Dibe ku dewlet bixwaze min sax bihêle; lê ez nikarim bêjim ku ew dixwaze min bi awayê ku ew dixwaze sax bihêle. Dibe ku dewletê ew tişt hema ji bo ku bibe gotin gotibe. Lê em jî xwedî îradeya azad in, em bi îradeya xwe ya azad û hişmendiya xwe dijîn. Ji bo azadiyê, heta rojek jî jiyan girîng e. Wê demê, jiyan ji mirinê dijwartir bû û rêya dijwar hatiye hilbijartin. Mirin tiştekî demkî ye û zû diqede. Ji ber ku rêya dijwar pêwîst bû, min biryar da ku bijîm. Min hest û ramanên xwe ji bo jiyanê pêş xistin. Bi rastî, ev berxwedana herî mezin bû. Lê hin kes derdikevin dibêjin çima li ber xwe neda. Yên ku vê dibêjin an xwedan niyetên xirab in an nezan in, reben in. Divê ew li xwe binêrin.

Meşa 9’ê Cotmehê meşeke ku li aştî û çareseriyek demokratîk digere ye; ew îradeya serkeftinê diyar dike. Ez bawer dikim ku ev mafdar e. Çima min berê xwe neda Ewropayê, qada siyasî, ne ku ber bi çiyayan ve? Ez îro jî vê hildibijêrim. Ji bo ku nebim sedemê gelek êşên dîtir min tercîh kir ku ez neçim çiyayê ku min çil salan xeyal dikir. Min ew hilbijart ji ber ku îhtîmala aştî û demokrasiyê, her çend pir sînordar be jî, xuya bû û min baweriya xwe pê anî. Encam tam ne diyar e; ew bi ser neket. Divê hevalên min vê yekê baş bizanibin. Divê gel û Tirkiye hewl bidin ku vê yekê fêm bikin.

Ma DYA û Yewnanistanê min revandin da ku min bikujin an jî min sax bidin Tirkiyê? An jî dixwestin miriyê min bidin? Plana van hêzan hîn ne diyar e. Me hîn jî bi tevahî fêm nekiriye. Ji ber ku me nekarî vê komployê eşkere bikin, pêwîst bû ku em bijîn û ger hebûya komployê eşkere bikin, û ji bo vê yekê jî divê ji mirov xwe li ber mirina zû de nerazandiba. Ji ber vê yekê me mirin xeternak didît. Hilbijartina mirinê dê biba xizmetkirina komployê. Ger em bijîn, em dikarin vê komployê eşkere bikin. Li gel sedemên dîtir jî, ev ji bo dijberiya komploya Yewnanî pêwîst bû.

Bi rastî, di wan rojên destpêkê de, bûyera Bazara Şîn û bûyerên bi vî rengî qewimîn. Ez ji îhtîmala rastîn a deh hezar mirinên neheq ditirsiyam. Gelek kes serhildanê wekî rêya yekane dibînin. Ger tiştek wusa biqewimiya, piraniya miriyan dê Kurd bûna. Exlaqê min ê siyasî qet vê yekê qebûl nedikir. Ez bimirim an na ji bo min ne girîng e. Lê heke me pêvajoya çareseriya demokratîk dest pê nekiriba, dê deh hezar kes bimirana. Ez hîn jî têkoşîna azadiyê dimeşînim. Min dev ji vê yekê bernedaye. Têkoşîna azadiyê hem bi aqil û hem jî bi hiqûqê tê meşandin. Divê rewşa ku heta dawî serhildan dike û dûvre jî teslîm dibe were derbas kirin.

Helwesta min eşkere ye. Nûnerê Serfermandariya Giştî got, "Ev lîstikek kuştina bira a birayan e; em ê vê Lîstikê xirabikin." Min jî got, "Ez tevlî dibim." Di nîvê balafirê de, min jê pirsî gelo ew endamê çete ye. Wî got, "Em ne ji wan in."

Mirina min dê çawa be? Gelo ew ê li ser xaçê be, gelo ez ê nefesa xwe ya dawî li ser xaçê bidim? Ez şêwazê vê yekê nagirim navenda siyasetê.

Cûdaxwazî(Ayrılıkçılık) ne hilbijartina min e. Tiştê ku ez salek û nîv e pêş dixim ne cudaxwazî ye, lê yekîtî ye. Xwesteka min a ji bo aştiyê bi kokeke. Bes ku di nav hikûmet û dewletê de di vî alî de guhertin çêbin. Parlamento dikare ji bo yên li çiya efûyek giştî bide. Ger Kurd bi azadî çanda xwe îfade bikin, wê li çiyayan tundûtûjî nemîne.

Ez bawer dikim ku ev nêzîkatî bi sosyalîzmê re lihevhatî ye. Her çend ez li dijî cudaxwazîyê bi dilsozî baweriya xwe bi yekîtîyê bînim jî, ez di heman demê de bawer dikim ku ew ji hêla îdeolojîk ve bi sosyalîzmê re lihevhatî ye. Ez dibêjim ku cudaxwazîya li ser bingeha neteweperestî û eşîretîyê xelet e. Bes ku azadiya demokratîk hebe. Hemû pirsgirêk dikarin li ser vê bingehê werin çareser kirin. Ez dikarim bibêjim ku em xwe li ser vê bingehê amade dibînin. Ger Tirkiye jî gavên ber bi demokrasî û aştîyê ve bavêje, dê li Başûr jî ji pevçûnê dûr bikevin. Beşa trajîk a edebî ya vê yekê bi jiyana min ve girêdayî ye. Ew dema ku ez deh salî bûm min dest pê kir; ev rêwîtiyek felsefî û edebî ye. Du salên dawî hîn dijwartir û trajîktir bûn.

Dema ez deh salî bûm, diya min got, "Min tu anî dinyayê, çima tu li min nanêrî? Çima tu ji min hez nakî?" Min bersiv da, "Te ez avêtim nav êşek mezin." Ji wê gavê û pê ve, min pêşeroj hîs kir. Gelo ev dibe ji nû ve jidayikbûna gelekî di pêşerojê de be? Ev serhildan di gava ku ez deh salî bûm de dest pê kir, û heta roja îro jî berdewam dike. Gelo hêviya jiyaneke azad ji bo gelekî dikare wekî encamek vê serhildanê pêk were? Em bi pirsgirêkên jiyanê yên cidî re rû bi rû ne, rewşa me rewşekî di xaçê de ye. Ger derfet hebe, ez dixwazim bi berhemeke edebî ya trajîk bersiv bidim. Ez ê hewl bidim ku di pêşerojê de vê yekê vebikim.

Îro, ez li Îmraliyê me. Li başûrrojavayê Îmraliyê, hinekî dişibihe Troyê. Ger Îlyada were xwendin trajediya me dikare çêtir were fam kirin. Li dijî Hektor şerê di navbera Zeus û Athena de heye. Paşê trajediya Hannibal heye. Hanîbal, ku ji Romayê hat şopandin, gihîşt heta Gebze ya Anatoliyê. Li wir, bi vexwarina jehrê xwe kuşt. Em jî hatin Anatoliyê. Li vir her çend dijwar be jî îhtîmala aştiyê heye. Ez ji şer zêdetir baweriya xwe bi aştiya li Anatoliyê tînim. Gelo ev trajediya, bi rêya aştiyê, dikare rê li ber hêviya jiyaneke azad veke? Gelo trajediya dikare bibe dawiya vê yekê? Ger em bikaribin bi jiyaneke azad aştiyeke bi rûmet û xweşik bi dest bixin, watedar e. Bi tevî hêviya xwe ez li ser vê yekê disekinim.

Em bi rastî serxwebûnxwaz in. Ji ber vê yekê, ji ber ku ew dizanibûn ku ez ê nebim amûrê wan, ji ber vê yekê min ber îmhayê de razandin. Kesên mîna Talabanî ji wan re rehet in ji ber ku ew wan bikar tînin. Îmhaya min jî di komployê de hebû. Divê ev bi zelalî were fêm kirin.

Divê pirsgirêka Tirk-Kurd bibe meseleyekî Tirkiyê. Çareseriyek demokratîk li Tirkiyeyê dê pirsgirêka Kurd çareser bike. Yên ku ji bo berjewendiyên xwe yên teng ên malbatî û eşîrî siyasetê dikin, sûdê nadin tu kesî.

Em alîgirên serxwebûn û rizgariya Tirkiyeyê ne. Em ê piştgiriyê bidin vê yekê. Ti eleqeya vê bi teslîmbûnê re tuneye. Çima Çîler xemgîn e, çima diqîre? Ji ber ku deriyên wê ên qezencê tên girtin. Hem Partiya Fazîletê û hem jî Rêya Rast dixwazin ez bêm daliqandin. Ji ber ku berjewendiya wan di vê yekê de heye. Ji ber vê yekê min helwestek xwînsarî girt. Ya min jî baş bû. Komplo ne tenê li dijî min bû, li dijî Tirkiyeyê jî bû. Min ji wan re got ku nekevin nav vê lîstikê. Tiştek wekî evîna Tirk-Yewnan tune ye.

Ji bo ku komplo di vê pêvajoyê de were eşkerekirin, saxmayîna min pir girîng bû. Komplo hate bêbandorkirin. Mirina min ji niha û pê ve ne girîng e. Yên ku li pey min tên, hevalên min, Kurd, heke ew aqilmend bin, divê min rast binirxînin. Tiştê ku ez ji wan re dibêjim ne pasîfîzme; li şûna berxwedana xav, ew serweriya hiqûqê ye, laîkbûn û Komara Demokratîk e. Jiyana li welatekî hevpar li ser bingeha vê yekê tiştek xweşik e. Lê belê dê herkes sozê re girêdayî be. Ger dewlet lîstok bike, wê komplogerên derve qezenc dikin. Gelê dirûst yê Tirkiyeyê, mirovên wê û Tirkiyeyê bi xwe dê winda bikin. Komara Demokratîk veguherînek bi dilxwazî ber bi cudaxwaziyê ve misoger dike. Pirrengiya çandî dewlemendiyek e. Bila heft reng be, ne spî û ne jî reş.

Divê Kurd bi xwe re dilovan bin, ne bi min. Qebûlkirina min wekî rêber û ragihandina piştgiriya min ne karekî hêsan e. Parastina min ne hêsan e, û wekî parêzerê min tevgerîn berpirsiyariyek giran dixe ser xwe. Ev hişmendî û rêxistinek mezin hewce dike. Azadiya xwe bi tevahî biparêzin, li ser parastina rewa, aştî û biratiyê bi tevahî israr bikin. Aştî û biratî dê misoger bibin.