Têkoşîn û jiyana me ji sedî nodî têkoşîna hişmendî û ramanê ye. Disa di tevgerên sosyalist û şoreşger de xala ku her derdikeve pêşberî me wateya têkoşîna bîrdozî, girîngî û şewaza wê ye.

Lê mixabin di kevneşopî û dîroka tevgerên şoreşger de ji aliye şêwaz û hîmî ve wêndahiyên pir mezin bi civak û mirovahiye dane jiyankirin. Lewra her li hemberî hişmendiya desthilatdar û kapîtalîst civak û tevgerên wekhevîparêz û azadîxwaz di nava vê legerîna şoreşgerî de bûne. Lê çiqasî ji vê yekê re bûne bersiv cihê mûhasebeyeke xurt ya şexsî û civakî ne. Dîsa cihê lêhûrbûn, niqaş û lêkolîne ye. Bi kurtasî cihê dahûrandineke şexsî û civakî ye.

Di şerê li hemberî modernîteya kapîtalîst de û taybet jî ger wê modernîteyê xwe bi amûrên zore birêxistin kiribe û li ser civakê ferz kiribe divê baş bê dahûrandin û lêkolîn kirin. Li vir xala ewil ya ku bê dest girtin têkoşîna bîrdozî, giringî û şewaza wê ye. Lewra ger em li paşêrojê û li tevgerên ku li ser esasê civak û têkoşîna wê hatinê cem hev û bûne xwedî helwest binêrin emê bibînin ku windahiyên wan piranî di van xalan de pêş ketine. Û rê li pêş xirabî û rûxandinên mezin vekirine. Bi taybet di aliyê hişmendî û şêwaza wê de ger zelalbûyînek û paqijbûyînek tûne be, armancên ku em hewl didin xwe bigihînin jî zelal, paqij û civakî nabin. Di vir de xala derdikeve pêşberî me eve ku; pêwîstî bi helwesteke hevpar ya fikir û pratikî heye. Divê ev li hev bikin û  hevdû temam bikin. Divê teqez hemahengiya jiyane di şewaza xwe de bihewîne. Lewra bi qasî fikir û hişmendî, şewaza têkoşînê jî girîng e. Ango em nikarin tenê bi niyetên baş biçin ser karên şoreşgerî, civakî û azadiyê. Wekî tê gotin; riya dojehê bi kevirên niyetên baş hatine rêsandin. Ew ji me re nabe hinceta neçareserî û bi pêşnexistina raman û hişmendiye. Li vir ji bo şêwaz û girîngiya têkoşîna bîrdozî tedbîrên afîrîner divên. Çine ew; ger wek hebûn mirov xwedî taybetmendiyên gerdûniye, wê gavê divê pênasekirin jî di ve çerçovêyê de be. Ango mirov hebûnekî gerdûniye û divê di wê çerçowêyê de bê pênasekirin. Rêber Apo got; “Mirov gerdûna herî pûçûk e”. Dîsa mirov bi vê taybetmendiya xwe xwedî civak û çand e. Wê gavê em bi tu awayî mirov nikarin ji civak û çanda wî cûda bigrin dest.  Lewra civak bi sinc û politikaya xwe dibe xwedî hebûn. Bê sinc û polîtîka li civakekê fikirîn bê sincî û polîtîkaya kesan pênase dike. Em nikarin ji van xalan cûda bîrdoziyê bigrin dest. Wê gavê mafê me nîne ku em bêjin niyeta xwe baş e. Ger rêûresmên me xwedî van taybetmendiyan bin, wê gavê fikir û ramanên me jî divê di vê çerçowêyê de bêne rêzkirin û jê re pîvan bên dayîn. Li vir di esas de pîvan xala jêneger û bingehîn e. Bi qasî ku rêzik û pîvan hebin ewqasî jî jiyanî bin wê gavê dibin hişmendî û heqîqet! Lewra em xwe dispêrin sosyalîzmê û dibêjin “di sosyalîzmê de israr di mirovbûyîne de israr e”.    

Wekî Rêber APO gotiyê; “yê ku fikra xwe ne bi me re be pratika xwe jî ne bi me re ye”.  Ger girîngiya têkoşîna ramanê di hûndirê xwe de ewqasî wate dihevîne, wê gave pêwîste ji her milî ve em xwe zelal bikin. Û li gor ve yekê têkoşîna bîrdozî û hişmendiyê bimeşînin. Lewra di hemû serdeman de bîrdozî ji hemû tevgerên civakî re bûye hîm. Bi qasî vê ji derdorên dervayî civake û dijberî civake re jî bûye egera desthilatdariye. Eger em bala xwe bidin dîroka şarîstaniya desthilatdar,  xwe li ser vî hîmî bi rêxistin kiriye, hemû sazî û dezgehên xwe di aliyê bîrdozî de bi rekûpêk kirine. Ji ber vê yekê heta îro hatiye. Dîsa tevgerên bawerî û çandan jî bi heman rengî ji aliyên bîrdozî ve pir xurtin. Ji ber vê yekê ye ku bi hezaran salin û heya roja me ya îro) jî xwedî bandorên diyarker in. Him tevgerên çandî him ji yên olî bi aliyên xwe yên reûresmî xurtin. Lê dîsa ji bi hişmendî û bîrdozî barkirine. Li cem vê yekê jî her di nava lêgerîna şewaza wê ya jiyanîkirin û jiyînê de bû ne. Lê çiqasî ji ve re bûne bersiv cihê niqaşe ye.

Roja me ya îro ji olên Nebiyan bigre heya tevgerên çandî yên ku xwe dispêrên dîrokên pir kevnar ger em hîn jî li ser hîmên wan difikirin û dikin ji ber aliyên wan ên bîrdozî û têkoşîna wan a di vê xalê de ye.  Ew yek ji ber bandorên wan ên ku li ser me hîştine tên. Lewra eger em ji pirsgirêkên civakê re xwe wek hêza çareseriyê dibînin, divê teqez têkoşîna bîrdozî bi tu awayî em paşgûh nekin. Di vê xalê de divê em her di nav liv û tevgera wê de bin. Divê em vê bi israr û domdar bimeşînin. Eger me di vir de serkeftin bi dest xist, wê teqez armancên me di jiyanê de bersiva xwe bibinin.

Bi tu awayî divê em jî bîr nekin ku hemû keliyên jiyanê, gav, behn standin, xwarin, vexwarin û hwd. bi helwestên me yên têkoşîna bîrdozî ve giredayîne.Di vir de ya diyarker  şewaza me ya di ve xalê de ye. Eger em ji vir serkeftinê hêvî dikin û ji bo vê yekê têkoşînê û berdelên giranbûha didin, divê her ji aliyê têkoşîna bîrdozî ve bi awayekî micît bi girîngî li ser şewaza wê û ya xwe bisekinin. Sazî û dezgehên wê li gor raman, hişmendiya wê bi rexistin bikin.  Di kesayeta xwe de di jiyanê de pêk bînin. Nexwe em nikarin bi tu awayî fikir û ramanên ku bi pêş dixin jiyanî bikin.  Lewra divê em tu awayî ji bîr nekin ku şewaza rasteqîn ya ku bi xwe re serkeftinê tîne şewaza afirîner ya ku li ser hîme civakê xwe bi rêxistin kirî û ew esas girtî ye. Ew jî encax bi têkoşîneke bîrdozî ya rast û bi israr pêkane.

Apogerî tevgereke bîrdozi û komûnale, bi israr û domdariya xwe ya di vî warî de tê nasîn. Eger pencî û dû salin di serkeftinê de bi israre û her roja ku bi pêşve diçe vê yekî bi serkeftinê tacîdar dike, ji ber rewabûn û rastiya wê ya bîrdozî tê. Ji şewaza wê ya afîrîner tê. Ji gûhertin û vegûhertinê re pêşengtî kirina wê tê.

Amara Harun