Civakparêziya demokratîk tê wateya teoriya sosyalîzma nû. Sosyalîzm di wateya civakparêziyê de ye û armanca wê hebûna azad û demokratîk ya civakê derxistina holê ye.
Bi pêşketina civakê, bi gihîştina heqîqeta avahiya dîrokî û sosyolojîk, mirov dikare jiyan û têkoşînek li gor xwezaya civakê deyne holê. Lewma Rêber Apo ji çêbûna gerdûnê destpê dike, jiyanê pênase dike, bûyîna civak û xwezaya wê datîne holê. Li ser têkiliya di navbera madde û enerjiyê de, veguherîna hevdû, têkiliya bi hevdûre ya hertiştê di xwezayê de, jiyan û çêbûna heyî bi awayek balkêş daniye holê. Hemû vegotinên Rêber Apo yê derbarê xweza, gerdûn, zindîbûnê de, ji me re vedibêje ku şertê bingehîn yê hebûnê têkilî, bi gotinek din rêxistinbûne û jiyan li ser vê şêwe digre. Şane jî dema çêdibin bi şaneyên din re ger têkilî û danûstandin pêş nexin û çalak nebin, tune dibin. Ev herî zêde di şaneyên mejî de diyarkere. İnsan bi milyaran şane û potansiyelan re tê dinê, lê ji ber kar neanîn û sînorên jiyanê, piştî demekê şane dimirin. Avakirina baxekê, danûstandin yanî civakbûn teybetmendiyên bingehîn yê insanin. Insan bi civakbûnê dibe insan. Civaka ku rêxistinbûna wî lewaz bûyî, perçe bûyî îro ji xwe parastinê bêpar maye, dibe xwarina dewlet û kujerê civakî yê kastîk. Ji ber vê sedemê ji nû de komûnbûn; tê wateya wek komûn rêxistinbûn, hebûna xwe avakirin, bihêzbûn, azadiyê.
Qetlîamên jin, qira jin, di salên dawî de her ku diçe zêde dibin. Pir aliyên wê yên girêdayî faşîzm, cînneta ku pirsgirêkên civakî afirandî, pirsgirêkên ferd û malbatê hene. Kujerê kastîk di şerê cîhanê ê sêyemîn de bi awayek çalak di meriyetê de ye. Pêşketina têkoşînên azadiya jin, lêgerîna maf û azadiyê ya jinan, ji paşverûtiyên civakî û malbatî xwesteka dûrketina jinan, vî kujerî dîn û har dike. Hêza dewletê jixwe li pişt wî ye. Girêdayî şert û mercên faşîzmê netewperestiya ku zêde bûyî, tê wateya zayendperestiya zêde bûyî. Ji milekê de têkiliyên zayendperest ê bi pornografiyê ji rê derketî, ji milekê de jî dijminahiya li hember jinê ku di astek tirsnak de ye, bi hevre dimeşin. Di vê wateyê de ji her milî de êrîş li ser jinê, li dijî azadiya jinê heye. Paradîgmaya me ya azadîxwaziya jinê û asta têgihîştin û rêxistinbûna me ya xwe dispêre parastina cewherî ya jinê, pêwîst dibîne ku em jiyana jinan bigrin bin ewlehiyê. Rêber Apo bi mînaka Budha dibêje, xençera li pişta me ketî, koletiya jinê ye, lewma serîde divê em vê xençerê derxînin yanî azadiya jinê biafrînin. Di wateya azadiya jinê de ji lêgerîn û pêşketinan re me rê vekirîbe jî, ji milek din ve pêşiya qetlîamên jinan negirtin, pirsgirêkên malbatî çareser nekirin, koletiya ku ji milê pergalê ve hatî kûrkirin û cewherîkirin derbas nekirin, hîn jî wek pirsgirêkek bingehîn û cîddî rexnedayîna me ye.
Di pêvajoya piştî vê de divê em li gor kûraniya nakokiya jin-zilam ku nakokiya bingehîn û destpêkê ya dîrokê ye, têkoşîna xwe mezin bikin. Rastiya ku me berê wek zilamtiya serdest pênase dikir îro wek KUJERÊ KASTÎK derdikeve pêşiya me. Rêber Apo pênaseyek ku vê rastiyê pir baş îfade dike, danî holê. Hem wesf, pêkanîn hem jî wehşeta wê pir baş vedibêje. Bi “kujerê kastîk” ku berpirsê hemû trajediyên ku mirovahiyê jiyan kirî, berpirsê êş, qetlîam, şerane re lihev kirin, koletî qebûl kirin, jixwe ne pêkane. Madem li pêşberî me kujerek wisa heye, xwe di vê astê de kiriye xweda, berê dîrokê guhertiye û madem em êdî wî di vê astê de nas dikin, wê demê divê em baş diyar bikin ka emê têkoşînek çawa bimeşînin.
Bi Manîfestoyê re pêwîste em bîrdoziya rizgariya jinê ya çar tebeqeyî û dîroka jin, ji nû de bigrin dest, bername û stratejiya têkoşîna dema nû pêş bixin. Jinê di dîrokê de ji xwedawendiyê dixin jina qesrê, piştre dixin jina malê (çanda satî). Berxwedan û têkoşîna jinê bi hezaran salan didome. Tê dîtin ku têkoşîna jin û zilam berê dîrokê guheriye. Du çand û şaristaniyên civakî yê cuda pêş dikevin. Ji ya zilam re gotina civakî zêde ne raste, li ser civak û jiyanê bi serdestiyê pergalek ava kiriye. Roja îro zêdetir pispor bûye û hewil dide koletiyê bi awayek kûr biafrîne. Pêwîste nav hevde bûyîna dîroka jin û dîroka azadiyê bê fêmkirin, rûyê dîrokê yê jinê bê dahûrandin û derxin holê.
Rêber Apo di bingeha çar tebeqeyan de dibêje her jinek divê arkeolojiya xwe bike. Di esas de bi awayek yekpare pêwîste sosyolojiya jin zêdetir bê dahûrandin. Tişta pêwîste bê kirin, nasnameya jina azad ya alternatîf derxistina holê û anîna rewşa pergalek civakî ye. Ev jî tê wateya şoreşa jinê.
Nakokiya cins bûye nakokiya bingehîn ya sedsala em tê de ne. Ji destpêka dîrokê ve pirsgirêka civakî ya xwe dispêre koletiya jinê, pirgirêkek di navendê de ye. Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye. Em ji bo vê şer dikin. Di vê wateyê de çareserkirina pirsgirêka jinê, pêşxistina şoreşa jinê, pêşketin û asta ku têkoşîna me ya azadiya jinê ya 40 salan derxistî holê xistina malê civakê, erka me ya bingehîne. Divê em pêşketinên derketî holê kûr bikin, bikin ku jin di her qada têkoşîna civakî de di asta pêşeng de cih bigre. Rêxistinbûnek li gor vê, li her cih û qadê bi hebûna xwe ya rêxistinî pêşxistina çareseriyê, berpirsiyariya bingehîn ya têkoşîna me ya azadiya jinê ye.
Pêwîste li ser Manîfestoya Rêber Apo lêhûrbûn û kûrbûn çêbe, rastiyên dîrokî û civakî, rêgezên bîrdozî-felsefîk-diyalektîk baş fêm bikin. Rêber Apo li rastiyên dîrokî û sosyolojîk mêyze kir û terzê têkoşînek nû danî holê. Di roniya rastî û heqîqetên dîrokî yê Kurdistan û Rojhilatanavîn de midexeleyî demê kir. Em jî dikarin di mijara ruh, stratejî, teqtîkên dema têkoşîna nû de xwe zelal bikin û bikevin pêvajoyek nû.
Sedsalek nû pêş dikeve. Wek tevgerek komûnal emê xwe rêxistin bikin, têkoşînek ku Kurdistan û Rojhilatanavîn û hemû cîhanê bandor bike derxînin holê.
Koordinasyona PAJK’ê


