Jinên Hezret Di vê başê de emê di her sê olên yekxwedayî yên Mûsewî, Îsewî û Misilmantiyê de nêzîkatiyên li hember jin û asta jin bigirin dest. Me berê jî dabû diyarkirin ku şkandina cins a yekemîn di qatmana 3’yemîn bi Tiyamat û Mardok re pêkhatiye. Şkandina 2’emîn jî di olên yekxwedayî de pêkhatiye. Bi taybet jî di ola Mûsewîtî (ola Yehûdîtî-Tewrat) de çêbûye. Olên Îsewî û Misilmantî jî wî temam dikin. Lewma Mûsewîtî olekî wisa ye ku pêwîste mirov bi kûranî lêkolîn bike ye. Ji ber olê ku herî zêde jin ji civakê dûrxistiye, ew li derve hiştiye, pir tiştên xirab ji bo jin gotiye û heya bingehê zihniyeteke pir şaş jî di derheqê jin de daye avakirine. Hevjîna Hz. Îbrahîm Sara ye. Ji ber ku ji wan re zarokên kur çênabin, bi cariyeya xwe ya bi navê Hacer re dizewice. Hinek kes dibêjin ku Hacer ji civakeke dine û bi eslê xwe Êzîdiye, lê di wê demê de ji ber ku pergala cariyetî û kolegirtinan heye, ew jî li gel Îbrahîm weke cariye dixebite. Sara jî ji beşa civakê ya arîstoqrat û burjuwaziyê ye. Ji ber ku Îbrahîm li hember Nemrûd serî radike, mecbûr dimîne ku koç bike û biçe Misrê. Dema digihêje wir jî, her du jinên xwe weke ku xuşkên wî ne dide nasîn. Sedemê wê jî ewe ku dixwaze di riya xweşikbûn û bedewbûna jinên xwe de di koşka Misrê de cih bigire. Ji ber ger bêje jinên minin dibe ku cih nedin, lê bibêje xuşkin û ji ber ku wê demê mentiqê serdest tîcarete dibe ku bi riya jinan cih bidin wan. Bi vî awayî bi fêlbazî û hesabwarî nêzîkatiyekê pêş dixe. Piştî wê ji Hacer re kurek çêdibe heman demê ji Sara re jî kurek çêdibe. Kurê Hacer Îsmaîle, yê Sara jî Îshaqe. Heya niha jî Yahûdî kokên xwe dispêrin Îshaq, ji ber ku dayika wî Sara ji beşeke civakê ya jorîn tê. Ola sune jî li ser navê Îsmaîl pêşdikeve, ji ber ku ew kurê Hacere û ne ji beşa aristoqrat. Filistînî jî kokên xwe dispêrin Îsmaîl. Piştî ku Îbrahîm û malbata xwe demeke dirêj li koşkên Misrê dimînin, derbasî Kenan (Îsaraîla îro) dibin. Êdî di pêvajoya Mûsa de zihniyeta dagirker û desthilatdar bi temamî zelal dibe û tê rûnişkandin. Ji xwe beriya wî bi zihniyetekê ve pir tiştên ku çanda jinê ne û yên civaka xwezayî ne hatine reşkirin û berovajîkirin. Mûsa jî li ser vê zihniyetê zihniyeta xwe jî zêde dike û temam dike. Di mîtolojiyê de jî tê gotin ku şkandina duyemîn di navbera Mûsa û xuşka wî Mariyam de ye. Vê şkandinê jî bi vî awayî îfade dikin. Tê gotin ku Mariyam jineke pir bi hêze, zekiye, pêşdîtinên wê zêde ne, bi çanda xwedawendîtiyê ve girêdayî ye û dixwaze baweriya berê temsîl bike. Li hember wê jî Mûsa ola ku aniye ango Mûsewîtiyê li ser wê ferz dike. Heman demê dibêjin ku herî zêde şerê wan li ser mîrasê ye. Ji ber dema ku di parvekirina mîrasê de jin hesab nakin û para xwe jê nagirin, Mariyam jî daxwaza mîrasê dike. Esas ev gotin şêweyeke, ji ber di bingeh de tê gotin ku yê xwestiye xwe weke pêxember bide îlan kirin Mariyame. Dîtinên wê û lêpirsînên wê hene lewma weke jinekê dixwaze di civakê de derkeve pêş. Lê belê Mûsa vê armanca wê ferq dike û fam dike, ji bo ku çavê wê bitirsîne û wê ji vê hewildanê paşde bikşîne wê tehdît dike û jê re dibêje ku Xweda bang li te dike. Dema ku Mariyam diçe odeyekê gel Xweda, êdî li wir kî heye û bi kê re axiviye ne diyare û dîrok jî bi ti awayî vê bûyerê venake. Lê dibêjin dema ku ji wir derdikeve rengê wê zer bûye, pir tirsiya ye, dev ji hemû nerînên xwe berdaye û olê Mûsa qebûl kiriye. Mirov dikare bibêje ku esas dema ew şandine gel Xweda, dibe ku bi şêwazekî ew tirsandibin jê re gotibin ku jinek nabe pêxember. Lê esas pêxembertî wê ji bo Mariyam be, feqet Mûsa ji destê wê girtiye û bi vî awayî şkandina 2’emîn pêk hatiye. Pêve girêdayî, ayet tên nivîsandin. Di dînê Mûsewîtî de heqareta herî mezin ku mirov li hevdu bikin ewe ku ji hev re dibêjin, “weke jin tirsonek be û weke jin êş bikşîne”. Bi vî rengî esas heqareta herî mezin li jin dikin. Êdî tiştên ku berê di civakê de û ji bo jin pîroz bûn, ol wana bi temamî lanet dike. Bi taybet jî nirxên jin tên lanet kirin. Vê jî bi riya ol di civakê de belav dikin. Erê heya beriya wê demê gelek tiştên xirab di derbarê jin de hatine gotin lê ev bi riya ol belavkirin hîn zêdetir bi bandore. Ji ber dema ji civakeke ku bi xweda û ol ve bawerdikin re dibêjin ayet hatiye û van tiştan dibêje, civak jî van ayetan qebûl dike û pêk tîne. Beriya wê çanda xwedawend Astarta (xwedawenda zayînê, sembûla wê stêrka venûs, hîlal û mare) di nav civakê de derbasdar bû. Lê ev hemû tên qedexe kirin, tapnakên wê ji holê tên rakirin û pêşiya çanda ku berdewamiya xwe di nava civakê de pêk tîne digirin. Heta astarta bi zimanê wan êdî bi navê Şeytan tê bi nav kirin, destgirtin û lanet kirin. Dibêjin, kî navê wê bi lêv bike mîna ku tiştek pir xerab gotiye û lanete didin nîşandan. Li ser nefsa tenek a jinan û ji bo îsbat kirina lawaziya wan çîrokeke wan heye. Dibêjin Hz.Yûsif (kurê Hz.Yaqûb) yekî pir zêde xweşike. Kesên serwer jî radibin tevahî jinan kom dikin, petat û kêrên tûj didin destên wan. Piştî wê ji Yûsif re dibêjin ka carek du caran di navbera wan de here û were. Dema ku Yûsif diçe, dibînin ku çavên tevahî jinan li ser Yûsif dimîne û li ser karê xwe hakimiyet avanakin, lewma li şûna petatan dest û tiliyên xwe birîn dikin û jê dikin. Bi vê yekê re didin îsbatkirin ku jin li ser xwe ne hakîmin û bi ayetên ku di Tewratê de hatine jî vê bi tememî dipeyitînin. Dibêjin Tewrat jî gotiye jin li ser nefsa xwe ne hakîme, zilamek pir rehet dikare wê di warê cinsî de bixapîne û ji rê derbixe, mînaka wê jî bûyera Yûsife. Lewma zilaman şîret dikin û dibêjin, dema ku jinek zilamekî dibîne nikare li ser xwe hakîm be, ji ber wê pêwîste zilam xwe ji wan biparêze. Vê zihniyetê jî bi awayekî xurt di hiş û binehişê zilam de didin rûnişkandin. Ji bilî Mariyam Gelek jinên ku li hember vê çandê derketine û têkoşîn kirine jî hene. Bi taybet jî 4 jinên ku xwestine xwe weke pêxember îlan bikin hene, lê ji ber ku desthilatdarî pir zêde bûye û kûr bûye pêşiya wan hemûyan jî hatiye girtin. Di quranê de behsa çendekan tê kirin. Ji wan a yekemîn Ester e, ya duyemîn Hûlda, ya sêyemîn Noadya û ya çaremîn jî Debbora ye. Lê ji ber ku ola Mûsewîtî bi temamî ola desthilatê ye û cihê jin tê de tune ye, lewma bi ti awayî behsa van jinan nayê kirin. Heman demê ji ber ku dara hejîrê di civaka xwezayî de pîroz hatiye dîtin û jin li bin wê lêhûrbûn kiriye, di Mûsewîtiyê de wateyek din lê tê bar kirin û tê qedexe kirin. Lewma darên hejîran bi temamî ji holê rakirine û weke nifirekê bi gotina, “înşeleh di ocaxa te de dara hejîrê şîn bibe” di nava civakê de belav dibe û weke dara ku xirabiyê belav dike tê dest giritn. Bi vî rengî bi reşkirina jinan re tevahî sembolên wê û pîroziyên wê jî tên reşkirin. Bi vî rengî şkandina jin ya 2’emîn temam dibe. Kêm be jî berhemên jin ên ku mabûn, ol wana bi temamî ji holê radike û weke eyb, guneh û lanet digire dest. Mirov dikare bibêje ku bi temamî bandora jin ji holê radibe. Pêwîste neyê ji bîr kirin ku di nava tevahî olan de yê ku herî zêde di derheqê jin de tiştên xirab kiriye û bingeha wê avêtiye Tewrate. Ev di karekterê Mûsa, Dawûd û Suleyman de heye. Cardin çanda gelek jin anîn di dema wan de pêş dikeve heman demê pergala cariyetiyê jî. Ji bilî zewaca jinan weke cariye li kêleka xwe digirin. Tê gotin ku 999 jin û cariyeyên Suleyman hebûne. Jin di wê demê de bi temamî dibe amûrekî di destê zilam de. Koletiya îradî û ruhî zêdetir tê ferz kirin. Jin êdî di çarçoveya malê de tevdigere. Qada siyaset û polîtîka jê re tê qedexekirin. Tehekuma zilam li ser jin tê rewakirin. Ji ber vê behsa qiralîçe Vaştî dikin. Ji ber wê demê pergala qiraliyet avabûye qiral di pêş de ye jin jî tenê weke sembol bi navê qiralîçe li kêleka qiral derdikeve. Ew bê îrade ne lê tenê weke sembol mecbûre derkeve. Qiralîçe Vaştî jî jineke pir bi hêze û van kiryaran qebûl nake. Dibêje madem ku fikir û nerînên min di rêvebirina vî welatî de tune ne û ne derbasdarin çima ezê weke çenteyekî û sembolekê li kêleka qiral derkevim rê û resm û merasîman. Lewma dernakeve, ji ber van redkirinên wê tevî ku qiralîçeye jî lê tevahî raye û selahiyetên wê ji dest digirin, statuya wê ya qiralîçebûnê radikin û wê tînin asta kole kirinê. Di vê demê de nîfaq pir zêde di nava jinan de pêşdikevin, bi mejî û destê zilam hesûdî di nava jin de pêşdikeve. Ji ber ku zilam hineka diecibînin, digirin gel xwe û hinekan jî li derve dihêlin. Bi vî rengî jinan tînin beramberî hev. Ji ber ku êdî pîvan zilame û her tişt di destê wî de ye, lewma dema ku jinek bixwaze xwe bi hêz jî bike mecbûre biçe gel zilam. Ji ber vê jî bi awayekî ne normal nîfaq di navbera jin de çêdibin. Mînaka wê jî Şehrezad e. Şehrezad di civaka Persan (Îran) de derdikeve. Bi çîrokên hezar û yek şevî tê nasîn. Tê gotin ji bo ku Şehrezad bi tena xwe temenê xwe bi qiral re derbas bike, ji ber ku qiral her carê jinekê tîne lê ji bo ku neyne, Şehrezad her jêre çîrok dibêje, dirêj dike û dawî li çîroka xwe nayne. Her carê dibêje ezê sibe berdewam bikim, bi vî awayî hezar û yek şevî li gel qiral dimîne. Bi zanebûn jî çîrokên wisa dibêje ku piraniya wan li ser qiralên ku diçin şer û jinên wan ku li pey wan bi dizî ew xapandine û çûne gel zilamekî din in. Her ku qiral li van çîrokan guhdar dike jinên ku berê bi wan re maye tîne bîra xwe û yek bi yek wana dikuje. Bi vî rengî bi eql û gotinên jina ku tenê ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, zilam gelek jinan dikuje. Lewma tevî ku hezar û yek şevê li gel qiral dimîne jî lê piştî ku çîrokên wê bi dawî dibin rastiya wê jî derdikeve û qiral wê jî dihêle. Lê ev bûyer bi awayekî ne normal xirabiyê dixe navbera jinan. Ji ber piştî wê êdî di serayan de di navbera jinên qiral de ji bo ku diyar bikin wê kî bibe qiralîçeya sereke gelek lîstok tên zivirandin û komplo pêş dikevin. Ji bo ku jinek lingê jineke din bişemitîne, bi xwe were ser îqtîdarê û xwe bi zilam bide qebûlkirin komloyan dike. Bingeha bi zilam re ketina nava itîfaq û li hevkirinên qirêj di wê demê de pêş dikeve. Olên din jî berdewam û temam dikin. Ji ber mînak piştî wê di koşkên Osmaniyan de êdî ji bo desthilatê bira birayê xwe dikuje. Lê yê ku vî fikirî dide jî dayike, ji ber her yek ji wan jinan dixwaze kurê wê were ser hukmê. Tişta ku Şehrezad jî pêş dixe ev yeke. Jin bi destê zilam cinsê xwe dide kuştin, lê tenê di oxira ku xwe bi zilam bide ecibandin e. Cardin yek ji tiştên ku herî xirab ji bo jin pêşxistine, recimkirina jine. Ji ber bi çavê ku dibe jin her kêlî xirabî bike, di riya ayetên ku tînin de, dibêjin ger ku jineke zewicî bê agahiya zilamê xwe biçe gel zilamekî din têkilî deyne an jî li gel were dîtin, pêwîste wê demê cezaya herî giran ji jin re were dayîn û di meydanekê de bi awayekî zindî keviran bavêjin û bikujin. Dibêjin esas Mûsa vê fermanê ji ber ku an ew an jî hevalekî wî çûye bi jineke zewicî re zîna kiriye, ev jî tê dîtin û belav dibe ji ber wê Mûsa hinekî mecbûr jî maye hevalê xwe biparêze. Ji ber ku zilame û wî ceza neke, her wiha da ku tişteke bi vî rengî careke din di nava civakê de pêş nekeve û çavê wan bitirsîne vî cezayî ji bo jinan dide. Piştî wê pir bi xerabî tê pêk anîn. Dibe ku Îsa bi armanceke pir xirab nekiribe lê di demên pey re pir berovajî dibe. Lê ji ber sûcdarkirina jin, mirov dibîne ku pir zêde çavê civakê nehatiye tirsandin, ji ber ên ku di vê rewşê de herî zêde êş kişandine û dikşînin tenê jinin. Ji ber ev recim derbasî olên li pey xwe re jî bûye û heya îro hatiye. Lewma kokê şkandina cins a duyemîn pir kûre. Rsate şkandina yekemîn jî hem di warê îdeolojî hem jî madî de gelek nirxên jin ji dest wê girtin, lê hîn jî berxwedaniya jin hebû. Ger şkandine duyemîn çênebûba dibe ku careke din jin di wê pêvajoyê de hêza xwe vegerandiba û bizivirîba ser çanda xwe. Lê ol bi temamî pêşî girt, neyar û munafiq ketin navbera jinan, jin yekîtiya xwe wenda kir û kiryarên cuda di nav wan de pêşket. Lewma dînê Mûsa ev zihniyet bi sazî kir. Mûsa di şexsê xuşka xwe de di riya tirsandina bi Xweda tevahî jin û civak şkand. Heya niha jî zilamên Îsraîlî dema sibehê radibin duaya yekemîn ku dikin ewe ku dibêje, “ ey xweda şukir ji te re ku em zilam hatine dinyayê weke jin nehatine dinyayê” ev jî duaya wan a herî baş ji bo jine. Ev bi xwezayî zihniyetekê di civakê de avadike û jin lawaz dibîne. Wê Bidome….
Waneya Jineolojî - Qatmana 8’emîn-2
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 159


