Zanista Li Dora Jinê Were Pêşdebirin, Wê Bibe Gava Pêşî Ya Ber Bi Sosyolojiya Rast Ve Bê Avêtin Mirov fêhm bike dikare bijî. Mirov dijî ji bo fêhm bike. Ez yeqîn nakim ku şîroveyeke din a kozmosê hebe. Her çiqas zehmet be ku maneya mutleq di warê pêkhatinê de nêzî nemumkiniyê be jî ez li ser a xwe me ku ya jiyanê dimeşîne rastî bixwe ye. Tu hêz bi qasî hêza maneyê bi hêz nîne yan jî li hemberî maneyê ji xwenîşandanên sexte û pêve tiştekî din nînin. Li cihekî ku mane nebe behsa jiyanê nayê kirin. Tabî heke em danûstandina bêhnê weke jiyanê nehesibînin. Spînoza gotibû ‘Fêhmkirin azadî ye’. Ji derveyî wê ez jî bawer nakim ku azadî hebe. Qasî ku ez fêhm dikim azadbûna min ji bo jiyanê hêza herî mezin e. Li gorî felsefeya me, têderxistina ji maneya di çavê hespekî de heta jihevderxistina maneya di dengê çivîkekê de jiyanê yekpare his dike. Felsefeya me ew çend mane barkirî ye, bi rêz û hurmeta ji zanyarê pîr re dest pê dike, hewl dide ji lêgerîna di çavê keçeke ciwan a mîna xezaleke bizdonekî de bersivê bibîne. Jixwe têgihîştineke seksualîteyê ya ji qirkirinê xirabtir heye. Di encama vê têgihiştinê de cehaleta mezin di çêkirina zarokan de heye. Felsefeya me zanisteke welê dike bingehê xwe ku sedemên vê cehaletê yên di mirov û sîstemên hegamonîk de hûrdikole û hewl dide xelekên beridandinê tevan di xwe de ji hev derxe û çareser bike. Di xwezaya civakî de (di gerdûnê de, di maddeyê de) kombûneke gelekî pêşketî ya maneyê heye. Sîstem, avahî, endam û komên civakî bi xwe weke mane têne diyarkirin. Civakên maneya xwe herî baş tînin ziman, bi gotin û avahî dikin, weke civakên herî pêşketî têne terîfkirin. Ev, civakên asta wan a azadiyê pêşketî ne. Civakên azad ew civak in, xwe pir baş bi mane dikin, tînin ziman, didin axaftin û li gorî pêdiviyan piralî xwe ava dikin. Civakên ji azadiyê mehrûm û bêpar jî civakên welê ne, berevajî nikarîne zimanê xwe pêşde bibin, eşkere bidin axaftin û xwe piralî ava bikin. Di çarçoveya vê terîfê de tevahiya serdeman girtina dest a pêşketina heqîqet û maneya civakî cewherê zanista civakî ye. Ji ber ku heqîqet, di bingehê xwe de tevahiya serdeman, rewşa manedariya civakî ya di serwextbûna mirov de gihiştiyê, îfade dike. Bi rêyên mîtolojîk, dînî, felsefî, hunerî û zanistî xwe îfadekirin û ji bo xebata di vî warî de em dikarin, lêkolîna heqîqetê û anîna wê ya ziman, bibêjin. Civak bi tenê ji heqîqetan nehatine hûnandin, di heman demê de hêza diyarkirinê ne. Civaka nikaribe heqîqeta xwe diyar bike, ketiye rewşa herî giran a koletiyê, asîmîlasyon û qirkirinê. Bi awayekî maneya vê jî rewşa qutbûna ji hebûnê, û dest berdana ji rastîbûnê ye. Civakek û heta ferdek wexta heqîqeta xwe nebe, ew civak û ferd hatine bêmanekirin, bûne hebûnên welê ku nasnameya xwe ji dest dane û di nava heqîqetên subjeyên din de heliyane, ji vê jî wêdetir bûne hebûnên maneya xwe nemane. Di vê çarçoveyê de, di navbera mane û heqîqetê de têkiliyeke xurt heye. Mane, bi awayekî potansiyela heqîqetê ye. Ev potansiyel çiqasî were ziman, bi awayekî azad bipeyive û were avakirin wê bigihîje rewşa jêre heqîqet tê gotin. Zanistên civakî yên dixwazin bi têgihîştina zanistên pozîtîvîst ango bi paradîgmaya wê pêşde bibin, bi temamî asê bûne. Naxwe em nikarin diyardeya mêtinkarî û şer a ev çend mezin bûye rave bikin. Nabe ku zanyarek herî kêm bi qasî alimekî dînî û exlaqparêzekî berpirsiyar nebe. Eger zanist ji mîtolojî, dîn û felsefeyê zêdetir xwediyê hêza maneyê ye û tevî ku şoreşa xwe di sedsala 17. de kiriye û serketina xwe îlan kiriye, çima nikarîbû vê serdestiya xwe li hemberî diyardeya şer û mêtinkariya nedîtî nîşan bide? Mirov dikare di desthilatdarbûna zanistê de vê yekê weke sedem nîşan bide. Zanista bibe desthilatdar azadiya xwe ji dest dide. Li gorî min zirara herî mezin a kapîtalîzmê di tunekirina terîfa jiyanê de ye. Ji vê jî wêdetir, bêbextî û xiyaneta herî mezin bi têkiliya jiyanê ya bi civak û hawîrdorê re kiriye. Hemin di vê de sîstema şaristaniyê ya li pişta wê, bi qasî wê berpirsiyar e. Tê gotin em di dema herî bi hêz a zanist û ragihadinê de ne. Lê tevî vê pêşketina awarte ya zanistê, gelekî seyr e ku zanist hê jî nikare jiyan û çarçoveya wê ya civakî terîf bike. Naxwe divê mirov bipirse: zanista çi û zanist ji bo kê? Çiqasî bersiva van pirsan were dayîn, ewqasî wê baş were fêhmkirin ka çima zanyarên civakî bersivê nadin pirsa bingehîn a weke “Jiyan çi ye û têkiliya wê bi civakê re çawa ye?” Dibe ku ev pirs gelekî besît xuya bikin. Lê hebûna jêre mirov tê gotin bi qasî jiyana xwe manedar e. Piştî ku ev jî nehat fêhmkirin ma çi qîmeta mirov heye! Di vê rewşê de belkî veguhere mexlûqekî ku ji heywanekî, heta ji jiyana nebatekê bêqîmetir be. Mirovatiyeke maneya xwe, heqîqeta xwe nizanibe yan nîne yan jî hebe jî bi awayekî herî rezîl û herî hov heye. Kapîtalîzmê zanist pêşde nebir, bi kar anî. Bikaranîna zanistê ji aliyê exlaqî ve ne bi tenê rê li ber rewşên xirab vedike, di heman demê de gelek Hîroşîmayan çêdike. Jiyaneke manedar diqedîne. Jiyana medyatîk û sîmulasyon, gelo serketina zanistê ye? Yan jî manewendakirina jiyanê ye? Ez li vir qala keşfên teknolojîk û zanistî nakim. Ez li vir hewl didim rave bikim ku weke dînê zanistê pozîtîvîzm, zanist nîne. Heta ku mirov xwe ji hukumraniya zanistî ya pozîtîvîzmê xilas neke, di serî de ya dewlet-neteweyê, xilasbûna ji tu hukumraniya desthilatdariyê mumkin nîne. Di serdema me de pozîtîvîzm dînê rastî yê pûtperestiyê ye. Ji Parêzname û Dahûrandinên Rêber Apo Hatiye Berhevkirin. Wê Bidome.