Qatmana 4’emîn Lîlît Lîlît (xwedawend û jina ku ji xweda û Adem re serî netewandiye, jina berxwedêr, îsyankar, jina ayidê xwe, tu astengiyan nas nake û xweser jiyan dike ye). Sembola wê, laşê wê nêvî di nav agir de ye û marek pêve daliqandiye. Li gorî mîtolojiyê Lîlît ji beriya Havva ve heye. Niha di olên yekxwedayî de dayik û bavê tevahî zindiyan, Havva û Adem in. Di hinek mîtolojiyên cuda de navê Lîlît cuda cuda tê destgirtin. Mîtolojiya wê jî bi vî rengî ye. Tê gotin ku destpêkê Lîlît heye, Adem jî dixwaze wê bigire bin hakimiyeta xwe û pê re bizewice. Lîlît jî serî tewandinê qebûl nake, serî radike û dibêje ez te û pergala te qebûl nakim. Ji ber vê yeke xweda Lîlît ji bihuştê diqewitîne. Piştre jî Havva çêdike û datîne gel Adem. Hinek mîtolojî jî dibêjin yê ku Lîlît ji rê derxistiye û nehiştiye serî ji Adem re bitewîne şeytan e. Lewma Lîlît dişibînin şeytan. Ji ber dibêjin ên ku xweda û Adem qebûl nekin encex şeytan bin, lewma Lîlît jî şeytan e. Di hinek mîtolojiyan de jî tê gotin ku esas, yê ku Havva teşwîqî sêv xwarinê kiriye na, yê ku Lîlît teşwîqî serîrakirinê kiriye, mare. Ji bo wê piştî vê itîfaq û têkiliya jin û mar tê xirakirin. Lê di esas de jî jineke navê xwe Lîlît jiyan kiriye an nekiriye, bûyereke wisa hatiye jiyan kirin an nehatiye jiyankirin zêdetir, tiştê ku mirov ji vê qatmanê famdike eve ku her çendî di şexsê Tîamat de şikandina îdeolojîk hatibe jiyan kirin jî, lê jinên berxwedêr ên ku pergala dagirker qebûl nekirine, di xweseriya xwe de israr kirine û di jiyana civaka xwezayî de israr kirine hîn hene. Lê cezakirina van jinan jî pir giran hatiye pêkanîn. An jî mirov dikare vê bibîne, çima dagirkerî ewqasî zêde Lîlît reş dike? Esas ji ber ku jineke xwedî hêze, pergala wan qebûl nekiriye û xwedî asteke têkoşînê ye. Lewma ji bo wê ji riya xwe derxin ev hişmendi avakirine, heya ku ew bi şeytan re kirine yek û lanet kirine. Ev jî tê wateya ku, ger jin li zilam guhdar neke, ger pergala ku zilam avakiriye lêpirsîn bike, di xwebûnê de israr bike, di pîvanên xwe dayina jiyankirin de israr bike, di azadiya xwe de israr bike û pey bikeve, wê bên ceza kirin. Ew jin jî an hatine şewitandin, an bûne efsûnger, an bûne şeytan û yan jî bûne cin. Di hinek zimanan de wateya navê Lîlît Hewa(ba) ye an jî nefese. Bi kurtasî mirov di şexsê Lîlît de dibîne ku jinên pergala baviksalar qebûl nekirine, çawa hatine destgirtin. Ev reşkirina Lîlît heya roja me ya îro hatiye. Di her civakekê de bi navê cuda û bûyerên cuda ve hatiye pênase kirin. Mînak; di civaka me ya Kurd de pir zêde navê Lîlît nayê zanîn. Lê ew di bûyeran de pênase kirine. Mînak hinek herêm dibêjin ELKA ŞEVÊ (Elk tê wateya perî û cin). Tê gotin pêwîste jinên ku li ber zayinê ne, an jî nû zarok tînin tenê nemînin û tu carî jî wê tenê nahêlin. Ji ber dibêjin ku ELKEK heye, tê kezeba zarokan derdixe û dibe. An jî dibêjin ger jina ducanî wê ELKÊ bibîne, ditirse û hinavên wê diqetin. Lê di rastiyê de esas jinên ku di kêliyên zayinê de wefat kirine, piranî kanama derbas kirine û wefat kirine. Lê ji ber ku nezaniyek heye lewma dibêjin ELK dîtiye, ji ber wê hinavên wê qetiyane û miriye. Di çanda Azeriyên li milê Îranê de jî jêre Lamya an jî Elbiz û Elkiz dibêjin. Di hinek herêman de jî navê belkiz lê dikin. Li Amedê jêre Pîrab( wate ya ku ji avê tê) an jî Pîrebok tê gotin. Hinek cih jê re dibêjin pîra sihir. Li Serhedê jî dibêjin bi şev tê li hespan meyze dike wana paqij dike, pora wan dihûne, lê bi roj qet xuya nake û xwe nîşanî mirovan nade, feqet her dem di nava jiyanê de ye. Di hinek herêman de, dema hevîr bi bereket be, dibêjin destê pîra sihir tê de ye. Yanî ger destê wê tê de be, ew hevîr xelas nabe û bereketa wî nanî xelas nabe. Ev jî di bingeh de baweriyên civaka xwezayî ne. Ji ber van baweriyan, dema ku zarok jî ji dayik dibe, bi dergûşa wî ve derziyên ku tên xilqandin û çavşînkan pêvedikin. Sedemê wê jî dibêjin dema ku Elk were, ger ew derzî temasî laşê wê bike tu dikarî zeft bikî, ji ber ew di cihê xwe de hişk dibe. lê ger mirov dakeve cewherê wê û pênase bike, destpêkê pêwîste mirov bibêje esas hesin çiye û çi îfade dike? Hesin berhemekî şaristaniyê ye, lê di civaka xwezayî de hesin tune ye, madenên wan tenê zêr û zîv bûye. Ji ber ku ew Elk jî yên civaka xwezayî ne, çeka ku li beramberî wan were şuxulandin jî hesine. Her çiqasî di mîtolojiyê de xwestibin Lîlît reş bikin jî, lê ji binî de nikarin reş bikin. Mesela civakên niha piranî ji mirovên pir zîrek, di cihê xwe de nasekine, jîr, kêrhatî û jêhatî re dibêjin weke cinane. Lewma tê dîtin ku ew dixwazin bi navan reş bikin lê di watê û bikaranînê de pênaseya wê ya rast didin. Cardin di baweriya Kurdan de ji bo cinan dibêjin, ên ji me çêtir. Ev jî dide diyar kirin ku hîn jî ji cinan bawerkirin heye. Cin jî kî ne? Cin çanda civaka xwezayî ne, ew dayikên wê demê ne , xwedawendin û Lîlît in. Lê ewqasî heqaret li wan hatiye kirin, hatine kuştin û gelek xirabî li wan kirine. Lê civaka me ev zulm hîn jî qebûl nekiriye, lewma dibêjin ên ji me çêtir. Ji ber vê her çendî weke mîtolojî bûyera Lîlît hebe an nebe jî, lê di encama mîtolojiya ku hatiye belav kirin de em dikarin gelek tiştên rast jê derbixin. Ji ber ku tiştên bi jiyana me ve girêdayîne û bawerî pê tê anîn. Di encam de jinên ku serî netewandine, yên ku azadî xwestine û pey ketine hene, hebûne, niha jî hene û her dem ew jin di çavên pergalê de xeter hatine dîtin. Lewma weke şeytan û tiştên xirab hatiye pênase kirin û dest girtin. Heya niha jî dixwazin di şexsê wan jinan de berxwedaniya tevahî jinan tune bikin, lê tune nabe. Bi vî awayî ew mîtolojî di nava civakê de hem erênî hem jî neyinî belav bûye. Yên ku hiştine erênî belav bibe rastiya wan jinên berxwedêr bi xwe ye, yên ku xirab û neyinî jî belav kirine şaristanî û dagirkeriye. Ji ber ger di rastiyê de tiştek wisa tunebûya, wê demê wê çima evqas sal di mejiyê civakê de cih bigirta? An jî ger kesayetên mîna Lîlît û jinên berxwedêr nebûna, wê çima di dirêjahiya 5 hezar salan de civak ji wan bawer kiriba? An jî wê çima şaristanî heya niha ewqasî pêwîstî bibîne ku Lîlît qirêj bike û xirab bide nîşan dan. Qatmana 5’emîn HAVVA Ev jî berdewamiya mîtolojiya Lîlît e. Piştî ku Lîlît serî ji Adem re natewîne û jintiyê jê re nake, xweda jî ji Adem re Havva dişîne. Havva jî jina ku hîn bêtir rajêrî dike, serê xwe ji zilam re ditewîne ye. Ji ber ku Adem ji Xweda re dibêje, “ez bi tena xwe me, sebra min nayê, Lîlît jî ez qebûl nekirime”, Xweda jî dibêje, “ez ji te re Havva dişînim”. Dema ku Havva jî dişîne, Xweda ji wan re dibêje di bihuştê de darek sêvê heye, bi ti awayî pêwîste hûn jê nexwin. Piştre mar tê Havva teşwîqî xwarina sêvê dike, Havva jî Adem teşwîq dike, dibêje em bixwin tiştek nabe. Bi vî rengî her du bi hev re sêv dixwin, êdî çavên wan vedibin, fam dikin ku însan in û tazî ne. Ji ber vê yekê Xweda wana ji bihuştê diqewitîne û nifiran li wan dike. Tê gotin ku piştî vê mîtolojiyê, Xweda Adem, Havva û mar jî ceza kiriye. Di şexsê wan de jî civak ceza kiriye. Di şexsê Havva de esas jin û tevahî kesên ku parastina jin dikin tên ceza kirin. Xweda nifir dike û dibêje, “ heya ku neslê te hebe, wê herdem di dema zarok anînê de êş bikşînin. Ya duyemîn dibêje zilamê te çiqasî heqaretê li te bike, li te bide, te tecawiz bike û gotinên giran jî bi kar bîne pêwîste tu herdem arzû bikî ku biçî gel wî û xwe muhtacî wî bikî” bi kurtasî di şexsê Hewa de tevahî heqeretên li ser jin di tevahî olan de hatiye rewa kirin. Nifirên ji bo mar jî, tê gotin ku berê lingê mar hebûye, Xweda jî dibêje ji ber ku te Havva teşwîqî xwarina sêvê kiriye, ezê jî lingên te qut bikim, tuyê her dem li ser zikê xwe bixişikî û nikaribî ser lingan bisekinî. Her wiha dibêje ezê di navbera te û jin de dijminatiyeke wisa ava bikim ku careke din tu û jin nebin dostên hev. Ji bo Adem jî gotiye “ nan bibe kevir û bikeve devê şêr, pêwîste tu jî her dem ked bidî ku wî nanê xwe ji devê şêr derbixî” bi vî rengî di şexsê Adem de ev ceza ji bo tevahî zilaman hatiye dayin. Di bûyerê de, esas sêv sembola zanistî û civaka xwezayî ye, lewma dema ku dixwin ferq dikin ku însan in. Erê Havva weke jineke pasîf ku serê xwe ji zilam re daniye tê nîşandan, lê di mîtolojiyê de mirov dibîne ku esas Havva ew jina ku di navberê de maye. Wate, hem hinekî di bin bandora zilam de maye, ji milekî ve jî hîn di bin bandora civaka xwezayî de ye û dixwaze biçe wir. Lewma ew sêv xwarin tê wateya şopandina zanista dayikan. Adem jî mirovekî di navberê de ye. Ji milekî ve weke zilam ji desthilatdariyê bandor bûye û ditirse, lê ji milekî ve jî di riya Havva de sêv xwarin şopandina wî ya civaka xwezayî nîşan dide. Ji ber vê şopandinê ew jî tê cezakirin. Lewma piştî wê bi mîtolojiya Şahmaran (marê ku nîv jine) ve têkiliya jin û mar xerab bûye. Di mîtolojiyê de tê gotin ku Şahmaran pir xweşike û bi civata xwe re cihê wan li çiyayekî ye. Rojekê du xort ji bo komkirina hingiv diçin wî çiyayî, wê demê lingên yekî dişemite û dikeve cihê Şahmaran. Ew jî wî xortî li gel xwe digirin, piştî demekê Şahmaran jê re dibêje, “te cihê me dîtiye, lê em tu carî xwe nîşanî mirovan nadin, ji ber ku te em dîtine pêwîste tu soz bidî ku tu cihê me eşkere nekî”, ew jî soz dide. Piştî wê biryar dide ku wî berde, lê mar hemû kom dibin û dibêjin em wî bikujin ji ber ku însan e, carekê îxanet li me kir wê careke din jî bike. Şahmaran jî dibêje na, wî soz daye ku îxanet neke û wî berdidin. Di dema ku ew xort wenda dibe jî her kes lê digere, piştî dîtinê jî ji ber guhertina di laşê wî de ferq dikin ku li gel Şahmaran maye. Piştre wî digirin û êşkencê lê dikin da ku cihê Şahmaran bibêje, ew jî nabêje. Dema ku Şahmaran dibihîze bi xwe diçe ji bo ku wî nekujin. Ji wan re jî dibêje ez hatime, min bikujin. Di bedena Şahmaran de(jehr di dûvik de ye, mejî di serî de ye). Ew jî dizane ku ew dixwazin zanista wê bigirin. Lewma dibêje ger hûn dixwazin eqlê min û zanista min bigirin, ji dûvê min bixwin. Eger hûn dixwazin dijminê xwe bikujin bila serê min bixwe. Lê bi vî awayî ew berovajî dibêje û wan dixapîne. Dema dikujin jî serî didin wî xortî, ji ber ku dixwazin bi jehrê bimire lê berovajî zanistê qezenc dike. Padîşah jî dûvikê dixwe û dimire. Lê beriya ku Şahmaran biçe gel mirovan, ji maran re dibêje heft rojan li hêviya min bimînin, di roja heşta de ger nehatim îsyan bikin. Vê jî ji ber ku dizane hefte tenê 7 roje û roja heşta nîne, ji bo ku mar zerar nedin mirovan vê dibêje. Mar jî her dem li benda roja heştanin ku biçin îsyanê. Niha jî hinek civak bawer dikin û dibêjin ger mar bizanibin ku însanan Şahmaran kuştiye û roja heşta jî tune ye wê yekser şiyar bibin û careke din tola xwe ji însanan hildin. Heman demê ew civak marên reş nakujin, ji ber dibêjin ger bikujin wê xirabiyeke were serê wan. Cardin wêneyên Şahmaran bi mala xwe vedikin dibêjin ew melyaket e. Lewma bi vê ve navbera mar û jin xerab dibe. Ji ber heya wê qatmanê mar ti carî zerar nedaye mirovan. Ji Waneyên Jînelojî Yên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayin Berhevbûye Wê Bidome….
Waneya Jineolojî
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 159


