Raborî, îro û siberoj, diyalektîka bi hev re ye. Bêyî duh hebe îro, bêyî îro hebe sibê nabe. Kesê ku raboriyê nizane, nikare rojaneyê jî bizane. Ango raborî koka mirova ye. Serdema dergûşê ye.

Yanî çîroka çêbûna mirova ye. Nazli jî dema ku li ser vê yekê kûr dibe dibêje: “Ez dizanim ez ne ewqasim, rastiya min cewhera min ne eve, ev jiyan naveroka xwe kême, elbet ev tiştên kêm û windayî di raboriya min de mane, lewra cihê ku min lê wenda  kiriye ezê li wir bigerim û li wir  peyda  bikim” dema ku Nazlî ev pirs ji xwe dikirin, li ser dika sedsalê lêgerînvanekî xurt yê ku bi hemû hêza  xwe  li bersiva  van pirsan digeriya derketibû. Rêber Apo vedigeriya  nava rûpelên dîrokê li nava wan li mirovbûna rast  digeriya  li heqîqeta jiyanê, li wekhevî û azadiyê digeriya, ji bo biratiya gelan, nexasim ji bo biratiya gelê Tirk û Kurd ketibû nava liv û tevgereke  bê hempa.  Lewra wê ev xal bibe xurtkirineke berbi çav ji xwesteka tevlîbûna Nazlî re ku, ew dema pêş berê xwe bide nav refên tekoşîna Apoyî û di rêka tekoşîna azadiyê de bibe rêwiyeke  bi nav û deng. Wê bibe şoreşgera enternasyonel, tekoşînvana biratiya gelan, hûnermendeke esîl, şopînereke rasteqîn ji armancê Denîz, Mahîr, heya Kemal û Heqiyan. Ji nava hemû rêkên ku jê re hatin pêşkêş kirin de wê tercîha rêka herî zor, lê a herî bi rûmet kir, wê rêka azadiyê tercîh kir.

Azadî û Heqîqet; gulîstaneke  rengînin têde her gul heye, her yek bi bihna xwe bi reng û şemala xwe ye. Toveke ku çar demsal û sal duwazdeh meh di bedena mirovan de kulîlk vedikin e. Heqîqet zimanê herî xurt û pêşketî ya ku razbera wê nehatiye dîtin e. Nazliyê jî, bi navê Emîne Erciyes hebûna xwe ji mezinbûna gulîstana heqîqetê re kire xelat, bi dilopên xwêdana xwe her av da, çek hilda milê xwe jê re bû nobedar, her destekî ku xwest zerarê bide, xiste hedefa xwe û destûr neda. Wê, razbera azadiyê di pêkanîna rast a ji ramanên Rêber Apo de didît. Felsefeya ku kevirê xwe yê qorziyê, parçekirina koletiya li ser jinê ye, xwezayê pîroz dibîne, mirov qedir bilind dike, ji hêza wî bawer dike, felsefeyeke ku bi rastiya dîrokê ve hatiye nivîsîn û hedefê xwe azadiya mirovahiyê ye.

Weke wê gulîstana heqîqetê a ku jina bawermend Emîne ji bo wê şer dike, kesayeta xwe jî mîna wê rengîn û pir alî dike. Mane ew baş dizane ku heqîqet ne reş û sipî ye, dayîka cudahiyane û keskesor e. Fermandara pêşeng Emîne jî ti carî yek alî nefikirî, yek alî  meyzenekir û neçû biryaran,  di pêşxistian xwe de  giringî neda  aliyekî û negot ev bese ya din ne pêwîst e. Ew her dem kete nava wê hewilê de ku, bibe şagirteke zîrek a ku Rêber Apo fêm dike û xwe bi rastiya wî re bike yek. Lewra wê tayekî zirav xiste navbera  şev û rojê de, ne got havîn û zivistan ne got zehmet  û hesan, ji ziraviyên herî biçûk ya jiyana gerîla, heya hûnere şer, çek û leşkertiyê, ji xwe kûr kirina bîrdozî, siyasî û felsefî, heta di pêşxistina çand û hûnerê wê ked da, xwe westand û pêşketin tomar kirin. Ango Fermandara Şer û Jîyanê ji hemû ezmûnan serkeftî dibuhurî.

Ne tenê ev, wê bi çavê dilê xwe li jiyana gerîla meyze dikir, ne seranser, pir kûr û bi hurgulî, razberiyên ku didîtin bi hestên xwe yên hunerî peşkeşî hevalên xwe jî dikirin. Ew heqîqetekî wiha bû ku dikarî di nava nêvenga şerê herî giran de, bi hestên xwe yên kûr, bi peyvên tije wate rastiya destana gerîla bike helbestek, di her kombûnekê de bi dengê xwe yê nazenîn stranekê bêje û ruhekî dilşad serwer bike. Hêza hezkirina jin derdixiste pêş û fîlmê dema jin hezdike kişand. Keça behremendiyê bû.  Destûr nedabû ku aqil û hestên wê bikevin esareta pergalê de, ji her hêlê ve xwedî dewlemendî bû, di nava jiyana gerîla de her hilavêtineke dilê wê, bi xwe re çîrokeke eşqê neqiş dikir. Ji bo vê her tevgereke wê dibû berhemeke ku PKK hinekî din bi hêz bike, hinekî din xweşikbûna wê xwiya bike, hinekî din were  nasîn, mezin û firehtir bibe.

Rêber Apo got: Jin bi tenê û bi tenê divê ya xwe be, heta divê wer zanibe ku bê xwedî ye, bi tenê xwediyê wê ew bi xwe ye. Di bingehê van tesbîtan de, ku beriya wê Rêber Apo bi sedê caran rastiya  jin û rewşa ku hatiyê  nirxandibû, bi vê re jî hîmên destpêkê yê avakirina Tevgera Azadiya  jin hatin avêtin. Zor û astengiyên wan rojan bi hevdûre ketibûn nava pêşbirkeke bê dawî ku pêşî li vê gav avêtina jin bigrin û rê nedin ku jin ji bo azadiya xwe têbikoşe. Lê ava lehiyeke  ku bi hezarê salan di pişta dîwarê zilamsalariyê de  hatibe  hepis kirin, eger derza yekem li wî dîwarî xistibe û bi fikrê Rêber Apo dest bi hilweşandina  wî kiribe gelo kî kare bigre. Heval Emîne weke jineke Tirk, şoreşgereke enternasyonalîst dilxwaza yekîtiya  gelan bû. Bi taybet weke jineke li xwe hayil, di refên destpêkê yê vî çeperî de cîh digirt. wê Çepera xweseriya jin de şer kir , mil da milê hevriyên xwe, pêşengtiya artêşa jin kir  bi vê pêşengtiya  xwe bangawaziya hezkirin, biratî, nûbûn û serkeftinan kir, lewma hemû rêgezên wê, xwe dispartin xweza û civakbûnê. Ev sekna xweragir, yekîtiya li hemberî zihniyetên desthilatdar a Fermandara efsanevî Emîne Erciyes û hevalên wê dibe mezintirîn sembola cesûriya jin, dibe remza stêrkeke nû ku, çirisîna çavê jinê dinyayê ronî dike. Bi bi vî awayî rimeke dijwar di nava sînga mêrserweriyê de tê çikandin û di vê de rola Fermandara nav û deng ya Emîne Erciyes diyarkere.  Ji xwe li wêderê barê wê hinekî din giran dibe û berpisyartiyên wê hîn berfirehtir dibin, ji ber ew xwe li hemberî mezin kirina vê tevgerê berpisyar  dibîne, ji bo parastina wê, canê xwe bi kedê dihelîne, li ser  her bihûstekî ji rêzeçiyayên Zagrosê ew şopekê kûr dihêle.  Di her gavekî xwe de silav da geliyên Zimrudî yên çiyayên Kurdistanê, şahidî ji biharên wê yên bihuştî re kir, kulîlkên wê yên yaqûtî bêhin kirin û ji wan re soza  azadiyê da,  bêyî ku ji her kanî û rûbarî gulpek av vexwe derbas nebû, li ber  barana payîz û biharê her şil bû û her keniya, di şerên herî dijwar de bi rojan di pevçûnê de  ma, tî birçî, lê ew hîn xurt û bedew bû. Di bin barê herî giran ya şerê azadiyê de ew bê navber meşiya, bi awaz û stranên azadiyê ve li pişt xwe hiş bi dehan gir û newal. Lewra heval Emîne her  tiştî bi evînê destpê dikir ji ber vê jî bibiryar bû ku wê bi evînê bigihije encamê. 

Evîna azadiyê ya Fermandara sînornenas Emîne; jiyaneke bi pîvanên sosyalîst û demokrasiye ve rapêçayî bû.

Lewra ew hebûneke ji wateyê bû, wate dida zorahiya şer, wate dida her astengiyên ku derdiketin û bêyî gumanekî biçûk jî jiyan bike derbas dikir, çima? ji ber  ku ew evîndar bû dizanî berê wê li kûye, û ti carî pusulaya  xwe şaşnekir. Ev watedayîna wê ya mezin çavkaniya xwe ji fikirandinên wê yên mezin, ji mezinahiya armancên wê digrt.  Navenda fikrê wê rêgezên bîrdoziya Apoyî bû, hedefa wê bû ku xwe çawa bi vê bîrdoziyê re  bike yek, çawa bibe xwediya  şer û jiyaneke layiqî keda Rêber Apo, ji bo azadiya  jinan û tevahiya  gelên bindest çawa  bibe şoreşgereke serkeftî û xwedî hêz.

Heval Emîne bi qasî mezinahiya watedeyîna xwe, hedef û ramanên xwe heman demê de ew xwedî Hêviyên pir bilind bû, hêviya wê hebû ku çemê  kevnar yê biratiya Kurd û Tirkan careke din bigihije hev û bi aşîtî biherike. Bi hêvî bû ku ewê carekedin civak bi destê jina bi bereket bi xêr û xweşî, bi etîk û rêgezên xwedawendan were  bi rêve bibirin. Bi hêvî bû ku ewê carekedin dara îradeya gelan fêkî bide û ewê desthiladar xwe vekişînin qalikê xwe. Ev hêviyên gelekî xweşik û bi hêzbûn, lewra wê her rojek ji ya  din xurtir li ber xwedida, berxwedaniya wê bi rihê serxistina van şoreşan avdayî bû, her rojekê ji ya din zêdetir bi eşq û coş tekoşîn dikir.

Fermandar Emîne Erciyes bi qasî ku ji hevalê li gel xwe re dibû çavkaniya hêz û moralê her wiha bi enerjiya xwe a bêdawî re jî dibû navenda hezkirinê, ji wê zêdetir jî ji hevriyên xwe  yên şehîd re  jî dibû sozdareke bi wefa. Wê dizanî ku mezintirîn menewiyata PKK şehîdên wê ne, lewra ew bi qasî xwedî derketina tevahiya nirxên PKK re, heman demê xwedî li nirxên şehîdan jî derdiket û pêk anîna xeyalên wan wek erkekî herî girîng didît. Lewma heval Emîne jineke azadîxwaz, jineke bedew ku hemû xweşikiyên heyînê di dilê xwe de mezin dikir û ji bo pêkanîna armanca jiyaneke azad ew bêyî rawestan ked dida.

Ew ji jinên herî esîl, xweşik, pêşeng û avaker ya têkoşîna azadiya jin e. Lewma heval Emîne militana erkên giran e, şervana cesûr a azadiyê ye, şagirteke dildar a Rêber Apo ye, rêhevaleke dilmezin a jinê ye, fermandareke şareza a gerîlaye, ji hûnermendên herî bijarte ya ku bi cewherekî azad hemû rengên heyînê raber dike ye, dilsozeke dirust a pakrewanên kurdistanê ye.

Rêber Apo dibêje Fermandarî berpisyartiyeke zor û girane, eger tu hilgirî ser  milan tuyê bixî hesabê xwe  de  ku tuyê yek kêliyê jî rawestandinê nasnekî, hiş û dilê te wê 24 saet di nava sazkirina planên binxistina dijimin de bin, tuyê şervanên xwe ji êrîşan bi parêzî,  ruh, manewiyat, bidî wan, bi coş bihêlî dewlemendiya  bîrdozî bi wan re  çêbikî pîvanên jiyana nû bi wan bidî fêm kirin.

Heval Emîne salên dirêj di seyra vê nirxandinê de fermandarî ji hêzên gerîla re kir, ne westandin, ne jî tiştekî bi navê bêhin vedanê naskir, di nava pratîkên herî giran de zanî çawa bibe îrade, biryarên rast bigre, lewra ew dizanî ku afrînerî di malzaroka tengasiyan de dixuliqe û ti carî li hemberî bêçaretiyê sitû netewand. Bi hezkirin û moral tevahiya erkên xwe yên pêşengtî, fermandariyê dianî cih, da ku barê rêxistinê sivik bike ji hêza xwe  zêdetir datanî holê, enerjiya aqil, ruh û fîzîka xwe dixiste seferberiyê. Wê ti carî serkeftinê xwe  weke  serkeftinên takekesî nedidît, Heval Emîne tevahiya serkeftinên xwe wek serkeftina PKK, bîrdoziya Rêber Apo û tevgera jin didît, lewma ji vê jî heyecan û kêfxweşiyeke  mezin digirt. Ji ber vê jî wê derveyî serkeftin û nûbûnan ti rêyekî din erê nedikir.

Jina azad bûyî, civaka azadbûyî ye. Rêber Apo bi lêkolînên zanistî, felsefîk û mînakan ve ev tespit daniye holê. Fermandara têkoşîna azadiyê Emîne Erciyes jî weke  bi hezaran şoreşgerên tevgera  azadiyê, ji bo ku bigihije hêza avakirina civakeke azad ji kesayeta xwe , ji civata xwe dest bi guertin û veguhertinê kir, ango eniya şer di serî de li hemberî nefsa xwe li hemberî damarên ji azadiyê re berovajî vekir. Heval Emîne li kêleka şerê xwe yê nefsî ji bo parastina pîvanên bîrdoziya rizgariya jin ku ew bi qîmetirîn hediya Rêber  Apo ji jin re ye,  tim û dayim di pozisyona mertalekî qayîm debû, bi zanisteke dîrokî, bi hêzeke kûr a tehlîl û dahûrînê re, her  wiha bi piştevaniya tecrûbeyên xwe  yên dem dirêj, ew dibe mîna çiyayekî bi ewle ku di paxila wê de rêgezên  tekoşîna azadiya  jin zindî, nû û parastî têne hiştin. Heval Emîne fedaiyeke enternasyonel bû, ji bo ku mecraya  çemê Dîrokê vegerîne cihê wê yê rast, rojên emrê xwe di nava bezeke bi tekoşînê hunandî de  derbas   kir. Êşa her jinekê hîs kir, qêrînên wê bihîstin û ji bo xilas kirina vê zilmdariyê xwe erkdar dît.

Bi qasî ku heval Emîne jana jinan hîs dikir, êşên hemû ferdên din yên civakê jî didît, fêm dikir û ji bo wan şerê xwe  mezintir dikir. Lewra her dem ew  nêzî mazlûman bû,  nirx dida berxwedaniya gelê bindest û bi tekoşîna xwe  ji bo azadiya wan şer dikir.

Artêşeke ku hêza jin a defin kirî ji goristanê derxiste  jiyaneke hemû bawerî, çoş û hêvî, ji cîhanê re  îsbat kir ku  bi hêza xweser a jin dikarin di ruyî mezintirîn artêşan de biskinin û her awayî şer bi serkeftî bimeşînin. Bi zanistê re, bi felsefe û siyaset û leşkerî re xwe gihande astên giring û ji cihana jin re bû tîrêjeke ronak a hêvî û xelasiyê, artêşeke ku ji her hêlê de  xwedî ezmûne û van ezmûnên xwe  diherikînin rastiya civakê. Jina şoreşger  enternasyonel  Emîne Erciyes fermandarî ji artêşeke wiha re kir. Belê  Emîne êdî ne keske bû, ew nûnereke mezin a artêşa jina Kurdistanî bû, di meşa xwe de êşên  pêşketina wê, di dilê xwe de kêfxweşiya  mezinbûna wê, di ruhê xwe de nirx û pîroziya wê rakir û parast. Bû yek ji jinên avaker û afrîner a azadiya welatê xwe.

Rêhevalên Wê