• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. DAXUYANÎ

RASTIYA ŞEHÎD BÊRÎTAN, XETA ARTEŞBÛNA JINA AZAD E

GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ Û RAYA GİŞTÎ RE! Di serî de şexsê rêheval Berîtan ya ku li hember hêzên dagirker û hevkar, bi berxwedaniya bê hempa reruhê jina azad yên tevahiya serdem û deman vegerand berxwedaniya rûmetê, tevahiya şehîdên meha Cotmehê; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Ronahî (Andrea Woolf), Helîn Çerkez, Sarya, Medya Mawa, Hêvî Muş, Jînda Ezgî Dersîm û tevahiya şehîdên me yên qehremanyên ku berxwedaniya rûmetê mezin kirin; bi heskirin, rêzdarî û bi minnet bîr tînin girêdanbûna bîranînên wan dûbare dikin. Bi hevkariya; artêşa dagirker ya TC, heman demê dehevkarê wan KDP ya nijadperest, paşwerû û bi tasfiyekariya hêzên îxanetkar re di 25’ê Cotmehê sala 1992 an de li hember tevgera me ya Azadiya Kurdistanê êrîşên topyekûn yên tinekirinê hat pêş xistin û di van êrîşan de rêheval Berîtan li hember hêzên KDP’ê heta guleya dawî şer kir. Rêheval Berîtan li hember hemû israrên hêzên KDP’ê û êrîşên wan bi gotina; “Hûn ji Başûr, îxaneta şoreşa Bakûrê Kurdistanê dikin.” re çekê di destê xwe de ji bo ku nekeve destê dijmin li zinaran dide û bi vî awayî perçe dike, dûvre jî xwe ji zinaran davêje. Rêheval Berîtan weke jineke ji Dersîmê bi ruhê Zarîfe û Besêyan xwe ji zinaran davêje û di berdewamiya vê rastiyê de dibe remza berxwedaniyê. Rêheval Berîtan bi jiyan û çalakiya xwe nîşan da ku ew, berdewamiya kevneşopiya rûmet û azadiya Besêyan e û careke din bi çalakiya xwe, heqîqeta nehêsanbûna Şoreşa Azadiya Kurdistanê ispat dike. Rêheval Berîtan di kesayeta xwe de modela jina milîtan ya Artêşa Jinan şênber kiriye, mebde û pîvanên Şoreşa Azadiya Jinan, wergerand perspektifa jıyanê ya domdar, di şexsê jinên milîtan de felsefa û xeta jiyana azad gihandiye zelalbûneke herî şênber. Ew, bû bersiva herî rast ya pirsa; “Çawa jiyan bikin û çawa tekoşîn bê kirin?” Rastiya şehîd Berîtan bi manîfestoya jiyana azad û bi rûmet re di tevahiya zanebûn û dilê me de bûye ronahiya bê dawî. Rêheval Berîtan li hember çinîtî û zayendperestî bûye fermandar û şerkera bê sekin ya azadiyê, ew li hember kevneşopiya paşwerû ya feodal têkoşiya, ew lêgerînvana bi israr ya heqîqetê û evîndarê gelê xwe ye. Ger di roja me ya îro de artêşbûna jinan ewqas mezin bûye, pêşketiye û ne tenê ji bo jinên Kurdistanê ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê hêza tekoşîn kirinê dide, bal dikşîne û dibe çavkaniya îlhamê ew bê gûman serîde di şexsê rêheval Berîtan de encama ked û hewldayînên tevahiya şehîdan e. Pênaseya Serokatiya me ya; “Parastina rûmeta azadiya Berîtan deynê me ye. Ev jî pîvanê min e.” ya ku di sala 1993 an de ji bo heval Berîtan pêşxistiyê heman demê de weke hêzên YJA Star heta niha bi zanebûna parastina vê xetê re jiyan dikin, weke şopdarên vê fermanê serîde di qadên xwe yên jiyanê û şexsên xwe de bi pratîk kirina vê rastiyê re emê bibin bersiv. Em, xeta azadiyê û rûmeta berxwedaniyê ya ku di şexsê rêheval Berîtan de şênber bûye weke pîvana bingehîn ya Artêşbûna Jinan dibînin, bi wesîleya roja îro careke din dibêjin ku; “Em şopdarên berxwedaniya rêheval Berîtan in.” Weke hêzên YJA Star serîde ji bo jinên Kurd û her deverên ku hebûna jinan lê heyî, di hemû qadên jiyanê de bi billind kirina tekoşîna azadiyê re, ji bo jiyanî kirina xeta rûmeta azadiya jiyanê,dûbare soza serkeftinê didin. Em bi vê mebestê di salvegera 26. ya şiyara; “Jina ku şer dike azad e, jina azad dibe xweşik dibe, jina xweşik dibe tê heskirin.” de dibêjin ku; ji her demê zêdetir em nêzîkê gihîştina Serokatî û ûtopyayên xwe yên jiyana azad in. Em bi şêweyê herî êrîşkar ya birdoziya nijadperestî ya rizî yên pergala kapîtalîzmê re rû bi rû ne. Weke hêzên YJA Star em di xeta Berîtan de şerkirinê re di serdema, ala azadiyê di asîmanên şîn de bilind kirinê jiyan dikin. Dûbare soza bilindkirina tekoşîneke weke Berîtan ya li her deverê Kurdistanê didin, careke din di şexsê rêheval Berîtan de tevahî şehîdên jiyana azad û şoreşê bi minnet bibîr tînin, soza girêdanbûna bîranîn û xwedî derketina mîrasên wan didin. Bijî Xeta Jiyana Azad Ya Ku Serokatiya Me Da Ava Kirin! Bijî Artêşbûna Rastiya Jina Azad Ya Ku Bi Heval Berîtan Re Pêşket! Bijî Şehîdên Jiyana Azad û Bi Rûmet! Bin Bikeve Dagirkerî Paşwerûtî û Faşîzm! 24.10.2018 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDΠYA YJA STAR’Ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 24 Ekim 2018
Görüntüleme: 444

BERXWEDANIYA JINAN AZAD DIKE, TECRÎDÊ DIŞKÎNE Û FAŞÎZMÊ TINE DIKE

Di vê serdema ku tê jiyîn de milekê ve faşîzm bi awayekî herî dijwar tê domdar kirin milê din de jî ev pêvajoya tê jiyîn şahidiya hêza herî mezin û dînamîk a jinan dike. Cardin û ji nûve em pêşwaziya 8’ê Adarê roja Jinên Kedkar a Cîhanê dikin. Bi vê mebestê hestên herî ji dil a rêhevaltiyê re serî de 8’ê Adarê ji mîmarê têkoşîna azadiya jinê Rêber Apo re, tevahiya jinên ku li her derê cîhanê hember zîhniyeta zilam û faşîzmê berxwe didin, şer dikin re pîroz dikin. Careke din tevahiya şehîdên me ên qehreman yên ku hişê têkoşîn û berxwedaniya jinan zindî dihêlin bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Bi destnîşan dikirina Rêber Apo a; “Wê sedsala 21. bibe sedsala jinan” re îdda me hîn mezintir e. Serdema ku tê jiyîn de hêzên cîhanî ên emperyal û zîhniyetên çeteyî hewldidin ku nirxên mirovatiyê bi tepisandin û dagirkeriyê re tine bikin lê wê teqez di sedsala 21. de berxwedaniya jinan re azadî bê afirandin. Milekê madalyonê azadî û ji bona azadiyê berxwenadiyên bê hempa, milê din de jî bi ferzkirinên zîhniyeta modernîteya kapîtalîst re tepisandinên koletiyê tê jiyîn. Hêzên demokratîk yên ku ji bona parastina rûmeta mirovatiyê berwe didin her dem têkoşiyane û di parastina rûmeta mirovatiyê de bi ser ketine. Tê zanîn ku ji bona parastina rûmeta mirovatiyê berdêlên herî mezin û heman demê de berxwedaniyên herî bilind jî jin û têkoşînên bi rêxistinkirî a jinan derxistiye holê. Şoreşa çandinî, şoreşa destpêkê a mirovatiyê, endezyar û zanyarên destpêkê hemû jî di pêşengtiya jin de hatiye ava kirin û jin tevahiya şaneyên jiyana azad re bi azweriyeke mezin girêdayî ye. Dîroka azadiya jin bi vê azweriya mezin re li gelek deverên cîhanê şahidiya; recm û şewitandinên zindî jî kiriye. Di roja îro de çawa ku afrînera netewa demokratîk jin be heman awayî avakerên paradîgmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jin jî ciwan û jin in. Di roja îro de baweriya jinan bi her awayî ji bona jiyana azad gelekî mezin e. Nexwasim serî de li Kurdistanê jin di her qadên jiyanê de dikarin xwe îfade bikin û bi têkoşîna me re hewldidin ku ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve biherikînin. Tevgera Azadiya jin a ku bi ava kirina PKK’ê re bingeha wê di sala 1978 an de hat avêtin û heta roja îro li hember hêzên dagirker di refên herî pêş a şer de têkoşîn dewam dike. Şerê hebûn û şiyarbûnê a ku bi PKK’ê re destpêkir ber bi afirandina jina azad û pê re girêdayî înşa kirina civaka azad ve roj bi roj pêşdikeve. Di roja îro de Tevgera me ya Azadiya jin, mîrateya ku karkerên jin a New Yorkê ji Clara û Rosayan re hîştine dewr girtiye û bi birdoziya rizgariya jinê a ku di 8’ê Adara sala 1998 an de Serokatî diyariya jinan kiriyê re, ber bi berdana bêdawî û hevjiyana azad re pêş xistiye. Bersiva herî rast ji bona rêhevalên şehîd û berxwedêr ewe ku tevahiya şaneyên Birdoziya Rizgariya Jinê di her qadê jiyanê de bi cîh kirin, jiyanî kirine û em bi vê zanebûnê re pêş de diçin. Jinên Kurdistanî di roja îro de her derê cîhanê ku lê dijîn de hewldidin ku xwe birêxistin bikin. Emê bi rêxistinbûnên hîn mezintir re li hember derbeyên ku ji têkoşîna birêxistinkirî a jinan ve bê lêdan re bibin bersiv. Li hember her cûrê faşîzmê, çetecîtî, dagirkerî, rejîmên paşwerû heta dilopa xwîna xwe ya dawî emê têbikoşin, xwe zane bikin, bi rêxistinbûn û berxwedanê re emê têkoşîna xwe bidomînin. Li Rojhilata Navîn tevahiya rejîmên paşwerû û dagirkeriya dewlet û rejîma Tirkiyê ketiye nava qeyranekî pir mezin. Divê neyê ji bîr kirin ku sedema herî mezin a vê qeyranê, berdewam kirina tecrîta girankirî a li ser Rêber Apo re têkîldar e. Hevseroka KCD’ê Leyla Gûven li hember vê tecrîdê berxwedaniyeke mezin da destpêkirin û pê re girêdayî di refên herî pêş a berxwedaniyê de jî jin cîhê xwe digre ji ber vê yekê çemberê ku li derdora Rêber Apo hatiyê hûnandin de jin şerkêşiyê dikişînin jio ber vê em vê berxwedaniya mezin silav dikin. Bêguman ev berxwedaniya dîrokî hêza xwe ji afirandinên Rêber Apo digre. Wek hêzên Yekîtiya Jinên Azad YJA Starê em dibêjin ku; emê Rêber Apo azad bikin. Di şexsê rêhevalên şehîd; Armanc Gotkar, Medya Mawa Jîndar Ezgî, Zinarîn Întîqam, Delal Amed, Sema Întîqam, Dîcle Mardîn ên ku bûne şopdarên Şehîd Berîtan û Zîlanan em tevahiya şehîdên têkoşîna azadiyê careke din bi bîr tînin soza girêdanbûn û serxistina bîranînên wan didin. Berxwedaniya Jinan Azad Dike Ji Roza Heta Sarayan Bijî Têkoşîna Azadiya Jinan Bijî Rêber APO! Emê Tecrîtê Bişkînin Faşîzmê Birûxînin Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA Starê 07.03.2019

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 07 Mart 2019
Görüntüleme: 443

XWEDAWEND ZÎLAN; REMZA VEJÎNA JINÊN KURDISTANÊ, ÇALAKGERA MEZIN A JIYANA

Ji Raya Giştî re! Di salvegera 23’emîn ya şahadeta rêheval Zîlan de, afrînera mîrateya jiyana azad bi minet û rêzdarî bibîr tînin, di şexsê rêheval Zîlan de hemû şehîdên me yên qehreman ên ku kesayetên zaferê di xeta fedaî û şêwaza wê de esas girtine, di şexsê rêheval; Sema Yuce, Fîkrî Baygeldî,  Gulan (Fîlîz Yerlîkaya), Zîlan Pepule, Fatoş, Rojbîn, Ronahî, Elefterya, Arîn, Çîçek, Têkoşîn, Avesta, Delal, Armanc, Medya, Jîndar, Dîcle, Ugur Şakar, Zûlkûf Gezen, Ûmît Acar, Yonca Akıcı, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çınar, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay de kevneşopiya bi kok a berxwedanê ya heta roja îro em anîne heman demê tevahiya şehîdên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minet bibîr tînin, careke din bi mebesta salvegera şahadeta rêheval Zîlan de soza gihandina zaferê û xwedî derketina nirxên  me yên pîroz didin. Çalakiya pîroz û esîl ya rêheval Zîlan, carek din nûjen kirina kevneşopiya xwedawenda evîn, şer û zaferê ya Îştarê bû. Pênc hezar sale bi sîstema baviksalarî û serdest ve di şexsê jin de civak û mirovahî li ser vê axê paşveçûnekî û ketinekî dijî. Çalakiya rêheval Zîlan banga manîfestoya jiyana azad e. Rêheval Zîlan, li hember emperyalîzm, dagirkerî û faşîzmê serî rakirin û navê berxwedanê ye. Li ser xakên Kurdistanê tine kirina dagirkeriyê ye. Di mejî û dilê qirkeran de xwe teqandin, perçe kirin û matmayî hîştina rejîma faşîst a ku bi serê gelê Tirkiyê ve bûye bela ye. Têkoşîna fedaî a bi şêwaza jiyana Zîlan di şexsê jina Kurd de li hemû qadên jiyanê; li çiya, bajar, zîndan bi kûrtahî li her derê beramberî sîstema kapîtalîzmê kesayetên şerker, evîndar û zaferê a ku di xwedawend Zîlanê de gihîştiye rastiya xwe afirandî ye. Serî de li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengtiya jinên fedaî a Kurd de her roja ku derbas dibe, çanda berxwedanî û kevneşopiya dayîka xwedawend bihêz û berfirehtir dibe. Serokatiya me heqîqeta rêheval Zîlan wiha pênase kir; “Zîlan xwedawend e” Derxist holê ku; çanda xwedawendiyê ji Îştaran ber bi Zîlanan ve nûjen bûye û gihîştiye zaferê. Di vê wateyê de rastiya Zîlan tenê kesek nîne, ew bi bûyîna manîfestoya jiyanê re kûr bûye, cewhera kesayeta jin a bi kok û dîrokî derxistiye holê, serkeftina şoreşgeriya kêliyê afirandiye û ew remza pêşerojekî azad e. Serokatiya me, bi heqîqeta ku di çalakiya Zîlan de şênber bûyî ve serî de ji bona jina Kurd, hemû jin û civakên cîhanê re wek perspektîfa azadiyê; teoriya qûtbûnê, rêgez û Birdoziya Rizgariya Jinê di paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk, Azadixwaziya Jinê de şênber kiriye. Rastiya xwedawend Zîlan, ji milê dîrokî ve bi qasî ku ji rastiyên civakî a ku di nav de jiyan kirî re bûye bersiv heman awayî wek milîtaneke azadiyê bi cîh anîna berpirsiyartiyên demê re bûye bersivek herî rast. Rastiya xwedawend Zîlan, raman û hewldanên Serokatiya me ji kûrahî de fêm kiriye, têgihîştiye, bi qasî ku kesayetiya bi şêwaz, tempo, jiyan û çalakiyê afirandiye heman demê de bi îdda û biryardariyê xwe re wek jineke bûye mîlîtana pêşeng a Tevgera me ya Azadiyê. Serokatiya me dibêje; “Em jina ku dibe Zîlan û zilamê ku dibe Egîd hezdikin” ji ber ku asta azadiya jinê, zilam jî ber bi azadiyê ve tîne, civaka azad û jiyana azad jî encex bi vî awayî tê ava kirin. Rêheval Zîlan digihîje wê zanebûnê ku Serokatiya me hêviya jiyana azad a gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye û ji kûrahî de hîs dike ku komploya li hember Serokatî hatiyê pêşxistin divê pêşî lê bê girtin ji  ber vê wek rêyekî herî bingehîn jî çalakiyekî ku dijmin bihejîne bê kirin. Bi vê armancê 30’ê Pûşberê sala 1996 an çalakiya xwe ya bi îhtîşam pêktîne, navên xwe bi tîpên zêrîn di dîroka me ya azadiyê de dinivsîne. Rastiya Zîlan, heqîqeta Serokatî û têkoşîna me ya azadiyê re derketiye holê. Di jiyan û çalakiya xwe de nirxên exlaqî û estetîk derxistiye holê, xwedan zanebûnekê pir kûr a welatparêziyê ye, xwe bi awayekî herî baş birêxistin dike, ji bona bi dest xistina zaferê têkoşînekê mezin dide û çalakiya xwe bi îradeyekê herî mezin li dar dixe. Di rastiyê de rêheval Zîlan şênberbûna Birdoziya Rizgariya Jinê û gihandina wê ya heqîqetê ye. Bi vê çalakiya xwe re ne tenê milêkî de, hem milê leşkerî û birdozî hem milê felsefîk û siyasî de bûye mesajekî pir xurt. Serokatiya me; her tim wate, nirx û şêwaza jiyandina rastiya şehîdan di bingeha ketina kûrahiya dîrokî, di kêliyê de gihîştina serkeftinê û bûyîna temînata jiyana azad ve digrê dest. Bi rastî di vê berfirehiyê de li hember komploya navnetewî a ku ji aliyê kujerên jiyana azad, trejediyên sîstema dagirkeriyê, avakerên êşê civakî hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatiyê pêş xistin, bi afirandina Modernîteya Demokratîk re têkoşînekê dîrokî tê meşandin. Di çarîka yekemîn a sedsala 21’emîn de dema ku pêşketinên şêrê cîhanî ê sêyemîn bê temaşe kirin emê bibînin ku têkoşîna me çiqasî bi bandor e û pêşketinên mezin ava dike. Navenda êrîşên dagirkeriyê de Rêbertiyê me heye lewra sîstema tecrîta li Îmraliyê vê yekê eşkere nîşan dide. Heman demê konsepta şerê tine kirinê bi dijwarî ji bona tesfiye kirina tevgera me ya azadiyê û qirkirina gelê me didome. Li hember vê yekê helwesta Serokatiya me a berxwedêr, valahiyên ku di zîhniyetên hêzên dagirkeriyê de heyî hîn mezintir kiriye, neçareseriyên pergalî kûrtir kiriye, lezdayî tinebûn û ruxandinê wan. Çawa ku di salên 90’î de berê xwe dan Serokatiya me û armanc kirin ku tevgera me tesfiye bikin, gelê Kurd bi riyê tepisandin, zilim, îşkencê û bi kiryarên ne diyar (faali meçhul) re tine bikin, di roja îro de jî rejîma faşîst û dagirker bi heman konseptê hewldide ku êrîşên xwe bi dijwarî bidomînê. Dagirkeriya faşîst a Tirk domandina pergala xwe wek riya yekane; di şexsê Serokatiya me û Tevgera Azadiyê de hem aliyê fîzîkî hem aliyê çandî de tine kirina gelê Kurd ve girêdayî ye. Rejîma faşîst a AKP’ê bi awayekî har û hovane êrîşê her derî dike, di wateya herî rast de bi siyaseta li ser xwînê hewldide  ku temenê xwe dirêj bike. Di vê wateyê de têkoşîna sala 2019 an di dîroka têkoşîna me de sala ku herî zêde pêşketinên heyî eşkere, zelal xwuya dike ye. Ji milêkî ve bi êrîşên herî berfireh, kûr û xeteriyên mezin re rû bi rû ne ji milê din de jî herî zêde di vê salê de pêşengtiya jin pêşketinên bi hêz ava dikin. Ango ne êrîş ne jî berxwedanên ku li hember wî pêşdikevê ne ji rêzê ye, xwedan çawaniyekî bêhempa ye. Wek Tevgera Azadiyê bi dirûşmeya; “Tecrîtê bişkînin, faşîzmê birixunîn, Kurdistanê azad bikin” re me hemleyekî gelemperî dest bi sala 2019 an kir. Û pêşengtiya vê hemlê jî jineke Kurd, dayîk, wek siyasetmedareke hilbijartî Leyla Gûven kir. Dest nîşan kir ku; hêza mezin ya xeta şehîdên me a ku ji Sarayan heta Kemalan, ji Xeyrî heta Zîlanan bûye bingeha biryardariya wê. Dayîka me ya bi nirx û welatparêz bi vê çalakiyê xwe nîşan dide ku keda Serokatiya me, xwîna şehîdên me, têkoşîna civakî asta fedaîtî de bi awayekî radîkal pêşxistî ye. Bêguman dayîkên me ên laçik spî di encam girtin û serkeftina vê çalakiyê de xwedan kedên herî mezin in. Di roja îro de xeta Zîlan seknekî fedaî û bi rêxistinkirî a civakî ava kiriye. Ev yek dibe çavkaniya hêzekî mezin û serbilindî yê. Heqîqeta herî sotîner û şênber a vê pêvajoyê ev yek bi xwe ye. Bêguman ev heqîqet, berpirsiyariyên dîrokî dide pêşiya me. Wek hêzên YJA Starê wek her demî di roja îro de jî pêkanîna xeta Zîlan esasê têkoşîna me ye. Serokatiya me bi awayekî zelal diyar dike û dibêje; “Zîlan fermandara me ye, em jî di bin fermanê wê de ne” Heke di roja îro de li her çar perçeyê Kurdistanê jin xwe bi rêxistin dikin, îradeya xwe pêş dixin bêguman ji ber ku rêheval Zîlan riya azadiyê jinê heta dawî vekiriye. Em baş dizanin ku; asta rêxistinbûnê jina Kurd gihîştiyê di encama têkoşîna Zîlan de pêşketî ye. Heke artêşa jin di roja îro de ewqasî mezin bûye, pêşketiye, ne tenê ji bona jina Kurd heman demê de ji bona hemû jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dibe çavkaniya îlhamê ev yek berhema ked û hewldanên mezin a rêheval Zîlan de derketiye holê. Wek hêzên YJA Starê  carek din diyar dikin ku; emê heta dawî xwedî li vê kedê derbikevin, pêkanîna şêweya jiyanê û çalakiya heval Zîlan teqez wek fermanekî digrin dest ji ber vê yekê heta ku bigihîjin zaferê emê kêliyekî jî ji rastiya têkoşînê şaş nebin. Bi mebesta salvegera 23’emîn ya salvegera Zîlan de em dibêjin; rojên ku herî zêde nêzîkî Serokatî û azadiyê ne jiyan dikin. Şikandina tecrîtê, ruxandina faşîzmê û afirandina zaferê bêguman bi şêwaza têkoşîna xwedawend Zîlanê ve pêkan be. Dubare soz didin ku; li her derê Kurdistanê emê têkoşîna di xeta Zîlan de mezintir bikin, di bin ferman û fermandariya Zîlan de têkoşîna leşkerî, rêxistinî û birdozî bi xurtî pêkbînin. Di vê bingehê de carek din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin. Bijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê! Bijî Heqîqeta Jiyanê a Ku Xwedawend Zîlan afirandiyê! Bijî Şehîdên Me Ên Qehreman û Afrînerên Jiyana Azad! Bijî Partiya Me ya Fedaîbûyî PAJK!   Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star 29.06.2019

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 29 Haziran 2019
Görüntüleme: 439

TIŞTA KU PKK’Ê DIKE NEBINKEFTÎ BÎR, BAWERÎ Û VÎNA KU AVAKIRIYE YE! (2)

ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE! Em di coşa salvegera sala 43’emîn a avakirina partiya xwe de ne. Di van 43 salan de berdêlên mezin hatin dayîn, serkeftinên mezin hatin bidestxistin.Di serî de Rêbertî yê ku mîmarê vê berxwedanê û serkeftinê ye, cejna rizgariyê li hemû şehîdên xwe yên qehreman, gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên xwe yên berxwedêr pîroz dikin. Ji Hakiyên ji Ordûyê heta Cûmaliyên ji Çorûmê, ji Azîzên Azezê hete Botanên ji Reqayê, ji Çerkez Hêlînan heta Gulnaz Ege ya Bûersayî, ji Elefteryaya Yewnan heta Andrea û Utayên Elman û heta Bager Nûjiyanan heta Lêgerîn Çiya ya ji Arjantînê ji her dera dinyayê tevlî nav PKK’ê bûn, li dora Rêber Apo û PKK’ê bûn xeleq. Em hemû van şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi girêdanbûna heval Sara ya ku cewherê berxwedêr ê partiya me kir kesayetek û bû xwediya berxwedaneke mezin, em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Jinên Azad a  di şexsê heval Çavrê, Adîfe, Diyana, Sarya, Amara, Ronahî, Ruken, Aryana Baran, Nûjiyan Amed, Hîlan Goran, Nûda Sason û Şîlan Goyî de, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li hemberî rastiya gelê Kurd a ku tune dihat hesibandin, bi teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe kiriye. Ji roja pêşîn ve bûye tevgera fedakaran û 43 sal in partiya me bi têkoşîna xwe ya azadiyê bûye dînamîka bingehîn a Kurdistan û Rojhilata Navîn. Diyalektîkta pêşketinê di nav PKK’ê de gelekî xurt kar kiriye. Li hemberî fikrên paşverû, tarî û têkoşiyaye û ev fikrên paşverû ji Kurdistanê avêtiye û rê li ber fikra azadiyê vekiriye. Ji gelekî ku digotin miriye, PKK’ê rastiya gelekî ku pêşengiyê dike derxistiye holê. Paradîgmaya jiyana azad a PKK’ê ji bo gelên bindest, jinan û cihanê bûye hêviya rizgariyê. Li hemberî hegemonyaya dagirker a li Kurdistanê jin îro li herî pêş in. PKK’ê jin û jiyana azad anîne ba hev. Jinên Kurd sedema hebûna xwe di PKK’ê de dîtine, bi îradeya xwe ya  xweser xwe kiriye artêş û pêşengiyê ji hemû jinên dinyayê re dike. Her jinên ku tevlî nav PKK’ê dibin, tevlî nav fikra azadiyê dibin. Di vî warî de PKK partiya hebûnê ye. PKK mîsogeriya vî tiştî ye ku jin wê karibin di dahatûyeke azad de bijîn. PKK bûye hişyarbûna mirovahiya ku bi hezaran salan hişê wê hatiye tevizandin. Mirovahî bi PKK'ê hîn bûye ku dikare ji zincîrên piyê xwe xilas bibe. PKK rabûna ser piyan a jin, civak û mirovahiyê ye ku hatibûn xistin .PKK serhildana wan e ku hewl dihate dayîn serî li wan were tewandin.  PKK, li latê zîldane gulê, gihaştina avê ya darê hişkbûyî ye  PKK li dijî yên ku digotin, ''Kurdistana xeyalî li vir veşartiye'', bersiva gelê Kurd e, ku bi çirandina kefenê vejiane. PKK ji nû ve bûyina dîrokî ya Agirî, Dersim, Licê, Hênê, Koçgirî, Mahabat, Qamişlo ye. PKK partiya azad a rêz û rêçika wan jinên Kurdên berxwedêr e ji Besêyên ku ji kendavan avêtine heta bi Zarîfe, Yadê Gulnaza Agirî, heta bi Leyla Qasiman ku li sêdarê jî serê xwe netewandî. Li nav PKK'ê rastiya mirovê azad hatiye afirandin. Rêber Apo ku ev nîv sedsal e li dijî koledariyê radibe sembola vê ye. Bi berxwedana 22 salan a Imraliyê mirovê azad berbiçav bûye. Bi vê çarçoweyê di sala 43'yan de PKK li Zendûra, Mam Reşo, Aris Faris û Tepê Sor bi rastiya mirove azad li ber xwe da. PKK bi rasteqîniya mirovê azad li Botanê li çiyayên Kato hêzên Tirk ên dagirker hilqetand, li Serhedê derb li ser derban li hêzên şer ên Tirk da, li Rojava û Şengalê xweserî ava kir. Ya ku li Werxelê û Tabûra Ereban kirî ku artêşa TC ya dagirker ku şerekî hovane dike, bi paş ve gav bavêje îradeya têkneçûyî ya rasteqîniya mirovê azad e ku li nav PKK'ê çêbûye. Dewletên mêtinger xwe weke hêza êzdayî li ser civakê ava kirine û hewl dane ku civakê bi rasteqîniya qelp bi zorê, dek û dolaban bidin bawerkirin. Lê Rêber Apo û PKK îlûzyona ku dewletan av akirî xira kirine, nîşanî cîhanê dane ku çendî qels in. Di vî şerî de ku bi derfetên pir kêm ên teknîk, tenê ku vîna esasî ya mirov dibe ber xwe, ku ev 50 sal in ev şer didome, Rêber Apo û PKK di srî de ya li ber dewleta TC ya dagirker, maskeya li ber devê dewletan rakirine, rûyê rast ên dewleta nîşan dane. Di şexsê TC'ê de dewletên dagirker, her çendî hewl bidin ku bi navgînên şerê psîkolojîk ên taybet ser vê bigirin jî Rêber Apo û PKK dênemêt kirine bin hîmê mêtingeriyê. Hilweşîna mêtingeriya il Kurdistanê ku bi 27'ê Mijdarê dest pê kirî, bi berxwedana Imraliyê re hatiye asta herî jor, bi Şerê Şoreşgerî yê Gel ku bli ser xeta jina azad têdikoşe wê serfiraz bibe. Tê zanîn di şerê dagirkerî û mêtingeriyê de, dewleta TC'ê ya dagirker baregeha hêzên super e. Ev rewş tê maneya ku her roja çûyî gelEn Tirkiyê hejar bibin. Gelên Tirkiyê divê qebûl nekin ku nanê ji ser sifriya wan were dizîn, azadiya wan ji dest wan were dizîn. Ji bo ku vê pergala faşîst ku her roj wan diçewisîne ji holê rakin divê têkoşîna rêxistinî bikin. Jehrkuja TC ya taşoron û emperyalîmz jehrî ku wê li ser piyan dihêle, civaka rêxistinî ye. Jin li ser Xeta Jina Azad a PKK'ê ku werin cem hev dikarin ji komkujiyan xilas bibin. Divê were dîtin ku PK ji bo jinan, gelê herêmê û gelên cihanê tekan rêya rizgariyê ye. Divê ti kese tehemmûl neke ku hêza afirandêr a PKK'ê Rêber Apo di şertên zindanê de bimîne. Rêber Apo û PKK bi hemû derfetên xwe ji bo azadiyê pêşengiyê dikin. Lê ya ku wê azadiyê bigihîne serfiraziyê wê helwesta serhildanê ya rêxistinî ya gelê me be. Siberojên azad bi xwedîderketina li PKk'ê û Rêbertiya wê û bi geşkirina têkoşîna rêxistinî ya bi pêşengiya wan e. PKK ji Hakiyan heta bi berxwedêrên Zindana Amedê, ji gelê me yê welatparêz ku di serhildanên gel de şehîd bûyî heta bi deh hezaran şehîdên me ku ji çiyayan heta bi deştan li her bihosta Kurdsitanê şehîd bûne, mîrarata wan e. PKK diyariya Rêber Apo ye ya li me jinan e, ku ev 22 sal in li girtîgeha êşkenceyê ya Imraliyê li ber xwe dide. Diyariya ku me ji Rêber Apo standî em ê weke çavê xwe lê binerin, xwedî derkevin û mezin bikin. PKK qewîtiya Ekîn, Zarîn, Avzem, Nûşînda, Eylem, Sema, Nalîn, Dîdar, Koçber, Tara, Berçem û Şîlan Goyiyan e ku li çar parçeyên Kurdsitanê ji bo jiyana azad bi fedayî têkoşiyan û şehîd bûne, PKK partiya bi hezaran fedayiyên azadiyê û qewîtiya wan a li ser jiyan e azad e. Îdîaya me YJA Starê ya jiyanê ya herî mezin parastina PKK'ê û gihandina wê ya serfiraziyê ye. Ji bo vê jî bi dirûşma Berxwedêrên Werxelê em careke dî dibêjin, ''Heta ku hestiyên me bihelin em ê têbikoşin!'' û têkoşîna xwe bi teqezî bi serfiraziyê tacîdar bikin. BIJÎ AVAKERÊ PKK’Ê RÊBER APO! BIJÎ TEMÎNATA JIYANA AZAD PKK! BIMRE HER AWAYÎ PAŞVERÛTÎ Û SERWERIYA ZILAM! FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR 26’ê Mijdara 2021

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 26 Aralık 2021
Görüntüleme: 438

TIŞTA KU PKK’Ê DIKE NEBINKEFTÎ BÎR, BAWERÎ Û VÎNA KU AVAKIRIYE YE!

ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE! Em di coşa salvegera sala 43’emîn a avakirina partiya xwe de ne. Di van 43 salan de berdêlên mezin hatin dayîn, serkeftinên mezin hatin bidestxistin.Di serî de Rêbertî yê ku mîmarê vê berxwedanê û serkeftinê ye, cejna rizgariyê li hemû şehîdên xwe yên qehreman, gelê xwe yê welatparêz û hevrêyên xwe yên berxwedêr pîroz dikin. Ji Hakiyên ji Ordûyê heta Cûmaliyên ji Çorûmê, ji Azîzên Azezê hete Botanên ji Reqayê, ji Çerkez Hêlînan heta Gulnaz Ege ya Bûersayî, ji Elefteryaya Yewnan heta Andrea û Utayên Elman û heta Bager Nûjiyanan heta Lêgerîn Çiya ya ji Arjantînê ji her dera dinyayê tevlî nav PKK’ê bûn, li dora Rêber Apo û PKK’ê bûn xeleq. Em hemû van şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi girêdanbûna heval Sara ya ku cewherê berxwedêr ê partiya me kir kesayetek û bû xwediya berxwedaneke mezin, em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta Jinên Azad a  di şexsê heval Çavrê, Adîfe, Diyana, Sarya, Amara, Ronahî, Ruken, Aryana Baran, Nûjiyan Amed, Hîlan Goran, Nûda Sason û Şîlan Goyî de, em ê li ser şopa şehîdên xwe bin. PKK di 27’ê Mijdara 1978’an de li hemberî rastiya gelê Kurd a ku tune dihat hesibandin, bi teza ‘Kurdistan mêtingeh e’ dest bi têkoşîna xwe kiriye. Ji roja pêşîn ve bûye tevgera fedakaran û 43 sal in partiya me bi têkoşîna xwe ya azadiyê bûye dînamîka bingehîn a Kurdistan û Rojhilata Navîn. Diyalektîkta pêşketinê di nav PKK’ê de gelekî xurt kar kiriye. Li hemberî fikrên paşverû, tarî û têkoşiyaye û ev fikrên paşverû ji Kurdistanê avêtiye û rê li ber fikra azadiyê vekiriye. Ji gelekî ku digotin miriye, PKK’ê rastiya gelekî ku pêşengiyê dike derxistiye holê. Paradîgmaya jiyana azad a PKK’ê ji bo gelên bindest, jinan û cihanê bûye hêviya rizgariyê. Li hemberî hegemonyaya dagirker a li Kurdistanê jin îro li herî pêş in. PKK’ê jin û jiyana azad anîne ba hev. Jinên Kurd sedema hebûna xwe di PKK’ê de dîtine, bi îradeya xwe ya  xweser xwe kiriye artêş û pêşengiyê ji hemû jinên dinyayê re dike. Her jinên ku tevlî nav PKK’ê dibin, tevlî nav fikra azadiyê dibin. Di vî warî de PKK partiya hebûnê ye. PKK mîsogeriya vî tiştî ye ku jin wê karibin di dahatûyeke azad de bijîn. PKK bûye hişyarbûna mirovahiya ku bi hezaran salan hişê wê hatiye tevizandin. Mirovahî bi PKK'ê hîn bûye ku dikare ji zincîrên piyê xwe xilas bibe. PKK rabûna ser piyan a jin, civak û mirovahiyê ye ku hatibûn xistin .PKK serhildana wan e ku hewl dihate dayîn serî li wan were tewandin.  PKK, li latê zîldane gulê, gihaştina avê ya darê hişkbûyî ye  PKK li dijî yên ku digotin, ''Kurdistana xeyalî li vir veşartiye'', bersiva gelê Kurd e, ku bi çirandina kefenê vejiane. PKK ji nû ve bûyina dîrokî ya Agirî, Dersim, Licê, Hênê, Koçgirî, Mahabat, Qamişlo ye. PKK partiya azad a rêz û rêçika wan jinên Kurdên berxwedêr e ji Besêyên ku ji kendavan avêtine heta bi Zarîfe, Yadê Gulnaza Agirî, heta bi Leyla Qasiman ku li sêdarê jî serê xwe netewandî. Li nav PKK'ê rastiya mirovê azad hatiye afirandin. Rêber Apo ku ev nîv sedsal e li dijî koledariyê radibe sembola vê ye. Bi berxwedana 22 salan a Imraliyê mirovê azad berbiçav bûye. Bi vê çarçoweyê di sala 43'yan de PKK li Zendûra, Mam Reşo, Aris Faris û Tepê Sor bi rastiya mirove azad li ber xwe da. PKK bi rasteqîniya mirovê azad li Botanê li çiyayên Kato hêzên Tirk ên dagirker hilqetand, li Serhedê derb li ser derban li hêzên şer ên Tirk da, li Rojava û Şengalê xweserî ava kir. Ya ku li Werxelê û Tabûra Ereban kirî ku artêşa TC ya dagirker ku şerekî hovane dike, bi paş ve gav bavêje îradeya têkneçûyî ya rasteqîniya mirovê azad e ku li nav PKK'ê çêbûye. Dewletên mêtinger xwe weke hêza êzdayî li ser civakê ava kirine û hewl dane ku civakê bi rasteqîniya qelp bi zorê, dek û dolaban bidin bawerkirin. Lê Rêber Apo û PKK îlûzyona ku dewletan av akirî xira kirine, nîşanî cîhanê dane ku çendî qels in. Di vî şerî de ku bi derfetên pir kêm ên teknîk, tenê ku vîna esasî ya mirov dibe ber xwe, ku ev 50 sal in ev şer didome, Rêber Apo û PKK di srî de ya li ber dewleta TC ya dagirker, maskeya li ber devê dewletan rakirine, rûyê rast ên dewleta nîşan dane. Di şexsê TC'ê de dewletên dagirker, her çendî hewl bidin ku bi navgînên şerê psîkolojîk ên taybet ser vê bigirin jî Rêber Apo û PKK dênemêt kirine bin hîmê mêtingeriyê. Hilweşîna mêtingeriya il Kurdistanê ku bi 27'ê Mijdarê dest pê kirî, bi berxwedana Imraliyê re hatiye asta herî jor, bi Şerê Şoreşgerî yê Gel ku bli ser xeta jina azad têdikoşe wê serfiraz bibe. Tê zanîn di şerê dagirkerî û mêtingeriyê de, dewleta TC'ê ya dagirker baregeha hêzên super e. Ev rewş tê maneya ku her roja çûyî gelEn Tirkiyê hejar bibin. Gelên Tirkiyê divê qebûl nekin ku nanê ji ser sifriya wan were dizîn, azadiya wan ji dest wan were dizîn. Ji bo ku vê pergala faşîst ku her roj wan diçewisîne ji holê rakin divê têkoşîna rêxistinî bikin. Jehrkuja TC ya taşoron û emperyalîmz jehrî ku wê li ser piyan dihêle, civaka rêxistinî ye. Jin li ser Xeta Jina Azad a PKK'ê ku werin cem hev dikarin ji komkujiyan xilas bibin. Divê were dîtin ku PK ji bo jinan, gelê herêmê û gelên cihanê tekan rêya rizgariyê ye. Divê ti kese tehemmûl neke ku hêza afirandêr a PKK'ê Rêber Apo di şertên zindanê de bimîne. Rêber Apo û PKK bi hemû derfetên xwe ji bo azadiyê pêşengiyê dikin. Lê ya ku wê azadiyê bigihîne serfiraziyê wê helwesta serhildanê ya rêxistinî ya gelê me be. Siberojên azad bi xwedîderketina li PKk'ê û Rêbertiya wê û bi geşkirina têkoşîna rêxistinî ya bi pêşengiya wan e. PKK ji Hakiyan heta bi berxwedêrên Zindana Amedê, ji gelê me yê welatparêz ku di serhildanên gel de şehîd bûyî heta bi deh hezaran şehîdên me ku ji çiyayan heta bi deştan li her bihosta Kurdsitanê şehîd bûne, mîrarata wan e. PKK diyariya Rêber Apo ye ya li me jinan e, ku ev 22 sal in li girtîgeha êşkenceyê ya Imraliyê li ber xwe dide. Diyariya ku me ji Rêber Apo standî em ê weke çavê xwe lê binerin, xwedî derkevin û mezin bikin. PKK qewîtiya Ekîn, Zarîn, Avzem, Nûşînda, Eylem, Sema, Nalîn, Dîdar, Koçber, Tara, Berçem û Şîlan Goyiyan e ku li çar parçeyên Kurdsitanê ji bo jiyana azad bi fedayî têkoşiyan û şehîd bûne, PKK partiya bi hezaran fedayiyên azadiyê û qewîtiya wan a li ser jiyan e azad e. Îdîaya me YJA Starê ya jiyanê ya herî mezin parastina PKK'ê û gihandina wê ya serfiraziyê ye. Ji bo vê jî bi dirûşma Berxwedêrên Werxelê em careke dî dibêjin, ''Heta ku hestiyên me bihelin em ê têbikoşin!'' û têkoşîna xwe bi teqezî bi serfiraziyê tacîdar bikin. BIJÎ AVAKERÊ PKK’Ê RÊBER APO! BIJÎ TEMÎNATA JIYANA AZAD PKK! BIMRE HER AWAYÎ PAŞVERÛTÎ Û SERWERIYA ZILAM! FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR 26’ê Mijdara 2021

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 26 Aralık 2021
Görüntüleme: 443

BI SARABÛNÊ EM Ê BERSIVÊ BIDIN DIJMIN

Çapemenî û Raya Giştî Re! Di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêbertiya me re komploya navneteweyî hatibû destpêkirin û bi qetilkirina heval Sara, Rojbîn û Ronahî jî xwestin komployê kûrtir bikin. Li nîveka Ewropayê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîama di 9’ê Çileya 2013’an de careke din durûtiya Ewropayê derxistiye holê. Bêtehamuliya li hemberî rastiya jinên azad a ku di şexsê Jan D’arc û Rozayan de pêk hat, di şexsê Sakîne Cansiz de xwe dubare kiriye. Şaristaniya Ewropayê ya ku qaşo mafên jinan diparêze, careke din nîşan daye ku ew şirîkên vê qetlîamê ne. Bi qetlîama li ser Sarayan re, rûyê wan ê rastî derket pêş û maskeya wan a demokrasî û mafên mirovan a sixte jî ket. Fransa ya ku nûnerê şaristaniya Ewropayê ye, ji bo ku kujerên vê qetlîamê dernekeve holê, bazarên qirêj kiriye û îxanet li nirxên Ewropayê kiriye. Dewleta Fransayê bi cezakirina kujerên vê qetlîamê dikare civaka Fransayê ji vê şermê rizgar bike.  Heta ku tola Sarayan were stendin wê hêrsa me ya li hemberî dewleta Fransa û di şexsê wê de hêrsa me ya li dijî şaristaniya Ewropayê kêm nebe. Wê qetlîama li ser Sarayan neyê jibîrkirin û wê berdêla wê bi kujeran were dayîn. Hêzên komployê divê tu carî ji bîr nekin ku Sara sedema me ya şer e. Heta ku fedaiyên azad yên Rêbertî hebe, wê xwîna Sara, Rojbîn û Ronahiyan li erdê nemîne. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran ciwan li ser şopa Sarayan dimeşin û li eniyên azadiyê şer dikin.  Têkoşerên li Heftanîn, Xakurk, Zap, Metîna û Zagrosê şer dikin li pey xeta Sara ne. Li Botan,Amed û Amanosê şervanên di çeperan de, fedaiyên xeta Sara ne. Bi hezaran jinên ciwan ji bo wergirtina alaya azadiyê ya Sara hatin çiyayan. Bi deh hezaran jinên ciwan cesaret ji wê stendin û gihiştin biryardariya xwebûnê û daketin qadan. Têkoşîna Sarayan roj bi roj li metrepol, kolan û çiyayan geş ibe. Di şexsê Sara de hêzên komploya hegemonîk xwestin derbê li lêgerîna azadiya jinên azad bixe lê ev hêzên hegemonîk negihiştin armanca xwe.  Sara bi helwesta xwe ya jiyana watedar careke din derb li rastiya pergala ku qirêjî û tarîtî heye xist. Sara nîşanî hemû dinyayê da ku ew berxwedêra mezin a jiyana watedar e. Em gerîlayên jin ên YJA Starê ji bo ku heta dawî xwedî li vê jiyana watedar derkevinü em ê heta dilopa dawîn a xwîna xwe têbikoşin û ji bo mezinkirina vê wateyê şer bikin. Sara li zindanên Amedê hevrêtî ji Mazlûm, Kemal û Hayrî re kir. Li hemberî êşkenceyên dermirovahiyê yên dewleta Tirk ew bi kesayetiya jina azad û mirovên azad, bû sembola berxwedêriya jinan. Wê dema ku rastiya PKK’ê pênase dikir, got “Li Kurdistanê valahiyeke rûmetê heye. PKK’ê vê valatiya rûmetê dagirt.” Sara bi kesayetiya xwe ya berxwedêr bû semboleke hêja ya ku valatiya rûmetê ya li Kurdistanê dagirtiye. Saara ne bi tenê sembola berxwedêriya serhildêr a Dêrsimê ye. Ew tolhildana Terteleya Dêrsimê ye jî. Sara ne bi tenê li zindana Amedê, berxwedêr e. Wê kesayetiya jinên azad di nava xwe de şênber kir û bûye sembola ku rastiya mirovên azad a hemû deman.  Sara ya ku di zindanên Amedê de hovîtiya dijmin dîtibû, bersiva herî mezin bi gerandina li çiyayên azadiyê da. Bi baweriya azadiyê ya ku Sarayan di dilê me de çandine, em ê xwedî li nirxên jiyanê derkevin û tolê ji dijmin bistînin. Wê xwîna heval Sara li erdê nemîne, wê her dilopeke xwînê bibe fîşeke azadiyê û wê li dil û mejiyê dijmin bikeve. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa heval Sara bimeşin. Bi hezaran gerîlayên jin ji bo ku utopyaya azadiyê ya Sarayan pêk bîne, amade ne. Em ê him vê qetlîamê bişopînin û him jî li ser esasê avakirina paradîgmaya jiyana azad, çeperên şer xurt bikin û berdêla herî giran bi dijmin bidin dayîn. Bersiva me ya ji bo dijmin wê Sarabûn, Zîlanbûn û Bêrîtanbûn be. Wê paradîgmaya jiyana azad û Rêbertiya wê bi ser bikeve. Di vî warî de em bang li jinan dikin ku bibin Saara û li çiyayan şopdarê xeta wê bin. BIJİ RÊBERÊ JİYANA AZAD RÊBER APO BIJÎ JINA AZAD BIMIRE KOMPLOYA NAVNETEWİ Û MÊTİNGERİYA FAŞİST FERMANDARIYA BİRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR 8 ÇILE 2022

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ocak 2022
Görüntüleme: 443

EM FERMANDARA XWE YA NEMIR ŞEHÎD SOZDAR CÛDÎ BI RÊZDARÎ BI BÎR TÎNIN

Çapemenî û Raya Giştî Re! Di vê pêvajoyê de ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê me û tevgera me berfireh dibe, em şerê ji bo jiyaneke azad û bi rûmet dimeşînin. Di têkoşîna me ya azadiyê de ku ewladên herî hêja yên gel û welatê xwe şehîd didin, baweriya me ya bi Rêberê me, gelê me û serketinê me xurt dike ku têk naçe. Bi pratîka me ya sala 2021'ê re careke din eşkere bû ku PKK partiya şehîdan e, manewiyat û îradeya ji aliyê şehîdan ve hatiye afirandin ji aliyê ti hêzeke faşîst ve nikare bê şikandin. Ruhê fedayî yê ku li Siyanê, Werxelê, Zendûrayê, Girê Sor gihîşt asta herî bilind, pêl bi pêl li her devera welatê me belav bû. Ji Werxelê heta Mêrdînê, ji Girê Sor heta Amedê, ji Zendûrayê heta Botanê bû pirek. Ji Cûmalî, Şoreş, Sarya û Çavrêyan gihîşt Sozdar, Nûjîn û Diljinan. Di sala 2021'ê de ji aliyê fermandarbûyîna jinê û fedayîtiya jin a azad em gihîştin asta herî bilind. Di dîroka ti gelî de mînakên bi vî rengî yên lehengiyê nehatine dîtin. Ti gelî mirovên bi vî rengî bedew nas nekir. Yek ji gerîlayên azadiyê yên herî bedew, azad, sade û dilnizm ên vî gelî hevala Sozdar Qamişlo ye. Hevrêya me Sozdar ji roja ku tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê bû û pê ve bi durustî, pakbûn, dilnizmî, kedkarî û cewhera xwe ya jinê bi rengekî fedayî tevlî bû. Vê cewhera wê kir ku ew gelekî zû bi PKK'ê re bibe yek, di nava rêxistinê de zû bi pêş bikeve û zû bibe fermandar. Di demeke kurt de li nava hevalan hemûyan bû cihê hezkirin û baweriyê. Bû fermandarek ku hevalan jê hez kirin û timî dixwestin pê re tevbigerin. Ji fermandarên leheng û mezin ên YJA Starê hevala me Sozdar Cûdî dema ku wezîfeya Fermandariya Eyaleta Mêrdînê dimeşand şehîd bû. Hevala me Sozdar Cûdî ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bû. Qamişlo ku weke bajarê aşiqan, hezkirinê tê naskirin, ji roja destpêkirina dîroka me ya têkoşîna çekdarî û pê ve, bi sedan ewladên xwe yên leheng tevlî vê têkoşînê kir û nîşanî her kesî da ku aşiqê azadî û Rêbertî ye. Ji ber xurtbûna hesta welatparêziyê ya li Qamişloyê û sekna xwe ya rabûna li ber bêedaletî û neheqiyê, kir ku zû xwe bigihîne PKK'ê. Yek ji mînakên bêhempa yên vê hevdîtinê hevala Sozdar Cûdî bû. Ji ber ku fermandareke leheng û bi rûmet Sozdar Cûdî gihandiye, gelê me yê Qamişloyê, malbata me ya welatparêz çiqasî bi xwe serbilind be, hêja ye. Hevala Sozdar bi nirxên ku welatparêzê me yê bi rûmet Apê Yûsûf li Qamişloyê ava kir, mezin bû. Ji bo xelkê Qamişloyê cihê bextewariyê ye ku lehengên mîna Apê Yûsûf, Sabrî, Sozdar gihand. Hevala Sozdar Cûdî li nava malbateke welatparêz mezin bû, hevalek bi exlaq û bi çand bû. Di şexsê hevala Sozdar de mirov bedewî, pakbûna mirovên civaka polîtîk a bi exleq didît. Van taybetmendiyên wê kir ku li dijî bêedaletî, neheqî, newekheviyê rabe, xwe bigihîne PKK'ê ya ku li ber zilma zalim serî natewîne. Hevrêya me sala 1999'an tevlî nava refên têkoşînê bû û rojekê jî ji têkoşînê venegeriya, dudil nebû. Ji karên gel heta bi karên leşkerî, ji dîplomasiyê heta bi karên çandê her wezîfeya rêxistinê bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî. Her tim di nava şert û mercên herî giran ên têkoşînê de li qadên herî zehmet kar kir. Ji Zagrosan heta Rojava, ji Rojava heta Garê, ji Garê heta Mêrdînê li gelek qadan têkoşiya, ked da. Bû yek ji fermandarên jin ên azad ên Şerê Gel ê Şoreşgerî. Di asta koordîneyê de tevlî karên desteya Akademiya Şehîd Bêrîtan bû. Kir ku gelek gerîlayên jin ên ciwan partiyê nas bikin, ji jinê hez bikin û ji hêza xwe bawer bikin. Ev hemû bi sekna milîtan a bi fikir û çalakiya xwe yek bû, pêk anî. Bi jiyana xwe nîşanî şervanên xwe da ku divê jiyan çawa be. Hevalên xwe jî mîna xwe ji tempoya bilind a Şerê Gel ê Şoreşgerî yê li Bakurê Kurdistanê, ji serketinê re amade kir. Di nava jiyana şoreşgerî de berê wê timî li qadên herî dijwar ên têkoşînê bû. Hevala Sozdar sala 2019'an berê xwe da eyaleta Mêrdînê ku şer lê gelekî giran bû. Weke Fermandara YJA Starê ya Eyaleta Mêrdînê wezîfe kir. Li gorî pêwîstiyên xeta azadiyê jiya, li gorî pêwîstiyên xeta şerê gel ê şoreşgerî şer kir. Sozdar Cûdî azadî û pîvanên PKK'bûyînê di kesayetiya xwe de veguherandibû karakterê. Ji ber ku azadî di kesayetiya wê de bûbû karakterek, ti zehmetî li pêşiya wê nebû asteng. Wê ne hinceta neserketinê, lê hinceta serketinê ava kir. Bû yek ji asta herî bilind a sala 2021'ê ya Fermandariya YJA Starê. Mîna Diljîn, Nûjîn, Dilsoz, Nûda û Verozan ti carî ji jiyana azad û xeta Rêbertî tawîz neda. Têkoşîn û berxwedana van jinên leheng dawî li faşîzma AKP-MHP'ê anî. Ev zivistan kirin zivistana dawî ya faşîzmê. Weke fermandar û gerîlayên YJA Starê soza me li Rêberê me û şehîdên me ew e ku di sala 2022'an de faşîzmê di nava tarîtiya faşîzmê de têk bibin. Gerîlayên jin ên li ser xeta şehîdan şer dikin, wê faşîzmê têk bibin. Li Siyanê, Werxelê, Zendûrayê, Dersimê û Mêrdînê ti hêz nekarî li hemberî ruhê Apoyî bisekine, ji niha û pê ve jî wê nikaribe bisekine. Bi navê Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê di serî de malbata fermandara leheng hevala me Sozdar Cûdî û xelkê me yê Qamişloyê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşînê di xeta şehîdan de bi serketinê tacîdar bikin. 25’ê Çileya 2022 Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star'ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 25 Ocak 2022
Görüntüleme: 271

DAXUYANIYA ENCAMÊ CIVÎNA KONSEYA FERMANDARIYA YJA STAR

Civîna Konseya Biryargeha YJA Starê, di pêvajoyeke wiha de ku konsepta îmhayê didome de pêk hat. Civîn bi axaftina vekirinê ve dest pê kir, bi talîma Rêbertî, xwendina xebatên salê, rojeva siyasî-leşkerî, bi nirxandina xebatên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk ên sala 2021’an dom kir. Ji nû ve avabûn, taktîk û şêwaza fermandarî, rexne-rexnedayin, plansazî û biryar, verastkirin hatin nîqaşkirin û encamkirin. Em bawer dikin biryarên ku di civîna me ya Konseya Biryargeha a YJA Starê de hatine standin û plansaziyên ku hatine danîn, di serî de ji bo Kurdistanê, ji bo hemû gelan û jinan, di sedsala 21’an de ji bo geşkirina gerîlatiya jinê û taktîkên wê, li ser rêça stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî wê perspektîfên xurt deyne. Em Konseya Biryargeha YJA Starê bi vê baweriyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar pîroz dikin, em bang li hemû jinan dikin ku xwe berdin meydanan, hêvî dikin rojên ji niha û şûn de bibin rojên azad ên jinê û dibêjin, “Berxwedana jinê wê faşîzmê hilweşîne.” Sala 2021’an ku şerê manûnemanê bi rengekî bêhempa hate kirin, ji bo têkoşîna me ya azadiyê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û jinên cîhanê û hemû gelên cihanê, bûye saleke wiha ku azadî zêdetir nêz bûye, hîsên serfiraziyê hatine jiyîn, hêvî geş bûne û şer gur bûye. Konsepta îmhayê ya ku dijmin li ser Rêbertiya me û Tevgera me geş kirî, êrîşên dagirker ên li ser welatê me Kurdistanê, siyaseta qirkirinê ya ku li ser gelê me ferz kirî, weke berdewama komploya navnetewî di nav salê de bi hişmendiya herî faşîst, bêsinc, paşverû êrîşan dom kiriye. Vê konseptê daye ber xwe ku PKK’yeke bê Rêbertî, Kurdên bê PKK’ê ava bike, li ser hîmê polîtikayên hêza nerm, bi marjînalkirina PKK’ê û windakirina rêça îdolojîk-felsefîk hewl daye ku bi pergalê re entegre bike. Ji aliyê din ve jî armanc bi sazkarkirina êrîşa giştî îmhakirina hêzên gerîla, bi temamî dagirkirina Kurdistanê û nasnekirina mafê jiyanê yali ber Kurdê xwedî vîn e. Bi vê çarçoveyê hatiye tespîtkirin ku Şerê Cîhanê yê 3’an li Îmraliyê tê rêvebirin, rojeva sereke ya civîna me bûye şikandina tecrîda li ser Rêbertî û hilweşandina faşîzmê, hemû nîqaşên me li ser raman û fesefeya Rêbetî pêk hatiye. Azadiya Rêber Apo azadiya jinan û gelan e. Dijminê ku bi komploya navnetewî nekarî me ji Rêbertiya me dûr bixe, 10-14’ê Sibatê li dijî Garê operasyoneke taybet pêk aniye, xwestiye ku komployê bide lezandin. Lê berxwedana gerîla ya li Garê xweziya dijmin di gewriya wê de hiştiye. Serfiraziya Siyanê ya li Garê, bûye berxwedaneke layiqî dîroka berxwedanê ya PKK’ê, di nav dijmin bi xwe de şikestinên siyasî û leşkerî anîne, kiriye ku Tevgera me rabe, ji bo hêzên gerîla, jinan û gelan bûye moralekî mezin. Ji ber vê jî Berxwedana Siyanê weke serfiraziyekê hatiye pênasekirin. Ev berxwedana dîrokî ne ku dijmin tenê têk biriye, baweriya gelan a li serfiraziyê, serkeftinê û gerîlatiyê geştir kiriye. Di kêliyê de azadî mîsoger kiriye. Hevalê me Şoreş Beytuşebab û 14 hevalên me ku di fermandariya Şoreş Beytuşebab de şehîd ketine, bûne cewherê jiyani yê rihê fedayi yê Apoyî. Yê ku li Garê li ber xwe dayî PKK ye, felsefe û îdeoloijya PKK’ê ye. Rêbertî ye, jin in. Berxwedana Garê, mînaka herî aktûel û zelal ya serfirazbûna berxwedanê ye. Piştî têkçûna Garê dijmin vê carê xwestiye ku konsepta îmha û dagirkirinê li Avaşîn, Zap û Metînayê geş bike, 23’ê Nîsanê ji bejahî û hewayî ve êrîşên dagirker ên berfireh sazkar kiriye. Encamên ku li Garê derketin holê û rihê berxwedanê, ji ber ku bû malê hêzên YJA Starê û avaniya me ya rêxistinê û ji ber ku ev giyanê fedaî pêl bi pêl berbelav bû, performanseke ku dijmin xeyala wê jî nedikir derxistiye holê û rihê fedai yê Apoyî gihîştiye asta xwe ya herî bilind. Bîrdariyên lehengiyê yên PKK’ê hevrê Serhat Giravî û Rûken li Mamreşo, li Gire Sor hevrê Botan û Zinarîn Welat, li Werxelê fermandarê fedai yê leheng Cumalî û Çavrê, li Zendûra hevrê Rêber û Hêjar bûne fermandarên pêşeng ên serdema nû. Di civînê de yek ji mijara din ku hatiye gotûbêjkirin, helwesta jinê ya li ser îdîaya azadiyê, helwesta vîndar, cewherê welatparêzî, dilsoziya bi jiyanê re, ku di pêvajoyên dîrokî de derketine holê, weke xelekên berxwedanê yên ji Besêyan heta bi Zarîfe, Rindêxan, Bêrîtan, Azîme, Zîlan, Delal, Sosin, Çavrê, Diljîn, Nûjîn, Tolhildan û Verozan hatiye nirxandin û vê berxwedanê îxanet têk biriye û bûne navê serfiraziyê. Ev lehengên me yên dilêr û wêrek ku bi bawerî û azweriyeke xurt bi têkoşînê ve girêdayî ne, evîna li jiyana azad bi xwîna xwe di dilê hemû mirovahiyê de neqişandine. Sala 2021’an li Avaşîn, Zap, Zendura, Botan, Dêrsim, Şengal, Rojava ne tenê li dijî hêzên artêşa TC’ê, li dijî artêşên NATO’yê, bi çarçoveya hevkariya PDK-TC’ê li dijî hemû hêzên emperyalîst, paşverû, nîjadperest û faşîst li berxwedane. Ji vî alî ve, sala 2021’an ji hêla dîroka me ya têkoşînê ve, bûye saleke ku destan hatine nivîsîn, her kêliya wê bi azadî û serfiraziyê tije ye. Wêrekî, fedayîbûn û rûmet hatiye asta xwe ya herî bilind. Serhatî û destkeftiyên sala 2021’an ev rastî careke din çespandiye; hêzên me yên gerîla li ser hîmê perspektîfên serdema nû, li ser stratejiya Şerê Gel ê Şoreşger, modernîteya demokratîk, gerîlatiya jina azad de hûr bûye, di şerê tunelan de taktîkên nû daniye ber xwe, şêwazê tevgerê kûr kiriye, bi lêdanên bi derb û çalakiyên sansasyonel serfiraziyê bîne. Raza serkeftinê, li ser îdeolojiya rizgariya jinê û xeta partiyê kûrbûn, di gerîlatiyê de zîrekbûn û profesyonelbûn e. Di gerîlatiya serdema nû û taktîk de pêşveçûn her demê wê me serkeftî bike. Civîna me bal kişandiye ser rewşa têdeyî ya pergala cîhanî ya berdest. Krîza pergalê ya modernîteya demokratîk herî zêde jinê, sirûştê û civakê dike hedefa xwe. Polîtîkayên weke destavêtin, tacîz, tundi û komkujiyê ku parçeyên şerê taybet in û kirinên hişmendiya zilamsalariya faşîst hema hema bêhn li jinê çikandiye. Li dijî vê, li dora Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jinê, jinê bi aqil û vîna xwe berevaniya xwe geş kiriye. Bi pêşengiya jinê xwedî li pêngaven, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û ‘Li dijî qirkirina jinê dema parastina civaka azad e’ xwedî derketine, li dijî aqilê faşîst ê zilêm, li dijî hişmendiya tecawizkar û êrîşkar li hemû qadên jiyanê berxwedanî çêbûye. Tecrûbeyên ku di berxwedana sala 2021’an de hatine bidestxistin, fermanadariya jinê û pêşengiya jinê derxistine holê, di serî de heval Şîlan Goyî, Nûjîn Êrs, Nûjîn Koçer, Nûda Sason, Sosin Bîrhat, Hîlal Goran, Hîra Gabar, Canda, Delîla û Sozdar Qamişlo weke fermandarên pêşeng ên serdemê derbasî dîrokê bûne. Berxwedanên ku bi aqilê jinê û xweparastina wê de geş bûne, li dijî tecrîda mitleq a li ser Rêbertî û gel bûye xwedî bersiva herî biwate û karîger. Sala 2021’an çespandiye ku bi berxwedanî wê serfirazî were. Sala 50’î ya partiya me wê bibe sala Newrozê û serfiraziyê. Peywira me ya YJA Starê ev e ku em vê berxwedana sala 2022’an bigihînin serfiraziyê. Bi îdîaya ku bi teqezî pêkanîna azadiya fizîki ya Rêbertiya me û bicîhanîna hêviya jiyanê ya jinan û jiyana azad a gelan, em soza dilsoziya xwe ya bi şehîdan re didin. Bi baweriya ku sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê û şoreşa jinê em hemû jinên berxwedêr û gelan silav dikin, em weke Konseya Biryargeha Navendi YJA Starê dibêjin ji serfiraziyê pê ve ti rê nîne, em ji her kesî re di têkoşîna azadiyê de serkeftinê dixwazin. 28’ê Sibata 2022 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 28 Şubat 2022
Görüntüleme: 444

ZAYÎNA RÊBERTÎ ŞOREŞA JINA AZAD E

Mirovê azad û afrînerê xeta jiyana azad, Rêber Apo li gundê Amarayê di nava tîrêjên Rojê de bi zayîna xwe ve dîroka winda ya gelê Kurd cardin zindî kir û dîroka gelê Kurd derxist ronahiyê.Ji ber vê yekê zayîna Rêber Apo bû zayîna gelê Kurd, zayîna hemû jinan û netewan. Bi mebesta vê rojê em, rojbûna Rêbertiya xwe di serî de li Rêber Apo û di şexsê dayîka berxwedêr Uveyş de li hemû dayîkên şehîdan, hemû jinan, berxwedanvanên zindanan, gelên cîhanê û milîtanên Rêber Apo pîroz dikin. Rêber Apo bi felsefe û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ve, rastiya jina şerker û gelê şerker, mirovên azad, dîroka rast a gelê Kurd ava kir. Di encama kedên herî mezin yên Rêbertiya me de pergala konfedaralîzma demokratîk ji bo gelên cîhanê bû modela jiyana azad. Ev yek jî serkeftina herî mezin ya 50 salan a têkoşîna me ye. Pergala konfedaralîzma demokratîk bi Rêber Apo re, li ser esasên rastiya rêbertî û birdoziya azadiyê  cara yekem xwe bi pergal kiriye. Serok Apo bi jiyana xwe ve, di axên herî pîroz de dîroka watedar ya gelê Kurd bi rastiya xwe re kir yek û bi vî awayî bingeha avakirina mirovên azad cardin li ser axên pîroz ya Kurdistanê da destpêkirin. Rêberê mirovahiyê, azadiya jinan kir bingeha şoreşa civakî. Wek jinên Kurd di naskirina nasnameya xwe de ked û têkoşîna Rêbertiya me bingeha tevgera azadiya jinan û artêşbûna jinan e. Ji ber vê em ti carî esareta Rêbertiya xwe qebûl nakin û bang li tevahiya jin û ciwanan dikin ku di pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de li derdora Rêber Apo kom bibin û sala 2022`an de şerê gelê şoreşgerî bigihînin serfiraziyê. Serok Apo li dijî hemû komplogeran di bin zext û tecrîdên herî giran de ev 23 sal in tekoşîneke bê eman û bê sekin dimeşîne. Tevgera me ya azadiyê PKK jî li ser hîmê têkoşîn û felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me, ev 50 sale li ser rehên fedayîbûnê pêş dikeve. Lewra Rêber Apo bi zayîna xwe re dîroka rast a gelê Kurd cardin derxist holê, wateya vê jî di rastiya Serok Apo de vejîna gelê Kurd bû. Di rastiyê de hebûna Rêber Apo tê wateya xilasiya hemû gelan. Lewra li dijî pergala kapîtalîzmê ya ku dîrok, hebûn û nasnameya civakan tine dike, her tim dibe sedema kaos û qeyranan, pergala konfedaralîzma demokratîk jî dibe alternatîfa jiyana azad. Ji ber vê yekê gelên cîhanê di hebûna Rêber Apo de hêviya jiyanê dibînin. Bi têkoşîna Rêber Apo ve mirovahî ji nûve tê avakirin. Ji ber vê hêzên desthilatdar û hegemonîk, Rêber Apo û tevgera me PKK`ê ji bo xwe her tim wek xeteriyeke esasî dibînin. Ji ber ku pêşiya berjewendiya hêzên modernîteya kapîtalîst yekane hêza ku disekine Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê PKK ye.  Êrîşên navendên hegomonîk her çiqas dijwar bin, zayina Rêbertî êdî rastiyeke jêneveger ava kiriye û her ku diçe ev rastî li giştî mirovahiyê belav dibe. Çêbûna Rêbertî kombûyina hişmendiya azadiyê ye. Bi Rêbertî re, di mirovahiyê de dara azadiyê ji nûve zindî bû. Bi taybet jin li ser çêbûna rastiya Rêbertî vegeriya cewherê xwe yê azad. Zayîna Rêbertî şoreşa zihniyeta azad e. Zayîna Rêbertî şoreşa jin û civaka azad e. Gelê Kurd li ser axên Mezopotamyayê tovên civakîbûnê avêt, lê cardin li ser xakên herî dewlemend ên Kurdistanê bi êrîşên hêzên kapîtalîst re rû bi rû man, pêvajoya îmha û qirkirinê bi hemû dijwariya xwe heta niha jî berdewam dike. Lê, rêberê konfedaralîzma demokratîk Rêber Apo, gelê Kurd bi jiyana azad ve girê da, di demên ku êdî li ser dîrok û hebûna gelê Kurd tarîtî belav bûbû de gelê Kurd bi Rêber Apo re şerê azadiyê hilbijart. Ji ber vê li hember ramanên Rêber Apo ti hêz nikare bisekine. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê PKK, bi xeta berxwedaniyê re êdî bûye tevgereke navnetewî. Ji bo azadiyê berxwedan û tekoşîn bi Rêbertî re bûye çavkaniya hêz û morala tevahî jinan, bindestan û hemû civakan. Êdî mirovahî bi tekoşîna tevgera azadiyê ketiye wê zanebûnê ku ne mecbûrî deshilatdariyê ye, dikare têkoşîn bike, dikare desthilatdariyê bin bixîne. Jiyana azad a Rêber Apo re meşeke bi wêrek a jinan pêş ket. Ji Kurdistanê belavî hemû cîhanê bû, di dilê hemû jinan de şîara ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ yekîtiyek gerdûnî ava kir. Ji ber vê yekê êdî dem hatiye ku hêviyên azadiyê bigihêjînin serfiraziya mayînde. Wek hêzên YJA Starê dilê me bi azweriya azadiyê re lê dide. Em soz didin Rêber Apo û gelên xwe; emê sala 2022`an de meşa xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê. Em zayîna Serokatiya xwe wek zayîna xwe dibînin, ji ber vê em di meşa xwe ya serfiraziyê de ji her demê bêhtir bibiryar in. Çawa ku gelê Kurd bi têkoşîna Serok Apo re bû xwedî hêzeke ji pola, em jî wek milîtanên Serokatî di rêya avakirina cîhaneke azad de bibin xwedî çalakiyên herî mezin. Lewra wek milîtanên jin em hebûna xwe di rastiya Serokatî de dibînin. Divê di serî de jinên Kurd û hemû jinên têkoşer, yên xwedî azweriya azadiyê, bi wêrekiyeke mezin, li derdora Rêber Apo bibin xelekeke ji agir. Armanca me azadî ye û şerê me jî li gorî wê mezin e. Em wek hêzên YJA Star`ê di wê bîr û baweriyê de ne ku, heger jiyaneke azad hebe ew jî bi Rêbertiya me re pêkan e. Ji ber ku Serokatî ji bo jiyana azad têkoşîneke herî mezin esas girt.  Em jî soza xwe  ji nûve li ser şopa şehîdên xwe yên mezin didin ku em ê xeta azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin. Bijî Rêber Apo! Bijî Roja Zayîna Mirovahiyê 4’ê Nîsanê! Bijî Artêşa Jinên Azad YJA Star aa Ku Rêber Apo Ava Kiriye! 3`ê Nîsana 2022 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 03 Nisan 2022
Görüntüleme: 456

JI RAYA GIŞTÎ YA DEMOKRATÎK Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE

Di destpêkê de cejna vejînê a 15’ê Tebaxê li RÊBER APO, gelê Kurd, li gerîlayan, weke jinên Kurd vê li rojê li hemû jinên ku li himberî zihniyeta serdest a mêr di nava tekoşînê dene pîroz dikin. Di destpêkê de rêheval û fermandarê mezin Egîd (MAHSUM KORKMAZ) ku pêşengtî ji pêngava 15’ê Tebaxê re kiriye û hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin û soza xwe ya ku em bi biryarekî mezin tekoşîna wana berbi serkeftinê de bibin diyar dikin. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de li himberî dagirkeriyê guleya yekemîn ya hatî teqandin, ji bo gelê Kurd bi qasî ji nû de dayîkbûn û zindîbûnê îfade dike, ji bo jinên Kurd jî bûye destpêka gava ku di tekoşîna azadiyê de were avêtin. Guleya destpêkê li zihniyeta mêr a serdest ku dibe çavkaniya pergala dagirkeriyê ketiye. Jinên Kurd bi vê re serî li himberî zihnniyeta desthilatdar rakiriye, ketiye ferqa nasnama xwe ya zayendî û bi gerîlabûyînê re tekoşîna azadiyê birêve biriye. Di vê wateyê de, di Kurdistan ê de ji bo ku bi nasnameya xwe bi hebûn bibe, jinên ku ji derveyî şer ti alternatîfên xwe yên din tine ye, di hundirê tekoşîna rizgariya netewî de bi gerîlabûyînê re tekoşîn kirinê fêr bûye û bi doktrînên (öğretisi) RÊBER APO re artêşa xwe ya xweser damezrandiye. Artêşa jin a Kurdistanê îro binavê YJA STAR (Yekîneyên Jina Azad) hem ji bo tekoşîna netewî a Kurdistanê pêşengtî dike, hem jî di destpêkê de weke jinên Kurd, ji bo azadiya zayendî a hemû jinan tekoşînê dike. Gava tekoşîna ku bi şehîdê me yê yekemîn Besê Anuş’an hatiye destpê kirin û îro bi Zîlan, Bêrîtan, Sema, Viyan, Nuda, Dîcle, Çîçek Rozerîn û bi gelek şehîdên artêşê yên fedayî di hundirê berxwedaniyekî mezin de bûne, bi bilind kirina tekoşînê re azadiyê bi dest xistine. Bi ketina salvegera 29. a pêngava 15’ê Tebaxê, bi şerê gel yê şoreşgerî re di vê pêvajoya ku em pêvajoya çareseriyê jiyan dikin, tekoşîna me ya gerîla gihiştiye qonaxekî nû. Di operasyonên Oremar, Şitazin, Şemzînan û herî dawî jî li Çelê operasyona şoreşger ya li Rindikê hatiye pêşxistin, hêzên me yên gerîla yên YJA STAR bi hêz û morala mezin ya ku ji şehîdên fedayî girtine, xwe bi mîsogerî bi serkeftinê re dayîna kilît kirin re, di asta pêşengtiyê de tevlîbûn nîşandane. Herî dawî li Çelê di operasyona şoreşgerî ya Rindikê de rêhevala me Jîn bi ruxmê ku bi giran birîndar bûye jî, xwe dixe narincok û di dijmin de diteqîne. Bi vê berxwedaniya ku rêhevala me Jîn daye nîşandan, tê fêm kirin ku bi şêwaz, textîk û ruhê fedayî re wê tekoşîna azadiyê bigihe serkeftinê. Di vê tekoşîna şoreşê de hêzên me yên YJA STAR bi leyîstina rol û misyona pêşengiyê re, pêkhatina azadiya RÊBER APO û di Kurdistanê de ava kirina çareseriya xweseriya demokratîk mîsoger kirine. Weke hêzên gerîla yên YJA STAR, em biryara xwe ya serkeftina tekoşîna şoreşê diyar dikin û di tekoşîna hemû jinên berxwedêr yên têkoşînê dimeşînin re serkeftinê dixwazin. 14-08-2012 Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA STAR ê

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 08 Ağustos 2012
Görüntüleme: 150

Sayfa 5 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA VÎNA AZAD E

  • NEWROZA NÛ, BI SILAVÊN RÊBER APO RE MIZGÎNIYA AZADIYA GELAN TÎNE!

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere