Bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re, li Kurdistanê şoreşeke çandî jî pêk hatîye. Serhildanên salên 90’î, bûne şoreşa jinûve avakirina civaka Kurd, pê re pêkanîna çanda Kurd a nû. Ji ber vê yekê herî kêm bi qasî nirxê siyasî, leşkerî, heman demê de nirxê serhildanan a şoreşa çandî jî heye.

Vê şoreşê pîvanên nû, têkiliyên nû, jiyana nû tekoşîna nû û kesayetên azad wê çawa bibe; civak û takekes wê çawa be, bi vê şoreşê re bi awayekî zelal hatiye nîşandan. Em ji vê re dikarin bêjin çanda netewî ya demokratîk. Serhildanan, çanda netewî ya demokratîk pêk anîne. Nirxên paşverû yên eşîretparêziyê û wekî axatî, şêxtî, malbatperestî tekîliyên jiyana civakî tarî dikin, yekitîya gelan çênakin bi serhildanan re têk çûne. Ev tekîlî û nêzîkatîyên teng ya jiyanê, bi serhildanan re hatiye guherandin, û cewherekî nû bi dest xistiye. Nirxên ku heta wan rojan di bin siya dagirkeriyê de mane watedar bûne, derketine ronahiyê, gihîştine radeya neteweyî û bi tevî nirxên nû hêz dane çanda neteweyî ya demokratîk. Nirxên çandî yên ku xwe nû nekirine, bi hêz nekirine bi rewşa xwe ya berê mahkûmê têkçûnê ne, bi vî awayî ji têkçûnê rizgar nebûne, lê yê ku xwe nûbûyînê re razandine, bûne hêz û çavkaniya Kurdên nû, jiyan û takekesên nû avakirine. Tenê ne ji bo çanda Kurd, hêmanên çanda cîhanê jî qezenc kiriye û beramberî bi vê çandê re ketiye têkiliya danûstandinê. Berê xwe daye çanda hemdem. Ji ber vê yekê ye ku kengî çanda Kurdî tê nirxandin divê serhildan û encamên wê berfireh bên nîqaşkirin. Eger berfireh li ser bê sekinandin em ê rastî encameke erenî bên. Gelek nirx û pîvanên duh rûmet didîtin bi vê guhertinê re berovajî rewşa berê bêeleqa dimînin, gelek nirx û pîvanên berê rûmet nedidîtin jî bi serhildanan re rûmet dibînin. Ev yek bi xwînê ve hatine jiyandin, encamên wan li ber çavan in. Encamên çanda demokratik in. Çanda nû li ser vê esasê derketiye rastê û ji bo guhertina jiyanê bûye bingeheke xurt. Vê veguhertina çandê gelek civaknas û mirovên bi çandê re eleqedar jî diyar dikin. Ev rewş bûye mijara gelek lêkolîn û lêgerînan, pêkhatineke veguherînê ya civakî û çandî ye. Berxwedana Kurdan a li dijî qetlîam, koçberî, kûştin, talankirin û cezayan, bi vê kûrahî û kelecana ku şoreşê afirandiye re eleqedar e. Ev yek bi jiyana nû, çanda nû ruhekî çawa daye civakê re eleqedar e. Çand çiqas bi rastiya civakê re lihevkirî be, ewqas jiyanê berfirehtir dike û pêşde dibe. Di rastiya Kurdan de fedayîtî bûye wesfê gel.  Serhildanên şoreşa Jin Jiyan Azadî de me carek din dît ku asta fedayîtî di nav gel de çiqas bilind bûye. Nirxên moral yên nû, çanda nû, hestên nû bûne çavkaniya coş û kelecana gel. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi xwera mêzekirinek nû afirand û şewaza jiyanek nû derxist holê. Û ev şoreş bu deng û rengê hemû neteweyên li Îranê de dijîn, hêviya gelan ya serkeftinê kir yek. Ji ber vê yekê ye ku ya herî rast ewe şoreşa neteweyî–demokratîk a Kurdistanê weke şoreşeke mezin a çandê bê nirxandin. Ev rastî xwe dide qebûl kirin, tevgera azadî ya Kurd di serî de heqe ku weke tevgereke çandê bê nirxandin. Vê guherîn û nirxên çandî zemînekî dewlemend jî ji bo berhemên hunerî yên nû afirandiye.  Ev rastî bi dînamîzma ku di jiyana Kurdan de derketiye holê, bi coş, kelecan û pêşketinên moral û derûnî xwe daye îspatkirin. Bi vî awayî şoreşa çandî, şoreşa ramanî ya ji bo şoreşekê pêdivî ye, ji aliyê şoreşê bixwe ve hatiye pêkanîn. Pêkhatina şoreşa çandî, di heman demê de tê wateya misogerkirina pêşerojê yan jî misogeriya serkeftinê. Pêşengê vê şoreşê Rêberê Gelê Kurd Reber Apo ye. Ji bo vê şoreşê wiha dibêje, “Min bi vê şoreşê sed sal qezenc kirin.” Ev gotin ev e ku çanda nû hatiye afirandin, pîvan, nirx, feraseta nû, felsefeya jiyanê ya nû ya Tevgera Azadiyê ya Kurd pêşengtî kiriye, hewcedariyên ji bo sed salên li pêş me jî pêşwazî kiriye. Di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de Şoreşa Jin Jiyan Azadî jî li ser vê binemayê rabû serpiyan û xwedî li tekoşîna Reber Apo ya bi salan derket. Di lîteratûra Reber Apo de pîvanên erê-na hene ku gelek caran dûbare dike. Pîvanên erê-na yên dixwaze bide milîtanan û hemû civakê, ji bo azadî, demokrasî û ji bo jiyana dahatûyê weke şert û mercên ji dest nayên berdan dajo pêş. Ji bo wê jî me şoreşa Jin Jiyan Azadî de  bi awayekî herî zelal dît ku gelê serhildêr yê ji çi re bêje erê, ji çi re bêje na, danî holê. Yê ku kolanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bêyî ku rejîma sêdareya Îranê bitirsin rabûn serhildanan û pêşengtî şoreşa Jin Jiyan Azadî re kirin, îro jî bi têkoşînek herî xort jinên pêşengtî ji Şoreşa Jin Jiyan Azadî re kirine, di zindanên dagirkeriya Îranê de bi tekoşîna xwe li hemberî her cûre qirêjiyên sîstema mêrserwer disekinin û jiyana azad diafrînin. Kesayetên weke Pexşan Azîzî, Werîşe Muradî, Zeynep Çelalyan, Şerîfe Mihemedî, her wiha sedan jinên din mînakê vê ne. Van jinên pêşeng bi sekna xwe, bi tekoşîna xwe, tabuyên hezaran salan hilweşandin û bûn pêşengê jiyanek nû. Di raboriyê de sedemên kuştinên eşîretî hebûn, sedemên ketina zîndanê hebûn, krîterên têkildariya mirovan hebûn. Ev pîvanên eşîretan ên paşverû bûn, pîvanên pereyan bûn, an jî ji bo alîkariya dewletên serdest bistînin pîvanên lava û pêşkêşkirinê bûn. Hevkarî êdî rewşeke normal dihate dîtin. Lê bi şoreşa ku Reber Apo pêşengtî kir re nêrîna van têkiliyan guherî. Pîvanên civakê yên ecibandinê, zewqê, bedewî û xweşikiyê guherîn. Ev yek li ser esasê gelekî azad û demokratik-nûjen pêk hat. Civak bi pîvanên civakeke azad, demokratîk û sosyalîst hat havênkirin. Mirovên ku xwedî çandeke wiha bin, têkiliyên paşverû, koletî, şêweyê jiyanê yên paşverû napejirînin û ji bo çandeke netewe û demokratîk heta dawiyê têdikoşin. Me ev pîvan astekî herî jorde Şoreşa Jin Jiyan Azadî de dît ku tevahiya gelên ku li Îranê de dijîn ji bo jiyanek azad xwedî pîvan tekoşînek herî mezin dan. Û ji bo jiyanek azad demokratîk bedelên pir giranbûha jî dan. Di dawiyê de pîvanên erê-na yên bûne serwer, ji milîtanan derbas kir,  gel jî anî asta fedayitiyê. Ev bi kesayetên ku pîvanên demokratîk ji xwe re esas digrin dikare bê ravekirin, ne bi pîvanên koletî û serîtewandinê, êdî çanda nû û mirovên ku wê esas digirin ji her tiştê tê pêşiya wan têr nabin, zewqê nagirin. Her jiyanê weke pê bê jiyandin erê û qebûl nakin, her têkiliyê binirx nabînin. Ji ber vê jî hewl didin ku ya herî binirx, a herî hewce parve bikin. Her tiştî ji bo vê yekê, eger jiyana wî/wê jî hewce be xwe paşde nadin. Ev yek nîşana wê ye ku şoreşa çandî ji aliyê civakê ve hatiye xemilandin, bûye hest, ruh û ramanê civakê. Fedayîbûna gelekî bi vî awayî dikare bê pênasekirin. Ew jî  îfadeya kûrbûna şoreşê ye. Bi hest, ruh û raman gelekî nû hatiye, derketiye pêş. Rastiya gelê Kurd nîşan dide ku gelê Kurd bi hestên nû, ramanên nû, ruhekî nû pîvanê nû xwe pêk aniye, vê çandê rê daye ku şêwaza jiyana Kurdan, wan nêzîkî radeya gelên cîhanê yê herî pêş de bike. Ev hemû pêşketin nîşan didin ku civaka Kurd şoreşeke mezin pêk aniye. Ev şoreşeke çandê ya wisa ye ku tenê Kurdistanê na, Rojhilata Navîn û tevahî cîhan kirîye bin bandora xwe, li wê derê jî wê şêwaza nû yê jiyanê û têkildariyê bikaribe pêk bîne. Îspata herî berçav a şoreşa çandê li her qadê derxistina pêş a rola jinan û cihê jinan e. Ev pir girîng e. Kûrahî û berfirehiya şoreşa demokratîk, di civakê de bi cihgirtina jinan a demokratîk û azad ve girêdayî ye. Pêşketina şoreşa demokratîk û şoreşa çandî bi asta azadbûna jinan diyar dibe. Mirov bala xwe dide van yekan rihet dibîne ku şoreşa demokratîk û şoreşa çandî gelekî li ser hîmê xurt e. Hûn dixwazin civakekê nas bikin, di wê civakê de cihê jinan çi ye, têkildariya mêran û jinan ser kîjan bingehê pêş dikeve binêrin. Civakek çawa ye, hûn bi cihê jinan ê di nav civakê de û bi têkildariya wê dikarin hîn bibin. Ev pîvaneke girîng e. Ji ber ku asta dayîna rol û têkildariyê ya jinan; tenê ne jin, raman, helwest û nêzikatiya bûyeran a hemû civakê bi bandor dike. Bê gûman nêzîkatiya li ser jinan tenê nêzîkatiya bi jinan re eleqedar nîn e, nêzikatiyên di hemû qadan de, têkildariyê pîvanan dike bin bandora xwe. Ev rastiyeke zanistî ye. Rêber Apo bi analîzên li ser civakê û jinan ev hê jî pêşde biriye û ji bo têgihîştina wan hewlek mezin daye. Em di vê çarçoveyê de binêrin, serhildanên di salên 90’î de pêk  hatine, asta şoreşa gelê Kurd, şoreşa çandê çiqas bilind bûye hê baştir tê fêmkirin. Pêşengtiya van serhildanan jinan kiriye, jin refên herî pêş ya civakê de meşiyane. Civaka bi zihnîyeta zilamê desthilatdar hatibû dorpêçkirin û nirx nedida jinan, bi serhildanan re gûheriye ango jin hatine radeya hêza civakî ya rûmeta wan bê girtin, nirx bê dayîn. Êdî jin, tenê ne ji bo xwe veguherîne, xwe bixe nav têkiliyên nû yên civakî, di heman demê de rista hemû civakê biguherîne jî girtiye ser milên xwe. Ne tenê çanda xwe, feraseta xwe, nirx û pîvanên xwe, nirx û pîvanên hemû civakê ji kokê ve hejandiye, ser û bin kiriye. Pêşengtiya jinan a di serhildanan de, di rastiyê de li hember derketina her cûre hincirandin, kedmijî û çewisandinê, di nav civakê de xwemalî dibe. Di çanda civaka Kurd de dijderketina çewisandin, zilm û her cûre kedmijiyê kurtir dibe. Tenê bi qada neteweyî sînorkirî namîne, civakeke li dijî her cûre kedmijiyê pêk tê. Bi gûhertina pozîsyona jinan re, şoreşa gelê Kurd a demokratîk weke neteweyî, çînî, dîrokî vegûhestina şoreşa azadiyê ya kokberdayî dabînî kiriye. Tê dîtin ku kûrahî û berfirehiya şoreşa çandî, dînamîzmeke ku ji şerê rizgariyê yê neteweyên din derbasbûyî, ji hedefên wan pêştir bi dest xistiye û gihîştiye naverokeke îdeolojîk, bingeheke civakî. Gelê Kurd şoreşeke çandî ya mezin a demokratik û azadîxwaz pêk aniye. Li ser vê bingehê civakeke nû dikare bê avakirin, azadî û demokrasî bê sînor dikare bê pêşxistin. Ev danehev bi keda Rêber Apo ya bê hempa hatine bi dest xistin. Kirêtiya serdestan, mêtîngeran, înkarkeran çiqas pir dibe bila bibe, eger şoreşa çandî baş bê birêxistinkirin, baş bê nirxandin, tu hêzeke zext û zordar nikare pêşî li azadiya civaka Kurd, azadiya jinan û jiyana demokratîk bigire. Şoreşa çandî ya gelê Kurd derfeta hêzeke wiha, şiyan (potansiyel), têkneçûn û serkeftinê afirandiye. Bê guman weke objektîf ev rewş heye. Êdî mîna destpêka şoreşê îro rewşa destpêkirina ji sifirê derbasdar nîn e. Ji ber ku şoreşa hestan û ramanan tûne bû, heyamên ku zehmetiyên mezin pêk dihatin derbas bûne. Şoreşa Kurdistanê pir dijwar derbas bû, tengasiyên mezin çêbûn, hem di asta civakî, hem jî asta rêxistinê de êş û jan hatine jiyîn. Mirov dikare bêje bi zorê hatiye pêşxistin. Rêber Apo bi tempo û terzê xwe, ev yek hem sipartiye rêxistinê hem civakê, bi vî awayî şoreş pêş xistiye. Sedemê vê pir paşdebûna asta çandî û ramanî ya piştperdeya şoreşê ye. Lê îro, dijwariyên di heyama pêşî ya şoreşê de qewimîn hatine derbaskirin. Êdî çanda ku ji bo pêşveçûn û serkeftina şoreşê hewce ye qewimiye. Şoreş hatiye vê astê, ev rast e. Lê ji bo mayîndebûnê, divê şoreşa çandî berhemên berbiçav, nirxên berbiçav biafirîne. Xwe rexistin kirin, yekitîya xwe çêkirin berhemek çandiye. Mezin kirina van berheman erka her mirovekî azadîxwaz e. Mayîndebûna şoreşê bi kiryarên wiha pêşve çûyînê ve pêkan e. Weke me berê jî gotibû, sengera civakê ya herî kûr, mekanîzmeya parastina herî berfireh asta çandî, daneheva çandî û pîvanên vê yekê ne. Têkoşîna pêkanîna ji bo van nirxan e. Hebûna rêxistin, îdeolojî û ramana wê û asta wê ye. Bi vegotineke rast, nirxên hatine afirandin, bi çandê mayînde dibin. Eger şoreşê çanda xwe pêk anîbe, berhemên çandî hatibin afirandin, hingê mirov dikare qala ji têkneçûna çandê û şoreşê bike. Texrîbat û wêrankariya hêzên serdest û dewletên dagirker li holê ye. Li welatê me çawa tasfiyeya berhemên çandî kirine û dikin, tê zanîn. Em niha çima û çawa ji bo civakekê çand girîng e dizanin. Em dibêjin xebata çanda nû qasî pêkanîna şerekî girîng e. Em dizanin şoreşeke çandî heye ku dikare di asta çanda nû de nirxan berhilîne û evê bibe zemîna afirandina nirxên çandî û kelecan û coşa vê yekê heye. Ji peywira girîng yek jî, em giraniyê bidin xebatên çandî, asta heyî ya çandî bi nirx û pîvanên nû yên şoreşê ji nû ve biafirînin. Li vir ya girîng, bi pîvanên demokratîk û azadîxwaz, cewher  bidine çandê. Tenê dubarekirina çanda berê, ronîkirin û derxistina nirxên çanda berê ne bes e. Bi vê yekê, bidestxistina pêşerojê jî ne pêkan e. Em gelek caran di dîrokê de rastî mînakên wiha yê berxwedanê yên jina Kurd tên. Di berxwedana Kela Dimdimê de jinên Kurd, ji bo radestî dagirkerên Fars nebin xwe ji bedenên kelehan ve berdidin ser tehtan. Di serhildana Sasonê de Mala Eliyê Ûnis li hember dagirkerên Tirk bi jin û zarokan şer dikin. Dagirker piştî ku serhildanê bi rengekî dijwar têk dibin, lê ev serhildan bi dawî nabin. Rindêxana bi xweşikî û şerkeriya xwe bi nav û deng e, ji bo nekeve destê dijmin xwe ji ser pira Malabadê berdide ava dijwar. Di roja me de jî di berxwedana PKK’ê ya 47 salên dawîn berdewam dike de jinên Kurd vê kevneşopiyê didomînin.  Gerîla Bêrîtan, di şerê birakujî de ji bo nekeve destê dijmin xwe ji kendalan ve avêtiye xwarê û bi vî rengî bûye yek ji temsîlkara herî xurt ya vê kevneşopiyê. Dîsan di roja meya îro de em vê berxwedanê kesayeta berxwedêr ya Şilêr Resulî da di Rojhilatê Kurdistanê de dibînin. Ji bo li dijî zihnîyeta zilamê serdest û yê hevkarê dagirkeriya dewleta Îranêye derbikeve, xwe ji pencerê davêje xwarê. Ev hêrsa Şiler Resulî ya hemberî zilamê ketî dibe malê tevahî jinan. Di jina Kurd de peywirên berxwedanê asta herî jordane ‘jin’ û ‘jiyan’ ji heman kokê ne. Ji ber ku afirînerên nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne, çanda dîrokî gelek xurt, bi bingeh û bi kok e. Ji ber ku jina Kurd di jiyanê de bi sekna xwe, bi zîrektî û afirîneriya xwe otorîteyeke xwezayî ye. Di jiyanê de her karê xwe bi hûnerî dike, aliyê estetîkî bi her aliyê ve li ber çav dikeve. Jina Kurd, bi tevlîbûna çalak a têkoşîna PKK’ê ya 47 salan, careke din nîşan daye ku mîrateya xwe ya herî hêja ya ji serdema dayîka xwedawend, ji neolîtîkê mayî winda nekiriye û di parastina vê çandê de bi biryar e. Ji jinên ciwan heta yên pîr, taybetmendiya wan ên serhildêr, asî û îsyankar ên di kokê wan de heyî êdî xwe daye der. Bi dil û can tevlî Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo bûne û bi vî rengî nîşan dane ku xwedî li nirxên jina Kurd ên dîrokî dertên, di vê rêyê de canê xwe feda dikin. Di vê rêyê de bi hezaran şehîd dane, ji cî û warên xwe hatine koç kirin, di îşkencexaneyan de bi îşkenceyên herî dijwar re rû bi rû mane, mehkûmê birçîbûnê hatine kirin, lê bi hemû hêza xwe li nirxên xwe xwedî derketine û ji bo wan bi pêş bixin li ber xwe dane. Ji Rindêxan heta Leyla Qasim, Besê, Zarîfe, Bêrîvan, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Sakîne Cansiz, Şirîn Elemhulî, şilêr Resulî, Jîna Emînî. Her wiha sedan nimûneyê din yê jinên berxwedêr hene. Ew xwîna ku ji bo nirxên bingehîn ên mirovahiyê biparêzin û bidin jiyankirin didomînin, dîsa di zeviyên anorê yên mirovahiyê de bûne kulîlk û bişkivîne.