Rêber Apo Di Avrêla sala 1973’yan de, li peravên Bendava Çûbûk a Enqerê geh li şipiya û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku ger weke komeke cûda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car weke sirekê danîn ser ziman û digotin ‘Kurdistan welateke mêtingeh ê klasîk e.’ Ev koma piçûk a ku ji şeş kesan pêk dihat, bi eşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê weke destpêkekê binirxîne. Taybetmendiyeke vê şêwazê hebû, wê komê ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom, di salên 1974, 75 û 76’an de, li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqerê ) hat pêşxistin. Min di Adara sala 1977’an de ji Enqerê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û min rêzeke civîn lidarxist. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez paşê vegeriyam Enqerê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê çêbû (piştî civînê bi sê rojan) em qet li bendê nebûn û em matmayî kirin. Me bi avakirina partiyê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Di 27 Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ku ji 22 kesan pêk dihat soza partîbûyînê da. Piştî ku hat fêmkirin, wê bi navê partîbûyînê tenê li bajaran xebat neyê meşandin, em him li ser alternatîfbûyîna çiyê û Rojhilata Navîn rawestiyan û di dawiyê de mîna duyemîn Hîcreta Hz. Îbrahîm, me di 1’ê Tîrmeha sala 1979’an de ji Rihayê berê xwe da Sûriyê û ji wir jî ji bo lêgerîna azadiyê me berê xwe da welatê kevin ê Kenan. Şensê polîtîkbûyîna xeta PKKê ji nêz ve bi taybetmendiyên wê yên birdozî ve têkildar e. Lewra gelê ku dê bibe zemînê wê pir zû dikare xwe bigihînê û ev vê rastiyê ispat dike. Ger ew jî biketa nexweşiyek çînî yan jî netewetiyeke teng, ew ê jî weke mînakên din nekarîbûya ji marjînalbûyînê xilas bûbûya. Baş tê zanîn polîtîkbûyîneke kûr heye. Divê mirov vê yekê bi pirsgirêka kadrobûyînê ve girê bide. Kadro ji ber rengwergirtina xwe ya heyî, di rewşa astengbûyînê de bû. Pirsgirêka kadro heta nehata çareserkirin ku di hilweşîna sosyalîzma reel de yek ji hêmanên bingehîn bû, hemû tespîtên siyasî yên bihata kirin û hemû rêxistinbûyîn wê nikarîbûna xwe ji bêkêriyê xilas bikira. Bi qasî xeta polîtîk, modela wê ya rêxistinê jî ji bo pêşketinê di cîh de bû. Di wateya xweparastinê de parastina rewa ya çekdarî li gorî demê dibû ku bihata parastin. Pirsgirêkên ku mirov dikare ji wan re bibêje krîza rêxistinî, hat xwestin li dawiyê werin hîştin. Hin pêşketin bi sînor bûn, ya rastîn ev sedema xwe ji girseyîbûyîna tevgerê digirt. Ji bo xet rê li ber pêşketinên hîn mezintir veke profesyonaltiyê xwe ferz dikir. Di xeta polîtîk a PKKê de mijara herî girîng a divê were ronîkirin mijara dewletê ye. Gelo, di xeta polîtîk a PKKê de avakirina dewleteke cûda hebû yan na. Tevî ku dirûşmeya ‘Kurdistana Serbixwe’ pir dihat bi karanîn jî, pir zehmet e ku mirov bibêje ev dihat maneya avakirina dewleteke serbixwe. Ez weke şexsekî ku herî zêde nêzî mijarê ye, nikarim bibêjim; ‘bi giştî dewlet û bi taybetî jî têgîna dewletê ya Kurdistanê me bi kûrahî guftûgo kiriye û em fikirîne.’ Her çend meyleke ûtopîk bû jî ji aliyê realîstî ve aktualîzekirinê zêde bal nedikişand. Ez di wê bîr û baweriyê de me, ev yek ji xwestin û nexwestinê wêdetir di aliyê wê yê çareseriyê de zelalbûna wê nînbû. Pir zelal nebû, bi dewletbûnê re çareserî dibû yan na? Baş dihat zanîn ku ev mijar di teoriyê de bi nîqaş e. Pirsa; gelo sosyalîzma demokratîk an jî dîktatoriya proleteryayê, timî di hişan de dibû sedema tevlîheviyê? Di hişê me de bû. Dewlet, pirsgirêkên gelan û kedkaran çareser nakê. Ev dîtin jî bi bandor bû. Van hemû xalan bal dikişand ser hewcebûn û ponijandina(dalmak) li ser dewleteke cûda, lê di heman demê de, vê yekê bi xwe re dida hîskirin, wê pirsgirêkên ku kes nikaribe ji bin ve derbikeve rû bidin. Her wiha tevî zehmetiyên avakirina dewleteke Kurdî li Tirkiye û Rojhilata Navîn, pirsgirêkên nû yên bi xwe re bianîna jî dihatin zanîn û vê yekê mijar hîn zirav dikir. Weke encam, şûna dewletê têgîna niştimana dayik Kurdistan hat tercîhkirin ku çendîn statuya wê tam zelal nebû. Ji slogana bingehîn ‘Kurdistana Sosyalîst, Demokratîk û Serbixwe’ tê fêmkirin ku tercîheke vekirî ji bo dewletê nîne. Mirov dikarîbû texmîn bikara ku wê slogana rastîn û şoreşgerane bi awayekî berçav Kurdistana Azad bûya. Ger mirov Şoreşgerên Kurdistanê=Alîgirên Kurdistana Azad werger bike hîn şîroveyeke rast e. Girîngiya vê pirsgirêkê wê paşê derketiba holê. Bi taybetî dewleta ‘Kurdistana Federe’ ya di serê salên 1990’an de hat îlankirin û di berxwedana PKKê de îlankirina ‘herêmên azad’ di mijara îqtîdara dewletê de dida fikirandin. Ji ber ku pirsgirêka dewletê di birdoziya sosyalîst de jî tam nehatibû çareserkirin, lê di giranbûna mijarê de -her netew mafê xwe yê çarenûsê heye- fikra ji bo her netewî, dewletek rola bingehîn dilîst. Dema dewlet jî dihat gotin zor û şer diket rojevê. Şer, weke pêdiviyek parastina rewa nebû, ji bo armancên polîtîk bi giştî şer mûbah dihat dîtin, ev jî bi serê xwe mijareke girîng a pirsgirêkê ye. Weke fikreke stratejîk dihat qebûlkirin ku ger şer nebê, him jî şerekî demdirêj, netew nikarin rizgar bibin, netew jî rizgar nebin, çîn nikarin rizgar bibin. Pirsgirêkên îqtîdar û şer ku di tevahiya dîroka têkoşîna azadiyê de pêşî ji rê derketinên mezin re vekirin, her ku biçûya wê di rojeva PKKê de cih bigirtana. Di vê pêvajoyê de dewlet ser me de hat, lê ji xwe di vê demê de bi giştî bi ser Kurdîtî û çepgiriyê ve diçû. Weke parçeyeke vê êrîşê ser me de jî dihat. Jixwe rewşeke ku statûya cûda bixwaze nebû. Fikir nedihat kirin ku ev tevger bibe navendeke berxwedanê ya xweser û demdirêj. Du helwestên ku bihatana nîşandan hebûn: Yan derketina serê çiyê yan jî derketina derveyî welat, xwe vekişandina Rojhilata Navîn. Ya esas, di ser her du helwestan de jî hatin. Di dawiya sala 1979’an de tevger xwedî derfet û îmkan bû. Xwe vekişandin û herikandina di van cokan de pir hêdî bû. Ji bilî hin girtinên bêşens ên mîna Mazlûm Dogan û Mehmed Xêyrî Dûrmûş wendahiyeke cidî nebû. Tevger çêbûbû, partî hatibû îlankirin û bûbû xwedî statû ji bo ku karibe hebûna xwe demeke dirêj bide meşandin. Lewra darbeya 12’ê Îlonê bi pêşbîniyeke mezin hat pêşwazîkirin û darbeya leşkerî ya sala 1980’ê hêj nebûye, hemû pêdiviyên hewce bi cih hatin anîn. Mayîna li derveyî welat ji bo demeke dirêj nedihat fikirîn. Hin kadro wê bihatana perwerdekirin û bi şerekî demdirêj ê gerîla wê xeta rizgariyê şer bihata meşandin; ev weke ‘qanûna şoreşê’ dihat şîrovekirin. Bawerî hebû, wê her tişt li gorî planan bimeşe. Piştî salên 1980’yan weke ku hatibû plankirin çend komên hatin perwerdekirin ji bo welat hatin şandin. Hinek xebatên siyasî yên bereyî -Eniya Berxwedana Yekbûyî Li Dijî Faşîzmê- hatin kirin. Ji ber ku, kar û xebat weke dihat xwestin nedimeşiya, hewceyî bi hin karên teorîk derdiket holê. Bi vê armancê ji sala 1981’ê û pêve analîzên ‘Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetiyê, Taybetmendiyên Milîtanên Şoreşger û Jiyana Partiyê’ tavilê li pey wan ‘Li Kurdistanê Rola Zorê’ û ‘Li Ser Rêxistinbûyînê’ li kasetan hatin qeytkirin û weke pirtûk hatin çapkirin. Bi Konferansa Yekemîn a PKK’ê (1981) û Kongreya Duyemîn (1982) xebatên bingehîn û mayînde ji bo qada welat hatin kirin. Şerê Îsraîl-Filîstînê di sala 1982’an de ev pêvajo bi leztir kir. Ya bingehîn, bi Şoreşa Îranê re li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo rêvebirina xebat û baregehan şert û mercên baş derketibûn holê. Ne ku nehat fikirîn. Li wê deverê heval Mehmed Karasungur hebû ku ji şerê li Siwêregê xwedî tecrûbe bû. Dikarîbû ya hewce jî bikira, lê di Gulana sala 1983’yan de bû qurbanê durustiya xwe û şehîd ketina wî bêşensiyeke cidî bû. Ji bo cihê wî yê vala bûbû tijî bikin, di sala 1982’an de Dûran Kalkan û Alî Haydar Kaytan hatin şandin. Ji wan hatibû xwestin ku xetê li Başûr rêve bibin û bidin rûniştandin. Beriya vê jî di sala 1980’ê de bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz zevtkirina xeteke berxwedanê ya ji Botanê heta Dêrsimê hatibû xwestin û ji bo vê yekê jî bi giştî xwedî perspektîf bûn. Girtina bêşens a Kemal Pîr - Tîrmeh 1980 - wendahiyeke cidî bû. Bi qasî ku tê bîra min, min wiha digot; “Li Rojhilata Navîn tiştên bûne mirov dubare bike, weke mirov kerê xwe boyax bike û careke din bifiroşe.”. Li Zindana Amedê Ferhad Kurtayan xwe şewitandin û Kemal Pîr, Mazlum Dogan û M. Xêyrî Dûrmûş ketin rojiya mirinê û wexta me şehadetên wan bihîstin, rewşa me ya berpirsiyariyê û fikarên me wergeriyan hêrsê.
ME BI AVAKIRINA PARTIYE BERSIV DA ŞEHADETA HEQÎ
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 185


