Qatmana 6’emîn Mînaka wê Athena (xwedawenda parastinê) ye. Athena xwedawenda Grek-Yûnan e û li wir derketiye. Navê paytexta Yewnanistan Atina jî ji wê xwedawendê tê. Di destpêka bajar de jî weke sembol Athena çêkirine û danîne di destekî wê de mertal di destekî de jî rim heye. Di vê qatmanê de mirov dibîne ku li milekî xwedawendên berê yên di nava berxwedan û têkoşînê de hene, li milekî jî jinên ku serî ji zilam re tewandine, li gor zilam tevdigerin, bi aqil û îradeya zilam hatine avakirin hene. Bi vê yekê ve jî êdî di nav jinan de perçebûn pêş ketiye. Hem jinên ku li ser şopa Lîlît dimeşin hene, jinên weke hewa ku serî tewandine jî hene, heman demê ji vê jî zêdetir zilam bi van jî qayil nebûye û jinên ku yekser bi xwe şekil dayiyê û li gorî xwestek û pîvanên xwe çêkiriye hene. Athena ne mîna xwedawendên din e. Her çiqasî xwedawenda parastinê be jî, lê jineke sare, mate, zenûne û ji ber ku xisletên zilam temsîl dike bi giştî di aliyê zindîbûnê de lawaz e. Hîn zêdetir şekil li pêş e. Li Yewnanistanê wê demê panteona xweda û xwedawendan heye û bajarê ku mirov tê de jiyan dike heye. Panteon mîna meclisekê ye, xweda û xwedawend li wir li hev kom dibin. Wan cihê xweşik ji xwe re girtine. Mirov jî di nava herî û şerpezê de jiyan dikin. Niha jî li Yewnanistanê çiyayê Olympus cihê xweda heye. Atîna jî jêra wî çiyayî ye ku niha bûye bajar. Li gorî mîtolojiyê, agirê ku îcadekî mirovahiyê ye xweda ji mirovan digirin û dikin ayidê xweda. Di vir de mîtolojiya Prometheus jî derdikeve. Tê gotin ku Prometheus ji neslê Tîtanan tê, nîv xwedaye û nîv mirov e. Milê dayik mirov e, yê bav jî xweda ye. Li hember zulma li ser mirovan, Prometheus li ser navê wan radibe, agir ji Zeus(mezinê xwedayan) digire û careke din dike ayidê mirovatiyê. Ji ber vî karê xwe bi awayekî tund tê ceza kirin. Dest û lingên wî zincîr dikin, li çiyayê Kaf bi darekê ve girêdidin, her roj 2 teyrên baz tên ji kezeba wî dixwin lê her dem jî kezeba wî xwe nû dike. Rêber Apo jî pir li ser vê mîtolojiyê lêkolîn kir û ji bo hevalên xort Prometheus weke mînak da nîşan dan. Bi xwe jî dema ku komplo pêk hat, ji ber ên ku Rêber Apo şandin Îmralî Yewnanîstan bû ji bo wê Rêber Apo jî ew mîtolojî dûbare bi bîrxist û got, “nêzîkatiya ji Prometheus re di şexsê min de dubare bû. Çawa ku Prometheus xwest agir ji xwedayan bidize û bike ayidê mirovahiyê û li hember zulma Zeus û xwedayan rabû. Ez jî li hember zulm û dagirkeriyê rabûm û min xwest azadî û ronahiyê bidim civakê, lê ez jî bi heman rengî li memlekta Prometheus bi komployane ve hatim girtin. Çawa ku Prometheus avêtin çarmixa Çiyayê Kaf, ez jî avêtim çarmîxa Îmralî. Her wiha çawa ku rojana kezeba wî xwe nû dikir, min jî li Îmraliyê rojane fikirê xwe nû kir. Ev jî tê wateya ku kîjan dem dibe bila bibe dema ku mirovek bixwazibe li hember pergalê serî rake, wê ceza û bedelê wê jî pir giran be”. Tê gotin ku dema Prometheus dadgeh dikin, jê re dibêjin te çima wisa kir? Ew jî dibêje, “min bi zanebûn kir, her wiha min dizanî ku dema ez bikim jî ez bi tundî werim ceza kirin, lê ji bo ku çavê mirovahiyê vebe pêwîste bedelek jî were dayîn. Ger ew bedel ji bo azadî be ez amademe bi vê êşê re jiyan bikim lê teslîm nebim”. Lewma dibêjin ku esas tişa ku Zeus aciz dike ewe ku asta zanista Prometheus ku ji ya wî zêdetire. Prometheus bi zanista xwe, gotinên xwe, şîroveyên xwe ve Zeus bi bin dixe. Ji ber wê Zeus naxwaze mirovahî ronahiyê bibîne û dibêje bila di tarîtiyê de bin û nezan bin. Israra Prometheus û xwe fedakirina wî jî, ji bo ku mirovan hişyar bike ye. Di wê mîtolojiyê de Athena û Pandora jî hene, ew şirîkên ku alîkariya pergala dagirker dikin. Hera jî heye, ew jî hevjîna Zeus e. Heman demê Demeter, Afrodît, Kîbele jî xwedawendên ku berê civakê ji wan bawer kirine, hîn jî hene û perestgehên wan hene. Lê esas ê diyarker ji xwedawendan zêdetir xwedane û di nav xwedayan de jî Zeuse. Rêbertî ji bo wan pênaseyên cuda dike. Dibêje, “Zeus xwedayê ku tolazî zihniyeta tecawizê temsîl dike ye”. Ji xwe Zeus ne tenê keseke, ew temsîliyeta zihniyeta wê demê ye ku êdî jin yekser tecawiz dike ye. Hem di warê fîzîkî hem jî li ser çand û nirxan êrîşekê didin kirin. Ji xwe Zeus weke tecawizkar tê nasîn. Her wiha kesayeteke komploger, fitne û fesadiyê belav dike û çi tiştê xirab hebe li derdorê wî kom bûye. Dîsa weke mezinê xwedayan tê destgirtin, ew hikm dide û ew rê diyar dike. Herdem jî di nava xweda û xwedawendan de, erê di warê berjewendî de lihevkirin çêkiriye, lê esas gelacî (munafiqtî) û dubendî xistiye navbera wan, bi taybet jî yê xwedawendan. Mînak tê gotin ku Athena keça wî ye, ji mejiyê xwe afirandiye û çêkiriye, yanî her dem xwestiye ku jinên li gorî aqilê wî û li gorî wî teşe bigirin hebe, weke wî nebe jî qebûl nake. Wî jin beş beş kiriye. Beşa yekemên mîna Athena ne, Ji ber ku Athena ji mejiyê xwe derxistiye, bi her tiştê wê ve wê qebûl dike, heman demê ji ber ku li gorî pîvanê zilame qebûl dike. Beşa din ên mîna Pandora ne, Pandora ne xwedawende tenê normal jineke, Zeus jî qutiyekê dide wê û dibêje, “ vê qutiyê veneke, ji ber ku min tevahî xirabî kom kirine û xistiye hundirê wê”. Pandora jî meraq dike bê ka çi di hundirê wê de heye, lewma vedike. Dibêjin ku dema vedike tevahî xirabî û tiştên nebaş li dinyayê belav dibin. Zeus jî vê bûyerê dike teorî û dibêje binêrin jin li ser xwe ne hakîm e, ji ber wê li ser destê jin xirabî hatiye belav kirin. Ev yek weke baweriyekê di civakê de belav dibe. Beşek din jî yên mîna Afrodît hene, Afrodît bi xweşikbûna xwe tê naskirin, lê ew naçe ser pîvanên ku zilam datîne û pê re nabe yek. Erê xweşik e û xwedawenda eşqê ye lê ji rêgezên xwe danakeve. Lewma Zeus wê reş dike û dibêje ku jina bi xweşikbûna xwe zilaman ji rê derdixe ye. Lê esas ne wisa ye, ji ber ku xweşikbûyîna Afrodît di zekaya wê de ye û afrînere, yanî ne tenê xweşikbûna bedene, fikirê wê, nerînên wê û karê ku dike xweşik û balkêşe. Beşek jî yên mîna Hera ne. Hera hevjîna Zeus e, pênaseya wê weke jina ku dedikodu dike û hesûde, tê kirin. Ji ber ku zilam fitnê çêdike, ji ber ku wê demê pîvan razîkirina zilame, di navbera jinan de şer û pevçûnên ku kî herî zêde xwe bi zilam bide ecibandin, zilam jî Zeuse. Zeus kê biecibîne wê ew di jor de cih bigire. Lewma jin dikevin pevçûnê. Hera jî dibîne ku Zeus yekî tolaze, tecawizkare û dikeve pey jinên din, lewma Hera jî li şûna ku bi zihniyeta zilam re şer bike û li hember wî bisekine, diçe ji jinan hesûd dibe, kîn digire û pitepit dike. Her daxive lê çareserî tune ye, bi kurtasî jineke pasîf û hesûd e, û tiştên bi vî rengî di şexsê wê de kom dibin. Lewma em di vê qatmanî de dibînin ku yekîtiya cins rasterast xirab dibe. Êdî zilam mudaxeleyî jin kiriye û jinên ku zilam li gorî pîvanên xwe ew çêkirine derdikevin pêş. Di sehneyê de jinên li gorî zilam hene, lê li kêleka wan jinên ku di navberê de mane yên mîna Hera hene ku dixwazin xwe bi zilam bidin qebûl kirin, lê bê hêzin,pitpit dikin, beşek jî ên ku li pey şopa Lîlît diçin ên mîna Afrodît û Demeter ku nasnameya xwe diparêzin hene. Bi giştî di wê pêvajoyê û mîtolojiyê de tişta ku tê belavkirin ewe ku xirabî bi destê jin çêbûye û jin çavkaniya xirabiyê ne. Ev zihniyet jî bi temamî di mejiyê civakê de tê rûnişkandin. Ji Waneyên Jinelojî Yên Li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayin Berhevbûye Wê Bidome….
Jina Ku Bi Aqilê Zilam Ve Hatiye Afirandin
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 173


