Destpêkirina şoreşa Jin Jiyan Azadî bi dawî hatina merheleyekê îfade dike. Bi dawî bûna pergala totalîter, olîgraşî, teograsî ku koka xwe li ser hişmendiyekî hişk yê zayendperest ava kiriye. Dîroka sed salê derbasbûyî li Îranê de dîrokekî pir bi berxwedaniye li dijî pergala desthilatê. Nîv qirn pergala qiraltî, monarşî, nîv qirn jî pergala mezhebperestî a Rejîma Îslamî. Di nava sed salî de, dem dem tevger û serhildanên gelan dijî pergala desthilat pêş ketiye û mohra xwe li cîhanê daye. Destpêka sedsala bîstan de “şoreşa meşrûyetê” bû pêvajoyekî girîng, ji guhertinê re rê vekir. Gelên Îranê xwestin ku hûkmê şah kêm bikin û têxin jêr zagonan. Di pêvajoya şoreşa meşrûyetê de jî jinan rolekî mezin ji bo guhertinên bingehîn lîstin, bedelên mezin dan, lê dema meclîs hat damezrandin, jin dîsa ji mafê xwe mehrûm man. Cara yekem li Îranê, bi herikandina jinan li kolanan, bûn beşeke tevgera giştî. Lê tevî hemû hevkariyên ku jinan dan, di nav jiyana jinan de guhartinên pir cîdî ne hate ditîn. Di vê zagona bingehîn ku nû hatiye çêkirin, çawa ku heqê deng dayînê, ku heqê esasî ya jinane ji wan re nehatiye dayîn, biryara saziya dewletê ya herî jor ya Saziya Şah di heman demê de mecbûriya saziya zilam jî kiriye. Di dawiyê de bi destwerdana hêzên cîhanî yên weke Îngîlîz û Rûsan serneket. Carekî din padişahiya Pehlewî Rizaxan Mîrpenc hate damezirandin, modela dewlet netew bû bingeha dasthilata nû a Îranê. Ji wê demê heta Şoreşa Îslamî hereketên gel yên siyasî û civakî pêş ketin, hereketên çep xwe rêxistin kirin, bi taybet zemînên xurt yê rêxistin kirina ciwanan û jinan çêbû. Ger berdewam nerazîbûn nîşan da û pergala qiraliyet ku teqlîdê pergala modernîst, taybet qiraliyeta Înglîz dikir red kirin, bi pêşengtiya jin, ciwanan û herketên çep, pergala monarşî rûxiya. Şoreşa Îslamî di sala 1979’an de serket, lê hîn di rojên destpêkê de, şoreş veguherî dij şoreş, bi taybet mafê Netewan û jinan hat hedef girtin. Şerê rêxistin û fikir, şerê tevgeran dest pê kir, pevçûnên dijwar çêbûn, lê baskên Îslamî ji vê sûd girtin, ji şerê Îran û Iraqê seferberiya gel ji bo şer îlan kirin. Xwest hemû tevgerên çep, Netewî tûne bike û desthilatê bigrin dest xwe. Şerê Îran û Iraqê derfetekî mezin ji bo damezrandina pergala desthilat ya Rêjîma îslamî ava kir, Xumeynî bi xwe got “ev şer ji bo me nîmete”. Di hikûmeta nû de, destûreke bingehîn çêbû ku gelek rengên netewî û mezhebî û gelek azadî bi rengeke zirav hatin înkar kirin û qedexe li ser wan hate danîn. Hêdî hêdî qanûna şerîetê li Îranê pêk anîn û bi qanûnên hişk yên mezhebî kar gihişte cihekê ku êdî kesî nekarî jiyana xwe ya şexsî jî destnîşan bike. Pergalekî hişk li ser hişmendiya netewperestî, zayendperestî û olperestî hat damezirandin, êdî netew, bawerî, jin, hemû rengên heyî hatin hedef girtin. Gelê Kurd ji destpêkê de ji rêjîma Îslamî re got na, destpotiya Rêjîmê qebûl nekir, ji bo wê bedelên mezin da, Kurd û jin weke kafir hatin bi nav kirin, êrîşên pir dijwar li ser gelê Kurd pêş ketin. Qetlîamên pir mezin li bajarê Rojhilat hatin meşandin, kujerê bi navê Xelxalî, ku nûnerê Xumeynî ye, dest bi kuştina Kurdan kir, gotin heta Kurdekî azadîxwaz bimîne, pêwîste eskerên me potînan ji lingê xwe dernexînin. Ji wê demê heta niha Kurd li dijî vê rêjîma totalîter sekinîn û tekoşîn kirin. Jin ji hemû mafê xwe yên siyasî û civakî heta ji biçûktirîn mafê xwe yê xwezayî jî mehrûm man. Ji destpêkê de jî bi nixumandina serê jinê xwestin mêjî û ramanên jinê binuximînin, gotin pêwîste jin were nixumandin, tena serê xwe neçin cîhê kar. Ji wê demê heta niha nixumandina bedena jinê ji bo Rêjîma îslamî bû sengerekî bîrdozî. Di heman salê de, bi boneya roja 8’ê Adarê, jin daketin kolanan, lê rastî zextên cidî yê rêjîmê hatin. Hemû zagonên ku di destûra bingehîn de hatin damezirandin dijî jin, dijî netew û bawerîyan bûn. Şerîeta Îslama Şîî ya 12 îmamî û li gor teoriya “wilayetê feqîh” (desthilata tekûz ya ayetûllahê rêberê Îranê ku destpêkê Xumeynî û niha Jî Xamineyi ye) hate tevger kirin. Bîrdoziya rêjîma Îranê li ser tinekirina çand û nasnameya netewan bi sazî bû, zayendperestî û olperestî bû bingehê rêxistin kirina hemû dem û dezgehên rêjîmê. Ruxmî hemû zilm û zextên rêjîmê jî, jin û gel teslîmî desthilatê nebûn. Ji wê demê û şûnde hemû bingehên serhildan û şoreşa ku di sala 2022 de pêş ket avabû. Di nava 45 salê damezrandina rêjîma îslamî de pir caran nerazîbûnên gelan pêş ketine, kampanyayên mezin yê cûr be cûr pêş ketine. Her ji 10-11 salan carekê tevgerekê serî hildaye, lê bi bandor bi pêş de neçûye. Rêjîm bi avakirina baskê îslahteleb (reformîst) xwest van hereketan tesfiye bike û temenê desthilatiya xwe dirêj bike. Her desthilatek dema dikeve tengasiyê muxalifê xwe di nav xwe de derdixîne, bi vî şêwazî hêza gel tesfiye dike û temenê xwe dirêj dike, polîtîka Rêjîmê jî li ser vî esasî bû. Tevgera kesk ku di sala 2010’de bi pêşengtiya Mosevî û Kerobî pêş ket mînaka vê ye. Bi dehan kes hatin kuştin, serhildan hatin tepisandin. Hêzên reformîst berdewam xwestin hêza jinan, hêza gelan ji bo berjewendiyên desthilatiya xwe bikar bînin. Lê rêjîma Îranê berdewam polîtîkaya qirkirinê li ser Kurdistanê da meşandin, Rojhilatê Kurdistan di warê çandî, xwezayî û nasnameyî de milîtarîze kirin, tirsa herî mezin li Kurdistanê jiyan dikirin. Ji ber ku Kurdistan xwedî potansiyela rêxistinî û şoreşgerîyê ye, hertim hesabê rêjîmê bo Kurdistanê cûda ye. Berdewam hewil da Kurdan ji mafê netewî wekî siyasî, civakî, aborî mehrûm bihêle. Bi taybet xwedî derketina gelê Rojhilat di sala 1999, ji bo Rêber Apo rêjîm xiste nav tirsekî mezin. Helwesta gelê Rojhilat li dijî hêzên komploger pergala desthilat, qirker a rêjîmê jî xiste jêr lêpirsînê. Rêjîm tenê rojekê dengê xwe nekir, lê piştre êrîşî gel kir, bi sedan kes şehîd ketin. Ji wê demê şûnde jî bingehê rêxistin kirinê li ser paradîgmayeke nû di Rojhilat de bi xurtî pêş ket. Tekoşîna Tevgera Azadiyê di beşê din yê Kurdistanê de bandorekî mezin li ser Rojhilat jî kir, bi taybet şoreşa Rojava, rolê jinan, pergala heyî bandorekî cidî çêkir. Bi dehan keç û xortê Rojhilat beşdarî şoreşa Rojava bûn, ezmûn û tecrûbe jê girtin û hêviyên şoreşê bi hêz bûn. Rêjîm baş dizanî teqandinekî şoreşê hebe wê di Rojhilat de serî hilde, teqandinekî şoreşê hebe wê bi pêşengtiya jinan be. Du xalên lawaz yên Rêjîmê, şoreş di vir de teqiya. Di rastî de nerazîbûnên gelan di sala 2017, 2019 ku li seranserê Îranê pêş ket êdî bêhêvîbûna gelan bi giştî ji pergala Rêjîmê re dida diyar kirin. Rêjîmê jî her çû pergala xwe hişktir kir, sîstema xwe bi hatina serok komar Reîsî re yek dest kir, hemû dem û dezgehên rêjîmê ketin destê muhafizekaran û Spah raste rast qada siyasî, civakî, aborî bi rêve bir. Sîstema qirkirinê li ser gelan hişktir kir, li hindir de tepisandina jin û gelan, li derve jî berfireh kirina hîlala Şîî. Rêjîma destpot wisa xwest pêşiya pêlên nerazîbûnan bigre. Bi taybet êrîşê xwe yên li ser jin û ciwanan zêde û hişktir kir. Lê çanda berxwedaniyê ya jin û ciwanan ji vê re destûr neda, tişta ku herî zêde rêjîm jê ditirsiya, jin û ciwan, jin û Kurd in, nerazîbûn jî di vir de teqiyan û veghurîne şoreşekê. Jinan kîn û hêrsa salan di xwe de kom kirin, gelê Kurd jî ku berdewam bedelên mezin dabû, birîndar bû û li benda derfetekî bû ku birînên xwe bipêçe, berdewam bi çanda xwe ya resen xwe li ser linga girtibû, bû çavkaniya vê şoreşa mezin, teqandina hêrsa jinan a yek sed salê li dijî hişmendiya tecawizkar bi xwere şoreşa azadiyê bişkivand. Refleksê civakê çawa pêş ket Di rastiyê de, zemînê şoreşê bi xwedî derketina jinan û gelê Merîwanê a ji bo Şilêr Resolî hat avêtin. Gelê Merîwan bi yek helwestê li dijî pergala tecawizkar a rêjîmê rabûn. Piştî kuştina keça Kurd Ferînaz Xusrewanî cara yek bû ku gel ewqas bi helwest li dijî pergala tecawizger radiwestiya. Ferînaz jî 2014, li ber nûnerê dewletê yê tecawizger xwe ji hotêla 4 stêrk de avêt, gelê Mahabadê bi heybet li dijî rêjîmê rabûn. Merîwan jî zilamê bi navê Goran nûnerê dewletê dît û nerazîbûn nîşan da. Refleksê herî bi hêz nîşanî pergala mêr dewlet dan, dest dirêjiya li ser Şilêr, destdirêjiya li ser exlaqê xwe dîtin. Jinên bajarê Merîwan bi yek dengî gotin em hemû Şilêr in, ji bo wê ewqas dilêr in. Jinan li wir ne tenê Şilêr qurbaniyê wê pergalê dîtin, di şexsê Şilêr de xwe jî qurbaniyê pergala mêr – dewlet dîtin. Li wir jin jî, mêr jî li dijî vê pergalê rabûn ser piyan, ev jî refleksê bi şêwazekî bi hêz yê civakê da diyar kirin. Dewlet ji ber vê helwestê gelê Merîwan jî hejiya, ji bo wê bi şerê taybet, bi zextan malbata Şilêr bê deng kir. Piştî hefteyekê qetil kirina keça Kurd Jîna Emînî bi destê polîsên exlaq yê dewletê, Rojhilat bi yek dengî, bi yek rihî li dijî qirkirina Rêjîmê rawestiya. Piştî salên 2010 tekoşîna jinan di Îranê de radîkaltir bû, rêjîmê sazî û dezgahên taybet yên dijî jin bi hêz kir. Polîsên exlaq ku bê exlaqiya herî mezin pêş dixînin piştî 2010 ewqas di nav kolan û cîhên kar yê jinan de hatin rêxistin kirin û êrîş birin ser jinan. Çiqas tekoşîna jinan radîkaltir bû, êrîşên Rêjîmê jî hîn tundtir bûn. Bi destûra wîlayetê feqî asîd rijandin ser rûyê bi dehan jinan de, pir bi hovane jin di kolanan de hatin kuştin û bi pergala Besîc re, jin li dijî jin dan bikar anîn. Rêjîm pir bi sîstematîk û birdoziya zayendperest berdewam hewil da hebûna jin weke mirov ji holê rake, di şexsê jinê de, jiyaneke mirî û kole li ser civakê bisepîne. Lê şoreşa ku bi pêşengtiya jinan di sala 2022’yan de pêş ket da îspat kirin ku desthilat dem dirêj nikarin bi cewherê civakan bilîzin, yê ku cewherê civakê jî diparêze jine. Destpêkirina şoreşê bi dawî hatina merhelekî dirêj yê desthilatiyê ye. Di dîrokê de, her derketinekî felsefîk yan olî, destpêkê hişmendiyek gorî civaka wan serdemana ava kirine. Şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, destpêkê hişmendiya xwe bi Jin Jiyan Azadî da diyar kirin, di destpêkê de paradîgma şoreşê diyar kirin û meydan ji desthilatê re xwend. Şoreş bi pêşengtiya jinan ve felsefe û manîfestoya jiyanê diyar kir Her gavekî ku di şoreşê de hat avêtin pir zanist û bi pîlan û proje bû, avêtina dirûşmeyeke wisa efsanewî jî pir bi zanist bû. Di şexsê jin de, jiyan, nasname û hebûna gelan tê qetil kirin, helwesta gelê me jî di şexsê jin de jiyaneke nû hilbijartin, bersiva herî bi hêz di nav sed salê derbasbûyî de dan rêjîmê. Şoreşê çanda hezar salan ya jin-dayîk di Îranê de zindî kir, geş kir, wate û girêdana rast ya jin û jiyanê belavî hemû cîhanê kir. Jin jiyane, fêm kirina jin, di heman demê de, fêm kirina jiyanê ye. Ji ber ku fêmkirin jiyane û jiyan jî ji bo fêmkirinê ye. Ji bo ku jiyan were fêm kirin, divê afrînera jiyanê bê fêm kirin. Lê li cihekî ku hewildanên fêmkirinê nebin ango lewaz bin, bêguman li wir jiyan wateya xwe winda dike, yan jî seranser dimîne, her ku diçe, mirovahî ji têgihiştina sira jiyanê dûr û bê zanist dimîne. Damezrandina Rêjîma Îranê jî, li ser esasê bê wate kirina jin û jiyanê bû. Di sala 2022’an de mirovatî bi pêşengtiya şoreşa jin, careke din bi sira jiyanê hesiya, bi şoreşa jin ê re jiyan dighêje wateya xwe. Şoreşa civakî bi zanista jin ê pêş ket û bedelên giranbiha araste kir, her gavek ku jin ji bo azadî radike dibe malê tevahî civakê. Ev şoreşa bi heybet, bi formula evsanewî Jin, Jiyan, Azadî mohra xwe li sala 2022’an da. Beşek ji diyalektîka jiyan, ferqkirin û zanabûne. Yanî çiqas ferq kirin û pêhesîn ewqas zanabûn. Çiqas zanabûn, ewqas jî pêhesîn. JIN JIYAN AZADÎ bû sebeb ku pêhesîna civakan bigihije lûtkeyê. Pêhesîna ku bi sîha hişmendiya serdest a zilam hatibû şilo kirin careke din li zelaliyê digere. Xeta berxwedanê dijî dagirkerî û mêrsalarî geştir û bi hêztir bû. Jin Jiyan Azadî hemû tapuyên zêhniyeta desthilat xiste jêr lêpirsînê û lêgerînên azadiyê derxist asta herî jor. Jinan di sala 2022’yan de hemû perdeyên reş li ser fikir, îrade û hebûna xwe tine kirin û şewitandin. Agir kirin sembola ji nû de vejîn û xwedî li çanda ZERDEŞTÎ derketin, çarşefa reş a ku li şexsê jin de, li ser civak hatbû kişandin rakirin. Şeqam kirin sengera têkoşîn û hesab xwastinê ji hêzên tarîkperest. Salekî pir bi tekoşîn û berxwedanî li hember zilm, zordarî, zêhniyeta mêrsalar bû. Salekî ku dagirkerî, kuştin û talankirina nirxên civakê di asta herî jor de pêş ket û gerdûnî bû, têkoşîna şepolên azadîxwaz û antîkapîtalîst jî gerdûnî bû. Bêguman pêşenga vê şepola xweragir a gerdûnî jin bûn. Misogere ku li ku derê zilm û desthiladarî hebe, li wir serhildan û berxwedan jî heye. Jin jî di roja me ya îro de li hember pêlên tunekirina wê, hewildanên serkeftina heqîqet û jiyanê dide. Çirûska ku bi qetla keça Kurd Jîna Emînî re pêket, weke pêtên agir xwe li her kesekî ku li pey azadiyê de ye dipêçe. Ev agir her roj geş dibe, dibe hêvî, îrade, cesaret û lêgerînên jiyanekî azad. Bi kurtasî li hember tunebûnê her dem hewildanên parastina hebûnê heye, ev jî sedema hemû şerên ku li dinyayê diqewimin e, mijokdariya hêzên hegemon li ser civakê û herî zêde li ser jinê didome. Weke Rêber APO diyar dike (jin yekemîn netewe ye ku hatiye mijokdar kirin). Li hember hemû polîtîkayên tinekirin û qetilkirinê jin şerê hebûnê didin. Bi hebûna jinê re, civak hebûna xwe dihese û xwedî li nirxên xwe, fikir û îrada xwe derdikeve. Hebûn û zanebûn nebe, azadî jî nabe, jinan di Îranê de pêhesîn ku heta xwe rizgar nekin nikarin azad bibin, ji bo wê tekoşîna xwe di ware siyasî, civakî de xwertir kirin. Sala 2022’yan de rûpeleke nû di dîroka Rojhilat û Îran de vekir, weke ronesansek li Rojhilata Navîn rol girit û di giştî cîhanê nefesêke nû ava kir. Ji tarîtî (ehrîmenî) ber bi ronahî (ehuramazdayî), ji ferdiyet ber bi civakî bûn, ji kêlî bûn ber bi dîrokî bûnê ve gav avêt. Rêjîmê herî zêde hewil da dengên azadiyê bifetisîne û ji bo wê serlêdana her cûre polîtîkayên înkar û îmha weke girtin, îşkence, îdamê dide. Bi dûrxistina civakê ji nirxên wê yên esasî, hewldan marjînal kirin û obje kirina pirtir a civakê kir. Bi subje kirina xwe û hakmiyeta mutleq a xwe, pênase ya ZILUELLAH (siha xwedê) pirtir nîşanê civakê de. JIN weke metirsiya herî mezin ji bo xwe dît û bi her awayî êrîşa wê kir. Çiqas hewl da jin ji meydana jiyanê dûr bixe, bi ser neket, ji ber jinan senger û meydana têkoşînê rast nas kirin û rast helbijartin. Jin bi deng û rengê xwe, xwe gihande jiyanê û azadiya kolektîf û civakî ji her kesî re pênase kir. Jin, Jiyan, Azadî hemû qelîştokên ku di navbera mirov û xwezayê de, mirov û mirov de, jin û mêr de çêbibû digre û jiyaneke demokratîk û azad disepîne. Berî her tiştî şoreşekî zihnîye, şoreşekî siyasî û civakî ye. Di serî de hemû qalibên mêrsalarî, desthilatî hildiweşîne, bi Jin, Jiyan, Azadî hişmendîyeke demokratîk weke alternatîfa herî xurt tê avakirin. Ne tenê dirûşmeyek bû, manîfestoya jiyanê diyar kir, paradîgma tekoşînê bû jiyaneke bê desthilat ava kir. Ji bo wê her kesî netew, bawerî, jin û ciwana hebûna xwe di vê dirûşmeyê de dît, bû îfadeye çand û zimanê her kesî. Di dîroka gelên Îranê de, cara yeke ku mêran jî ewqasî bi zanist azadiya xwe di azadiya jinan de dîtin, rizgariya xwe di rizgariya jin de dîtin. Jinan bi xwe re mêr jî anîn meydanê, di pêvajoya serhildanan de dîmenekî jinekê çawa di kolanan mêran jî dîne qada tekoşînê rekor şikand. Pir caran mêr bi çorsî dikarin bêjin em ji bo azadiya walat şer dikin, lê nabêjin destpêkê em xwe ji pergala zayendperest, desthilat rizgar bikin, pêwîstiyê xwe bi azadiyê nabînin. Naveroka şoreşê re mêr jî pêhesîn ku kole û qurbaniyê pergalê ne, lewra berî her tiştî pêwîste xwe ji vê pergalê rizgar bikin. Wê Bidome…
JIN JIYAN AZADÎ BÛ MANÎFESTOYA ŞOREŞA GELAN A SEDSALA 21’Ê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 180


