Gava demsal li pey hev bezdidin, gava pelên ji salnameyan hatîn qetandin erşekî tije dikin, gava ku nifş diguherin, dema dîrok li ber xezeba demê dikeve û tê jibîr kirin ya ku mayînde dimîne ye ‘War’.

Ya ku ji dîrokê re dibe şahîd, ya ku wêneyê tevahî demsalan di berîkên xwede radike û ya ku ji şopên lingan şîverêyan çêdikeye war. Lewma piştevane, lewma bîranîna tewra qedir û lênûsa ku bi dîrokê ve tê neqişandine ‘war’.

Devera yekem car mirovahiyê xwe lê bi war kirî, devera ku landika yekem û banê yekem lê afirî, devera ku yekem car navê hîvê, tavê, dar û daristanê û navê evînê lê hatî peydakirin e Kurdistan. Sed û sed mixabin çaxa ji rê derketina mirovahiyê û heta niha ew bûye ‘Warê Wêran’. Kurdên ku mîna goşt û neynîk bi warê xwe ve hatîn girêdan, bi sedan salin jana veqetîna neynîkê a ji goşt dijîn. Lê xwîn mîna lêhyê jî biherike neynîk goşt bernadin, koçer nîvê xwe li warê xwe dihêlin û nîvê warê xwe bi xwere dibin her devera ku diçinê.

Kurdistan!...Di devrana serdest de ne nexşeyek ne jî navekî wê heye. Nexşeya wê di nava kefen desten gerîlayan de, bi xizên cedewan tên neqişîn. Û navê wê êdî dibe bergidana vîn, evîn, dîrok, dilsozî û rûmetê. Ew di nava keziyên şervanên artêşa star de tê honandin, ji çavên wan şewqa xwe dide dîrok û heqîqetê. 

Parek ji parên herî dijwar a dîroka rizgariyê Kurdistanê bû sala 2022. Ev ne dişîbî çiroka tufana Nuh, ne jî rêketina Musa a ber bi axên pîroz ve. Ev ne qutkirina neynîk û goştê ji hev bû, ev peyana perçiqîna neynîk û goşt a di nav hevde bû. Lewra sotîneriya vê êşê gewdeyek ji pola dixwest. Ji divêtiya vê ye ku li Zap, li Avaşîn û Metîna goşt û neynîk bibûn yekpare û tilî bibûn şûr. Di nava vê cengê de ne yek û dû, bi sedan jinan li ser warê ku Xwedawendî ji dest dayîn; ji xweliyên xwe bûn Xwedawend. Wan bê xîretî, xaîntî, şerm û bê watebûn tev li ser girên herî bilind komkirin û şewitandin. Heta duxanê wê jî li ser esmanên de nema, ewan şerkirin, ewan xwe kirin sotemeniya vî agirê de û axek pak li dûv xwe hiştin, da ku xweliyên xwedawendê lê şîn bibe, da kû evîn bi şêweyê xweyê herî xwerû pêkan bibe, da ku ‘War’ ji tevahî kirêtiyan rizgar be û bedewî bejn biavêje.

Yek ji van jinan e Zîlan. Yek ji wan şopdarê Zîlana ku di bedena xwede tovên jiyana nû welidandi ye. Ew Zîlana ku ji war neveqetiyayî, ya ku ji tovên Xwedawend Zîlan şîn hatî ye.

Xwe Bi Vîn Dike Da Ku Li Çiyayên Warê Xwe Ji Nûve Textê Xwedawendan Rabixe

Gulistan Hebeş, bi nasnav Zîlan Rûstem di sala 1985’an de li Rojavayê Kurdistanê, li wî bajarê kû bi têlekê ve hatî dubeşkirin; li Serêkaniyê çavên xwe li cîhanê vedike. Zarokatiya wê li rastî raperîna herî dijwar a şênîyên warê wê tê. Şênî ew sed û sed salin dilşadî ne jiyane li ser warên xwe, ew sed û sed salin ji bo hinek din xwîn û xwedan dirêjin, ew sed û sed salin bi zimanê yên din diaxivin. Lê vê têrê nekiriye goşt û neynik ji hev veqetîne û niha demsal demsala ji nûve şînbuna neynîk û girêdana wê a bi goşt ve ye. Gulistan di vê demsalê de zarokek e. Lewra ewê biba yek ji şopdarên Xwedawend Zîlan. Lewma ger Xwedawend Zîlan tovên gulan ji bedena xwe welidandîbe, ewê jî di demsala ji geşbûna gulan ‘Gulistan’ avadibin de bibaya gulek herî bedew û bi strî. Ma ji xwe ya bedewiya gûlê mayînde dike ne striyên wê ne?

Gulîstan Hebeş, qet di dibistanên dagirkeran de nexwendiye. Ew ji zarokatiya xwe heta temênê xweyê ciwaniyê di nava welatparêzên welatê xwe de jiya, têşe girt. Lewra kesayetiya wê bi qandî yên din ne bi nakoke û ewê bi hewesên sexte ne pêçaye xeyalên xwe. Xweruye ango, sade û ji dil e. Dil û ziman yek e. Gotinên wê dibin kirin, kirin gotinan dihûne. Lewra herî zêde ji wê tê bêhna war ango welat. Her ku diçe hinek din yekpare dibe, hinek din dişibe welat. Ma her zindiyek rengê warê xwe ranagire?

Çaxa çavnebar xwe li pêçekek reş dipêçin û ji hêla roj lê diçe ava ve êrîş tînin li ser welatê wê, ew yek ji jina ku ji destpêkê ve tevlî dibe û di nava refên pêşîn de cih digire ye. Ji wê rojê û pêde Gulistan roj bi roj Zîlanbunê dijî. Gulistan Hebeş di sala 2012’an de tevlî nava refên şoreşgeran dibe û di nava 10 salên xwe yên şoreşgeriyê de her roja ku derbas dibe ji roja din zêdetirîn nêzî xeta Zîlan dibe, ji xwe wê ji vir û şunde navê wê jî Zîlan be; Zîlan Rûstem.

Zîlan Rûstem di sala 2012’an de ji bajarê Serêkaniyê berê xwe dide çiyayên welatê xwe. Perwerdeya xwe ya bingehîn li Heremên Parastina Medyayê dibîne û tevahî hebûna xwe ve, xwe ji bo cengên giran amade dike. Ew xwe li ber jana veqetîna neynîk a ji goşt bi vîn dike, da ku radestiyê radest bigire. Xwe bi vîn dike da ku warê xwe yê ku bi hebûna wê re buye yek li ber zilma neyar ve nehêle. Xwe bi vîn dike da ku li çiyayên warê xwe ji nûve textê xwedawendan rabixe. Ew xwe bi vîn dike da ku darên li ber hişkbûnê ketin kulîlk bidin û çukên ku hişbûyîn bi rîtmên azad bistêrên cardîn. Zîlan Rûstem ji sala 2012’an hetanî 2014 li çiyayên welatê xwe de li ber ronahiya ramanên Rêber Apo xwe perwerde dike. Mîna jinekî Kurd li ber vê birdoziyê xwe dike xwedan hişmendiyekî herî rast û kesayeta xwe bi xisletên şoreşgerî ve gurçupêç dike.

Li Şengalê Dibe Tîmsalek Xurt A Rêhevaltiya Jina Şoreşger

Çaxa sala 2014’an de çeteyên Daîş’ê êrîş dibin li ser gelê Şengalê ew cardîn di refên pêş de ye ku bi bezdan ber bi şer ve diçin. Lewra ew êdî ferdê klana Apociyan e, ewan ne tirs hiştine ne jî mirin. Ewan tiştên ne gengaz gengaz û mîsoger kirine, ewan heqîqeta birdoziya Apoyî bi jiyan û tekoşeriya xwe, bi sekin û serkeftina xweve payîtandine.  Yek ji wan e Zîlan, xwe li nav vî hevîrî de strandiye. Lewma bi coşekê mezin berê xwe dide vê cengê. Ew dizane wê ev ceng bizivire cejnê, ew dizanê wê ev ceng tiştên hatîn wendakirin bide peydakirin û wê tevahî tiştên nîvço mayî temam bike.

Zîlan Rûstem li Şengalê ked û fedakariyek bêhempa nîşan dide. Ew ne tenê şervanekî ku pêlî tetîkê dike ye. Ew bijîşkek a li birînên gelê xwe dipêçe, mamosteyek a zarokên welatê xwe têdigihîne û fermandarek a tabûrên şoreşgeran rêvedibe ye heman demê de. Zîlan Rûstem ji sala 2014’an hetanî sala 2018’an li Şengalê berpirsiyariyên pir mezin hildigre li ser milan. Ew di nava vî demî de bi xak û gelê Şengalê re dibe yek. Ji Geliyê Şîlo hetanî Serdeşt û Medîban, ji Xanesor heta Kora Simokya devara ku ewê gav lê neavêtî, xwêdan lê nerijandî namîne. Zîlan Rûstem bi sekna xwe ya ji xwe bawer, bi dobrabûn û radîkalbûna xwe, bi rûkenî û sadebûna xwe ve dilên hevalên xwe û gelê xwe yê Şengalê fetih dike. Ew li Şengalê dibe tîmsalek xurt a rêhevaltiya jina şoreşger.

Ew Fermandareke Ku Fermana Yekem Dide Xwe Ye!

Dema êrîşên li deştan tên şikandin û neyar li vir nagihêje tişta ku hêvî dike, vê carê bi sînornenasiyek herî kirêt a bê exlaqiyê ve berê xwe didin çiyayan. Dem demê ku operasyonên neyar herî zêde dijwar dibeye. Sal 2019, Zîlan rêwiya Zap’a bê bihûr e. Rawestgeha wê ya yekem Kuro Jaro, berpirsiyarî asta yekîne de ye. Kuro Jaro bi salan di bin fermandariya jin ango artêşa Star de xwe saz dike û lê senger tê girtin. Fermandariya jora wê di asta herem de jî Şehît Mîzgîn Ronahî, cîranê wan girê Karker de jî fermandar Şehîd Şaristan Ferqîn heye. Ev her sê jin li heremên herî stratejîk ên Zap’ê de berpirsiyariya dîrokekî radikin. Ji pîroziya berpirsiyariyan, pêwendiyek pir bedew di nava van her sê fermandaran de çêdibe. Pêwendiya di navbera wan de pêwendiya şervanan a bi hevre distêre û sînerjiyek mezin diafirîne. Li vê qadê beriya şer eforekî pir bilind a amadekariyan tê dayîn. Zîlan li vir jî dil fetihkirine û bûye fermandara serkeftinê, gelek heval dixwazin di her kêliyên şer û jiyanê de li kêleka wê bin, ew dixwazin wê giyana bilind û bedew bi wê re par bikin.

Fermandar Zîlan ji ber jêhatîbûn û zîrekiya xwe ya rêvebirin û rêxistinkirina xebat de û heman demî de ji ber sekna xweya ku her tim çareserî pêşdixe û afrînere ji hêla rêxistinê ve li gelek deveran dixwaze were nirxandin. Ber bi dawiya sala 2021’an vesaziya li eniya herî pêş a Zap’ê ango herema Ertuş’ê çêdibe. Ew ji payîza 2021’an hetanî bihara 2022’an wekî endamê rêveberiya yekîneya bi tevger a eyaleta Zap’ê tevlî xebatan dibe. Bê rawestan, bêyî ku nîşaneyên westandinê lê bixuyê, bêyî ku rojek jî nerazîbûnek bîne li ser ziman, bi coşek pir mezin xwe tevlî dike û rêhevalên xwe jî bi xwere diherikîne. Zîlan li vir jî bûye tîmsala baweriyê, tevahî hevalên wê mîna çiyayan pişta xwe lê rast dikin êdî. Lewra ew fermandarek ji biryargehan talîmatan dide nîne, ew fermandarekî ku fermana yekem dide xwe ye. Çaxa 17’ê Nîsana 2022’an de neyar bi tevahî hêza xwe ve êrîş dibe li ser herema Zap’ê, li refên herî pêşe Zîlan Rûstem. Dema ku navbera wan û neyar dibe 50 mîtro, ya ku bê didûlî û bi xwînsariyek herî mezin, roketa B7 dide li ser milan û li nav koma dagirkeran dide ew e. Û herî dawî ji bo radestiyê û dagirkeriyê di zik hevde bikuje ya ku bombeya xwe mîna Xwedawend Zîlan di xwede diteqîne ye ew…

Zîlan Rûstem, di roja dûyemîn a cenga rizgariyê de ango 18’ê Nîsana 2022’yan de di sengerek herî li pêşde digihêje bêmirîniyê. Gelek car dawîya çîrokekî naverokê jî di nava xwede dihewînîn, mîna ya Zîlan’an. Zîlan Rûstem, ew jina ku bi cedewên kefa destê xwe ve ji mere nexşeya welat xêz dikeye, lewra em deyndar û mînetdarên wê ne.