dibîne. Zilamê xasûk, çavbirçî û qatîl li her derî bê ser û ber belav bûn. Di destê wan de kevir li pey nêçirkirina xezalekî, di destê wan de şûr li pey kûştina zilamekî, di destê wan de kûlîlk li pey kêdî kirina jinekî ne. Dibe kevir ango gûl, lê hemû jî heman tişt in. Hindekan neçîra xwe kûşt, hindekan jî kêdî kir. Tê zanîn yên mişk û maran bi jahriyê dikûjin, pisîk û berxikan bi şîr kêdî dikin. Dibe rengê amûrê bigûher e, lê armanca amûrê her car eynî ye, mafê jiyanê dikûje. Mirov dikare van amûrên di destê zilam de bişibîne vîrûsên şewba desthilatdariyê. Nexêr, kî çav bi van amûran ket dîn û har bû. Ket pey, ji xwe re jî yek peyda bike. Vîrûsa erdekî, jinêkî û malekî min jî hebe, mirovahiyê anî heta roja îro ku êdî ji nav derketin ewqas jî ne hêsan e. Lewra ev nexweşî her ku çû zêdetir kûr bû û şane bi şane civakê xist nava lepên xwe. Lewra ecêp tê ku mirov bi vê nexwşiyê nekeve. Yên li pey erd, jin û mal in wekî bi tendûrits tên dîtin, navê yê din bûne ‘nexweş’. Psîkologên herî zana yên roja me jî nikarin rast pênase bikin, ji kesên ne li pey van amûra re ne pir bi peyvên sofîstîke dibên; ‘’Hûn nakokiyên ontolojîk dijîn. Pirsgirêka we ya hebûnê heye. Hûn nikarin xwe ava bikin’’. Dermanê Vîrûsa Desthilatdariyê Dema bi hevokên herî tûnd em van mijaran tînin ziman, ev ne ji xwe ve pêş dikeve. Ji ber em êşa vê koletiyê baş dizanin. Ji ber me gelek caran şahidiya jinên herî bedew kirin ku ji bo nebin nêçir, ji bo bi erd û mal û gûl nexapin çawa xwe ji zinaran avêtin. Çawa bombeyan di dilê xwe de teqandin. Çawa agir di bedena xwe ya nazik de pêxistin. Nîvê sedsalekî ye PKK li çareseriya van her sê nakokiyên bingehîn yên mirovahiyê digere. Ji bo çareserî pêş bikeve gelek kesên kêziyên li bejna wan ba didan xistin diyarî ji bo pêşerojekî bê koletî. Ew wiha hêsan negîştîn asta îroj. Niha ew zane bûne, niha wan zilamê xasûk, çavbirçî û kûjerê jinê bi bin xistiye. Di nava daristanên xwe de, li ser kanî û çiyayên xwe ji nûve xwe ava dikin. Me berê jî bal kişand heta êş neyê penase kirin, dermanê herî baş jî bê şixûlandin, dibe nexweşî ji berê xiraptir bike. Di roja me çareseriya vîrûsa kû mirovahî pê ketiye jiyanekî demokratîk, ekolojîk û li ser bingehê azadiyê jinê bê ava kirin e. İnsan û xweza ewê li ser ekolojîya komînal bên gel hev, ewê civak li ser hîmên demokrasiyê ji cûdawaziyên xwe hêz bigire, ewê jin û zilam bi azad bûyina rih û bedena jinê hevsengiyekî di navbera xwe de ava bike. Ewê wê gavê rûmeta heskirinê bê qezenç kirin, ewê wê gavê gûl li ser koka şîn bibin, xezal li ser zinarên wekî kêran tûj bibezin û ewê însaniyet wê gavê bi rûmeta azadiyê bikaribe li rûyê hev mêze bike. Çareseriya qrîzên jinê hêza ku ji pêşketinê tê yanî azadiyê ye. Çareseriya şer û kûştina zilam demokrasî ye, jiyanekî hevpar yê komînal e. Çareseriya keraset û talan a xwezayê hevsengiya di navbera jin-zilam, însan-însan û însan-xwezaye. Ji bo wî jî dibê jin bi erka xwe ya sereke rabe. Bikeve nava karê xwe parastinê. Dîroka xwe nas bike. Xwe zane bike. Parasvanê xwezayê jî, yê civakê jî jin e. Ji bo xweza bê parastin divê jin azad be. Ji bo civak bê parastin divê dîsa jin azad be. Ji bo jin azad bibe divê bi karibe xwe biparêz e. Yanî, yê xweza jî, civak jî û jin jî biparêze dîsa jin e. Ji ber ew çavkanî ye û armanca çêbûna wê afirandin, parastin, xwedî kirin e, divê li vê erka xwe demildest varqile. Jinên bi hişmendiya azadiyê rabûne, hênasekî azadiyê dane civaka xwe. Mînakên herî berbi çav di tevgera azadiyê de tê xûya kirin. Kêsayetiyên jin wekî Azîmeyan, Besêyan, Sarayan, Berîtanan, Zilanan, Axînan, Leyla Sorxînan, Destan Botanan, Jîndar Rûmet Meyaseran û Cûdî Çekdaran bi xwebûyinê bûne nîşaneya vê çareseriyê.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Aralık 2023
Görüntüleme: 458

Waneyên Jîneolojî

Şehîd Leyla Agirî Yek ji mijarên ku Jîneolojî ji xwe re kiriye navend di lêkolînên xwe de, etîk-estetîk e. Ji bo vê xalê her nîqaşên me hebûn, em weke Jîneolojî di bingeh de zanista jin, zanista jiyanê  pênase dikin. Em li dîrokê jî binêrin li hember jiyanê berpisyariya jin herî zêde li pêşbûye. Ev rastiyeke tê nirxandin, em ji rol û misyona jin ya di destpêka avabûna civakê de bi rê dikevin, ne tenê ji aliyê fizyolojik ji aliyê taybetmendiyên wê yên civakî ve jî em digrin dest û dinirxînin. Etîk, berî her tiştî li jiyaneke rast gerandin e, ango mirov dikare bêje etîk bersiva vê pirsê dide: ‘ji bo jiyaneke xweşik û rast nirxên çawa pêwîstin?’ Ji bo peydakirina bersiva vê pirsê ketina nava lêgerînên berfireh û kûr lazim e. Estetîk jî tiştên xweşik di nav xwe de dihewîne. Eger em bi têkiliyeke hevbeş etîk û estetîkê bînin gel hev, tê wateya tiştên rast û xweşik di nav hevde ye. Lewra însanekê xweşik bifikire, xweşik tevbigere, em rastbûnê jî têde dibînin. Heya roja îro mirovan di wate dayina xwe ya ji jiyanê de nêzîkatiyeke erênî her ji etîk-estetîkê re pêşxistine. Bê watebûn jî, ji qûtbûna têkîliya di navbera herdû têgehan de dest pêdike. Ji bo ku Jîneolojî jiyanê bi wate bike û bibe îlmê jiyanê, divê mijara etîk-estetîkê di serê rojevê wê de be. Lewra da ku jiyan were xweşiktirîn, beriya her tiştî û her kesî divê jin xweşik bibe, bingehê xweşikbûnê jî em ji felsefê digrin. Xwe bi rêgezên felsefî re girtina dest û xweşik kirin lazim e. Xweşikbûna ku were avakirin, pêwîste ji felsefê û fikir ne qut be. Rêber Apo jî pîvanê xweşikbûnê wiha destnîşan kiriye; ‘Jina xweşik zekiye, ya zekî jî xweşik e’. Bêyî felsefê mirov nikare li xweşikbûneke rast bigere. Modernîteya kapîtalîst îro bi avakirina, navgînên kozmetîkê re, bi pêşxistina modayê re,  di têgeha xweşikbûnê de çewtî bi xwe re avakiriye. Li gor zihneyeta zayendperest û civakên modernîteyê têgeh û pênaseyên xweşikbûnê cûda derketine pêş. Em îro li van polîtîka û pênaseyên wan yên xweşikbûnê binêrin, jinan parçe parçe dikin. Ji bo vê xalê nirxandinê Rêber Apo jî bi vî awayî hene; ‘jin hezar parçeyî kirin e, li ser her parçeyekî jî fiyetekê datînin.’ Em dibêjin etîk- estetîk wê bihêle jin li xwezaya xwe vegere, lê ev sektorên ku li ser jin tên meşandin, di bin van navan de jinê ji xwezayiya wê qut kirine. Ev sektor li ser bedenê jin tîcaretê avadikin, ne tenê di qada cinsî de, di hemû qadan de, dike weke kirdeyekê û ji bo qezencên berjewendiyê xwe bi kar tîne. Ji bo ku jin nekeve van xefikan de, pêwîste di rêgezê xwe yê xweşikbûnê de zelal be, di rastiyê de xweşikbûn çiye, çi min xweşik dike an jî xweşikbûn ji bo çiye? Gereke jin vê bizane û fêm bike, ku ew ne mecbûre ji bo kesekî din xwe xweşik bike, ji bo xwe bi xwe, ji bo jiyanê pêwîste xwe xweşik bike. Lê zihniyeta zayend perest her bi jinê daye fêm kirin ku ew pêwîste her tim ji bo xwe bi zilamekî bide ecibandin,  divê xwe xweşik bike û fîzîkî xwe bi xemilîne. Di vê mijarê de xala esasî ew e ku jin, li gor xwezaya xwe pîvanê xwe yê xweşikbûnê diyar bike û li gor wê tevbigere. Pêwîste jin xwe ji van nerînên zanyendperestiyê hemûyan  bişo û paqij bike. Em jî ji aliyê xwe de ev tespît û nerînên ku di encama van nîqaşên xwe de bi pêşdixin, emê bi civakê re parve bikin ku, bi polîtîkayê qirkirinê yê heyî re nakokiyeke gel û jinê were avakirin. Jîneolojî jî di nava civakê de bi perwerdeyan, bi pênaseyên nû, herwiha bi avakirina qadroyên xwe wê qadê ji pergala zilamsalar re nehêle. Rêber Apo ji bo ku nirxekî di estetîkê de bi me bide avakirin, di her ziraviya jiyanê de , jivher aliyî ve, em perwerde dikirin. jin gereke di pîvanê xwe yê red û qebûlê de zelal be. Di neolotîkê de jî jinê xwe xemilandiye lê wê ji bo xwe, xwe xemilandiye. Pergala kapîtalîzîm ji bo ku firotina zêran zêde bike, çanda xwe xemilandina bi zêran ewqasî di şexsê jin de daye pêş, em weke milîtan Rêber Apo vêya napejirînin. Heya ku ev zêr tê derxistin bi hezaran mirovên çerim sor têne kuştin. Lewra Jîneolojî bi qasî ku pîvana zelal dike, avakirina wê ji bo birêxistinkirina van pîvanan jî girîng e. Jineolojî aborî jî weke mijareke sereke digre dest. Rêbertî di pênaseya aborî de got ‘’jin bi xwe aborî ye’’. Ji ber aborî di destpêkirina xwe de weke çalakiya demokrasiya civakê tê dîtin. Di vê çalakiyê de yê ku rola sereke lîsteye jin e. Anîna wê ji zarokan re, herwiha têkiliya wê  ya bi derdor bi civakbûnê re, rol û misyona wê, ev nasname pê daye qezenc kirin. Dema ku sermayeya yekdest pêşdikeve aborî jî, ji rastiya xwe, ji cewherê xwe derdikeve. Ev qad bi ked û rola jin ve avabûye, lê her ku çûye  di pergala şaristaniyê de jin bi zanebûn ji vê qadê dûr hatiye xistin. Ji bo ku jineolojî ji nû ve pênasyekî ji qada aborî re deyne, ji teoriya ked û heqdest re şîroveyên nû pêşbixîne, pêwîstî bi lêkolînên pir berfireh heye. Piştî diyarkirina van xalan û anîna wan ya ziman, naveroka wan were tije kirin, werin rêxistin kirin. Roza Luxemburg di tesbîtê xwe yê ji bo aboriyê de mînakeke diyarkere jin. Divê Jîneolojî bikaribe di vê qadê hem têgeh ava bike, hem jî rêxistineke ber bi çav çêbike. Ji bo sekinandina hinek kiryarên hovane yên li ser jin têne kirin, gerek xwe sipartineke maddî, aborî jî hebe bê guman. Ji ber ku em tevgereke civakîne. Divê Jîneolojî bi awayekî hevbeş bi rastiya civakê re rêxistinkirinên berfireh di vê mijiarê de jî pêş bixe û sazîbûnê çêbike. Eger destwerdaneke bi vî awayî neyê kirin, wê ji bo jin û rola wê ya di vê qadê de xeterî hîn zêde bibin û dibe ku êdî weke çarenûsekî ebedî ev rewş were dest girtin. Rêber Apo jî di şîroveyên xwe de, van pirsan bi lêv dike ‘’keda dayiktiyê wê di kudera ekonomiyê de bi cih bibe û wê çawa were pênase kirin? Em dikarin ji van pirsan bikevin rê û di vê qadê de rol û mafê jin yê jêhatî hatiye dizîn lê vegerînin.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ekim 2023
Görüntüleme: 159

Di Înşakirina Modernîteya Demokratîk De Rola Jîneolojî

Ji bo Jîneolojiyê mijarên sereke; dîrok, siyaset, etîk, estetîk, hûner, zanist, ol, felsefe, aborî û demografya ne. Bêguman heta niha di van mijaran de ji aliyê fîlozof, femînîst, anarşîst, û sosyalîstan ve gelek xebatên giranbûha hatine kirin, çareseriyên berfireh hatine pêşkêşkirin. Zanista Jîneolojiyê vana weke nirxên mirovahiyê yên eslî dibîne û li wan hemûyan jî xwedî derdikeve. Lê di merhaleya ku îro şaristanî gihîştiyê de ev hemû nirxên, danehevên mirovahiyê jî ji bo çareseriya kaosa me di destpêkê de pênase kir re kêm dimînin. Ango nagihîjin çareseriyeke bingehîn a ku wê hemû mirovahiyê bigire bin banê xwe û rizgar bike. Ji aliyê din ve zanista bi navend Rojava, her tiştê herî biçûk jî ji xwe re kiriye mijara lêkolînan û li ser xebatan kiriye, beşên zanistê ava kiriye. Lê ji bo jinê xebateke wiha nehatiye kirin. Weke jinekolojiyê beşek aydî jinê heye lê ew jî ji aliyê fizîkî zêdetir nikare jinê di nav tevahîbûna wê ya civakî de bigire dest. Ji xwe bi îdeayeke ku wê ji hemû pirsgirêkên jin û civakê re çareseriyan bibîne derneketiye holê. Em bala xwe didinê îro êdî di eniya jinê de potansiyeleke mezin a azadî û wekheviyê kom bûye. Êdî jin wê bikaribe vê potansiyela xwe tevlî pêşketina civakî ya demokratîk bike. Weke zanista jinê û jiyanê Jîneolojî beriya her tiştî mudaxeleyeke exlaqî û polîtîke ji vê pergala ji her aliyî ve dirizê re. Vê mudaxeleyê beriya her tiştî wê di warê zihnî de bide destpêkirin. Ango bi pêşvebirin, berfirehkirina teoriya azadîxwaziya jinê re. Ji bo vê jî mekanên sereke wê akademî bin. Di roja me de exlaqê koletiyê pir bi kûrahî di hişê mirovan de cihê xwe girtiye. Gihîştiye asteke wisa ku mêr dest davêjin zarokên 6, 7, 8 salî û wan bi îşkencê qetil dikin, lê civak ji viya re bêhelwest dimîne. Kapîtalîzm mirovan ji rê derdixe, ji rû derdixe. Li ser navê azadiya takekesî her kes dibêje bila ji min dûr be lê çi dibe ew dizane. Ev rewş tenê dikare bi exlaqê azadiyê (etîk) û jiyana xweşik (estetîk) were derbaskirin, çareserkirin. Xebata Jîneolojiyê ya herî girîng û sereke jî di warê exlaqê azadiyê (etîk) de ye. Ji bo parçekirina qeydên koletiya di mêjî de hatî avakirin li nirxên mirovahiyê xwedî derdikeve. Exlaqê azadiyê çawa tê avakirin, pêşxistin û pêkanîn ji bo vê dahûrandinên berfireh dike. Bi berhemên ji van lêkolîn û lêhûrbûnan derketî di akademiyan de perwerdeyan li dar dixe û bi vî rengî civakê digihîne nirxên wan ên cewherî, helwest û hişmendiya exlaqa nû bi ser dixe. Qadeke jiyanî ya rojane mirovan dîl digire jî sektora modayê ye. Kapîtalîzm bi vê rêbazê mirovan bê îrade dike, tu pîvaneke ecibandinê ya aydî kes nahêle. Li ser pêwîstiya ku di civakê de dide avakirin çi pêşkêş bike wê dide kirîn û firotin. Di her qadê jiyanê de mirovan sewqî xerckirinê dike. Kapîtalîzm, ji tevgerên mirovan; axaftin, û stendinên bi hev û derdorê re bigire, heta pîvanên bedenê wan, baweriyên wan, fikirandina li gor vana her kêlî teşe didêkê. Mirov nikare tu tiştekî aydî xwe hilberîne, yanê bi pergalê ve girêdayî ye. Jîneolojî bi zanista estetîkê wê ji vê teşedayîn û avakirina kapîtalîzm û hemû sazûmanên di tevahiya şaristaniya bi desthilatdariya mêr hatine avakirin re dahûrandinên berfireh bîne. Jiyaneke azad, ne di bin bandora tu pergal û paşverûtiyên ku kes dike kole de, pîvanên estetîkî bi pêş bixe. Mirov bi van pîvanan, wê di nav civaka xwe de, bi rengê xwe, bi cewherê nirxên xwe yên ji kokên xwe yên mirovî digire wê jiyaneke aydî xwe ava bikin. Jîneolojî, ji bo avakirina zanisteke ku di xizmeta başkirina jiyana mirov û civakê de be ji xwe re weke xebateke esasîn dibîne. Rêbazên zanistê yên ku her tiştî parçe dike lê tevahiyê li ber çav nagire, kes û civakê ji hev qut digire dest sererast dike. Ji bo encamên xebatên zanistê, weke bikaranîna çekên atomî, nuklêrî ku dibin sedema qirkirina bi milyonan mirovî û texrîbkirina xwezayê, dijberî mirovahiyê neyên bikaranîn di vê qadê de pêşxistina pîvanên exlaqî gelek girîng dibîne. Di înşakirina civaka nû de ji bo rê li ber van feraset û xebatan bê girtin hişmendiya helwest girtinê weke exlaqeke bingehîn a mirovan di nav civakê de dide belavkirin. Di civakîbûna mirov de jin bi rola pêşeng rabûye. Hûner jî weke xwe afirandin û îfadekirina civakîbûnê  di rengê jinê de bi pêş ketiye. Lê di tevahiya şaristaniya bi serdestiya mêr de, di destê desthilatdaran de ji bo teşedayîna mirov û civakê weke amûrekê hatiye bikfaranîn. Îro jî taybet bi riya sînema, rêzefîlmên tv’yan, muzîk û çalakiyên din ên hunerî ev rola xwe bi cîh tîne. Ji bo civakê ji rê derxê jinê weke mal di hemû çalakiyên hunerî de bi kar tîne. Jîneolojî, bi dahûrandin û teşhîrkirina ev polîtîkayên pergalê yên hunerê, feraset û nêzikahiyeke nû dide hunerê. Ji bo hunermend bikaribin hunera azad biafirînin, civak bikaribe xwe bi çalakiyên hunerî ava bike bi taybetî xebatên teorîk û pratîk bi pêş dixe. Akademiyên çand û hunerê wê li ser vê ferasetê bikaribin hunera şoreşgerî pêşkêş bikin. Ji mirovbûna mirovahiyê ve her tim felsefeyeke aydî civakê hebûye. Bi taybet li Rojhilata Navîn felsefe li îbadetgah û dibistanên Sumer û weke peyrewên wan Babîl, Akad û Misirê berfireh bûye. Bi pêşketina şaristaniyê re, bi taybet di dema Yewnanîstana Antîk de, felsefeya ji van navendan hatiye veguheztin ji aliyê fîlozofan ve hatiye sîstematîzekirin. Ji bo mirov bikaribin bi nêrîneke azad wate bidin jiyanê û pergala koledarî ya heyî bidin ber lêpirsînê, fikrên giranbuha yên rohnîbûnê diyarî mirovahiyê kirine. Ji ber ku hema bêje bi tevahî ji aliyê mêr ve hatiye pêşxistin, jin weke endameke avaker û eslî ya civakê nehatiye dîtin. Berovajî weke cinsê duyem hatiye pênasekirin. Ev fikirandina felsefîk, demxeya xwe li du hezar salên dawîn ê şaristaniyê xistiye. Ji nûve destgirtin û nirxandina  felsefeyê, Jîneolojî ji bo xwe mîna erkeke sereke dibîne. Di înşakirina civaka nû de, yek ji karên jêneger û sereke jî wê damezirandina dibistanên felsefeyê bin. Bi rêya van dibistanan, wê felsefe ji bin destê tenê beşekî li jorê civakê dimîne derkeve û bibe aydî hemû civakê. Beriya her tiştî Jîneolojî wê ew tabloya ku felsefeyê weke koma agahiyên teorîk dibîne biguherîne. Tevî xebatên berfireh ên teorîk, bi rêya dibistanan jiyanîkirina vana di nav hedefên stratejîk ên Jineolojiyê de ne. Her ola ku derketiye, bi îdeaya rizgarkirina mirovahiyê ya ji koletî û xizaniyê belav bûye. Lê çi dema ku ketiye destê desthilatdaran, îcar ji bo civakê bi xwe ve girê bidin weke amûrekê hatine bikaranîn. Em bala xwe didinê li cîhanê li ku derê şer û pevçûn hebin, di bingeha xwe de bi sedemên olî tên kirin. Her çiqas di bingeh de sedemên aborî -firotina çekan, vekirina bazarên firotinê, bidestxistina çavkaniyên binerd û sererd- hebin jî zêdetir weke şerên mezhebî diqewimin. Jîneolojî ji bo tu pergal û kes nikaribin mudaxeleyî cîhana mirov a manewî bikin, her kes bikaribe bi azadî ola xwe jiyan bike xebatan dide meşandin. Ji bo olan li xwediyên wan ên eslî, li gelan bên vegerandin û bi cewherên xwe yên demokratîk û rizgarîxwaz bên jiyankirin asoyên berfireh li pêşiya zanistên weke teolojî û eskatolojiyê vedike. Bi taybetî di înşakirina civakî de ol, cihekî girîng digire. Bi polîtîkayên kapîtalîzmê yên olparêzî, netewparêzî û dewletparêzî gel, ol û baweriyên wan ji hev re kirine dijmin, wan bi hev dane qirkirin. Jîneolojî hemû teoriyên rê li ber vana vedikin di ber çav re derbas dike, dinirxîne, bi berfirehiya jinê li ser teoriyên nû, yên çareserker dixebite û ji bo jiyanîkirina vana ronîkirina civakê ji xwe re weke karekî girîng dibîne. Civaka ku wê ji nû ve were înşakirin divê gel û her cure baweriyên wan bi aştiyane tê de bi hev re bijîn. Ji bo ev derdor were bidestxistin rola xwe dilîze. Mirov li gel pêwîstiyên manewî, bi bicîanîna pêwîstiyên madî jî jiyana xwe berdewam dike. Jiyaneke ji vana mehrûm hatibe hiştin, wê tim bibe mehkûmî bindestiya kes û komên ku amûrên hilberînê di dest xwe de digirin. Qada ked û aboriyê weke qadeke rojane mirov pê jiyana xwe berdewam dikin seranser bi kedxwarî û mêtingerîyê ve tije ye. Jin ji vê qadê hatiye dûrxistin an jî keda wê tê desteserkirin, biçûk û ji nedîtî ve tê dîtin. Ji bo jin, weke avakara aboriya mirovahiyê, bikaribe di qada ked û aboriyê de cihê xwe yê eslî bigire, kes bê kar û xebat nemîne xebatên bingehîn dide meşandin. Li gel polîtîkayên kapîtalîzmê yên karkertiyê, feraseta materyalîst a ku karkeran weke çîna serdest dibîne jî digire ber lêpirsînê. Gelek mijarên Jîneolojiyê hene ku xebatên berfireh pêwîst dikin. Dîrok, siyaset û civaknasî di nav van de li pêş tên. Ev her yek jî bi hişekî azad, di înşakirina modernîteya demokratîk de cihên girîng digirin. Akademî û enstîtuyên bi taybet li ser van mijaran werin sazkirin wê di nav zanista Jineolojiyê de xebatên berfireh bidin meşandin. Ji bo ku Jîneolojî di înşakirina civakî de bikaribe rol û mîsyona xwe bigire, bi taybetî di qadên me li jor diyar kirine de pêwîstî bi kar û xebatên berfireh ên entelektuelî hene. Weke zanista jinê Jîneolojî, ji hemû zanistên bi zîhnê mêrê serdest, bi feraseta Rojava hatine avakirin re weke zanista mirova/ê azad, xwe weke alternatîf dibîne. Ji bo vê jî pêwîstî bi tevlîbûna her şervana/ê heqîqetê heye da ku modernîteya demokratîk were avakirin.      

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ekim 2023
Görüntüleme: 181

JIN Û XWEZA HEMAN ÇARENÛSÊ BIHEVRE PARVE DIKIN

Di encama kolekirina jinê de, xweza jî kete bin deshilat û tehekûma zihniyetên serdest. Ev rastî divê bi vî awayî were dest girtin. Bi sedan salan jin û xwezayê heman qeder û çarenûs bi hevre parve kirine, her kêm hatine dîtin, bi eyib û ar hatine meyzekirin, zext û zor li wan hatiye kirin. Dagirkirkirina xwezayê di hemû serdeman de, bi awayekî yekpare û yek parçe bi kolekirina jin re hatiye meşandin. Di vê wateyê de ketina jin ya bin hûkmê desthilatê, bi ya xwezayê re bi hevreye û di nav hevdeye. Ji bo pênasekirina xweza, civak û mirovekî rast were kirin, divê di destpêkê de bi ziravî werin lêkolîn kirin; diyardeyên civak û civakbûnê di xwezaya yekem de çawa dest pêkirin? Ev pêşketin hewceye werin lêkolîn kirin. Civaka xwezayî sîstemeke di çarçoveya dayikên xwedawend de hatiye meşandin û ev pergal wek pênasa avabûna civakên destpêkê ye. Di heman deme de avabûna van civakên destpêkê, di mîhvera dayîka xwedawend de li ser esasê nirxên komînal û wekhev, hiştiye ku civakeke bi binyad û saxlem avabibe. Bê guman bi pêşketina civakê re primat jî pêşketinên nû jiyan dikin. Piştî  cîhana fîzîk, nebat û ajalan weke hebûn civaka însanan avabûneke nû ye. Di encama milyarê salan de bi derbaskirina tekoşîna xwe gihandina tekamulê re ( evrimsel gelişme), pêşketinên civakî bi awayekî xwezayî tên jiyîn. Ji bo vê diyardeya civakê berî her tiştî diyardeyeke ekolojîke, dema mirov vê bêje binê gotina xwe xîz bike wê baştir bibe. Civak li ser pîvanên ekolojîk avabûye. Pênasa me ya herî rast ji civakê re ewe ku merheleke pêşketina cudaye, lê ji xweza û ekolojiyê ne qut e. Civak di hembêza xwezayê de mezin bûye, ev pênase wê yê herî di cîh de bin. Lewra ne civak di nav xwezayê de helandin, ne jî xweza di nav civakê de helandin, an jî ew anîna li hember hev û hiştina ku ji hev hinek tiştan bixwin divê neyê kirin. Pêwîste qut kirina civak û xwezayê ji hev çênebe. Di civaka xwezayî de civak hem di nav xwe de, hem di navbera wê û xwezayê de yekîtî heye. Civak bi xwe serkeftineke mezin a xwezayê ye. Civaka bi hawirdora ajalan re tê kirin, civakbûna herî lihev e. Jiyana civakî vê jî derbasdike û di hindirê xwe de, tekoşîneke bi bandor û dînamîkbûnê dihewîne. Ev rewşeke nûye, cûdabûn têde heye. Lê ev terzê bi xwezayê re xerîb ketin û ew xistina bin desthilatê ve pêk nayê, ev rewş ne di bingehekî wisa de ye. Di civaka xwezayî de xweza mîna dayikê tê dîtin, ax çavkaniya zayînê tê destgirtin. Ax û bedena jin wekhev têne destgirtin. Gotina  ‘dayika ax’’ an jî ‘’dayik xweza’’ bi vê ve girêdayî ye.  girêdayineke mîna têkiliya dayikê bi zarokên wê re heye. Xweza bi dilnizmî, comerdî, bi bereket û berhemdariyê tê pijirandin û meyzekirin, weke çavkaniya xwedî kirina mirov û parastina wî tê dîtin. Bi temamî mîna dayikekê ye. Fikrandineke ku li ser xwezayê deshilat were kirin tûneye, ji ber di esasê civakê de fikirandinê deshilatê tine ne. Mirov ne di binya xwezayê re, ne jî di ser re têne dîtin. Bi kurtasî nerîneke bi hûrmet, bi bereket, pîroz û berhemdar ji xwezayê re heye. Feraseteke ku her zindiyekî li ser rûyê erdê ew jî mîna mirovan xwedî rûhe heye.  Ji vêna re jî zindî dîtin an  jî  (Anîmîzm) tê gotin. Anîmîzm zihniyeteke ji xwezayê ne qut e. Ev dide nişan ku di civaka xwezayî de ferasetek an jî zihniyeteke ku xwezayê û civakê ji hev qut digre, an jî zekaya hestiyar û zekaya analîtik ji hev cûda dike tûne bûye. Lewra vê rewşê rê li ber fikrandineke afrîner û dewlemend vekiriye. Li pey ewqas îcad û afrîneriyê ku di Neolotîkê de hatine jiyîn, ev têkiliya wekhev û yekpare a di nav civak û xwezayê de heye.  Bi xwezayê re têkiliyeke wekhev avakirin û pêre berovajî neketina mirovan her tim wê rê li ber pêşketin û avabûnên dewlemend vebike. Bi gelemperî rêzdayîneke mezin li hember giştî jiyanê heye. Di civaka xwezayî de temen û cinsiyeta mirovan bi awayekî li ser hev bi bandor bikin, hev temam bikin tê meyzekirin, ev jî pênasa yekîtiya cûdabûna ye. Li vir pîvana ekolojiyê a herî bingehîn ku têde wekheviya ne wekhevan heye, tê tetbîq kirin. Di civaka xwezayî de hev temam kirina jin û zilam tûne bana û her dem bi hevre di nava şer û ne qebûl kirinê de ban, di rewşê herî zehmet ê jiyana wê çaxê de wê nekarîban xwe li ser lingan bigrin.   Bi derketina civaka hiyarişîk re, di meyzekrinê civakê xwezayî a li himberî xwezayê de guhertin çêdibin. Bi fêrkirina jin ji koletiyê re, rê li ber  pêşketina hiyerarşiyên din jî vedibe, weke yên (çînî û netewî) rê li pêşketina van jî vedibe. Dema ku nêzîkatî bi vî rengî ji jin û mirovên din re tê kirin, bi awayekî xwezayî li hember nebat û ajalan zilm û zor bi derecê herî giran tê kirin. Êdî têgeha dayika xweza wê were jibîrkirin, mîtolojiyên baviksalar yên derewker, wê bi têgehên mîna ‘’zilamê xweda’’ re vê bikin. Wê bi pênaseyên xwezaya bê ziman, kor û hov tehekûma xwe û desthilata xwe li ser çavkaniyên xwezayê rewa bidin nîşan. Mîna ku ji jin re gotin ‘şeytan, bi lanet, gunehkar, zilamê kêm, pîrebok û hwd.’ êrîşê xwe û serweriya xwe li ser jin rewa kirin. Bi şaristaniyê re mêyzekirinek sipî-reş, bê ruh û nagûhere pêşdikeve, bi vî şêweyî û bi feraseteke mirî, mekanik û qederwarî li gerdûn û xwezayê tê meyzekirin. Tişta ku tê jiyîn qutbûneke bi kok ji paradîgmaya civaka xwezayî. Ev heya roja me ya îro pêşket û hat. Şaş pênasekirina xwezayê wê zihniyet, zanist û felsefe bi şaşîtiyan dagirtî bihêle. Bi şaristaniyê re, xweza daxistin asta amûrekî çors ji berjewendiyan re. Êdî tu çiqasî li ser xwezayê serwerî, te çiqasî serwerî avakiribe tu ewqas bi hêz û azadî ango pîvaneke wisa hatiye pêşxistin. Li şûna pirensîba civaka xwezayî, ku li hemû hebûnan zindî meyze dikir, têgeha hêzên li jor xwezayê derdixin holê. Ev weke ji rê derketineke mezine ku îzahata wê bi hêzên ezdayî didin kirin. Ev berovajî kirineke herî mezine ji ruyê rastiyan re. Herwiha dualîteyên aqil-beden, aqil-hest, xweza-civak, jin-zilam, ruh-beden bi mentiqê her nakokî li holê hebin û her xwesteke hev tinekirinê tên bi pêşxistin. Olên yek xwedayî vê rewşê hîn girantir dikin, di vegotinê xwe yê afirandinê de, xala herî esas; zayîna jin, berhemdariya wê û candayina wê ji dest digre, dide zilamê xweda û nûnerê wî yê li ser rûyê erdê, dide zilam. Bi vê nîzîkatiyê jin dikeve dewsa barhilgirekê ji neslê zilam re, dadikeve asta axeke ziwa, bê ruh û can. Li rastiyê were mêyze kirin di civaka xwezayî  de xweza zindî dîtin, bi zayîn û can dayina jin re ji nêzde girêdayînek heye. Di wextekê de jin û axa ku afrînerê her tiştî bûn duvre jin tenê dibe hemalek ji tuxmê zilam re, ji dervî wê ti nirx û qîmet jêre nayê dayîn. Di Qûranê de derbasbûna ayeta ‘’ jin zeviyên wene ….’’ Mînaka vê rewşê a herî şênbere. Di  çîrokê dînê yek xwedayî de ku dibêjin; jin ji parsûyê zilam hatiya afirandin, di wê wateyê de ku jin di bin zilam re ye û jê kêmtire, an jî dewamiya zilam e. Pênasekirina ku jin ji bo xizmet kirina zilam hatiye afirandin, hemwateye bi pênaseya xweza ji bo xizmeta însana hatiye afirandin re. Zihnê însanan bi red kirina pîroziya jin û xwezayê hunandin, qutbûna herî mezine ji rastiyan, ji hevgirtinan, ji asayîbûn, xwezayibûn, afrînerî, pîrozî, xweserî û hevpariyê ye. Ji xwezayê re gotina zalim nakokiya herî mezine ku ev hêzên deshilat avadikin. Ev hemû ji rê derketinên zihnî ne. Piştî vê, kevneşopiyê felsefê jî dewam kiriye. Di serdema Yûnanan de ev kevneşopî tê bi rêxistin kirin. Ji her alî ve aqil di ser bedene re tê dîtin. Di kevneşopiya felsefa Rojavayî de, yên bingehê sîstem kirina vê dualîteyê avêtin Platon û Arîsto ne. Van fîlozofan ferasete fîlozofên berya xwe, yên ku xweza zindî didîtin paşverû  pênase kirin û zihniyeta hiyerarşîk û zayendperest bi hêz kirin. Arîsto bi rêka aqil dixwaze îsbat bike ku, jin bi tena xwe nikare afirandinê bike, dibêje; yê ‘’heyvanê zilam davêje zilam bixweye’’. Bi van nêzîkatiyan re dest datînin ser hêz û berhemdariya jin. Tê gotin pêwistiya zilam bi bedena ji tineye, esas eşq di ruh de tê jiyîn, lê jin weke madde û di asta beden de tê dest  girtin. Dîtina ku gerdûn ji dijberiyên ku ti carî bi hevre nabin yek pêk tê, ji felsefeya Yûnana derdikeve. Li vir ev dijberî bi hevre li şûna têkîliyeke hevseng û wekhev dikevin nav têkiliyeke hiyerarşîk de. Di dinyaya Arîsto de dualîzma hiyararşîk heye, yanî aliyek li ser yê din deshilat meşandin, ji dijberiya qutbî tê, li gor wî ajal li ser nebatan re ne, însan jî li ser heywanan re ye, ruh di ser bedenê re ye, aqil li ser hestan re ye, zilam jî li ser jin desthilate. Aqilê saf tenê ayidî zilam tê dîtin, zilam di nav têkiliyekê deye bi ruhê xwedayî re û hebûnê herî bilinde li ser ruyê erdê. Di mijara jin û xwezayê de di sedsala 17’mîn de şoreşa zanistî bi helwestê li hember jin û xweza pêşxistî, desthilata serdemê pêşiya xwe mezintir û kûrtir kirin. Ji beriya Descartes û Bacon ve armanca zanistê ew ku, xwezayê bixin bi deshilat û ximeta zanistê de. Dijberiya di navbera Aqil-hest, ruh-beden, xweza û civakê de bi awayekî xurt kur dikin. Madde bi temamî ji ruh cûda tê kirin. Xwezayê dixin şûna makînekê de. Di madde de, ti armanc, jiyan an jî zindîbûn naye dîtin. Bacon jî dema ku digihîje çawaniyekê ku pê xwezayê nasbike, xwedî li sir û keşfên di xwezayê de kirî derdikeve û dixe bin kontrola xwe de. Descartes jî vê metafîzîk û zihniyetê dizivirîne rêbazeke fikrandinê. Bi vî rengî di hemû zanistan têgeha agahiyê teqez bi pêşdikeve. Dervî wê her rê û rêbazê zanistî têne redkirin û biçûk tên dîtin. Ya herî di cih de û mukemel ji zanistan re agahiyên zanistî tên dîtin. Bi vî awayî zanistperestî hîmê xwe yê destpêkê davêje. Her tişt ji aliyê mirov de dikare were pîvan, zanîn, serwer kirin, jênerev û mutleq kirin. Xwe gihandina agahiyê tenê bi riya aqilê safî yê ku di zilam de hatiye temsîl kirin ve dibe. Bi keşifkirina sirên xwezayê re, herwiha keşîfkirina hemû sirên jinê re, mîna ku jin bi temamî hate desteserkirin xeyal tên çêkirin. Bacon, Deskartes, Newton jî di heman nêzîkatiyê de bûn. Di seranserî dîrokê de, mîna ku me li jor jî anî ziman têkiliya dinav hevde a jin û xwezayê, bi derketina pergala baviksalar re dest danîna li ser hemû nirxan çêdibe. Jin û xwezaya zindî û afrîner bi meyzekirineke bê ruh, mîna axeke bê can, tenê weke amurekî têne destgirtin. Di roja me ya îro de jî pergala kapîtalîst bi meta kirina jin re dewamiya zihniyeta baviksalar tîne. Ji her wextî bêhtir civak û xwezayê ji hev xerîb kiriye, xweza kiriye şûna çavkaniyên berjewendiyê ji xwe re.  Bi awayekî bê ser û ber xwezayê dixin bin xizmeta xwe û bikartînin. Di bin navê azadiya jin de, bê sînor jinê ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û dixine bazarê, ew xistine amureke tîcaretê ê bingehîn. Di medyayê de bi awayekî herî kirêt cinsiyeta wê istismar dikin û pê civakê beralî dikin. Jina ku di destpêka hemû pêkhateyan de hatiye kolekirin û perçiqandin, ji bo azadiya xwe bi destbixe; ji vê pergala zayendperest qutbûna wê şertekî esasî ye. Bi heman awayî ji bo xilaskirina xwezayê ji vê rewşê, ku xistine amurekî bindest ji însan re; bi lêpirsîneke kokî ji têkiliyên sîstema îqtîdar û desthilat re pêk tê. Di avakirina civakeke nû de, deshilatî an jî ferasetên ji hev cûda kirinê û di ser hevre dîtinê nabin. Feraseta civaka nû bi jiyankirina hemû pêkhateyên wê civakê bi cudabûna xwe re dibe. Cewherê demokrasiye vê îfade dike.  Bê guman mirov ne tenê zindiyekî ku zerar dide xwezayê ye, di heman demê de zindîyekî ku bi hewildanên xwe yên zanistî re xwezayê zengîn û bi hêz bike ye. Tekoşîneke rast a demokrasî û sosyalîzmê ancax bi nêzîkatiyên azadîxwaz ji jin û xwezayê re pêk were. Ji bo rizgarkirina mirovahiyê divê tavilê  bê dem wenda bibe, civak di mijara azadiya zayendî de, di mijara ekolojiyê de werin ronîkirin û bi rêxistin kirin. Di bingehê pêkanîna van mijaran de eger şoreşeke wîjdanî û zihnî nebe, vebûna riya azadiyê ne gengaz e. Ji xwe agahdarkirina civakê di van xalan de pir derng ketiye û bi şaşîtiyan tije bûye. Niha jî bêyî ku ev diyarde û têgeh bikevin jiyanê nabe. Bi nêzîkatiyê ka em demokrasiye bi pêş bixin û mijara jin û xwezayê bixin merheleya duyemîn, an jî were taloqkirin ne dûre ku encam weke encamê şoreşa Sovyetan be. Hersê lingên paradîgmayê di nav hev de û bi awayekî hev destek û xurt bikin gerek derxistina pêş çêbibe. Lêpirsînkirina her diyardeyeke îktîdarê di her ziraviyek jiyanê de wê azadkirineke rast çêbike. Nêzîkatiyên netewperstiyeke kêmtir an jî dewletperestiyeke kêmtir, herwiha ketina şaşîtîyên mîna; zayendperestiyek kêm an jî deshilateke kêm li ser xwezayê, bi ti awayî nayên qebûl kirin. Nijadperestî, zanistperestî, olperestî an jî netewperestî kêm an jî zede nayê pîvan. Pirsgirêka pêşengtî dayina yek mijarê heye. Ferasetên me yên avakirina civakeke demoqratîk, ekolojîk li ser bingehê azadiya zayendî, xwedî nirxekî mezin yê azadiyê ye. Her civak, her komîn divê bikaribe jiyana xwe ya civakî xwe bi xwe rêve bibe. Bi kurtasî ji bo ji nûve avakirina civakê hewceye ji bingeh de destgirtineke saxlem were çêkirin. Bi paradîgma nû re civakeke gihîştî, rast, herwiha xweza û însan, jin, zanist û hûnereke bi vî rengî were avakirin. Xwe xilaskirina ji têgeh, baweriyê pûç û leyîstokên şaristaniyê yên qirêj, ê ku mirovan bê îrade û nexweş dihêlin, wê rê li ber pêşketina têgînên mîna baweriya rast, hêvî, hêza watê, xweşikbûn, exlaq, sadebûnê vebike. Pîvanê azadiya cinsî û ekolojîk di heman demê de  pîvanê demokrasî û jiyana komînal in. Mêyzekirineke nû; gûhertin, pir rengî, zêdehî, cûdatî, pir çandî, girêdayina dualî, têkilyên dualî, dostaniya bi xwezayê re, yekîtiya pir rengiyan, hev tememkirin û yekparebûnê bi vê nerînê re jiyankirina me di esas de, jiyankirina me ya civakbûna rast e. Ji Daneyên Akademiyên Şehîd Berîtan          

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 24 Eylül 2023
Görüntüleme: 170

Görüntüleme: 168

Ji Waneyên Pêşanga Jîneolojiyê Jina Çiyayî Hêlîn Mûrad (2)

Ger xisletên zilamê neçirvan û çanda neçirvaniyê bê tehlîl kirin,  wê pergala ji xwîn û hovitiyê barkirî ya şaristaniyê, bi taybetî jî pergala kapîtalîzmê wê ji kok ve bê dahûrandin. Di vê xalê Rêber Apo; ‘’Ji serdema neolotîkê ve zilamê bi hêz û dexsok hat werimandin heta îro hat û bi netew dewletê ve vegûherî cinawerekî’’, ev tespît bûyera zilam bi giştî darîçav dike. Erê, wê zilamê neçirvan bi demê re ber bi serdestiyê ve biçê û vegûhere zilamê cinawer. Zilamê neçirvan wê vegûhere fermandarê artêşê, zilamê bazirgan wê vegûhere şaman-şêx-rehîp, qral û împeretor, di van pîşeyan da ji xwe re cih veke. Di vê xalê de xisletên zilam bê dahûrdin wê kakilê yekdestî-dewlet-şaristanî jî bê dahûrandin. Neçirvan wekî gotin ji koka ‘çirandinê’ tê. Çirandin, jê kirin, qelişandin, qelandin, birîn vana hemû koka neçirvan in. Jin çawa  tê wateye can, giyan, jiyan, zilam berovajî wî yê şerjê dike ye, yê dikûje ye. Du çandên ji bin de dijberî hev derdikevin pêşiya me. Navê zilam bi xwe jî yên ji rih dibe, dikûje ye. Birîn, jê kirin, pelixandin, tine kirin, kûştin, qelişandin giştî ji çanda neçirvaniyê tê. Dîsa bi dest xistin, xesp kirin, çav lê berdan jî dîsa di wê wateyê de ye. Di vê watê de destê zilam yê ku radibe jor dişibe pencekî. Zilamê neçirvan di vê watê de hov e. Destê wî cankûj e. Çeka wî wehşet e, zalimti ye, zordarî ye. Mijar pir kûr e. Di serdema neolotîkê de werçerxa herî berhemdar ya bi pergal di dewra Tel Xelefê de, wekî çanda dijber  El Ubeyd di salên B.Z 5000’an de li Başûrê Mezopotamya wekî nîzama hîyerarşîk yê zilamê serdest wê derbikeve ser dîka dîrokê. Bi konsesûsa şefê leşkerî-şaman-kalemêrê bi tecrûbe wê asasên xanedanî bên vedan. Bi sazîbûna xanedantiyê êdî dîroka koletiya jinê jî despê dike. Xanedantî; malbata ku ji qebîlê qetiya ye, qebîlê înkar kiriye û li ser hîmê mûlkiyetperestî û serdestiya zilam hatiya ava kirin e. Ev malbata bijarte xwe dispêre pir zarokî û pir jinî yên ku di milk de hatine girtin. Zilamê serdest cara ewil di nîzama xanedanî de ewqas bi hêz dibe. Pişt re wê li Urûkê, di Ziguratan de bi tifaqên rehîp û fermandar, ber bi îcat kirina dewletê ve biçe. Rêxistinbûyina zilamê serdest li derdora peresgehê wê bi rêxistinbûyina dewletê ve pêngavekî xurt di derbarê sazîbûyina pergala zilamserwer ve biavêje. Bi rêka zilamê bazirgan ve wê rêyên bazirganiyê yên saz kirî derbikevin holê. Kew bûne nêçir, ketine qefesê, jin bûye neçir ketiye malê, çîrok ji hev pir cûda nîne. Kewa di qefesê de û jina di malê de dişibin hevdû. Ji bo wî divê çanda neçirvanî pir baş bê fêm kirin. Dema jin tê girtin, kêziyên wê ji nasnameya wî ya civakî, ji jiyanê tê birîn. Ji vir şûn ve êdî jin dizivire amûra zarok anînê ya ku ziriyeta zilam bidomîne. Jin êdî asta bîyolojîk de  xwedî hebûnekî ye. Ev statûyekî xedar e. Jina bûye jinkok ji nasnameya û kesayetiya xwe ya civakî hatiye xistin, çîrokekî trajîk ya jina hebûna xwe wendakiri ye. Jin ji vir şûn ve yê tê bidest xistin e, radest girtin e, tê kole kirin e. Ev jiyan jiyanekî ji mirinê xirabtir, bi qehr û bi tehde ye.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Temmuz 2023
Görüntüleme: 190

Ji Waneyên Pêşanga Jîneolojiyê Jina Çiyayî Hêlîn Mûrad (1)

Çîroka Zilamê Zordar û Dexsok Di Kurdî de ‘jin’ xwedî wateyekî ku jin û jiyanê yekpare dike ye. Ango; jin, jiyan e. Heqîqeta jinê, afrineriya jinê ya jiyanê yê herî baş bi cih aniye zimanê Kurdî ye. Di serdemên pêşîn de pêşketinên civakî di pêşengiya jin-dayik de pêk hatiye. Jin, tê wateya kişandina ber bi civakê ango hêza civakîbûnê. Ev xisletên jin yên ku jiyanê di afirîne, ji aliyê civakê ve pîroz hatiye dîtin û civakê pê îbadet kiri ye. Lewra yê mora xwe li jiyana civakî dide, pîvanên jin-dayik; xweşikî, rastî û azadî ne. Hêman û pîvanên jiyanê ji aliyê otoriteya jin-dayik ve tên diyar kirin. Yê têşe daye zilam ev heqîqeta jinê ye. Jin, pêşanga jiyanê û hêmana navendiye lewra li vir ristê zilam ne diyar e. Ango ne diyarker e. Di jiyana klanê de li ser esasê komkerî û neçirê hevbeşiyekî xwezayî yê kar kirinê heye. Karê jinê yê esasî komkerî ye û di jiyanê de xwediyê ristekî sereke ye. Derbasbûna serdema neolotîkê bi pêngava jinê ya nebat û ajalan kedî kirinê ve pêk hatiye. Neolotîk; wekî pêngavekî herî sereke yê pêşketina mirovahiyê şoreşa jinê ye.  Jiyan, erd, ax, agir, av, nan, mal, gûnd, çiya û hwd di şexsê jinê de hatine pênase kirin. Ev diyardeyên despêkê bi xisletên jinê re wekhev hatine dîtin û wateyên jinê li wan hatine bar kirin ango wateyên wan li jinê hatine barkirin. Her du tişt jî wekhev hatine dîtin. Di milê din de ev çanda civakî ya ku li ser singa jinê bilind dibe zilam jî kişandiye nava xwe û perwerde kiriye. Her çiqas pêşveçûnên dîroka civakê li ser bingeha jin-dayik pêş dikeve di heman demî de li kêleka vê pergala dayikê di şexsê zilamê neçirvan de çemkekî bi civakê re nakok xwediyê xûsisyetên zilamê serdest xwe hêdî hêdî bi saz dike. Di dîrokê de ger li ser şopa çanda zilamê serdest bê meşîn, wê ev bigîje zilamê neçirvan. Zilamê neçirvan bi navê din ‘zilamê zordar û dexsok’ e. Rêbertî girîngî dide ku dîroka şaristaniyê ya ku bi xwîn û hovitiyê dagirtiye wekî ‘çîroka zilamê zordar û dexsok’ bê binav kirin. Yê dikeve para me, di kûrahiya dîrokê de li vê çîrokê gerîn, kolandin û rûyî wî yê rast derxistina holê ye. Bê gûman wê zilamê zordar û dexsok wê bi rûyê cûr bi cûr derbikeve pêşiya me. Emê carna li rûyî wî yê tazî carna jî li rûyî wî yê pêçandî rast bên. Nexwe li cihên xwe veşartiye wî peyda kirin, nîzama wî ya derewîn û xapînok deşîfre kirin ji bo rêz dayina jiyanê pêwistiyeke ye. Zilamê neçirvan di serîde li derû berê civaka jin dayik xwestiye keysa xwe bîne. Di xwedî kirina qlanê de xwedî kêm berhem e, ev di serîde wisa ye. Wekî sedemê vê, berê xwe daye neçirvaniyê pê re fêrbûyina dafik danînê ber bi li pêşiya jinê dafik danînê ve diçe. Wekî encam digîje asta ku jinê bigre û qefes bike. Bê gûman wê di civaka neolotîkê de erkên zilamê neçirvan kêm bin. Di civaka neolotîk de yê sereke jin e. Jina ku bi komkirina nebatan û kedî kirina ajalan re mijûl dibe wê her di nava herikandina jiyanê de be, pê re jî wê her dem bibe kaniya rih dayinê. Li vir zilamê ku her li pey neçirê ye wê bi alimandina kûştina zindiyan ve mêjiyê xwe yê spekulatîf (kurgusal) pêş bixe, fêrî dek û dolaban bibe. Ji ber vê sedemê wê di zilamê neçirvan de xisletê zordar û dexsok bê çandin. Di civaka neolîtîkê de jin; tovan malî dike, cotkariyê pêş dixe, ajalan kedî dike li ser van hemanan jî aboriya civakê ava dike. Lê li kêleka wî zilam wê alimandina xwe ya neçirvanî bidomîne. Li vir em cûdawaziya çanda dayik û ya zilamê neçirvan dibînin. Di navbera wan de ferqekî pir kûr heye. Lê ji ber çanda neolotîkê pir xûlikkar e, rê nade ku pergala zilamê serwer bi bandor bibe. Di teoriya Markîz de ev mijar wisa tê nirxandin, dibê;  ‘’Ji ber seferên neçirvaniyê di zilamde zanistekî pêş ketiye û ev zanist bi demê re zilam aniye astekî diyarker’’. Li vir ji çanda neçirvaniyê re helwestekî erênî tê raber kirin. Ji ber jin jî bi xwedikirina zarokan û bi komkerî re mijûl e, ji cihên zilam diçe bîanî dimîne, her di sînorên malê de dimîne û paşde dimîne, teoriya Markîz kolebûyina jinê jî wisa şîrove dike. Nexwe li vir kêmaniyên zanebûnê xwe didin der, civaka xwezayî baş nayê nasin û di derheqî wî de zanistên heyî şaş in. Bi taybetî mijara talankeriya zilamên zordar qet nehatiye ziman. Zilamê zordar li hemberî civaka xwezayî talanê pêk aniye û hemû berhemên wî desteser kiriye, ev di teoriya Markîz de nehatiye ziman. Dîsa çanda danahevî û di bingeha wî de dahênên derketine holê mîna cotkarî û xwedîkirina ajalan bandorekî çawa li ser pêşketinên civakî kiriye ji nedîtî ve hatiye dîtîn ango girîngiya pêwist ji bo wî nehatiye raber kirin. Lewra tê zanîn; Jîneolojî şoreşa herî mezin ya civakî ku di Kurdistanê de pêk hatiye bi hebûna jin û jiyan ve tîne ziman. Xisûsên ku jiyanê ava dikin bi giştî ji çavkaniya jinê tên. Ji ber vê sedemê jin her dem wekî çavkaniya jiyanê, bereketê, ronahiyê, başîyê, xweşikbûnê, afrineriyê, hilberînê hatiye dîtin, pîrozî lê hatiye bar kirin bûye koka hez kirin û rez dayinê.  Jinê, bi şoreşa neolotîkê ve di jiyana civakê de şoreşekî mezin daye ava kirin, jiyanê bi hêz kiriye, bi afrînerî firehîkî di jiyanê de pek aniye, li kêleka wî, zilamê ku di serî de lêviya firsendekî bû vê carê ne tenê çav berdaye ajalan di heman demî de çav berdaye hemû nirxên qebîleyê. Wekî Rêbertî jî diyar dike; ‘’ Civaka jin dayik ya komînî her ku çiqas hildiberîne, berhev dike, li kêleka wî zilamê eware yê zordar û bi hêz di neçirê de carna bi ser dikeve û her diçe hêz bidest dixe û li ser vê çanda civakî dikeve nava lêgerîn hêz hilberînê, hatina vê zilamê wisa pir bi zehmet jî nîne. Zilamê bi hêz û dexsok wekî dizekî ketiye nava aboriya jinê’’. Ji vî jî tê fêm kirin ku zilamê neçirvan û zordar, her ku çiye çav berdaye civaka jin dayik. Ev xerîzeyên çav berdanê, bi dest xistinê û yên xespê wekî feraseta zilamê zordar û dexsok wê binê civaka jin dayikê bikole. Ev demên ku em behs dikin B.Z 4000 in. Berî wî ji xwe bi giştî jiyan li ser hemanên jin dayikê azad tê meşandin. Ji vir şûn ve wê zilam li beranberî civaka jinê bikeve nava helwestên mehandinê.  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Temmuz 2023
Görüntüleme: 173

ÇALAKIYÊN FEDAYÎ LI PÊŞIYA KOMPLOYÊ BÛN MERTAL

Heta sala 1998 an Birdoziya Rizgariya Jin wek bersivekî ji çalakiya heval Sema pêşdikeve û bi şahadetên hatinê jiyan kirin ve salekî girîng derbas bû. Komplo êdî yekser Serokatî esas digirt. Serokatî ji hêlekî ve dixwest amadekariya kongreya 6’emîn bike. Serokatî her sal dizwaze gavên encamgir biavêje lê belê heta Kongreya 5’emîn dewlet jî ji vê yekê re ne amade ye. Êdî hêzên navnetewî ji bona mûdaxaleya

Rojhilata Navîn dixwestin ku zemînên xwe berfireh bikin. Êdî Kurd wek aktorekî derketibûn holê ji ber wê li ser Kurdan jî di mûdaxaleya Rojhilata Navîn de siyasetekî dihat meşandin. Wek hêzên demokratîk tevgera me û Serokatî li pêşiya êrîşên KDP-YNK ên hêzên serdest û xetên hevkariyê disekinî ji ber wê Serokatî dibe hedefê êrîşan. Ev biryarekî navnetewî bû û ji bona mûdaxaleya Rojhilata Navîn pêşket. Serokatî di nirxandinên xwe ên dawî de jî wiha dibêje; “Niha şerê cîhanê yê sêyemîn tê jiyan kirin û ev şer jî bi mûdaxaleya li ser min ve destpêkir.” Piştre jî sala 2001 an mûdaxaleya Afganîstan û 2013 an jî mûdaxaleya Iraqê kirin. Ev pêvajo bi komploya navnetewî re destpêkir.

Di hin nameyên heval Sema de ji bo wê pêvajoyê bal hatiye kişandin. Heval Sema dixwaze bal bikşîne êrîşên li hember Serokatî û di gelek aliyan de jî hişyarî dike. Heman demê de hin nîşaneyên din jî hebû. Serokatî di her dema têkoşînê de gelek girîngî dida xebatên jin lê belê dijmin jî bi vî zanebûnê re xeta hevakarî û dijmin herî zêde êrîşê xeta jin dikir. Bala xwe bidin; bi taybetî Serokatî di nirxandinên sala 1998 an de her tim dibêje; “Kî/ê çi dibêje bila bêje ez ê van jina me û xebatên xwe bidomînim.” Ji ber ku di astekî mezin de êrîş dihat meşandin. Di wir de Serokatî got; “Dibe ku hedef ez xuya dikim lê belê di rastiyê de armancê wan xebatên min ên esasî ne, xebatên jin e.”

‘Pêşdîtinên Serokatî komployê zelal dikir’

Li Tirkiyê kesên ku stratejî diyar dikin û di nava îstîxbarêtê de dixebitin hene yek ji wan jî Şükrü Elekdax e. Serokatî rojekî hat nivîsekî wî, bi me re parve kir û got; “Ev zilam dixwaze çi bêje.” Di nivîsê de dibêje; “Gelo Apo ji Suriyê derdikeve?” Serokatî digot; “Tê wê wateyê ku amadekariyekî wiha ye, dixwazin me ji Suriyê derbixin.” Heman demê de Şemo wê çaxê ji nava me reviya bû îfade dabû û wiha gotibû; “Hûn biçin ku derê, bixazin eyaletekî jî tesfiye bikin lê belê, heta ku Apo hebe wê her amade bike û cîhê wan dabigre ji ber wê bi vî awayî hûn nikarin PKK’ê tine bikin ger hûn dixwazin tine bikin jî divê hûn yekser Apo tesfiye bikin.” Şemo agahiyên wiha dabû. Şûkrû Elekdax jî li ser vegotina Şemo wiha dinirxand; “Ew bi xwe ji tevgera Kurda ye lê dibêje yek keleha berxwedanê heye ew jî Apo ye divê Apo werê hedef kirin.” Her wiha ji bo rewşa Rojhilata Navîn jî wiha digot; “Ger hûn dixwazin mûdaxaleya Rojhilata Navîn bikin, pergaleke nû ava bikin divê astengiyên Apo ji holê rakin.” Bi vî awayî yekser hedef nîşan dida.

Sala 1998 an 1’ê Îlonê Serokatî agirbest ragihand ji xwe wê demê nîşaneya komployê hebû ji ber wê Serokatî digot; “Wê rewş hîn zelaltir bibe, an di nava leyîstokekî pir mezin de ne an jî derfetekî pir biçûk jî ji bo çareseriya siyasî hebe emê bikar bînin û derketinekî çêbikin.” Lê rûxmê wê Serokatî xebatên xwe dewam dikir lê, dilê wî jî nerehet bû carna xewnê şevan nediket çavên wî. Pêvajoyeke wiha bû heta carekî Suriyê agahiyek rêkir û got; “Dernekeve derve” ji ber wê Serokatî her li hûndir ma. Carek Serokati hat û got; “Min xewnek ditiye û şîrove bikin.” Bexçeyên me pir mezin bû lê di xewnê de dibîne; “Bexçe hîn mezintir bû dawiya bexçe wek holikekî biçûk hebû lê hindek cuda bû ji ber ku dibiriqî tu dibêjî qey yek gazî min dikir û ez diçûm lê min nêrî kes bi min re nedihat min digot hûn çima nayên lê dîsa kes nedihat. Min berdewam dikir, dema ku nêzîk bûm deriyê xaniyê ser min de dihat girtin, lingê min tenê mabû ber derî lê piştre ew jî diket hûndir û derî li ser min de dihat girtin.” wê demê ji xwe nîşaneyên komployê jî hebû hin welatên din Serokatî vexwandin (davet) da ku Serok biçe gel wan. Wê demê Yunanîstan, Rusya Serokatî dawet kiribûn Serok ji ber wê digot; “Gelo ew pergala Ewrupa ango kapîtalîzmê me dikşîne.” Lê bi rastî pêşdîtinên Serokatî pir xurt bû. Sala 1980 dema 12 Îlonê jî Serokatî heman xewnê dibîne û hevalan re wiha dibêje; “Gelek leşker hene û kûm li serê wan e, hin generalên Tirka jî heye her li pey min in, ez her dibazim û her dibazim dixwazim xwe bigihînin cîhekî ewle.” Xuyaye ku hîs û pêşdîtinên Serok xurt in û xeteriyên heyî vedibêjin.

‘Serokatî ewlehiya gerîla ji bona gihîştina armancê girîng dît’

9’ê Cotmehê komplo destpêkir. Pir nîqaş dihat kirin. Serokatî digot; “Ger em biçin welat wê pir êrîş çêbibe dibe ku gerîla jî tesfiye bibe, çidibe bila bibe divê gerîla daîmî be, divê em ewlehiyekî çêbikin.” Ji ber wê hewldida ku Kongreya 6’emîn çê bikin, rêveberî nû bikin û tevgerê bigrin ewlehî yê. Di nava tevgerê de jî ji ber vê gelek nîqaş hebûn herî dawî 5’ê Îlonê genel kurmayê artêşa Tirk Atîlla Ateş li Hatayê daxuyanî da û wiha got; “Ger Apo dernekeve emê li hember Suriyê şer destpê bikin.” Serokatî jî got; “Suriyê heta niha hevalbendî li me kir ji ber wê divê em êdî derbikevin” Li rojhilata Navîn her tişt li gorî hevsengiya ye. Di nava dewletên Rojhilatî de nakokiyên dijwar heye Suriyê û Tirkiyê jî bi vî awayî bû. Hêza Suriyê ne di wê astê de bû ku li hember Tirkiyê şer bike lê mayîna Serokatî li Suriyê jî li hember Tirkiyê didan şixulandin. Ger berjewendiyê wan nîn bûya bêguman ewqas sal cîh nedidan me. Suriyê mûxtacî wê yekê bû, me jî ji bona pêşketina tevgerî dişixuland bêguman polîtîka bi vî awayî ye. Lê Serokatî tenê bi vê re sînordar nehîşt têkîliyên xwe, dixwest hevalbendiyekî xurt pêş bixin. Wê demê Tirk li hember Suriyê şerekî mezin dabûn berçav ji ber wê Serokatî derketina Suriyê da berçav. Wê demê li derveyî welat Rusya û Yunanîstanê hevalên me ên xebatkar hebûn ji ber wê li Rusyayê de biryar hat girtin. Dûvre parlementerên Yunanîstanê hatin bi Serokatî re rûniştin û di wê hevdîtinê de Serokatî vexwandin. Tevahiya îxtimalên heyî hat nirxandin. Wê demê Qedafi Serok re got; “Were gel me” Serok jî digot; “Qadafî mirovek dîne lê başe, dibe ku dema ez li pişt wî bim tevahiya cîhanê re meydanê bixwînê lê hezekî wî nîne. Belê dibe ku heza wî terî neke û piştre bibe lîstokê hinekan wê demê jî xeter be.” Herî dawî Yewnanîstan hat hilbijartin. Bêguman dewleta Suriyê jî di nav de bû. Wê demê Yewnanîstan bi xwe digot; “Emê werin bi balafirê bigrin.” Suriyê wê demî ji Serokatî re got; bi balafirê neçe. Ev yek jî eşkere nîşan dida ku bi rêyên veşartî re lêyîstokekî hatibû amade kirin. Armanca wan ew bû ku di roja destpêkê dema ku Serokatî derketiba tiştekî lê bikirana lê belê balkêşe wê demê Suriyê nehîşt û peşiya vê yekê girtin. Ev jî dida xwuya kirin ku di salên dirêj de bi xebatên Serokatî re hevalbendiyekî çebûbû ji ber wê ne dixwestin yekser li ser axa wan de êrîşekî çê bibe. Serokatî ji bona destpê kirina pêvajoya komployê wiha dibêjê; “Dema ajokar em dibirin bi her awayî xwe direngî dixist dibe ku hêja li balafirgehê tiştekî kiribana.” Di komploya navnetewî de 36 dewlet cihê xwe girtibûn. Hatina welat wek tercîhekî bû lê belê, Serokatî vê yekê neda berçav ji bona ku gerîla hebûna xwe biparêze, giranahî ji welat re lê belê ger ne wiha bûya hilbijartina Serok a yekem welat bûya. Serokatî di legerîna gûhertina stratejiya tekoşînê de bû. Dema 9’ê Cotmehê ji Suriyê derket piştî sê rojan li Rusya yê Serokatî wiha got; “Em ji Enqerê derketin bûn partî, dema em ber bi Rojhilata Navîn ve vebûn em bûn artêş, niha vebin ber bi dinyayê wê çaxê emê bibin dewlet.” bêguman di wataya çareser kirina pirsgirêkê de wiha digot. Di esas de Serokatî bi vebûna dinyayê re çareseriyeke mayînde dikir armanc. Me bi pergala serdestiyê re şer dikir û Serokatî bi çûndina xwe ve seknekî fedaiyane nişan dabû. Serokatî wê demê wiha dinirxinê; “Em li Evrupa diçûn ku derê di wateya herî rast de ew der ji me re hatibûn qedexe kirin.” Em fêr bûbûn û me digot Serokatî dikare vê jî derbaz bike lê di encam de Serokatî, bi kadro û hêza partiyê re hêz e. Wek hêza esasi me rol neleyîst ji ber ku em ne giranbûna pêvajoyê de bûn. Dema Serokatî derbasî Kenya yê bibe bi telefonê welat re daxivî û digot; “Xwe belav nekin, ezê we jî bikşînîm” me jî digot Serokatî amadekarî dike. Serokatî dixwaze li wir jî derfetên perwerde ava bike lê beriya bê revandin bi çend roja got; “Pewîste her kes xwe amade bike ji ber ku rewş awarte ye.” Em jî ji hêla hestan de bandor dibûn lê di hêla helwestê de bêçarebûn hebû. Ruxmê pevajoya komployê bû lê, Serokatî disa bi pirsgirêkên heyî re mijûl dibu û ev jî giranî çedikîr.

‘Nikarin Roja Me Tarî Bikin’

9’ê Cotmehê bi derketîna Serokatî re çalekiyen; “Nikarin Roja me tarî bikin’’ destpekirin. Ji hêla gel ve xwedî derketinek çebû. Dema ku Serokatî li Avrupayê bû her der ji wî re hat qedexe kirin û ev yek di me de hejandin çêkir. Gelek hevalan bedenên xwe dan ber agir, hinek çalekiyên fedaiyane çêbûn. Serokatî dixwest kongreya 6’emîn kom bibe ji ber ku ew ferq kir ku komplo dikeve meriyetê ji bona vê Serokatî dixwest rexistinbûyina me hîn xurttir bike. Di vê bingehê de kongreya 6’emîn kom bûn. Ser vê esasê çûndina kongreyê çêbû û di wê kongreyê de wek delege 72 hevalen jin cîh girtin. Cara yekemîn jin bi nasnameya YAJK’ê tevlî dibû. Serokatî jî dixwest di gûhartina paradîgmayê de em wek YAJK’ê peşengtiyê bikin. Jinên ku bûne; îrade û rêxistin wê di aliyê guhartin de pêşengtî bike.

‘Ji milekî ve komplo ji milekî ve tasfiyegerî’

Serokatî digot; “Dibe komplo li ser min be lê, hûn ji min bêhtir di çarmixê de ne. Xebate min ya jinan nîvçe ma ji ber wê dibe ku bi êrîşan re rû bi rû werê. Komplo di bingeh de li ser xebatên Serokatî ên sitratejîk de pêşdiket ji ber wê Serokatî digot; hûn bi kokmployekî hin xeter re rû bi rû ne lê, ezê we ji çarmixe rizgar bikim.” Wek jin di wê pêvajoyê de li hember komplo biryara têkoşîneke xurt derketibû holê. Armanç serkeftin e. Encam de; şêwazên me de kemasî hebûn û em ne di giranahiya komployê de bûn. Di pêvajoya komployê de Serokatî behsa, hevaltiya kêm kir. Pêwîste em xwe baş lêpirsîn bikin. Di pêvajoya kongrê de nêzîkbûnên serdest ên zilam dixwest ku xwe bi lewaziyên jin re îzah bike. Kongreya herî dem direj ya tevgerê bû ji ber pêvajoya komployê bû û Serokatî dîgot, belav nebîn. Hîn kongre berdewam dikir Serokatî bi awayekî dîl hat girtin. Piştî eserata Serokatî û pêvajoya komployê biryara fedayîbûnê derdîxe hole. Serî de hevalên jin vê biryarê digrin.

Bi komployê armanc tesfiye kirina tevgerê ye. Komployê de esas tişta ku li peşiya Serokatî mertal çêkir bêguman çalakiyên fedayî bûn, çalakiyên ku bi şiyara; “Nikarin roja me tarî bikin’’ bun. Ev çalekî pîştî Serokatî hat girtin şûnve jî bi dirûşmeyên; “Bê Serok Jiyan Nabe” re dewam kir.

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 Nisan 2022
Görüntüleme: 156

Sayfa 5 / 8

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • RAMANÊN LI SER AZADIYÊ

  • Komplo çi ye? Komplovan kî ye?

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere