Divê bên nivîsandin ev egîd ku serpêhatiya her yekî ji wan ne tenê lênusek, bi sedan pêlên zêrîn dadigrin bi hebreya bedewiya dilên xwe.
Divê bên nivîsandin, wek tolekî mezin û domdar ku bi pênûsê ve hatî dagirtin. Divê bên nivîsandin da ku mirin bimire di efsûna giyana wan de. Divê bên nivîsandin ku ji mirinê dilzînm, me dike mirovên herî bi rûmet yên cîhanê. Divê bên nivîsandin ev egîd, da ku baş werin nasîn û bibin çîrokên şevên dirêj, bibin destan û bibin dengbêj.
Ew egîdên wisa bûn ku nivîskar jî pênûs jî şerm kirin ji nebesiya peyvên xwe. Min bi cehaletekî paqij xwast wan binexşînim li ser rûpelên dilên xwe. Min bi nezaniyek kur xwast hevokên bi evînê barkirî rêz bikim li ser wan. Min bi tirsa ku heke rojekê serê min li kevirekî bikeve û ez rojên bi wan re derbasbuyî jibîr bikim ango heke rojekî giyana min ji canê min bikişe hinek wan jî bîr bikin, min nivîsand. Ne derfetên min yên lêkolînê, pirskirinê û ne jî danehevekî min yê ciddî hebû. Sîcîla wan jî tinebû di dest min de. Min tenê bîranîn, jiyan û guftugoyên xwe yên bi wan re ji xwere kir çavkanî. Min bawerkir ku daneheva herî mezin bi wan re jiyan kirine û te çawa jiyan kiribe wisa jî binivîsîne. Jiyanê binivîsîne, kenên wan, henekê wan, hêstên wan,xwestekên wan peyv û gotinên wan binivîsîne. Ne li gorî qural û qeyîdeyan, ne bi gram û grameran, ne bi rastî an şaştiyan û ne bi fikar û didulitiyan, weke avakê zelal ya di coka xwede, bi xwezayî û aramî diherike binivîsine. Dibe ku kêm be, lê bila ne pirole be. Xîzan, belengaz û bêzar bimînin jî peyvên te, bi şermokî be jî binivîsîne.
Bila pênûsa te bixebite ku, bi tekoşîna xwe wê jiyanê biafirîne ji bo te û yên wekî te. Divê bên nivîsandin ev egîd. Bila ne wendahiyek be ne jî nepeniyek. Bila wek rojê zelalbin gotinên te, ewran biqewitîne. Min serpêhatiya her hevalekî de xwe lêpirsîn kir, di nava dadgehekî bêrehim de. Tuj bûn rastiyên nebesiyên min û wekî kêrekî koh qutkirin rayên canê min. Lê min cardin jî ne xwest xwe paşve bikişînim. Ez kesek gelek bi şensim ku min bi wan re pariyek nan, kenekî ji dil, êşekî giran, hiznekî kur û keyfxweşiyek şa jiyan kir. Min bi wan re lûle gerim kir û bûm şahîdê şevên sar. Ez bi wan re şil bûm di baranê de û di berfê de wenda bûm. Ez çend car bûm evîndarê wêrekiya wan.
Divê bên nivîsandin ev egîd, min tenê pênûs livand, lê nivîskar jî helbestvan jî ew bûn. Ma ne heke evîn nînbe wê çawa hebin evîndar? Derwêş hewildidin li ser rêya heqîqetê xwe bigihînin En-el Heq. Pêxember jî bi rojan di nava înzîvayek kur de xwe digihînin Xweda. Lê ev berxwedana ku di şexsê we hemûyan de derket pêş ne dişîbiya meşa Derwêşan û ne jî dişîbiya înzivaya Pêxemberan. We roj bi roj bi hebûna xwe ya di wan tûnelên şer de di nava înzîvayekî nêzî 110 rojan bi tekoşîn, bi berxwedan û bi îradeyekî derasayî, di fikir û rih de xwe gihand Serokatî. Her wiha ev yek ji bo heqîqeta azadiyê dihat wateya azweriyekî Derwîşane jî. Hûn gerîlayên serdema fezayê û sedsala 21’emîn in, ev yek bi serê xwe dil dixwest. Gelo we çend dil daqurtandî bû? ew dilê we yê bi cenga evîna welat lê dida ji me hemuyan re bû xwîn, bû giyan, bû hênase. Ev hênaseya ku her kêlî cîgerên me û hinavên me pak dike û me digihîne rêhevaltiya qehremanên wekî we. Min her roj vê rûmetê, vê şanaziyê û serbilindiyê jiyan kir ku hevrêyên min yên wekî we fedaî û Zîlanî çêbûn. Bi berxwedaniya we ya mezin, dijmin li Werxelê ketibû nava çiravekî û nedizanî çawa jê derbikeve. Vê yekê wan di nava çiravê de fetisand û wan şand heft qet bin erdê. Ne rûmeta wan mabû, ne hêviya wan û ne jî baweriya wan mabû.
Bêgûman wênexêzên vê tabloyê hûn bûn. Hûn bûn îlhama jin û ciwanên Kurd û sedema binketina qaşo artêşa duyemîn ya Nato û her wiha artêşa heştemîn a cîhanê. Li hember leşkeriya we ev nasnameyên Artêşa Tirk hemû pûç hatin derxistin û ew bûn artêşa herî rezîl û rûreş yê cîhanê. Êrîş kirin nebû, jehrî kirin nebû, teqandin nebû, çi jî kirin tûne nebûn. Ji laşê wan yê bêgiyan tirsiyan û pesnê qirêjiya xwe dan. Pişt perdê leşkerên ling lerizokî hebûn lê pêş dîmenan qehreman. Kesên bê aqil xapandin û gotin me tûne kir, 3 rojan carekî hêz guhertin. Li hember berxwedêrên 110 rojan 3 roj li berxwe nedidan leşkerên wan. Ew bûn teqtîk, bûn stratejî, bûn danehev, bûn ezmûn, bûn rêbaz, bûn îspat, bûn îlham, bûn heqîqet û bûn nexşerêya şerê îro. Her yekî ji wan bûn artêşek li hember hezaran. Bi rika azadiyê nefes girtin, di nava jehr û kîmyasalan bûn hilmekî ji Kemal û Xeyriyan.
Divê bên nivîsandin ev egîd, bê jiyandin, bên xwendin, bên gotin, bên gûhdar kirin û bên gihandin.


