Aliyên demokratîk ên Mustafa Kemal ji yê tê zanîn hîn zêdetir in. Artêş vê yekê ji min bêhtir dizane. Ez du mînakan bidim. Mustafa Kemal dibêje “Serwerî ya gel e”. Ango serweriyê ji her cure xanedaniyan digire û dide gel. Li vê derê wan xanedaniyên di nava gel de jî tê de ye. Her cure xanedaniyên di nava gel de, yên weke eşîret û axatî jî di tê de, vana digire û serweriyê dide gel. Mustafa Kemal ji jakobenên Fransız îlham girtiye. Jakoben, weke çavkaniya serweriyê, netewiyê esas digirin. Aliyekî demokratîk ê Mustafa Kemal jî ew e ku dibêje pêwîst e xweseriya berfireh ji Kurdan re were dayîn. Ti dijberiyeke wî li hemberî Kurdan nîne. Li hemberî îttîhatgeran di nava têkoşînê de ye. Mustafa Kemal ji bo îttîatgeran digot “Ezê hemûyan bidarde kim”. Îttîhatgeran li hemberî Mustafa Kemal suîqast kirin. Bûyera Osmanê Kulek heye, hewildanên wî yê li hemberî Mustafa Kemal hene. Îttîhatgeran dixwestin komarê bi dîktatortiya faşîst îdare bikin. Lê belê Mustafa Kemal ku hişmendiya îttîhatger wergirt, hat fetisandin. Di wê demê de Hîtler çû, lê bîrdoziya wî li cih ma. Ev îdeolojiya faşîst şêst salan berdewam kir. Mustafa Kemal bi Kurdan re peyman çêkir. Bi Îslamgir û Komînîstan re li hev hat. Piştî ku kadroyên îttîhatger desthilatî xistin bin destê xwe, ji sala 1925 û pê ve dest bi tasfiyekirina Kurdan kirin. Ma çawa bû ku Mustafa Kemal, ku di 1924 de digot bila xweserî ji Kurdan re were dayîn, piştî 1925an Kurdan tasfiye dike? Divê mirov vana baş têbigihije. Gelo Mustafa Kemal Mustafa Suphiyan da kuştin, an îttîhatgeran? Di vê mijarê de pêdivî bi ronîbûnê heye. Koçberbûnên Saîd-î Nûrsî û Mehmet Akîf jî tên zanîn. Tê zanîn ku vana ji aliyê Mustafa Kemal ve hatine kirin! Lê belê, ne wisa ye. Gelo Mustafa Kemal an jî Îttîhatgeran vê yekê kir? Ez di wê baweriyê de me ku îttîhatgeran van tiştan kirin. Ez dibêjim ku pêwîst e aliyê demokratîk ê Mustafa Kemal esas were girtin. Artêş neçar e vê yekê fêm bike. Li Tirkiyê ji ber sedema Musul-Kerkuk, ji 1925 û pê ve Îngîlîz serdest bûn. Ji 1944 û pê ve jî ev rola pêşeng derbasî Emerîka bû, Emerîka serdest bû. Di 1944 de 20 kes ji Emerîka re hatin şandin. Îsmet Paşa jî îflas kir. Di bin pêşengiya Emerîka de heya roja me ya îro hat. Hêza pir mezin a Kurdan heye. Kurdan gelek pêvajo derbas kirin, baş perwerde girtin. Ji niha û pê ve wê li Rojhilata Navîn bi Kurdan re peyman were çêkirin, wê Kurdan bigrin dîqatê û wê piştevanî ji Kurdan re were dayîn. Tu kes bi Ereb û Farsan re peyman çênake, yên li Rojhilata Navîn xwe dane xuyakirin û pêş ketine Kurd in. Kurd di warê siyasî de pir pêşketine, reng e kirina çalakiyan (yên çekdarî) jî wê ziyankar be. Ozal kesekî wêrek bû. Wêrekiya wî ya şexsî hebû. Pirsgirêkê fêm dikir û dizanî. Lê Ergenekon Ozal berteraf kir. Di wê demê de Emerîka destek dida Ergenekonê. Lê di sala 2007 de Emerîka desteke xwe ya ji wê beşê vekişand. Erdoxan û Gul nikarin li hemberî mazereta Ergenekonê li ber xwe bidin. Li Tîrkiyê ji bo qanalên siyaseta demokratîk zemîn heye. Min berê niha jî destnîşan kiribû. Çawa ku Şoreşa Fransî ji bo demokratîkbûna li Ewrûpa rol leyîst, çawa ku Şoreşa Rus jî di dîrokê de bandorek afirand, li Tirkiyê jî di roja me ya îro de zemîneke wisa ya civakî heye. Wê Tirkiye mezin bibe. Sedema ku qala girîngiya Tirkiyê jî tê kirin ev e. Niha li Tirkiyê ew beşa layîq li ber xwe dide, naxwaze berde. Beşa Îslamgir jî xitimî ye, xitimandineke dijî. Her du beş jî xitimîne. Em dixwazin ku ji vê xitimandinê demokrasiyê derxînin. Desteka mezin a gel ji bo Erdoxan heye. Li Tirkiyê beşeke aborî li pey wî ye. Erdoxan nûneriya vê beşê dike. TOBB jî wî destek dike. Beşeke girîng a TUSÎAD layîxparêzan, beşek ji wan jî Erdoxan destek dikin. Ji ber vê sedemê em dixwazin ku demokrasî qezenc bike. Dibêjin ku bi min re dilsoz in, dilsozbûna bi min re, tê wateya ku ez werim têgihiştin. Ji ber ku hun ji bo min dibêjin “Birêz”, di derbarê we de doz têne vekirin û ji bo vê hun cezayan digirin. Lê hun fêm nakin. Hun tiştek nakin. Gotina Birêz tê wateya rêzgirtin û fêmkirina min. Wê demê pêwîst e hun pêdiviya vê yekê pêk bînin û navaroka wê dagirin. Ma çima tiştek nakin? Ma hun nikarin yek taximeke fitbolê jî îdare bikin? Gelo komeke govendê ku ji jinan pêk were heye, gelo komeke şano heye? Vana hemî xebatên demokratîk in. Wê spor, govend û şanoya Kurdan hebe, divê vana hemî hebin. Gelo hun dikarin vana biserbixin? Ji siyasetê re cîdîyet pêwîst dike. Ez mirovekî cîdî me. Ez van nêrînên xwe ji dewletê re radigihînim. Dewlet min digire cîdiyê. Ma çima hun min cîdi nagirin? Eger hun negirin cîdiye û hun nikarin bikin, hunê dev jê berdin. Ez ti ji kesî re bi zorî nabêjim parezeriya min bikin. Hun jî neçarin cîdî bin. Divê tiştê ez dibêjim hun ji wan re ragihînin. Ezê we jî ji vê yekê berpirsyar bigrim. Ez ne zarok im. Dewlet îzîn dide hevdîtinan, lê ti kes nikare min araste bike. Dewlet jî dizane ez ne zarok im. Min di 99’an de projeyeke aştiyê pêşkêş kiribû; bi navê her çar beşan, çar nûnerên îstîxbaretê jî hatibûn. Li vê derê bi min re axivîn û me nîqaş kir. Paşê dewletê jî wê çaxê negirt cîdiyê. Wisa taxmîn kirin ku wê rêxistin tasfiye bibe, Ocalan bi tirsonekî tevgeriya û tirsiya. Niha tê dîtin ku hinek zêdetir digirin cîdiyê. Hunê jî min bigrin cîdiyê. Ji serokşaredarên jin û ji ciwanên hestiyar re bêjin ku bila pir kar bikin. Jin di nava civakê de di rewşa nesneyêke de ye. Di civakê de wisa tê hîskirin. Jin ev pênc hezar sal in ji bo zilam nesneyeke tecawizê ye. Veqetîna “mala giştî û mala taybet” ferq nake, ev wisa ye. Divê jin zêdetir kar bikin. Ezê desteka xwe ya bi wan re berdewam bikim. Ez ji bo jinan derfeteke nû ya jiyanê pêşkêş dikim, bila kar bikin. Ez ji bo çareseriya ku pêşbikeve re dibêjim Lozana Civakî. Lozana salên 1920’an, Lozana Netewî ye. Bi vê Lozanê re Komar hate damezirandin. Ev komar heta roja me ya îro nekarî were demokratîkkirin, niha pêdivî bi demokratîkbûna wê heye. Loma ez jê re dibêjim Lozana Civakî. Bi vê Lozana Civakî re, wê hemî beşên civakê werin demokratîkkirin. Di roja me ya îro de zêmînê vê yekê jî heye, lê divê pir xebat werin kirin. Pêwîste ev yêk baş bi kûranî were têgihiştin. Divê Kurd xwe ji Lozana Civakî re baş amade bikin. Kurd bi vê Lozana civakî re, wê pêşengiya demokratîkbûnê bikin. Divê Kurd bi rengekî yekpareyî û sertaserî weke civak, weke ku xwe ji şerekê re amade bikin, xwe ji Lozana Civakî re amade bikin. Loma ez dibêjim divê Kongreya Civaka Demokratîk her roj kom bibe û xebat bike. 1 Tîrmeh 2009
DIVÊ KURD XWE JI LOZANA CIVAKÎ RE BAŞ AMADE BIKIN!
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 368


