Qatmana Sêyemîn Di vê qatmanê de jin hêza xwe ya pêşengtî û rêvebirinê bi şkandina cinsî ya yekemîn ve wenda dike. Di aliyê dîrokî de jî ev qatman bi girîngiyeke mezin ve tê destgirtin. Ji ber ku êdî hevsengiya heyî ber bi zilamê qurnaz û nêçîrvan ve dişemite. Jin jî ku beriya wê di nava civakê de cihekî diyarker girtibû ku pîroz dihat dîtin, xwedî her tiştî bû û di nav jiyanê de bû, hêdî hêdî ji wê pozisyonê dûrdikeve. Ev ji aliyê jin de ne bi tercîh û zanebûn tê kirin. Lê ji aliyê zilam de weke tercîh û bi zanebûn êrîşî ser jinê tê kirin. Di encam de weke ku di mîtolojiya Tiyamat û Mardok de tê îfade kirin, encama ku tê derxistin, jin di warê îdeolojîk de dişkê. Tiştên ku berê ji bo jin hatibûn gotin, meyzandin û destgirtina jin, hevaltiya jin, berketa jin û tevahî nirxên erênî yên jin bi awayekî berovajî li beramberî jin tên bikaranîn û zivirandin. Di heman demê de berhemên ku jin avakirine, zilam hundurê wan vala dike, bikar tîna û dike malê xwe. Heya roja me ya îro jî vî karî berdewam dike. Hem tiştên ayidî jinê dike malê xwe, hem jî fealiyetên ku jin reş bike û xirab bide nîşandan weke zihniyeta mirovatiyê avadike û berdewam dike. Vê jî ne tenê bi gotinekê an jî bi yek kiryarê ve dike. Mînak; ew di nava stranên xwe, di olan de, di felsefê û îlim de, di aborî de û di hemû qadên jiyanê de vê pêş dixin. Wate, çi tiştê ku jin avakiriye û pêşxistiye tam berovajiyê wê, dikin amûrê ku li beramberî jinê pê êrîş bikine. Vê yekê bi vî rengî didin şuxulandin. Ji ber vê mirov dibîne ku di qatmana sêyemîn de, jin êdî hêz jî wenda kiriye. Erê berxwedanî heye lê êdî jin pir diyarker nîne û li gorî feraseta berê nayê destgirrtin. Jin ji pîrozbûnê derdikeve û êdî tê lanet kirin. Jina ku jiyan ava dikir, tê dîtin ku heya jiyan jî jê re tê qedexe kirin. Hêdî hêdî jin dikşînin qalibê civaka ku di bin desthilatdariya zilam de hatiye ava kirin. Wate, êdî jin dikeve nava qefesa zilam. Weke mîtolojî jî, şkandina zayendî ya yekemîn, bi Tiyamat û Mardok ve tê destpêkirin. Ew Dem dema şaristaniya Babîlane. Tiyamat jî xwedawenda avê û xwedawenda mezine û hîn bi bandore (Sembola Tiyamat mare, weke şahmaran jî tê teswîr kirin. Lewma di hinek civakan de dibêjin ku esas şahmaran Tiyamate). Mardok jî xwedayekî wê demê ye. Enkî jî di wê demê de heye, hinek dibêjin ku neviyê Tiyamate. Enkî ji hebûna Tiyamat pir ne rehet û acize. Esas ji hêza wê ne rehet dibe, ji ber her çendî di hinek cihan de jin hêz wenda kiribin jî, lê Tiyamat hîn bi hêz û bi bandore. Lewma Enkî jî her dixwaze bi komployekê Tiyamat bikuje. Di hindek cihan de tê gotin ku ji ber Tiyamat xwedawenda avê ye, di nav avê de jiyan dike, Enkî jî dengekî bilind û qerebalexî derxistiye, Tiyamat jî ji ber vê tevgerê wî hişyar dike û ceza dike. Enkî ji vê aciz dibe û bi acizbûna xwe diçe gel tevahî xwedayan û dibêje “Min pir plan danîn da ku Tiyamat bikujim,lê min nekarî bi tena xwe bi ser bixim. Lewma werin em hemû hêza xwe bikin yek û Tiyamat bikujin. Bi vî rengî ji nav wan Mardok radibe, fikirekî pêşkêş dike û ji 50 xwedayan re dibêje “Temam, ger hun hemû pêşengtiya min qebûl bikin da ku ez bibim xwedayê xwedayan û mezinê we û her yek ji we taybetmendiyeke xwe ya pêşketî bide min, wê demê wê hêza hemû xwedayan di şexsê min de kom bibe û êdî wê benê qederê di destê min de be, ger hun van qebûl bikin, ezê Tiyamat tune bikim, li gorî wê civak û dîrokê yekser bizivirînim ser zihniyeta zilamsalarî”. Xweda hemû jî vê yekê qebûl dikin. Hemû kom dibin, itîfaqeke qirêj çêdikin û Mardok weke xwedayê xwedayan û mezinê xwe qebûl dikin. Her yek ji wan taybetmendiyekê dide Mardok. Bi xwezayî jî hêza Mardok zêde dibe û benê qederê didin destê Mardok. Mardok kî ye? Esas ew temsîla pergala wê serdemê ye. Bi vê komplo û komkirina hêza zilam ve Tiyamat tê kuştin. Dibêjin ku ji bo kuştina Tiyamat sê tîr tên avêtin, yekê li serî û mejiyê wê didin, yekê li dilê wê didin, yekê jî li rehîma wê didin. Dûvre laşê wê jî dikin sê qet, perçeyekî davêjin bin erdê, yekê davêjin nav avê û yekê jî davêjin ezman. Vê yekê jî bi armanca ku careke din jin negihêje hev dikin. Û ew perçe tu carî yek nebin. Wate ewe ku pêwîste tu carî aqil û dilê jinê nebe yek, ji ber ger yekîtî çêbibe wê jin dîsa bi hêz bibe. Ya duyemîn jî, çima li mejiyê wê didin? Ji ber ku hêza aqil û fikirandinê ye, bi wî fikir û zanistê ve jî bi hezarên salan civak bi rêve bir. Lewma ji wê hêza fikira jin ditirsin û ji hêza ku civakê ava dike ditirsin. Lewra dibêjin ji bo ku ev hêz tune bibe, pêwîste destpêkê jin bê aqil were hiştin bi vî rengî tîrê yekem davêjin. Tîrê duyemîn jî li sînga wê didin, ji ber ku di hundirê dilê wê de hem wijdana civakê heye, ku  wijdan jî hafîze û êşa civakê ye. Da ku vê tune bikin, dilê wê dikin hedef. Ji ber mirovê bê wijdan nikare pêşengtiyeke rast ji civaka xwe re bike. Lê dayikên wê demê civaka xwe hem bi aqil hem jî bi wijdan bi rêve dibin. Tenê bi aqil bi rêve nabin, herî zêde bi zekayê hestiyar û wijdanê xwe tevdigerin û ewqas tişt ji bo civaka xwe pêşdixin. Hedef girtina dilê Tiyamat jî tê wateya ku pêwîste jin bê wijdan were hiştin û pêwîste zekaya wê ya hestiyar ku ji bo civakê dixebite û komînale, jê were dûrxistin. Tîra sêyemîn jî li rehîmê wê didin. Mesajên ku didin pir balkêşin. Me beriya niha jî gotibû ku di civaka xwezayî de her tiştê ku berhem dida pîroz dihat dîtin. Yek ji berhemên jin jî zarok anîn bû. Lewma rehîmê jin pîroz dihat dîtin. Her wiha weke ax dihat destgirtin, ji ber ew destpêka jiyanê bû. Lê di serdema piştî wê de êdî zilam ketiye ferqa rola xwe ya di zarok anînînê de. Lewma vekirî ji jin re dibêje ku, “erê zayîn di bedena te de çê dibe, lê di zarok anîna dinyayê de rola sereke ya mine, tov ê mine, tu tenê jê re malavatî û dergûştî dikî. Wate, tu tenê di zikê xwe de hildigirî. Ger ez nebim ti tişt xwe bi xwe di bedena te de pêşnakeve û nayê dinyayê”. Bi kurtasî rola jin di zêdebûn û zayînê de biçûk dixe, reş dike û rola xwe derdixe pêş. Esas bi vê ve zilam wî rol û hêza jin a ku zayinê pêk tîne jî digire destê xwe. Ji xwe ji ber vê êdî her tişt di dîrokê di eksena zilam de dizivire û pêş dikeve. Ji ber ku beriya wê zarok, klan û civak ayidê jin dihatin dîtin. Zilam û jin di nava wekheviyekê de bûn. Erê zarok ayidê dayikê dihatin dîtin lê ne ku dayik bi zorê ev yek ferz dikir. Esas ji ber ku di xwedî kirin û mezin kirinê de dayik xwedî rol bû lewma dayik weke xwedî dihat zanîn. Lê belê ev di zilam de berovajî dibe, zilam her tiştê dayikê tune dike û dike ayidê xwe. Terzê fikirandinê jî bi heman rengî tê saz kirin. Mînak ji dema pêşketina zihniyeta zilamsalarî ve, paşnav piştî zewacê dibe yê bav. Bi giştî jî berdewam kirina tevahî nifşan girêdayî zilam dikin. Ji ber êdî civak jî, dîrok jî û zanist jî di vê de îqna dibin ku di berdewam kirinê de yê herî diyaker zilame. Lê di rastiyê de herdu cins esas bûn. Feqet piştî wê dîrok hat zivirandin. Ji ber vê yekê tê gotin ku zihniyeta 5 hezar sal zihniyeta zilamsalare, an jî zihniyeta ku di bin desthilata zilam de pêşketiye. Şkandin jî ji bo na vê tê gotin. Ew şkandineke îdeolojîke, ji ber rastiyek berovajî kiriye û 5 hezar sal jî bi wê jirêderketin û berovajîbûnê ve xwe dide meşandin. Di encam de 5 hezar sal nifş li gorî bav tê berdewam kirin. Niha jî tişta ku herî zêde li ser jin, zarok û zewacê diyarkere û her kes pê îqna bûye, zilame. Bi vî rengî bawer dikin ku yê civakê ava dike, berdewam dike, hêz ava dike û her tiştî dike zilame, jin jî tenê amûreke. Di encam de civaka ku bi hezaran salan li ser fikirê wekheviyê û baweriya bi jin avabûye, bi şerekî ku bi hezaran salan dajo ve ev rastî tên berovajî kirin û dikeve destê zilam. Roja îro jî ger ku her kes zihniyeta xwe dahurîne wê vê rastiyê bibîne. Ji ber di encam de li ser wê zihniyetê û çandê hatiye mezin kirin û perwerde kirin. Ji ber fikirê mirovatiyê li ser tiştekî zivirandine ser tiştekî din. Baweriya mirovan ji tiştekî birine ser tiştekî din. Civaka ku baweriya xwe bi jinê dianî, pîroz didît, di carekê de dibin ser zihniyeteke ku jin qirêj dibîne. Weke ku pêwîste her tiştê jinê werin nuxumandin, ji holê werin rakirin zihniyetek tê avakirin. Di rastiyê de heman mirovatiye, lê destpêkê zêdetir xwezayî û heqîqîye. Dûvre zihniyeta nû tê fêr kirin. Di ya destpêkê de her tişt xwezayî pêş dikeve, kes ji kesî re nabêje ji dayikên pêşeng re bibêjin xwedawend, nabêjin baweriya xwe bi dayikê bînin, civak wisa çavê xwe vekiriye, dîtiye û bawer kiriye. Lê piştî şkandina zayendî ya yekem, her tişt tên gotin û tên ferz kirin. Desthilat diyar dikin ku wê mirov çawa bifikirin, çawa temaşe bikin, çawa bigirin dest, ji çi bawer bikin û çawa jiyan bikin. Ev hemû ji jor ve tên eyar kirin, di zihniyetên mirovan de didin rûnişkandin û piştî wê jî pratîka wê tê kirin. Zîgûrat dibe nimûneya tevahî şaristaniyan. Her tiştî di wir de saz dikin. Rahîb, zilamê qurnaz û şaman rûdinin, her tiştî eyar dikin û li ser sîstemekê belav dikin. Weke ku ew pergaleke pir baş û pêşketiye ku gereke ji wir û şûnve jî bi heman rengî were berdewam kirin nîşan didin. Bi vî rengî jî ew pergal û zihniyet heya roja me ya îro jî tê û xwe berdewam dike. Mirov dikare vê têkoşînê weke şoreşekê jî bigire dest. Ji ber di şexsê jin de civak şkest, îdeolojî şkest û zanist şkest. Lewma her tişt ji ser cewhera xwe şemitî û çû ser tiştekî din. Ev 5 hezar salin jî ew şimitandin sererast nebûye. Bi giştî di vê qatmanê de mirov dikare bibêje ku Tiyamat û Mardok weke sembol tên nîşan dan. Lê di esas de ew şerê wan, şerê di navbera civaka xwezayî û civaka desthilatdar de ye. Wate pêwîste were zanîn ku di şexsê Tiyamat de ne tenê Tiyamat heye, bi hezaran jinên berxwedane, xwestine xwe û civaka xwe biparêzin hene. Lê di encam de bi kuştina Tiyamat re zihniyeta zilam bi ser dikeve. Bi serwerbûna zilam re nirxên jin wenda dibin. Zilam xwest ku ji binî de jin ji dîrokê bavêje. Lê belê dibe ku jin wenda kiribe lê ne wenda kirineke ji kok ve ye. Ji ber bi saya wan berxwedaniyan heta roja îro xwe berdewam kirin. Tê gotin ku di nava gelê Asûrî de roja kuştina Tiyamat tê pîroz kirin. Her wiha tê gotin ku di wê demê de jî li gelek cihan roja kuştina Tiyamat hatiye pîroz kirin.   Ji Waneyên Jinelojî Yên li Akademiya Şehîd Berîtan Hatine Dayîn Hatiye Berhev Kirin  Wê Bidome….