Dema mirov dibêje çiya, gerîla, jiyan, azadî; ev peyv çi tîne bîra mirovan? Çi hest, ruh û fikirî dide avakirin di mirovan de?
Di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de gelek bûyerên trajîk hatine jiyan kirin, gelek êrîşên li ser vê erdnigariyê çêbûne û qirkirina gelê wê ji xwe re kirine hedef. Ji bo ku gelê Kurd xwe bike xwedî nasname û hebûn, her daîm serî hildaye û berxwedanên bê hempa dane mêşandin. Ji ber ku axa pîroz û dewlemend ya Mezopotamya yê, axa gelê Arî ye, ya gelê Kurd e. Her daîm zihniyêta desthilatdar û xwînmij xwestiye ku vê axê bixin bin hikumraniya xwe û hebûna gelê wê yê resen tune bikin. Bi metîngerkirina axa Kurdan re, her xwestine wan koçber û penaber bihêlin, bê cih û war bihêlin. Ne ayidî ti erdingariya bin û bi vî awayî wan ji çand û nirxên wan yên civakî û dîrokî qut bikin. Ji ber van zext û qirkirinên pir alî, çiyayê bi heybet û asî, her daîm ji zarokên vê axê re hembêza xwe vekiriye, bûye mîna dayikekê û zarokên xwe yên nixurî, ewladên xwe yên herî bi xêr girtine bin baskên xwe yên parêzvan û bedena xwe ji wan re kiriye stargeh. Di hinavên xwe de wan xwedî kiriye û ji gelek komkujiyên sosret wan xelas kiriye. Yanî çiya pişta qayim a gelê Kurde, nefesa ku her dem wan ji qedandinê rizgar kiriye û hêza ku destên wan li hemberî zaliman şidandiye. Çawa ku dayikek ji bo zarokê xwe mezin bike hemû temenê xwe ji wan re dike qurban, an jî bi gotineke din, dibe fedaiya jiyanê, çiya jî ji bo zarokên gelê Arî hembêza xwe vekiriye, bi hemû xweşikbûna xwe ve, bi hemû hebûna xwe ve, ji dar, newal, kanî û zinarên xwe bi hemû asîbûn û heybeta xwe, xwe fedayê gerîla kiriye û jêre bûye ew pirtûka ku li ser sînga wê destanên berxwedanê neqş dike.
Têkiliya di navbera çiya û gerîla de, têkîliyeke dualîteye, sîmbiyotîk e; gerîla li çiyê wateyeke cuda li hebûn û jiyana xwe bar dike, bi hebûna gerîla re jî çiya wateyeke cûda li hebûna xwe bar dike. Ahengeke gelekî balkêş di navbera herdûyan de heye û çavan bi xweşikiya xwe re mehkum dihêle. Gelek caran dema ez ji dûr ve li hevelekê dinêrim, bi cil û bergên gerîlatî, bi pêlavên sor û çek li milan, bi hemû heybeta xwe li ser xaçerêkekê û li bilidahiya girekî dimeşe, ez bi xwe jî gerîla me, lê ez bi wê tabloyê her carê weke cara yekem ez bibînim, ez pir bandor dibim, hişê min ji ber razberiya di wê cemale de rewşeke matbûyinê jiyan dike. Gerîla bi çiya re digihîjin kemaliyetekê di heybet û xweşikbûnê de, mînak dema gerîla dikeve rêzê, çenteyên tijî cebilxane li pişta wan û dikevine rêka çalakiyê, wê kêliyê ez wê serfirazî û serbilindiya çiyê ya bi şervanên wê hîs dikim. Bi ruhekî zindî ew bi çavên tije kêfxweşî li wan temaşe dike, pir baş dizane ku li ser rêka girtina tola wê ne ew, li ser rêka paqij kirina lingên qirêj yên li ser pişta wê ne. Lewra ew bi tebesumeke nazenîn, tijî hezkirin li wan temaşe dike, ji bo wan bejna xwe ditewîne û silaveke tijî heyranî ji wan re pêşkêş dike. Gerîla li çiyê hemû hest û xweşikbûna jiyanê di hindirê xwede dihewîne, her tişt li çiyê bi resenî û heqîqî tê jiyan kirin, ji henaseyên ku mirov dikşîne cîgerên xwe, heya têkîliyên hevaltî, têkoşîn û şerê ku tê meşandin, di her ziraviya jiyanê de pareke ji heqîqetê heye. Bi her zehmetiyêke gerîla re, çiya dibe cihê avabûna derfetan. Lewma têkiliya gerîla û çiya mîna av û axê ye; çawa dema ax ziwa dibe av jê re dibe hêviya jiyanê, bi niqutîna dilopa yekem re rewneq dide û bêhneke bihuştî belav dike, çiya bi gerîlayê xwe re, wiha rewneq dide. Di her zehmetiyekê jiyana gerîlatî de, çiyayên Kurdistana bedew, bi dewlemendiyên xwe ji gerîla re dibe heval, ji westandina wan re dibe sîheke hênik, ji birçîbûna wan re dareke bi meyve ye, ji tîbûna wan re jî rubareke bi ava zelal e. Ji bo wê jiyana gerîla li van çiyayên bi razber xwedî pir reng û hûrgûliyane ku, encex yê jiyan dikin bikaribin hîs bikin, gotin, şîrove û pênaseyên min jî gelekî lawaz û feqîr dimînin û ez bawer nakim ku qelemeke wiha xurt hebe ku zindîbûna wan hestan bigihîne kesên ji vê jiyanê mehrûm. Gerîlatiya li Kurdistanê, rêka xwe gihandina azadiyê ye, jiyan kirina dîrok û hebûna xwe ye. li van çiyayan, ji kirêtiya jiyana pergalên serdest dûr, mirov dikare rengê jiyaneke azad û bi xemla heqîqetê bedewbûyî jiyan bike. Her kêliyêkî jiyan kirina gerîlatiya li van bilindahiyan gelek wateyên giran buha, gelek nirxên xweşik bi xwe re kom dike. Xaleke din a ku her ez li ser wê diponijim û dixwazim bi were jî parve bikim ewe ku; a ku dihêle çiya ewqasî rehet û bi bawerî xwe radestî gerîla bike û her tiştê xwe bi wan re parve bike, rêhevaltiya Apoyî ya ku li ber çavên wê di navbera gerîlayên azadiyê de tê avakirin û jiyîn e. Bilindahî û nirx dayina ku di vê têkiliyê dibîne wê baweriyê dide wê ku, ew mirovên esîl ku di hevaltiya xwe de heya dawî pişta hevalê xwe bernadin û ji bona hev çav girtî mirinê hembêz dikin. Lewra ew bi dil rehetî bi wan re dibe rêhevaleke gelek sadiq. Hevaltiyêke xwedî pîvan û rêgezên ku meylên wê ji bo azadiyê her herikbar û zindiye. Dema ku mirov wê hevaltiyê bi gerîlatiya çiyayên bedew re dike yek; wê demê xwe gihandina azadiyê gengaz e. Ji bo wê dema mirov dibêjî çiya gerîla, jiyan, azadî xwedî diyalektîkeke bi hevdûre dimeşe û hevsengiyêke ku kesayetan ber bi lûtkeyê ve bibeze ava dike. Girêdanbûneke wan ya bi hevdûra heye ku ev 45 salin, bi awayêk herikbar û berxwêder bê navber dihêrike. Dijminê xwînxwar dixwaze ku vê hevsengiyê û girêdanê parçe bike, lê bi berxwedaniya çiyayên pîroz û fedaitiya gerîlayên qehreman yên di paxila wê de, bi xweşikbûn û mukemelbûna fikrê Rêber Apo yê li ser azadiyê vê îspat kir ku, wê axa Mezopotamya ti carî zarokên gelê Arî bi tenê nehêle û wê ewladên gelê wê, axa welatê xwe her daîm bi can û xwîna xwe biparêzin û xwedî lê derbikevin. Her bihar ev rastî xwe li ber çavên me hemûyan dûbare nişan dide, bi hezaran kulîlkên renga reng li ser baniyên Kurdistanê vedibin, wê xweşik û pênaseya bihuştê jê re heq dikin, ma ew kulîlk kê ne, ji ku derê tên, bê guman her yek xwe bi bedewiya ruhê hevalekî şehîd dixemilîn û derdikeve pêşberî me. Wê xweşikbûna ezdayî ya bi xwîna wan hatiya afirandin radixin û çavên me ronî dikin, em jî bo hêza wê roniyê, bi hêza wê bedewiyê têkoşîn, şer û berxwedaniya xwe ya li serê van lutkeyên pîroz her roj ji ya beriya wê bi hêztir dikin û soza dewam kirina heya serkeftinê li hemberî şehîdên vê şoreşê didin, li hemberî gel û çiyayê xwe didin.


