Di dîroka me ya avakirina artêş û gerîlayan de, hevalên jin ên ku em wekî şehîdên Cotmehê pênase dikin bingehê her tiştî nîşanî me dan.  

Mirov çawa li çiyayan dijî, çawa dimeşe, çawa çekên xwe radike, çawa li dijmin dixe, çawa xwe diparêze, çawa wekî gerîlayek jin dijî, û çawa di kêliyên herî dijwar ên têkoşînê de li dijî pergal û zîhniyeta serdest a mêran şer dike ewan bingeh danî. Hevalên ku em wekî şehîdên Cotmehê pênase dikin, hay ji wê yekê hebûn ku ramanên wan, têgihîştina wan a jiyan û şer; çand û kevneşopiya têkoşîna şoreşgerî pêk tînin. Ji ber vê yekê, ew li ser rizgarkirina gel û doza azadiya jinan disekinîn. Ew xwedî kûrahiyek îdeolojîk û felsefî ya têr bûn ku fêm bikin ku têkoşîna wan dîrokiye û perspektîfek li ser pêşerojê heye, û li gorî vê yekê ewan li jiyanek watedar digeriyan. Rêbertiya me me di pirtûka xwe ya ‘Parastina Gelekî’ de ji bo tevgerên jinan ên li derveyî yên me, bi taybetî jî ji bo femînîzmê, tespîta ku "nebûna bingehek rêxistinî ya bihêz, nekarîna pêşxistina tevahî ya felsefeya wê, û zehmetiyên di derbarê mîlîtaniya jin de îdîaya wê qels dikin" dike. Bi van çavderiyan ve Rêbertî rexne pêşdixe. Li ser bingeha vê çavdêriyê, em dikarin bibêjin ku şehîdên me yên Cotmehê di têkoşîna me ya gerîla de hewl dan ku perspektîfên ku Rêbertiya me di derbarê têkoşîna azadiya jinan de pêşkêş dikir, bi kûrahî fam bikin. Li gorî vê yekê, wan zehmetiyên mîlîtantiyê di têkoşîna azadiya jinan a Kurdistanê de nas kirin û li gorî vê yekê xeta mîlîtantiyê, şêwaza jiyanê û şêwaza şer a xwe formule kirin. Bi gotineke din, şehîdên me yên Cotmehê bûn dîroka gerîlatiya jinan û mîlîtantiya jinan a dijwar. Şehîdên me yên Cotmehê di nav ne gengaziyan de mîlîtantî û gerîlatiya jinan pêş xistin. Her ku perspektîfa têkoşîna azadiya jinan a ku ji hêla Rêberê me ve hatî pêşkêş kirin di pratîkê de hate bicîh kirin û veguherî şêwazek jiyanê, çarçoveya têkoşînê di hawîrdora şer de her tim berfireh bû.

Di Şerê Gel ê Şoreşgerî yê îro de, dema ku hêz û şervanên gerîla li seranserê Kurdistanê belav bûn û em ber bi Rojhilata Navîn ve berfireh bûn, kesayetiyên şoreşger û taybetmendiyên milîtan hene ku em dikarin ji hevalên ku em jê re dibêjin şehîdên Cotmehê fêr bibin. Bi dehan heval di têkoşîna me ya azadiya jinan de di Cotmehê de şehîd bûn.

Şehîdên me yên Cotmehê;

Şehîd Berîtan (Gülnaz Karataş); di nav qîrîna serhildana Dêrsîmê de mezin bûn. Di sala 1991 an de, heval Bêrîtan tevlî refên azadiyê bû. Wekî ku tê zanîn, operasyona berfireh a 1992an li Başûrê Kurdistanê pêş ket. Di vê operasyonê de, meylên li ser teslîmbûnê û hin kesan têgihîştina xwe li ser partiyê ferz kirin. Heval Bêrîtan, mîna hemî gerîlayên din, ji bo misogerkirina hebûn û azadiya gel pabend e, xwe naspêre vê an wê hêzê, lê xwe dispêre hêza xwe ya cewherî. Prensîba ku heval Bêrîtan bi kesayetî, şêwaza jiyanê û kiryarên xwe temsîl dike, ew e ku bi serbixwe bijî û israr bike ku şer bike. Heval Bêrîtan heta guleya xwe ya dawî şer dike, piştî ku guleyên wê diqede çeka xwe dişkîne. Ji bo ku teslîm nebe, ew ji hêzên êrîşkar heta ber zinarekî dûr dikeve. Hêza dijmin şoq dike. Ev çalakiya heval Bêrîtan di hişan de tê kolandin. Çalakiya heval Bêrîtan ne xwe avêtina ji zinaran e. Çalakiya heval Bêrîtan derbaskirina ji zinaran e. Ne bêçaretî û teslîmbûn e, berovajî vêya azadiya ku ji zinaran derbas dibe ye. Her wekî ku Rêbertiya me gotî, "Dibêjin mirov tenê li ber zinaran bi bask dibin. Li hember êrîşa pergalê bi hemû bêrehmî û eslê xwe yê rastîn, girtina mirovahiya bingehîn û rastiya xwezayî ya li pişt wê tenê bi fikirandina bi bask gengaz e." Bi vê çalakiyê, heval Bêrîtan dijwarî û pîroziya têkoşîna azadiya jinan nîşan dide. Azadî bi afirandina topek agirîn xwe şewitandinê hewce dike, lê di heman demê de wekî Bêrîtan derbasbûna ji zinaran jî hewce dike. Bêrîtan bedewî û asîbûna zinaran e.  Bêrîtan çalakiya azadiyê ya ku ji zinaran diherike û tê ye.

Heval Fîdan, heval Zeynep, heval Şîrîn (Asiye Yırtlaç ji Pazarcikê), heval Mizgîn (Şerife Akkuş ji Mêrdînê) û Heval Dîcle; di Cotmeha 1992 an de li gundekî Pazarcixê yê navçeya Tolhildanê bi dijmin re ketin pevçûnê. Her pênc heval jî di vê pevçûnê de bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn. Dijmin êşkence li cenazeyên wan kirin, bi panzeran girêdan, li dora gund gerandin û muameleyek nemirovane li wan kirin. Piştî şehadeta wan, bîst û du ciwan xwe bi rêxistin kirin û tevlî refên azadiyê bûn. Yek ji taybetmendiyên şehîdên me yên Cotmehê di dîroka me ya hêzên çekdar ên jinan de ev e ku wan bi berxwedana xwe ya li dijî êrîşên dijwar ên faşîzmê moral û cesaret dan ciwan û jinan û ew anîn refên azadiyê.

Heval Rojîn (Hanım Özdemir); ji Kahtaya Adiyamanê ye. Di sala 1990’î de tevlî refên azadiyê bû. Di kesayetiya wê de xwedî taybetmendiyên pêşengiyê bû. Bi perwerdehiya ku di warê rêbertiyê de wergirtiye, xwe pêş xistiye û gihîştiye parêzgeha Tolhildan û di 15’ê Cotmeha 1992 an de li Doğanşehir a Meletî di pevçûnekê de bi qehremanî şehîd bûye.

Heval Dîlan Dilsoz (Taybet Dayan); ji Cizîrê ye. Di nav çanda welatparêz a gelê Cizîrê de mezin bûye. Piştî ku tevlî refên azadiyê bûye, di şer de berpirsiyarî girtiye ser xwe û bênavber li dijî dijmin şer kiriye. Di rêvebertiya xwe de pir bi israr e û ji bo pêşkeftina bîrdozî vekirî ye. Perwerdehiya wê ya di warê rêbertiyê de rastî û şêwaza rêbertiyê bi tundî tekez kiriye. Bi motîvasyon û hêza ku ji vê perwerdeyê bi dest xistiye, vegeriyaye qadên gerîla. Bi israr û biryardariya fermandarekî bihêz, çûye qada şer û tevlî şerekî dijwar bûye. Di vê pevçûnê de, ji hevalên xwe yên ku li ser rewşa wê dipirsin re gotiye, "Rewşa me ne pir baş e. Ne gengaze ku em xwe xilas bikin. Em ê bi tû awayî teslîm nebin, û em ê şehadeta erzan qebûl nekin. Em ê heta guleya xwe ya dawî şer bikin û bi berxwedanê bigihêjin şehadetê. Hun xwe baş biparêzin." Serkeftin hevalno! Ev gotinên heval Dîlan ên di dema şer de ne. Di vê şer de ku di 10ê Cotmeha 1995an de derket, heval Dîlan û bîst û du hevalên din şehîd bûn. Dijmin, ji ber ku nikarîbû berxwedana qehremanî ya van hevalan tehemûl bike, bi awayek hovane termên wan şewitandin. Ji bo ku berxwedana wan neyê nasîn, nebe dîrok, dijmin bi awayek hovane van hevalan şewitandin. Dijminatiyeke wisa kir ku, tevî şehîdkirina hevalan jî, nikarîbûn nefreta xwe kontrol bikin û ew şewitandin. Şehîdên me yên Cotmehê dema ku sax bûn rastiya vî dijminî pir baş dizanibûn û li gorî wê li ber xwe dan, dizanin ku berxwedana wan a qehremanî dê dijmin bişkîne.

Heval Çigdem (Mizgin Türk, Hüsne Akgül); Ji Zile, Tokatê ye. Ew di nav malbatekî xwedan çanda Elewî û ramanên çepgir de mezin bû. Lêgerînên wê pir dijwar bûn. Ew bi rêxistina ciwanên Çep a Tirk re eleqedar bû û di vê hawîrdorê de ti bersiv ji lêgerînên xwe re nedît. Lêgerînên wê bi awayekî şoreşgerî berdewam kirin. Di sala 1991 an de, ew li Çiyayê Cûdî tevlî refên gerîla bû. Piştî demekê, ew li Akademiya Mahsum Korkmaz di Qada Rêbertiyê de perwerde dibîne. Eleqeya wê bi şerê gerîla re pir zêde bû û wê dixwest di şer de jêhatî bibe. Wê her wiha bal kişand ser Şoreşa Tirkiyeyê. Ew tevlî yêkîneyên pratîkê yên li Metîna bû. Hêzên hevkariyê, bi tifaq û piştgiriya artêşa Tirk, li herêma Kadişe-Enişkê êrîşî hêzên me yên gerîla kirin. Di vî şerî de, hevalan şerên dijwar û berfireh kirin, û bîst û du ji wan di 10’ê Cotmeha 1995 an de bi qehremanî şehîd bûn. Hevala Çigdem jî di vê pevçûnê de şehîd bû. Hevrê Çîgdem, bi israra xwe ya li ser jiyana gerîla û şer, bi berxwedana xwe xeta enternasyonalîst a Partiya me nîşanî gel da.

Şehîd Rewşen (Leyla Kaplan); di nav çanda welatparêz a berxwedêr ya Mêrdînê de mezin bû. Ji ber êrîşên dijmin neçar ma ku koçî metropolan bike, ev yek ruhê wê yê tolhildanê xurt kir, ev yek wê ber bi wê ve bir ku her tim beşdarî serhildanan bibe û hewl bide şer bike. Di ciwaniya xwe de bi partî naskir. Di sala 1995 an de, li parêzgeha Dêrsimê tevlî refên gerîla bû. Çalakiya fedaî ya Hevrê Zîlan gelek bandor li wê kir. Di 25’ê Cotmeha 1996 an de, li navenda Edeneyê çalakiyek fedaî pêk anî. Hevrê Rewşen, bi şêwaza xwe ya têkoşîn û çalakiyê, prensîba hevaltiyê di fedakariyê de ava kirî ve, bu şopdara Zîlan. Hevaltî, bi evîna xwe ya hevaltiyê, yekîtî di armancê de ye, bi israr şopandina heman rêyê ye. Bi ruh û ramana tolhildanê ya herî bilind, lêxistin û êrîşkirina dijmin e.

Bermal (Güler Otaç); li deşta Batmanê hişmend û xurt bû, û li gorî vê yekê, heval Bermal bi evîna welat û axa xwe mezin bû. Di sala 1988 an de, bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên partiyê bû û demekê hate girtin. Di nav malbata wê de şehadet çêbûn. Paşê, di sala 1993 an de, li parêzgeha Garzanê tevlî refên azadiyê bû. Demekê beşdarî çalakiyên girseyî bû û dû re çû çiyayên Dêrsimê. Tolhildana Heval Bermal li dijî dijmin di jiyan û şêwaza têkoşîna wê de xurt e. Bi vê tolhildanê, ew li çiyayan li ser şêwaza gerîlatî û şêwaza şer israr dike. Dixwaze derbeyek mezin li dijmin bide. Ji ber vê yekê, Heval Ş. Zilan (Zeynep Kınacı) biryara "jiyana watedar û xeta çalakiya mezin" da û di 29’ê Cotmeha 1996 an de li navenda Sêwasê li dijî hêzên komploger çalakiyek fedaî pêk anî. Wekî cîgirê Heval Zîlan, yên ku di armancê de yek bûne zêde bûne. Ş. Di şexsê Heval Bemal de, bawerî xurt dibe, û fedakarî ji bo serketinê tê teşwîqkirin.

Hevala Şehîd Dîlovan (Saadet Yilmaz) ji Meletiyê ye. Di sala 1991 an de tevlî refên azadiyê dibe, û piştî demek kurt, diçe Qada Rêbertiyê û li wir perwerde dibîne. Perwerdehiya wê li ser şer bû û ewê xwe ji bo qadên şer amade dikir. Di sala 1992 an de diçe Dêrsimê û piştî demekê li wir dimîne, di sala 1996 an de diçe Qada Koçgirî. Ew bi israr dixwaze ji bo gerîla deverên nû veke. Ew bi awayekî çalak beşdarî vê hewldana li parêzgeha Koçgirî bû. Di 14’ê Cotmeha 1996 an de, di dema vekişîna çalakiyek serketî de, li Koçgirî-Dîvrîgî, ligel sî û sê hevalên din şehîd dibe. Li gel heval Dîlovan, sî û sê hevalan bi berxwedana xwe nîşan dan ku di têkoşîna me ya gerîla de, em ê deverên ku di destê dijmin de ne teng bikin, qadên azadiyê yên gerîlayan berfireh bikin û bi lêdan û pevçûna bi dijmin re vê yekê bi dest bixin.

Hevala Şehîd Meryem (Meryem Çolak); Meletî her gav şerê li dijî êrîşên asîmîlasyonê yên rejîma faşîst dida pêşiyê, ji cewhera Kurd a axa Nurhaq sûd werdigirt. Hevala Meryem di salên 1980 an de bi têkoşînê re eleqedar bû û li ser vê bingehê beşdarî xebatê bû. Ji ber temenê xwe yê ciwan ew hate girtin, îşkence lê hate kirin û hate girtin, piştî ku ji zindanê derdikeve dîsa xebata xwe didomîne. Di sala 1991 an de, ewê bi awayek hîn çalaktir xebatan rêvebir û berpirsiyarî girt ser xwe. Piştre, di sala 1994 an de, berê xwe da çiyayan û tevlî refên gerîla bû. Ji ber ku lêgerîna Hevala Meryem xurt bû, lêhûrbunên wê ya îdeolojîk bi tevlîbûna partiyê girîng û kûr bû. Ji ber vê yekê, piştî tevlîbûna partiyê, wê xwe ji bo rêberiya tevgera azadiya jinan û erkên şoreşê amade kir. Heval Meryem di şer de fermandar bû. Ew şervaneke bihêz û wêrek bû. Heval Meryem xwedî ezmûn û zanîna jiyanê bû. Ji ber vê yekê, ew bi berpirsiyarî nêzî jiyanê dibû. Ew hevalek bû ku ji gotinên wê re rêz dihate girtin . Bi axaftinên xwe yên têgihîştî û nêzîkatiyên xwe yên cewherî ewê ji hevalên xwe pir hez dikir û hevalên wê jî ji wê hez dikirin. Ew bi hemî hevalên xwe ve girêdayî bû û wan nêzîkî dilê xwe digirt. Kesayetiya heval Meryem û beşdarbûna wê di tevgera gerîla ya jinan de, di rûbirûbûna zehmetiyên şer û berpirsiyariyên giran ên şoreşê de hêzek jiyanê peyda kir. Di şert û mercên dijwar û ne gengaz de, bûyîna hêzek jiyanê ramanek kûr û hewldanek mezin hewce dike. Heval Meryem di têkoşîna şoreşgerî de, moral, hêvî û hêza jiyanê ye.

Di sala 1997 an de, Heval Meryem, digel komek jinan, di navbera Heftanîn û Metîna de ket kemînek ku ji hêla hêzên xayîn û hevkar ve hatibû danîn. Ewê di vê pevçûnê de bi berxwedan û qehremaniyek mezin şer kir û şehîd bû.

Hevala Şehîd Gurbetellî; Di sala 1990’î de tevlî partiyê bû. Di sala 1993 an de, ew li rojnameya Özgür Gündem dixebitî, di karê xwe de serketî bû û bibû edîtora wê ya sereke. Her ku şer dijwar dibû, wê xwe ji bo tevlîbûna refên gerîla amade dikir. Berî ku tevlî refên gerîla bibe, li Qada Rêbertî perwerde dît û bi vê perwerdeyê jêhatîbûna xwe hîn zêdetir pêş xist û berê xwe da çiyayan. Ji hêla îdeolojîk û rêxistinî ve jêhatî bû. Di nav rêxistina me ya YAJK’ê ya welêt de rolên rêbertiyê girt ser xwe. Bi serê xwe perwerdekarek bû. Bi kesayetiya xwe ji dorhêla xwe rêdariyek mezin dibîne. Bêyî ku prensîbên azadiya jinan tawîz bide li dijî hemû hişmendî, têgihîştinên paşverû û serdest bi awayekî radîkal şer kir. Di Cotmeha 1997 an de dema ku derbasî Garê dibû, di kemînekê tankê de şehîd bû.

Hevala Şehîd Canda Tirk, Di 5’ê Cotmeha 1997 an de di pevçûnekê de şehîd bû. Rozerîn (Asuman Erdem, ji Mardîn-Dêrikê) di vê pevçûnê de di Cotmeha 1997 an de kete kemînê û şehîd bû. Helîn Çerkez (Nermin Akkuş) di 13ê Cotmeha 1998an de li herêma Behdînanê di pevçûneke ya bi PDKê re bi qehremanî şer kiri û şehîd bû. Ronahî German (AndreaWolf), Ronahî (Cemile Akyar) û Rewşen Qamîşlo jî di Cotmeha 1998an de şehîd bûn. Ev hevalên ku li çiyayan şer kirin û bi qehremanî şehîd bûn, digel hevalên Rotînda (Aynur Artan) û Kurdê (Selamet Menteş), ku bi moral û hêzê ji tevgera gerîlayên jinan a li çiyayan li ber xwe dan, di 23’ê Cotmeha 1998 an de ji bo parastina Rêbertiya me li dijî êrîşên komploya navneteweyî yên di 9’ê Cotmehê de dest pê kirin, li girtîgeha Midyadê bedenên xwe şewitandin. Beriya çalakiyê, her du hevalan nameyek ku têkoşîna li dijî komployê û armanca wan a çalakiyê diyar dike hiştin. Di nameyên xwe de, wan got: 'Rêbertî roja me ya azadiyê ye; em gerstêrkên li dora wê ne. Em xwe di Rêbertiyê de dibînin. Em dixwazin bibin leşkerekî dirûşmeya 'Hun Nikarin Roja Me Tarî Bikin!' ku hatiye destpêkirin. Em vê yekê wekî berpirsiyariyek dîrokî dibînin û em bawer dikin ku em tenê dikarin bi şewitandina laşên xwe ve bersivê bidin. Parastina Rêbertiyê bi avakirina partiyekê, azadbûn û mirovbûnê mimkun e. Ew bi gotina “Parastina Rêberî parastina mirovahiyê ye” ve û bi baweriya ku ewê li beramperî komplogeran azadiya Rêbertî pêkan bikin ve tevlî karwanên şehîdên cotmehê bûne.

Şehîdên me yên Cotmehê di salên 1990’î de bi dehan û bi sedan heval bûn. Bi berxwedana xwe, ev heval bûne bi hezaran gerîla û şervan ku îro li her çar beşên Kurdistanê û herêma ku ber bi Rojhilata Navîn ve vedibe şer dikin.

Şehîdên me yên Cotmehê çavkaniya artêşê, avakirina gerîla, vejîna gel û jinên Kurd ên di salên 1990’î de ne. Şehîdên me yên Cotmehê bi berxwedana xwe kesayetiya ku di têkoşîna azadiya jinan de bi ser bikeve, prensîbên têkoşîna şoreşgerî û ruh û eslê hevaltiya jinan ava kirin. Şehîdên Cotmehê dîroka me ne. Gelek tişt hene ku em ji van hevalên şehîd fêr bibin. Yek ji xalên sereke ku em dikarin fêr bibin ev e ku em jiyan û şêwazên şer ên her hevalekî lêkolîn bikin. Lêhûrbuna wan a li ser rastiya Rêbertî bi hêz û kûr e. Şehîdên me yên Cotmehê bi tundî hewl didin ku di rastiya Rêbertî de wateyê bibînin û li gorî wê bijîn. Ew dizanibûn ku her wateya ku wan di Rêbertiyê de dît ji bo gelê xwe, ji bo jinan wan ber bi rêya têkoşînê ve dibe.  Wateya ku wan di Rêbertiyê de dît wan ber bi çiyayan, ber bi gerîlayan ve bir.

Ji ber vê yekê di wan salan de li gel her hevalekî dahurandinek Rêbertî, rojnivîsekî û yek jî nivîsên li ser dersên bingehîn ên wekî sosyalîzm, dîroka PKK, dîroka azadiya jin û li ser şêwaze şer di çenteyê wan de hebûn. Van hevalan vans xwendin û li gorî van jiyan kirin, şer kirin û li gorî wê nivîsandin. Her rojnivîska ku van hevalan di dema şer de nivîsandine, her gava ku derfet dîtine, kevneşopiya me ya jiyana gerîla ava kiriye. Dema ku em li hember vê rastiya şehîdên Cotmehê li xwe dizivirin; gelek xal hene ku em dikarin li ser wan rexnedayîn bidin. Pêdivî heye ku em li ser gelek mijaran bisekinin, wekî qelsiyên di kîlîtbûna armancê de, tengbûna di ramana îdeolojîk û şêwaza jiyanê de, nekarîna fikrandina felsefî, zehmetiyên di taktîk û şêwaza şer de û ji ber qelsiyên di bersivên me ên ji pirsên çima em şer dikin û em çawa şer bikin, û gelek mijarên din de lêhûrbûn bikin. Lêhûrbûna ser rastiya Rêbertî di vî warî de dê me ber bi rastiyê ve bibe û raman, bawerî û biryardariya bidestxistina serketinê pêş bixe. Li gorî berpirsiyariyên ku em bi rêya şehîdên Cotmehê fêr bûne, wekî gerîlayên YJA Star, bi haydarbûna ji rola me ya pêşeng a di parastina xwe û têkoşîna jinên li Rojhilata Navîn dijîn de; divê em mîna van hevalan bijîn, wate bidin her kêliyê, her cihî, her şehîdekî, her bûyerê, her kevirekî û her çiyayekê. Bi gotineke din, divê em bi felsefî bifikirin, şêwazê jiyana azad esas bigirin û şêwazek şer a ku li ser serketinê disekine bigirin. Şehîdên me yên Cotmehê vê yekê ferman dikin.

Berfîn Nurhak