RÊBER APO Ez şekerekî balkêş ê hesta me. Jixwe şoreş bi hestan destpê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kirêtiyan, bi bingehgirtina bedewiyan ve bi pêşveçûyîneke li gor xwe destpê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn. Min xwest ez feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hîna tê bîra min zarokên gund, xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Ligel wê belkî jî di kirêtiyê de tu kes weke wan tunebû. Lê digotin, “hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e”. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin. Ev îdeolojiyek e. Îdeolojiyek e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku, hebûna mijara gotinê ew e: belkî xwedî çend bost erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan e. Wan dixe cihê welat jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan weke din tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye. Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat kir. Pale ji bo me barekî giran bû. Min digot pale pêwîst e û min paleyî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, ez wisa difikiriyam. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwêdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana biked çawa dibe, dihate fêmkirin. Min baş kar kir, lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim. Ez bi xwişk û birayên xwe re pêv diçûm. Lê dîsan jî xwişk û bira bûn. Her tiştên wan de kirêtî jî hebe dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Belkî jî zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot; “encax hêza te digihêje min”. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîna ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min eşkere derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du biran wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê kir. Min lîstok jî dilîstin, lê zêde ne. Lîstika bi lingekî, lîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke; “ka were em bi te re lîstika xwe bidomînin” hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîn e, lê wê gotiye dibe ku hebe. Heke hêrsa min a bêyî encamiya lîstika bi keçên gund re nebaya, min nedikarî ez keçan wisa bikşînim ev lêyîstika azadiyê û tekoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, xiyanetê li xeyalên zarokatiyê nekirin. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ne. Min nedixwast ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pê ve girêdan, têkîliyeke rast e. Pejirandina zilamê Kurd ê ji rêze û kevneşop gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heke min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min. Li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîrekê malê ve girêdane. Û dîsan digotin: jinê werîsê xwe qetandiye û reviyaye. Ji ber çi reviya ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pê ve tên girêdan. Baş e, ma ez ê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim? Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm textêreş tê bîra min. Mamoste ez rakirim got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîna di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Jixwe min di malbatê de tu aramî nedîtiye. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîna di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Yanî rewş wisa bû. Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e. Ez bawer nakim ku tu zarok li hember van rastiyan evqas xafil bimîne. Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawerim qenciya wê jî çêdibe. Di ew temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heke ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi ihtimaleke mezin ez dê di xeteke cewaz de pêşbiketibama. Vaye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye. Mamosteyê yekem... ez bawerim mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibe ku, ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîna di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hember rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwast ez bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîna di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû. Wê Bidome.
MIN ÎXANET LI XEYALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ NEKIR! Beşa-1
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 356


