Di sedsala 18. de derdikeve ango ji sala 1785 û şûndetir pêş dikeve. Femînîzm tê wateya jinparêzî û mafê jin parastin. Furier dibêje pêşketina jin pêşketina civakê ye, pêwîste mafê wê di civakê de hebe, lewma pêwîste mafên jin werin parastin. Ji ber vê têgeha femînîzm bikar tîne. Destpêkê weke pêlekê ye piştre dizivire tevgerekê. Femînîzm koka xwe dispêre jinên Amazonan (jinên ku di dîrokê de şer kirine û çanda xwe parastine). Lê heman demê li tevahî berxwedaniyên jinan jî xwedî derdikeve. Di dîrokê de ji bo jin çi hatibe kirin, femînîzm lê xwedî derdikeve. Olympe de Gouges, jineke Fransî ye. Wê demê dewlet, jinan weke hemwelatî nagire dest. Heman demê saziya mafê mirovan belavok belav dike lê di nav de tiştekê ku derbarê mafê jin de tûne ye. Olympe de Gouges jî jineke pêşketî ye, lewma ew jî radibe beyannameyekê belav dike û tê de “mafê jin” dinivîse. Wê demê li Fransa pergala qiraliyetê heye, ji ber vê beyanamê ji aliye pergalê ve tê girtin û wê dibin giyotine (cihê serjêkirinê). Wê demê tu mafê jin tûne ye, mafê hilbijartin, dengdan, xwendin û karkirinê ji bo jinan tûneye. Olympe jî di daxuyaniya xwe de behsa van mafan dike. Dema wê dibin giyotînê ew dibêje “madem hun jinan dibin dikujin, wê demê maf jî bidin jin bila biçe meclisê siyaset jî bike”. Her wiha  beriya ku celad serê wê jê bike qîr dike û dibêje “heya ku di Fransa de qederê jin neyê guhertin, wê şoreşa Fransa bi ser nekeve”  dîsa dibêje “ey zilam tu hatiyî ji bo min bikujî, lê gelo tu dikarî li beramberî jinekê xwedî edalet bî? Gelo kê mafê ku cinsê jin xistina bin tehekumê daye te”. Ji ber van gotinan serê wê jê dikin. Piştî mirina wê, ev gotinên wê yên dawiyê hem di nava Fransa bi xwe de, hem jî di nava jinan de bandoreke mezin dide avakirin. Beriya ku femînîzm ji pêlekê bibe tevger, hinek tevgerên cûda hene. Li Îngilîstan û Emerîka yê Sufarget (berxwedêr) û çarsîst hene. Ev tevgerên girîngin, bi taybet jî ya sufraget ku pêşengên wê Emelayn Pankors û du keçên wê ne. Xwe di hemû qadên civakê de bi rêxistin dikin. Silogana wan a sereke “azadî, wekhevî, di heqdestê de wekhevî” ye. Di warê hiquqî, siyasî û civakî de li pey mafên jinan e. Şertên ku wê demê  jin tê de jiyan dikin pir zehmetin, mînak tê gotin ku wê demê  kargehên cilan hene. Tê de kare cil şûştin û ûtî kirinê ku karên herî zehmetin ji bo jinan tê dayîn û keda jin tê de pir zêde çêdibe. Lê belê dema ku heqdestê belav dikin, meaşê ku jin digire û zilam digire ne wekheve. Yan jî zilam 8 saatan dişuxule û zêdetir pere digire, jin 16 seatan dişuxulin lê belê bi qasî zilam pere nagirin. Yan jî gelek jin xwedî zarokin û pêwîste dawiya hefteyê ji bo wê betlane hebe, an jî dema zarokên wê nexweş ketin pêwîste bikaribe destûr bigire ji bo lê meyze bike, herwiha dema ducanî bibe bikaribe destûr bigire. Lê ev hemû tune ne û bi kurtasî bi vî rengî li ser keda jin mêtîngerî heye. Lewma sedemê ku ev rêxistin ji bo wê derdikevin jî eve û van kiryaran red dikin. Ew dibêjin bila jin bişuxule lê pêwîste xwedî maf be û di warê hiquqî û  siyasî de mafê jin were dayîn. Bi vî awayî heya astekê girseyekê berbiçav jî kom dikin. Her çendî zêde behsa wan neyê kirin jî lê di astekê de têkoşîn dikin. Dikevin girevên birçîbûnê, çalakiyên sabotajê dikin û di kolanan de bi awayekî radîkal bi ser cihên ku ayidê dewlet û zilamane de digirin û îşgel dikin. Piraniya wan jinên malan û jinên karkerin, pêşengên wan jî Emîlayn Pankors û her du keçên xwe ne ku ji beşa civakê ya arîstoqratin û xwendevanin. Çalakiyên wan dizivire radîkalbûnê. Ji gava destpêkê de dema ku dikevin gireva biçîbûnê pergal ji wan ditirse. Ji ber dibêje ger yek ji wan bimire wê ew tevger mayinde bibe, lewma heya ji destên wan tê dixwazin wan îqna bikin da ku xwarin bixwin. Çalakiyeke wan heye, jineke di nav wan de bi navê Emîlî Davînson heye, ew çalakiyeke fedayî dike û xwe feda dike da ku şehîdeke wan çêbibe û tevger jî li ser wî esasî berdewam bike. Dema ku li Îngilîstanê qiral tê, pergal ji bo pêşwazîkirina wî pêşbirka hespan li dar dixin. Ev tevger jî xwe rêxistin dikin û di dema ku hespê qiral tê ew jin bi pankarteke ku amade kiriye ve xwe davêje pêşiya hespê qiral. Ji xwe hesp pêlê dike û ew jin li wir jiyana xwe ji dest dide. Dûvre fam dikin ku ev ne bi awayekî xwezayî pêk hatiye, berovajî di encamê rêxistin û planekê de hatiye kirin û çalakiyeke. Ji ber ew jin dixwazin li wir pankartên xwe vebikin û dengê xwe li tevahî dinyayê belav bikin da ku jin bigihêjin mafê xwe, lewma bedelekî pir mezin didin. Wate, têkoşîneke pir cidî heye ji bo mafê jin. Jin şiyar dibin û jin li derdora van tevgeran kom dibin. Bi vî rengî bi demê re hinek mafên hiquqî ji bo jin tên dayîn. Hinekî şert û mercên wan ên kar sererast dikin. Êdî hinekî di warê hiqûqî de îradeya wê tê nasîn, di warê hilbijartin û hwd de pêşketin çêdibin û gav tên avêtin. Lê ne ku jin bi temamî digihêje azadiya xwe û tiştek wisa pêş nakeve. Ji xwe daxwazên wan jî di vê çarçovê de ye û dibêjin mafê hilbijartin û siyasetkirinê bidin me û bi qasî ku mafê zilam heye pêwîste bi qasî wî mafê me jî di civakê de hebe. Femînîzm jî piştî van tevgeran belav dibe. Bi awayê sê pêlan ve belav dibe. Pêla yekemîn Ji sedsala 19. destpêdike û heya sala 1970’yî berdewam dike. Yên ku di vê pêlê de derketine, femînîstên lîberal, femînîstên sosyalîst, femînîstên çandî û femînîstên ronakbûnê ne. Ji derveyî yên sosyalîst, ên çandî, lîberal û ronakbîr derketina wan weke heve. Ev pêl dibêje, çi mafê ku ji bo zilam di aliyê siyasî û hiquqî hene pêwîste bi heman rengî ji bo jin jî hebe, pîvan zilame. Dixwazin jin di derheqê xwe de bibe xwedî zanist, xwe nas bike û ferq bike. Lewma ji bo wê jî gelek xebatan didin meşandin. Ji ber ku heya wê demê jin weke ku bê aqile û tekamula xwe temam nekiriye hatiye naskirin. Lewma dikevin pey îspatkirina ku jin xwedî mejiye û mirove. Heya wê demê tu kes behsa çanda jin nake, lê bi taybet femînîstên çandî hîn zêdetir li ser çanda jin lêkolîn dikin û pêş dixin. Femînîstên sosyalîst jî dibêjin bi hatina sosyalîzm re ji xweber dê pirsgirêka jin jî çareser bibe. Lê mixabin tam berovajî bû. Ji ber dema ku sosyalîzm hat pirsgirêka jin çareser nekir û azad nekir. Hinekî lêkolînên wan li ser civaka dayiksalarî jî çêdibe. Di encam de di pêla yekemîn de piranî li pey mafên siyasî û hiqûqî meşek heye. Di maf xwestinê de jî pîvan zilame. Girêdayî dîrok û hebûna jin dixwazin zanebûnekê bi pêş bixin, belav bikin û di nava jiyanê de di derbarê pirsgirêka jin de hişyarbûnekê didin avakirin. Lê pir zêde dewamiya wê nayê. Pêla duyemîn Di navbera 1970-1990 de pêşdikeve. Di nav her sê pêlan de pêla herî bi bandore. Bê guman di dema vê pêlê de pêla yekemîn jî hîn berdewam dike. Di ya duyemîn de jî femînîstên cuda derdikevin. Ew jî femînîstên tundrew(radîkal), femînîstên anarşîst û komînîst (anarko), femînîstên ekolojîk û femînîstên heyînparêz in. Li gorî pêla yekemîn cudahiya wan ewe ku ev pêl pergalê lêpirsîn dike. Bi temamî nebe jî rexneyên wan ji bo zilam û pergalê heye û zihniyeta wan lêpirsîn dikin. Femînîstên radîkal ji kokê ve zilaman û tiştên ayidê ku zewac jî di nav de, red dikin. Dibêjin ji ber ku herî zêde jin di rêka zewacê de kole dibe, bi zilam ve tê girêdan û zarokan tîne, ev hemû jî sedemê kolebûna jine û pêwîste nezewice. Lewma ev beş zilam ne weke pergal, di warê biyolojîk de red dikin û esas di vir de kêmasî dikin. Bi kurtasî di hedefê wan de zilam heye. Qeba redçî ne. Di nav beşeke femînîstên radîkal de bi qismî lezbiyentî pêş dikeve. Femînîstên heyînparêz, Simone de Beauvior, jineke Firansî ye, ji Jan Paul Sart pir bandor bûye. Pirtûka wê ya bi navê cinsê duyemîn heye. Ew pênase dike ku di civakê de jin weke cinsê duyemîn tê destgirtin. Piranî li ser bandorên zayendperestiya li ser jin sekiniye. Gotineke wê ya navdar heye dibêje, “tu weke jin nayê dinyayê, tu dûvre dibî jin”, bi vê gotinê dixwaze bal bikşîne ser şewgirtina civakê ku dewlet dide avakirin û li ser jin disepîne. Lewma wê zayendperestî xweş fam kiriye. Piranî bal kişandiye ser vê yekê ku çîma wê pergal jin înşa bike? Pêwîste jin xwe bi xwe ava bike û înşa bike. Femînîstên ekolojîk jî ji xwe diyare, bi pirsgirêkên ekolojiyê re mijûl dibin. Pirsgirêkên jin û ekolojiyê wekhev dibînin û bi hev re digirin dest. Heman demê dibêjin zordestiya li ser xweza û zordestiya li ser jin wekheve, lewma pêwîste ev zordestî bi hev re rabe. Lewma hem ji bo azadiya xweza, hem jî ji bo azadiya jin pêwîste têkoşîn were kirin. Silogana wan jî “wê jin û xweza bi hev re azad bibe”. Ev tesbîta wan raste. Em jî weke tevgera PKK’ê vê yekê dibêjin. Ji ber dema ku mirovatî ji xwezayê dûr ket zordariya li ser jin jî dest pê kir. lewma ev tespîtên wan rastin lê kêm in. Ji ber bi qasî ku xwestine, pêk nanîne. Bi kurtasî ew dibêjin berpirsyarê pirsgirêkên di xwezayê de, hem jî pirsgirêkên jin, desthilatdariye. Zivirandina xwezaya yekemîn esas digirin. Di aliyê fikir de nêzî partia me ne lê şaştiya wan ewe ku polîtîka ayidê jin nabînin, ayidê dewlet û desthilatê dibînin. Ji ber ku desthilatdariyê jî red dikin, lewma ji bo me dibêjin hun çima polîtîka esas digirin. Yê me jî berovajî  em pir girîngî didin polîtîka û bi taybet jî polîtîkbûna jin. Ji ber em polîtîka ayidê civakê dibînin. Lewma ferqa me di vir de derdikeve û di vê xalê de destgirtinên me ji hev cuda dibin. Femînîstên Anarko (hem anarşîstin hem jî komûnîstin), di nav pêla duyemîn de beşa herî radîkal û herî zêde nêzî fikirê me ne. Lêpirsînên wan ên dewlet, iqtîdar û desthilatdariyê pir zêde ne û ji kokê ve red dikin. Red dikin lê belê alternatîfê wan tune ye. Rexneyên wan ji bo zilamtî, pergala desthilatdar û çanda wan pir dijwarin û ne ji rêzê ne. ew jî mîna femînîstên Eko dibêjin, şer, polîtîka û siyaset ayidê desthilatdariyê ne û ne ayidê jin in. Lewma ew jî bi heman rengî di vê xalê de ji me cuda dibin. Bi gelemperî ev pêla duyemîn radîkalin, zilam kirine hedefa xwe, pir bi tundî red kirine, lêpirsînên wan jî di cih de ne, lê kêmasiya wan ya sereke ewe ku pirsgirêka jin tenê weke pirsgirêka zayend û biyolojîk girtina dest e. Di nav wan de jin jî tişteke biyolojîke, zayende, zilam jî tiştekî biyolojîke. Lê em pirsgirêkê civakî, dîrokî û sosyolojîk digirin dest. Her wiha em dibêjin “pirsgirêka jin, pirsgirêka mirovatiyê ye û ya hemû civakê ye”. Ji ber wê dema ji wan re jin tê gotin wek cins dest digirin. Dema em dibêjin jineolojî jî yanî zanista jin, lê ev zanist ne ayidî cinsekî ye berovajî zanista jiyanê ye û zanista civakê ye. Cudahiya duyemîn a di navbera me û wan de ewe ku, em zilam weke pergal û zihniyeta ku 5 hezar sale hatiye rûnişkandin ku ol, xweda û desthilat hemû di nav de ne digirin dest. Lê redkirina wan ya ji zilam re, ne redkirina zihniyet û pergala zilame ya wan yekser redkirina zilam bi xwe ye. Ew nikarin girêdana pirsgirêka jin bi pergal û zihniyeta desthilatdariyê ve çêbikin. Bi xwezayî jî paradîgma û teoriya wan seqet dimîne. Sedema sereke ku nahêle bigihêjin çareseriyê jî eve. Ji ber ji bilî wê, di demên xwe de pir zêde berxwedanî dikin, gelek tiştan digirin beramberî xwe û gelek bedel didin. Lê dema ku teorî kêm be, bi xwezayî pratîk jî seqet dibe. Heya niha jî pêla duyemîn bi bandore û berdewame. Pêla sêyemîn Ji 1990 heya roja me ya îro berdewam dike. Ev beş, pêla 1. û 2. rexne dikin û li ser esasê rexnekirina wan pêlan derketine. Sedemê rexnekirinên wan jî ya yekemîn ewe ku dibêjin, femînîzm tenê jinên Ewrupî girtiye naveroka xwe, lê jinên Rojhilatanavîn û yên Çermreş negirtine nav xwe. Ev jî şaşe, madem ku mesele jine wê demê jî pêwîste Femînîzm tevahî jinan bigire nava xwe. Wate, çima femîznîzm jinên Asya, Efrîka û Rojhilatanavîn negirtiye nav xwe. Lê ev pêl hîn zêdetir bi nasnameya kesayet an jî weke grûp derketine weke herdu pêlên din mîna bizavekê der neketine. Di nav wan de femînîstên îslamî, postmodern û çermreş derketine. Nerînên hemûyan hevbeşe. Rexneya wan a duyemîn ewe ku dibêjin, “di cîhanê de ne tenê pirsgirêka jin û zilam heye, pirsgirêka netewan jî heye” her wiha “kapîtalîzm, netewperestî û zilam dinya xerab kirine, lewma pêwîste mirov li beramber wan têkoşîn bike”. Her wiha ew pirsgirêkê jinan dabeş dikin dibêjin, “jina çermspî ku li ewropa jiyan dike nikare jineke çermreş û rojhilata navîn, asya û afrîka fambike. Lewma pêwîste femînîzma her yekê ji wan di nava civaka wan de derkeve”. Ew dibêjin pirsgirêkên jinan cuda ne lê berovajî em dibêjin ku jin dikare tevahî jinan fam bike û pirsgirêkên tevahî jinan hevbeşe. Rexneya wan a ku dibêje, çarçova femînîzm teng maye di cih de ye. Femînîstên Îslamî, piranî li Erebîstana Siûdî, Misir û Îran bi bandorin. Ev beş dixwaze di nav Quranê de rengê jin peyda bike. An jî Quran di kîjan milî de girtiye dest û li ser disekinin. Pêşengên wan, Gonca Kurîş, Amîna Vadot, Fatma Mirnesî û Newal Elsedawî ne. Newal bi xwe jineke ji misrê ye, doktor û profesor e. Gelek caran ji Rêber Apo re silav şandiye. Gelek pirtûkên wê hene. Çend caran tevlî konferansên jin ên rojhilata navîn bûye. Pirtûkek wê bi navê “jina di nuqta sifirê de” heye. Gonca Kurîş ji ber ku pergalê xebatên wê weke tehlîkeyekê dîtin lewma kuştin. Bi giştî ev beş lêpirsînên wan pir zêde li ser zihniyeta baviksalar û civaka xwezayî tuneye. Lê hîn jî hene û bi bandorin. Pir zêde ne civakîne. Yanî mirov nikare bibêje ku giştî civaka Rojhilatanavîn û cîhana îslamî li derdora wan kom bûne û hatine birêxistin kirin, tişteke wisa tune ye lê di nava qismekî de jî bandora wan heye. Femînîstên postmodern jî di roja me ya îro de pir zêde li Ewropa û bi taybet li Emerîka ne. Ev li dijî modernîte derketine, lê belê yên ku herî zêde jî teslîmî modernîte bûne ew in. Fikirê wan hinek ber bi ji rêderketinê ve çûye. Ew her tiştî red dikin, dibêjin em jin jî û zilam jî di warê biyolojîk de jî rakin û hilweşînin. Cil û bergên wan û terzê jiyana wan pir zêde li dijî civakê ye. Grûpeke, wekî hejmar ne pir zêdene ji ber ku pir zêde ne civakî ne. Femînîstên pro, di sala 1996 weke bizavekê derket. Ev beş ji zilamên ku fikirê femînîzm qebûl dike, dipejirîne û dixwazin parastina jin bikin in. Rêber Apo dibêje Jineolojî ne alternatîfa femînîzmê ye, ne jî li hember wê ye, J ineolojî ji bo temamkirina femînîzmê ye lewma pêwîste jineolojî femînîzmê bigire hundirê xwe. Lê gelo esas femînîzim di ku derê de wenda kir û Jineolojî dikare ji bo femînîzmê çi bike? Sedema sereke ew bû ku pirsgirêka jin di civakê de derxistin holê, lê belê tevahî jin negirtin hundirê xwe. Sedema din, bi civakên modern re sînordar ma û civakên din li derve hiştin. Sedemek din jî pirsgirêka jin yekmilî û tenê di aliyê cins de girtin dest, lê pisgirêk bi pergala desthilatdar ve girê nedan. Dîsan bi qasî ku red kirin û têkoşîn kirin alternatîf pêş nexistin. Her wiha yekîtiya navxweyî avanekirin û pêşengên wan tune bû. Lewma ev hemû bûn sedem ku sernekevin. Ji bo temamkirina wê Jineolojî bi derketina xwe re dikare di van milan hemûyan de kombûnekê ava bike û sererast bike. Ji Waneya Jînelojî Ya Arjîn Dêrsîm Di Akademiya Şehîd Berîtan Dayî Hatiye Berhevkirin             Bi Dawî Bû…