BEŞA 2
Dijmin jî ji bo operasyonek mezin a li Garê bike amadekarî dikir. Ji ber ditirsiyan di eraziyê de werin li her derî dest bi çêkirina cadeyan kiribûn ku karibin tank û topên xwe qada Garê û gavek din jî axa welatê me dagîr bikin.
Me hemûyan xwe ji bo şer amade dikir. Fermandarên tabûrê jî bi heman şiyariyê nêz dibûn û bi hûrgilî hemû zêrevan dişopandin. Rojekê bi armanca şopandinê hevalek cilên kamuflajê li xwe dike û bi dizî zêrevanan dişopîne. Di dema şopandinê de ferq dike ku heval çeka xwe ji xwe dûr dixin û piraniya wan di ciyê zêrevantiyê de bi hev re diaxivin. Dema ew heval diçe tekmîl dide, dibêje; “ji derveyî heval Geşbûn hemû heval di zêrevantiya xwe de şiyar nînin. Tevî ku berf li erdê ye û dinya pir sare jî heval Geşbûn ji bo dengê derdor bibihîse kefye nade serê xwe, timî derdor kontrol dike û qet narûne.” Wê hertim digot; “min soz daye Rêbertî ku bibim fermandarek pêşeng û bihêz.” Di wê pêvajoyê de jî bi vê cidiyetê nêzî hemû erkên xwe dibû. Ji ber vê heval jê bawer bûn çi erkê bidin pêşiya wê, wê bi awayek serkeftî bîne cîh û li ciyê ku ew lê be wê dijmin nikaribe ser bikeve. Di wê pêvajoyê de hevalan pilansaziya çalakiyek mezin li ser Rojavayê çiyayê Xêrê, Girê Aslan dikirin ku baregeha sereke ya PDK’ê lê bû. Heval Aslan di sala 1995’an dîsa di çalakiyek wisa berfireh de ku bi boneya pêşwazîkirina 15’ê Tebaxê tê lidar dixin, weke fermandarê yekîneyê beşdar dibe û li wî girî şehîd dibe. Ew gir di heman demê de ciyek stratejîk e ku aliyek wê dikeve Çemankê û aliyek wê jî dibe Etrûş û ciyê hatin û çûnê ye. Teqwiyeya hêzên Pêşmerge jî piranî li ser wê xetê çê dibû. Hevalan dixwestin dîsa çalakiyek bi vî awayî li wir li dar bixin û wî girî ji pêşmerge û leşkerên Tirk rizgar bikin. Li gor pilansaziyê, wê Tabûra 30’ê Hezîranê û Tabûra 14’ê Tîrmehê bi hev re êrişî wî girî kiriban. Heval Geşbûn jî weke fermandar di koma parastinê de cîh digre û li ciyekî kemîn li pêşiya dijmin datîne. Hevalan li ser emrê Rêbertî heval Geşbûn diparastin û dixwestin ji bo demê pêş amade bikin lê heval Geşbûn dîsa bi îsrar dibêje, ezê bikevim koma êrişê. Wê demê Fermandariya Biryargehê jî amade ye lê ew jî nikarin pêşiya heval Geşbûn bigrin û neçar dimînin wê di koma êrişê de weke alîkarê heval Kendal Gûyî vesaz dikin. Dîsa heval Egîd Goyî jî weke fermandarê baskek êrişê tê vesaz kirin. Heval Rêbaz jî ku ji Hewlêrê ye dikeve koma êrişê. Di pilansaziya wê çalakiyê de hevalan ihtimala şehadet dabûn ber çavê xwe bi vê biryardariyê pilansazî çê kiribûn ku ew gir were rizgar kirin. Helbet biryarek wisa girtin zehmet bû û rîskên wê pir bûn. Dema hevalan dest bi çalakiyê kirin destpêkê koma êrişê ket gir, gelek sengerên dijmin ji holê rakirin û gelek leşker û xayîn hatin kuştin. Ew gir ji aliyê Bakûr de xwedî eraziyek nerim û ji aliyê Başûr de jî hemû şikêr e. Dijmin jî li aliyê bakûr yê eraziyê hemû daran jê dike û teqemenî bicîh dike. Dema komek êrişê diçe yekser wan teqemeniyan diteqînin. Lê dîsa jî heval nasekinin û xwe digihîjînin koma din. Heval bi pevçûn dikevin hinek çeperên dijmin û pevçûn her diçe dijwar dibe. Dijmin jî vê rewşê weke derfet dibîne û ji bo alîkarî ji koma êrişê re neçe teqemeniyên heyî hemûyan diteqîne. Li wir heval Egîd Goyî û Berbang ji ber basinca teqemeniyê ji şikêran difirin û heval nikarin cenazeyê hevalan rakin. Piştî heval Egîd, heval Rêbaz Hewlêr jî bi heman awayî şehîd dibe. Heval Kendal jî ku di temenek biçûk de sala 1989 ji Qilebanê tevlî refên azadiyê dibe û weke fermandar di wê êrişê de cîh digre bi giranî birîndar dibe. Heval Geşbûn heya ciyekî heval Kendal tîne û diçe ber kevirekî. Ji ber şev e û tarî ye, heval ferq nakin dijmin di bin kevir de mayin bi cîh kiriye. Dijmin mayin di bin kevir de bi cîh kiriye û kabloyê mayinê jî kişandiye cem xwe. Dema heval diçin ber kevir herhal dijmin hevalan ferq dike ku mayinê diteqîne. Heval Kendal li wir cara duyem birîndar bibe û hîngî xwîn wenda dike şehîd dibe. Heval Geşbûn jî bi giranî birîndar dibe. Dema heval Geşbûn birîndar dibe dibêje, êdî xilasiya min nîne. Di wê koma êrîşê de hevalek din jî ji çavê xwe birîndar dibe. Kanî Efrîn û heval Mawa hevalên birîndar xilas dikin û bangî koma teqwiyeyê dikin. Dema heval diçin cem heval Geşbûn, ew berdewam dibêje; “ka min bikujin. Ez naxwazim bi vê halê birîndar jiyan bikim. Eger ez wisa bi birîndarî jiyan bikim ewê heval min ji çiya derxin.” Dema heval wisa dibêje, heval henekê xwe lê dikin û dibêjin; “emê niha te bibin cem doktor, tu niha bi wan tiştan nefikire. Ji kur dizanî wê çiqas baş bibî ku heval te li çiya nehêlin.” Heval Geşbûn wisa armanc dikir ku biçe çiyayên Dêrsim û Behra Reş lê dema hîs dike giran birîndar bûye, li beramberî Rêbertî şermezar dibe û ji hevalan re dibêje; “min pir zehmetî bi Rêbertî da kişandin heya xwesteka min qebûl kir. Min digot ezê ezmûnek xurt qezenc bikim û berê xwe bidim çiyayên Bakûrê Kurdistanê. Lê bi vê birîna giran re êdî ev armanca min jî pêk nayê.” Herhal di jiyana gerîlatiyê de tişta herî zehmet ev e ku hevalek te birîndar bibe û tiştek ji dest te neyê. Tu heya ciyekê dikarî mudaxeleyî birînê bikî, gelek caran dermanên pêwîst li ber destê te nînin, bi taybet eger di rewşên wisa de birînê hevala mirov jî xedar be, mirov bi yekcarî tengav dibe û bê çare dimîne. Heval Geşbûn jî ji pişt, ling û zigê xwe birîndar bibû û roviyên wê kun kunî bibûn. Tişta baş wê demê çar fermandarên me di heman demê de doktor bûn. Heval, heval Geşbûn dibin gundek Kanî Masiyê ku di şerê 1997’an a bi PDK’ê re ji aliyê gel ve hatibû vala kirin û li mekteba gund li ser ranzeyekî dirêj dikin. Dema hevalên doktor birîna heval Geşbûn dibînin dibêjin, wê şehîd bikeve. Heval wê demê tekmîl didin Rêbertî û dibêjin, heval Geşbûn di çalakiyê de birîndar bûye. Dema Rêbertî li hevalan guhdar dike pir aciz dibe û dibêje; “teqez divê hun vê hevalê xilas bikin.” Heval van gotinên Rêbertî ji heval Geşbûn re jî dibêjin. Dema heval Geşbûn van gotinan dibihîse pir şerim dike û dibêje, mane min ji we re got min bikûjin. Ev rastiyek e, di nava PKK’ê de hemû tengasî bi girêdanbûn û seknên xurt tên bihûrandin. Ev rihê PKK’ê û bi bîrdoziya PKK’ê re jiyankirin, dihêle di hemû kêliyên zehmet de mirov îradeyek xurt raber bike. Kesayetê APOYÎ jî bi vî awayî ava dibe. Ji ber vê salên di nava têkoşînê û temenê mirov çi dibe bila bibe, dema mirov xwe bi vê bîrdoziyê re gurçûpêç neke nikare li hember êşê li ber xwe bide, wê piştî du sê demjimêran ji hêz bikeve û ji mirinê re serî bitewîne. Berovajî vê, kesayetên ku bi jiyana partiyê re dibin yek, dikarin mirinê bin bixin û ji bo jiyanek birûmet li dijî hemû dijwariyan dest bi berxwedanê bikin. Heval Geşbûn jî wisa bû. Tevî ku ji şerman digot min bikûjin jî bi bendên pir bihêz bi jiyanê ve girêdayî bû, bi qasî derya û asîmanan ji welatê xwe hez dikir, li hember nuker û xiyanetkarên ku welat radestî dagîrkeran dikirin bihêrs bû, vê jî dihîşt tevî wê birîna xedar jî jiyan bike û ji bo bijî bi êşa xwe re têkoşîn bike. Hêrsa wê ya tolhildanê ew kiribû jinek wêrek ku di hemû kêliyên dijwar de digot ezê bijîm û zû şehîd nekevim. Wê bi van peyvan îdeaya xwe ya têkoşînê û sonda xwe ya hesabpirsîna ji nuker û dagîrkeran re şênber dianî ziman. Wê rojê her av xwestibû lê ji ber birîna wê giran bû û pir xwîn wenda kiribû hevalan av nedabûnê. Çend caran jî pirsa min kiribû. Ji ber xwestibû min bibîne Doktor Jiyan ku yek ji doktorên me yê pispor bû û beriya beşdar bibe li Amedê doktortî kiribû, li ser bêtêlê bangî min kir. Ez wê demê pir ciwan bûm û min zêde birîndarî nedîtibû. Dizanî min pir ji heval Geşbûn hez dikir. Ji ber vê beriya biçim cem heval Geşbûn pir bi min re axivî ku neyînî bandor nebim. Heval Jiyan got, emeliyata yekemîn ya heval Geşbûn serkeftî derbas bûye û pêwîste hevalek li cem bimîne. Herçendî ez ji ber birîndariya heval Geşbûn bandor bibûm jî ji ber ku min carek din ew didît kelecanê ez girtibûm. Min bi vê kelecanê xwe amade kir û ji bo biçim cem heval Geşbûn ber bi gundê Kanî Mazî (Bêbadê) ve birê ketim. Dema ez gihîştim wir, doktorê li cem heval Geşbûn destpêkê bangî min kir û got; “tu ji heval Geşbûn hez dikî?” Ev pirsek ecêb bû. Ji ber her kesî dizanî ez pir jê hez dikim. Min tenê got; “erê ez ji hemû hevalan û ji wê hez dikim.” Piştî min ev got, hevalê doktor zêdetir xwe cidî kir û got; “madem dizane tu pir jê hez dikî, wê ji te av bixwaze. Teqez nabe dema av xwest tu avê bidiyê. Ji ber eger av vexwe wê şehîd bikeve.” Min ji hevalan bihîstibû ku hin hevalên bi birîndarî av vexwarine şehîd ketine. Ji ber vê min yekser got; “başe heval. Dema av xwest ez daxwaza wê pêk naynim.” Heval Geşbûn dizanî birîna wê xedar e û wê şehîd bikeve. Ji ber vê xwestibû min bibîne. Ya duyemîn jî li gel xwe wisa fikirîbû ku dema avê ji min bixwaze, ji ber ez ciwanim û di derbarê tenduristiyê de tiştekî nizanim, ezê hestiyar nêzî wê bibim û avê bidimê. Çawa ez çûm cem, bi zimanek gileyî got; “heval, tu li kur mayî? Ez ewqase li benda te me. Kes avê nade min, devê min hemû ziwa bûye.” Nû emeliyat bibû û eger av vexwaribûya wê roviyên wê biteqiyana. Ev ji min re hatibû gotin lê pir hestiyar jî bibûm. Ji ber vê min got; “temam, ezê biçim û vegerim.” Lê heval Geşbûn qebûl nekir û got; “kî tê cem min dibêje, ezê biçim û vegerim. Lê kes nazivire.” Meha Tebaxê bû û tirî nû çê bibû. Hoşiyên darek tirî jî hema li kêlek pencera mektebê şîn hatibû û pir xweşik xuya dikir. Heval Geşbûn bi dengek nizim got; “temam neçe, ez ji te avê naxwazim. Ji xwe dizanim beriya werî cem min, ji bo avê nedî min hevalan tu şiyar kirîyî. Li şûna avê dendikê tirî derxe û tirî bide min.” Dema heval Geşbûn wisa got ez yekser çûm cem fermandarê tabûra me heval Elî Kiçî û min got; “hema niha pêwîste ev dara tirî ya ber pencerê bê qut kirin ji ber heval Geşbûn tirî dixwaze û eger tirî bixwe wê şehîd bikeve.” Canê wê kun kunî bibû û her carê hevalan birînek wê emeliyat dikirin. Heya wê rojê sê caran emeliyat bibû û hêz di laşê wê de nemabû. Ji bo dilê wê neçe tirî me ev dara tirî jî qut kir. Lê çare nebû. Me nedikarî tiştek lê bikin û bi ciyekî de bibin. Ne dikarî bimeşe ne jî me dikarî bilivînin ji ber birînên wê. Hemû rojeva hevalan bibû heval Geşbûn û her kes li çareyekê digeriya ku em riyekê bibînin ji bo heval Geşbûn derbasî nexweşxaneyek bajar bikin lê PDK’ê hemû rê girtibûn û hevalan berê xwe didan kuderê rastî kemînek pêşmergeyan dihatin. Çareya dawî ya hemû hevalan ev bû li dijmin bixin û riyekê vekin. Ji bo heval Geşbûn xilas bibe hemû heval amade bûn şehîd bikevin û wê xilas bikin. Xwîna wê pir kêm bibû û ji bo jiyan bike pêwîst bû hertim serum pêve girêdayî be. Hevalan ji hemû hevalên Metîna, Zap, Heftînan û Barzan re gotibûn û ji wan serum daxwaz kiribûn. Di nava çend rojan de hevalan ji hemû qadan serûm kom kirin. Giştî 85 serumên me hebûn. Çawa serumek diqediya me seruma din amade dikir. Lê ev serum jî kêm bûn û tenê bi seruman jî nedikarî bijî. Pêwîst bû derman ji heval re hatiban dayin lê dermanên me jî nebûn. Dîsa lêgerîna me destpê kir ku em riyekê peyda bikin û heval Geşbûn bişînin. Çend milîsên me yên ji Botanê hebûn ku biharê dihatin cem me û payizê vedigeriyan. Ew jî hatin û gotin; “em dizanin hemû heval amadene ji bo heval Geşbûn xwe feda bikin. Em jî amadene xwe ji bo wê feda bikin.” Rewşa wê her diçû xeter dibû. Ji ber vê heval neçar man rîsk bigrin berçav û bigihîjin biryarekê. Herî dawî hevalan biryar dan milîsên me heval Geşbûn derbasî bajêr bikin. Me jî dest bi çêkirina darbestê kir. Pêwîst bû heval Geşbûn zêde neheje. Ji ber vê me bi baldarî ew rakir. Me heya Xêrê bir û bi roj li wir sekinînin. Emê bi şev ketiban deşta Musilê û ji wir jî derbasî Nehdara bibûna. Dema em gihîştin deştê, hevalan darbesta wê li hêstirekê girêdan û em dîsa bi rê ketin. Heval Hîran her li kêlek wê bû û ji bo êşa xwe ji bîr bike her pê re diaxivî. Ew ji me hemûyan zêdetir bandor bibû lê dîsa jî ji bo heval Geşbûn bandor nebe, her dikeniya û di wê rewşa zehmet de jî hêz dida heval Geşbûn. Em heya gundên pîşt Xêrê ya nêzî deşta Musilê bi heval Geşbûn re çûn. Di kêliya xatirxwestinê de bi zehmetî destê xwe bir berîkê gomleka xwe. Dixwest tiştekî ji berîka xwe derxe. Me jî pir meraq dikir. Heval Geşbûn 3 fîşek ji berîka xwe derxistin. Di çanda Gerîla de sê fîşekên di berîkê de tê wateya radestnebûn û berxwedaniyê. Fîşeka yekemîn ji bo dijmin, fîşeka duyemîn ji bo wê gerîlaya ku fîşekên wê xilas bûne, fîşeka sêyem jî weke tedbîre, eger ew fîşek neteqe ji bo bi fîşeka sêyemîn xwe şehîd bixe. Di şer de her kes bi taybet jî hevalên jin hertim sê fîşek weke tedbîr li cem xwe hildigrin ku eger di kêliya pevçûnê de fîşekê wan nemîne, eger birîndar bin yan jî îhtimala ketina dest dijmin hebe, ji bo bi van fîşekan xwe şehîd bixin. Heya wê demê gelek heval ji bo dîl nekevin destê dijmin bi vî awayî fîşekên herî dawî ji berîka xwe derxistibûn û bi fîşeka dawî xwe şehîd xistibûn. Heval Geşbûn çawa fîşek ji berîka xwe derxistin temaşeyî heval Hîran kir û got; “destê xwe veke.” Her du hevalan destê hev girtin û heval Geşbûn got; “tu dizanî pira di navbera min û te de Têkoşîna Azadiyê û PKK ye. Yê ku hevaltiya min û te weke pola saxlem kir, ev rastî bû. Em bi vê rastiyê bi hev re bûn yek. Yê ku hîşt em hev nas bikin û ji hev hez bikin jî Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bû. Ji ber vê heya ez vegerim tu yê li şûna min jî şer bikî. Tu yê di fermandariya şer de pêşeng bî û di pêşxistina gerîlatiyê de rolek giring bilîzî.” Piştre henaseyek kûr kişand û got; “tu wateya wan fîşekan dizanî. Bila ev fîşek her di berîka te de bin û bi van fîşekan rûmet û azadiya xwe biparêze.” Çalakî di 17’ê Tebaxa 1998’an de hate kirin. Heval Geşbûn piştî çalakiyê 18 rojan li ber xwe da. Hemû heval weke ku zarokekê mezin bikin û di hemû cîhanê de tenê ji wê hez bikin, xizmetî heval Geşbûn dikirin ku birînên wê baş bibin û şehîd nekeve. 18 rojan xew neket çavên kesî. Di serê me hemûyan de tenê pirsek hebû, gelo wê heval çawa çûbana û çawa gihîştiban ciyê xwe? Em li benda agahiyek xweş bûn û ji meraqan xew nediket çavê me. Pêwîst bû hevalên milîs çawa gihîştin Nehdara, heval Geşbûn derbasî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî kiriban. Lê dema digihîjin Nehdara, leşkerên Iraqê wan radiwestînin û rê nadin biçin Wargehê. Hevalên pêwîste biçin pêşiya wan jî dereng dimînin. Hevalên milîs herî dawî bi leşkeran re dikevin nîqaşê û di nava xwe de biryar didin ku eger ew li wir şehîd bibin jî ewê heval Geşbûn bigihîjînin nexweşxaneyê. Lê mixabin tevî hemû hewildanan jî dereng dimînin. Tevî ku serumên heval Geşbûn xilas dibin jî leşkerên Iraq serûm naynin û heval Geşbûn li wir şehîd dikeve. Dema agahiya şehadeta Heval Geşbûn hat, em vegeriyabûn ciyê xwe. Hemû peyv wenda bibûn, gotin bê wate bibûn, weke ku li şûna xwînê avek sar yê weke bûzê di damarên me de biherike, dest û lingên me cemidîbûn, êdî navê hemû kêliyan Geşbûn bû, navê hemû rojên wendayî bibû Geşbûn. Me navê Geşbûn jî weke hemû çeleng û lehengên Kurdistanê di dilê xwe de neqişand û bi baweriya ku ‘her şehîdek ronahiya pêşerojê ye’ me carek din sond xwar emê bibin şopdarên wan. Me li çiya, gelê Wargehê jî di nava Wargehê de şehadeta heval Geşbûn pêşwazî kir. Heval Geşbûn yekemîn şehîd bû ku li Wargehê dihate oxir kirin. Dayikan piştî oxirkirina heval Geşbûn navê wê li keçên xwe kirin, ciwanên beşdar bûn navê Geşbûn rakirin. Êdî heval Geşbûn ji bo her kesî bibû geşbûna jiyanê, bibû ronahî û hêviya azadbûnê. Di nava me de yê herî bandor bû yek jî heval Hîran bû. Wê jî bi biryara ku di nava Têkoşîna Azadiyê de bibe Geşbûn, bibe hêz, bibe çavkaniya geşbûna dilê hemû hevalên xwe û jinan, meşa rûmetê berdewam kir. Li ser esasê soza ku dabû heval Geşbûn demek dirêj fermandartî ji rêhevalên xwe re kir, di şer de pêşengtî kir, cî hat bû doktor, cî hat bû şerker û tola Geşbûna rêhevala xwe ya herî xoşewîst wisa hilda. Wê heya sala 2001’an hem li şûna xwe hem jî li şûna heval Geşbûn şer kir, fermandartî û pêşengtî kir. Heya wê demê li Garê fermandarê taximê bû. Tevî ku di warê tenduristî de gelek zehmetî dikişand û pir nexweş bû jî hemû ev zehmetî bi hezkirina têkoşînê pêşwazî kirin. Di çavên wê de pirsgirêk hebûn û bi şev nedidît. Lê dema karek derdiket yekser digot, ezê biçim. Wê bi keda xwe dil û mêjiyê xwe xweşik dikir û bi fedakariyê dixwest bigihîje azadiyê. Ji ber vê her ku ked dida zêdetir bedew dibû, her ku bedew dibû hest û fikrên xwe yên azadiyê zêdetir dikir çalakî û bi vî awayî zêdetir nêzî pîvana jinên azad dibû. Wê di heman demê de bi sedan heval perwerde kirin û bû nûnerê herî rast yê fermandartiya jinên Gerîla. Erkê wê hebûya yan na, ji bo wê ferq nedikir. Dema karek giring hebûya her kesî nêrîna wê digirt. Gotinên wê tije bûn û di her gotinek wê de hêza pêkanînê hebû. Hinek caran dema em diçûn erk, em heya siherê dimeşiyan. Gelek caran em di ciyên pir asê de dimeşiyan û me gelek çiya û zinar, dol û newal li pey xwe dihîştin. Wê, ji ber bi şevê nedidît pir diket û laşê wê her birîn bû. Me ev hezkirina wê ya têkoşînê gelek caran weke henek dianî ziman û me digot ka em li birînên te mêze bikin. Ew jî her dikeniya û guh nedida êşa canê xwe. Ev kena wê hemû zehmetî bin xistibûn, weke rihê wê li rastiya xwe digeriya û li benda pênasekirinê bû. Kena wê, kena jinek azad bû ku bask girtibû ber û bi jor difiriya. Ber bi jora herî jor! Ber bi asîmanên azad, ber bi avên zelal, ber bi daristanên kûr, ber bi kûçe û kolanên tije tilîlî... Kena wê “wate” bû, “lêgerîn” bû. Di sala 1997’an de bi pêşengtiya PDK’ê ku Nêçîrvan Barzanî pêşengtî dikir, operasyonek mezin li dijî qada Garê destpê kir. Em li nêzî gundê Yekmalê a girêdayî herêma Bergarê diman. Serê salê nêzîk bû û pêşmerge ji bo tevlî operasyonê nebin xwe avêtibûn erdê. Vê operasyonê 15 rojan berdewam kir. Di tabûra me de zêde şehîd nebûn lê bi giştî 22 heval di wê operasyonê de şehîd bûn. Di nava wan 15 rojan de ne kesî karî çay vexwe, ne jî xwarin bixwe. Berfek zêde barîbû û armanca dijmin jî ev bû, em hemû di berfê de şehîd bibin. Ji ber vê bi hezaran pêşmerge û leşkerên Tirk anîbûn û bi hemû hêza xwe ya teknîkî êriş dikirin. Dema operasyon paşde vekişiya hevalan gotin, em biçin cihên ku me erzak lê veşartiye û hinek erzak bînin. Fermandarê tabûra me got, em nikarin hemû hevalan bişînin, emê komek hevalên dilxwaz bişînin. Dema wî wisa got, heval Hîran yekser xwe pêşniyar kir û li benda erêkirinê nemaû çû xwe amade kir. Me hemûyan xwe pêşniyar kir lê yê ku beriya me hemûyan xwe pêşniyar kir dîsa heval Hîran bû. Beriya operasyon destpê bike me li gelek ciyan erzak veşartibû. Dema em çûn ciyê depoyan, me ferq kir ew depo hatine vekirin. Xwezayî dema mirov di nava xwezayê de bijî yekser guhertinan ferq dike. Pêşmerge û leşkeran bi giştî şeş depoyên me yên erzak vekiribûn û me tiştek nedît. Zivistan bû û bi rojan hevalan tenê berû xwaribûn. Ji ber vê heval Hîran bi îsrar got; “ez bê erzak venagerim cem hevalan.”Dema em ji gel hevalan derketin heval Şoreş birîndar bû. Weke heval Geşbûn hemû heval li dora wî kom bibûn û di nava wê berfê de dîsa me nedikarî hevalek xwe xilas bikin. Vê rewşê hêrs û kîna me hîn zêdetir dikir û îsrara me ya têkoşînê xurtir dikir. Li kêlek me giyanek dinaliya, camerêk birîndar bû û xwîn ji birînên wî diçû. Me jî dixwest piçek xwarin jê re bibin ku li ser piyan bimîne û ew zarokê delal yê Kurdistanê şehîd nebe. Dema em gihîştin Deşta Kafiya demjimêr bibû 4’ê sibehê. Herî dawî me ji heval Hîran re got ku em çi bikin. Heval Hîran got, em biçin li ciyê operasyonê mêze bikin. Dema em çûn wir, leşkeran qederek konserve li pey xwe hîştibûn. Me guman kir ku jehr xistibin nav lê diyarbû paqij bûn. Me li wir bi qasî ku heval têr bixwen erzakê leşkeran kom kir û vegeriyan Deşta Kafya. Me li wir jî hinek tuzik û mendik kom kir û bi rê ketin. Dema em gihîştin cem hevalan, ji derveyî hevalê zêrevan hemû hevalan xew kiribû. Me yekser rewşa heval Şoreş ji hevalê zêrevan pirsî. Wî hevalî deng nekir û pir hestiyar bû. Me pirsî ku heval Şoreş şehîd ketiye yan na lê wî got, şehîd nebûye. Piştre hevalan gotin, piştî hun çûn bi du demjimêran heval Şoreş şehîd ket. Heval Hîran dixwest wê atmosfera hestiyar belav bike. Ji ber vê yekser xwarin amade kir. Dema fermandarê tabûrê hat, bi kenek tije êş got; “heval Hîran bi hezkirin û rêhevaltiya xwe atmosfera hemû hevalan guhert.” Di sala 2000’î de şer kêmek sivik bibû. Wê demê hevalan biryar girtibûn ku radyoyek gerîla yê bi navê ‘Roj’ vekin. Me jî xebatê ragihandinê dimeşand. Kar wê demê pir zêde bû, me hem xebatê ragihandinê dimeşand hem jî karê jiyanî dikir. Ji ber vê, derfetê me ya bêhnvedanê nebû. Em 12’ê şevê dihatin ciyê xwe û 4’ê sibehê dîsa diçûn ser karê xwe. Sê meh bûn me banyo nekiribû. Rojekê heval Hîran got, zû biçe ciyê bêhnvedanê. Min pir îsrar kir, heval Hîran jî tiştek negot. Dema şev ez vegeriyam, min dît Heval Hîran agir pêxistiye, berf helandiye û ava banyo gerim kiriye. Herçendî min got, tu yê banyo bikî, ez westiyame û cilê min nînin jî qebûl nekir. Bi xwe hat banyoya min kir û got razê. Dema seherê şiyar bûm, min dît heval Hîran heya seherê nerazaye, hemû cil şûştine û ziwa kirine. Ew ne tenê ji bo min, ji bo hemû hevalan wisa bû. Ez jî wateya hevaltiyê û nirxê hevaltiya PKK’ê bi vî awayî ji wan fêr bûm. Ger mirov di nava jiyanek wisa de jiyan bike û bi mirovên wisa re bijî, wê çawa bêriya malbata xwe bike!? Di demên herî dijwar de hevalên te li kêlek te ne, ji hemû êş û zehmetiyên te re dibin derman, dema nexweş dikevî, dema birîndar bibî, yê destpêkê destê te digre, yên ku tevî hemû zorî û zehmetiyan mirinê didin ber çav ji bo tu jiyan bikî, dema bizanibin mermiyek ber bi te ve tê yê destpêkê xwe bavêje pêşiya wê fîşekê, ew in. Dîsa di rojên herî xweş de bi hezkirinek bê dawî, bêyî ku berjewendiya xwe ya şexsî bifikirin bi te re wê kêliya xweş parve dikin. Ev rastiyek e, jiyan jî bi parvekirinên wisa watedar re binirx dibe û tê vê astê ku mirov di oxira wê de canê xwe feda bike. Heval Hîran jî bi jiyîna van rastiyan bibû rêhevalek me yê herî binirx û ezîz. Wê, di govenda azadiyê de ahenga cewherê jiyana gerîla dîtibû, bi vê şewqê riya xwe ronî kiribû û sergovenda wê govenda pîroz dikişand. Ewqas li beramberî me şiyar bû ger ku serê me jî biêşiyaba heya siherê li ber serê me rûdinişt. Ji ber vê, tenê ji bo razê û bê xew nemîne, me nexweşiyên xwe jê diveşart. Pişt demekê şunda hevalan biryar dan li Başurê Kurdîstanê rêxistinek were avakirin. Helbet ew pirojeya Rêbertî bû ku li Başurê Kurdistanê ew rêxistin were avakirin. Hevalan jî dixwest proja Rêbertî bixin meriyetê. Li ser vê esasê hevalan kirin biryar ku PÇDK (Partiya Çareseriya Demokratîk A Kurdistan) Damezirînin. Wê demê hevalên ku demdirêj di nava xebatên YJA STAR de cîh girtibûn û dikarîn pêşengtiya wê xebatê bikin, hatin hilbijartin. Di nava wan hevalan de heval Hîran jî hatibû. Wê demê hevalan li ser bêtêla mezin gotin em dixwazin heval Hîran ji bo Partiya Çareseriya Demokratîk A Kurdistanê were vesazkirin. Heval Hîran nexwest ji YJA STAR derkeve. Ji ber vê got; “ Partî ji bo wê xebatê biryar girtiye lê ez naxwazim biçim xebatên bajêr, ji ber wasiyeta heval Geşbûn bû ku ez li şûna wê jî şer bikim. Ya din jî ez naxwazim ji çiya qut bibim ji ber ji çiya zef hesdikim.” Heya şeş mehan heval Hîran ji bo wesaziya wê çê nebe li ber xwe da û hevalan jî ji ber pêşniyara wê erênî didîtin, heya şeş mehan li cem xwe hîştin. Lê di dawiyê de rêxistinê her kir rojev û hevalan biryar girtin heval bişînin wê xebatê. Li ser vê esasê wesaziya heval Hîran çêbû û derbasî Qadê Qendîlê bû û di kongerya yekemîn ya PÇDK’ê de weke Meclîsa PÇDK’ê hate hilbijartin. Lê mixabin nikarî li wê qadê erka xwe tam bi cîh bîne û di 08’ê Adara 2002’an de bi qezayekî li qada Qendîlê şehîd ket. Şehadeta heval Hîran a bi vî awayî pir giran bû. Ji ber wê dikarî gelek erkên giring bi cîh bîne û bi taybet ji bo gelê Başûrê Kurdistanê xizmetek mezin bike. Ji ber vê pêwîste gelê Başûrê Kurdistanê bi taybet jî jinên Başûrê Kurdistanê Heval Geşbûn û heval Hîran baş lêkolîn bikin, kesayeta wan baş nas bikin û di rêça wan de bimeşin.Piştî ku me ew heval nas kirin, pir tişt di jiyana me de guherîn. Ew di gelek aliyan de ji bo me bûn meşxeleyek ku em di ronahiya hezkirin, fedakarî, wêrekî, bîr û baweriya wan de bimeşin. Em di riya wan de gihîştin heqîqetê. Me di riya wan de ji welatê xwe, ji gelê xwe û ji çiyayên welatê xwe hez kir. Ji ber vê, ew nirxên komînal, nirxên civakî yên me hemûyan in. Ji vir şûnde jî wê soza me ev be ku erk û berpirsiyartiyên wan bi cîh bînin û xeyalên wan yên Kurdistanek azad pêk bînin. Bi Rêzdarî û Hezkirina Bêdawî Rêhevala Wan Ya Têkoşînê


