Bi çirisîna ramanê Rêber Apo re tîrêjên hêviya jiyana azad ji pişt asoyên tarî bilind bûn û xwe berdane nav dil û hinavê lêgerînvanên xwe.
Pir mirovên bi welatê xwe re sadiq, ji nirxên pîroz re evîndar, herwiha ji azadiyê re lêgerînvan, bi bîrdoziya Rêber Apo re gihiştin mexsed û lêgerînên xwe. Ji wan lêgerînvanan gerîlaya azadiyê Seher Kömür e. Ew evîndara axa Arî ya ku her deqe û saniyeke ji jiyana xwe, ji bo evîna welatê xwe kire berdêl û diyarî ye. Evîn, li navçeya Colemerg Geverê wek ewladeke bi xêr a Kurdistanê çavê xwe li dinyayê vedike. Ew zarokeke rûyê xwe bi qasî asîmanan zelal û safî ye. Di guhê wê de navê Evîn sê caran tê gotin û bi hêviya ku jiyaneke bi evîn û başî jiyan bike, dayik û bavê wê, wê mezin dikin. Evîn di nav malbateke bi doza Kurdî re dost mezin dibe. Bi gavê destpêkê yê PKK’ê re wan destê welatparêzî û dostaniyê dirêjî Tevgera Azadiyê kiribûn. Bi can û malê xwe ve ketine xizmeta serxistina doza welatê xwe. Lê dema Evîn mezin dibe û bîra dinyayê dibe, her tiştî li dora wê jê re digotin evîn ji zûde li vî welatî qediyaye. Dema ku destên qirêj dirêjî her hêlînê bûn, dema ku li Kurdistanê koçberiyê konê xwe veda, dema ku serdestan ew hêz di xwe dîtin ku di her kêliyê de potînên xwe li her deriyî bixin û hurmeta her malbatê bi erdê re bikin yek, wê demê evîn li welatê evînê sitû xwar pişta xwe dabû wan waran. Da ku Evîn van rastiyan bibîne pir zêde hewcehî bi lêkolînên kûr tinebû. Ji ber çanda dewletê a tecawiz kar, di her kêliyê de, xwe di her qada jiyanê de feriz dikir. Lewra mirovekî ku hinekî jî lêdana dilê wî bi cewher be, pir zû dikeve ferqa kirêtiyên ku li jiyana wê pergalê hatiye bar kirin û çavê xwe li rêkên jiyaneke hîn bi rûmet digerîne. Çavê Evîn jî, dizanîn xwe di kîjan rêkê de kilît bikin, wan çirisîna fikrê Apoyî ji dûr ve be jî hîskiribû carekê. Lewra weke her zarokeke Kurd, Evîn jî bi hestên welatparêziyeke kûr, bi eşqa xwe gihandina jiyaneke bi wate û xwedî armanc, herwiha bi bandorbûna ji egîdiya şehîdên doza azadiyê, ew di dawiya sala 2012 an de, tevlî nava refên azadiyê dibe. Di nava jiyana Apoyî de mirov ji her hêlê ve dikeve hembêza gelek guhertinan de, ew guhertin jî di bin siya felsefeya Apoyî de, her dayîm te ber bi mezinbûnekê ve diherikînin. Evîn jî bi baweriyeke bê dawî xwe berda nava deryaya van nûnbûnan de û guhertina destpêkê di navê xwe de kir, li ser şopa jiyan kirina mîrasê şehîdan, navê Eylûl li xwe dike. Salên xwe yên destpêkê li serê lûtkeyên herî asî yên rêzeçiyayên Zapê derbas dike. Ji xwe beriya tevlîbûna xwe jî, heval Eylûl kar û xebatên şoreşgerî dabûne meşandin û heya asteke baş xwedî zanisteke şoreşgerî bû. Lê dema ku ew derbasî nêvenga gerîla dibe, 24 seatan di paxila çiyayên beriz de, bi ramanên Rêber Apo pîvan dide jiyana xwe, her tişt cûda dibe. Ew hîn bihtir dikeve ferqa xwe. Berî her tiştî weke jin, ji meşa li serê çiyê bigre, heya çûyina çalakiyên êrîşê, heya tekoşîna dijwar a li hemberî zihniyeta zilamserwer, jiyan kirina wê a ji van nûbûnan re wê dibire lêpirsînên pir girîng. Di heman demê de, ew bi dilekî şad,bi hestên serbilindiyê li xwe temaşe dike ku, ew jî niha bi çek û rextê xwe di nava rêza van jinên tekoşer deye. Êrîşên çeteyên Daîşê yên li ser xaka Rojavayê welat, nahêlin ku heval Eylûl demeke dirêj li qadên çiyê bimîne. Beriya ku ew çavên xwe ji bedewiya daristan, gelî û newalên Zagrosê têrbike, bi hestên welatperweriyeke heqîqî, dibêje ku her qadeke ku tê de pêwîstiya tekoşînê ji bo azadiya gelê min hebe, ez li wir im. Bi vê hişmendiya bi berpisyar û şoreşgerî ew berê xwe dide qada Rojava. Weke ku li çiyê heval Eylûl bi meraqeke mezin dikete nav her kar û xebatî de û dixwest ku bibe xwediya roleke dînamîk di nava xebatên şoreşê de, bi heman taybetmendiyên xwe ew li qada Rojava bi hestên tije kîn derbasî çeperên herî zêde şer lê dijwar dibe û fedakariyên pir mezin raber dike. Dema ku ew rondik di çavê zarokên Kobanê de dibîne, perîşaniya gelê wê a ji ber zilma Daîşê temaşe dike, soza mezin kirina şer dide, lewra wê eniya gelek dayikên şehîdan ramûsand û soza tolgirtina hevriyên xwe di hizûra wan de da. Di oxira pêkanîna sozên xwe de, ew deh salên bê navber çeperekî çû yê din, bêyî ku bihin vedanê nasbike ji bo mezinkirina şoreşa Rojava, ji bo parastina destkeftiyên wê ked da. Di nava şoreşê de heval Eylûl bi sekna xwe a cesûr, şerker û fedakar carekedin mohra kesayeta jina Kurd a welatperwer lî sînga dîrokê xist. Bi rakirina berpisyartiyên pir girîng, bi meşandina tarzê fermandariyeke serkeftî, di wê qadê de bi gelek rêhevalên xwe re, ew ji bo tevahiya jinên cîhanê bûne mînak. Ji hemû welatên cîhanê çav li ser wa bûn, bi heyranî li sekna keçên Kurd yên şerker temaşe dikirin û berxwedaniya wan ji bo xwe dikirin mînak. Bê guman sekna nehej a di meşa heval Eylûl de, di pişt xwe de palpişteke saxlem hildigre. Ew bi xwendina ramanên Rojê, bi hewildana fêmkirina perspektîfên wî gavên xwe bi bawer dike. Eylûla leheng ti caran xebatên xwe perwerde kirinê taloq nake, ne ji bo xwe, ne jî ji bo hevalên li kêleka xwe. Ji ber ew di wê qinyatê de bû ku, ya bi jinê bide qezenc kirin carekedin, xwe perwerde kirine. Bi taybetî jî xwe perwerde kirina di ramanên Apoyî de ye. ji ber herçiqasî çavkanî û berhemên ku ji bo azadiya jin bang dikin hebin jî, rêhevalê rasateqîn, zanyarê ku ji bo azadiya jin xebatên herî girîn û dîrokî daye meşandin Rêber Apo ye. Bê guman ew tenê di sînorê xwendinê de namîne, ti wextan hewilnada ku tenê Rêber Apo dûbare bike an jî fikren wî di asta teorîk de li gel xwe berhev bike. Wê rojên xwe bi hewildana xwe avakirina bi van ramanan ve bi nirix dikir, bi vî rengî wê di hişmendî, tarz, islûb û gelemperiya jiyana xwe de, dara nûbûnan her zindî dihêla, di her demsalê de jî wê berhemên herî taze û encam gir ji dara xwe kom dikir. Çiyayên ku Eylûl gavên xwe yên destpêka tekoşînê lê avêtibûn li benda wê bûn, lewra ew piştî qedandina erkên xwe yên şoreşgerî, her wiha piştî ku berpisyartiyên xwe yên dîrokî li hemberî gelê xwe anîne cih, carekedin rûyê xwe bi eşq da asoyên bi heybet. Vê carê wê Eylûl bi bêrîkirineke mezin xwe avêtibana sînga çiyayên welatê xwe. Wê beriya salan xatir jê xwestibû niha, ew bi kesayeteke hîn li xwe hayil, xwedî tecrûbe û danehev lê vedigere. Lewra ewê bibe yek ji fermandarên jêhatî yê serdema gerîlatiya nû û ji bo serxistina doza Kurd, ewê bi rol û misyoneke hîn berfirehtir tevbigere. Ji bo vê ew perwerdeya xwe a di Akademiya Şehîd Bêrîtan de, bi hesasiyeteke mezin dinirxîne. Da ku li hemberî milên kêm yên di şexsê xwe de bi serbikeve tekoşîneke dijwar bi xwe re dide meşandin. Bi xwendineke hûr û kûr a ji pêvajoyê re, bi aqilê jin li guhertinên di taktîkên şer de analîz dike û beriya ku derbasî pratîkê bibe ew gelek pîlan û projeyan ji bo xwe amade dike. Her çiqasî vesaziya Heval Eylûl li qadên şerê gerim çênabe jî, lê ew dîsa jî milîtana dema xwe ye û dizane ku bi xebatên xwe yên serkeftî li her qadê dikare darbe li dagirkeriyê bide û êrîşên wê vala derbixe. Bi vî rengî salên dirêj heval Eylûl di nava Tevgera Azadiyê de, her kêliyeke xwe bi coş û heyecaneke tije eşq derbas dike, meşeke ji rêzê ji bo xwe ti caran nake hedef, barê sivik ti caran hilnagire û bi ciddiyet, bi ferqeke mezin a li hemberî êrîşên li ser welatê xwe de, tevdigere. Eylûl baş dizane ku zafer bi milîtanên mîna firtoneyê re ancax were qezenc kirin. Li ser vî hîmî ew heya çirkeya dawî di jiyana xwe de, bi soza xwedî derketina li keda Rêber Apo tevlî dibe. Di 1’ê Sibata sala 2025’an de, li qada Garê di encamê êrîşên dagirkeriyê de, heval Eylûl digihije mertebeya şehadetê. Ew di jiyana xwe de, di şer û tekoşîna xwe de jî jineke şehreza û mezin bû, bi gihîştina xwe a şehadeta di ber doza azadiyê de, ew careke din di çavê hemû hevalê xwe de, di dilê hemû gelê Kurdistanê mezin bû. Textê ku navê şehîdên şoreşa azadiyê li ser wê tê neqiş kirin, pir saxleme, di giyana her Kurdekî welatperwer de tê parastin, her nû ye, ti car kevin û nejbîr nabe. Li ser vî textî bi hezaran navên egîd û zeriyên çeleng yên vê dozê hene, niha li wan navên pîroz Eylûla Geverî jî zêde dibe, li ser wî textê di giyanan de veşartî ew cihê xwe ebedî dike. Rêhevala Wê


