• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. RÊBER APO

ŞOREŞA JINÊ ŞOREŞA GULÊYE

Di demdirêjiya dîroka şaristaniyê de, li dijî zivistana dijwar û berfê dijwar ya serdestiyê spartî derewînî û zordariyê, li ser cinsa jinê weke berfînên ku berf û qeşayê kun dike, azadbûnên jinê pêk tê. Bi vê, her biharbûna jinê, bihara jinê, li dijî zivistan û berfê dijwar kulîlkvedan, kulîlkvedana tevgera azadiya jinê pêk tê. Ez vê radeyê girîng dibînim. Ez bi jinê re bi dil û mejiyê xwe têkil bûm, bûm yek. Yekbûna min bi jinê re, yekbûnekî ji eniya min, ji mejiyê min e. Nasnameya min ev e, formasyona min ev e, lênêrîna min li jinê ev e. Li ser vî bingehî ji biharbûna azadiyê re, ji kulîlkvedana azadiyê re dibêjim, hezar silav. Ez ji zarokan re, ji hemûyan re wê dibêjim. Min dixwest ez bibim yek ji we. 50 salî me, lê weke zarokan im. Hem ji bo jinan, hem ji bo zarokan, hem ji bo gelê me wek kesekî mayînê birûmet dibînim. Li Rojhilata Navîn sêyemîn xebata min ya destanî, li ser azadiya jinê ye. Li gorî min, ev xebatê ku pêwîst bû ji beriya xebatên rizgariya welat û kedê bihata destgirtin. Xebata herî zehmet bû. Jin, çîn, netew û cinsa perçiqî ya destpêk û bingehîn ya paşverûtî û koletiyê ye. Di xuyakirinê de cewaziya cins, ji bo newekhevî û çewisandinê dibe sedem. Eger bê lêkolîn kirin wê bê zanîn ku jin, bi temamî goriyên despêk yên serdestiya civak û siyasetê ye. Ji bo newekhevî û koletiya li ser mirovahiyê tê ferz kirin, çîna wê ya destpêk e. Piştî kû jin hat kolekirin, anîn warê tiştekî (nesneyekî) sernerm û kedî ya malê, dor gihîştiye afirandina civak û dewletê. Piştî ku zilamê zordar û derewîn li jinê xist, bi wêra ku ji wê girtî ve destê xwe dirêjî perçiqandin û dîlgirtina mirovên din û cinsê xwe kiriye, mîtolojî û olên ku sazûmanên herî derewîn yên ramanê afirandiye. Em qala ol û mîtolojiyên serdest û kedxwaran yên derewîn û zordariyê hildiberîne dikin. Dema li ol û mîtolojiyan tê nêrîn, jin bi hezaran fêl (hîle) û zordariyan, gav bi gav ji texta xwedawend ya bixemil tê xistin, girîngî nayê dayîn û herî dawî tê tunekirin. Ez şervanê azadiyê me, tevî vê ne gengaz bû ku min vê yekê nedîtibana. Weke zarokê azadiyê yê van xakan ku olê xwedawenda dayîk afirandiye û bûye warê xwedawendên dildariyê (eşqê) yên destpêk, minê bixwesta mezinên me yên destpêk û çavkaniyên me yên dildariyê têbigihînim, lêkolîn bikim û hêcetên wan yên hebûnê bibînim. Li ser vî bingehî kûraniya ku ez gihîştim girîng e. Min dît ku pirsgirêka azadiya jinê ji netewbûn û çînbûnê zortir e. Ez wisa pê de ketim. Derfetên min bisînor in, ji bo çareseriyê nêzîkbûnek cidî ya felsefî û teorî pêwîst e. Pêwîst e were hizirîn ku çareserî ka wê bi kîjan şêwaza nêzîkbûnê çêdibe. Hûn jî dikarin lêhûr bibin. Ez dikarim bêjim tiştê ku min ji zarokatiya xwe digerî, min di çerxa neolîtîk de dît. Tiştê ku civaka neolîtîk, Hîlala Berhemdar tê gotin di coxrafyaya Kurdistana îro de çêdibe. Di bilindkirina şaristaniyê de keda me heye. Afirandina şaristaniyên Misir û Sûmer bi neolîtîk re, yanî bi me re çêbûye. Enkiyê xudayê Sûmeran yê qurnaz, nûnertiya bavikê nîv zanedar, ne tam zordar, nîv sazûmankar dike. Navê Ninhursag, Înanna navên “nîne”, “ana” ( pîrejîn, dayîk) ji wir tên. Ger derfeta min hebûya, min dixwest ka çi ji serê xwedê, xwedawendan hat binivîsinim. Nivîsandina romana kêşeyan gelek balkêş e. Yê çanda axê afirandî jin e. Jin hêzekî awarte ye. Evqas bihêzbûna çanda dayîk, ji vir tê. Çanda jinê û çanda gel, ji neolîtîk dest pê dike. Şoreşa neolîtîk bixwe demokrasî ye. Paşketî ye lê, cewherê wê demokrasî ye. Çanda xwedawend ji Star tê heta Îştar, Înanna û Afrodît. Îştar, Star, Stêrk ji wir tê. Weke stêrk rojbûna we silav dikim. Emê hewl bidin da ku ev çanda xwedawendê bijînin. Ev çanda me ye. Piştî damezrandina dewletên wek Misir, Sûmer û Babîl, bi azadiya jinê re çandên gelan jî hatiye çewisandin, li bin maye. Çanda gel jî bi çewisandina xebatê dewletê, mîna nasnameya jinê li bin maye, xwe nekariye bi azadiyane li ser piya bihêle. Têkoşîna azadiya jinê, wê bi hêle ku çanda gel jî derkeve eşkerebûnê. Hem jin hem jî gel di nav çerxa neolîtîk de asê maye. Ne tenê pêşveçûna jinê, pêşveçûna gelan jî ji wê çerxê û pê ve zêde pêş neketiye. Ji ber vê yekê divê ji şoreşa neolîtîk û pê de, di encama lêhûrbûnekî de were nirxandin. Çanda xwedawenda dayîk ya dema neolîtîk, di dayîkên Kurdan de hîn bi awayekî xurt dijî. Jinên Kurd çiqas îdîaya xwe diparêzin, di cewherê wan de zêde girêdan û rêzdariya wan li şêwaza ol, çand û jiyana serdestiya zilam nîne. Girêdan û rêzdariya wan heyîn jî, ji ber çewisandin û kevneşopiyên madî û manewî, vê rewşê ji neçariyê pejirandine, dema derfet dîtin jî serî hildidin. Ne tenê jinên Kurd, tevayî jinên Rojhilata Navîn wiha ye. Di cewhera felsefeya Zerdeşt de li hember tiştê Semîtîk yê kole, berxwedanek heye. Ger di malbatên me de hin tiştên erênî hebin, kevneşopa Zerdeşt e. Zerdeşt li hember giyana koledariyê, raperîna destpêk e. Li ser vî bingehî di tevayî serhildanên demokratîk yên Rojhilata Navîn de cihekî jinê yê taybet heye. Weke hêza afirîner ya neolîtîkê, bi tu awayî ji aliyê civaka çînî ve xistina xwe nikare bipejirîne. Her tim biguman li serdestiya zilam meyzandiye. Bi temamî di cewaziya wê de ye ku mafên wê tê xwarin. Bêçaretiya wê, wê di nav êşên kûr de dihêle. Di zanabûna vê de ye ku tu demî ne şayanê di xistina vê rewşê de ye. Ew di bingeh de bixefî alîgirê çanda xwedawend e. Tu carî jidil de bawerî nedaye xwedayên zilam. Di zanebûna vê de ye ku her tim di nava valatiyekê de ye. Bi êş û bi hêrs dihese ku rêz û hezkirina ku mafê wê ye, nayê nîşandan. Tu carî nebexşandiye ku ewqas neçarî destê zilam hatiye xistin, zêdetir jî xwe nebexşandiye. Di cewaziya wê de ye ku zilam gelek ji dûrî hezkirinê ye, hovane û bê exlaq e. Baş dizane ku ji hêza dildariyê dûr e. Gorîbûna ewqas nakokîyan, berevajiya vê jinê ji nezaniyê zêdetir, nêzîkî zanayiyê kiriye. Dema bawerî da, di hêza nîşandana girêdaniya herî xurt de li ser wê nîne. Di giştî de tevayî jin, bi taybetî jinên Rojhilata Navîn, ji ber van taybetmendiyên xwe hêza civaka demokratîk ya herî zindî û çalakiyê ye. Divê bala jinê bê kirin. Têkoşîna azadiya jinê ji têkoşîna çînî bi nirxtir e. Jin garantiya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Asta azadiya jinê, asta azadiya civakê diyar dike. Pêşketinên ne bi eksena jinê, nekare serbikeve. Ji ber vê yekê ne tenê ya jina Kurd e jî, ez dibêjim, ronesansa jinê ya Rojhilata Navîn e. Ronesansa li Rojhilata Navîn, li ser bingeha derketina jinê çêdibe. Ez li dijî qirêjbûna spartî dogmayên mezin, paşverûtî û serdestiya zilam lêhûr dibim. Ew, encax bi ronesansa jinê derbas bûye. Serfiraziya civaka demokratîk ya dawînî bi jinê ve gengaz e. Ji neolîtîk û vir ve gel û jinê ku li beramberê civaka çînî de asê mane, weke xûdana pêngava demokratîk ya rastîn hem tola xwe ji dîrokê hildide, hem jî xwe bi cihkirina çepê şaristaniya demokratîk ya bilindbûyî ve antîteza pêwîst diafirîne, bi rastî di çûna ber bi civaka wekhev û azad de hêza civakî ya herî saxlem pêk tîne. Li Rojhilata Navîn antîtezbûyîna demokratîkbûna civakê, wê zêdetir di saya jinê de û piştî wê jî di saya ciwaniyê de çêbibe. Şiyarbûna jinê, wek hêza pêşeng ya civakê, di sahneya dîrokî de cih girtina wê, di nirxa antîtezekî rastîn de ye. Cîhana jinê, zanedarî, wîjdanî, heskirin û parastina jinê, berendama afirandina nirxên şaristaniyî yên cewaz e. Ji ber karakterên şaristaniyan yên çînî, li ser bingeha serdestiya zilam pêş dikeve, ev yek dibe sedem ku jin ji vî alî ve jî jinê tîne merca antîtezekî xurt. Hem derbaskirina cewaziyên çînî yên civakan, hem jî bi dawî anîna serdestiya zilam, ji wêdetirê antîtezbûyînê, di nirxa senteza nû de ye. Her wiha di demokratîkbûna civaka Rojhilata Navîn de merca jinê ya pêşeng di çapê cîhanê de hem di merca antîtezê de (çavkaniya xwe ji Rojhilata Navînbûyînê digire) hem jî merca sentezê de taybetmendiyên dîrokî hildigire. Azadiya jinê di şêwegirtina şaristaniya nû de wê rola her terazîner (dengeleyici) û wekheviyane bilîze. Jina ku ji rûxîna civaka neolîtîk û vir ve ji civakê hatî birin, wê dûbare di mercên rêzdar, azadiyane û wekheviyane de cihê xwe bigire. Ji bo vê wê tevayî xebatên teorîk, bernameyî, rêxistinî û çalakiyî were kirin. Rastiya jinê, ji têgehên çîna proleter û netewa hatî perçiqandin ku demekî gelek qala wê hat kirin, mijarekî şênber (somût) û tê analîzkirin (tahlîlkirin) e mirov dikare bêje ku veguhertina civakê ya herî bingehîn, bi veguhertina ku wê jin pêk bîne ve diyar bibe. Jin çiqas wekhev û azad e, tevayî aliyê civakî jî ewqas wekhev û azad e. Weke payîdar di cihgirtina demokrasî û laîkiyê de rola demokratîkbûna jinê wê diyarker bibe. Li ser rastiya jinê ev bernameya kurt jî nîşa dike ku tevgerîna civaka nû wê di rengê jinê de rewşekî serekî bijî. Min xwest di nêzîkatiya jinê de hinek pêş ve biçim. Min xwest, ev her du mijar di berdewamiya dîrokê de bûye hestî rûxînim, taybetmendiyekî derxînim holê. Min xwest, ewên ku weke çînbûna herî kevin û kûr hatî perçiqandin, rastiyên xwe yên cins û cinsî ku weke çarenûs pejirandine û di bingeh de zêde ne cewaziya wê de ne, bê ku rêzdarî li tu rûbera (xemna) exlaqî û olî bigirin, derxînim holê, pêk bînim ku cinsên xwe ji serkeftina xweyîbûnê û azadiyê nekişînin, berevajiya vê yekê jî weke exlaqekî azad, zayendiyên xwe weke meta (mal ) bikar neynin. Lê ev fedekariya me ya mezin, di nava me û derveyî me de ji aliyê gelek jin û zilam ve hate xwestin li hemberî min bê karanîn. Ez ne di vê rewşê de bûm ku ez bitirsim. Neserkeftina jina azad û jiyana azad, min her tim weke kêmahiyekê mezin dît û li hember tepkî girt. Lê belê heta vê temenê xwe, di vê mijarê de bin neketinê, min derfetekî mezin ji bo xwe hesiband. Vê yekê weke mîras û kombûnekî mezin nirxandina we, bi taybetî jinên ku di îdîaya xwe ya azadiyê de jidil û hêzdar, min derfetekî mezin hesiband. Jin; xwediyê jiyanê, axê yê rastîn e. Divê em bi navê dildariyê, pêşiya tevkuştina giyan û fizîka jinê bigirin. Divê di jinê de namûs hebe, lê ev yek bi kêrê, bi kuştinê nabe. Min got wiha nayê jiyandin û bi hêza tehnbûna azadiyê ve min giranî da pirsgirêkê. Di bingeh de ez dixwazim di mijara jinê de romanek binivîsim. Ger derfet bibînim ezê binivîsînim. Hêza min qasî bi we re hevaltiya herî xurt bike jî heye. Û heta roja îro min dahûrandin, diyalog, axaftinên berfirehî jî kirin. Ne weke xwediyê we, weke hûnermendekî ji rawestîna fizîkekî xweşik, heya çîrûskbûna jîrayiya (zeka) we û bi dengê zimanê we, heta hûn bigihîjin asta tama herî şîrîn, min destkariya her tiştê we kir. Hûn mezin bûn, mezin hatin xwedîkirin, lê hûn xeşîm bûn. Jiyana bilanet û ezbeniyên we yên zilam li ber serê we bûn. Hûn ji dûrî tecrûbe û hostatiyê bûn ku li hemberî wan û li gel wan şerê cinsî ya mezin bidin. Bi vê êşê we xwe ji kendalan avêt. Di nav agir de we xwe şewitand, bi bombeyan we xwe parçe kir. Weke jin, bi navê mêrxasiyê her tiştî kir. Lê hûn tenê xwe bûn. Zilamtiya li hemberî we, nedixwest ji nêzîkatiya xwe ya qebe wêdetir, nêzîkatiyekî bi cureya din, dostanî û rêhevaltiya wekhevan ya mezin bîne bîra xwe. Pêwîst e ev mijarana hemû ji nû ve were dest girtin. Her nasnameya xwe dibînin, her ku azad dibin, ez bawerim hûn matmayî dimînin, kifşa cîhanekî nû dikin. Divê hûn xebatên xwe li ser bingeha Akademiya Azadiyê bi rêve bibin. Tiştekî ku cesaret û vîn nikare fetih bike nîne. Yên îdîa û hêrsa xwe heyîn vê yekê bi ser dixînin. A gûl pêl bi pêl belav bûye. Şoreşa jinê şoreşa gûl e. Ev yek eşkere bûye.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 470

PIRSGIRÊKA AZADIYÊ

Ji min tê û ez dikim bêjim ku azadî hema hema armanca gerdûnê ye. Min pirî caran ji xwe pirsiye bê ka gerdûn bi rastî jî li pey azadiyê digere. Binavkirina azadiyê tenê weke lêgerîneke kûr di nava civaka mirov de, ji min re her tim kêm xuya kiriye û ez wisa hizirî me ku teqez aliyekî wê yê pêwendîdar bi gerdûnê re heye. Dema em dubendiya livik-enerjî wekî kevirên bingehîn ên gerdûnê bihizirin, ez bêhtir difikirim ku enerjî tê wateya azadiyê. Ez bawer dikim ku livika daringî jî pakêtçeya enerjiyê ye ku bi awayê mehkûm e. Tîrêj awayekî enerjiyê ye. Ma dikare were înkarkirin ku tîrêj xwedî herikîneke çiqas azad e? Her wisa em tevlî watedarkirina kuantayan, weke awayên enerjiyê yên livika herî biçûk têne pênasekirin, weke bandora ku di roja me ya îro de hema hema tevahiya cîherengiyê rave dike, bibin. Belê, tevgera kuantûmî hêza afirîner a tevahiya cîherengiyê ye. Ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ev e ew Xwedayê ku her tim lê tê gerîn. Her wisa dema ku tê gotin ku ser-gerdûnî jî heman weke di karaktereke kuantûmê de ye, dîsa heyecan tê min û ez dibêjim ‘dibe ku wisa be’. Dîsa, ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ew afirîneriya ji derve ya Xweda, ji vê re tê gotin. Li gorî min girîng e ku mirov di mijara azadiyê de xweperest nebe û nekeve daxistkariya mirov. Ma perpitîna mezin a lawirek di qefesê de ya ji bo azadiyê dikare were înkarkirin? Dema ku strîna bilbil senfoniya herî bijarte li dû xwe dihêle, em dikarin vê rastiyê bi kîjan têgîn, ji bilî azadiyê, rave bikin? Eger em hîn pêşdetir biçin, ma hemû deng û rengên gerdûnê azadiyê nahînin bîra mirov? Hemû perpitînên jinan, weke yekemîn û dawîn koleyên herî bindest ên civaka mirov, dikare bi kîjan têgîn, ji bilî gerîna wan a li azadiyê, were ravekirin? Şirovekirina fîlozofên herî kûr, ji bo mînak Spînoza, azadî wekî hêza wate û xwe rizgarkirina ji nezaniyê, ma nayê heman wateyê? Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêdawî de bifetisînim. Her wisa ez naxwazim wê weke rewşa xwe ya ‘mahkûmiyeta’ zayî ji dayikê jî bînim ziman. Delîla wê ew e ku min ji bo bîranîna Prometheus nivîsandina helbestê, ku cûreyek gerîna li azadiyê ye jî, ji bilî çend hevokan, qet neceriband. Tê zanîn ku ew jî, ji bilî hêmayîtî, ti wateya wê nîn e. Lê, ma dikare were piştgokirin ku ez mezintirîn şopînerê wateya azadiyê me? Dema em azadiya civakî dikin pirsgirêk, vê destpêka me ya kurt ji bo wê yekê ye ku mirov di meseleya kûraniya mijarê de hişyarker bike. Pênaseya civakê, weke xwezaya ku kûraniya wê ya zekayê ya herî pêşketî ye, di mijara tehlîla azadiya de jî ronakker e. Qadên kûr ên zekayê, ew qad in ku ji azadiyê re hestiyar in. Gotina di cî de ye ku mirov bibêje ku her kîjan civak be, hêza zeka, çand û aqilê xwe çi qas kûr kiribe, xwe ewqas ji azadiyê re meyldar kiriye. Dîsa, ev bêje jî gotineke rast e ku civakek xwe çi qas ji van nirxên çandî, zeka û aqil bêpar hiştibe, yan jî ji wan bêpar hatibe hiştin, ewqas koletiyê dijî. Eger em sîstema şaristaniya navendî li ser bingeha pirsgirêka azadiyê binirxînin, em ê çavdêrî bikin ku bi koletiyek, ku herku çûye qatqatî bûye, hatiye barkirin. Koletî di sê rehendan de jî bi awayekî xurt tê jiyandin: Pêşî, koletiya bîrdozî tê avakirin. Avakirina ji mîtolojiyan Xwedayên tirsîner û serwer, bi taybetî di civaka Sumerê de, pir balkêş û têgihîner e. Qata jorîn a Zîguratê, weke ciyê Xwedayê ku li ser mejiyan zal e, tê hizirîn. Qatên ortê biryargehên rêveberiya siyasî ya keşîşan e. Qata herî binî jî weke qata xebatkarên zenaetkar û çandyar, ku ji her cûre hilberînê re têne bezandin, hatiye amadekirin. Ev modêl heya roja me ya îro di cewher de neguheriye, lê tenê gihîştiye rewşeke mezintirîn a vebûn û belavbûnê. Ev çîroka sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, pevbestîna dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Hîn rasttir, rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Tehlîlkirina Zîguratê tê wateya tehlîlkirina sîstema şaristaniya navendî; lewre tê wateya ku mirov sîstema cîhanê ya kapîlatlîst a roja me ya îro, li hîmê wê yê rasteqîn bide rûniştandin û wê tehlîl bike. Dema ku pêşketina berdewamî ya sermaye û desthilatî weke kumulatîv (danehev) rûyêkî madalyonê ye, lê  li rûyê din bi awayekî bixof koletî, birçîtî, hejarî û kerîbûn heye. Em baştir têdigihîjin bê ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr bûye. Sîstematîka şaristaniya navendî, eger herku biçe bêparkirina civakê ji azadiyê û xistina wê  ya asta civaka kerî misoger neke, nikare xwe bide berdewamkirin û hebûna xwe biparêze. Çareseriya di mantiqê sîstemê de ew e ku zêdetir sermaye û emrazên desthilatiyê çêbike. Lê ev jî tê wateya zêdetir hejarbûn û kerîbûnê. Sedema ku pirsgirêka azadiyê ewqas pir mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her serdeman, ji ber dubendiya di xwezaya sîstemê de ye. Mirov azadiyê weke pirbûn, cûrebûn û cewazbûna di gerdûnê de pênase bike, wê vê yekê di ravekirina exlaqê civakî de jî ji mirov re hêsayî çêbike. Pirbûn, cûrebûn û cewazbûn, bi rengekî sergirtî be jî, bi mirov dide hizirîn ku pêwîstî hebûneke her tim jîr heye ku di cewhera wan de bijareya xwe bike. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zekayek heye ku riwekan arasteyî cîherengiyê dike. Heya niha ti destê fabrîqeyan ê derketî ji destê mirov, nekariye wan çêbûnên ku di şanika zîndewerek de hene pêk bîne. Belkî em bi qasî Hegel nikaribin qala zekaya gerdûnî (geist) bikin. Lê dîsa jî, nikare bi tevahî weke tewşikî were darizandin ku mirov bibêje di gerdûnê de hebûneke dirûvê zekayê heye. Em nikarin cewazbûnê, ji bilî hebûna zekayê, bi vegotineke cuda bînin ziman. Sedema ku pirbûn û ciyêbûn her tim azadiyê tînin bîra mirov, reng e ji ber çirûskên zekayê yên di bingehên wan de bin. Gengaz e ku mirov,  bi qasî ku tê zanîn, weke hebûna herî jîr a gerdûnê were pênasekirin. Ê baş e, ma mirov vê zekaya xwe çawa bidestxistiye? Min mirov di aliyê zanistî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) de, weke kurtasiya dîroka gerdûnê jî pênase kiribû. Di vê pênaseyê de mirov weke daneheva zekaya gerdûnî tê pênasekirin. Ji ber vê sedemê ye jî ku di gelek bizavên felsefî de mirov weke maketek gerdûnê tê pêşkêşkirin. Pêwendiyên di navbera azadî û demokrasiyê de zêdetir girîft in. Herdem bi nakok e ka kîjan ji wan çavkaniya xwe ji kîjan digire. Lê em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku kûraniya herdu pêwendiyan jî hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em polîtîkaya civakê têkildarî azadiyê dihizirin, em dikarin wê bi demokrasiyê re jî têkildar bikin. Awayê herî şênber ê polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Lewre siyaseta demokratîk dikare wekî hunerê rasteqîn ê azadbûnê jî were pênasekirin. Bêyî meşandina siyaseta demokratîk, gengaz nabe ku civak bi gelemperî û her gel û komcivak bi taybetî, ne bibin polîtîk û ne jî bi rêya polîtîkayê azad bibin. Siyasetên demokratîk dibistanên rasteqîn in ku têde azadî tê fêrbûyîn û jiyîn. Karên polîtîkayê çiqas subjeyên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî ewqas civakê dike polîtîk, lewre wê azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke awayê sereke yê azadbûnê bipejirînin, divê em zanibin ku herku em civakê bikin polîtîk, em ê karibin wê azad bikin; weke berevaj jî, herku em civakê azad bikin, em wê zêdetir dikin polîtîk. Bêgûman gelek qadên civakî di serî de çavkaniyên bîrdozî, hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê di rastiyê de herdu çavkaniyên bingehîn ku hevdu dizayînin û xwedî dikin polîtîka û azadiya civakî ne. Pêwendiya wekhevî û azadî bi piranî tê têkelkirin. Lê di rastiyê de herî kêm bi qasî pêwendiyên wan bi demokrasiyê re, pêwendiyên di navbera herduyan de jî girîft û bi pirsgirêk in. Em dibînin ku wekheviya tam, bi beramberiya ku azadî carina berdêl bide, tê bidestxistin. Pirî caran tê gotin ku herdu nikarin bi hev re bin û pêwist e yek ji wana tawîz bide. Tê diyarkirin ku azadî jî carina pêwîst dike ku mirov, weke berdêl, ji wekheviyê tawîz bide. Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rast bê destnîşankirin, pêwîst e cudahiya di navbera xwezaya herdu têgîn, ango herdu rastiyan (fenomen) de were vegotin. Wekhevî bêhtir têgîneke huqûqî ye. Pêşbînî dike ku di navbera kes û komcivakan de cewazî neyê kirin û heman maf bêne parvekirin. Lê belê cewazî taybetmendiyeke bingehîn a hem gerdûnê ye û hem jî ya civakê ye. Cewazî têgîneke girtî ye ji parvekarina heman cûre mafan re. Wekhevî tenê dema ku cewaziyên esas bigire, dikare watedar bibe. Sedema herî girîng a ku feraseta Sosyalîst a wekhevî nekarî xwe rabigirta, ew bû ku cewaziyê neda ber çavan. Ev jî yek ji sedemên herî girîng a wê yekê ye ku dawî lê hat. Dadweriya rasteqîn dikare ancax di nava feraseteke wekhevî ya ku cewaziyan esas bigire de pêk were. Dema em destnîşan bikin ku azadî pir têkildarî têgîna cewazbûnê ye, tenê dema ku wekhevî bi cewazbûnê re were têkildarkirin, dikare pêwendiyeke wê ya watedar bi azadiyê re were danîn. Yek ji armancên polîtîkaya civakî ew e ku azadî û wekheviyê bi hev re têkildar bike. Bêyî ku em qala gotûbêjên li ser di navbera têgînên azadiya takekesî û kolektîv de bikin, em nikarin vê mijarê derbas bikin. Ravekarina pêwendiya di navbera herdu kategoriyan de, ku tê xwestin ku wekî azadiya erênî û neyînî jî were pênasekirin, hin jî girîngiya xwe diparêze. Modernîteya kapîtalîst ku azadiya takekesî (azadiya neyînî) rakiriye pêdarê, bêgûman vê yekê bi buhaya rûxandina mezin a kolektîvîteya civakê pêk anî. Pir girîng e mirov destnîşan bike ku azadiya takekesî di roja me ya îro de polîtîkaya civakî, herî kêm bi qasî diyardeya desthilatiyê, mezaxtiye. Pirsgirêka jiyanî ya gotûbêjên li ser azadiyê ew e ku rola xweperestî ya di rûxîneriya civakê de, bi taybetî rola wê ya di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de were ronîkirin. Dema em bibêjin ku civaka ku bi xweperestiyê hatiye perçe (atomîze) kirin, li hemberî ti emrazên sermaye û desthilatî, hêza wê ya berxwedanê nemaye, em ê karibin rîska qansêrbûna pirsgirêka civakî baştir têbigihîjin. Destnîşankirina xweperestiya lîberal weke çavkaniya bingehîn a ku polîtîka û azadiya civakî dimezixîne, dibe ku ji pêngaveke watedar re zemîn pêşkêş bike. Bêgûman em li vê derê takekesiyê nakin mijara gotinê û em pêwistiya takekesiyê gotûbêj nakin. A ku tê gotûbêjkirin xweperestiya bîrdozî ye, ango lîberalîzm e, ku bi rêya îdealîzekirinê, polîtîka û azadiya civakê dimezixîne. Jixwe me azadiya kolektîv gotûbêj kir. Divê em bi girîngî diyar bikin ku azadiya rasteqîn ew e ku nasnameyên her cûre komcivakan (qebîle, qewm, netew, çîn, pîşe û wekî vana), bi qasî takekesî, werin destnîşankirin, berjewendiyên wan werin misogerkirin û ewlekariyên wan werin parastin; her wisa azadiya rasteqîn dikare li ser van bingehan wate werbigire. Dema ku azadiyên takekesî û kolektîv li ser van bingehan bi hevdu re hemaheng bibin, hingê em ê karibin qala pergaleke optîmal a serkeftî ya civaka azad bikin. Derketiye holê, ji ber ezmûnên sedsala 20. ku di navbera azadiya ku lîberalîzm di wateya xweperestî de ew rakiriye pêdarê û azadiya ku Sosyalîzma Pêkhatî bi navê kolektîvîzmê ew rakiriye pêdarê de, her çend weke cemserên dijber jî bêne pênasekirin, dirûviyeke tund heye. Herdu jî bijareyên lîberalîzmê ne. Dema em çavdêrî bikin ka wan lîstokên dewletperestî û arizîkirinê çawa ji aliyê heman dest ve têne pêkanîn, wê mijarên ku tên xwestin bêne gotin, çêtir werin têgihîştin. Piştî ceribandina modêlên sedsala 20. ên xweperestî (Lîberalîzma hov) û kolektîvîst (Sosyalîzma Fîrewnan), ku bûn sedema rûxanên mezin, bi têra xwe diyar bûye ku civaka demokratîk di warê hemahengkirina azadiyên takekesî û azadiyên kolektîv de zemînê herî berdar e. Mirov dikare diyar bike ku civaka demokratîk di aliyê hevsengkirina azadiyên takekesî û kolektîv de, her wisa di warê pêkhanîna feraseta wekheviya ku cewaziyan esas bigire de rejîma herî guncav a polîtîk a civakî ye.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 453

VEJÎNA NETEWÎ DIKARE WATEYA XWE YA HERÎ MEZIN DI VEJÎNA JINÊ DE BIBÎNE

Vejîna netewî dikare wateya xwe ya herî mezin di vejîna jinê de bibîne. Li gel şerekî gelek zehmet vejîna di kesayeta jinê de û tevlîbûna wê ya azad ji jiyanê re êdî gengaz dibe. Bi taybet di wan berpalênçiyan de, dinava wan derfetên azad de bi qasî girtina vê şansê ez di wê baweriyê de me ku şansê jiyaneke din a heyecanê bide nîne. Eger di jiyanê de asta rûmet û azadiyê tê hîs kirin ev wisa ye. Eger hûn dibêjin “azadî pir hêjaye, divê vîn û baweriya me hebe”wê demê pir bi sînor jî be hûn neçarin ku şansê azadiyê li ser bingehê nêzî mukemeliyetê binirxînin. Heta tenê di vir de ne tenê vejîna jinê û azadiya wê, hûn di rewşeke wisa dene ku mêrantiya di rewşeke hîn xiraptirdeye, bêwate û belaya seriyane jî verisînin û bixin rêka rast de. Keseke eleqeyeke xwe ya berz ji asta azadiya jiyanê re nînbe û xwe tevlî şerê mezin neke, dê nikaribe ti tiştekî ji rastiya Kurdistanê fêm bike. Ne dikare jiyane, ne şer, ne siyasete, ne jî rêxistinê fêm bike û ya herî xiraptir jî nikare ji bûyîna bela xwe rizgar bike. Ev herî zêde xwe di jinê de dide nîşan. Vegotina herî lanet a jiyanê, a herî rezîl, herî kirêt di têkiliyên jin-mêr de bejin dide; wendakirina welat, gel û azadiyê ji aliye dijmin ve herî zêde anîne asteke girêkakor, wekî wendakirina her tiştê mîna tinebûnek û bîreke bê binî dibe. Ji loma xebata li ser we tê meşandin bi qasî xebata ji bîra bê binî derxistinê ye, xebata çav û ruhê xwe ji azadiyê re vekirin, viya bi şêweyeke bi ked û rêxistinê ve girêdayî kirine. Ev heyecanê didin û girîng e. Tê zanîn ku nirxê viya demek dirêj nehate texdîr kirin, ji viya re pir bi awayeke cahîl nêzîkatî çêbûye, weke jin we heta nasnameya xwe jî rast nedaye naskirin û nehatine asta bûyîna vîn û zimanê nasnameya xwe. Meşeke bihestan dagirtî, kelegirî, ji bûyîna karîkatûrekî mêr wêdetir neçûye. Zanistiya azadiyê, rêxistina azadiyê rewşeke wisa hêsan were afirandin nîne. We bihezaran ceribandinên mîna viya jiyan kir. Roj roja şiyarbûnê, ji şiyarbûnê wêdetir ji rastiyan re di hêla jinê de mîsoger xwedî derketinê ye. Hun bi şêweyeke dîtir nikarin têbigîhin. Bi qasî azadiya gelê me, azadiya jinê jî pirsgirêkekî cidî ye. Ji bo azadiya gelê me binavê bîrdozî, siyaset, rêxistin û şervantiya wê me pêvajoyeke pir baş a şer jiya û hîna jî dijîn. Berfirehiya wê, bi awayeke hîn ziravtir û kûrtir em di şerê YAJK’ê de dijîn. Bi qandî bawerî bi pêwîstiya vî şerî anîn, bîrdoziya wê, rêxistina wê û şêwazê wê jî ferz e û em dihizirin ku bi awayeke mîsoger girîng e ku ev were afirandin. Em bi girîngî destnîşan dikin ku pêwîst e di vê mijarê de ew çarçoveya me xîz kiriye hîn baştir bikin malê xwe. Tê gotin ku jin kesayeteke kêm e. Ev kêmahî jî di jiyanê de kêm hiştinê, bê vînbûnê û hêza wê jêdera xwe digre. Niha demê bûhurandina vê kêmahiyê ye û bihêzbûnê ye. Di dîroka mirovahiyê de di qonaxa mirovbûnê a bi milyona salan domand de, jin demeke dirêj rol girtine. Jin ne di rewşeke kêm de ne, di rewşeke temamkardene. Ê kû di jiyan û civakbûnê de kêm e, mêr e. Lê niha rewşeke berovajî mijara gotinê ye. Jin heta radeya dawî kêm e, mêr jî xwe di navenda jiyanê de dibîne. Rêya bûhurandina viya şerê azadiyê ye. Herwiha di ferqa ku ka dê çawa tiştên jin wendakirine werin qezenckirinê de bûyîn û lê xwedî derketine. Eger hûn rola xwe ya di civakê de, hûn dê ji rewşa her timî tê dehfdan û xişikandinê, ji bêvînî û nasnameyîbûnê nikaribin rizgar bibin. Hûn dê baweriya xwe bi şereke watedar bînin û pêwîstiyên wî bikin. Me bûyereke pir dîrokî û bingehê wê yê jiyanê pir bihêz û herwiha ji bo jiyaneke azad ceribandinek kir. Hun dê vana derbixin zanabûnê. Di jinê de çarenûsî bikok bûye. Lê di bin wê da jî pêkhatina ev bisedan salane ew serweriya zayend a li gel serweriya çînî û netewî ve ku didome diçe heye. We di van mijaran tev de çi qasî zanistî bidestxist, we çi qasî karî şer bikin? Divê hûn viya ji xwe pirs bikin. Tiştek, heta şerê wê neyê dayîn, nayê jiyankirin. Eger hûn azadiyê dixwazin, hûn dê şerê wê yê zanistî di xwede bidin. Rêhevaltî ji hev re hêz dayîne, lê weke bingehîn jî hêz tevlî kirine, ji hêzê re hêz tevlî kirine, yan hevaltî ne her timî birin û hev tinekirine. Ji kuderê de lê were nêrîn bila were nêrîn, şiyarbûna jinê, vejîna wê, li nasnameya xwe ya resen û rast gerîn girîng e. Ev peywir li pêşiya we radiweste. Eger hûn ji vî peywirê re bizanistî, bibiryar û birêxistinî negihêjin, ji ti kesî, heta ji min jî pir zêde tiştek hêvî nekin. Ya rastîn bêyî ku hûn ketibin ferqa wê jî bendewariyên we hatine pêşwazî kirin. Em behsa şoreşeke jinê ya rast dikin. Dema ku em şoreşa jinê evqas bi dengeke bilind tînin ziman, him em li ser viya kûr dibin, him jî em parçeyekî vî şerî ne. Şoreşa jinê hîna nû derdixin zanabûnê û digihije rêxistina xwe. Divê di serî de ev rêxistin xwe bixwe baş û sexlem bike. Ev tenê bûyereke teknîk nîne. Rêxistinbûna jinê di bingeh de divê ji çarçoveya bîrdoziya jinê re guncav be. Ev tê çi wateyê? Ji pirsa dê çawa were jiyankirin re bersiveke pir berfireh dayîn, çi tişteke li pêşiya viya keleman çêdike tunekirin û şereke mezin bi berçav girtinê re xwe ji nû de afirandine. Em behsa pêşketina şoreşgereke wisa bi kok û radîkal dikin.  Pêşketina daxwazên me yên azadiyê, di vê mijarê de bi eleqe û pratîka serkeftî a hûn ji têgihiştin û şerê wê re bidin nîşandan ve bi rêje ye. Pêwîste hûn qîmeta şoreşa me tam mîna şoreşeke jinê, partiya me jî tam mîna partiyeke jinê texdîr bikin. Bizanabûna ku dibe ev cara yekeme ku di dîrokê de bi awayeke dorfireh li ser bingehê azadiyê di partiya me de çêbûye hûn partîbûnê hembêz bikin. Hûn mîna zarokan, ji her tişteke berovajiyê cewhera we dikeve bi bîrdoziya koletiyê hatine razandin. Ji bo ev were şikandin em dibêjin qutbûna ji mêr, qutbûna ji jiyana desthilatdariya mêr pêwîst e. Divê herkes bikare viya fêm bike. Ez jî bim, bi mêrekî re bûna yek wê encameke li dijî we (aleyhinize) derbixîne. Lê bi jina paşmayî re hevdîtin jî nabe. Di vê mijarê de pîvanên Rêbertî gelek girîng e, divê hûn bikarin li ser vana kûr bibin. Me cesaret da, divê hûn vê cesaretê li ser bingehên rast ji nûve ji bo avakirina kesayeta xwe hilbigrin. Bi qasî jineke çawa, pirsa mêreke çawa jî sotîner e. Divê hûn bersivên xwe yên dorfireh ji viya re pêşbixînin. Ev mafeke, di heman demî de wezîfeyekî jiyanê ye jî. Hûn neçarin ku pêşî li viya bigrin û disîplîna viya ya şidayî bidin pêkanîn. Ji ber ku hûn jin in, bi qasî zanabûna pir alî a jin bûnê, pêwîstî bi afirandina asta wê ya azadiyê û heta xweşîkbûnê jî heye. Taybetmendiyên ji sîstemê û malbatê hatine girtin taybetmendiyên belane. Me vana avêt û parçe kir. Lê em dê çi bêxin li dewsa viya? Herhal divê ev hindek jî karê webe. Bi disiplîn, heta di astekê mînak de hûn dê hêza xwe ya şer bidin rûniştandin. Nirx bidin welatparêziyê û rêhevaltiyê, hûn dê bibin bangawaziya şer û xwe di jiyanê de bi coş bikin, di vê mijarê de rista herî pêş dê bilîzin. Di vê wateyê de bi tevlîbûn ji welatparêziyê re û ji kesayeta rast û azad re heta ji mêr re jî bibin mînak. Hûn dê birêzdarî, heta di asteyeke mînak de hêza xwe ya şer bidin rûnişkandin. Qîmetê bidin welatparêziyê, nirxên partî û rêhevaltiyê, bibin vexwandina şer û xwe her timî bi coş bigrin, wê çaxê dê di vê mijarê de risteke herî mezin bilîzin. Bi qasî ku hûn birêzkar û binişmî bin (titiz) ewqasî jî kesayeta bi coş, bi vîn û ezwerû ji xwe kêm nekin. Ev tev di bin bersivên me ji şahadetên binirx ên jin re ye. Ew tev sembol û qehreman in. Ji ber ku di şahadetên dawî de ji bo radest nebin teqandina narîncokê di xwe de, divê weke qîmeta berxwedêriyeke bêsînor, serbixwebûnekî bêsînor û nehatina radestiyê were têgihiştin. Vana tevan  temsîl kirin heta radeya dawî girîng e.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 351

PÊŞXISTINA JINÊ, TOLHILDANA JI KOLETIYÊ YE

Şoreşger ji pirsgirêkan re bi qaliban nêzîk nabin. Ew dizanin bi şêweyên afrîner û bikaribe ber bi rizgariyê ve dibe re nêzîk bibin. Li gor min beriya her tiştî pêwîste azadiya zayendan were pêkanîn. Ez wekî zayendekî, xwe hindekî azad hîs dikim û şerekî min ê herî girîng jî ez xwe di asta azad de dihêlim. Gelo ma min bi vê yekê ve çi bi dest xist? Gel bi azadî, jin jî hindekî din bi wêrekî nêzikî min dibin. Ma gelo min ji bo gel got, bibêjin “Bijî Apo?” di carekê de her kesî li her cihî ev tişt got. Ma gelo ez jinê dikişînim gel xwe? Ger hûn balê lê bikişînin, di we rêhevalên jin de pêwendiyeke kûr bi pêş dikeve û ji ber vê pêwendiyê di dîroka Rojhilata Navîn de cara yekem evqas jin bêtirs li serê çiyan çekê digrin destên xwe. Me rê ji vê yekê re vekir. Gelo ma ez nebûma dikarîbûn gavan biavêjin? Misogere ku girêdana vê bi sererastkirina jiyana min ve heye. Ji ber ku min dev ji asta xwe ya azadiyê berneda, civak û jin ber bi azadiyê ve diçin. Hûnê hindekî bizanibin ku vê lêkolîn bikin. Rewşa azadiyê çi ye? Jin ji bo çi ber bi wê ve diçe? Ger mirov balê lê bikişîne, bûyera hezkirinê bi pêş dikeve, hûnê hindekî dakevin çavkaniya vê yekê. Ev hezkirin çawa bi pêş dikeve? Pêwendiyên min hene, pêwîste ez ji bo gel berfireh bihizirim. Misoger bi sebreke mezin û rik li ser xebatan bim. Ji bo we jinan jî her dem ji bo cihekî diyar şer bikim, ji bo asta azad û têkiliyên azad şerekî bidim. Gelekî li pêş çave ku min bi hêzeke kişandinê ya mezin ve jin kişandiye azadiyê. Gihiştina hindek encaman çêbû. Hindek pêşketin derketin holê. Bibînin ku rewşa min, rewşeke ku hindekî kar dike ye. Ez nabêjim, tiştê ku ez dibêjim misoger rast in û yekcar van qebûl bikin. Lê belê hindekî lêkolînkirinê bizanibin. Herî kêm ger hûn girêdanê baş çêbikin, hûnê bikaribin mifteya afsûnî ku digihê asta azadiyê bi dest bixin. Ev li gor min mifteyeke herî xwedî binirx e. Ev yek ji bo nîqaşê jî vekiriye. Ez di vê mijarê de dixwazim gelekî wêrek tevbigerim, her kesekî gotiye jin û bi ser de çûye. Nazim Hîkmet jî gotiye, “Jina me ye, di sifra me de piştî gayê zer xwedî cih e” û bi ser de çûye. Ji hizirandina zarokeke xemilandî heta bi gelek taswiran diçe. Di encam de weke topeke di bin lingan de diçe û tê, heta dawiyê rewşeke xirab derketiye holê. Jinê di rûmet û şerefê de, di beşa duyem de cihê xwe girtiye. Gotina wê zêde nayê guhdarkirin, zêde cidî nayê girtin. Di pêvajoyên biryarên civakî û siyasî de cihê wê weke mirov tûne hesab e. Ewqasî kêm e. Di mijarên leşkerî de jixwe cihê wê tineye. Di malbatê de jî cihê wê weke hatiye diyarkirin, “piştî gayê zer” tê. Eziyet û mineta dinyayê tê kişandin. Lê belê vê rewşê bi vî rengî qebûlkirin û ji vê re jî gotina rûmet li gor min heqareta herî mezin e ku li mirovan were kirin . Li dijderketina min ya her cureyê têkilî û zewacan ku dibe encamên bi vî rengî heta çanda wê ji ber vê yekê ye. Ger hûn lê temaşe bikin, sebra min mezin e. Ez mirovê rêgezê me. Ez bawer nakim ku yekî din bi qasî min hêza girêdaniya rêgezan bi teybat nîşan bide. Kesekî ku hindekî min nas dike, ji bo min dibêje, “navê te birêz rêgez e?” min bihîst ku berpirsyarek wisa dibêje. Digotin, “em cara yekemîn, li rastî yekî tên ku jiyana xwe li gor rêgezan sererast dike.” Pêwîstiya min nîne ku ez kesekî bi erzanî bi xwe ve girê bidim. Lê belê doza civaka mezin û rêhevaltiya mezin û dîsa ji bo gihiştina vê jiyana min bi xwe ye. Me ji civaka Kurd ya bêziman, kesayeta Kurd a ku hezar caran tine bûye ev qehreman afirandin. Nirxandina gav bi gav çawa hatine xeta qehremaniyê ne zehmet e. Ez nabêjim her tişt bi min dest pê dike, lê belê pêwîste ku mirov hewldaneke wiha jî baş bibîne. Hûn dijmin bin jî vê yekê rast binirxînin. Bi wî rengî ye ku serokê artêşa Tirkan jî min rast dinirxîne. Ji kesayetên ku nedikarîn nefesa xwe bistînin û ji siya xwe ditirsiyan, afirandina vê rewşê gelekî girîng e. Heta ev yek tê wateya her tiştî, jiyan bi xwe ye. Pêwîste mirov rêgezê vê jiyanê bizanibe. Hemû jin, gelekî binirx dîtin şopa hêza kesekî bihêz e. Ev yek me ji bo we vekirî diyar kir. Ez ne li pey avakirina ast û herêma bûm û hîn jî di asta xizmetkarekî de me. Ez ji bo we xizmetê dikim. Ez zilaman herî kêm bi qasî we nas dikim, azweriyên we avahiya we ji bo vê yekê gelekî vekiriye. Hûn di nava lewaziyan de ne. Wê ewî hûn bikarbianiya heta dawiya temenê xwe û we dê jiyaneke aloz bidomanda. Gelo ma ev yek tiştekî gelekî xweşik e? Gelo wê wendakirinên we yên mezin çênebûya? Berî her tiştî ma gelo mêrxasiya we, kesayeta we bêyî ku pêş bikeve ji dest nediçû. Gelo tiştên ku hatine wendakirin, qet nebûn? Van tiştan nîqaş bikin. Dibe ku zilam baş jî nêzî we bibe, we baş biparêze, gelekî hez jî bike, we kêfxweş jî bike lê belê gelo ma bi rastî jî kêfxweşî ev e? Wêneyê malbatên kêfxweş ên bi vî rengî têne çêkirin, gelo ma bi rastî jî wiha ye? Hûn dema li civakê temaşe dikin wiha nebûna wê bi çavtirsandî pêşwazî dikin û dibînin. Gelo ma di têkiliyeke bi vî rengî de aramiya keçeke ciwan çi qasî tê parastin? Rêzdayîn û nirxdayîna wê çiqasî çêdibe? Li derûdora xwe ya herî nêzîk temaşe bikin, gelo çiqasî rûmeta we heye? Ger hizirandinên mirovekî asayî ji rêgeza azadiyê ya bingehîn û xeta siyasî qut bibe ew dikare her cûre çorsiyê bike. Hele ku li şûna azweriyê ajoyên xwe rakirina ser lingan hizirîbe, ji wî her cureyê belayan derdikeve. Ji bo wê jî dê bibêje azadî, azadiyê jî bi vî rengî têdigihên. Ev nêzîkbûneke gelekî erzane û wan îflah nake. Dîsa jî hilbijartin a we ye. Tiştê ku ez dixwazim bikim, bikaribim derfetên hilbijartinê jêhatiya ecibandin û hilbijartinê biafirînim. Ji ber ku xwe pêşkêşkirina min a ji bo we, ne di encamê ketîbûnekê de ye. Di rastiyê de dixwazim vê yekê bi we bidim hîskirin. Ev mirovê hûn ji xwe re weke Rêber dizanin jî, di mijara jinê de pêwîste bi we re weke evîndarekî mijûl bibe, ewqasî xizmet bike. Ji bo azadiyê jî wêneyeke ewqasî vekirî çêbike ku hûn xwe nexapînin. Pêwîste hûn bibêjin ger Rêberek jî wiha dike, mirovên li hemberî me gelo dê çawa bike? Hûnê bibêjin ku Rêberek evqasî serdeste û bihêz e, wiha nêzikî me dibe, tuyê ji bo çi nêzîkbûneke wiha nîşanî me nedî? Pêwîste mirov vê di we de bîne rewşeke xwestekê. Ev jî her ku biçe bigihê asta tekoşînê. Ev şerê we yê azadiyê ye. Hûn dizanin ku ev nêzîkbûneke gelekî bihosteyî ye. Gelo em wiha nekin, ma em dikarin biqasî milîmekî gavan bidin avêtin? Gelo ma di vî karî de kesên xwedî nêzîkbûnên azad in, weke we derbikevin? Ger hûn bibêjin, “di rastiyê de heta vê derê ye, pêwîstiya me bi hilbijartina azad nîne, ya ku em biecibînin me ecibandiye.” Li jiyana xwe temaşe bikin, hûn dê bibînin ku ev yek bi vî rengî ye. Ji ber wê jî hûn kêm in, di nava xeletiyan de ne. Misoger pêwîstiya we bi veguherînê heye. Hûn dizanin ku nêzîkbûneke bi vî rengî çiqasî pêwîst e, diyare ku hûnê ji nêzîkbûneke wiha encamên herî girîng derbixin. Ev tişt eşkere derdikeve holê. We ji bo çi xwe xiste vê rewşê? Min ji bo çi xwe xiste bin xizmeta we, ma ev yek pêwîst bû? Ez van pirsan ji we dipirsim. Ji ber ez şoreşger im. Di destepêkê de min ti caran nekire pirsgirêk û li ser pirsgirêkan ez bi caran rawestiyam. Di hizirandinê de û di helwestan de jî gelekî şaşitî hebûn, bêyî bipirsim bi ser we de hatim. Hindekan ev yek weke ferzkirin fêm kirin, bi we re ez dem bi dem axivîm, li gor min dibe ku keçeke me, jineke me îro bibe perçeyekî welat. Di rastiyê de ev yek hindekî rast e jî. Di rastiya jinê de, rastiya me ya civakî û netewî hîn jî dijî. Zilam jî ji ber nokeriyê, xerîbûnê, ji ber ku xwe rojê çil caran li ber dijmin tewandiye tine bûye. Ji ber vê sedemê ew nikare nirxên netewî zêde temsîl bike. Jin çiqasî paş de be jî -jina Botanê Kurdê beriya çar hezar salan temsîl dike- zêde ber bi bişaftinê ve neçûye. Her jinek di rastiyê de weke nirxeke netewî ye. Yê ku baş temaşe bike dikare vê yekê tespît bike. Ji ber wê jî pêwîst e weke parçeyeke welat were pêşwazîkirin. Dibe ku hûn bipirsin “em kesên bêhinpêketî û tinebûyî ne, ji bo çi tu wiha weke helbestan dihizirî? Ji bo çi xeyalên te ew qasî mezin in?” lê divê welatparêzek jî pêwîste wiha bihizire. Ev şêweyeke baş ê hizirandinê ye, xeyalekî baş e. Jin weke parçeyeke welat pêşwazîkirin û wisa hizirandin mezinahiyek e. Her çiqasî hûn layiqê vê yekê nebin jî pêwîst e mirov we bîne vê rewşê. Ma gelo xirabî di ku dera vê de ye? Jinê evqasî ji dîrokê, welat û ji çandê qut bigre dest piştre jî bibêje, canê min û malê min, bi ser de biçe. Bêrêzî û ferzkirina herî mezin di vir de ye. Têkilî û azadiya zayendî ku xwe dispêre vê, gelo çend qirûş qîmeta wê heye? Azweriya te şiyar bûye û te hembêz kiriye. Ev tişt dibe rêgeza koletiyê, rêgeza lawiriyê heta dibe xerîbiyê û dagirkeriyê. Di vir de rêxistinbûyîn û çalakî nîne. Vaye feraseta gundîtiyê ya rastiya têkiliya zayendî ya kor ku bi şev û rojê li rastê ye. Ma ev azadiye yan ev namus e? Ez ji karkirinê aciz nabim, çawa ku ez di zaroktiya xwe de bi coşa hevaltiyê tevdigeriyam, hîna jî wiha me. Di hizir û jiyana min de kesayet xistina pîrek, an jî zilamkirina sexte nîne. Ez di jiyana xwe de cih nadim van tiştan. Ev yek bi min gelekî kirêt tê. Hevjînî tiştekî xirab nîne, lê belê gelo hevjînî çawa pêş dikeve? Ev yek ji bo min hîn jî pirsgirêkeke şer e. Şer û mijûlbûna mezin dema ku ber bi vê yekê ve diçe girîng e. Ji bo hindekan riya ku diçe hezkirinê weke av vexwarinê ye. Lê belê ev tiştekî gelek zehmet e. Li gel me riya ku diçe hezkirinê vekirî hiştin bi şerekî dijwar ve gengaz e. Hûn di têkiliyan de gelekî zehmetiyê dikişînin. Baweriya we ya bi xwe gelekî lewaz e. Pêwîste mirov wêrek be. Di vî alî de ger hûn bixwazin, ez dikarim xebatên jinê bê sînor bikim. Ez bawer dikim ku min hindekî tekoşîna jinê di teoriyê de û di pratîkê de wateya wê ya rêxistinî çi ye, fêm kiriye û ez vê yekê dikarim bimeşînim. Lê belê rewşa sabotekirina vê xebatê heye, di vê mijarê de hûn bi xwe dikevine nava kêmasiyan. Ev jî min dide hizirandin û dihelê ku ez tedbîran bigrim. Ger baş were temaşekirin, ev nêzîkbûn hetanî dawiyê zanistî ne û ji bo azadiyê bangawazî ye. Pêwîste mirov bi jinê ewle be, pêwîste mirov him jê bawer bike ku bi wê re jiyan dê hîna baştir were pêşxistin him jî pêwîste mirov di nava hewldanên wê yên taybet de be. Pêwîst nake ku keçik xwe bikin nava zehmetiyan, em zêde tiştan ji wan naxwazin. Pêwîst nake ku hûn bikevine nava hewildanên weke “em bibezine şer, çekê hilgirin, bibezine çiyê û yan jî pêwîst e ez xwe bipeyitînim” jî. Pêwîst nake hûn xwe biqasî hin azweriyan girêdayî hîs bikin. Pêwîst nake ku hûn xwe bi zincîrên koletiyê ve jî girêdayî hîs bikin. Ez jî di nav de li hemberî we ti sazî û kes ne li hemberî zayenda we, ne jî zayendîbûna we, dikarin bibin xwedî bandorekî ferzkirinê. Hûn dikarin hetanî dawiyê azad nêz bibin. Pêwîste ku jêhatiyeke we ya hilbijartinê hebe. Pêwîst e ku hûn bikaribin xweşikbûnê bibînin. Heta hûn wê bikin malê xwe. Dema ku jin bû mijara gotinê em nikarin wê ji jiyanê qut bigrin dest. Di Kurdan de “jîn” him tê wateya jiyanê û him jî tê ya jinê. Ev penaseyeke gelekî rast e, lê belê gelo ma ev ketiye çi rewşê? Li gel me jiyan jehr e, stirî ye, di nava birînan de ye, belayeke ku bi navê wê dikevine nava her cureyê bênamûsiyan. Jin jî di vê jiyanê de zayenda herî zêde hatiye katalîzorkirin û wiha jî tê bikaranîn. Armanca min ew e ku ez jiyanê bînim astekê mirov bikaribe bijî. Me xwest em wêneyekê ava bikin, me got ku ji jinê jî bila serok derbikevin, demeke dirêj e bi hindek rêhevalên me yên jin re, di vê mijarê de em kûr bûn. Ez hizirîm ku dibe hindek pêşketinên girîng çêbibin, ev xebat taybet bû û hindek tişt afirandin. Di vê mijarê de pêşketinên gelekî girîng hatin pêkanîn. Di dema pêş de wê bandorên hîn mezintir di vê xebatê de werin dîtin û jixwe hatiye dîtin jî. Di hemû rabûnên gel de xebatên me bandorên diyarker pêk tîne. Ew jinên ku berxwedaniyên mezin kirin û çûn şehadetên mezin, me ew afirandin. Ew berhemên van xebatan in. Hindek xayin derketin, lê belê beşeke mezin ketine rewşa qehremanan. Pêwîste ez Bêrîvana ku li Cizîrê cara yekê şêhîd ket bi bîrbînim. Dibistana seretayî qedandibû û ji bo li zarokên malbatê binêre çûbû Ewrûpayê. Di nava me de jî bû perçeyeke azadiyê û derket. Di rastiyê de ev pêşketin, hebûna netewekî û rûmeta jinê ne.    

Ayrıntılar
Görüntüleme: 480

MIN ÎXANET LI XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ NEKIR!-BEŞA-2

RÊBER APO Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez him di pergalên lêyîstika zarokan de û şeran de, him jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdeyê de, di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm. Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû. Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke têyî xwastin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gav avêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyê re didim meşandin hîna wê demê pir bi dijwarî min da meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîna tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke piçûk a me xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwast ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dûv min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bixwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistinkirinê bû. Bi xwe bixwe re meletî kirin girîng e ma ne wisa? Yanî li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe. Min dixwast ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewla ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş ve jî, hewla perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyare ku ez berbi ciwanmêriyê ve diçim. Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok wê nebe zarokekî normal ê malbatê. Hîna wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir, “tu kes keça xwe nade te, karek nadin te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, eşkere derdixist holê ku ez dê bi tendûrist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin. Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bixwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwastin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê. Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên îdeolojîk û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dıxwast de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwasteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbûye ku ez hezkirinên hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû. Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişkînî, bêyî ku tu wan nerihet biêşînî... ji ber ku têperandina wan belkî jî wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê heke pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Tu dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalê xwe ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsan yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî Tirkan bû û malbatên wan hîna jî me bixêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, şehitîneke mezin rêxistin dikin, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû. Hîna jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîna mijûl dibin. Yanî ez dîn jî bibim ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ji piyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm. lê ev hest hîna di bîra min de ye: ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiyan kir. Dema ez rabûm jî me nekarî em ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di ev rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heke ez dê nikarim jê bibim jî, nepejirandina têkçûyîneke bingehîn. Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwast ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heke gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de. Li lîseyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn. Heke ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev herdu hest. Bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Der barê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîn e. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, jixwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawerim min pir kêm di lîstikan de wenda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû. Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im 1984’an de mir) digot, “Heke tu bi vê lezê bidomînî tuyê bifirî. Tu yê bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Esas ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kemanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, der barê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye. Dawiya Beşê

Ayrıntılar
Görüntüleme: 356

MIN ÎXANET LI XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ NEKIR! Beşa-1

RÊBER APO Ez şekerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan ve bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn. Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên gund, xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Ligel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin. Ev îdeolojiyek e. Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye. Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min paleyî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim. Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Her tiştên wan de kirêtî jî hebe dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot; “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir. Min lîstok jî dilîstin, lê zêde ne. Lîstika bi lingekî, lîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîn e, lê wê gotiye dibe ku hebe. Heke hêrsa min a bêyî encamiya lîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim ev lêyîstika azadiyê û tekoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, xiyanetê li xeyalên zarokatiyê nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e. Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê werîsê xwe qetandiye û reviyaye. Ji ber çi reviya ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e, ma ez ê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim? Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm textêreş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû. Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e. Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bimîne. Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye. Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.  Wê Bidome.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 355

ME BI AVAKIRINA PARTIYE BERSIV DA ŞEHADETA HEQÎ

Rêber Apo Di Avrêla sala 1973’yan de, li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger weke komeke cûda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî ye­kem car weke sirekê danîn ser ziman û digotin ‘Kurdistan welateke mêtingeh ê klasîk e.’ Ev koma piçûk a ku ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê weke destpêkekê binirxîne. Taybetmendiyeke vê şêwazê hebû, wê komê ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom, di salên 1974, 75 û 76’an de, li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977’an de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û min rêzeke civîn lidarxist. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê çêbû (piştî civînê bi sê rojan) em qet li bendê nebûn û em matmayî kirin. Me bi avakirina partiyê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ku ji 22 kesan pêk dihat soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê tenê li bajaran xebat neyê meşandin, em him li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Rihayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan. Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetmendiyên wê yên birdozî ve têkildar e. Lewra gelê ku dê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Ger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ew ê jî weke mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî, di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê di cîh de bû. Di wateya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketin bi sînor bûn, ya rastîn ev sedema xwe ji girseyîbûyîna tevgerê digirt. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hîn mezintir veke profesyonaltiyê xwe ferz dikir. Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were ronîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewleteke cûda hebû yan na. Tevî ku dirûşmeya ‘Kurdistana Serbixwe’ pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez weke şexsekî ku herî zêde nêzî mijarê ye, nikarim bibêjim; ‘bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne.’ Her çend meyleke ûtopîk bû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalbûna wê nînbû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû yan na? Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê? Di hişê me de bû. Dewlet, pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakê. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû xalan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina(dalmak) li ser dewleteke cûda, lê di heman demê de, vê yekê bi xwe re dida hîskirin, wê pirsgirêkên ku kes nikaribe ji bin ve derbikeve rû bidin. Her wiha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hîn zirav dikir. Weke encam, şûna dewletê têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Ger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad werger bike hîn şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê paşê derketiba holê. Bi taybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990’an de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin. Ji ber ku pirsgirêka dewletê di birdoziya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin, lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî, dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer, weke pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mûbah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Weke fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku ger şer nebê, him jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin, çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana. Di vê pêvajoyê de dewlet ser me de hat, lê ji xwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Weke parçeyeke vê êrîşê ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke ku statûya cûda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Du helwestên ku bihatana nîşandan hebûn: Yan derketina serê çiyê yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, di ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979’an de tevger xwedî derfet û îmkan bû. Xwe vekişandin û herikandina di van cokan de pir hêdî bû. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke cidî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statû ji bo ku karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Lewra darbeya 12’ê Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya leşkerî ya sala 1980’ê hêj nebûye, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadro wê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîla wê xeta rizgariyê şer bihata meşandin; ev weke ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû, wê her tişt li gorî planan bimeşe. Piştî salên 1980’yan weke ku hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat weke dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetmendiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û weke pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982’an de ev pêvajo bi leztir kir. Ya bingehîn, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983’yan de bû qurbanê durustiya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke cidî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982’an de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980’ê de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Kork­maz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke cidî bû. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; “Li Rojhilata Navîn tiştên bûne mirov dubare bike, weke mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe.”. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 184

ZILAM DI ZEXTA LI SER JINÊ DE XWE PIR BI HÊZ DIBÎNE

Rêber Apo Ji ber ku zilam nekariye di lêgera dîtina wateya jiyanê de, wek endamekî civakê bi têgihîştina hebûna xwe û bi qasî ku hêza wî têrê bike li gor berpirsyariya xwe têkoşîn bike, vê yekê ew ji vîna cewherî ya bihêz bêpar hiştiye. Lewma jî ji ber ku li beramberî rastiya pergala serdest vîneke bihêz derneketiye, ev jî di zilam de îdeal û îsrara azadiyê sînordar kiriye. Di vê wateyê de valatiyên di mijara xwe ava kirin û lawaziyên xwe derbaskirinê di zilam de hene. Lêgera ku tirs û lewziya zilamtî derbas bike qulipiye. Çavkaniya milk-kirinê pergala îteatê ye. Nexasim milk-kirin bi tevna mentiqê hiyerarşîk re, kombûyîna desthilatiyê di yek destî de tîne ziman. Li ser vê jî xwe navend kirin, ji bo xwe hewla pêşxistina bitûniyê, li ser bê vîn kirina mirovan re serdestî û desthilatbûyîn pêş ketiye. Qebûl kirina cudatiyan, ji van re di nava xwe de cih veqetandin, rêzdarî ji mafê yê dîtir re tê wateya hilweşîna pergalê. Jina bi destên zilam bûye milk, di wateyekê de bi xwe re metabûyîn û ketina zilam di nava pergalê de aniye. Jin anîne asteke ku îteat bike û wiha jî bûye nesneyeke ku zilam bixîne, zilam jî li beramberî pergalê anîne asteke ku îteat bike û hesta xwe ya serweriyê li ser jinê bi mentiqê milk-kirina jinê hevseng bike, ev jî bi xwe re sazîbûn û kûrbûyîna vê ferasetê aniye. Zilamê ku ji hêla pergala desthilat ve bê vînbûye û ji cewherê xwe derketiye, ji ber nizane ku ew bi xwe jî kirine kole û pîrektiyeke mezin dijî, li ser jinê serdestiyeke berfireh pêk tîne. Zilam di zext, şîdet û serdestiya li dijî jinê de, xwe pir zêde bihêz dibîne, ev jî xala zilam ya herî lewaze. Ji ber ku li beramberî pergalê binkeftî ye, nikare vî ruhê binkeftî, bêçaretiyê tehlîl bike, an jî ne di wê hêzê de ye ku wê bihêz bike; herdem bi şaşitiyan re dijî. Li ser vê bingehê jî nabe xwedî îrade. Jin ji hêla pergala desthiladar ve tê kole kirin û ji nirxên jinbûyînê tê tecrîd kirin. Zilam jî bi taybetiyên zilamtiyê tê amade kirin. Zilam, weke desthilatekî teşe didinê û wî fêrî hemû rêyên ku bikaribe tê de serdestiya xwe bide ferz kirin, vîna yên dinê bişkîne û bikaribe hemû hebûnên pêre dijî, dabeşî çînan bike. Karakterê zilam di temenek biçûk de bi rêya çavlêkirinê û bi zorê bi zarok didin fêr kirin û qebûl kirin. Zarokê kur di nava pergala desthilat de di temenekî piçûk de wekî desthilatekî şekil digre. Aliyên ku di karakterê zilam de qels û bê hêzin, dibin aliyên herî zêde yên ku zilam xwe têde bi hêz nîşan dide. Zilam xwe dispêre lewaziyên xwe, ji ber derbas kirina van lewaziyan weke bi tevahî xwe bihorandinê fêm dike. Zilam di vê mijarê de bi awayek hişk muhafezekare. Ev nêzikatiya şaş a ji xwe re, dema bi quretiya zilam re dibe yek, lêgera pergalî derdikeve holê. Sedema bingehîn ku zayendîtî ji bo zilam weke esasê desthilatiyê tê dîtin, ji ber ji hêla pergalê ve zayendîtî yek ji zewqên ku pêşkêşî zilam hatine kirine. Desthiladariya zayendî ya ku zilam li ser beden û ruhê jinê dide meşandin, weke ku vedugehere amûra şidetê, dibe amûra zewq girtinê. Zilamê ku di binya hegemoniya dewletê de diperçiqe, nabe dijberê pergalê, li beramberî pergalê ne metirsî ye, ev bi dayîna hin payeyan ji wî re mumkun dibe. Hakimiyeta li ser jinê, qismê vê payeyê yê herî giran û bingehîne. Zayendîtî jî diyardeyeke her ku rojane bixwaze vê bijî, di her kêliyê de wî tetmîn bike ye. serdestiya zayendî, hestyarî û hizrî ya li ser jinê, dagirkeriya zilam a li ser beden û giyana jinê, bingeha desthilatdariya pergala dewletger a hiyerarşîke. Ango diyardeya ku wê dayîmî dike ye. Zilamê ku xwezabûna xwe wenda dike, ji rastiya xwe dûr dikeve û xwe dixe navenda her tiştî, ji hêla pergalê ve tê xapandin. Zilamtiya ku bûye kole, bi vê xapandinê re nikare xwe û statûya ku li wî hatiye ferz kirin, tehlîl û çareser bike. Di cewher de, kesayeta zilam a stewr kirî li beramberî jinê har dikin, ev stewrî bi xwe jî dibe belavbûna desthilatdariyê. Desthilatiya li ser jinê, zilam li beramberî pergala dewletger a hiyerarşîk dike kole, lê weke sawiyana azadiyê ya ku zilam dest jê naqere, xwe dide pêş. Biruxmî ku ne ayîdê cewhera wî ye jî, her çiqasî zilam li gor vê statûyê tevbigere, dikare hebe, bijî û hebûna xwe bidomîne. Zilam xistine haleke ewçend bêçare ku berovajî vê, wê nekaribe heta azadiya xapînok jî bikar bîne. Vê rewşê jî zilam li xwe biyanî kiriye. Di roja me de qeyran û teqînên di asta civakî yên ku di zilam de diqewimin, mînakên vê biyanîbûnê ne. Zilam, bê bawer nêzî jinê dibe ku di cihêkirina kirde-heyber (ozne nesne) de xwe dike kirde, jinê jî dike heyber û bi vî awayî wê derdixîne derveyî pergala siyasî û civakî. Bi qasî ku vê rewşê di jinê de pêş bixîne, di cîhana zilam de cih dide wê û bi wiha cewhera jinê tê înkar kirin, wê demê jî tinekirinê ferz dike. Nêzîkatiyên zilam ên bi tirs, bigûman, dudilî yên ku ticar jinê tenê nahêle, ger were jêpirskirin, li pêşberî me tirsa ku hêza jinê ya ku dema zexta zilam ji holê rabe wê jin tola serdemên borî bigre, veşartiye. Ev jî dibe sedem ku zilam hakimiyeta heyî biparêze, ji bo domdariya wê jî her rê û rêbazê bikar tîne. Mekanîzmaya civakê ya ku hakimiyeta zilam li ser jinê pêk tîne û berfireh dike ‘malbat’e. Li jêra banê malbatê, jin tê elimandin ku “ew lewaz û kêm e, divê ji bedena xwe şerm bike” her tiştê xwe li gorî zilam teşe bidê û ev jî yekane rêya jiyanê ye. Fêrî keçên zarok û ciwan dikin ku dive sekn, şeklê lixwe kirin û tevgera wê li gor zilam be. Dihêlin ku ji xwe û her tiştê derveyî xwe re, bi pîvanên zilam nêzîk bibe. Ev dersên civakî ewçend bihêzin ku heta şêwazê rûniştina zayendan jî diyar dike. Bi vê re ‘zayendîtî’ ji bo tiştên ji zilam dixwaze bidest bixîne, wek yekane rêya ku ji jinê re hatiye hiştin, seyra wê ya xwezayî ya ji jiyanê re ye. Li ser mijara ‘zewacê’ kombûyîn, xala vê ya herî dawî ye. Bi rêya avakirina cewazên nû ku bi tevahî tê wateya fahîşe kirina zayenda jinê re tevlî ya heyî dibin, ev jî bi qasî ku nasnameya jinê dixîne, zilam jî diavêje nava vê geravê. Ji aliyekê ve civakê ber bi tengasiyên aborî dixirikînin, ji aliyê din ve zilamtiyê sor dikin; bi hemû amûrên perwerde, medya, siyaset û rojaneyî ber bi jinê ve dajon, ev jî fuhuşê derdixîne holê ku êdî bûye sektor. Di van têkiliyên ku bedena jinê tê firotin de, bi qasî ku jin weke heyber tê hesab, lê ew çend jî zilamê ku kirde tê hesab gemar dibe, bi qasî fîzîkî ewqas jî nexweşiyên civakî bi vê rêyê zêde dibin. Ev û têkîliyên wiha her diçe di nava malbatê de perçebûyînê pêş dixîne, ev jî di navenda mîkro a desthilatiyê de hejînan çê dike. Di vê rewşê de tişta tê kirin ji bo hejandinê asteng bike, sererast bike û pirsgirêkê çareser bike, an jî malbatekê ji mudaxeleyên pergala dewletê û dadweriyê re vekirî û muhtac e, saz dike. Wiha dixwaze encam bigre. Ji bo zilam xwe û zilamtiya li wî kirine, yekdengiya civakî û teyisîna karaktera xwe di jiyanê de tehlîl û çareser bike, divê dakeve çavkaniya derbasnekiriya avaniyên kesayetên tund ên cir nexweş, bêhuzuriyên civakî, xwe fêm bike û bi vî awayî jinê fêm bike. Bi asta kolebûyîna jinê re koletî hatiye belavkirin û daketiye hundirîn, divê van aliyan bibîne, bûyîna jin tê çi wateyê; fêm bike, ev jî bingeha vê ye. Heke ev mijar neyê fêmkirin, zilam ne dikare azad yek henase bikşîne, ne jî wateyekê bide hebûna xwe.                             

Ayrıntılar
Görüntüleme: 175

AZWERIYA ŞEHÎDAN A AZADIYÊ VEGUHERÎNIN HÊZA JIYAN Û ŞER, WIHA BIBIN BERSIV

Di cihekê de dîrok tê çareserkirin, jiyana berê tê çareserkirin û asoya pêşerojê, azweriya jînê diyar dibe. Lehengiyên dîrokî bi taybet bi çalakiyên Zîlan û herî dawî jî Sema Yûce -ku ew hemû rêgezên mezin in û em bi bîr tînin- li ser vê bingehê ronî dibin. Ji bo jîna mezin fedakariyên mezin têne kirin. Kesayetên çalakgerên herî mezin ava dibin. Li ser bingeha vê çavkaniya hêzê ya muazam, xwe dîtin, tiştekî ji vê binirxtir jî tine ye.\n\nDi şênberiya YAJK’ê de dahûrînên ku me pêşxistine, çendî kûr bêne fêm kirin û bi xûliqkarî xwe diyar bikin, wê di jiyanê de jî ew çend nûbûn xwe nîşan bidin. Divê ew ji bo me weke destpêka jiyanê bê dîtin. We bi xwe jî dît aciziya ji jiyana kevin di nava partiyê de jî heya demeke kin di kîjan astê de bûn. Hûn niha jî vê yekê dibînin. Bêguman ev nêzîkatiya rêgezdar, divê weke encama şêweya rast ya têkoşîna çînayetî û zayendî ku demeke dirêj me hûn li ser vê bingehê perwerde kirin, bê dîtin. Ango ji xwe ve hûn nehatin vê astê, hûn bi têkoşînekî pir tund di xeta Rêbertî de ber bi vê xalê ve hatin. Têkoşîna zayendî û çînî ku belkî bi hezar salan an jî tena serê xwe têkoşîna zayendî bi dehan, heta sed salan dom bike, bi şêweyekî herî rêgez, lê pir tûj di rastiya Rêbertî de bi têkoşîneke gur derketiye holê. Ev pêşketin ne weke ku nav daye ji ber xwe ve ne jî pir zêde jiyan daye zorê. Tam berovajî wê bi kedeke mezin, wêrekî, vîn û ewqas jî encama nêzîkatiya fedakar û xûliqkariya mezin bi rêgeza azadiyê ye. Nêzîkatî di bin navê pirsgirêka jinê, bi rastî jî pir wêrekî dixwest. Herkes herî zêde şaş nêzîkê vê pirsgirêkê bûye û di rastiya civaka me de herî zêde di vê mijarê de wendakirin çêbûne. Him zilam û him jî jin dema dest bi jiyanê dikirin di vê zemînê de wenda dikirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareser kirina me ya bi vî awayî û xebata kuştina zilam û jina kevin pir bi nirx e. Em ewlene ku ger bê fêm kirin wê rolekî mîna teqîna pêşketinên pir mezin bilîze. Em baş jî dizanin bê vê jî jîn nabe û pê re girêdayî şer pêş nakeve.\n\nPirsgirêka me têkîliyên di asta zayendî, an jî weke hinek dizanin nêzîkatiyekî daxistî li ser ajoyên zayendî nîne, ew hemû jiyanê di nav xwe de digire. Xebata me ewe ku gelê me ew jiyana ku ji mêj ve wenda kirî ye, careke din qazenç bike. Em dixwazin jin û zilam jî ew girêka kor a jiyana ehmeq ku mehkûmê wê bûn, biçirînin. Têkoşîna me ew jîna di bîra tarî de, ew jîna tarîtiya reş de derxistiye roniyê. Kevneşopî, pêşdîtin, nêzîkatiyên erzan ku xwe dispêrin ajoyên bê nirx, çemkên pir seretayî ku bi xilasiyê encam digirin, çendî bêne xemilandin dîsa jî nirxên wan tine ne. Berdin jiyana azad, şerê wê têrê nake rojekî jî xilas bikin. Divê hûn van mijaran baş fêm bikin. Çi bi nirxandinên zanistî, çi felsefîk, çi jî aliyê wê yê moralê, em heya îro hatin.  Ger birastî jî bawerî û azweriya we bi azadiyê hebe, wê demê ev xebatên me ya herî bi nirx û ya hewce ji bo jiyanê ye. Ji xwe pêşkeftinên pratîkî jî vê nîşanî we dike, niha kêmeke din hûn bihêz in. Jina ji hêza fêmkirinê bêpar bû, xwe gihande hêza fêmkirinê. Jinên, berdin derkeftina serê çiya, berderî jî bê destûr nedikarîn derbas bikin îro bûne xwedî pêngavên meşa bêdawî. Ya rast xebatên me jê ve re hêz da. Ev jî pêşketinên girîng in. Divê ti kes bê ku şerê mezin a vê bibîne, nekeve xefleta ku van tiştan weke ku bi serê xwe çêbûne binirxîne. Divê jê re rêz û mînet bê dîtin û her tim têkarî bikin ku dema jiyana wendakirî bê ser xistin bibe xwedî têkarî.\n\nJi kîjan alî lê binêrin bila binêrin, divê hûn vî şerî di heman demî de weke encamekî azadiyê, her wiha dijberê jîna gemar û xirab, weke şerê azadî û başiyê bibînin. Armancekî şer jî pêşxistina başî û xweşikî ye. Hûn dibînin ku ev jî pêngav bi pêngav pêşdikeve. Ji bo me jiyan nû, nû şitil dide. Kes wiha hisab neke ku wê bi pêşdîtinan, bi rêbazên ji bavê û kalan mane, bi taybet bi nêzîkatiyên ji eniya zilam mane wê ji jiyanê tiştekî fêm bikin. Dîsa nêzîkatiyên bê hizir, bê vîn li ser bingeha ferasetên jina klasîk ku bi her tiştên xwe ve teslîmiyetin, bi xefletê weke jiyanê ferz nekin.\n\nWeke nimûne heval Sema heya demekî dirêj li hemberî nêzîkatiyên zilam bê çare dimîne. Heya daxuyaniya me ya 8‟ê Adarê ne hêza gehiştina asta erênî ne jî hêza derbaskirna ya neyînî nîşan dabû. Dibêje “ev çareserkirin her tiştê ez lê digeriyam dide min û rewşa ez di nav de heya dawî ronî dike, lêgera min a Rojeke din bêçine bû, Roj tek e. Di vir de bilindahiya jiyanê, azwerî heye, azadiyê jinê bi vegotina wê ya herî têgehiştî min li vir dît.” Li wir tam vîna partîbûyînê bi derkeftinekî şoreşgerane û ji 8‟ê Adarê heya 21‟ê Adarê sekneke pir vîndar, hişk, bibiryar û çalakîwar pêş dixîn e. Di derdora wê ger yêke hişyar heba dibû ku jiyan bike. Ruxmê vê xwedî çalakiyeke mizin e û ev hêza wê diyar dike.\n\nEv rêhevala me, bi nêzîkatiye jîrwar nimûneyeke herî berbiçave ku nîşan dide divê ji rêgezên azadiyê dest neyê berban û ger tewîz bên dayîn ew zehmetiyên dikevin navde wê çawa bên derbaskirin. Ew rêhevaleke ku divê bê lêkolînkirin û encam jê bên wergirtin. Ligel vê rêheval Zîlan pêşengtiya vê kiriye û nirxandinên wê pir zelal in. Ya em dikin kêmekê jiyandina wan, kêmeyê pêkanîna rêgezên wan e.\n\nEv jî kêmekê pêşketiye. Dost û dijmin vê dibînin. Ji wê ku em jê vegerin û teng bibin, em şerê serwerkirina van didin. Di vir de zilam jî ser dikeve. Bi şûna her carê zilam xwe ferz bike, çawa jin û jiyan yekbûnê rave dike, di qazançkirina nû ya vê jiyana hevbeş de divê hinek jî azwerî (tutku) hebe.\n\nHest û heta evîna herî mezin; afirandina vê yekgirtinê ye. Hevgirtina jin û jiyanê ye ku ev jî azadiye. Derbaskirina ew jina bi şêweyeke herî ketî bi zilamê pûç ku ji welat û civaka xwe qût bûye ve girêdayî ye û hevgirtineke nû ya herî bi rêgez û bihêz bi jiyanê re ye. Evîn eve ye! her pêngava di vî milî de bê avêtin binirx e. Ti aliyeke wê ya neyê derbas kirin jî tine ye. Gotina “teqez di bin serweriya min de be” belku di xuyaniyê de xweş tê, lê binê wê bikolî wê dîkteya çîna desthilatdar a sed- hezar salan derkeve holê. Çawa di sosyalîzma Rel de jî hate dîtin, tu sosyalîzmê ava bikî jî di dawiyê de wê hilweşe. Pirsgirêk divê ew çend ji rêzê neyê dest girtin. Xebat û têkoşîna me ya azadiyê gerdûni ye. Tenê ji bo çareserkirina pirsgireke teng a herêma we, an jî netewî nîne. Jixwe hewce dike wiha be jî.\n\nLewma berpirsyariya me ya sereke ne tenê rizgariya zayendeyekê, asta azadiya hemû civakê û şerê ji bo wê derdikeve pêşberî me. Ji zilam bêtir divê hûn xususên dîsîplîna şer, rêxistinbûyîn û kûrbûyîna taktîkî ber çav bigirin. Jin zêdetir muhtacê vê ye. Ger rêxistin û dîsîplîna rêxistinî tine be wê we peremperçe bikin û weke guran we parve bikin. Ev pir eşkere ye. Qet hewce nake ji vegotina vê yekê bitirsin an jî şaş fêm bikin. Jin bi rêxistinê re heye. Her rêxistin li gorî rêgezên rêxistina xwe ye, ji bo jin ev tiştekî jiyanî ye. Ji xwe ger ew nebe wê ji hev perçe be. Jiber wê pêşengtiya rêxistinkirin û jiyana li gorî tektîkên wê, ji bo we sedemên jiyanî ne. Ger bi şûna vê yekê hûn tiştekî din bidin rûniştandin, hûn xwe bi hindekan bispêrin, ev ketineke bêsînor e. Divê bi aliyê vê yê rêxistinî ve girêdayî, aliyê wê yê siyasî û leşkerî jî baş bê fêm kirin. Ji ber ku dema we ev aliyê xwe pêş xistin, hûnê bihêz bibin. Hûnê li hemberî her metirsiyekî bibin bersiv.\n\nŞer û siyaset ne tenê karê zilam e. Her çend civaka klasîk her wiha dibêje. Weke jin di leşkerî û siyasetê de tine ye. Jin di civakê û aboriyê de di karên ebeboz (ayak takimi) de tê şixulandin. Hûn li vir hesabê vê jî dipirsin. Çekê di destê we de pir binirxin, zanista siyasî jî pir binirx e. Azadî bi rêyeke din nayê bidest xistin. Bi şêweyekî din jixwe zilam jî nikare ji belaya ser wêdetir biçe. Me ev bi şerekî mezin heya vir anî. Vê weke pêşkeftinekî ji rêzê nebînin. Rastî nabe ger behsa tengbûn û xitimînan bê kirin. Niha sedemekî we ya ji çekên azadiyê binirxtir jî nabe. Ji bo jîneke azad nirxa vê weke cejnê ye. Weke mînak Rêheval Zîlan dibêje “ez dema ber bi vê çalakiyê ve dimeşim di rewşeke bi coş a nayê bawer kirin de me û ew çend jî xwe bi şens dibînim” ev rast bû. Ji ber ku çûna mirovekê ku xwe bi ewqas bombeyan ve girêdaye pêkanîna meşa jiyaneke ev çend azwer, birastî jî bûyereke bêhempa ye. Kûrahiya wateya wê di vir de veşartiye: di milekî de dizane xwe bi çalakiyekê ew tiştên wê dîl digirin – ku ev mêtîngerî, emperyalîzm, başverûtiya zilam, girtîbûn û gemariya jinê ye- dişewitîne, hildiweşîne. Pê re girêdayî dibêje “ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke biwate, kesayetekî çalakger. Ji ber bi durustî dizanî wê bibe raveya (ifade) jiyana biwate, berdin teng an jî bixetim e, şerekî wiha coşeke bêhempa dide wê. Dibe çavkaniya jiyan û kêfxweşiyê. Di çalakiyên herî bê eman de jî wisa ye. Ger ev rast bê têgiştin (özümseme) ti kes teng nabe, naxetime û di jiyanê de bêhêvî na be. Tam berovajî vê wê pratîkekî bicoş, bihêvî û serkeftî derkeve holê. Ya rast jî eve ye.\n\n 

Ayrıntılar
Görüntüleme: 193

JI JINA BI HÊZ NAYÊ TIRSÎN

Rêber Apo  Wekî di tevahî şoreşan de heye, di şoreşên roja me de jî û bi taybetî di şoreşên Kurdistanê de, mijara yekemîn ku pêwîste tê de were serxistin; çareserkirina jiyana li dorhêlê jinê ye. Pirsgirêkên herî pêşketî yên şer, heta pêşketinên di bingehên azadî û aştiye de jî, ev mijar di navenda tevahî xebatan de cîh digire. Di derdorê jinê de, zîhniyet, birdozî, rêxistin, zordarî, mijokdarî ya ku hatiye honandin ve neyê dest girtin, çareserî di vê bingehê de neyê kûrkirin, heger şoreşê (her wiha şer) ji jinê qut bê destgirtin, çi bi gengaze ku şer bibe şerê azadî, çi jî bi gengaze ku aştî wê bibe aştiyekî bingehîn. Mercên vê yên yekem çareserkirina peywendiyen ku li derdorê jinê hatiye hûnandine. Hem pêşxitina şer, hem jî li ser wateya wê a rast, pêdivî dibînim ku bi awayekî cidî vê pirsgirêkê bigirim dest. Tê gotin, “Bê jin şoreş û jiyan nabe.” Ev rast e. Lê di roja me ya îro de jiyanekî bê jin di bin statukoya zilam de, ez hîn jî li hember pejrandina wê bi hêrs dibim. Heger ez bêjim min, şoreşa xwe bi armancên guhartina jiyanê ve pêşxistiye, ezê rastiye bi awayeke berbiçav bînim zimên. Civaka bi çînayetî her ku pêşket, hêz di zilam de kûr dibe. Dema hêz di zilam de kûr dibe, di hêza jinê de tunebûnek tê holê. Wekî di rastiya Rojhilata Navîn de tê zanîn; bi klan derbasbûna civaka ku li dorhêla jinê tê afirandin –ez bawerim qada ku dîrok yekem lê pêşketiye Mezopotamya ye- hêza jinê bê nîqaş e. Berî her tiştî Ol(dîn) bi şêwazekî xwedawendên jin tê ser zimên. Hîn jî navê ku pir bi bandor e, di Kurdî de “İştar” wateya wê stêrk e. Di roja me de “Star û Stêrk” xwedawendiya jinê tîne ser zimên. Xwedawend xwedî dîrokekî wisa ne. Afirînerên civaka yekemîn in. Em ji avakirina komên gund bigirin, di şoreşa civakî de asta herî girîng, pêwîst e em bipejirînin ku derdorê çalekiyên jinê de pêşketiye. Em dikarin pênasa xwedawenda İştar wisa bikin. Civaka jinê di pêvajoyên yekemîn de mezinbûyînek bû. Serdemên piştî wê derbasbûna civaka bi çînayetiye. Derbasbûna civaka bi çînayetî, derbasbûna bin zexta zilam e. Pêşketina bi dagirkeriya zilam, wekî bê sînor e ku, xwedawendî tunebû û tevahî xwedayên ku pêşketine hemû zilam in. Tevahî împarator zilam bûn. Hinek jinên ku derketin, ew jî jinên wek zilam in. Tevahî fermandar, brokrat ji sedî not û neh zilam in. Ev jî dagirkeriyekî bê aheng dide xwiyakirin. Bêguman civaka bi çînayetî ve girêdana wî heye, lê rastiya pêşketina yek a mirovatiyê ye. Tu bê jî, “Bê desthilatdariya zilam jiyan nabe” ev ji tê wateya zîhniyeta bi zext û mijokdarî bingeh digire. Heger em di sosyalîzmê de îsrar dikin, pêwîst e em tê bigîhêjin ku, di pêşketina dîroka şaristaniyê de, tunebûna jinê ne bûyerekî xwezayî ye. Em dibînin ku, ev rastî, bi cûrên pêşketina civakî û çînayetî ve girêdayî, di roja me de gihîştiye asta çavkaniya pirsgirêkan. Her ku em vê pirsgirêkê çareser dikin, bi vê re wê şoreş kûr bibe û di vê wateyê de, ji navbera zilamtiya zilam û jiniktiya jinê de ev bê ahengtiya heyî pêwîst e em rabikin. Ez li ser vê pir kûr dibim. Ji bo min pirsa ku, pêwîst e zilam bibe zilamekî çawa û pêwîst e jin bibe jinekî çawa jî, pir dijwar e. Tedbîra yekem ku min girt, artêşbûna jin çi bû? Herî kêm ev rastî avakir; “Ez jî dikarim bi silah bim. Li ser lingên xwe, di çiyayên ku berê min cesaret nedikir de, ez dikarim serbixwe bim, bipeyvim û ez dikarim bibim xwedî hêz.” Ji bo jin ev pêşketin heta dawî pir girîng e. Hîn wateya vê dernexistibe jî, ev pir vekiriye ku jinê bi hêz dike. Herî kêm fîzîka wê pêşdixine. Jinên ku di panzdeh an ji di bîst saliya xwe de ku wekî pîra bibûn, niha dema digîhêjin sîh salî jî, seknandinekî pir dijwar raber dikin. Dîsa di manewiyatê de hêz digire. Ev pir balkêş e ku, ne tenê di me de, di tevahî qadên navnetewî de pêşketinên jinê diyar dibe. Ev li ser berkîkirina me pêşdikeve. Belkû têgîhên paşverû her tim wisa dibêjin; “Dema jin tê gotin, mêyzekirinê min, hestên min, namûsa min. Êmin, êmin, pêwîst e êmin be.” Ev felsefe pir bi xeter e. Dema ku jin ji sedî not û neh bû ya te, gelo wê çi bide civakê? Wê ji welatparêziyê re çi bike. Wekî leymûn an ji qedehêk şarab, girtiye nav kulmên xwe diperçiqîne û her dem vedixwe. Bi rastî jî jin jî wisa ye. Jinekî wisa, tu tiştekî ku bide civakê û netew nîne. Tiştekî zilam jî bidê nîne. Zilam ku carna aqilê xwe wenda dike, car caran kuştina jinê, bingehê vê felsefê derdikeve holê. Heger bal kişandiye, evindarên me, gihîştine karakterekî ku evînê dikujin. Ev rastiyekî bi êş e. Ji sedema têgihên vê felsefeyê, hêz û mezinbûna jinê tune ye. Di wir de kuştin heye û di dawî de jî, wekî sembol bi xençerê ve encam digire. Her wiha bi awayekî aktîf pêwîst e jin bi xwe bikeve nav vê xebatê. Herî kêm tişta ku ez dixwazim bikim, pêşiya vê vekirine. Pêwîst e em vê fêmbikin. Ez ji bo kêyfa bavê xwe nakim an jî ji bo xwe jî nakim. Bi têgihên min ê cîhanê ve girêdayî dikim. Ji bo hinekî jinê kêyfxweş bikim jî nakim. Meseleyekî bilindiyê ye, meseleyekî têgihê, meseleyekî cîhanê ye. Em ji kîjan milî ve lê binêrin, pewîstiya milîtantiya jin li holê ye. Ez van peyvan pir tînim ser zimên. Ên ku rola jinê, di şer û jiyanê de înkar dikin ew bixwe ne. Giranî di vî bingehî de derdikeve. Jin heger kevneşopiya xwe derbas neke, wê xwe bigihîne rewşa giranî. Her tim li bendê ye, zilam bê destê wê bigre û wê bike malê xwe. Rewşa ku giranî tê gotin wisa derdikeve. Jina ku hûn dibêjin giranî ye, niha gihişt qiraxa azadiyê. Berî her tiştî pêwîst e em bidin xuyakirin ku; jin ne giranî ye, hem di şer hem jî di jiyanê de bi awayekî dijwar xwe pêşxistiye. Li vir me kesayetiya Zîlan nirxand. Her çiqas fîzîkî zorî jî dikişand derxist holê ku, çi di jiyanê de çi jî di şer de giranî nîne. Ev bûyer ji bo me ferman e. Wê demê di milê zagonên rêxistinê de, zêde mafê axaftinê wan nîne, jin jî xwe di rewşa giraniyê de nehêle. Jin û zilamên ku bi vê rastiyê re di nav nakokiyê de ne, naye pejirandin. Rastiya Serokatî di vê mijarê de heta dawî bi rêgez e. Di vê mijarê de tu tavîzan nade. Wekî tê dîtin, tevahî keçên me, bê hempa keçên şer in. Di vê wateyê de napejirîne ku destê zilam nêzîkî wê bibe. Bi dagirkerî, bi xirabî, azadiya wê ne berbiçav be, napejirîne. Rastiya rewişta (ahlak) PKK ê jî ev e. Niha ev biçe ku, wê bibe jiyana azad. Her zilam bi cureyekî dijîn, ez ji hinekî wisa dijîm. Ew qas jinên baş nînbe, ez nikarim bijîm. Niha zilam dibêjin; “Jinek heba, ji sedî sed a min ba, ezê bi wê jinê re bijîm. Ez jî dibêjim ku; “Artêşa jinê ya azad nebe, ez nikarim bijîm” Azweriyek (tutku), evînek, jineke egîd, jineke bi rêxistinî û xweşik, bi vîn (irade) û zimanê wê jî hebe. Ez bawerim egîdî, ji nav vê nêzîkatiyê derdikeve. Zilamekî heger dibêje; “Jin bila ketîbe, ya min be, lê bidim, bikujim, bila male min be” ev ketîbûnekî herî mezin e û di milê mafê mirovan de bê mafbûnek e. Çima ew ewqas dibe yê te, çima tu nabe yê wê? Ev nêzikatî pir bi vekirî, dagirkeriye. Zilamek pir bi zext, ne wekhev, pir bê hûrmet.. Jin bi hêz be, jiyan xilas nabe. Hinek kes dibêjin, jin xurt û bi hêz bibe, emê bitirsin..! em jî dibêjin, jina bi hêz , li beramberî wê tirs nabe, jina ku lewaz be pêwîst e em jê wê bitirsin.

Ayrıntılar
Görüntüleme: 468

Sayfa 2 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • Bêyî Kesayetiyên Awarte, Bidestxistina Mîlîtantiya Jinên Azad Zehmet E!

  • Em Jiyana Şehîd Bêrîtan Bikin Xet!

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere