Rêber APO
Xwedawenda jin a navdar ya Hîtît ê Puduhepa, bi eslê xwe Hûrî ye. Xuya dike ku ew nûnera dawîn a mîrata jinan di çanda herêmê de ye. Gutî, Kassît bi navê xwe yê nû ve Mîtanî şaxên Hûrî nîşan didin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 434
Rêhevalên ku di şerê Başûr de şehîd bûn, rêhevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di milê azadiyê de xwediyê hewildaneke mezin bû.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 502
Dema ku min anîn Tirkiyê, ji me re behsa biratiyê hat kirin û me jî got em guncav dibînin. Niha dê çawa bibe ne diyar e.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 491
Ji min tê û ez dikim bêjim ku azadî hema hema armanca gerdûnê ye. Min pirî caran ji xwe pirsiye bê ka gerdûn bi rastî jî li pey azadiyê digere.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 471
Rêberek, jî divê rastiya zarokatiya xwe ya herî kevin înkar neke, lewra li vir mînakekê pêşkêş dike. Niha dikarim vê hîn bi giştî bikim. Divê mirov malê mirovahiyê be. Netewa her mirovek, zayendîtî, heta asta wî ya sosyal-siyasî çi dibe bila be, divê weke parçeyekî xwe di te de bibîne. Niha wisa dizanim ku her mirovê binirx ku nirxandinek wisa pêş dixe, ji me hinek mirovbûnê dixwaze. Ji bo ez jî wisa me kêfxweş dibim, ji bo hîn jî kesên dixwazin mirov fêm bikin yan jî hîn jî dixwazin tiştan di mirovahiyê de bibînin hene, ez jî pir hestyar û bi hêvî dibim. Li gorî min ya herî girîng jî eve. Bala min qet pêşveçûna demê ya di warê madî de nakişîne. Netewa hinekan çiqas mezine, çîna wî çiqas pêşketiye, madiyeta wî çiqas pêşketiye, ev ne tiştên ku bala min bikişînin e. Bal û lêgerînên min; ji van nirxan qute, ji bo yên di lêgerîna pirsgirêka mirov de pir binirxe. Ji mercên pêşveçûna netewekî jî qut jî hatin, xweşî û serbilindî dide min. Mirovahiya rastîn, ez di vê gavê de dibînim. Asta çîneyatî çi dibe bila be, yê ku wê ber dide tê û dîsa tevî yên daxwazên wan yên ji rêzê-madî tên dayîn dikarin wisa jiyan bikin, lê zêde nirx nadin vê yekê, di hebana min a mirov de her tim cihê herî girîng mêtînger dikin. Lê bi rastî jî, ev pir kêmin. Mirov bi awayê ku texmîn dikin hîn zêdetir materyalîstin. Materyalîzma qaba; di nava çîn, netew, malbata çi serdest û bindest, çi jî mêtînger û mêtîngirî de û herî zêde jî bi xwe re bi şêweyek ketî derdikeve holê. Ya bi awayê giştî tê jiyîn eve, lê mirovahî jî, berovajî vê ye. Li mirovên destpêkê binêrin, yên vê ne li rastiyê piştrast dikine. Dikare bê gotin ku yên jiyan dikin evin, lê yên rûpela mirovahiyê ya şemal vedikin, teqez ne evin. Tercîha me ne bûna mirovên wisa, heta netewek wisa ye. Weke kes û netewek, ji bo mirovahiyê gelo dikarin bibin rûpelek balkêş. Weke fîlozof yan jî pêxember axiftinê jî hez nakim. Bi taybet ji vê hêlê ve damgayên mezinbûnê baş pêşwazî nakim. Lewra naxwazim meşa mirovahiyê jî bidim rawestandin. Di wateya ku hinek din fêm dikin de, ne bawerim evqas dewlemend û bihêz bim. Xwe bi awayeke madî û manevî bi zorî jî be dibe bidim jiyîn, a rastî ger ev wisa bibûya min ê zêde zehmetî nekişanda. Lê dîsa neqebûlkirin digiheje lûtkeya jor. Wexta xwe li hember miletek neçarî peywir girtinê hîs kir, êdî min bêmafiya jiyan nekirinê bi xwe da jiyîn. Dibe bê gotin ku ev ji bo mafê kes bixwe jî dijberiyek mezine. Gelo, destpêkê mafê kes yan jî mafê miletek tê? Cudahiya di vê mijarê de zêde nikarim ji bo xwe destnîşan bikim yan jî vebêjim. Lê miletekî evqasî xwe mehkûmê nepejirandinê kiriye, bi xwe dana qebûlkirin ji bo min meseleyeke rûmetê ye. Miletek çawa ye ku, qet naxwaze vê fêm bike û biparêze? Dixwaze evqas bêrûmetiyê layîqê xwe bibîne. Wiha hêrsa min ya herî mezin di vir de ye. Êdî min xwe da aliyekî. Ji bo tevgera xwe, gelo mercên min yên objektîf yan jî sûbjektîf hene, nîne, heta qet naxwazim van fêm bikim. Ev tu yî evqasî xwe înkar dikî, ez ê hesap ji te bixwazim! A rastî ev dibe hesab pirsîna ji mirovahiya rojaneyî re jî. Li beramberî min cendirmeyek cîhanê û Emerîkayek her roj ji bo min dibêje; “terorîstê herî mezin” heye. Her roj daxuyaniyên berdevkê pêwendiyên derve di derbarê min de dide, li xweşî wî diçe. Ez kî me? Ew kî ye? Ew hêzeke cîhanî ye, ez jî yekî herî di jêrî cîhanê de, bi zor zehmetî hewl didim xwedî li nasnameya xwe derkevime. Wê demê çima ev wisa daxive? Lewra cîhan jî ji wan re sîxûrî dike. Bi qasî êşa mûyekê, ji vê rewşê êş nakişîne. Mezinbûna hêrsa min bi vê rewşê ve hevpar pêşdikeve. Ger mirovahiyê biparêzim, divê îsbat bikim ku rastî ne eve, ew mafên mirovan yên ewqas qal dikin, ne wisaye. Bi awayeke din nikarim bibim parazvanê mirovahiyê. Ger ev gel weke mirov pakî nakî, tu çima bi awayên heywan jî nikarin jiyan bikin neçarî jiyankirinê dikî? Bikuje û bixe bin erdê. Ma wê ev nebe encamek hîn baştir? Armanca kedxwarî, ji armanca cellad rewşek hîn xiraptir e. Hikmê dide bi temamî kuştine, lê dibê “tu çêleka başî yan jî divê bibî yek ji kerên ku bikar bînim.” Ev ferzkirina jiyanek pir xirab û pir bêşeref e. Ev gel, dema pêwîst bû pir zû bê kuştin, ji hêla dijminê xwe ve tê xwedîkirin. Dibêje “ji ber tu yê weke lawirekî baş jiyan bikî.” Hêza cîhanî jî vê erê dike û ji vê re cendirmetiyê dike. Înada min ya li ber xwe danê, di vê mijarê de jî têgihiştinek mezin pêşkêş dike. Ez li hember êş û janên vî gelî şiyarim, lê ji ber ez vê esas digirim şoreşê nakim. Jixwe qet ji bû şan û şerefê nakim. Îdîayeke min heye û mijareke vê jî bi xwe me. Bi înkarê, tu nikarî xwe tine bihesibinî. Di şêwazek pir bêçare de jiyankirin yan jî bi awayek pir erzan mirin, ji bo min rewşek nayê qebûlkirine. Rastiya tê ferzkirin çiqas qebûl nakim, mîna yêkî bê şeref, bê rûmet jiyankirin jî qebûl nakim. Ya beramberî vê mirina erzane ku, ev di Kurdan de pir belave ye. Hema dest bi îsyanekê dikin û piştre dimirin. Yê herî baş jî ancex wisa bike. Berovajî vê, jiyankirina sexte û dirûye. Herdu jî ji bo min şaşe û nayê tehemûlkirin. Ne wisa bimirim, ne jî wisa jiyan bikim. Hemû dost û hevalên min, ger dixwazin diyalektîka min ya jiyanê fêm bikin, neçarin bizanin li hember kîjan mirinê me, kijan jiyanê red dikim. Dema ez pirsa çawa jiyan bikim ji xwe dikim jî, hemû cîhan li beramberî min disekine. Zehmetiya kar û weke rêbertî pirsgirêka ku divê çareser bikim di vir de ye. Heke mirovahî û nûnerên vê mirovahiyê yên fermî qebûlkirina vî miletî têgihiştiba hinek tişt kiriban, min ê tiştek nekiriba. Ev gel bi xwe, ger wate bidaya derdê xwe, evqas xwe bi xwe nexistiba, min ê dîsa evqas mûdaxele nekira. Emerîka hêza herî mezin e, Rusya, ji şoreşek mezin derketiye hêza cîhanê ya duyem tê hesab kirin, naxwazin tiştekî fêm bikin. Ger rastiyan bixî çavên wan jî, tengav nabin. Ji gel bi xwe dipirsî, ji zû ve miriye. Jiyan û şerefa rejîma olîgarşîk ferz dike, weke fitilîna li dor dîwar digirin dest. Ti ji wan re azweriya azadiyê didî; ew weke pereyeke xirap hema xerc dikin. Cîhan çiqas bê fêhm be jî, êdî feraseta herî mezin tu yê xwe bi xwe bijî û bizanî bidî jiyîn. Lewra di şêwazê xwe de, ne di şêwazê tê ferzkirin de. Niha em ji mirin û jiyana tê ferzkirin re jî, dibêjin na. Jiyana dixwazim cîhan qebûl dike? Dixwazî qebûl bike, dixwazî qebûl nekin. Lê ez ê dîsa ya ji bo wan pêwîste bikim. Bi xwe çi dikin bila bikin, lê dizanim di rêya xwe de bimeşim. Niha xwedê û xwedayîtî baştir fêm dikim. Hemû mezinbûnên wan, heta hemû destanên mezin yên mirovahiyê derxistine holê hîn baştir fêm dikim. Mezinbûnên wan yên destanwarî jî hîn baştir fêm dikim. Tevî di perwerdeyek baş re derbas nebûme jî, ji du hevokan nasnema serdemê ya dîrokî û di tesbîtkirina kesayeta wê de zehmetî nakişînim. Çima? Ji ber tiştên min jiyan kirine ya rastî dibe dîrok bixwe, xulaseya wê. Ez pir ji vê razî me? Pir ji vê kêfxweş dibim? Pir zêde cihê van peyvan jî nîne. Ji bo min ji serkeftin yan jî neserkeftinê zêdetir, li hember yên tên ferzkirin, ferzkirinên min pir girîngin. Yanî bi serê xwe bi cîhan, gelê xwe û hawirdora xwe re di nava hesap pirsînê de me. Heke di vê de tiştek bi navê azwerî, zewq hebe, ji bo min ev şêwaza jiyanê ye. Dibe heya ku derê biçim, çi bibe? Dema min nû nû xwe tarîf dikir, li gorî berê tirs kêm bûye, dîsa belengazî kêm bûye, asta mirovê têra xwe dike bihêz bûye. Ji her alî ve asta mirovê hilberîne hatiye bidestxistin. Li deverek, mirovê dikeve, li ser navê mirov çi ketîbûn, her tim winda dike û mêtinger dike hebe, tine kiriye. Heta dawî têra xwe dike, bi qudrete, aliyê hilberînê bihêze, çêbûna hêza îradê û di vê wateyê de nasnameya mirovê zayina xwe temam bike derketiye holê. Rêber Apo
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 443
Rêber Apo Bêguman yek ji xalên herî zêde ez destnîşan dikim, giştî jî eleqeder dike. Hîn zêde xisûsekî di derbarê Kurdan de dixwazim şênber bikim. Yanê teoriya evînê ye. Hûnê bêjin ku di dema pêşxistina şer de ev evîn ji ku derê derket? Niha herî kêm bi qasî evînê bûyereke zahmet derdikeve pêşberî me. Kurd nûnertiya gelê ku ji evîn û hezkirinê mehrûm hatine hiştin dikin. Hezkirin hatiye ziwakirin, hezkirin di bin komkujiyan re hatiye derbaskirin. Di asta ku jê neyê bawerkirinê de ye! Hinek kesên ku xwe rewşenbîr hesab dikin hene. Qaşo rewşenbîr bi huner, wêje re mijûl dibin û hewldidin dilê mirovan şîrove bikin. Mixabin, dema ku Kurd dibin mijara gotinê, ji xwe qet nasnekirine. Dilê Kurdan li ku derê, kengî xelasbûye nayê zanîn. Dilê ku bi Kurdan re heyî yê kê/î ye? Ev hest hestên kê/î ne? Heke hebe jî rihek, yê kîjan bêganeyî ye. Rihê kîjan xulamî ye? Kîjan bê wijdanî, kîjan bê çareyî ye? Divê ev tev bên şîrovekirin. 300 sal beriya niha gotina ku ji aliyê Ehmedê Xanê ve hatiye gotin heta niha jî ji bo min girîng e. Wî dema ew pirtûk nivîsiye tişteke gotiye. Dibêje: “Ji bo ku nebêjin Kurd bê evîn, îrfanin, dinivîsînim. Yanî ne wiha ye evîna wan jî, îrfanê wan jî heye, zanistan wan jî heye, ji bo ku ez vê bêjim ez vê pirtûkê dinivîsînim” Ev gotinên pir girîng in. Heke bê dîqat kirin, li wê derê bahsa îlm-îrfan û evînê tê kirin, ji bo Kurdan. Niha ya ku 300 sal beriya niha hebû hatiye wendakirin. Eşkereye ku evîna Mem û Zînê ne evîneke pêknehatiye. Di wir de herdu jî mirine, bûne xwelî. Heta bi qasî ku nikaribin biaxivin rebenin, bêguman di nav rastiyên civakî yên wê demê de tên têşe girtin. Niha pirsgirêkeke me ya wiha jî heye. Niha dibêjin zewac, malbat û hwd. ez vê dibêjim. Ma jiyana bê evîn û hezkirin dibe? Li gorî ku wê nebe, hatiye qetilkirin, baş e; em ê vê çawa biafirînin? Zilam çawa difikirin? Jinên me çawa difikirin? Ez pê hêrs dibim, heta dilê min jê lihevdikeve. Yanî berî her kesî/ê min malbata xwe rexne kir. Li ser vî bingehî min bi dayik û bavê xwe re şer kir. Min got malbateke çawa ye? Lê piştre min lê nerî ev di hemû aliyan de çîroka civakî bû. Ma em dev jê berdin, werin vê lîstokê, em dev ji azweriya jiyanê û evînê berdidin? Wê demê wê çawa be? Tu li dîrokê dinêrî ji hemû aliyan ve ji dest hatiye girtin. Ez kesekî heta dawî li azwerî û xweşikiyê digerim. Lêgerîna dewlemend a xweşikiyê heye. Lê ez ê çawa bijîm, çawa bidest bixim, çawaniya vê ne di wateya çors de, yanî di warê madî de vê nabêjim. Ev bi serê xwe mijareke bîrdozî ye. Pêwîstiya afirandina hinek tiştan li pêşberî min e. Bi hezaran keç hatine van çiyan. Jixwe ew li evînê digerin. Ev pir vekiriye. Zîlan ji ber xwe ve derneket holê. Şerekî dişibe vê yê pir dijwar heye. Jixwe di nav refên me de jî şerekî pir dijwar heye. Ez nabêjim afirandina zilam pir hesane. Bi rastî jî me çima YAJK dît? Ne ji bo ku bi awayekî çors em jinê bidin şer kirin. Bila ev şaş neyê fêmkirin, ji bo ku em zilam bînin hîzayê me avakir. Dema ku em dibêjin anîna hîzayê, yanî ji bo hinekî be jî guhertin û veguhertina zilam me ev proje pêşxist. Min qala evînê, hestan kir. Zilam niha li beramberî jina herî azad jî nikare rêzdar be. Çima? Ji ber ku ez bêjim cînseltiya wî ya çors, ew jî zêde nîne li beramberî min. Ji ber ku bûye bela serê wî. Plansaziyeke ji dil a çalakî û rêxistinê pêşnaxe. Jina li kêleka serê xwe tawanbar dike. Jiyanê analîz nake. Hestên wî zêde pêşneketine, dema ku ji nişkêve derfet dibîne bi xerizeyên xwe, tola xwe ji jinê radike. Niha ev pirsgirêkeke pir cidiye. Bêguman pêwîste em zilam veguherînin. Yek ji tevdîrên herî çors ku me girtiye di vê mijarê de; rêxistinkirina YAJK’ê ye. Di van demên dawî de min ev got: “ez jî di nav de, li beramberî me xwe birêxistin bikin”. Min got ku “di rastiya me de ez vê xeter dibînim”. Hîn zilam nehatiye guhertin û veguhertin. Ne di rewşeke wiha deye ku bibe evîndar û rêzdar, azad û wekhev nîne. Yanî min got ku; ez zilamekî nîvbinîv im. Ez hertim vê bi awayekî vekirî dibêjim. Çi bikim encax min karî ez ewqasî xwe pêşbixim. Ji bo ku bi jinekê re azad û wek hev bijîm, ez xwe zilamekî nîvbinîv dibînim. Temenê min diçe, ez çi bikim ji zilamekî bivî rengî. Ez kesekî wiha me. Hûn dibêjin Rêber, Serok, lê rastiya min ev e. Ez zêde nikarim cîhan, xeyal û hêviyên we keçan bixemilînim. Tevî ku ez ewqas ji bo jinan hewil didim, şer dikim jî, encax dikarim ewqas bikim. Ji bo wê, min got hukmê hestên xwe bikin. Heke gengaze xwe bi rêxistin bikin, ji bo veguhertina zilam hinekî hêza xwe zêde bikin, hêz bixin nav hêza xwe. Heke na, wê bêjin zalim, bêçare û tiştekî nedin. Dema ku YAJK hinekî hat birêxistinkirin zilam êdî weke berê êrîş nake. Me ew şikand, ev pêşketineke girîng e. Hûn dibêjin we malbat çawa analîz kir. Vaye, me wiha analîz kir. Li gorî min zilam êdî naçare li berxwe bide. Jin jineke bi nirxe, mezin serîhildaye. Çalakiya xwe ya mezin jî pêşxistiye. Nivîsa xwe nivîsandiye, sonda xwe xwariye û pêk jî aniye. Niha her roj dibêjim ez ê li beramberî vê jinê rêzdar bim. Dibe ku hûn jibîr bikin, we jibîr kiribe. Lê wesiyetek heye li holê . Di vê wateyê de ez nikarim dev ji wesiyeta şehîdan berdim. Ez dibêjim hûnê li gor vê tevbigerin. Li gor vê tevger jî zahmete. Nakokiyek derdikeve. Ev wê bibe qutbûn, tevlîbûn, ji nû ve parvekirin? Heke bibe neçare zilam xwe ji nû ve biafirîne. Yek, bi zanistî; du, azadîxwaz û bi îrade; sê serfirazî. Ez hertim vê mînakê jî didim. We hêlînên çûkan dîqat kiriye, dema ku destê mirovan li hêlînê, ango hêkên wê bikeve çûk wê helînê terk dike. Niha yek bihusta axa me ya nehatiye dagir kirin, nemaye. Heke bi qasî mejiyê çûkê mejî hebe, dê were zanîn ku di vê hêlînê de malbateke bi namûs nayê damezrandin. Divê hûn van rastiyan bizanin. Çûk heyberekî xwezayî ye. Weke min got, destê beganeyan bigihêje hêlînê dihêle û diçe. Ji ber ku xeterî heye li wir. Dibêje: “Destê heram gihîştiye vê hêlînê. Bi hezaran sale li beramberî rastiyeke dijmin yek cihê me yê ku nehatiye mêtin kirin nemaye. Niha tu van rastiyan bêjî, wê were gotin “wey ma em nejîn”? Em bijîn, lê vê rastiyê jî bibînin. Vê rastiyê jî analîz bikin. Heke em analîz nekin wê çibibe? Vaye; Kurd li ser axa xwe nasekine, vaye herder digirî. Vaye Kurdistan ji binî ve hat valakirin. Di Kurdistanê de yê/a bêje ez Kurdim, dixwazim azad bijîm; ez bi rûmetim, hema bêje yek kesê bi vî rengî nemaye. Pir bi zahmet jiyan dikin. Ez çibikim, wê demê em xwe bi xwe înkar nekin, azad bijîn, lê rastî li pêşberî me ne. Di pêwendiyên azad-wekhev ê bi îradeya xwe, hûn îsrar nekin em ê keçan çawa bidin jiyîn? Bi pereyan nabe, pere zorbatiye, dike mal û mulk, bûyereke ku hertim li dijî jinê tê bikaranîn e. Baş e; ma em qet nejîn, vaye li vir pêdivî bi teoriyeke evînê ya mecbûrî heye. Pêwîste gel vê, mirov dilê xwe jî pêşbixe. Gengaz be, pêwîste jin jî xwe nasbikin. Pêwîste bibin xwedî nasname. Mînak: Ez jî di nav de bila zilamên me yên din aciz nebin, zilamekî çawa dixwazin pêwîst e vekirî bêjin. Zilamê zir-zope, ji pergalê maye, bermahiyê axa û bega ye. Her zilamek li gorî bîrdoziya feodalîzmê hertim xwe dixe şûna axa û reîsan. Mafê lêdan, xebardana ji jinê re ji xwe re maf dibîne. Ev pir vekiriye. Gelo ez ê bikaribim vê bi tenê derbasbikim, na. Jin pêwîste xwe bi rêxistin bikin. Madem jiyaneke wekhev û azad tê daxwaz kirin, berdêla vê jî wê were dayin. Wê jin hestên xwe rêxistin bikin. Hêza fikirandina azadiyê pêkbînin. Bi zilamekî çawa re bi çi şêwazî, jiyaneke çawa dixwazin di derbarê van de, projeyên xwe pêşbixin. Lê baldar bin, civaka me ya serdest a zilam zimanê jinê jî jêkiriye. Pêwîste jin bi tedbîr û hişyar bin.
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 427
Şoreşa bi jinê re em dinava hewldanek mezin de didomînin. Ji wateya gelemperiya 8’ê adarê, hê girîntir derbas dibe. Heya kar, li gel me wa lê hatiye ku heke jinek yan jî zilamek di vê mijarê de nebe xwediyê pêngavek, ez texmîn nakim ku mafê jiyanê bibînin. Tenê ne ji bo gelê Kudistanê, ji bo asta navnetewî hêzên ku dixwazin helwest bidin xwuya kirin, bi nemaze jin dixwaze vê pêvajoyê têbigîhê. Ez bawerim ku bi van nîqaşên me ve ez ê vê hinek bighînim vekirîbûnekê. Ez bihêvî me ku di pêvajoya pêş me de hê zêdetir giringiyek bidime civînên jinan. Karê ku dikeve para min, ji bo pêkanînê weke deyneke dibînim. Bi taybet jî li ba me her dem pêdiviyek ku em şehîdan bibîrbînin heye. ‘’Çi yên xwe kirin bomba û teqandin’’ bi vî awayî eslê mirov xwe digihîne çalakiyên herî cidî ve, kesên xwediyên çalekiyên azad, çi jî yên xwe şewitandin, bi vî rengî xwestin xwe paqijkin; eslê jinê, erkên ku dane pêş me di kesayeta van şehîdan de bicîh anîn ji bo min deynek e. Bi sedema vê rojê jî bi taybet vana diyarkirinina min wê di cî de be.\n\nEz bawerim ku eleqeya jinê her ku biçe wê hê pêşbikeve. Sedemên herî bingehîn, di desthilatiya zilam a cîhanî bi israra berdewamkirinê de ku raburdûyê bi mirova nadin gerandine. Bîrdoziya desthilatiya zilam, bandora xwe ya ku li jiyanê dike, pirsgirêka jinê hê girantir kiriye. Bi taybet jî ji şoreşên sedsalên 20’an ve yên di demên dawî de di milê jinê de rê liber hin pêşveçûna vekiribin jî lê tam çareseriyek pêknanîne. Heta li van welatên ku sosyalîzma pêkhatî lê fermî jî bûye, vana nekirin malê şoreşa jinê, pîvanên jiyana giştî, mirovên herî ku digot ezim, bi kesayetên weke Rêberên sosyalîstan re jî xwe dide domîn, ev pir vekirî û li holê ye. Heke ez qala xwe bikim, ez vêya hinekî hîn cuda digrim dest, vê pirsgirêkê hîn kûr û diberfirhiya gerdûnî de dest girtina min rast e. Ez li vê derê tenê pêdiviyên şoreşa rizgariya netew bigirim ber çav, dahûrûnek jinan nakim. Heta ku ji bo guncawbûna rojê em xelaskin “nîvê nufûsêne, bê wan şoreş nabe” ez ne di nava ferasetek (anlayiş) wiha teng de me. Ez hê bibingeh tevdigerim. Ji bo min ev weka felsefe û xwebatek bicoş e. Ji bo ku ez fereseta xwe ya sosyalîst avabikim, pêwîst e ez vêya çareser bikim. Weke keseyatek zilam, hêjî ez di nava lêgerînê de me. Jiyana bi jin re divê çawa be, jiyana giştî wê çawa be, dema me ev me pirs, pirsdikir, jiyan bi jinê re wê çawa be, ev pirsa ji bo ez hêjî pêwîstî dibînim ku liserê bihizirim. Di vê mijarê de ez vekirî bidim diyarkirin ku ez xwe navêjim pişta tu darîzînên kevneşopî û nirxên exlaqî, ez bawerim ku ji nêzîkatiyên milên cînseltî bigre, bi jinê re di her warê jiyanê de parkirin, polîtîka û heta xebatin leşkerî parkirinê, pirsgirêk hene. Pêwîstî û giringiyek didim van nîqaşan. Tenê bi sînorên nîqaşan ve mayîn na, evana bi rêbazên hîn cudatir ve bi çareseriyên şoreşgerî ve birin hê zêdetir min eleqerdikir. Ez van weha dinirxînim, karên herî pêwîstin û yên bingehînin ku sosyalîzma demê pêkbîne.\n\nHeya ku vîna jinê, keseyeta jinê nekeve rojevê, tenê bi çareseriyên hişmendiya zilamên desthilat ve wê bê têgihîştin ku ne şer û ne jî aştiyê, bi tena serê xwe çareser nebe. Her weha di Şoreşên ku li demên pêş me de ne û piştî şerên salên 21’an de pêvajoyên aştiyên ku li dû wan bên, ji bo ku bê bi tendûrîstîkirin; divê em şoreşa jinê bidin kûrkirin. Ez texmîn dikim ku sedemên esas jî ev e.\n\nWekî ku tê zanîn, li Rojhilata Navîn bi kevneşopiyên olî ve nemaze bi xilasbûna komînên kilana ve ez texmîn dikim ku di dirokê de ya herî zêde pêktîne Mezapotamya ye. Hêza jinê ji heyama berhevkirinê, heya hilberînê bê nîqaş e. Berî her diştî, di olan de îfadeya xwe ya xwedawendiyê dîtibû. Heta neha jî xwedî bi navake pir biandor e. ‘’Îştar’’ Bi Kurdî tê wateya ‘’Stêrk’’. Di Erebî de jî heye, dema hemû zimanan de heye. Di roja me de ‘’Stêrk, Star’’ jinên xwedewend dide îfadekirin. Di rastiyê de ev xwedawend xwedî erkeke dîrokî ne; yekem car avakerên civakên ku bi cî dibin in. Divê bê pejirandin ku cara yekem ji avakirina civakên yên Gundan bigere, di heyamên herê girîng de şoreşên ku bûn komcivak, bi hevsengiyek mezin ve li derdora çalekbûna jinê pêş ketiye. Saloxdayîna xwedawenda Îştar, her hal ewqasa mirov dikare qal bike. Civaka jinê, wihaye ku di pêvajoya avahiyên xwe yên cara yekî de mezinahiyek temsîl dikin.\n\nWelatê sereke ya Îştaran ku ev cî û warin tê fêmkirin. Weke ku tê destnîşankirin, hem kedî kirina civaka mirovan û hem jî bi berhem anîna zad yan jî qut di vê herêmê de pêşketiye û ev jî aliyê jin ve hatiye pêşxistin. Eşkereye ku di encama berhemeke bi vî rengî dê bigihêje asta xwedavendiyê. Ji aliyê tevahî zanistan ve, zanistê erdkolînê (arkeolojîk) jî didin diyarkirin ku bi vî rengî ye. Lê mixabin heta roja me ya îro ji Îştaran tişta şûnde mayî, jinên herî paşketî, jinên herî bê çare, civak û malbatên xwe dispêrin vê jinê ne. Di her aliyî de asta azadiyê hebe jî, di vir de ew jî nîne. Xulase ciyê ku xwedavend lê ji dayik bûne, veguherîne xirbeyan. Hema bêje li ser navê jiyanê tiştek nema ye. Em dixwazin bi şoreşa Mezopotamya vê ji nû ve zindî bikin. Bi giştî ev cî û warên ku weke dergûşa mirovatiyê tên binavkirin, niha goristana mirovatiyê ne. Ya ku em dikin; kolana vê goristanê û di vê goristanê de dîtina zindiyekî ye. Taybetmendiyeke tevgera me jî, qelişandina goristanên ku bi betona stor hatiye çêkirin û bi şêwazê ji nû ve zindî kirinê ye. Bi giştî PKK weke îfadeya ji nû ve zindî kirina gelên Mezopatanya di kare bê nirxandin. Xulase di despêkê de Îştar di van goristanan de hebûn, Zenûbya hebûn, heta Cleopatra hebûn, Semîramîs hebûn. Weha diyar e ku dîroka cihanê bûye şahidê gelek jinên bihêz. Meryem, Fatma, Zeyneb û Ayşe hene. Di dîroka me de jî jinên ku dişibin van kesayetiyana hene. Em di nava mijûlbûnek weha dene ku em dibejin; gelê em bi goristana van re mijûl bibin em ê bikaribin wan ji nû ve zindî bikin? Hêvî neyên birîn, yan jî qutkirin! Axên Mezopotamya bi bereketin. Li gorî min heta niha jî li van axan ax, av û roj bi awayekî herî bi bereket li vir digihîjin hev. Ev afrîneriya herî mezin ava dike. Berhemên vir yê herî bi Îştar in. Mirovên wê jî dikarin bibin ê herî xweşik, maddeya wê hinekî derfetê dide vê yekê. Niha li ser navê xwedayan sextekar mane, mûmîn tev bûne softa, jinên wan jî bûne bela serê jiyanê. Weke ku ji xwedavandên jin ti bermahî nemane, xwedayên zilam jî êdî berbi nenasiyekê, softatiyekê ve diçin. Em hewl didin ku vana tevan dahûrîn bikin. Ev jî karekî başe, vejîneke berbiçav ji çedibe. Ev vejîn zêdetir pêşve birin – niha weke ku min got; em di nava neştergeriya qomayê de digirin- weke xebatên atolyekê, weke xebata labaratuarekê. Dîsa mîna ku di nava şert û mercên herî giran de li ser masê derbaskirina operasyonekê em bi dest digirin û em hinek rewşê bi hêvî, nîşaneyên vê jî dibînin. Bi hostatiyeke mezin ew aliyên mîna cesedan lê hatiye hinekî zindî dikin. Hinekî be jî em bi karê xwedayî re mijûl dibin- karên xwedayi di heman demê de karên mirovîne. Bi zanebûna van rastiyan li ku derê av pêwîst e, li vê derê ava xas dayîn; li ku derê hêvî pêwîste hevî dayîn; ji ku derê re bi hêz bûn pêwîste hêz dayîn pêwîst be di vê mijarê de hinek xebatan bi rê ve dibim. Ez van xebatên ku birêve dibim, li gorî xwe di ecibînim. Lê ne gengaze ku ez, dîroka ku bi hazaran sale hatiye xistin bi serê xwe bikaribin zindî bikim. Gelek qurbanî hatin dayîn. Ji nava jin û zilamên herî bi rûmet qurbanî hatin dayîn. Bi awayekî misoger dê jiyaneke nû li ser xwîna wan pêk bê. Ji xwe di vê wateyê de ez xwe weke hêzê şehîdean ê jiyanî dibînim. Erka min ya sereke jiyanîkirina şehîdean e, hûn dibînin ez di rewşeke wiha de şer dikim. Dikarim qala pêşketina hêviyekê bikim. Ger pêwîst bike ji bo vê şer, ger pêwîst bike li ser şert û mercên jiyana azad bi kedeke mezin radiwestim. Pêşketinên heyî hêvî didin. Tu kes xwe ber bi xeyalan nexe. Heta ku bi hostayiyeke mezin şerê vê neyê bi rêvebirin, têkoşîna jiyana azad neyê meşandin, ji bo vê hostayiyeke mezin neyê raber kirin kes nikare qala serkeftinê bike. Bi qasî hêviyê ger em derfetinên vê jî bi şer re bikin yek, qasî pêwîst jiyanî bikin, ji dûbare ev axana bigihêjin şehnaziya xwe ya borî, ne bê derfet e. Hîn bi xeyala vê ve, bi kelecaneke mezin dimeşim. Sibê yan dusibe ji aliyê darayî ve jî dema ku derfetên vê pêşketin, mirovên hê zindî, rêxistinên hê saxlêm, yekîneyên şer qasî ku pêş bikevin, roj bi roj pêk hatina xeyalan jî dê çêbibe. Ji bo ev axana carekedin di berbanga mirovatiyê de çawa ku bûn dergûş, ji bo wekhevî û azadiyê dîsa li ser van axan di berbanga sibê de pêşxistin jî dê gengaz bibe. Ez vê bi vî rengî dinirxinîm, ji berbanga sibê derketina rûyê rojê kelecanê dide min.\n\nRêber Apo
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 506
Îro 18’ê Gulanê ye. Rojeke bi wate a şehîda ye. Bi giştî meha Gulanê, meha şehîda ye. 18’ê Gulanê, di derbarê me û şoreşgerên Tirkiyê de meheke a şehîda ye. Her roj şehîdên me hene. Weke tê zanîn, şehîdên me yên yekemîn di germahiya vê biharê de, ji bo ava kirina jiyanê canê xwe dane. Şahadeta rêhevalê Hakî, heya kîjan astê hatiye? Rêhevalekî bawerî da te, pêdiviyên wê heya dawiyê pêktîne û jiyana xwe di dayne holê. Rêhevalên ku mayîne jî heya dawiyê li ser vê dozê meşîn û di astekê herî mezin de şahadeta wî bi awayekê rast pêşwazî kir. Salvegera şahadeta hevalê Hakî Karer vê da nîşandan. Her mirovekê dixwaze, xwe bide dozekê. Lê rêhevalên ku li pişt mirov jî dimîne, bi mîsogerî di vê doza min bi şerekê bê qusur berbi serkeftinê de bibe. Yên ji vê bawer dikin, xwe ji şahadetê nadin paş. Di nûneriya rêhevalên xwe de, di rêwîtiya rêhevaltiya xwe de bê bawerî, gumanekê ger hate nîşandan, tu dixwaze bila artêşekê biçe, ji vê dozê wê ti xêr neyê!... Em wê demê ji tiliyên desta kêmtir bûn. Em komeke rêhevalên ku ne xerca berîka me hebû û ne jî tabancayekê me ya bi têkuz hebû. Ya rastîn jî, ji wê re mirov nedikarî bibêje grub jî. Em rêhevalên hev yên bi komeke biçûk bawerî dida hevdu bûn. Ne rev hebû û bi gotineke biçûk jî bibûya, hev xistina zorê tine bû. Her tişt ji dil, azad û rastî çi bigotina, bi esas girtina wê re pir baş li hev kirin di hate çêkirin. Rastî hene û alîgirê yê bi maf heye. Saf bûn û paqij bûna vê bê nîqaşe. Di destpêkê de hesabê kesayetan tine bû. Tenê ji ber ku rast e, mirovan xwe didayê. Pirsgirêk wê ji min re çi bîne, wê mirinê an jî sudê, qet tiştên bi vî rengî di hizra me de nebûn. Li ser hîmê van rastiyan yekitiya mirovan, yekitiya baş û xweşik e. Ya ku me di wê demê de ava kiribû, yeketiyeke ku dişibiya vê ye. Rêhevalê Hakî, şehîdê destpêka avabûneke bi vî rengîye. Bêyî ti berjewendiyan bide berçav, rastiyan bi dilê xwe re kiribû yek. Bi vî rengî wê bîranîna şehîdan mezin bibe. Di vê yekitiyê de, piçekê berjewendî hebûya, heya berjewendiya grubê a polîtîk jî hebûya, derfetên ku em meşeke bi vê bîranînê re bidin çêkirin, wê tine bûya. Her çerx, pêdiviyên xwe esas digirt. Digotin bila rastî bi partî bibin. Ev sal, sala tekoşîn û şahadetên mezin tê de çêbûne. Ji we jî nêzîkatiyeke bi mirovane tê xwestin. Navê vê jî, ji bilî serkeftinê bêyî ku şans ji tiştên din re were dayîn, meşandina şerê jiyanê ye. Pêdivî bi çi heye peyda kirina wê, derfetên çi nebe, firsetê pêşxistina derfetan girtin, tişta herî bê derfet jî, bi serkeftinê bêyî ku astengiyan nas bike, kesayetên ku vê bi serbixîne tên xwestin. Ji vê salê re bûna layîq, di fêm kirina şehîdan de derbaz dibe. Me bi vî rengî fêm kir, pêşwazî kir, vî ji jiyanê re pozber (dayatmak) kirin û bi vî rengî jî me pûte (özen) nîşanê jiyanê da. Hîna ji yê ku dixwaze bi vî rengî jiyan bike re, pêdiviyên wî, wê bi çi rengî were pêkanîn daye nîşandan. Di destpêka avakirina PKK’ê de, ev kom ji 12’de kesan pêkdihat. Ev kom pir bi rêxistin, an jî bi serwext nebû. Temenê xwe ji feqîrtiyê digirt û dirûstbûn taybetmendiyeke herî bingeh bû. Civak ji van mil û taybetmendiya wan re nirxeke mezin dida. Di şêwazê têkoşîna wan de milê herî balkêş derdikete pêş, propagandaya bi axaftin bû. Bi awayeke sînor belavok û daxuyanî weşan dikirin. Di wê komê de yê herî fedakar û dirûst Hakî Karer bû. Ger 1977’an de şahadeta wî çêneba, divê ku ev kom ewqas zû berbi radîkalîzmê ve neçûba. Di vir de şibandina ku heye pir balkêş e. Çawa ku çarmixkirina Îsa, hawariyên wî pir bi bawer û bi biryar kir û di vê bingehê de ramanên wî ji her milî ve belav bû, şahadeta Hakî Karer jî heman encamê re rêvekir. Hê girêdayî û hê bi biryarbûyîn, pîvanê girêdanbûna şehîdan bû. Taybetmendî û bandorên qomployan yê belavkirinê û hê bêhtir berbi radîkalbûnê ve birin jî heye. Di bûyera PKK’ê de qomploya yekem, di milê îdîa, riştbûn (ciddi) û mijara mezinbûnê de, roleke pir mezin leyîst. Ger ev qomplo nehatiba pêkanîn, wê demê ev kom çi şêwazê bigirtana, mijareke nîqaşê ye. Di vir de bername û navê PKK’ê ji girêdan, bîranîn û şahadeta Hakî Karer ve hate destgirtin û hate nivîsandin. Ji her girse û heremê de endam beşdar kirin, pêwîstiyên yekitî û welatpareziyê bû. Ev her dû hevalên ku Tirk bû, (Hakî Karer û Kemal Pîr) di navbera gelan de ji bo biratî û piştgiriyê, mînakên herî mezin in. Weke heval Mazlum, Xeyrî, Kemal, Ferhat… qadroyên pêşeng ên partiyê, bi rojiya mirinê û çalekiya şewitandinê ve jî roleke pir mezin leyîstin. Weke qomployeke hûndirîn para xiyanetê jî heye. Di wê demê de rewş ewqas giran û tevlihev bû ku, di dîrokê de wek “Berxwedaniya zindana Amedê” bersiv hate dayîn. Tişta ku dihatin sipartin qomployeke klasîk bû. Armanc û hedefa yekem, tevayî girtiyên ramyarî û şewqa wan bû. Dewlet ketibû rêyeke pir bêrehm, ev jî bandora xwe pir dikir. Lewre “Berxwedaniya zindana Amedê” piştî bîst sal jî weke kevneşopiyeke zindî didome û ji bo guhertina polîtîkaya zindanê roleke dîrokî leyîst. Di xeta azadiya Gel a PKK’ê de weke sembola helwest û sekinandinê, cihê xwe girt. Ber bi pêngava 15’ê Tebaxê ve çûyînê de, çalakiya rojiya mirinê roleke sereke leyîst. Ger rojiya mirinê neba, dibe ku di vê şêwazê de pêngav pêkne hatana. Li ser bîranîna rêhevalê Hakî Karer me PKK damezrand û li ser bîranîna berxwedana zindana Amed’ê jî, me pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir. Ez bûm Mem û Derwêşê Evdiyê hemû Zîn û Edûlan. Ji axîna dawî ya Manî, Mazdek û Babekan em bigirin, tenêbûna Kerbela ya Hûseyîn, eşqa heqiqetê ya Hallacî Mansûr, peyeya dostaniyê ya Pîr Sûltan, min hilgirte. Ez hevalê Denîz, Mahîr û Îbrahîman bûm. Ez şervanê tolhildana Mazlum, Xeyrî, Kemal û Ferhatan bûm. Di serdemeke wisa de, ji tevahiya van mînakên dîrokê re mînakê dawî yê serwextiyê bûm. Di van abîdeyên mirovatî de ne tenê şerê wan, doza wan ya aştiyê jî hebû. 1970’an de dengê ciwan pir bê tirs û geş bû. Di van qadên ku her milê wî bi xefkê ve tije ye de, bêtirsbûn dihat hîskirin. Heger wan ciwanan weke ku hebûna min re xwedî derkevin, ewqas Egîd û bêtirs bûn, heger di min de jî hestê rûmetiyê heye, minê heta dawî xeta van ciwanan bişopanda. Di Kizildere de şahadeta Mahîr Çayan, darde kirina Denîz Gezmîş, erkê girêdanê dabû li ser milên me. Êdî xwendina dibistanê tenê derfeteke bû. Êdî mîsoger bû ku ez ê bi navê gel tevbigeriya ma. Min pirsgirêka netewî wisa destpêkir. Pişt re bihara 1980’an de careke din kom giranî didan hûndir. Bi awayeke bêbextewarî girtina Kemal Pîr, encamê vê yekê bû. Li hember van rastî û rûmetiyan, komarê di cewher de na, di şêwazê de hedef girtin derdiket pêş. Ber bi salê 1980’an ve hem kesayet û hem jî PKK wisa şêwaz digirt. Li pêşberî min rastiya komar bandoreke serekî bû. Pejirandina nasnameya Kurd li milekê, ji bo gelê Kurd bixe bin tirbê her cûran rê û rêbazên din jî, di rojevê de bû. Nasname û kesayeta min ku li gor pêvajoyê taybetmendî û şêwaz girti bû, di vê rewşê de xebateke herî wate ku ez bikim, ji potansiyel û hêza Kurdan tişteke derxistina holê bû. Ji bo bîranîna şoreşgerên Tirkiyê û şehîdên me yê mezin Hakî Karer re, encax me bi tevger û rêxistineke wisa ve bersiv bida. Qonaxa bîrdozî û teorîk ku ez gihiştimê, dû tiştên bingeh bandora xwe dikir. An baweriyê ve girêdayî beşdariya dilnizm û dirûst, an jî beşdariyeke ku cewherê teorîk û hêza bîrdoziyê re girêdayî. Di nava PKK’ê de sembola nirx û rûmetên herî bilind di serî de Mazlum Doxan, Kemal Pîr, Hakî Karer, Xeyrî Durmuş, Mahsum Korkmaz û bi hezaran şehîdên rûmet bi hevsenga vê, herdû şêwazê vê beşdariyê ji bo têkoşînê çêkirin. Beşdariya bi cewher ya van hevalana, heta dawî biriye berbi helwesteke leheng. Di dîroka PKK’ê de sembola girêdan û abîdeyên pir mezin hene. Hakî, Mazlum, Kemal, Mehmet Xeyrî, Ferhat, Mahsum, Taylan Ozgur, Berzan Ozturk, Zîlan, Bêrîtan, Bermal û pir şehîdên ku ez nikarim navê wan bi lêv bikim mînakên hevaltiya mezin hene. Tevahî van nirx û rûmetana weke pirtûkeke bi wate ku pêwîst e herdem bê xwendin in. Ji bo wê PKK’ê weke ku hun fêm dikin, nikarin bidin şixûlandin. PKK ne têgihiştina te ye, PKK rastiya wê ye. PKK Xeyrî ye, Kemal e, Hakî ye. Weke van nirxana, tevbûna wateya dîrokê ye. Ev nirx wisa bi hêsan nehate destxistin. Di vir de hûnê pir vekirîbin. Ez ê ciwantiya girêdayî û hevaltiya bi azwerî ku bi Hakî ve destpê kir, bi Zîlan ve gihişt nirxekî mezin temsîl bikim. Ger hun dixwazin artêş û şer fêm bikin, divê hun, destpêka xelekên vê zîncîrê tê çi wateyê fêm bikin. Bi vê ve hunê wê bikin, xeleka vê zincîrê. Ev girêdana şehîda ye. Dema Şehîdên me yê yekem Hakî Karer hate qetil kirin, dinê li serê min de hate xira kirin. Ez ji bo ku tolhildana wî bigirim, tu hêza min jî nîn bû. Li milekê mezinbûna vê têkoşînê, ez ber bi çûndinê bûm û milêke din de jî şahadetên pir mezin heye. Gelo li hember vê rewşê em dikarin çi bikin? Jiyanî kirina rêxistineke, jiyanî kirina xwe û jiyanî kirina wesiyeta şehîdan heye. Pêwîst bû ku em li gor girêdana bîranîna wê bersiveke mezin bidin. Axaftineke Kemal Pîr hebû dibêje “Ey sûbayê dijmin ê kontirgerîla Esat Oktay, ji bo ku tu kêyfxweş nebî, ez ti car nabêjim dilopeke av bide min. Ez ji tere ti car lawahî nakim. Ez ji tere başiyeke wisa ti car nakim”. Dîroka PKK ya lehengî di vir de ye. Lehengî, heta dilop û hênasa xwe ya dawî ji dijminê xwe re lawahiyê nake. Nirx û bedewiya herî mezin jî ev e. Lewre ez dikarim vê yekê jî bilêv bikim; heger hevalên rast û bedew niha di hawirdorê min de jî heba, dê şêwaz û rêbazeke wisa nêzîkê me û rêxistinê ne dibûn. Dema ku Kemal Pîr çalekiya heval Ferhat Kurtay wan bihîst, ji xwe re wisa gotiye; “divê ku me vê çalekiyê pêk bi aniya”. Wisa ber bi rojiya mirinê ve çûn. Ez çalekiyên ku întîharwariye napejirînim û şaş dibînim. Lê ez çalekiya Kemal Pîr, Mehmet Xeyrî Durmuş, Mazlûm Doxan û Ferhat Kurtay, weke tenê çalekiya întîharî na nirxînim. Gotina van hevalan heye dibêjin ku “Ger derfetê jiyanê hebana, me yê wê hîm bigirtana. Em ê heta dawî jiyana rûmet hîm bigirin”. Ev nirxandina hevalan, pîvanê me yê çalekî û jiyanê derdixe pêşberî me. Ji bo rûmeta mirovahî tişteke tenê ma bû, ew jî çalekiya berxwedaniyê bû. Weke tê zanîn M. Xeyrî Durmuş biryarbûna xwe û hevalê xwe wisa dinirxîne, “me bi serxist” dirûşmeya wan jî “wê rûmeta mirovahî qezenc bike” bû. Kevneşopiya me ya şerê berxwedaniyê ev e. Pêwîst e ku heta dawî rast bê fêm kirin û rast bê pêkanîn. Di me de, di xeta şehîdbûnê de mirin û jiyan yekbûye. An jî ferqa wê jê biriye. Şêwazê xebata Rêbertî, şêwazê xebata ku ferqa dinavbera mirin û jiyanê de radikiye. Bi qasî jiyaneke ku ji mirinê pir dûr nîn e, di mirinê de jî, taybetmendiyeke qedîn û tinebûna jiyanê ku nayê fikrandin heye. Ev ya pir girîng e. Di ramyariyê de, leşkeriyê de, di rêxistinê de bi kurtî di hemû cûrên xebata de, ferqa dinavbera jiyan û mirinê de rakirin. Weke ku qet ne miriye jiyan kirin û her dem weke ku em bi mirinê re rû bi rû ne jiyan kirin te esas girt, tê wê wateyê ku di xeta şahadetê de jiyan dikî. Evan xebatan bi vî rengî dimeşin. Di xeta fermandariyeke cuda de temaşe kirin, wê ne mûmkîn be. Li vir hîna jî hinekê şêwazên PKK yên ku dest jê neyên berdan heye. Kesayeta we ji pergalê girtiye çi ye? Jiyana ku we ji pergalê girtiye çi ye? Ne tişteke. Ger hûn dixwazin ji xwe re hilperînekê (sıçrama) bidin çêkirin, yek kirina bûyera PKK a xeta jiyan û mirinê ya bi vî rengî, ya rastîn jî di cihekê de bûna xwedî jiyaneke ku mirinê mahkum dikeye jî. Kesayetê herî bi taluke ku di vê cîhanê de jiyan dike ez im. Lê bes taluke hebe, ez xwedî kesayetekê bi wî rengî me ku qet tahluke min negire ye. Ev jî bi şêwazê serkeftina PKK re pir girêdayî ye. Bi mîsogerî ez dibêjim fêm bikin. Roja şehîdan ji bo vê jî fersendeke mezin e. Ji ava ku hûn jê vedixûn, baya hûn jê henase digirin zêdetir, pêdiviyên me yên bi xeta jiyanê heye. Ez bawerim hûnê fêm bikin. Hûn fêm bikin, ev ya jî ji bo we meşeke bi têkûz, perspektîfa şer, jiyan, serkeftinê û serkeftina vê jî mîsogere. Wateya şahadetên yekemîn mezin e. Em berhemên wan in. Bi misogerî em nikarin van şahadetan biçûk bibînin. Rêbertiya PKK, bi taybetî Rêbertiya berpirsyariyê ye. Rêbertiya girêdayî bîranîna şehîdan mayîne. Pêdiviyên wê ne bicih anîn sivik bûne. Xeta rêbertiya PKK, weke xelekê ev bi sala ye hatiye girêdan, xelek bi xelek li hev hatiye zêde kirin, îfadeya rastiya ku nayê xira kirine jî. Ya were kirin rastî fêm kirin, ger gengaz be, bûyîna xelek û li vê zêde bûne. Me nirxên mezin dan şahadetên mezin, em pê xemgîn in, lê belê me girêdana wan jî bi pêngavekê destpê kir û heya roja me ya îro anî. Li ber serê we bi hezaran şahadet hatin jiyan kirin. Li ser vê hîmî şehîdan bi bîrtînim. Ji wê rojê de me girêdana wan bi destpê kirina çalakiyan de nîşandan, îro jî bi şewqdana wê ya li ser şerekî herî berfireh em vê girêdana xwe didin nîşandan. Heya serkeftinê jî wê bi vî rengî biçe. Di vê wateyê de em dibêjin ku, şehîdên şoreşa PKK û yên ku di vê rêyê de dimeşin nemirin. Rêber APO
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 387
Aliyên demokratîk ên Mustafa Kemal ji yê tê zanîn hîn zêdetir in. Artêş vê yekê ji min bêhtir dizane. Ez du mînakan bidim. Mustafa Kemal dibêje “Serwerî ya gel e”. Ango serweriyê ji her cure xanedaniyan digire û dide gel. Li vê derê wan xanedaniyên di nava gel de jî tê de ye. Her cure xanedaniyên di nava gel de, yên weke eşîret û axatî jî di tê de, vana digire û serweriyê dide gel. Mustafa Kemal ji jakobenên Fransız îlham girtiye. Jakoben, weke çavkaniya serweriyê, netewiyê esas digirin. Aliyekî demokratîk ê Mustafa Kemal jî ew e ku dibêje pêwîst e xweseriya berfireh ji Kurdan re were dayîn. Ti dijberiyeke wî li hemberî Kurdan nîne. Li hemberî îttîhatgeran di nava têkoşînê de ye. Mustafa Kemal ji bo îttîatgeran digot “Ezê hemûyan bidarde kim”. Îttîhatgeran li hemberî Mustafa Kemal suîqast kirin. Bûyera Osmanê Kulek heye, hewildanên wî yê li hemberî Mustafa Kemal hene. Îttîhatgeran dixwestin komarê bi dîktatortiya faşîst îdare bikin. Lê belê Mustafa Kemal ku hişmendiya îttîhatger wergirt, hat fetisandin. Di wê demê de Hîtler çû, lê bîrdoziya wî li cih ma. Ev îdeolojiya faşîst şêst salan berdewam kir. Mustafa Kemal bi Kurdan re peyman çêkir. Bi Îslamgir û Komînîstan re li hev hat. Piştî ku kadroyên îttîhatger desthilatî xistin bin destê xwe, ji sala 1925 û pê ve dest bi tasfiyekirina Kurdan kirin. Ma çawa bû ku Mustafa Kemal, ku di 1924 de digot bila xweserî ji Kurdan re were dayîn, piştî 1925an Kurdan tasfiye dike? Divê mirov vana baş têbigihije. Gelo Mustafa Kemal Mustafa Suphiyan da kuştin, an îttîhatgeran? Di vê mijarê de pêdivî bi ronîbûnê heye. Koçberbûnên Saîd-î Nûrsî û Mehmet Akîf jî tên zanîn. Tê zanîn ku vana ji aliyê Mustafa Kemal ve hatine kirin! Lê belê, ne wisa ye. Gelo Mustafa Kemal an jî Îttîhatgeran vê yekê kir? Ez di wê baweriyê de me ku îttîhatgeran van tiştan kirin. Ez dibêjim ku pêwîst e aliyê demokratîk ê Mustafa Kemal esas were girtin. Artêş neçar e vê yekê fêm bike. Li Tirkiyê ji ber sedema Musul-Kerkuk, ji 1925 û pê ve Îngîlîz serdest bûn. Ji 1944 û pê ve jî ev rola pêşeng derbasî Emerîka bû, Emerîka serdest bû. Di 1944 de 20 kes ji Emerîka re hatin şandin. Îsmet Paşa jî îflas kir. Di bin pêşengiya Emerîka de heya roja me ya îro hat. Hêza pir mezin a Kurdan heye. Kurdan gelek pêvajo derbas kirin, baş perwerde girtin. Ji niha û pê ve wê li Rojhilata Navîn bi Kurdan re peyman were çêkirin, wê Kurdan bigrin dîqatê û wê piştevanî ji Kurdan re were dayîn. Tu kes bi Ereb û Farsan re peyman çênake, yên li Rojhilata Navîn xwe dane xuyakirin û pêş ketine Kurd in. Kurd di warê siyasî de pir pêşketine, reng e kirina çalakiyan (yên çekdarî) jî wê ziyankar be. Ozal kesekî wêrek bû. Wêrekiya wî ya şexsî hebû. Pirsgirêkê fêm dikir û dizanî. Lê Ergenekon Ozal berteraf kir. Di wê demê de Emerîka destek dida Ergenekonê. Lê di sala 2007 de Emerîka desteke xwe ya ji wê beşê vekişand. Erdoxan û Gul nikarin li hemberî mazereta Ergenekonê li ber xwe bidin. Li Tîrkiyê ji bo qanalên siyaseta demokratîk zemîn heye. Min berê niha jî destnîşan kiribû. Çawa ku Şoreşa Fransî ji bo demokratîkbûna li Ewrûpa rol leyîst, çawa ku Şoreşa Rus jî di dîrokê de bandorek afirand, li Tirkiyê jî di roja me ya îro de zemîneke wisa ya civakî heye. Wê Tirkiye mezin bibe. Sedema ku qala girîngiya Tirkiyê jî tê kirin ev e. Niha li Tirkiyê ew beşa layîq li ber xwe dide, naxwaze berde. Beşa Îslamgir jî xitimî ye, xitimandineke dijî. Her du beş jî xitimîne. Em dixwazin ku ji vê xitimandinê demokrasiyê derxînin. Desteka mezin a gel ji bo Erdoxan heye. Li Tirkiyê beşeke aborî li pey wî ye. Erdoxan nûneriya vê beşê dike. TOBB jî wî destek dike. Beşeke girîng a TUSÎAD layîxparêzan, beşek ji wan jî Erdoxan destek dikin. Ji ber vê sedemê em dixwazin ku demokrasî qezenc bike. Dibêjin ku bi min re dilsoz in, dilsozbûna bi min re, tê wateya ku ez werim têgihiştin. Ji ber ku hun ji bo min dibêjin “Birêz”, di derbarê we de doz têne vekirin û ji bo vê hun cezayan digirin. Lê hun fêm nakin. Hun tiştek nakin. Gotina Birêz tê wateya rêzgirtin û fêmkirina min. Wê demê pêwîst e hun pêdiviya vê yekê pêk bînin û navaroka wê dagirin. Ma çima tiştek nakin? Ma hun nikarin yek taximeke fitbolê jî îdare bikin? Gelo komeke govendê ku ji jinan pêk were heye, gelo komeke şano heye? Vana hemî xebatên demokratîk in. Wê spor, govend û şanoya Kurdan hebe, divê vana hemî hebin. Gelo hun dikarin vana biserbixin? Ji siyasetê re cîdîyet pêwîst dike. Ez mirovekî cîdî me. Ez van nêrînên xwe ji dewletê re radigihînim. Dewlet min digire cîdiyê. Ma çima hun min cîdi nagirin? Eger hun negirin cîdiye û hun nikarin bikin, hunê dev jê berdin. Ez ti ji kesî re bi zorî nabêjim parezeriya min bikin. Hun jî neçarin cîdî bin. Divê tiştê ez dibêjim hun ji wan re ragihînin. Ezê we jî ji vê yekê berpirsyar bigrim. Ez ne zarok im. Dewlet îzîn dide hevdîtinan, lê ti kes nikare min araste bike. Dewlet jî dizane ez ne zarok im. Min di 99’an de projeyeke aştiyê pêşkêş kiribû; bi navê her çar beşan, çar nûnerên îstîxbaretê jî hatibûn. Li vê derê bi min re axivîn û me nîqaş kir. Paşê dewletê jî wê çaxê negirt cîdiyê. Wisa taxmîn kirin ku wê rêxistin tasfiye bibe, Ocalan bi tirsonekî tevgeriya û tirsiya. Niha tê dîtin ku hinek zêdetir digirin cîdiyê. Hunê jî min bigrin cîdiyê. Ji serokşaredarên jin û ji ciwanên hestiyar re bêjin ku bila pir kar bikin. Jin di nava civakê de di rewşa nesneyêke de ye. Di civakê de wisa tê hîskirin. Jin ev pênc hezar sal in ji bo zilam nesneyeke tecawizê ye. Veqetîna “mala giştî û mala taybet” ferq nake, ev wisa ye. Divê jin zêdetir kar bikin. Ezê desteka xwe ya bi wan re berdewam bikim. Ez ji bo jinan derfeteke nû ya jiyanê pêşkêş dikim, bila kar bikin. Ez ji bo çareseriya ku pêşbikeve re dibêjim Lozana Civakî. Lozana salên 1920’an, Lozana Netewî ye. Bi vê Lozanê re Komar hate damezirandin. Ev komar heta roja me ya îro nekarî were demokratîkkirin, niha pêdivî bi demokratîkbûna wê heye. Loma ez jê re dibêjim Lozana Civakî. Bi vê Lozana Civakî re, wê hemî beşên civakê werin demokratîkkirin. Di roja me ya îro de zêmînê vê yekê jî heye, lê divê pir xebat werin kirin. Pêwîste ev yêk baş bi kûranî were têgihiştin. Divê Kurd xwe ji Lozana Civakî re baş amade bikin. Kurd bi vê Lozana civakî re, wê pêşengiya demokratîkbûnê bikin. Divê Kurd bi rengekî yekpareyî û sertaserî weke civak, weke ku xwe ji şerekê re amade bikin, xwe ji Lozana Civakî re amade bikin. Loma ez dibêjim divê Kongreya Civaka Demokratîk her roj kom bibe û xebat bike. 1 Tîrmeh 2009
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 367
Min pêşveçûnên di derbarê 4’ê Nîsanê de şopand, hevalan qala wê kiribûn. Ez bawer im destûr dane komeke sembolîk. Gel rojbûna min weke zayîna xwe dibîne. Gelo televizyonan weşandin? Diyare hinek wê teysandine bi awayê veguherandina ziyaretê. Ez di rastî de ji vê çanda gelên Rojhilata Navîn re rêzdar im. Belê, di rastî de pirsgirêk ne rojbûna min e, lê gel wê weke zayîna xwe dibîne. Pirsgirêk ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî yan jî li wê axê ji dayik bûme, gel rojbûna xwe pîroz dike, vê yekê weke zayîna xwe dibîne û weke ronesansa xwe dibîne. Ez spas dikim ji her kesê ku çûne wê derê, yên ku pîrozkirine û keda wan tê de derbas bûye re; ez spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Lê pêwîst e naveroka wê neyê valakirin. Çandeke wisa ya Rojhilata Navîn heye û rêza min ji vê çandê re heye, lê pêwîste naveroka wê neyê valakirin. Wateyeke wisa heye, ku ez bawer dikim wateyeke min a wisa heye. Girîng e ku li ser vê wateya min rawestin, her wisa girîng e ku vê yekê têbigihîjin. Ez bawer dikim ku min gelek tiştan di temenê xwe yê 61 salan de bi cî kiriye. Li gel vê bi xwe re kiriye yek. Min beriya niha vê mijarê pir anîbû ziman. Min di parêznameyên xwe de bi rengekî berfireh vegot bê ka pêwîst e rêveberiyên herêmî çawa bin. Divê şaredarî ne wekî berdewamiya dewletê be, lê divê rêveberiyên herêmî û şaredariyên li ser bingeha civakê çêbibin. Di vê komînên navçeyî werin avakirin. Eger dixwazin rêza dewletê jî ji wan re hebe, divê vê xebatê bi xwe spartina civakê pêkbînin. Eger bêjin dewlet pere neda, nade û bi awayê pere ji dewletê hêvî bikin, nikarin ti tiştekî bikin. Pêwîst e dev ji vê ferasetê berdin. Ew modêla ku li Başûr hatiye avakirin, bi navenda dewletê ye û pêşnûmayeke (taslak) dewlet-netew e. Nikare bi serkeve; wê pûç bibe, birize û biçe. Lê modêla me, ji ber ku xwe dispêre civakê wê hertim pêşbikeve. Dema ku hûn komînên xwe yên demokratîk avabikin, wê pêdiviya we bi vê jî nemîne. Dema ku li her der rêxistingeriyên xurt bêne avakirin, hingê wê tiştên duyemînî weke pere jî bên. Komînên navçeyî dikarin xwe bi awayê konfederasyona demokratîk bi rêxstin bikin. Encex bi vî rengî dikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Ez nabêjim ku eger wisa bê kirin, wê her tişt ji sedîsed çarser bibe. Belkî di mercên Tirkiyê de her tişt ji sedî sed çareser nabe, lê dibe ku çareserî di rêjeya (oran) ji sedî pêncî de pêşbikeve. Ji bo vê yekê divê hewldanên pir kûr çêbibin û bi kûranî di nava rêxistingeriyê de bin. Dema mijar tê ser jinê; ez di vê mijarê de jî pir axivîm. Ez dikarim vê yekê bêjim: di rastî de jiyana min a 61 salî, bi têkoşîna li hemberî feraseta namûsa sexte ku li jinan tê ferz kirin derbas bû. Derketina min a ji gund jî bi vê re pêwendîdar bû. Ez di vê mijarê de pir lêhurbûm. Ez bawer dikim ku min zanebûna azadiya jinê derxistiye holê. Kurtasiyeke dîtir jî ya jiyana min a 61 salî ev e. Xala ku min berî niha jî qala wê kiribû, ev e: Binaxkirina bi awayekî bi zindî ya wê jina li Semsurê û tiştên ku tînin serê zarokên keç ên biçûk li holê ne. Divê jin rêxistingeriyên xwe avabikin û biqasî wê jî bi perwerdekirina tevahiya jinan, keçên biçûk jî tê de, pêwendîdar bin. Min berî niha qala Akademiyên Jinên Azad kiribû. Divê ev besît neyê dîtin. Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe. Min çendekî berê nûçeyek xwendibû di derbarê mankenekê de ku ji Ukrayna hatiye anîn ji bo firoşgeheke cilan ku li Batmanê hatiye vekirin. Ji bo min weke pêkenokê hat. Lê di rastî de ciyê ku moda lê zayî ye Mezopotamya ye, ku Batman jî di nav de ye. Ya girîng ewe ku mirov vêya derxe holê. Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe û vêya li cil û bergên xwe bidin xuyakirin. Ez giringiya takekesî di jinê de înkar nakim, takekesî elbet girîng e. Lê eger civakîbun nebe, takekesî bi tena serê xwe tu wateyek dernabire. Hûn dikarin van tiştên ez dibêjim, bi rêya sûdwergirtina ji pareznameyên min ên berî niha jî weke peyamek ragihînin. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim û silavên xwe radighînim. Min di hefteyên buhurî de jî anîbû ziman. Min dîroka me ya têkoşînê veqetandibû bo sê heyaman. Heyama yekemîn, heyama dûyemîn ku heya 1993 dewamkir û heyama sêyemîn ku ji 1993 û vir ve dewam dike. Vê heyama sêyemîn di rastî de heya sala 2002 ye. Minê vê heyama sêyemîn di sala 2002 de bi dawî kiriba, lê di wê demê de AKP hîn nû hatibû ser desthilatiyê. Min xwest ez şens bidim AKP’ê, lê AKP’ê me ewiqand û heta roja îro bi rêya ewqandinê pêvejo anîn. Ez ji 17 salan û vir ve rola xwe bi cîh tînim. Gelek tişt ketine ser milê min. Dibe ku muzakere destpê bikin lê ne tiştekî rast e ku her tişt bi rêya min were meşandin yan jî her tişt li ser milê min were barkirin. Tiştên ku ez karibim li vê derê pêkbînim û rola ku ez ji bo aştîyê bilîzim, sînordar in. Derfetên li vê derê sînordar in, ancax ewqas dibe. Di vê pêvejoya pêşiya me de wê ew bi xwe destnîşanbikin û biryar bidin ka wê têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe çawa bidin meşandin û rêveçûnekê çawa bişopînin. Rojbaş. Ji her kesî re silav. 7ê Nîsana 2010
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 352


