DI ŞEXSÊ SELAHEDDÎN EYÛBÎ DE KURD DIBIN PARÊZVANÊ ÎSLAMÊ Di serî de, em weke gelê Kurd pêwîste ku em hîn bêhtir dîroka xwe zindî bigrin. Mînak rojên me yên pîrozbahiyan, yanî rojên ku di dîroka Kurdan de xwedî wateyeke girîngin hene, pêwîste em hîn bêhtir van pîrozbahiyan di rojeva xwe de bigrin, di bîra xwe de bigrin, nasbikin û xwedî lê derbikevin. Bi derketina PKK’ê re ev hinekî din pêşketiye lê hîna jî asta xwe kêm e. Wekî din girêdayî têkiliyên Kurd û Tirkan tê zanîn ku di şerê Melazgirtê de, Kurd bûne xwedî roleke mezin di binxistina Bîzansan de û rizgar kirina xaka Anatoliya yê de. Ji xwe wê demê Kurd hêza xwe lawaz nînbûn, ev tişt di dema ku tê de Kurd xwediyê dewleta Merwanî ne diqewime. Dema ku Tirk alîkariyê ji Kurdan dixwazin, Kurd jî sedemên xwe di cih dene, dibêjin ku em tevlî vî şerî bibin da ku em serweriya Bîzansan bişkînin, bi gelê xwe henaseyekê bidin girtin. Tirk jî sedema wan ya esasî da ku ji xwe re warekî bibînin. Li ser van hîman bi lihevkirinekê Tirk û Kurd bi hevre dikevin şer de. Ji xwe herdû hêz jî Misilmanin, di heman demê de Kurd û Tirk pir zêde zerar nadin hev, têkiliyên wan yên destpêkê bi dostane destpê dike. Ji xwe gelek xalên ji aliyê çandî de, yê ku dişibine hev jî hene, ev jî girîng e. Bi vî rengî serkeftina herdû hêza bi hevre çêdibe, bi vî awayî deriyê Anatolê ji Tirkan re vedibe. Derbasbûn û heya aliyê din yê deryaya Marmareyê çûn. Sala 1299’an Osmaniyan mîrîtiya xwe li wir ava kirin. Esas hêza wan jî, piştî ku Stenbol dikeve destên wan de, sala 1453’an de çêdibe. Wê demê Bîzans di nava xwe de dejenerebûnekê jiyan dikin, di navbera Romaya Rojhilat û Rojava de (ji ya Rojhilat re dibêjin Bîzans, ji xwe ya Rojava jî Îtaliya ye) di navbera van de pir zêde pirsgirêk heye. Împeratorê Bîzansan bi Fatîh Sultan re lihev dike, deriyê xwe vedike. Niha ev rastî hemû di dîrokê de hatine eşkere kirin. Çûyina Fatîh Sultan a Stenbolê bi vî rengî çêbûye. Herçiqasî tê gotin ku cûreyên topên nû pêşxistine û bi şerên dijwar fetih kirine, lê dîrokê ev eşkere kiriye; Împeratorê Bîzansan bi xwe, ji Fatîh Sultan Mehmet alîkarî dixwaze. Ji ber ku di hindir de pirsgirêkên wan yên îqtîdarê hene, di navbera Romaya Rojhilat û Rojava de, li ser esasê ku berjewendiyê xwe biparêze, ew bi Sultan Fatîh re îtîfaq dike. Li ser vê îtîfaqê em dikarin bêjin ku di hindir de îqtîdarê xwe teslîmî wan kir. Bi vî rengî cihekî weke Stenbol mezin, paytexta Bîzansan kete destê Osmaniyan û bi vî awayî Osmanî bûn Împeratorî. Ji salên 1500 û şûnda êdî dest bi ferz kirina serweriya xwe a li ser heremê dikin. Li derdora Amedê, Rihayê li wan devran xwe bicih kirin. Selcûqiyên destpêkê di Xelatê bicih bûn, hema yekser Kurdistan derbas nekirin û neçûn. Bi taybet qismekî ji wan şîdeteke zêde li serê gelê Amedê kirine. Lê di esasê rastiya xwe de, yên ku dûvra bûne Osmanî, derbasî Anatoliyayê bûn. Çûn heya sînorê Ewropa, Rojhilatê Ewropa. Li Bûrsa û dorhêla wê bi cih bûn, lê esas heya pêvajoya Yavûz Sultan Selîm jî her berê wan li Ewropa bû. Beriya wê, bûyerekî din yê dîrokî heye ku bandoriya xwe li ser Kurdistanê kiriye, ew jî di salên dawiya 1100 de destpêka salên 1200 de, seferên Moxoliyan çêbûn. Ne tenê li ser Kurdistanê, li ser Îran, li ser Erebîstan û li ser Kurdistanê çêbûn, heya niha jî şopên wan seferan di hafîzeya gelê me cihê xwe heye. Gelek caran em dibînin dayik bi navê Moxolên wê demê zarokên xwe ditirsînin. Ji ber şekil û şemalan wan xof di mirovan de avadikir, herwiha bi pratîkên xwe jî pir talankerin. Niyeta wan ne ewe ku îqtîdarê hilweşînin û xwe bikin îqtîdar. Ew bi niyeta talanê berê xwe didin wan xakan. Her derî talan dikin û dest datînin ser dewlemendiyên gel. Yê neviyên Cengîz xan ji wan re tê gotin ev in. Her cihê ku têre derbasdibûn van herêman dişewitandin, talan dikirin, kuştin dikirin, pirtûkxane dişewitandin, cihê dîrokî hildiweşandin, bi vî rengî tirseke mezin bi xwe re didan ava kirin. Di heman demê de, bi êrîşên Moxolan re dawiya Ebasiyan jî hat, yanî pêşveçûna Ereban a bi ola Îslamê ve girêdayî, bi hatina Moxolan re disekine. Li ser xaka Ereban jî xerakirinên mezin dikin. Yanî mirov dikare bêje ku, Şaristaniya Îslamî bi hatina Moxolan ve têkçû. Piştî wê her çû teng bûn, xwe dûbare kirin, bê hêz bû, bi vî awayî kete bin bandoriya Osmaniyan de. Osmaniyan Erebîstan jî xistin bin destê xwe, heya şerê cîhanê yê yekem jî vê rewşê dewam kir. Di şerê cîhanê yê yekem de, dema xaka Osmaniyan hate desteser kirin, ji ber wê demê Erebîstan jî xaka wan bû, ew jî kete destê Îngîlîz û Fransiyan de. Ew jî kirin 22 dewlet, bi vî awayî em dibînin hatina Moxolan guhertinên wiha mezin çêkirin. Hem dawiya pêşketina Îslamê anîn, hem jî Kurdistan talan kirin, tramvayên ku bi sedan salan derbasnebûn di wê axê de dane çêkirin. Ji bo vê, heya niha zarokên Kurdan bi navê Moxolan têne tirsandin ji êrîşên Moxolan ji kiryarên Daîşê yê roja îro hîn wêdetirin. Ji hêla din ve, bi pêşgirtina pêşdeçûna Îslamî re, rê li ber Osmaniyan vedibe. Ji xwe Moxol li wir xwe bi cih nekirin, şaristanî çênekirin demekê man dûra jî belavbûn. Niha jî ji aliyê coxrafî ve Moxolîstan cihekî mezine, lê weke hijmar, nifûsa gelê wir pir ne zêde ye. Êrîşên Moxolan salên dirêj û pêl bi pêl dewam kir, ji bo vê ew sefer xwedî bandorekê ne li ser Kurdistan û heremê, ev li ser karekter û hebûnê jî bandor kir, berhemên çandî û dîrokî, entelektuelî jî bandor kirin, hatina wan şaristaniyek ji holê rakir. Di dîrokê de seferên herî mezin yê xirakirinê, ev sefer tê pênase kirin, ev jî li ser xaka Kurdistan û derdora wê çêbû. Piştî Moxolan salên 1300 şûnde, dewletê Selcûqiyan di Kurdistanê de jî çêbûn hebû. Lê esas Osmanî ji xakên Kurdan dûrbûn. Beriya ketina Bîzansan, salên 1100’î şûnde, seferên xaçperestan hene, wan seferan jî pir li ser Kurdistanê bandor kir. Li ser Qudis çêbûn, li ser Rojhilata Navîn. Qudis cihê ku H.Îsa lê hatiye dinê, ji bo vê Xiristiyan wir ayidî xwe dibînin, ji bo wan jî girîng e. Ji ber Îsa li wir hatiye kuştin. Esas ev nakokî di navbera Yahudî û Xiristiyana de ye. Lê dûre Yahûdiyan Îslam ji bo xwe kirin mertal, xwe xistin piştê de û nakokî derbasî navbera Xiristiyanî û Îslamê kirin, lê di esas de ti nakokî di navbera Misilman û Xiristiyanan de nîne. Çima ji ber ku yê Îsa kuştî Yahûdî ne, ne misilmanin, yê ku Îsa ango Xiristiyan ji Qudis qewitandin jî Yahûdîne. Yanî heta beriya ku Îslam derkeve şer di navbera Yahûdî û Xiristiyana de ye, piştî ku Îslam derket û şûnde, Îslam jî ji xwe fetiha Îslamî dike, dixwaze dinyayê bike misilman, ber bi Ewropa ve diçe. Ji xwe di serdema Xalid bin Welîd de, digihje Ewropayê jî. Ev pêş de çûna Îslamî ji bo qewmê Xiristiyan dibe weke tehdîdekê, lewra ew jî dikevine nava êrîşeke li hember. Çawa ku Îslam ber bi xakê wan ve diçe û teng dike, ewê jî êrîşî Rojhilata Navîn bikin û bi vî rengî pêşî li fetihên Îslamî bigrin. Lê esas motîvasyona wan ji leşkerên wan re li ser esasê çûyina Qudisê ye. Papa bi van gotinên xwe van seferan meşrû dike dibêje “Emê biçin Qudis, ew der xaka me ye, ola Xiristiyan li wir derketiye, Mekke ji bo Misilmanan çi be, Qudis ji bo me ewe, eger em kaniyek bin Qudis çavkaniya me ye, lewra emê biçin wir” bi vî awayî dest bi seferên xwe yê yekem, duyem û siyemîn dikin, ev seferên ku di dîrokê de bi nav û dengin. Her carê Xaçperest însyatîfa xwe xurt dikin, wiha xwe di Rojhilata Navîn de bi cih dikin, herî dawî di pêşengtiya Selaheddîn Eyûbî de, ku ew jî fermandarekî Kurd e, êrîşî Qudisê dike, ji destê xaçperestan derdixe. Careke din weke Kurd parêzvaniya Îslamê kirin, xaka îslamî ji destê Xaçperestan xilas kirin. Wiha di çarçoveya parastina îslamê de, Kurd dibin hêzeke esasî ya Rojhilata Navîn. Piştî wê dewleta Kurd a bi navê Eyûbî çêdibe, lê ji bo wê demê mirov nikare bêje ku dewleteke Kurdî ye, ji ber kerekterê wê demê ji netew zêdetir, di eksena ol de teşe digirt. Lewra tenê mirov weke rexneyekê jî li Selaheddîn bike ne raste, ji ber wê demê du enî hene, yek ya Îslamê ye, yek jî a Xaçperestan e, ew jî nûnertiya eniya Îslamê dike. Lewra dewleta Eyûbî a ku çêkiriye jî dewleta Îslamê, a Rojhilata Navîn e, hemû gel tê de hene, Ereb heye, Ermen hene, Kurd hene, gelê li wê heremê jiyan dikin hemû di nav de hene. Ji xwe Selaheddîn Eyûbî, bi edaleta xwe tê nasîn, lewra ew Xiristyanan jî na qewtîne, tenê Qudis ji bin serweriya wan digre. Lê gelên Ermen, Asûr yên li wê derê ku ew jî qewmê Xiristiyanin wan li wir dihêle. Li vir xala girîng eve; Kurd di şexsê Selaheddîn Eyûbî de, dibine parêzvanê Îslam, di heman demê de, dibine xelaskerê Îslamiteyê ji Xaçperestan û wisa derketin pêş. Ev serkeftineke di şexsê Kurdan de ji bo tevahiya gelê herêmê ye, dibe ku formasyona wê îslamî be, lê di cewherê xwe de yekîtiya Rojhilta Navîn îfade dike. Dewleta Eyûbî jî vêna di hindirê xwe de parastiye. Wê bidome.
SOSYOLOJIYA KURD
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 156


