Ev heval, beriya ku şehîd bibe ji bo min raporek rêkiribû. Min şehadeta wê ne bihîstibû. Lê, timî di bîra min de bû. Gotibû; “Ezê ji tehlîlatên Serokatî sûd wergirim û dixwazim ceribandina romanekê bikim.” Li gel me heya niha kesî gotinek bi vê awayê nekiribû. Rêhevaleke gelekî pêywender bû. Min di got; ez vê hevalê bibînim û nîqaş bikim wê baş be. Dûvre agahiya şehadeta wê hat. Keçikek pir leheng bû. Di asta fermandariya taximê de diçe li ser qereqola Rûbarok û birîndar dibe. Ruxmê ku birîndare jî di şerê Başûr de di eniya xwe de di pêş de cih digre. Li wê derê jî, heya guleyên wê xilas dibe di mevziyê de dimîne. Dûvre jî hêzên noker ên xayîn derdorê wê dorpêç dikin û dibêjin; “radest be em tiştek li te nakin.” Lê, helwesta vê hevalê jî ev e, dibêje; “we bi neyar re nokertî kiriye, hûn li Başûr êrişî şoreşa Bakûr dikin, hûn xayînin, ez xwe radestî we nakim.” Ji bo Serokatiya partiyê dirûşme davêje û xwe ji zinaran davêje. Ev çalakiyeke pir watedare û wêrektiyek e. Di asta teorîk de jî bi hêz e. Ev tenê çavkaniya xwe ji welatparêztî û berxwedêrtî nagre. Her wiha tehlîlatên wê ji pir kûrin û li ser esasê fêmkirinê ne. Ji ber ku dixwaze wan hîn bêhtir kûr û firehtir bike. Ev rewş dide diyar kirin ku wê ji vê hevala me kesayeteke xwedî çareserî derketiba. Kesayetên ku ji bo fêmkirinê bi biryar û ji bo vê jî her cûrê berxwedaniyê didin meşandin derdikevin. Pêwîste mirov nirx bide van rêhevalan. Pêdivî heye ku mirov ji bo bîranîna vê hevalê bersivên xurt bide. Ev kesayetane ne kesayetên ku mirov hêsanî nêz bibe ne. Ji bo vê şehadetê, heval dibêjin; “em bi bîranîna vê hevalê re girêdayîne, emê navê wê bidin tabûrê.” Pirsgirêk ne ewe ku mirov navê wê bi de tabûrê. Ya girîng ewe ku, helwesta ku mirov daye raber kirin jiyanî kirina wê ye. Ji xwe yê ku gihişt vê encamê jî helwestên ku dane raberkirin e. Em vê girîng dibînin.

Ya rastî jî, ev rêhevala me ji bo pêşketinê bi biryar e, her wiha pir şaşîtiyan re jî rûbirû maye. Dibe ku şaşitî jî kiribe. Lê belê, her diçe di xeta rast de kûr dibe, encameke pir bi bandor jî digire. Tişta ku ez dixwazim bêjim ev e; ger em rê vekirî bihêlin pir kesên leheng û yeman wê derbikevin. Her wiha berê digotin; “jin giranî çêdikin, em çi ji wan bikin?” Min ji wan re digot; yên ku dibêjin jin giranî çêdike ew bi xwe giranî ne, jin hêzeke mezin ya fedaî ye. Asta ku ev hevala me xwe gihandiyê jî dide diyar kirin ku piraniya wan de derdikeve li gel feraseta xwe fedakirinê, vegotina wêrektiyê jî heye. Hûn vê nanirxînin, bi nêzîkatiyên kevnar ê feodalîzmê û nêzîkatiyên civakî nêz dibin. Ev nêzîkatî rast nîne. Dibe ku hêza we têrî nekê, nêzîkatiyên rast dane diyar kirin jî dibe ku zehmet be, lê belê feraseta min jî wisa ye. Her wiha derket holê ku ev feraset rast e. Pişt re jî pir kesan got; hemû di sengeran de berxwedan e, kes ne reviye. Weke ku me dizanî ne wisa ye. Xeta Şehîd Bêrîtan ji bo min pir giring e. Ez dibêjim xet û bîranîna Bêrîtan. Em jiyana Şehîd Bêrîtan bikin xet. Ji bo min nameyek wê hebû, ez bawer dikim yek name bû. Hêza wê ya entelektûel û kûrbûna wê jî hebû. Xwe radest nake. Xwe radestê netewperestiyên paşverû nake. Ferhat xwe radest dike. Ev xetek e. Xwe ji zinaran davêje. Ev ne xwekujî ye, xeta azadiyê ye. Ev mezinbûna rûmeta jin û berxwedaniya wê ye. Ev pir girîng e. Formûla min a pênc hezar salan heye. Ji neolotîkê heya roja me ya îro çanda xwedavendî em rojane dikin. Ez jê re dibêjim “şoreşa zayendî.” Tevgera azadiya jin bila jiyanî bikin, bila jin bi tenduristî bisekinin. Bila ti qisaweta(endişe) jiyan nekin, heya dawiyê ji xwe bawer bikin. Ewê Rojhilata Navîn çareser bikin.

Bêrîtan, ji bo xwe radestê Kurdên paşverû nekê xwe ji zinaran avêt. Ji gundekî nêzî Qereqoçanê bû. Pêşmerge pir hêvî jê dikin, ji bo ku xwe radest bike dibêjin; “em tiştek li te nakin.” Xeta azadiyê ya ku ez hîm digrim ev e. Ew jî ji bo xwe azadiyê hîm digire. Parastina rûmeta wê keçikê deynê me yê mezin e. Ev rêgeza min e. Ez Bêrîtan bi vî awayî dinirxînim. Min vala vala negot xeta Bêrîtan. Berxwedaniya Bêrîtan di nava me de wek şêwazek e. Heval xwe radest nekir û ji zinaran avêt. Neh keç hebûn, govend girtin û xwe bi narincokê(el bombası) şehîd kirin. Ji bo ku nekevin destê neyar bi vî awayê kirin. Ev hemû ji bo me lehengin. Rêhevalên jin ê pir zadegan(soylu) û berxwedêr hene. Her wiha rêhevalên ku xwe şewitandine jî bibîrtînim. Kesên ku dixwazin bibin hemdem bila biçin xwe bikin hemdem. Ev diçin Avrûpa diçin ku bila biçin. Bi zimanê magazînê nabêjim. Ev çand yê werê zindî kirin. Zilam naxwaze fêm jî bike. Ji derveyî vê jiyaneke azad nabe.

Ez keçên me hişyar bikim. Divê jinên me divî mijarî de çavvekirî bin. Fersendek pênc hezar salî hatiye bidestxistin. Ji bo her yek ji we an ji bo we hemûyan qesir jî bidin, tif bikin rûyê wan. Bila keçik qiyamet rakin, dixwazin dîsa we bixin cendereyê. Lîstokek mezin li ser jinan heye. Her kes ji çiya dakeve jî, heta ku aşitiya wan ê birûmet pêk were ew têkoşîn bikin û danakevin. Hûn berxwedana Bêrîtan dizanin. Ji Dersîmê bû. Dema li kêleka kendalê ye, pêşmerge gazî dikin û dibêjin “were em te nakujin.” Lê ew ji bo ku teslîm nebe xwe ji kendalê berdide. Wê xeta Bêrîtan bişopînin. Ez neferek vê xetê me. Heta ku aşitiya birûmet were vî xetê bidomînin. Jinên ku min dişopînin hene. Ji bo bîranîna bisedan şehîdên me divê keçên me xwe di siyasetê de bihêz bikin, nekevin jinikbûnê û kesayetên xwe biparêzin. Pîrekbûna(karilaşma) jin pîrekbûna gel e, pîrekbûna jin pîrakbûna welat e. Jina ku bibe pîrek dibe ji hindek kesan re dibe malê qirêj û nirxek wê jî nîne. Divê bi tenê jiyan kirinê bidin ber çav, divê mirinê bidin ber çav. Wesîyet û şîreta min ev e. Bêrîtan ji me re wesiyet e. Ma em dikarin wê keçikê jibîr bikin? Ew peyam e. Ew ji me re bangawaziye. Ew ji bona me Jeanne D’Arc e. Bisedan yên wek wê hene. Em wê bingeh bigirin, ew rûmeta me ye. Çalakiya wê, çalakiya evîn û rûmetê ye. Cîhê ku ew lê ye, em li wir in. Em heta kesê dawî bimîne şer bikin. Em ji bo namus û azadiyê, em ji bo rûmetê şer bikin. Ji bona min bitenê keçek Kurd an go xortek Kurd yê ku bi xetê ve girêdayî û durist bimîne bes e. Ji bona min Têkoşîna Azadiyê girîng e. Têkoşîna min azadîxwaz e, xwe spartina hêza xwe yê cewherî ye û ji kesek re leşkerî nekirine. Têkoşînek wisa ku bi pere, dolar û jinê were firotin nîne.

Ez şehîdek me bînim bîra we. Şehîd Bêrîtan. Pêşmerge di zinarekî de, li kêleka kendalekî derdora Bêrîtan dorpêç dikin, digirin nav çemberê. Dibêjin, radest bibe, dema dibêjin radest bibe jî dibêjin ne ji bona ku em te radestê Tirkan bikin, were em xwişk û bira ne, em îşkence li te nakin, were bitenê di nav me de bimîne. Lê Bêrîtan dizane ku birastî jî ev ne wisa ye, girêdayê azadiya xwe ye, vî rewşî nikare birûmeta xwe bide xwarin û xwe ji zinaran diavêje jêrê. Bêrîtan xwedî xeta Rêbertî û azadiya bêdawî bû. Ji bona min ya girîng, têkoşîna xeta Bêrîtan e.