Di cihekê de dîrok tê çareserkirin, jiyana berê tê çareserkirin û asoya pêşerojê, azweriya jînê diyar dibe. Lehengiyên dîrokî bi taybet bi çalakiyên Zîlan û herî dawî jî Sema Yûce -ku ew hemû rêgezên mezin in û em bi bîr tînin- li ser vê bingehê ronî dibin. Ji bo jîna mezin fedakariyên mezin têne kirin. Kesayetên çalakgerên herî mezin ava dibin. Li ser bingeha vê çavkaniya hêzê ya muazam, xwe dîtin, tiştekî ji vê binirxtir jî tine ye.\n\nDi şênberiya YAJK’ê de dahûrînên ku me pêşxistine, çendî kûr bêne fêm kirin û bi xûliqkarî xwe diyar bikin, wê di jiyanê de jî ew çend nûbûn xwe nîşan bidin. Divê ew ji bo me weke destpêka jiyanê bê dîtin. We bi xwe jî dît aciziya ji jiyana kevin di nava partiyê de jî heya demeke kin di kîjan astê de bûn. Hûn niha jî vê yekê dibînin. Bêguman ev nêzîkatiya rêgezdar, divê weke encama şêweya rast ya têkoşîna çînayetî û zayendî ku demeke dirêj me hûn li ser vê bingehê perwerde kirin, bê dîtin. Ango ji xwe ve hûn nehatin vê astê, hûn bi têkoşînekî pir tund di xeta Rêbertî de ber bi vê xalê ve hatin. Têkoşîna zayendî û çînî ku belkî bi hezar salan an jî tena serê xwe têkoşîna zayendî bi dehan, heta sed salan dom bike, bi şêweyekî herî rêgez, lê pir tûj di rastiya Rêbertî de bi têkoşîneke gur derketiye holê. Ev pêşketin ne weke ku nav daye ji ber xwe ve ne jî pir zêde jiyan daye zorê. Tam berovajî wê bi kedeke mezin, wêrekî, vîn û ewqas jî encama nêzîkatiya fedakar û xûliqkariya mezin bi rêgeza azadiyê ye. Nêzîkatî di bin navê pirsgirêka jinê, bi rastî jî pir wêrekî dixwest. Herkes herî zêde şaş nêzîkê vê pirsgirêkê bûye û di rastiya civaka me de herî zêde di vê mijarê de wendakirin çêbûne. Him zilam û him jî jin dema dest bi jiyanê dikirin di vê zemînê de wenda dikirin. Em di wê baweriyê de ne ku çareser kirina me ya bi vî awayî û xebata kuştina zilam û jina kevin pir bi nirx e. Em ewlene ku ger bê fêm kirin wê rolekî mîna teqîna pêşketinên pir mezin bilîze. Em baş jî dizanin bê vê jî jîn nabe û pê re girêdayî şer pêş nakeve.\n\nPirsgirêka me têkîliyên di asta zayendî, an jî weke hinek dizanin nêzîkatiyekî daxistî li ser ajoyên zayendî nîne, ew hemû jiyanê di nav xwe de digire. Xebata me ewe ku gelê me ew jiyana ku ji mêj ve wenda kirî ye, careke din qazenç bike. Em dixwazin jin û zilam jî ew girêka kor a jiyana ehmeq ku mehkûmê wê bûn, biçirînin. Têkoşîna me ew jîna di bîra tarî de, ew jîna tarîtiya reş de derxistiye roniyê. Kevneşopî, pêşdîtin, nêzîkatiyên erzan ku xwe dispêrin ajoyên bê nirx, çemkên pir seretayî ku bi xilasiyê encam digirin, çendî bêne xemilandin dîsa jî nirxên wan tine ne. Berdin jiyana azad, şerê wê têrê nake rojekî jî xilas bikin. Divê hûn van mijaran baş fêm bikin. Çi bi nirxandinên zanistî, çi felsefîk, çi jî aliyê wê yê moralê, em heya îro hatin.  Ger birastî jî bawerî û azweriya we bi azadiyê hebe, wê demê ev xebatên me ya herî bi nirx û ya hewce ji bo jiyanê ye. Ji xwe pêşkeftinên pratîkî jî vê nîşanî we dike, niha kêmeke din hûn bihêz in. Jina ji hêza fêmkirinê bêpar bû, xwe gihande hêza fêmkirinê. Jinên, berdin derkeftina serê çiya, berderî jî bê destûr nedikarîn derbas bikin îro bûne xwedî pêngavên meşa bêdawî. Ya rast xebatên me jê ve re hêz da. Ev jî pêşketinên girîng in. Divê ti kes bê ku şerê mezin a vê bibîne, nekeve xefleta ku van tiştan weke ku bi serê xwe çêbûne binirxîne. Divê jê re rêz û mînet bê dîtin û her tim têkarî bikin ku dema jiyana wendakirî bê ser xistin bibe xwedî têkarî.\n\nJi kîjan alî lê binêrin bila binêrin, divê hûn vî şerî di heman demî de weke encamekî azadiyê, her wiha dijberê jîna gemar û xirab, weke şerê azadî û başiyê bibînin. Armancekî şer jî pêşxistina başî û xweşikî ye. Hûn dibînin ku ev jî pêngav bi pêngav pêşdikeve. Ji bo me jiyan nû, nû şitil dide. Kes wiha hisab neke ku wê bi pêşdîtinan, bi rêbazên ji bavê û kalan mane, bi taybet bi nêzîkatiyên ji eniya zilam mane wê ji jiyanê tiştekî fêm bikin. Dîsa nêzîkatiyên bê hizir, bê vîn li ser bingeha ferasetên jina klasîk ku bi her tiştên xwe ve teslîmiyetin, bi xefletê weke jiyanê ferz nekin.\n\nWeke nimûne heval Sema heya demekî dirêj li hemberî nêzîkatiyên zilam bê çare dimîne. Heya daxuyaniya me ya 8‟ê Adarê ne hêza gehiştina asta erênî ne jî hêza derbaskirna ya neyînî nîşan dabû. Dibêje “ev çareserkirin her tiştê ez lê digeriyam dide min û rewşa ez di nav de heya dawî ronî dike, lêgera min a Rojeke din bêçine bû, Roj tek e. Di vir de bilindahiya jiyanê, azwerî heye, azadiyê jinê bi vegotina wê ya herî têgehiştî min li vir dît.” Li wir tam vîna partîbûyînê bi derkeftinekî şoreşgerane û ji 8‟ê Adarê heya 21‟ê Adarê sekneke pir vîndar, hişk, bibiryar û çalakîwar pêş dixîn e. Di derdora wê ger yêke hişyar heba dibû ku jiyan bike. Ruxmê vê xwedî çalakiyeke mizin e û ev hêza wê diyar dike.\n\nEv rêhevala me, bi nêzîkatiye jîrwar nimûneyeke herî berbiçave ku nîşan dide divê ji rêgezên azadiyê dest neyê berban û ger tewîz bên dayîn ew zehmetiyên dikevin navde wê çawa bên derbaskirin. Ew rêhevaleke ku divê bê lêkolînkirin û encam jê bên wergirtin. Ligel vê rêheval Zîlan pêşengtiya vê kiriye û nirxandinên wê pir zelal in. Ya em dikin kêmekê jiyandina wan, kêmeyê pêkanîna rêgezên wan e.\n\nEv jî kêmekê pêşketiye. Dost û dijmin vê dibînin. Ji wê ku em jê vegerin û teng bibin, em şerê serwerkirina van didin. Di vir de zilam jî ser dikeve. Bi şûna her carê zilam xwe ferz bike, çawa jin û jiyan yekbûnê rave dike, di qazançkirina nû ya vê jiyana hevbeş de divê hinek jî azwerî (tutku) hebe.\n\nHest û heta evîna herî mezin; afirandina vê yekgirtinê ye. Hevgirtina jin û jiyanê ye ku ev jî azadiye. Derbaskirina ew jina bi şêweyeke herî ketî bi zilamê pûç ku ji welat û civaka xwe qût bûye ve girêdayî ye û hevgirtineke nû ya herî bi rêgez û bihêz bi jiyanê re ye. Evîn eve ye! her pêngava di vî milî de bê avêtin binirx e. Ti aliyeke wê ya neyê derbas kirin jî tine ye. Gotina “teqez di bin serweriya min de be” belku di xuyaniyê de xweş tê, lê binê wê bikolî wê dîkteya çîna desthilatdar a sed- hezar salan derkeve holê. Çawa di sosyalîzma Rel de jî hate dîtin, tu sosyalîzmê ava bikî jî di dawiyê de wê hilweşe. Pirsgirêk divê ew çend ji rêzê neyê dest girtin. Xebat û têkoşîna me ya azadiyê gerdûni ye. Tenê ji bo çareserkirina pirsgireke teng a herêma we, an jî netewî nîne. Jixwe hewce dike wiha be jî.\n\nLewma berpirsyariya me ya sereke ne tenê rizgariya zayendeyekê, asta azadiya hemû civakê û şerê ji bo wê derdikeve pêşberî me. Ji zilam bêtir divê hûn xususên dîsîplîna şer, rêxistinbûyîn û kûrbûyîna taktîkî ber çav bigirin. Jin zêdetir muhtacê vê ye. Ger rêxistin û dîsîplîna rêxistinî tine be wê we peremperçe bikin û weke guran we parve bikin. Ev pir eşkere ye. Qet hewce nake ji vegotina vê yekê bitirsin an jî şaş fêm bikin. Jin bi rêxistinê re heye. Her rêxistin li gorî rêgezên rêxistina xwe ye, ji bo jin ev tiştekî jiyanî ye. Ji xwe ger ew nebe wê ji hev perçe be. Jiber wê pêşengtiya rêxistinkirin û jiyana li gorî tektîkên wê, ji bo we sedemên jiyanî ne. Ger bi şûna vê yekê hûn tiştekî din bidin rûniştandin, hûn xwe bi hindekan bispêrin, ev ketineke bêsînor e. Divê bi aliyê vê yê rêxistinî ve girêdayî, aliyê wê yê siyasî û leşkerî jî baş bê fêm kirin. Ji ber ku dema we ev aliyê xwe pêş xistin, hûnê bihêz bibin. Hûnê li hemberî her metirsiyekî bibin bersiv.\n\nŞer û siyaset ne tenê karê zilam e. Her çend civaka klasîk her wiha dibêje. Weke jin di leşkerî û siyasetê de tine ye. Jin di civakê û aboriyê de di karên ebeboz (ayak takimi) de tê şixulandin. Hûn li vir hesabê vê jî dipirsin. Çekê di destê we de pir binirxin, zanista siyasî jî pir binirx e. Azadî bi rêyeke din nayê bidest xistin. Bi şêweyekî din jixwe zilam jî nikare ji belaya ser wêdetir biçe. Me ev bi şerekî mezin heya vir anî. Vê weke pêşkeftinekî ji rêzê nebînin. Rastî nabe ger behsa tengbûn û xitimînan bê kirin. Niha sedemekî we ya ji çekên azadiyê binirxtir jî nabe. Ji bo jîneke azad nirxa vê weke cejnê ye. Weke mînak Rêheval Zîlan dibêje “ez dema ber bi vê çalakiyê ve dimeşim di rewşeke bi coş a nayê bawer kirin de me û ew çend jî xwe bi şens dibînim” ev rast bû. Ji ber ku çûna mirovekê ku xwe bi ewqas bombeyan ve girêdaye pêkanîna meşa jiyaneke ev çend azwer, birastî jî bûyereke bêhempa ye. Kûrahiya wateya wê di vir de veşartiye: di milekî de dizane xwe bi çalakiyekê ew tiştên wê dîl digirin – ku ev mêtîngerî, emperyalîzm, başverûtiya zilam, girtîbûn û gemariya jinê ye- dişewitîne, hildiweşîne. Pê re girêdayî dibêje “ez dixwazim bibim xwedî jiyaneke biwate, kesayetekî çalakger. Ji ber bi durustî dizanî wê bibe raveya (ifade) jiyana biwate, berdin teng an jî bixetim e, şerekî wiha coşeke bêhempa dide wê. Dibe çavkaniya jiyan û kêfxweşiyê. Di çalakiyên herî bê eman de jî wisa ye. Ger ev rast bê têgiştin (özümseme) ti kes teng nabe, naxetime û di jiyanê de bêhêvî na be. Tam berovajî vê wê pratîkekî bicoş, bihêvî û serkeftî derkeve holê. Ya rast jî eve ye.\n\n