Misilmantî jî olê ku pêwîste mirov nêzîkatî û destgirtinên wî yên di aliyê jin de muhakeme bike ye. Heman demê pêwîste mirov pir zêde bi temaşekirineke orîantalîst û zayendperest olan negire dest. Rêber Apo jî bal dikşîne ser vê xalê. Hemû ol her çiqasî di roja îro de hişk û di warê jin de pir tiştên neyinî anîbin jî, bi meyzandineke oryantalîst ku di ol de qet pêşketin çênekiriye û bi ti awayî cihê jin tê de tuneye  meyze nekin û negirin dest. Lê belê pêwîste ji bîr jî nekin ku şkandina 2’emîn di ol de pêkahatiye. Bi awayekî dualîte meyzekirin girînge. Destpêkê çawa derket piştre çawa bû, yan jî weke ku didin teyisandin gelo jin bi wî rengî tê de cih digire, yan jî rolê jin tê de heye feqet li ser tê girtin? Lewma ferqek di navberê de heye. Mînak ger ku em îro li xirîstiyantiyê temaşebikn, dibe em bibînin ku heqareteke herî mezin ji bo jinê tê de heye, lê di derketina xirîstiyantiyê de ne bi vî rengî ye û ewqas jin ji bo ku xirîstiyantî li ser cewherê xwe bimîne bedel dane û hatine kuştin. Bi sedan û bi hezaran ezîze derketin. Ji ber vê rola jin tê de zêde ye, lê dema ku bi desthilatdariyê re bû yek ew çand yekser tê wendakirin. Lewma pêwîste em li îslamiyetê jî bi vî çavî temaşe bikin û bigirin dest. Beriya ku Hz.Muhemed îslamiyetê îlan bike. Li Meke kabe heye. Kabe cihê baweriya civakê bi xwe ye. li wir çanda xwedawendan hakîme û esase. Jê re dibêjin ku li wir pût hene, lê esas tu pût li wir tuneye, çanda dayikê heye û tê berdewamkirin. Me beriya niha jî anîbû ser ziman, 3’ê sembolên ku civak pir zêde baweriya xwe pê tîne heye ew jî elûza, elat û elmenat in. Ew jî xwedawendên heyv, stêrk û tavê ne. Ev jî tê wateya ku heya wê deme jî hîn însan baweriya xwe bi tav, heyv û stêrka gelawêjê tînin. Ya herî diyarker di nav wan de jî elûza (stêrka gelawêj) ye. Dibêjin ên ku ji vê çandê bawer dikin û ji wê kokê tên, di nav wan de jin diyar dike wê bi kê re bizewice. Hz.Xedîce bi xwe jî ayidê vê çandê ye. Ji xwe ya ku pêxembertî dixe serê Hz.Muhemed jî Hz.Xedîce bi xwe ye. Hz.xedîce jineke ku bi kare tîcaretê re mijûl dibe, bi karwanan re diçe û tê û jineke ku di civakê de bi bandore. Temenê wê 40 sale, yê Hz.Muhemed jî 20 sale, tevî ku di navbera wan de 20 sal ferq heye jî, lê bi xwe tercîh dike ku bi Muhemed re bizewice. Ev jî çanda elûza ye. Dîsa fikirek tê belavkirin, dibêjin beriya ku Hz.Muhemed derbikeve, di Erebîstanê de pêvajoyeke cahilî hebû, piranî tarîtî bû, nezantî hebû, dema ku zarokên keç ji dayik dibin bi awayekî zindî dikirin bin axê. Lewma Muhemed rabû û jin ji bin axê derxist. Lê di rastiyê tiştekî ku bi navê dema cahilbûnê tuneye. Tam berovajî wê Rojhilata Navîn heya derketina Îslamiyetê û ji wê û şûn ve jî ne di cahiliyetê de ye. Kengî cahiliyet pêşket? Mirov dikare bibêje ku cahiliyet di sala 1111 de pêşket. Ev jî bi destê Îmam Xezalî çêdibe. Îmam Xezalî Ii pêşiya tevahî pêşketinên li Rojhilata Navîn girt. Raste beriya wê zemîn hatiye avakirin lê ew kilîtê lê dide. Ji ber wê çaxê Rojhilata Navîn di warê fikir, felsefe û tib de li gorî Ewropa pir pir di pêş de ye. Erebîstan jî perçeyek ji vê ye, ji ber ewqasî çanda dayikê li wir hatiye jiyankirin û pir bi bandor bûye. Ji ber wê tiştekî wisa ku demeke cahiltî û tarîtî bû, Hz.Muhemed jî hat û her tişt sererast kir nîne. Di warê kuştina keçên biçûk de jî, ev çand tenê di qebîleya Qureyş(qebîleya Hz.Muhemed)de heye. Mesela vê jî ewe ku insanê wê feqîrin, qebîleya Qureyş bi xwe jî qebîleyeke ku di warê aborî de orte ye. Lewma ji yekî deyn digirin, di bedelê wê de jî keçên xwe weke sened û wekalet didin. Dibêjin ger min deynê xwe heya mezinbûna keça xwe neda wê demê keça min ji we re ye. Piştre jî, ji ber ku hinek malbat feqîrin û nikarin deynê xwe bidin, heman demê naxwazin keçên xwe jî di berdêla pereyan de bidin yekî, lewma dema ku zarokên keç ji dayik dibin dikujin û binax dikin. Lê ev jî bi gelemperî nîne, cih bi cih çêbûye. Lewma mirov nikare bibêje ku di Erebîstanê de, di nava hemû qebîleyan de ev tişt hatiye jiyankirin. Esas dema ku Hz.Muhemed destpêkê derdikeve jî vê çandê pir zêde nagire beramberî xwe. Bi taybet jî çanda elûza(gelawêj). Ji ber dizane ku tevahî civakê baweriya xwe bi vê çandê tînin, lewma yekser li dij dernakeve. Apekî wî heye, bi çanda elûza ve pir girêdayî ye û tu carî hatina misilmantiyê qebûl nake. Dema ku Hz.Muhemed wan sembolên wan weke pût digire dest û dişkîne, apê wî dixeyide û di navbera wî û Hz.Muhemed de şerên mezin ên çekdarî çêdibin. Ji ber ku apê wî hatina îslamiyetê qebûl nake bi xwe jî tevlî şer dibe. Heta dibêje bila çavê min ên vekirî biçin, çima ev tişt çanda me rakir. Bi vî rengî girêdanbûneke xurt bi vê çandê re heye. Di nêzîkatiyên Hz.Muhemed ên li beramber jin de jî razdarî heye. Bi xwe bîst salî ye lê destpêkê bi jineke ku 20 salan jê mezintire re dizewice. Piştre bi xwe dibe 40 salî bi keça apê xwe ayşe ku 9 saliy re dizewice. Ev bi serê xwe nakokiyeke pir mezine. Di vir de diyar dibe bê ka temaşekirina li jin di çi çarçovê de ye. Pêve girêdayî, dibêjin di dema Mekê de yên ku yekemîn baweriya xwe bi olê Muhemed tînin, yek jine ku ew jî Hz.Xedîce ye, yê din jî kolê wî Zeyde. Piştre kur apê wî Hz.Elî û hinekî din jî bawer dikin. Lê di destpêkê de ên ku herî zû pê bawer dikin yek jine yek jî kole ye. Lê di Mekê de pir zêde ola îslamê belav nabe. Sedema wê jî hebûn û bandoriya çanda xwedawenda ye. Lewma Hz.Muhemed mecbûr dimîne ku hîcret an jî koç bike. Bi kesên ku baweriya xwe pê anîne re ji Mekê diçin Medîne. Esas jî îslamiyet di medîne de belav û berfireh dibe. Piştî wê di navbera Meke û Medîne de sê şer tên lidarxistin. Di wan şeran de jî jin hene li deveyan siwar dibin û şer dikin. Bi kurtasî jin ne bintûte ye. Di nav şerkerên her du aliyan de jî jin heye. Li Medîne di dema destpêka îslamiyetê de pir zêde jin li dervî ol nayên hiştin û qedexekirinên zêde tune ne. Mizgeft hene ew jî hevbeş bikar tînin. Di Mizgeftan de ne tenê li ser esasê ol û bawerî nîqaş dikin, esas li ser pirsgirêkên civakê nîqaş dikin. Tê gotin heya demekê jî jinên ku waaz didin û bang(azan) dikin jî hebûne û ew çand heya s.s19’emîn jî berdewam kiriye. Lê piştre şîroveyên şaş li ser wan hatine pêşxistin. Bi giştî di pêvajoya Medîne de li kêleka Muhemed jin hebûne. Lê bi demê re ew li derveyî vê çandê hiştine. Cardin zewaca Hz.Muhemed bi 11 jinan re pir tê nîqaş kirin. Dibêjin dibe ku zewacên siyasî bin ku hinceta wî jî ewe ku, zilamên wan di şer de mirine jin jî tenê mane û di bin navê  xwedî derketinê de bi wan re zewiciye, heman demê cariyeyên wî jî hebûne. Lê xwedîderketin ne şerte ku îleh bi wan re bizewice, dikarîbû bi awayekî cuda ve jî wan jinan xwedî bike. Wate ne mecbûre weke jin wan bîne, lê ev zewac hîn zêdetir feraset û mentiqekî cuda rave dike. Dîsa zewaca pir jinan re ku me berê jî diyar kiribû, di mûsewîtiyê de pir li pêş bû. Ji ber ku qisûr û sedemên zarok neanînê di jin de digirtin dest, lewma ji bo zilam rewa kiribûn ku heya zarokên wî çêbibin dikare jinan bîne. Di xirîstiyantiyê pêşî li vê çandê hat girtin. Lê di îslamiyetê de Hz.Muhemed ji bo sererast kirina vê çandê, diyar dike ku zilam dikare heya çaran jî jin bîne. Bi xwe jî destpêkê pir zêde ne alîgire, lê piştre dibêje zilam dikare heya çaran jin bîne bi şertê ku ew zilam di navbera her çar jinan de bi edalet û hevbeşî nêz bibe. Ji ber esas baweriya wî pir zêde bi edaleta zilaman tune ye û dizane ku ne adîle. Lê li şûna ku bi vî awayî girtî(muxleq) hiştiba wî yekser biryar girt. Lewma piştî wê her kesî li gorî xwe edalet dide meşandin. Kes jî li pey edaletê nakeve, dibêjin ji xwe pêxemberê me gotiye anîna çar jinan sunete. Sunet(tiştên ku muhemed kiriye, kirina wan karan sunete) baş tê destgirtin. Kes nafikire ku edalet xistiye navbera jinan an na. Heman demê di mijara mîrasê de jî keç û kur heman parê nagirin, ji 3’yan 2 yê zilame yek jî ji bo jine. Hinekan pirs kirine ku çima di vê mijarê de wekhevî tune ye? Hezretî Muhemed jî weke bersiv dibêje “keç parekî ji mala bavê xwe digire, dema dizewice jî parekê li mala zilamê xwe digire” Ji bo ku para wê ji ya zilam zêdetir nebe û wekhev bin pêwîste jin ji mala bavê xwe tenê parekê bigire. Hinek ayet û hedîsên ku ji bo jin hatine bikaranîn hene. Mînak di quranê de sûreta Nîsaa(jin) heye, bi taybet ji bo jin hatiye nivîsandin. Di wir de ji zilaman re dibêjin jinên we mîna zeviyên we ne, hun çawa diçin ser zevî û dajon hun wisa dikarin bi ser jin de jî biçin. Di vir de îfadeyeke pir xerab derdikeve holê. Dîsa dibêjin bila darê zorê li ser pişta wê û zarok jî ji zikê wê kêm nebin. Mirovên ku xwe bi vî olî ve jî girêdidin pir seranser nêzî van gotinan nabin, berovajî weke ku li ser wan hatiye ferz kirin digirin dest û pêk tînin. Lewma dibe ku nerînên fîlosofekî ewqasî li ser civakê bandor neke û her ferdekî civakê bi fikirên wan jî nehesiya be, lê ol ne tiştekî wisaye ji ber û baweriye civak yekser digire, pêk tîne û dibêje xweda û pêxemberê me wisa gotine. Ji ber ku ol baweriye, tu kes lêpirsîn nake û nikare bibêje şaşe, yê ku bibêje jî yekser weke kafir û zindîq tê îlan kirin. Lewma di ayetên ku li ser jinan hatine de pir tiştên xirab hene û mirov dikare zihniyeta wê bibîne û bizanibe ku zihniyeteke desthilatdare, çiqasî zilam diparêze û çiqasî jin dike amûrekî seks û koleya zilam. Cardin hinek tiştên ku xwestiye di hevsengiyê de bihêle jî heye. Mînak gotina  “cinet di bin lingê dayikan de ye” Lê ev pir li hewa dimîne, erê cenet dixe bin lingê dayikê, lê beriya wê bi dehan car di cehnemê re derbas dike, dişewitîne, ruh û îrade pêve nahêle. Lewma ew cenet di bin lingê dayikê de be an jî ne tê de be wateyeke xwe ya pir cidî tune ye. Cardin di ayetekê de dibêjin jin du carî berpirsyare, lewma ewê zêdetir biçin cehenemê. Sedem ewe ku ya yekemîn mecbûre weke jin berpirsyartiya xwe weke kesyet bi başî pêk bîne, ya din jî di ber li beramber zilame ku pêwîste bi başî xizmeta wî bike ye. Ger neke ewê biçe cehenemê. Cardin sedemê wê çiye ku piranî jin ji zilam re îtaet dikin, Tevî ku 3’ê jinan jî tîne ser lê qebûl dike? Sedema wê ya sereke ole, ji ber ku pê bawer kiriye û qebûl kiriye, lewma dibêjin gr ez pêk neynim wê demê ezê bikevim gunehan. Ji ber vê zû bi zû nayê redkirin. Mirov dikare bibêje ku di ola Muhemed di asteke îdeolojî û fikir de ji bo azadiya jin pir zêde nêzîkatiyeke tuneye, lê cih bi cih hinek tiştên erênî hene. Nêzîkatiyên wî piranî mîna mamikane(muama, razber). Nêzîkatiyên bi nakokin, xwestiye hin tiştan bike lê piranî di milê xirab de pêşketine, di milekî de jî di hedîsan de diyar dibe ku ji koletiya jin jî nefret dike, lê ji bo azadiya jin jî tiştekî diyarker jî nekiriye. Rêber Apo jî vê dinirxîne. Dibêje, “ diyare ji koletiya jin nefret dike, lê ji bo çareseriyê jî tiştek pêş nexistiye”. Lê xala girîng ewe ku di îslamiyetê de rola jin heye. Bi taybet pêwîste Hz.Xedîce bi awayekî seranser û ji rêzê neyê destgirtin. Hz.Xedîce di nava Rojhilata Navîn de pir demdirêj bandor daye avakirin. Dîsa çanda Hz.Fatma, Zeyneb û hwd. Heye. Niha jî di Rojhilata Navîn de tevî ku îslamiyet ewqasî jin pelçiqandiye û mîna gundorekî di ser re derbas bûye jî, lê bêle hîn jî ew jin pîroz tên dîtin. Jinên şîfager ku çanda xwe ji Hz.Fatma girtine, li tevahî Rojhilata Navîn belav bûne û heya niha jî ji bo mirovan derman bikin destên xwe di ser wan re dibin, lê dibêjin ne destê me ye destê Hz.Fatma ye. Heya wêneyê destê wê jî hatiye çêkirin û belav kirin. Cardin dema nan çêdikin besmela xwe tînin û bi pîrozkirina destê wê ve çêdikin. Ger ku jineke ewqas bi bandor neba wê ewqasî di civakê de belav nebûba. Hz.Fatma ne tenê mîna kesayetekê pêş dikeve, di şexsê wê de çanda dayiksalarî belav dibe û wê temsîl dike. Ev pîrozî ji ku derê hatiy? Tê gotin ku Hz.Fatma bi Hz.Elî re zewiciye. Hz.Elî hem pismamê Hz.Muhemede, he zavayê wî ye û hem jî yê ku bi rolê parastina îslamiyetê rol dilîze ye, hinekî jî islam bi awayekî çep û di warê civakî de girtiye dest. Dibêjin rojekê Hz.Elî xwestiye jineke din bîne, Fatma jî dema ku li ser agir helawê çêdike vê agahiyê dibihîze. Di wê navberê de ji ber acizbûna xwe û hêrsa li hember Elî, kevçî datîne û bi destê xwe helawê tev dide. Lê ruxmî ku germe û Ii ser agire jî, lê destê wê naşewite. Ji ber vê ev meseleya şîfayê ji vir tê. Ev jî tê wateya ku Fatma jineke xwedî taybetmendiyên xwedawendane, an jî şîfagere. Lewma piştî vê bûyerê Elî ji biryara xwe gav paş de davêje û jin nayine. Dema ku Hz.Muhemed vê biryara Elî dibihîze, di hedîsekî xwe de dibêje, “ yê ku ji Fatma hez dike, ji min jî hez dike; yê ku dilê Fatma bişkîne, bihêle û aciz bike, di esas de dilê min dişkîne”. Di vir de mesaj dide û diyar dike ku çiqasî nirx dide Fatma. Elî jî ji ber ku bi pêxember û wê çandê ve girêdayî ye, mesaja xwe digire. Heta bi vî awayî îfade dikin û dibêjin esil Hz.Muhemed  xwestiye Fatma di pir waran de weke siyaset, civak bi rêve birin amade bike û weke jinekê rol bilîze. Roja îro di baweriya elewiyan de ji Fatma pir tê bawer kirin, lê di gelek civakên din de jî belav bûye. ji ber Fatma çandeke, çanda dayikên şîfagere û bi rastî jî di warê bawerî de bi hêzin. Neslê Fatma pir berdewam dike û belav dibe, heya Afrîqaya bakur diçin û dewleteke bi navê wê ya Fatimî ava dikin. Di pir cihan de li ser navê dayika Fatma cemaet hatine avakirin. Hz.Zeyneb heye mezara wê li Şamê ye. Zeyneb keça Hz.Elî û Hz.Fatma ye, xwişka Hesen û Huseyne. Di bûyera Kerbela de dema ku Muawiye tê ser wan hemûyan qîr dike, dikuje û bê av dihêle, ku dixwazin neslê Hz.Muhemed û sulale Elî ji holê rakin, di wir de tenê Zeyneb xelas dibe. Hinek dibêjin ji ber ku hamîleye wê nakujin, hinek jî dibêjin di bin cenazeyan de maye lewma xelas bûye. Dema xelas dibe diçe milê Şamê. Lê çima ewqasî di nava civakê de bi bandore û pîroz tê dîtin? Sedemek wê ewe ku weke jinekê di bûyer û komkujiya kerbela de, li ber xwe daye û xelas bûye. Sedemê din jî ewe ku ji neslê Muhemed û ehlil beyet tê ye. Lê sedema sereke ne eve, ji ber yên ku Hesen û Huseyn jî kuştin ma nedizanîn ku ji sulaleya Hz.Muhemed tên, lê ji ber ku îslam êdî bibû îqtîdar ew kuştin. Lê esas pîroz bûna Zeyneb ewe ku çanda xwedawend dayikê, çanda elûza, elat û elmenat berdewam dike ye. Ev hêz pê re heye û jina ku serê xwe ji desthilatdariyê re netewandiye, lewma ewqasî di civakê de bi bandore. Dibêjin niha jî dema ku salvegera Kerbela tê, gelek xelk diçin ser tirba Zeyneb îbadet dikin, digirîn, ax ji ser tirba wê digirin û weke tebaruk digirin dest. Jinên ku zarokên wan çênabin diçin ser wê tirbê û yên nexweş diçin ser. Lewma weke ku me di kesayeta Hz.Fatma de jî pênase kir, di kesayeta Zeyneb de jî wiseye. Tevî ku bi salan mirine jî, lê insan hîn jî diçin ser tirbên wan û dibêjin ku me şîfa dikin, hinek ji axa wan digire ji bo mirovekî nexweş dişînin bajarên cuda da ku baş bibe. Lewma ev baweriye, bawerî jî tiştek wisa ye ku dema carekê ket dilê insan êdî bi hêsanî dernakeve. Ev jî tê wateya ku di îslamiyetê de erê pêwîste em destgirtinên Hz.Muhemed û nirxandinên wî yên neyinî bibînin, lê her tişt ne ewe. Ji ber esas di îslamiyetê de jin bi bandore û çanda ku di îsalmiyetê de dayî meşandin heye. Lewma pêwîste zanista jineolojî jî lêkolînên xwe bi vî rengî bike û ji xwe wisa jî dike. bi temaşkirineke oryantalîst ku yekser weke ku rolê jin di îslamiyetê de tune ye digirin dest pêwîste em nêz nebin û dest ji lêkolînan bernedin. Ger weke wan bibe wê şaş be. Ji ber insanên Ewropa civaka Rojhilata Navîn biçûk dibîne, lê pêwîste em weke wan îslamiyetê negirin dest. Rabiye Eledewiye heye. Jineke tesewifciye. Ol û felsefe bi hev re yek kiriye. Ew jî jineke bi bandore û di nava civakê de bandora wê pir zêde ye. Sembola wê jî ew ku, di destekî wê de meşeleyeke pêketî heye, di destê din de jî satilek av heye. Tê gotin ku her dem bi wî şêwazî digere. Lewma jê pirs dikin ku çima di destekî te de herdem agir di destekî de jî av heye? Ew jî dibêje ezê bi vî agirî cenetê bişewitînim û bi vê avê jî agirê cehenemê sar bikim. Ji ber ku bi gelemperî îslamiyet cehenemê weke cihê kesên ku xerabî kirine û bawerî bi xweda neanîne û weke cihekî hemû agire kesên xerab têde dişewitin pênase dike. Cenetê jî weke cihê ku her tiştê xweş lê heye û tê de jin ji bo zilaman tên pêşkêşkirin û cihê kesên ku başî dikine pênase dike. Rabiye jî pir rast digire dest û bi wî agir û avê edaletê pêk tîne. Cardin dibêjin rojekê dizek dikeve mala wê, mala wê jî pir sade ye û tiştekî wê tune ye, insaneke li ser baweriya xwe jiyan dike. Dema diz dikeve malê Rabiye li ser sicadê nimêj dike lê ferq dike ku diz ket mala wê. Lewma bi dengekî bilind dibêje “Ey xweda diz hatiye ber mala min,lê di mala min de tiştek tune ye ku ez bidim wî. Ji ber wê ez wî hewaleyî te dikim û dişînim gel te, ez bawer dikim ku tu pir comerdî û tuyê tiştekî bidî wî”. Diz jî di wê navberê de dengê Rabiye dibihîze, lewma yekser diçe gel wê û lêborîna xwe dixwaze. Lê Rabiye guh nadê û dîsa berê xwe dide xweda û dibêje “Ey xweda ez ewqas sale nimêj, dua dikim û gazî te dikim, lê te rojekê bersiva min neda. Min dizek şand ber deriyê te, te hema yekser bersiva wî da” diz jî di şoqê de dimîne û diçe. Di vir de jî mirov dibîne ku lêpirsîna wê ya ol û xweda çiqasî kûre û ewqasî jî ol bi zanist digire dest. Nivîskar Hesan Besrî heye, tê gotin ku dema diçe bi Rabiye re dikeve guftugoyên felsefîk, bi awayekî ku laşê wî tev de xwêdan bigire derdikeve. Piştî wê dibêje cara yekeme min jineke wisa dît ku li gel wê min hîs nekir ku ew jineke ez jî zilamek im. Ev jî dide diyarkirin ku di rastiyê de, jineke xwedî pîvan û ayidê xwe ye. Her tiştê ku ber bi jinikbûnê ve dibe ji holê rakiriye, xwe fedayî felsefe û baweriya xwe kiriya û jiyana xwe jê re terxandiye. Lewma Hesan Besrî 3’ê caran bi xwêdan ji gel wê diçe, ew hem di warê fikirî de nikare pê û di warên din de jî nikare. Ji bilî van jî gelek jinên din jî hene û kesayetên bi vî rengî bi hêz derketin. Ger çandeke pir xurt neba, ne mumkin bû ku jinên wisa jî derbiketana. Ya girîng jî ji bo me eve. Lewma bi giştî ji bo Hz.Muhemed weke ku Rêber Apo destnîşan kiriye mirov bigire dest baştire. Erê ji bo azadiya jin pir zêde tiştek nekiriye, lê ji koletiya jin jî nefret kiriye û ji bindestiya wê acize. Rêber Apo ji bo lêkolînkirina îslamiyetê ji jineolojî re pêşinyar kir û got “Di Rojhilata Navîn de pêwîste çanda jin di warê îslamiyetê de derkeve holê”. Lewma jineolojî hîn zêdetir dikere lêkolîn bike û rola jin derxîne zanebûnê. Dema ku hereketa îslam avabû, Rêber Apo got Quran’ê lêkolîn bikin, ji bo cemaeta ku baweriya xwe bi îslamiyetê tîne got du ayetên ku di dema Medîne de hatine pêşxistin derxin pêş. Ayeta yekemîn “tu netewek di ser neteweke din re tune ye, pêwîste di navbera netewan de wekhevî hebe”. Ev yek jî bi fikirê me yê federal ve nêzîke û hevbeşe. Ya duyemîn jî hevpeymana Medîne ye. Ev hevpeyman û bernameya civakbûna wê demê ye”. Lê pir girînge, ji ber di wê derê de gelek nirxên exlaqî û polîtîk ji bo civak û gelan heye. Lewma mirov dikare di wî milî de di modernîteya demoqratîk de îslamiyetê derxe pêş. Dîsa ayetek heye dibêje “heqê mezlûman nexwin” mezlûm kesên mexdûrin, her wiha “dema cîranê te birçî be tu têrbî, tu ne misilman û ne ji meyî”. Lewma di warê civakî û exlaq de mirov dikare vana derxe pêş. Bi taybet di mezhebên mîna yarasan û elewî çandeke jin di nava wan de tê berdewam kirin heye. Aliyê ku wê jineolojî di îslamiyetê de red bike îslama siyasî û desthilatî ye. Lê milê wê yê exlaqî, civakî û çanda îslamê ku bi dewletê re nebûye yek, lêkolîn bike. Pêwîste herdem bi îslama sunî ya desthilat re têkoşîn were kirin û red kirin. Niha li Rojhilata navîn, erebîstan û misir zewaca sîxe heye. Ev jî pir xerabe. Ji ber çawa dibe ku civakeke îslamî were vê astê. Lê bi rastî roja îro îslama dewletê li ser jin roleke pir xerab dilîze. Ev yek resmîkirina fuhuşê ye. Bi destê ol, dewlet û zilam ve fuhuş bi awayekî resmî tê kirin. Zewaca sîxe, zewaca ji bo çend saat, an rojek an heftiyek û yan jî çed mehane. Zilamek ji bo karekî biçe welatekî an jî bajarekî, li wê derê bixwazibe bi kîjan jinê re têkilî deyne perê wê dide, bi awayekî resmî belge çêdike û ji bo dema ku dixwaze dike jine xwe. Ev yek jin perçe kiriye û kiriye amûrekî seksê. Dîsa mirovên ku diçin hecê ji bo îbadeteke mezin bikin jî gelek zilam dema li wirin zewaca sîxe pêk tînin. Ji ber ku belgeya wê heye tu kes nikare bibêje ev fuhuşe. Lê ger ne wisa be di rastiyê de navê wê zîna ye. Lê ji bo wisa nebe jê re rûpoş (perde)çêkirine. Lewma ne mumkine ku jin vê yekê qebûl bikin. Lewra  jineolojî alternatîfan pêşdixe, têkoşîn dike.  Îdeolojîk red kirin heye, lê pê re têkoşîn kirin lazime. Ji ber roja îro îslama siyasî pir zêde jin fetisandine. Îslama ku bi desthilatdariyê re bûye yek û ji cewhera xwe şemitiye ji mûsewîtiyê xirabtir kir. Ji Waneyên Jînelojî ya Arjîn Dersîm a Akademiya Şehîd Berîtan De Hatiye Berhev Kirin  Wê Bidome….