Zayendperestî çavkaniya bîrdoziya Rêjîma Îranê ye, zayendperestî çeka herî bi hêz destê rêjîmê ye ku dijî jin bikar tîne. Şoreşa bi pêşengtiya jinan jî hedef girtina bîrdoziya Rêjîmê ye, Bîrdoziya Rizgariya Jin bi dawî bûna bîrdoziya zayendperset û desthilate. Rûxandina zayendperestî, rûxandina desthilatî û dîktatoriyê ye. Pir caran serhildan di Îranê de bi çînên cuda cuda de pêş ketin, lê parçe bûn û bi demê re bê reng bûn. Serhilanan di yek rojê de giştî Îran girte ber xwe, ji ber ku xwedî bingehekî felsefîk û zanistekî kûr bû. Ya herî girîng jî kuştina Jîna bi xwere sê faktor dihewand, jin bû, ciwan bû, Kurd bû, jinan bi rihekî serhildêr tekoşîn kirin û serhildan veghurand şoreş, ciwanan berdewam nerazîbûn nîşand dan, gelê Kurd bi rola xwe ya dîrokî rabû, bû çavkaniya şoreşê. Rêber Apo di pêvajoya şoreşa Rojava de, di 2013’an de, formula evsanewî a Jin Jiyan Azadî ji bo bingehê şoreşên civakî di Rojhilata Navîn de diyar kir, mezintirîn diyarî pêşkêşî jin û mirovatî kir. Ronakbîrekî Îranî got piştî şoreşa Îslamî me dirûşmek, yan helwestek wisa nedît ku em hemû hebûna xwe tê de bibînin, got ev dirûşmê me hemûyan îfade dike. Mînakeke hertim ji bo gelê Îranê tê dayîn, dizanin çi naxwazin, lê nizanin çi dixwezin. Berdewam bi pergala heyî re nebûne yek, lê nebûne xwedî altirnatîfekî bi hêz li dijî pergalê jî, dizanin winda kirine, lê nizanin di kû derê de winda kirine. Civaka me di warê jin de, xwe winda kiriye, di rastiya jin de jî pêwîste xwe bibîne, şoreşê ev zanist bi gelê Îranê da avakirin. Ji bo wê Jin Jiyan Azadî kete nav dil û mêjiyê her kesî ku pêwîstiya xwe bi azadiyê dibîne. Jin û gelê Îranê jî birçiyê azadiyê ne, lê pêwîste destpêkê xwe ji pargala heyî rizgar bikin ku bigihêjin azadiyê. Rastî û cewherê şoreşê ev heqîqet bi civakan da fêm kirin, ji bo vê veguherî şoreşekî hişmendî, siyasî û civakî. Bû serdemekî ku guhertin û vegurtinên mezin di Rojhilat û Îranê de dest pêkir. Dibe ku ev şoreş dem dirêj bikşîne, şoreş tiştek bû û qediya nîne, şoreş di nav xwe de guhertin û pêşketinên mezin kêlî bi kêlî diafirîne, ya girîng şoreşê lingê xwe pir bi hêz daniye. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi sedan şoreşgerê xwe afirand û weke fedaîyî pêşkêş kir, bi hezaran şoreşger jî wê hebûna şoreşê berdewam bikin. Şoreşê Destkeftiyên Mezin Yê Dîrokî Afirand Gotinekî Kurdan heye, her gîhayek li ser koka xwe şîn dibe, felsefa Jin Jiyan Azadî jî li ser koka xwe, li ser çanda resen zindî dibe. Gelên ku li ser erdingariya Îranê jiyan dikin, xwedî çandekî kevnar û pir netewî û pir renge. Rêjîmê berdewam xwest pir rengiya heyî di nav hişmendiyekî hişk û navendgerî de bifetisîne, yek mezheb, yek ziman, yek nasname, bi pergalekî netewperest a mêrsalar û pîr hemû rengên din di nav pencên qirkirinê de fetisand. Berdewam xwest nakokî têxe navbera gelan û ji hev cûda bike. Polîtîka rêjîmê berdewam ser parçe kirinê bûye, hêza gelan, hêza jinan û heta di nav malbat de çend parçe ava dike. Vê şoreşê çanda bi hevrabûna gelan heta astekê zindî kir. Pir caran gelê Kurd, Belûc yan Ereb serhildan kirine, lê bi xwere sînordar mane, cara yeke di dîroka Îranê de hevgirtinekî ewqas bi hêz çêdibe, hemû gel li dora yek armancê kom dibin. Her kesî Kurdistan ji xwere çavkaniya hêzê dîtin, her kesek derdê xwe qêriya û serkeftina xwe di yekîtî û hevgirtina gelan de dîtin. Ji Kurdistan heta Belûcistan, ji Azerbaycan heta Gîlan gel û jin dengê hev bihîstin û bû azadiya xwe rabûn ser lingan. Dirûşmeyên gelan peyamê girîngiya hevgirtinê dida diyar kirin. Nimûne Azerbaycan hişyare, piştevaniya Kurdistane, ev dirûşme piştî komara Kurdistan û komara Azerbaycan nehatibû avêtin. Dirûşmeyên bijî hevgirtin û biratiya gelan, netirsin netirsin em hemû bi hevrene, yek jî dirûşmeya herî bi nirx, Jîna ya Kurdistan di nav dilê Belûcistan de bû hwd. Bi taybet rihekî pir xurt di navbera Kurd û Belûc de çêbû, Kurd û Belûc du Netewên ku herî zêde di nav pencên qirkirinê dene, tekoşîna bi rengekî bi îstiqrar û dem dirêj li van deran berdewam kir. Belûcistan heta niha jî bi îstiqrar her în nerazîbûnên xwe dijî rêjîmê diyar dike û daxwaza mafên xwe dike. Tekoşînekî radîkal yê Gelê Belûc li hember hişmendiya Rêjîmê pêş ket, guhertinên mezin di navê gel û jinên Belûc de jî dest pêkir. Hişmendiyekî hişk yê mêrsalrî û mezhebperestî li Belûcistan zale, ji bo wê jin di nav qefesekî mêrsalarî de difetisin. Lê bi şoreşê re jinên Belûc pir baş xwe rêxistin kirin. Reng û hebûna jinan pir baş xwe da der, tekoşîna jinan mêran jî mecburî guhertinê dike, mêrên Belûc di mizgeftan de dirûşmeya Jin Jiyan Azadî bilind kirin û ketin ferqa hebûna jinan. Gotinekî jina şoreşger Roza Luksemburg heye, dibêje çiqasî tevbigerî ewqas zincîrê xwe yê koletiyê ferq dikî, yanê dikevî ferqa xwe, jinên Belûc jî pir baş ketin ferqa xwe û xwe tevger dikin. Kurdistana ku çavkaniya serhildan û felsefeya şoreşê ye, dibe ku serhildan weke berê nebe, lê Kurdistan hertim pozisyona xwe ya şoreşê diparêze. Ya girîng feraset û hişmendiya şoreşê çêbû. Rihê şoreşê kêlî bi kêlî di her malê de xwe bi cîh dike. Çima ewqas rihê hevgirtina gelan bi hêz bû, ji ber ku êdî tu baweriyekî gelan ji Rêjîmê nemaye, tu baweriyekî gelan ji pergala modernîst a hêzên cîhanî nemaye. Berê pir caran gelên Îranê bendewarî ji hêzên derve de dikirin ku yek were wan xelas bike, ji bo wê tekoşînekî radîkal dernediket. Lê êdî gelê Îranê pê hesiyan ku hêzên sermayedar yên cîhanî ku peyvên azadî û demokrasî ji bo Rojhilata Navîn pir bikar dînin tenê ji bo berjewendiyên xwe kar dikin, ji bo berjewendî û desthilatiya xwe jî dikarin rojekê de bi hezaran mirov bidin kuştin. Iraq, Efganîstan, herî dawî şerên ku piştî 2010 di Rojhilata Navîn de pêş ketin, bi taybet Rojavayê Kurdistan de ev pir baş îspat bû. Ji bo wê gelê Îranê tenê pişta xwe dan xwe, ji bo serkeftinê jî çareserî di hevgirtinê de dît. Di rastî de xeta sêyem ya ku îrada gelan temsîl dike pir baş û zelal derket holê, çima? Gel êdî tu baweriyekî wan bi reformên dewletê, bi çareseriya dewletê nemaye, pergal û hişmendiya rêjîmê di bingeh de red dikin, tu baweriyekî wan ji pergal û mûdaxeleya hêzên derekî jî nemaye, di pêvajoya şoreşê de rûyê van hêzên bo gel pir baş eşkere bû. Bawerî û hêza gel, tenê pişta gele. Şoreşê zanistekî pir kûr di warê dîrokî, civaknasî bi civakê da qezenc kirin. Cewherê Şoreşgerî Yê Ciwanan Derket Holê Di dîroka Îranê de hertim çi pêvajoya padîşahî, çi di pêvajoya desthilatiya rêjîma îslamî de ciwanan rolekî sereke ji bo serhildanan lîstiye, taybet di zaningehan de, ciwanan mohra xwe li dîrokê daye. Xosrû Gilsorxî yek ji ciwanê şoreşger bû ku di salên 60’an de, tê girtin di darizandina xwe de, pir bi cesaret pergala faşîst dadirizîne û peyama bi hêzkirina şoreşê dide, piştre tê îdam kirin. Rêjîm berdewam bi pergala sêdarê xwest ciwana bitirsîne û ji cewherê wan derxîne. Dizanîbû dema rihê serhildêr yê jin û ciwanan bitefîne wê ser bikeve. Rêjîmê polîtîkayên pir qirêj li ser ciwana dan meşandin û dide meşandin jî. Xwest mêjiyekî pûç pêş bixîne, ji bo wê madeyên hişbir pir cidî di nav ciwanan de pêş xist, taybet di zankoyan de, di medrese û zîndanan de ciwan teşwîqî madeyên hişbir kir. Pir bi zanebûn û bi sîstematîk qrîzên kûr yên civakî, aborî ava kir, ciwan jî dan mijûl kirin bi vê qrîzên kûr. Pir rêkên bê exlaqî pêş xistin, di bin navê ol de, bin navê exlaq de bêexlaqiya herî kûr ser ciwanan da ferz kirin. Bi taybet li ser jinên ciwan polîtîkayên pir qirêj bi rêve birin, rêjîmê bi her şêwazî xwest mêjiyekî pûç ji hestê berpirsyarî dûr, ji hestê azadiyê dûr di ciwanan de ava bike. Taybetî piştî salên 2000, ev polîtîkayên rêjîmê pir kûr hatin meşandin. Berê ku pergala Besîc kirin di mekteba navîn de dest pê dikir, Îranê daxist mekteba seretayî, xwestin di her malekê de nûnerekî xwe weke Besîc ava bikin. Weke Fethûla Gulen ku got me şaşitî kir her malekî Kurd de nûnerekî xwe ava nekir. Taybetî piştî sala 2010 tekoşîn di zankoyan de pir sar bibû, tefiya bû, ev jî rêjîm kêfxweş dikir. Lê potansiyêlê herî bi hêz ku bi şoreşê re teqiya û şoreş bi hêz kir, rolê ciwanan di medrese û zankoyan de bû. Pêşengtiya ciwana da diyar kirin ku cîhê ku jin û ciwan hebin, li wir azadî nayê fetisandin. Rojek piştî merasîma Jîna Emînî li Seqiz de zankoyên Tehranê bi şêwazekî herî baş ku dirûşmeya efsanewî li bajarê Îranê belav kirin. Ev jî da diyar kirin ku fikrên Rêbertî çiqas di nav zankoyên Îranê de jî bi hêze, ji ber ku ev dirûşme pir bi zanist hat avêtin. Di sala 1999, de jî herî baş û radîkal zankoyan xwedî Rêber Apo derketin, wê demê jî zankoya bajarê Tebrîz rolê sereke lîst. Ev dirûşme wisa bi hêz di nav jin û ciwanan de teqiya, weke ku bi salan bû bendewariya fikrekî wisa dikirin. Zanko bûn pira hevgirtina gelan di şoreşê de, bê tirs tekoşîna herî radîkal dan meşandin. Helwestê ciwanan rêjîm xist nav panîkekî cidî, ji bo wê ewqas hêrîşên faşîzan bir ser zanko û medreseyan. Ciwanan hemû polîtîkayên rêjîmê li ser ciwanan vala derxist. Neslê ku derbeya herî xwert li birdoziya Rêjîmê da ev nesl bû, di rastî de neslekî fedaiyî ye, bi sedan kes di temenê ciwanî de şehîd ketin. Şoreşa Jin Jiyan Azadî potansiyêl û rihê şoreşgertî yê ciwanan derxist meydanê, bo wê Rêjîm ewqas hovane hêrîş bir ser medreseyan. Taybetî jehrkirina medreseyê keçan tol girtina rêjîmê ji jinên ciwan bû. Civaka Îranê neslekî ciwan û zindiye, desthilata Îranê ya pîr û mêrsalar qebûl nake. Ev desthilat bi her şêwazî ji guhertinan re vekirî nîne, naxwaze dev jî faşîzmê berde, ji bo wê pêwîstî pergalekî bi hêz yê rêxistin kirin û hevgirtinê ya ciwanan heye. Jin û ciwan xwedî potansiyel û dînamîka civakê ne, di Îranê de lêgerînên jin û ciwanan bi azadiyê pir bi hêze, dema di nav pergalekê de rêxistina xwe bi hêz nekin, wê têkevin jêr êrîşên dijwar yên mêr-dewletê. Di rastî de jin û ciwan êdî di nav pergalê de hêza çareseriyê nabînin, êdî ketine ferqê ku pêwîste li derveyî pergala heyî tekoşînê radîkaltir bikin û bibin hêza çareseriyê. Ji bo wê nerazîbûn û tekoşîn di asta şoreşê de radîkal bûn, lê dema tekoşîna radîkal jî pergala xwe ava neke, metirsiyên belavbûnê heye. Niha ev pergal di Rojhilat û Îranê de lewaze, pêwîstî bi rêxistin kirina pergalekî bi hêz a dem dirêj yê gelan heye ku jin û ciwan pêşengtiyê jêra bikin. Çanda Berxwedan Jiyan e Rojhilat û Îranê bû hêza mezin kirina şoreşê Bi rihê berxwedanî xwedî li şehîdan derketin her roj rihê şoreşê bi hêztir û xwurtir kir, ev jî mezintirîn destkeftî bû. Xwedî derketina dayîk û bavên şehîdan, asta zanista azadiyê dida diyar kirin, serhildan di rojên destpêkê de bi dirûşmeya xwe, bi xwedî derketina bi hêz ya şehîdên fedayî ,veguherî şoreşa hişmendî a civakî, helwesta bi hêz ya malbatên şehîdan rûxandina tapuyên hişmendiya Rêjîma destpot bû. Malbat saziya bîrdozîk a dewletê ye, rêjîma Îranê jî di destpêkê de hewil daye bi hişmendiya zayendperest û olperest malbatê perwerde bike. Ev hişmendî heta astekê di nav malbat de bi sazî bûye, eger îro bi dehan jin li jêr navê namûsê de tên kuştin, bi temenê biçûk tên zewicandin encama polîtîkayên rêjîmê ne. Lê şoreşa Jin Jiyan Azadî darbeyekî bi hêz li vê bîrdoziya Rêjîmê da, helwesta bavekî şehîdên şoreşa jin di Bokan de guhertina mezin di warê felsefîk de dide îfade kirin. Li ser mezalê kurê xwe got “berê dema kesek pir bi hêz bûya me digot çiqas mêre, weke mêrane, lê niha em kesên wisa re dibêjin çiqas jine, weke jinekê ye”. Ez dikarim bêjim bi şoreşê re çanda Jin–Dayîk zindî dibe û Mêrxas-Camêr xwe diafirîne. Di dîroka têkoşîna gelê Îranê de wisa rû nedaye ku malbat ewqas bi zanist û bi rihê berpirsiyartî xwedî li şehîdê xwe derkevin. Çiqas dilê wan bişewite jî, pir serbilindin ku zarokê xwe pêşkêşî azadiyê kirine, zanista azadiyê çiqas kûr dibe, bedelên mezin jî ber çav tên girtin, sînorên malbatî tên çirîn, berpirsiyartî civakî dibe. Civak xwedî li erkên xweyên esasî Exlaqî û Polîtîk derdikeve. Rêber Apo sê erkên esasî diyar kirin, Exlaqî, Polîtîk, Entelektuel. Got pêwîste her ferdekî civakê xwedî li van sê erkên esasî derkeve. Di sala 2022’an de di Rojhilat û Îranê de civak ket ferqa van erkên xwe. Civak ya her şoreşek dema xwedî li nirxê mezin, şehîdê xwe derket mecburê serkeftinê ye, ji ber ku xwe berpirsayar dibîne li ber armancên ku şehîdan canê xwe feda kirine. Herî zêde Belûcistan û Kurdistan şehîd dan, lê ji hemû gelan şehîdê şoreşa Jin Jiyan Azadî çêbûn, şehîd bûn pira di navbera gelan, bûn nirxê hevgirtina gelan. Hemû malbatên şehîdan êş û xweşiyê xwe bi hevre parve dikin, weke yek malbatê lê hatine, hêz û îrade ji hevdu digrin ji bo berdewam kirina şoreşê. Dayîkan li ber tabûtên zarokê xwe dîlana azadiyê kişandin û çanda berxwedaniyê, çanda bi hevrebûnê bi hêz kirin. bê guman çanda berxwedanî ya di Rojava de pêş ket, li ser Rojhilatê Kurdistan jî bandorekî mezin çêkir. Weke Rojava, dayîkên kurd li Rojhilat jî li ser şehîdê xwe tenê negirîyan, belkê bi kînekî mezin li hember dijmin soza bi hêz kirina tekoşînê, berdewam kirina rêya şehîda dan. Di her warî de rengê jin, îrade û cesareta jin, hebûna jin derket holê, herî baş û bi hêz jî dayîkan pêşengtî kir, ji ber ku dayîkan hêjatirîn zarokê xwe pêşkêşî şoreşê kirin. Ev çanda berxwedanî Rêjîm xiste nav tirsekî mezin, ji bo wê bi hatina sersala şoreşê re hêrîşên pir cidî bir ser malbatên şehîda, girt, zîndanî û îşkence kir, lê nekarî û nikare vê çanda bexwedanî lewaz bike. Çanda tekoşîn û berxwedaniyê bi pêşengtiya jinan vegûherî şoreşa çandê jî, bi hezaran berhemên hunerî îlham ji rihê tekoşînê girtin. Dawî…
JIN JIYAN AZADÎ BÛ MANÎFESTOYA ŞOREŞA GELAN A SEDSALA 21’Ê
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 165


