Rêber Apo pêşketin û hebûna malbatê bi Manîfestoya Civaka Aşitî û Civaka Demokratîk ve bi awayek cuda pênase dike.

Pêşketina malbatê, fêmkirina zilam ya rola xwe ya di zayînê de, çêbûna malbatên baviksalar, bi demê re vedigûhere pergala xanedaniyê, her wiha pergalekî ku xwe dispêre mîras û domandina nifş. Bi manîfestoyê re Rêber Apo diyar dike ku derdekî zilam yê wek malbat nîne, jin bi tecawûz û kolekirinê kir amûrek ku ji wî re xizmetê bike. Yanî pêşketina malbatê wek em dizanin çênebûye. Kujerê kastîk jin kir kole, arîstokrasiya ku piştre pêşketî jî jin di hareman de girt. Tê fêmkirin ku malbat saziyek ku di destpêkê de heyî nîne. Pêşketina malbat û di pergala malê de girtina jinê, Rêber Apo bi olên yekxwedayî û Zerdûştiyê dide destpêkirin. Ev rewşekî ku divê mirov lêkolîn bike û di kûranî de fêm bike ye. Rêber Apo dibêje; “Mirov çawa dibe jina komûnal? Pêwîste jin forma “jinkok”; zilam jî forma “bavtî/zilamtî” biavêje; ger ev bê kirin wê firtoneyên şoreşî yên mezin çêbin. Divê wek milk xwedî li zarokan dernekevin. Zarok yên komûnanin.” Di vê rewşê de li ser bîrdoziya malbat-malbatparêziyê pêwîste nîqaşên cîddî û çareseriyên şênber pêş bixin. Malbatparêzî di rastiya Kurd û jin de pirsgirêkek cîddî ye. Ji ber ku xirabûna pergala komûnê; kolebûna jinê û di her wateyê de hebûna serdestiyê dide nîşan. Lewma wek tevgera jinê erkek me ya bingehîn jî, zêdetir berê xwe dayîna pirsgirêka malbatê, çareserî avakirin, di vê mijarê de têkoşîna xwe radîkal kirin, di çarçoveya paradîgmaya nû de ev mijar girtina dest û jiyana civakî ya di pergala komûnê de pêş xistine.

Rêber Apo di manîfestoyê de pirsgirêkên ku cudabûna jin û zilam afirandî jî digre dest. Diyar dike ku rûxmê ferqa biyolojîk ya di navbera jin û zilam de pir kême jî, nasnameya jin û zilam piştre hatiye avakirin û ev cudabûn di dîrokê de hatiye kûrkirin. Rewşa em dibêjin zayendperestî ango wek zayendperestiya civakî îfade dikin, ev e. Jinbûn û zilambûn di esas de nasnameyên ku piştre hatine avakirin in. Her jin û her zilam wek berhema rastiyên dîrokî û civakî ava dibin. Zilam bi serdestiyê, jin bi koletiyê wekhev dibe. Bi vî awayî di esas de ferqa zayendî ya biyolojîk a pir xwezayî, di rastiya insan de wateyek pir cuda dest dixe. Perçebûna hişmendî, perçebûna nasname û ji nû de avakirin bi vî awayî pêş dikeve. Lewma Rêber Apo pir behsa gotina Sîmon De Beauvoîr dike; “Mirov jin nayê dinê, dibe jin”. Helbûkî bûyîna insan û ji ber insanbûnê xwedî şêweyê fikrandin, hişmendî, çandî, hest û hwd. bûyîn xwezayî ye. Ji ber ferqa di navbera jin zilam de karbeşiya derketî holê, dîsa cudabûnên din ti caran nabe hêceta serdestî ango koletiyê. Vê encex aqlê kujerê kastîk derxe holê. Yê ku jin û zilam kir dijberî hev ev aqil e.

Zilam piştî ku xwe wek xwedayî, serdest, dewlet, desthilatdar, hêz û hwd. rêxistin kir û şûnde jin jî bi navê xwe parastin û têkoşîna azadiyê ket nav nêzîkbûnên cudakar, girtî, lewma ev jî dewama pirsgirêka civakî dide nîşan. Şêwazekî sererastker nîne, dijberî ava dike. Di tevgerên femînîst de hinek ev hat jiyîn. Rêber Apo têgîna femînîzmê jî ji ber wateya jinparêziyê qebûl nekir. Got wê dijberiya jinparêziyê bibe zilamparêzî. Yanî rola jinê; divê yekbûnê ava bike, rastiya têkoşîn û teoriyek ku civakbûn û mirovahiyê pêş dixe, esas bigre. Di vê wateyê de qada siyasî ya xweserî jinê ku Rêber Apo behsê dike, qada siyasî ya xweserî zilam, ola jin ango zilam, rewşên ku pergala serdestiya zilam, civak perçe dike û jinê dike kole ye. Van êrîşan jî hiştiye ku jin pergal, bîrdozî, ol, ekol û hwd. yê ayidî xwe biafrîne. Rêber Apo dema bîrdoziya rizgariya jinê îlan kir wek bîrdoziyek civakî pênase kir. Rêber Apo bal dikşîne ser ya îdeal. Hişmendî û rêxistinbûna jinê di esas de wek hêza ku komûnê diafrîne, dîsa di çarçoveya komûn û civakbûnê de pêş bikeve.

Wek tevgera jinê nêzîkbûna me ya li hember pirsgirêka jinê û rastiya jinê, girêdana azadiya jinê bi azadiya civakî re nayê qutkirin, pêvajoya komûnên ku bi civakbûna jinê destpêkirî bê rêxistin kirin. Yanî em bi azadbûna jinê azadiya civakê armanc dikin. Em hewil didin vê nasnameya jêr, destpêkê hatî kole kirin, bindest, mêtingeh û îro jî pergal hebûna xwe li ser wê pêş dixe azad bikin û vê nakokiyê çareser bikin. Em ne pergalek ku jinê jor de digre û dike serdest, ne jî rastiyek ku zilam jin û civakê dike kole, xwe dike xweda qebul nakin. Hebûn û dewama van helbet hebûna pirsgirêkên civakî dide nîşan. Ji ber vê sedemê armanca me alternatîfa rastiya cudakar ku wek aqlê zilam derketî holê, mirovahiyê hildiweşîne avakirin û wek aqlê civakî û aqlê azadî înşa kirine. Heya ku serdestiya zilam ku jinê dike kole, bîrdoziya hegemon ya xwe dispêre çanda tecawûzê ji holê rabe, bi xwezayî jin jî dikare xwe wek xweser rêxistin bike, qadên xwe yên têkoşînê pêş bixe, bîrdoziya rizgariyê û siyaseta xwe diyar bike. Lê felsefeya me tenê pêşxistina cinsê jinê ango jinê cuda, jor de bigre dest nîne, li ser esasê avakirina jiyana hevpar, pêşxistina hevjiyana azad, xwezaya insanbûnê derxistina holê, yekbûn avakirin û dijbertiyên ku ava bûyîn derbas kirine.

Rêber Apo dibêje “Kurd di merheleya mejiyê navîn de difikirin. Bi temamî şêwazê fikrandina hestiyar e.” Mejiyê navîn, di anatomiya insan de hinek cuda tê pênase kirin. Wek beşek ya mejî tê pênase kirin. Mejiyê navîn yê di insan de dişibe heywanên herî kevin, hov. Pergala sînîrê navendî, ji dîtin, bihîstinê berpirsiyar e. Di vê wateyê de mejiyê bingehîn e. Helbet kesên ku derbarê anatomî, avahiya mejî de xebatên zanistî dikin, ev zêdetir lêkolîn kirine, mirov dikare ji van sud bigre. Ji ber ku aliyek yê xwe naskirina insan jî, naskirina avahiya biyolojîk û bandor û çavkaniyên li ser tevgerînan e. Di vê wateyê de ya ku divê herî zêde em nas bikin jî avahiya mejî û prensîba xebitîna mejî ye. Em behsa pêşketinek mejiyî ku bi çêbûnê re ji pir merheleyan derbas dibe û di insan de fikrandina analîtîk û hişmendî dide avakirin dikin. Li ser mejiyê zindiyên derveyî insan û şêwazê fikrandina wan jî lêkolîn zêde ne. Di vê wateyê de tê îdda kirin ku tenê zindiyê difikire ne insan e. Lê ferqa di navbera fikrandina insan û zindiyên din de girîng e. Ya esas divê pêşketina çêbûna mejiyê ku xwedî sed salane baş nas bikin. Bi vî şêweyî mejiyê insan merheleya pêşketina mejiyê beriya xwe jî di nav xwe de dihewîne. Mejiyê destpêkê yê zindîbûnê jî, merheleya dawî ya pêşketî ku analîtîk difikire jî di insan de heye. Bi qasî ku bi hevre bi awayek koordîne dixebitin, pergalek wan ya serbixwe dixebite heye. Rêber Apo pir behsa di bingehekê de karkirinê yanî bi hevre û di nav ahengekê de karkirina mejiyê hestiyar û analîtîk dikir. Mejiyê destpêkê mejiyê ku domkirina hebûna biyolojîk û jiyana zindiyan pêk tîne ye. Di merheleyên dawî de tebeqeyên cuda girêdayî mejiyê destpêkê pêş dikevin. Tê dîtin ku di insan de digihêje merheleyek cuda, pêşxistina fikrandina razber(soyut) û avakirina hişmendiyê, çêdibe. Helbet lêkolîna van jî divê heval zêdetir bikin. Di vê mijarê de pir xebat hene.

Rewşa ku Rêber Apo ji bo Kurdan wek bi mejiyê navîn fikirandin pênase kir, şêweyê fikrandina ku mejiyê hestiyar li pêşe, mejiyê analîtîk pir zêde serwer nebûye. Di esas de di hemû civakên ku wek xwe heyî nebûne, nefikirî, xwe înkar kirî, bi hebûna xwe re li hev nake û di bin bandora mêtîngehiyê de şêwe girtî de, di hişmendiyê de perçebûn, di hevsengiya hest û fikir de pirsgirêk derdikeve. Nakokiya di navbera şêwazê fikrandina bingehîn ya ji genên çandî, civakî tê û ya tê ferz kirin, di kesayet de qelîştok û perçebûnê ava dike. Ev di serîde bandorê li ser xebata hevseng ya mejiyê hestiyar û analîtîk dike û di vê de perçebûn, pevçûn, nakokî derdixe holê. Di civaka Kurd de ev bandor pêwîste zêdetir kûr bê dest girtin. Ji ber ku derbarê civaka Kurd de pênaseyên Rêber Apo hene. Ev rastî divê bigihêje pênaseyekê ji mêtîngehiyê wêdetir. Sedemên wê jî divê kûrtir bê dest girtin.

Insanê Kurd ku ji ber şêweyê fikrandinê di dîrokê de eliqî maye, hestiyar, teng, bibertek û demkî ye. Fikrandina stratejîk, analîz kirin û li gor vê jiyana xwe rêvebirinê zêdetir, di bin bandora elimandin, hest, hetta xerîzeyan de ye. Li dijî qirkirinê xerîzeya domandina nifş hiştiye ku di malbatgeriyek kûr û cînseltiyê de eliqî bimîne. Feraseta hezkirin û evînek rast jî pêş neketiye. Zemînê pêşketina evînê jî çênebûye. Rastiya me ya civakî di rewşek wisa de ye ku zemînê evînê û ferdên ku evînê bi azad jiyan bikin nîne. Ji ber ku Kurdbûn hertim di bin êrîşan de ye, hemû destanên Kurdan li ser çîrokên ciwanên ku negihîştîne hev, evîn jiyan nekirine hatine sazkirin. Ji ber ku zanyariya Kurd di ferq û zanebûna tunekirina evînê û zemînê wê de ye. Em di van destanan de dibînin ku evîna kesê ne azad nabe û yê ku serkeftinê ne afrîne nikare li rûyê jinekê jî binêre. Rêber Apo destana Derwêş û Edûlê, qehweya şert ya di destanê de, bi teybet ji bo rêhevalên xort wek pîvanê hezkirin, jiyana bi jinê re û evînê datîne holê. Yanî evîn serxistina karên komûnal û wêrekiya şerkirina di oxira azadiyê de hewce dibîne.

Koordînasyona PAJK’Ê