Xwediyê Rastî Yê Aboriyê Jin E Wê bêhtir rast be ku zanista aborî jî weke perçeyek ji zanista jinê were pêşxistin. Derfetên xwedîkirinê yên li dora jinê pêş dikevin destpêka aboriyê ne. Xweza û jin di nava ahengeke lihevkirî de ne. Têgihîştineke ola xwezayî ya zindî; bi dayika xwedavend tê sembolîzekirin. Beşekî mezin a amûrên madî yên hilberandinê, vedîtinên jinê ne. Li ser çanda xwedîkirin û cilûbergan jî mohra jinê heye. Aborî hîn ji destpêkê ve şêweya xebateke civakî ye, ku têde jin rola serekîn dilîze. Ji ber ku pirsgirêka xwedîbûyîna zarokan li ser pişta jinê ye, aborî ji bo jinê wateyeke jiyanî derdibire. Bi ser de, wateya peyva aboriyê “zagona malê û rêsayên debirandina malê” ye. Eşkere ye ku ev jî, karê bingehîn ê jinê ye. Dibe ku seyr xuya bike, lê li gorî min, tevî hewldanên dagirkerî û mêtingeriyê hemûyan, xwediyê rastî yê aboriyê jin e. Eger em bixwazin aboriyê ji aliyê sosyolojiyê ve bi awayekî manedar bigirin dest, helwesta herî rast ew e ku em weke hêza bingehîn jinê bibînin; ew zarok di zikê xwe de hildigire, piştî anîna wî/wê, heta li ser piyan bisekine bi awayekî pir zehmet xwedî dike. Pîşesaza xwedîkirinê ya malê jin e. Bersiva min sosyolojîk e ku ji rastiyê re bi hurmet e. Ji sedî sed ez têkiliya mijarê ji aliyê biyolojîk ve li ber çavan digirim. Jixwe tevî rola wê ya di şoreşa cotkariyê de bi berhevkirina pincaran a bi mîlyonan sal û ne tenê di hundirê malê de di gelek qadên aboriyê de jin hînê jî çerxê digerîne. Yewnanên antîk xwediyê anora danîna hîmê zanistan in; Yewnanan ji aboriyê re qanûna malê, qanûna jinê digotin. Vê yekê jî ev rastî beriya bi hezaran salan piştrast kiriye. Rolgirtina jinê di navenda aboriyê de xusûsek e ku tê fêhmkirin e. Ji ber ku zarokan tîne û wan xwedî dike. Ma jin ji aboriyê fêhm neke, wê kî wê fêhm bike! Bi giştî di dîroka şaristaniyê de, bi taybetî jî di modernîteya kapîtalîst de wexta jin li derve hat hiştin, aboriya ku zilam li ser herî zêde lîstin, veguherî guloka pirsgirêkan. Ev lîstika tu têkiliya xwe ya organîk bi aboriyê re nîne, bi tenê bi hêrsa hêzê û kara zêde radibe, di serî de jin dixwaze tevahiya hêzên aborî bike bin destê xwe. Di encama vê lîstikê de her cure hiyerarşî, desthilatdarî û hêzên dewletê weke ûr û girêkekê li ser civakê mezin dibin û ev yek jî dihêle ku ev lîstik bigihîje qonaxekê dewam neke û neyê lîstin. Piştî jinan di serî de cotkar, ji yên bi aboriya rastî re têkildar şivan, zenaetkar û bazirganên biçûk jî ji aliyê amûrên yekdestdariya sermaye û desthilatdariyê ve gav bi gav ji aboriyê hatin dûrxistin û bi temamî atmosfereke xenîmetê hat afirandin. Em bi mijarekê re rûbirû ne ku divê herî zêde bê rohnîkirin. Pêvajoyên şaristaniyê yên ku bi awayekî talana qadên jiyana aborî û objeyên wê ne, çawa bû ku hatin rewakirin û heta roja me ya îro anîn? Hêzên aborî tesfiye kirin, çawa çêbû ku weke hêmanên bingehîn ên aboriyê hatin pêşkêşkirin? Eger em bibêjin di civaka Sumer de wexta xweda hatin avakirin ji vê zêdetir rastî bûn, bawer dikim ku em ê nexapin. Tevî van rexneyan hemûyan jî K. Marks hay jê hebû ku di bin navê aboriya kapîtalîst de dehşet û felaket tê pêşkêşkirin. Lê belê eger em bibêjin; di demekê de ku modernîteya kapîtalîst hegemonya xwe heta mirov bêje bes ava kiriye, analîz û çalakiya wî ya şoreşgerane evqas dibû, wê hê rastir be. Aborî ji destê jinê hatiye girtin û ji destê rayedarên wek axayekî, mîna selefxur, bazirgan, pere, sermayedar, desthilatî û dewletê re hatiye hiştin; ev yek bûye derbeya (lêdana) herî mezin a ku li jiyana aborî hatî kirin. Aborî di roja me ya îro de hatiye kirin qadekê lîstoka yên ku tu pêwendiya wan bi aboriyê re tune ye, ku bi rêya leyîstina bi perçeyên kaxizan, bi rêbazên xirabtir ji qumarê, nirxên civakî bi awayekî bêsînor xesp dikin. Pîşeya pîroz a jinê hatiye vêguherandin bo destegeh (îmalatxane), borsa û lîstokên fiyet (bûha) û faîzê (selef) ku hildiberînin makineyên şer; amûrên trafîkê, yên ku jîngehê anîne rewşa nejînbar [ku mirov nikare têde bijî] û berhemên negerek (fizûlî), yên kara ku zêde pêwendiya wê bi pêdiviyên bingehîn ên mirovan re tine ye, ku jin bi temamî ji vana hatiye jêderkirin. Modernîteya Demokratîk Serdema Şoreşa Jinê Û Şaristaniya Wê Ye Tevgera jinê ya ji bo azadî, wekhevî û demokratîk, spartî bi zanista jinê ku femînîzmê jî wergire nava xwe, eşkere ye ku wê di çareseriya pirsgirêkên civakî de rola sereke bilîze. Bêyî ku mirov qîma xwe bine bi rexneyên tevgerên jinan ên di paşeroja nêzik de, pêwîst e mirov giraniya xwe bide ser şaristanî û modernîteyê, ku jinê windabûyî kirine. Eger mijar, pirsgirêk û tevgerên jinan di zanistên civakî de hema hema di radeya nîne de ne, berpirsyarên bingehîn ên vê yekê hişmendiya serwer û pêkhateyên çanda daringî (madî) yên şaristanî û modernîteyê ne. Bi nêzikatiyên teng ên huqûqî û wekheviya siyasî, belkî karibe tevkarî ji lîberalîzmê re were pêşkêşkirin; lê [bi vî awayî] em çareseriya pirsgirêkê li milekî bihêlin, tew tehlîlkirina wê jî, weke diyarde, nikare were bi serxistin. Wê bibe xwe xapandinek ku mirov îdea bike ku tevgerên femînîst ên heyî, ji lîberalîzmê qut in û bûne hêzên dijberî sîstemê. Eger yek ji pirsgirêkên sereke yên femînîzmê, weke ku tê gotin, radîkalîzm e, wê demê pêwîst e pêwendiya xwe ji xûy, şêwazên hest û raman, en bikok ên lîberal, û ji jiyanên wan bibirre; her wisa şaristanî û modernîteyê, ku dijminên jinê ne, tehlîl bike û li ser vê bingehê giraniya xwe bide ser rêyên watedar ên çareseriyê. Divê modernîteya demokratîk xwezaya jinê û tevgera wê ya azadiyê, weke yek ji hêzên xwe yên bingehîn bibîne; her wisa wê yek ji erkên xwe yên serekîn bihesîbîne ku hem were pêşxistin û hem pê re peyman were çêkirin û bi vî rengî wê di xebatên xwe yên ji nû ve avabûnê de binirxîne. Çareseriya modernîteya demokratîk di pirsgirêka jinê û şoreşê de bi îdeal û bi çalakî ye. Neteweyên modernîteya demokratîk jin nebe bi proje nabin û ne projeyên pêkanînê ne. Berovajî, şoreşên welê ne ku di her gava xwe de bi parvekirina zanyartî û çalaktiya bi jinê re pêk tên. Tevî ku ji bo avakirina civaka aborî hewcedarî bi pêşengiya jinê heye, ji nû ve avakirina wê jî hewcedariya xwe bi hêza jinê ya komunî heye. Aborî pîşeyê civakî yê jinê bi xwe ye, çalakiya wê ye. Ekolojî zanistek e ku bi tenê bi hestyariya jinê dikare bigihîje civakê. Jin weke nasname, hawîrdorparêz e. Civaka demokratîk civakeke welê ye ku hewcedariya xwe bi îrade û zîhnê azad ê jinê heye. Eşkere ye ku modernîteya demokratîk serdema şoreşa jinê û şaristaniya wê ye. Pêwendiya ku ez bi jinê re datînim pêwendiyeke cuda ye. Rewşa ku jina hatiye xistin qebûl nakim. Çembera koletiyê neyê şikandin bûyera eşq û hezkirinê pêk nayê. Ji Qendîlê re jî min ev pêşniyar kiribû. Divê sosyolojiya eşqê bê zanîn. Li çiyayên êzîdiyan de ew qirkirin neyê rawestandin maneya wê eşqê jî tine. Di şert û mercên burjûvaziyê de tu taybetmendiya eşqê nîne. Ez eşqê, hezkirinê, malbatê înkar nakim. Girêdana ji bo van girêdaneke bi esîl e, lê heke jiyaneke azad nebe tu maneya wan nîne. 30 sal in destgirên min ên herî girîng hevalên jin in. Diyaloga min a bi jinê re peymana min girîng e. Hûn ê peymana civakî ya jinê pêşve bibin. Divê peymanek ku em ji kuştina jinan bigirin heta sineta jinan, tecawiz û weke wê li beramberî tevahiyan têdikoşe be. Divê hûn bi kûranî bigirin dest. Di nameya ji min re hate nivîsandin de ji bo balkişandina min a nebesiya hezkirinê bi diljêmayînekê mînaka gula berberoj dane. Lê li gorî min ev pir ne watedar e. Nebata ku berê xwe dide rojê cuda ye. Em civak in, rewşa me cuda ye. Bêrîkirinên civakî girîng in. Ez dizanim ku jin ji min hêzeke mezin werdigire û ez jî xwe weke rêhevalekî wê yê çareseriyê dibînim. Çanda serwer a zilam ku 5 hezar sal in heye, çandeke tecawizkar e. Ez weke hêmanekî eşqa platonîk jî amade me ku pêwendiyê daynim. Jina 9 hezar salan hilweşiyaye. Li ber şaredariya Amedê hilweşiyaye. Em hewl didin vê weke jina azad rakin ser piyan. Mînaka zilamê Amedê heye. Tam cinawirek e. Cewher û kulîlka tevahiya xebatên me yên muzakereyê xebata jinê ye. Meseleyeke çandî sosyolojîk e. Axaftina min a bi dewletê re jî projeya civaka demokratîk hevgihandina bi dewleta demokratîk re ye. Min mînaka gula berberoj nirxandibû. Ev, min tetmîn nake. Pêwendiyeke çawa ji min tê xwestin. Ew girîng e. Tarzê jiyanê divê veguhere tarzê jiyana civakî. Ez qasî ku hûn nafikirin ji we hez dikim. Lê hûn jî wêrek bin, pêşve biçin, hewcedariya we bi pêşveçûyînê heye. Azadî ji nan û avê hêj bi nirxtir e. Ez bawer dikim ku li Rojhilata Navîn azadbûyîna jinê li ser bingehê zeka, parastin, xweşikahiyê bi biharê re weke tavekê hûn ê biafirînin. Jina bi îrade, bi wêrek, ya xweşik dunyayê fetih dike. Ez ji bo we dijîm. Girêdayîna jinê ya ji bo min bi nirx e, lê ev ji bo min kul û derdekî mezin e, giran e. Du pêwendiyên jin-mêr ên serkeftî hebe her tişt dikare biguheriya. Bila ev şaş neyê fêhmkirin. Li vê derê ji bo bihurandina hevrezan, balûpaliya deryayan, ronîkirina tarîtiyan divê eşq hebe. Emperyalîzma çandî jî vê dike. Aha di wan fîlman de, di sînemayê de her tim eynî tişt heye. Ez dibêjim sînemaya sîxur. Rewşeke ku ferd dike dijminê komunaltiyê, civaktiyê heye. Li ser bingehê ku min gotiye bi nêzîkatiya etîk û estetîkê jin dikarin hûrûkûr bibin. Bêyî ku moralê xwe xira bikin xwendinên xwe, hevparkirinên xwe, li akademiyan xwe pêşve bibin girîng e. Jin bila ne min biçûk bibînin ne jî derxin asta xwedatiyê. Hezeke min a cidî heye, wê weke piştgiriyê dikarin hîs bikin. Min jin weke kategoriyeke cuda ya gel nirxandin. Herçiqasî şert di cih de nebûn jî min timî hewl da ji wan re cihekî bibînim. Min fikar nekir ku malên lê diman bidim berpirsiyariya wan. Hinek kesên rezîl, ji ber ku nasnameya jinê rast ji hev dernexistibûn û qebûl nekiribûn, ev nêzîkatî û xebat şaş dinirxandin. Dema jin an jî keç dihat gotin, timî têkiliyên cinsî yên çors û erzan dihatin bîra wan. Lê bi herhalî di xebatên jinan de ez bêhtir li girîngiya rastî, heqîqeta dîrokî û civakî hayil dibûm. Ew ji bo min cewherê sosyolojiyê bûn. Li qada xwe, herçiqasî tengbû jî min nîzama hîyarerşîk a li ser wan xira dikir û tiştên mirov ji vê hîn dibû mirov nikarîbû ji hezaran pirtûkî hîn bibûya. Platforma têkiliyan a min bi wan re danîbû statuya mêrê serwer a di çarçoveya pîrek û zilam de hatibû danîn parçeparçe dikir. Ya rastî, ez bêhtir jî bi parçeparçebûna vê statuyê bextewar dibûm. Her ku diçû derdiket holê ku ew objeyeke cinsî nînin, mirovên hêja ne, û bi vê yekê em serbilind dibûn. Vê nêzîkatiyê ji hezkirina bi xwe re rê vedikir. Ew cîhana hezkirin û rêzgirtinê ya ku ji nava rastiya dîrokî û civakî tê, yek a din nas dike, ji sedî sed kes zorê li kesî nake, xwedî hêzeke bêhemta ye. Herçiqasî ji nava wan kesên ji pîreka ketî nikaribin bibihurin derketin jî û hewl dan bi gotegotên xwe xira bikin jî gelek jinên hêja û gelek bi kalîte derketin. Piraniya wan jî şehîd bûn. Ez ê ji wan re nebêjim qehremanên bênav, ew qehremanên rastî bûn. Eger jiyaneke civakî ya mirov pê rabe wê hebe, bi tenê bi dilsoziya bi bîranînên wan û bi meşa li ber rohniya wan a rênîşaner re dibe. Jiyaneke bi jinê re bi tenê di vê astê de jiyaneke hêja ye. Jiyanên din ku li ser nivînên ji perîkên çivîkan derbas bibin jî li gorî min ji perpitîna di çalekê de tu cudahiya xwe tuneye. Bi kurtî ez gihîştim vê encamê: Rastî, bedewî û qenciya xwedayî ya li cem jinê bibîne û pêre bijî! Pir hindik be jî me ji vê jiyanê para xwe girt, me parve kir û em jiyan. Ez dema dibêjim, em jiyan, min xwest ez diyar bikim ku felsefeya jiyana azad bi tenê li ser bingehê parvekirinê dikare manedar bibe û mirov dikare wê terîf bike. Dawî
NIRXANDINÊN RÊBER APO YÊN LI SER JINEOLOJÎ
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 455


