Pêyva herî xweş û xweşik, peyva ‘heval’e. ‘Heval’ kulmek axa azad ya di dilê me de şîn hatiye. Ji ber wê ye ku ti pênase nikare bibe bersiva wê ya rast û ji wê xweştir bi wate be.
Heval û bûyina heval jiyana herî bi wate diafirîne û ber bi heqîqetê ve diçe. Dema pêyva ‘heval’ tê gotin herikîna ava kanî û çeman bi coş dibe, çûk bilindtir difirin û jiyan pak dibe. Ya rast ‘heval’ ne gotinek ku em pê bangî hevdikin. Ew ji gotinekê mezintir e. Ew xaçerêya ku ber bi heqîqeta jiyana azad ve diçe ye. Ew bîr û baweriye, ew hêvî û hezkirine, ew evîna azadiyê, ew wêrekî, vîn, lehengtî, fedaîtî û ezma jiyanê ye.
Niha ji her milî ve li hember vê jiyana bi wate û pak êrîşên bê hempa hene. Neyar bi hemû hovîtiya xwe ve êrîş dikin û dixwazin axa azad a di dilê me de ye dagir bikin. Yên ku ji bilî îrade û baweriya wan ya serkeftinê, tiştekî wan tûne ye, her kêlî li hember kîmyasalan û li hember êrîşên dij mirovahiyê li berxwe didin. Weke PKK û hevalên me yên ku di hemû deman de êrîşên hovane vala derdixin û berxwe didin, bûn sembola jiyana azad. Bedena van berxwedêran ji bo jiyana azad neyê dagirkirin û mirovahî nefesek azad bigrin bûye mertal li hember ‘bêhna sêvê ya bê bext’. Bê bexte ev bêhn. Te hêdî hêdî tine dike, bê bexte ev bêhn. Çiya û bajarên me di nava vê bêhnê de dixwazin bifetisînin. Lê belê nikarîbûn yekî ji me teslîm bigrin. Me bi zinar, dar û çiyayên xwe re, bi hev re li berxweda û em hîn jî li berxwe didin.
Dîsa şerê tarîtiyê li hember ronahiyê destpê kiriye li ser vê erdnîgariya pîroz. Helbet wê ronahî biserkeve. Helbet wê piştî şevereşkan, tav tîrêjên ronahiya xwe berde ser axa bedew û dergûşa mirovahiyê. Helbet wê jiyana azad bi hemû wateya xwe ve were jiyan kirin. Heval pêşerojên azad li benda me ye. Em ê bi hev re, bi gelê xwe re li ser axa Kurdistana azad û serbixwe dîlana azadiyê bigrin. Em ê bi hev re ala kesk, sor û zer li asîmanê welatê xwe li pakin.
Tu yê jî bi îradeya jina azad ve, bi şûrê di destê xwe de perda tarîtiyê biqetîne. Tu yê jî bibe berxwedêrek ji wan berxwedêrên ku xwe kirine kelehên qayîm û sîperên jiyanê. Tu yê jî bi şer û berxwedana xwe ve hîn xweşiktir bibî. Lê ji bîr neke, bi qasî ku tu berxwe bidî, tu ewqasî digihêje jiyana azad û serkeftinê. Lewma ji bo misogerkirina jiyana azad divê em herdem tekoşînê bipejirînin. Dema roj hilhat û li ser Sûrê Amedê tîrêjên xwe berda nava dilê me, bila em karibin bi ser bilindî bêjin me tekoşînkir û me jiyana azad bi serxist. Me jiyan û derfeta nefesa azad ji gelê xwe re pêşkêşkir. Em hawariyên azadiyê ne.
Divê em bi qasî mezinahiya xeyalên xwe têkoşîn û şer bikin. Dil dixwest em mil bi mil di her kêliyê de li gel hev şer bikin, lê dijminê me yî hov vê derfetê neda. Wê ev jî ji bo me bibe bihaneyeke şerê xwe xwirtkirinê. Wê dilê min herdem li gel we be. Di her kêliyê de ez ê bi were jiyan bikim. Jibîr neke em ê bi tekoşînê ve kilîda van çiyayan û vê jiyanê bi destbixin. Bi vê bîr û baweriyê em tevahî heval di yek xaçerêyê de ber bi serkeftinê ve dimeşin.
Tu jî bû yek ji van berxwedêran. Tu jî bû Avzem û Helbest. Tu bû kelehek berxwedanê ku neyar ji tirsa newêrin xwe nêzî te bikin. Tu bû vîn, wêrekî, fedaîtî û wateya jiyana azad. Di kêliya ku çavê min li awirên çavên te yên dijwar ket, min zanî ku tu yê bibî qêrîna azadiyê. Di wê rojê de, di wê roja ku tu çûyî çalakiya heqîqetê min zanî ku tu yê hêrs û kîna di dilê xwe de weke volkanekî bi ser neyaran de birjîne. Dema ku te bejna xwe bi çek û rext ve xemiland min zanî tê serkeftinê bîne. Û dema tu ket rê min zanî tu yê bigihêje heqîqeta roja azad.
Heval û rêhevala min ya tekoşîna azadiyê Arîn; tu yê her dem di dil û mejiyê me de bijî. Em ê dîsa her gaveke xwe bi hev re ber bi zaferê ve bavêjin. Ew ala ku te dewrî me kiriye em di lutkeyê çiyayên azad yê welatê xwe bilind bikin asîmanên bê dawî. Emê ti carî te jibîr nekin, ji ber ku di her kêliyeke tekoşîna me de tu yê li gel me be. Em ê xeyalên te yên azadiyê pêkbînin. Em soz didin te, em soz didin…


