Min pêşveçûnên di derbarê 4’ê Nîsanê de şopand, hevalan qala wê kiribûn. Ez bawer im destûr dane komeke sembolîk. Gel rojbûna min weke zayîna xwe dibîne. Gelo televizyonan weşandin? Diyare hinek wê teysandine bi awayê veguherandina ziyaretê. Ez di rastî de ji vê çanda gelên Rojhilata Navîn re rêzdar im. Belê, di rastî de pirsgirêk ne rojbûna min e, lê gel wê weke zayîna xwe dibîne. Pirsgirêk ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî yan jî li wê axê ji dayik bûme, gel rojbûna  xwe pîroz dike, vê yekê weke zayîna xwe dibîne û weke ronesansa xwe dibîne. Ez spas dikim ji her kesê ku çûne wê derê, yên ku pîrozkirine û keda wan tê de derbas bûye re; ez spasdariyên xwe pêşkêş dikim. Lê pêwîst e naveroka wê neyê valakirin. Çandeke wisa ya Rojhilata Navîn heye û rêza min ji vê çandê re heye, lê pêwîste naveroka wê neyê valakirin. Wateyeke wisa heye, ku ez bawer dikim wateyeke min a wisa heye. Girîng e ku li ser vê wateya min rawestin, her wisa girîng e ku vê yekê têbigihîjin. Ez bawer dikim ku min gelek tiştan di temenê xwe yê 61 salan de bi cî kiriye. Li gel vê bi xwe re kiriye yek.   Min beriya niha vê mijarê pir anîbû ziman. Min di parêznameyên xwe de bi rengekî berfireh vegot bê ka pêwîst e rêveberiyên herêmî çawa bin. Divê şaredarî ne wekî berdewamiya dewletê be, lê divê rêveberiyên herêmî û şaredariyên li ser bingeha civakê çêbibin. Di vê komînên navçeyî werin avakirin. Eger dixwazin rêza dewletê jî ji wan re hebe, divê vê xebatê bi xwe spartina civakê pêkbînin. Eger bêjin dewlet pere neda, nade û bi awayê pere ji dewletê hêvî bikin, nikarin ti tiştekî bikin. Pêwîst e dev ji vê ferasetê berdin. Ew modêla ku li Başûr hatiye avakirin, bi navenda dewletê ye û pêşnûmayeke (taslak) dewlet-netew e. Nikare bi serkeve; wê pûç bibe, birize û biçe. Lê modêla me, ji ber ku xwe dispêre civakê wê hertim pêşbikeve. Dema ku hûn komînên xwe yên demokratîk avabikin, wê pêdiviya we bi vê jî nemîne.  Dema ku li her der rêxistingeriyên xurt bêne avakirin, hingê wê tiştên duyemînî weke pere jî bên. Komînên navçeyî dikarin xwe bi awayê konfederasyona demokratîk bi rêxstin bikin. Encex bi vî rengî dikarin pirsgirêkên civakê çareser bikin. Ez nabêjim ku eger wisa bê kirin, wê her tişt ji sedîsed çarser bibe. Belkî di mercên Tirkiyê de her tişt ji sedî sed çareser nabe, lê dibe ku çareserî di rêjeya (oran) ji sedî pêncî de  pêşbikeve. Ji bo vê yekê divê hewldanên pir kûr çêbibin û bi kûranî di nava rêxistingeriyê de bin. Dema mijar tê ser jinê; ez di vê mijarê de jî pir axivîm. Ez dikarim vê yekê bêjim: di rastî de jiyana min a 61 salî, bi têkoşîna li hemberî feraseta namûsa sexte ku li jinan tê ferz kirin derbas bû. Derketina min a ji gund jî bi vê re pêwendîdar bû. Ez di vê mijarê de pir lêhurbûm. Ez bawer dikim ku min zanebûna azadiya jinê derxistiye holê. Kurtasiyeke dîtir jî ya jiyana min a 61 salî ev e. Xala ku min berî niha jî qala wê kiribû, ev e: Binaxkirina bi awayekî bi zindî ya wê jina li Semsurê û tiştên ku tînin serê zarokên keç ên biçûk li holê ne. Divê jin rêxistingeriyên xwe avabikin û biqasî wê jî bi perwerdekirina tevahiya jinan, keçên biçûk jî tê de, pêwendîdar bin. Min berî niha qala Akademiyên Jinên Azad kiribû. Divê ev besît neyê dîtin. Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe. Min çendekî berê nûçeyek xwendibû di derbarê mankenekê de ku ji Ukrayna hatiye anîn ji bo firoşgeheke cilan ku li Batmanê hatiye vekirin. Ji bo min weke pêkenokê hat. Lê di rastî de ciyê ku moda lê zayî ye Mezopotamya ye, ku Batman jî di nav de ye. Ya girîng ewe ku mirov vêya derxe holê.  Divê li her qadan perwerde, ji huner heta spor û tenduristî heta çandê, heya moda jî çêbibe û vêya li cil û bergên xwe bidin xuyakirin. Ez giringiya takekesî di jinê de înkar nakim, takekesî elbet girîng e. Lê eger civakîbun nebe, takekesî bi tena serê xwe tu wateyek dernabire. Hûn dikarin van tiştên ez dibêjim, bi rêya sûdwergirtina ji pareznameyên min ên berî niha jî weke peyamek ragihînin. Ez serkeftinê ji wan re dixwazim û silavên xwe radighînim. Min di hefteyên buhurî de jî anîbû ziman. Min dîroka me ya têkoşînê veqetandibû bo sê heyaman. Heyama yekemîn, heyama dûyemîn ku heya 1993 dewamkir û heyama sêyemîn ku ji 1993 û vir ve dewam dike. Vê heyama sêyemîn di rastî de heya sala 2002 ye. Minê vê heyama sêyemîn di sala 2002 de bi dawî kiriba, lê di wê demê de AKP hîn nû hatibû ser desthilatiyê. Min xwest ez şens bidim AKP’ê, lê AKP’ê me ewiqand û heta roja îro bi rêya ewqandinê pêvejo anîn. Ez ji 17 salan û vir ve rola xwe bi cîh tînim. Gelek tişt ketine ser milê min. Dibe ku muzakere destpê bikin lê ne tiştekî rast e ku her tişt bi rêya min were meşandin yan jî her tişt li ser milê min were barkirin. Tiştên ku ez karibim li vê derê pêkbînim û rola ku ez ji bo aştîyê bilîzim, sînordar in. Derfetên li vê derê sînordar in, ancax ewqas dibe. Di vê pêvejoya pêşiya me de wê ew bi xwe destnîşanbikin û biryar bidin ka wê têkoşîna xwe û polîtîkayên xwe çawa bidin meşandin û rêveçûnekê çawa bişopînin. Rojbaş. Ji her kesî re silav. 7ê Nîsana 2010