• Kurdî
  • Türkçe

  

YJA STAR

ANA SAYFA / MAKELE

 

  1. Buradasınız:  
  2. DESTPÊK
  3. DAXUYANÎ

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTİ YA DEMOKRATİK RE!

Di sêyemîn salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe yên bi rûmet, fermandar Peyman Bagok, Agirî Gabar û Çavrê Cîlo bi minetdarî bi bîr tînin, malbatên wan di serî de ji gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan a têkoşînê bi cih bînin. Çalakvana mezin a Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê ARGK, kedkara artêşa jin a bi dil û can, fermandara pêşeng a HPG’ê û Hêzên Parastina Jin YJA Starê rêhevala me Peyman Bagok di têkoşîna xwe ya 28 salan de serkeftinêm mezin bi dest xist, bêyî sekin meşa xwe domand û bû xwediya helwesteke bi rûmet. Hevrêya me bi çanda welatparêziyê ya Mêrdînê mezin bû. Ji ber vê yekê bû xwediyê welatparêziyeke kûr, ruhekî serhildêr û îradeyeke bêdawî. Dema ku di sala 1991’an de tevlî têkoşîna azadiyê bû û dest bi gerîlatiyê kir, dizanibû ku ji bo gel û welatê xwe bi cesaret û biryardarî li dijî dagirkeran şerekî dîrokî daye destpêkirin. Ew giraniya hîskirina mezinahî û pîroziya doza ku wî berpirsiyariya xwe hilda ser milê xwe bû. Wê bilindbûan doza ku dabû ser milê xwe û pîroziya wê baş dizanî. Wê fermandara mezin Bêrîtan (Gulnaz Karataş) nas kiribû, bi hev re gerîlatî kiribûn û berê xwe dabû Heftanînê. Di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ku di temenekî ciwan de beşdar bû, zû mezin bû. Hat gotin ku li çiyayên Botan, Zagros, Dêrsim û Behdînan ji bo azadiyê beziya, ked da, xwîn rijand û bû kabûsa dagirkeran. Rêheval Peyman Bagok di têkoşîna xwe ya nêzî sîh salan de ji sala 1991’an dema ku di nava gerîla de cih girt heta ku di Mijdara 2019’an de gihişt şehadetê, tu carî ji qadên gerîla derneket. Di jiyana xwe ya gerîlatiya 28 salan de weke jin bandor kir, rêberî kir, pêş xist. Ew bû şervan û fermandara gelek çalakî û şerên mezin. Di xeta PKK-PAJK’ê de bû nûnerê jiyana fedakar, kesayetek têkoşer û ruhê azad. Ew bû milîtana heqîqî ya felsefeya Rêbertiya me. Di vî warî de bûye mînaka nefsbiçûkî, sadebûn û durustiyê. Yekane çavkaniya wê nirxên azadiyê bû. Ji ber vê yekê bû xwediyê enerjiyeke jiyanê ya bêdawî, evîneke wî ya mezin û tu carî rê neda astengiyan li pêşiya têkoşînê, li hemberî zehmetiyan paşve neçû, bêhêvî nebû. Dizanibû ku li li Kurdistana dagirkirî ya ku qirkirin lê hatiye ferzkirin, hemû tiştên li ser navê rûmetê encax bi şerê li dijî faşîzmê bihate bidestxistin. Jiber vê yekê ew bû milîtana afirandina li ser bingeha ked, pêşketina li ser bingeha berdêlê û serketina di her şert û mercî de. Hevrê Peyman Bagok tevî ku şervan û fermandara ARGK û HPG’ê bû, ji destpêka artêşa me ya jinan heta YAJK û YJA Starê jî bû kedkar û pêşeng. Hema bêje li hemû çiyayên Kurdistanê cewhera welatparêziya jina Kurd, îradeya israr a xeta azadiya jinê serdestiya jiyanê kir û veguherand ked, çalakî û rêhevaltiyê. Li hemberî hemû paşverûtiya navxweyî û derve, bi taybetî jî dijminê faşîst ê qirker, bi helwesteke şoreşgerî ya radîkal tevgeriya û tu carî ji helwesta xwe ya rûmet û azadiyê tawîz neda. Welatparêziya Botan, xwebaweriya bi heybet a Zagrosiyan û ruhê serhildêr ê Dêrsimê, di her warî de veguherand kesayetek bibandor, veguherand çavkaniya bawerî û hezkirina mezin. Yek ji nûnerên herî xurt, milîtana herî rast û pêşenga herî serkeftî ya helwesta jinên Apoyî bû, bi gotineke din helwesta jina azad di her warê bîrdozî, leşkerî û civakî de bû. Bi vê helwesta xwe yek ji wan e yên ku karibûn bibin serbilindiya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê. Dema Endama Meclîsa PAJK’ê û  Endama Konseya YJA Starê li ser erka xwe bû, di Mijdara 2019’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a faşîst a qirker de şehîd bû û tevlî karwanê nemiran bû. Ji ber vê yekê di têkoşîna me ya azadiyê de ku jiyana xwe feda kir, di dilê gelê xwe, jin û rêhevalên xwe de cih girt û bû çavkaniya ronahiyê ya ku rêya me ronî dike. Hevrêya me Agirî li gundê Gordila yê girêdayî Gabarê dest bi jiyana xwe kir. Bingeha welatparêzî û ruhê azad ê ku li gundekî kedkar, çiyayî yê deştê yê ku nirx û welatparêziya Kurdayetiyê lê bi hêz e, mezin bûye û ji modernîteya kapîtalîst dûr kesayetiya xwe ava kir. Bi vî karakterê xwe ji biçûkatiya xwe ve girêdayî çiya û gerîlaya ku jê re digot ruhê çiyayan bû. Ji biçûkatiya xwe ve biryar da ku tev li gerîla bibe û hewl da, lê her carê bi hinceta ku ciwan e ji aliyê gerîlayan ve hat redkirin. Ji ber vê yekê jî ji bo ku zû mezin bibe û tevlî gerîla bibe, şerê xwe yê yekemîn li dijî demê kir. Ew zû mezin bû û gihişt û tevî xizmên xwe tevlî nav refên gerîlayan bû. Ew êdî ne keça gundê xwe yê mahkûmî sînorên kevneşopiyêbû. Ew bû gerîlaya jin a ku ji bo azadiya gelê xwe li dijî dagirkeran şer dike. Navê wî Agirî Gabar bû, yanî du kelehên berxwedanê yên pîroz ên Kurdistanê, du çiyayên nepenî, li hev dicivin û digihêjin hev. Di dawiyê de wê dest bi şerê xwe yê rastîn kiribû.. Ev şer li dijî qirker, dagirker, faşîst û li dijî bertekên serdest ên mêr bû. Û vî şerî bîst û yek salan bê navber berdewam kir, ji payîza sala 1998’an ku dibe gerîlla heta payîza 2019’an ku şehîd dibe. Li ser şopa fermandarê mezin Egîd (Mahsûm Korkmaz) li Çiyayê Gabarê di ruhê xwe de fêrî gerîlatiyê bû û bi kesayeta xwe ve xurt kir. Û di jiyana ku li ser vê bingehê xurt ava kir, di wateya rast de bû gerîlayeke azadiyê. Ger gerîla ji bo rûmeta gelê xwe li dijî dagirkeran bi lehengî şer bike û bi hezkirina azadiya civakî têbikoşe, Agirî Gabar îfade û teşeya herî hêsan a vî tiştî bû. Ji ber ku di nava bîst û yek salên gerîlatiyê de Agirî Gabar bû navê ruhê êrîşkar, çalakiyên serketî û wêrekiya bibandor. Di hemû çalakiyan de tecrube stendibû, tevlî gelek çalakiyan bû, gelek çek rakir û bû şirîka dema dawîn a sedan hevalên xwe û xeyalên wan danî ser milê. Wê bi îradeyeke ji pola û bi kîneke nasekine ajot ser dagirkeran. Hevrê Agirî Gabar bi qasî çiyayê Agirî ku navê xwe jê girtibû, li dijî dagirker, qirker, dijminên gelê xwe hêrs bû. Bi vê hêrsa xwe ya mezin li dijî koletî û bertekê bênavber û bêyî rawestan şer kir. Gelek caran birîndar bû, lê her carê bi hêztir bû. Weke pola ku dema av tê dayîn hişk dibe, wî îradeya xwe jî rijand li ser axa welatê xwe. Li çiyayên Gabar, Besta, Zap û Cîlo çalakiyek nema ku tevlê nebû, çepereke dagirkeran nema ku neçû ser. Hezkirina wê ya ji bo welat, gel û jinan û baweriya wê ya bi Rêber Apo hişt ku hêj zêdetir têbikoşe. Bi hêza ku ji PKK-PAJK’ê girtiye, di zanistî, vîna cewherî û rêxistinbûnê de hêj zêdetir çalaktir bû. Li hemberî komploya navneteweyî biryar da ku li ser xeta Zîlan bibe fedaî, di nava rêxistina Hêzên Taybet de cih girt, pêşengiya rêxistina gerîlatiya profesyonel kir û weke perwerdekar roleke girîng lîst. Li ser vê bingehê bû yek ji hevrêyên pêşeng, ji bo pêşxistina gerîlatiya profesyonel li yekîne, enî û herêmên ku berpirsyarê wan bû, gelek ked da. Hevrê Agirî Gabar ji Botanê çû Behdînan, ji wir derbasî Zagrosê bû, ji Zagrosê careke din derbasî Botanê bû û li ser xeta jina azad li gelek qadan pêşengiya fermandariya gerîla kir. Li ser vê bingehê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de weke xwediyê fedekarî û destkeftiyên mezin gerîlatî pêş xist. Di sala 2015'an de ku cara sêyemîn çûbû herêma Besta ya Botanê, li herêmên Gabarê ji YJA Starê berpirsyar bû, li wir gelek çalakî organîze û koordîne kir. Di Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi taybet li Şirnexê roleke girîng lîst. Piştî pratîka 5 salan, ji bo peywirên nû derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Di Mijdara 2019’an de tevî hevrêyên xwe yên hêja Peyman Bagok û Çavrê Amed gihişte şehadetê û cihê xwe yê bi rûmet di dîroka me yê azadiyê de girt û tevlî karwanê nemiran bû. Hevrêya me Çavrê Cîlo bi bandora hawirdora welatparêz a ku lê mezin bûye û birayê xwe yê gerîla, di temenê xwe yê biçûk de biryara tevlîbûna têkoşîna azadiyê dide û bi vê armancê di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla dibe. Di jiyana xwe ya gerîlatiyê de ku bi coşeke mezin dest pê kir, bi lez pêş ket û di temenê xwe yê biçûk de berpirsyarî girt ser milên xwe. Hema bêje hemû pratîka wê ya gerîlatî li herêma Avaşînê derbas bû. Ji ber gelek ji herêma Avaşînê hez dikir, piştî perwerdehiya navendî, cardin derbasî herêma Avaşînê bû. Li vê herêmê fermandariya tîm, taxim û yekînê kiriye û bi keda xwe û tevlîbûna xwe yê bê hesab derket pêş. Hevrê Çavrê li herêma Avaşînê beşdarî gelek çalakiyan bû û bi helwesta xwe ya leheng, kesayeta xwe ya bi vîn û bi karakterê xwe yê têkoşer bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re. Bingeha welatparêzî û azweriya azadiyê wê bi felsefeya Rêber Apo û li ser vê bingehê xeta azadiya jinê bi xurtî gihandiye hev, lewma veguherî kesayetek mezin ku di temenê xwe yê biçûk de li ser navê gelê xwe berpirsyariyên dîrokî girt ser xwe. Bi qasî ku di sala 2011'an de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû jî, weke ku salên dirêj di nava PKK'ê de be, cewher, hişmendî û gihîştîbûneke ku bi partiyê re tevdigere temsîl kir. Asta xwedîderketina li jiyana partiyê, berpirsyariya parastina nirxên azadiyê û beşdarbûna wê ya rast, dilsoz û cidî li ser vê bingehê ew kiriye milîtanekî pêbawer, hezkirî û rêzdar di her wateyê de. Piştî salên xwe yên dirêj li Avaşînê, li ser esasê daxwaza xwe ya ku li Bakurê Kurdistanê ku gelekî jê hez dikir, li ser çalakiyên gerîla konsantre bû. Di vê pêvajoyê de li gel hevrêya me Peyman Bagok ma, ji wê jiyana azad, têkoşîna li dijî dagirkeran û gelek tişt fêr bû. Her wiha di têgihiştina rastiya Rêbertî û şehîdan de kûr bû. Hevrê Çavrê Cîlo ku ji fermandar û perwerdekar Peyman gelek tişt hînbû, di pratîkê de jêhatîtir bû û di her wateyê de bû xwedî însiyatîf. Weke hevrêyên van jinên Kurd ên leheng, jinên azad, milîtanên mezin û şoreşgerên resen ên ku ji bo azadiya gelê me û jin, li dijî her cure êrîşên dagirkeran bi awayekî bênavber şer kirin û navê xwe di dîroka bi rûmet a Kurdistanê de nivîsandin, em soza xwe ya giranbuha ya ji bo pêkanîna armancên wan dubare dikin. Em ji gelê xwe yê welatparêz bi taybetî ji malbatên wan û jinên têkoşer re sersaxiyê dixwazin. Soza me ya ji bo van şehîdên hêja ew e ku em azadiya fizîkî ya Rêberê me ku sedema hebûna me ye misoger bikin, welatê xwe ji dagirkeriyê, gelê xwe ji qirkirinê, jinê ji desthilatdariya mêr rizgar bikin. Em ê ji bo vê yekê têkoşîneke mezin bidin û teqez em ê bi ser bikevin. Bijî Têkoşîna me ya Azadiyê! Bimre Faşîzma Qirker û Her Cûre Paşverûtî! Bijî Rêber Apo! Jin, Jiyan, Azadî! 12 ê Mijdar a 2022 FERMANDARİYA BİRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 12 Kasım 2022
Görüntüleme: 448

EM Bİ ŞÊWAZÊ ŞERÊ APOYİ Dİ 30. SALA XWE DE BER BI SERKEFTINÊ DIMEŞIN!

JI ÇAPEMENİ Û RAYA GIŞTİ RE Di ketina 30. salvegera artêşbûna jinê de, em di şexsê fermandara xeta têkoşîna azadiya jinê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên xwe yên di meha Cotmehê de şehîd bûne bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber wan ditewînin. Ji şehîdên me yên destpêkê yên bi felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me karîne bibin Xwebûn û serdema azadiya jinê dane destpêkirin heta bi şehîdên di meha Cotmehê de nemir bûne; Canda Turk, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Azîme, Bermal, Rewşen, Elefterya Fortûlakî û Ronahî (Andrea Woolf), Hêlîn (Çerkez), Gulan Canda, Roza Dêrîk, Şîlan Evîn, Zîlan Halep, Bêrîtan Maku, Berwar Gever, Denîz Salmas, Rûken Bîngol, Pîroz Mava, Medya Mava, Sorxwîn Roboskî, Sara Savûşka Bozan, Delîla Maku, Hevî Mûş, Dîcle Amed, Rojîn Gevda, Çiçek Botan, Berçem Cîlo, Doza Welat, Şîlan Goyî, Çavrê Kamuran, Dilvîn Dalaho, Zeynep Faraşîn û şopdarên wan, em bîranîna bi hezaran şehîdên xwe careke din deynê xwe dibînin. Em hêzên YJA Star’ê diyar dikin ku em ê bi şêwazê Rêbertî xwedî li mîrateya azadiyê ya jinê ya şehîdên me bi canên xwe kolandinî derbikevin, soza xwe ya gihandina zaferê ya têkoşîna me ya azadiyê dubare dikin. Hevalên me yên jin ên di vî mehî de ku ji meşên mezin û serhildanên dîrokî re şahidî kiriye gihiştine şehadetê, hucreyên kok û çavkaniya bingehîn a rûbara azadiya jinê ya diherike ne. Wan mîrateya dîrokî ya meha Cotmehê di dilê xwe de hilgirtin û têkoşîna azadiya jinê bi artêşa jinê re ku şoreşek mezin e, anîn gel hev. Artêşa jinê ji bo jinên di xeta azadiyê de dimeşin bû çeka azadiyê. Yek ji pêşengên artêşa me ya jin Heval Azîme (Mîhrîban Saran) bi sekna xwe ya têkoşînê ya bênavber bûye yek ji navên nayê jibîrkirin a têkoşîna azadiya jinê. Artêşa jinê ya ku tê wateya hevdîtina jinê ya bi hêza xwe ya dîrokî re, li ser baskên Bêrîtana ku li dijî koletî, teslîmiyet û îxaneta li ser jinê hatiye ferzkirin ji zinaran xwe avêt xwarê, bilind bûye û hatiye van rojan. Bêrîtan a ku dengê dîrokî yê jinên ku li hemberî koletiyê li ber xwe didin û di vê dozê de xwe ji fedakirina canê xwe paşve nedane, ji bo hemû jinan banga azadiyê ya dîrokî ye. Bi hezaran jinên ku guh dane banga Bêrîtan a azadiyê, îro li çiyayan bi awayeke fedaî li ber xwe didin û bersiva herî watedar didin banga Bêrîtan. Artêşa jinê ku îfadeya pêkhatî ya xeta şer a Bêrîtan e; Ev 30 sal in li çiyayan wek topa agir mezin dibe û veguheriye kabûsa faşîzm, dagirkerî û koletiyê. Ya ku vê tirsê diafirîne xeta Bêrîtan e. Xeta Bêrîtanê, teslîmiyet, îxanet û koletî ji rewşa tercîha jiyanê ya neçarî ya li ser gelê me û jinan derxistiye û bûye îfadeya herî bi rûmet a israra jinê ya di azadiyê de. Rûmeta firîna ji zinaran ya li şûna ku teslîmbûna hember dijmin, Bêrîtan kiriye fermandara pêşeng a xeta azadiyê. Bêrîtan, rastiya ku koletî kirêtî ye û bedewbûyîn ji çalakiya şerkirinê re derbas dibe, li qadên şer qîriya; weke prensîba bedewî û azadiya jinê di artêşbûna jinê YJA Star de şênber bûye. Yekîtiya Jinên Azad ên Star bi rêgezên bedewiyê yên Berîtan xwe afirand û bi çalakiyên xwe yên azadiyê îspat kir ku îhtîmala jiyana azad ji bo hemû jinan dikare pêk bê. Bi dehan û bi sedan jinan li ser xeta Bêrîtan, Azîme û Zîlan’an dest bi meşa azadiyê kirin û israra jinan a di azadiyê de bi beden kirin. Jinên ku xwe gihandin cewhera xwedawenda dayîkê, veguherîn hêza pêşeng a şoreşê û bûn ronahiya hêviyê ku hemû jinên cîhanê ronî dike. YJA Star ku dizanibû şopdarê mîrateya van hemûyan e, mekanîzmayeke azadiyê ye ku gav bi gav pêş dikeve, pispor dibe û tirsê dixe nava pergala serdest a mêr. Bi taybetî Komara Tirk a faşîst ku her tim bi rêbazên şerê taybet jinên Kurd dike hedef, nîşaneya vê tirsê ye. Faşîzma ku fêm kir nikare pêşî li jinên Kurd û jinên ku îlhama xwe ji wan digirin û ketine nava berxwedanê bigire, bi rêbazên herî qirêj hewl dide pêşengên xeta azadiya jinê bêbandor bike. Di piştperdeya şehîdkirina pêşeng Nagîhan û Delal Nûrhak ku di xeta azadiya Kurd de têdikoşiyan, her wiha di şexsê Jîna de zêdebûna êrîşên Îranê yên li dijî jinan de tirsa mezin a dewletan heye. Lê tevî hemû êrîşan jî artêşa jinan her ku diçe berfireh dibe. Artêşa jinan li Şengalê YJŞ, li Rojava YPJ, li Bakur YPS Jin û li Rojhilat jî HPJ ava kir. Rêxistinên li van hemû parçeyên Kurdistanê ji artêşa jinê ya YJA Starê îlham girtin. Artêşa jinê ya YJA Starê li hemberî koletiya jinê ya bi hezaran salan tercîha jiyana Bêrîtanî ye. Artêşa jinan a YJA Starê bûye berxwedana herî radîkal a xweparastinê ya zincîrên lingan û kelepçeyên destê jinan şikand. Di wateya ku jin xwe bigihîne hêza xwe ya cewherî, artêşa jinê hêzeke ku pêş dikeve û mezin dibe. Metirsiya herî mezin a li ser pergala serdest a mêr mezinbûn û pêşketina YJA Starê û artêşbûyînên jinan a îlhamên xwe ji wê digirin e. Avabûna wê ya ne tenê li ser bingehê leşkerî, di heman demê de li ser paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê û zîhniyeta wê, artêşbûna jinê derbeya herî mezin a li mekanîzmayên desthilatdarî û milkiyetê yên heyî ye. Îro li çiyayên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metîna bi rêbazên şer ên herî qirêj, bi çekên nukleerî yên erdê dihejînin, bombeyên qazanê û madeyên kîmyewî yên li derveyî mirovahiyê êrîşeke mezin tê kirin. Li hemberî van êrîşan artêşa jin bi vîna xwe ya qawîm hem li çiya û hem jî li navenda emperyalîzmê ango metropolan, li mêtingeriyê dixe. Sara Tolhildan Goyî û Rûken Zelal, dîwarên ewlekariyê yên ku faşîzma Tirk digot nayê derbaskirin, hilweşandin, ketin çeperên dijmin û li navenda wan gule li dijmin reşandin, Sara û Rûken pênaseya Zîlanî û Bêrîtanî ya nû ya jina birêxistinkirî ye. Sara û Rûken ên ku îradeya jinê vediguherînin hêza şer, rûyê yekîneyên xweser ên jin ên YJA Starê ku li çiyayan teknîka dijmin pûç kiriye, ya li metropolan e. Sara û Rûken nîşanî her kesî dan ku jina rêxistinkirî dikare hemû êrîşên dijmin pûç bike. Sekna jinên Kurd ên leheng Sara û Rûken ku bêdengiya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî û êşkenceyên di zindanan de bêrûmetî dibînin, Sekna Bêrîtan û Zîlan e. Ne pêkan e civakekî ku jinên wê îradeyek wisa bi dest xistiye têk biçe. Em li dijî hemû rêbazên şerê qirêj ê mêtingeriyê bi awayê Bêrîtanî radibin û Zîlan bi xwe teqandina di nava dijmin de, bersiva xwe didin û em ê bidin jî. Em ê weke hêzên YJA Star li dijî yên ku li Kurdistanê teslîmiyet, hevkarî û komployan ferz dikin, heta dawiyê xwedî li bijardeya jiyana azad a Bêrîtan derkevin. Wê faşîzm têk biçe, mêtingerî gav paşde bavêje û wê jin azad bibe, bi vê bawerî û îdîayê em her kesê ku alîgirê azadiyê ye, li dijî faşîzmê vedixwînin berxwedanê, bi taybetî em jinan vedixwînin refên artêşa jinê. Çawa ku tovê ku di meha Cotmehê de li axê hatiye çandin di biharê de şîn dibe, fermandar, pêşeng, hevrê û hevalên me yên ku di vê mehê de ax pîroz kirin, bûn tovên azadiyê ku jinê bigihînin biharê. Şehîdên me yên jin ên ku pêşengên xeta azadiya jinê ne, di serî de artêşbûna jinê bi fedakirina canê xwe mîraseke mezin ji bo azadiya jinê afirandin. Em hêza xwe ji vê mîrasê digirin û ber bi çeperên azadiyê ve dibezin. Em şopdarên xeta şer û jiyanê ya Berîtan, Zîlan, Viyan, Sema, Bermal û Ronahî, Rojîn Gewdalar, Gulnaz Egeler, Armanç Goşkar, Delal Amed, Nalîn Mûş, Zîn Cizîr, Çîçek Kûrtalan, Zîn Kobanê, Zelal Rojhilat, Avesta Xabûr, Têkoşîn Amanos, Sema, Koçerîn, Aryena Baran, Nûjîn Koçer, Nûjîn Êrsî, Nûjîn Amed, Esmer, Sarya, Nûda Sason, Diyana, Berfîn Rêbaz, Hêzil Rizgar, Guven Doza, Avzem, Sara û Rûken’an in. Weke gerîlayên YJA Starê em ê di sala 30. de bi şêwazê şer û jiyanê ya Rêber Apo serketinê misoger bikin. Serketin wê ya fedaiyên nemir ên xeta Bêrîtan be. Bijî Afrînerê Xeta Azadiyê Rêber Apo! Bijî Fermandara Xeta Berxwedan û Artêşbûna Jinê Bêrîtan! Bijî Artêşa Azadiyê Ya Ku Berxwedan Ji Xwe Re Kiriye Nasname YJA Star! Bimre Her Cûre Paşverûtî û Serdestiya Zilam! 23 ê Cotmeh a 2022 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR Ê    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 23 Ekim 2022
Görüntüleme: 437

JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE!

Li qadên Zap, Avaşîn û Metînayê ji 17’ê Nîsanê û vir ve dewleta Tirk a faşîst êrîşeke dagirker dabû destpêkirin. Li hemberî vê êrîşa dagirker hevalên me di pêngavên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de têkoşiyan. Em hevalên xwe yên ku di van pêngavan de şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin.  Di êrîşên bi çekên kîmyewî yê dewleta Tirk a dagirker de ku dijminê mirovayetiyê ye di du mehên dawîn de hevdeh hevalên me Helbest Koçerîn, Rûksen Kobanê, Mava Mûş, Delal Silêmanî, Baz Mordem, Rûbar Rojhilat, Rûbar Rojhilat, Cîger Malazgîrt bi çekên kîmyewî şehîd bûn. Di şexsê van hevalên me de, em şehîdên xwe bi bîr tînin,  berdêla wê çi be em ê tola wan bistînin û malbatên hêja yên şehîdên me di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Dewleta Tirk a faşîst û qirker ku dijminê gel û jinan e û xwediyên pergala modernîteya kapîtalîst a ku piştgiriya sûcê wê yê şer dike, tevî dewletên herêmê yên ku hevkarên wan in, wê li hemberî têkoşîna azadiyê ya bi hevkariya jinan û gelan têk biçin. Heta ku gerîla hebe wê ne dagirker û ne jî hevkarên wan ên xayîn wê li Kurdistanê negihêjin armanca xwe. Dewleta Tirk a faşîst û qirker wê tevî hevkar û xayînên xwe ji welatê me Kurdistanê werin avêtin. Em sond dixwin ku artêşa me ya jinan a ku bi xwîna bi hezaran şehîdên qehreman mezin dibe û li her çar parçeyên Kurdistanê bi tevlêbûna bi hezaran jinan xwe rêxistin dike û xwe dispêre tecrubeya têkoşîna jinan  dîrokî ku dikeve sala xwe ya sîyemîn, li ser xeta Bêrîtanê û bi feraseta çalakiya Sara-Rûken, em ê biçin ser paşverûtiya ku dijminatiya jinan û gel dike, li ciha ku wan qet texmîn nedikir em ê li dijmin bibin û wê teqez dagirker têk biçin. Têkoşîna me ya azadiyê ya jinê ya ku li zindanên faşîzmê bûye Sara û xwedawend, li deştên Kurdistanê bûye Bêrîvan û serhildan, li çiyayên Kurdistanê bûne Bêrîtan û artêş, mejiyê dagirkeran parçe kirine û bûne Zîlan, di hiş de bûne Sema û partî, çawa ku li Rojava û Şengalê DAÎŞ a ku dijminê mirovayetiyê têk bir, li Rojhilat rejîma molla ya ku dijminatiya jinan dike, li Başûr pergala îxanetê ya ku qirêjiya rûmeta neteweyî ye û li Bakur jî wê dewleta faşîst têk bibe, wê ji bo jinan û gelê me li Kurdistanê jiyaneke nû ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze ava bike. Divê jin û gelê me bizanibin ku û jê bawer bin ku wê li vê axa pîroz pergala qirker û mêtinger a mêrserwer ku dijminatiya jinan û gel dike wê hilweşe û berdêla wê çi be wê jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz were avakirin. Têkoşîna me ya pêncî salî diyar kiriye ku hêza têkoşîna yekgirtî ya jinan û gelan, xwedî vê îradeyê ye ku ew ê karibe hemû desthilatdariyên faşîst û paşverû têk bibe. Têkoşîna me îspat kiriye ku li Rojava şoreş û li Rojhilat serhildan çawa pêk hatiye. Li çiya û deştên Kurdistanê sî sal in li ser bingeha artêşa jinan têkoşîna me ya gerîla didome. Kesên dixwazin vê hêzê bipivîn wê li hemberî xwe Bêrîtan, Zîlan, Rojbîn, Sara, Rûken, Arîn, Avesta, Mizgînan bibînin û divê gumana tu kesî tunebe ku wê ev îrade şertê wê çi dibe bila bibe wê roj bi roj mezin bibe û wê teqez li dijmin bide. Em artêşa jinên azad a Kurdistanê bi hêza ku em ji Rêbertiya xwe distînin, bi tecrubeya ku me ji dîroka xwe stendie û bi biryardariya ku me ji azweriya xwe ya azadiyê stendiye, bi hêrsa xwe ya ku li hemberî dewleta faşîst û qirker a ku dijminatiya jinan dike, em ê her cure paşverûtiyê û desthilatdariya mêrserwer hilweşînin, em xwedî vê bawerî, bîr û îradeyê ne. Gelê me yê hêja; Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya Rêbertiya me pêncî sal in bênavber didomei. Têkoşîna me sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas kiriye û li dinyayê veguheriye helwesteke hevkar, li dora şîara jin, jiyan û azadî hemû jin rakine serhildanê. Tevî vê yekê kedkar, karker, şoreşger, demokrat, hawirdorparêze, antîkapîtalîst aniye ba hev û wekî tevgereke bi aqil û daxwazên hevkar têdikoşe, şênber kiriye. Ligel ku 25 sal in pergala êşkenceyê ya navdewletî ya Îmraliyê heye, Rêbertiya me bûye hêviya azadiyê ya jinan, gelan, ciwanan, bi hêza xwe ya navendîbûna ronakbîriyê Kurdistan, Rojhilata Navîn û jinên cîhanê zane kiriye û berê wan daye ser rêya çareseriyê û moral û cesaret dane wan. Dewleta faşîst a  ku li hemberî enerjiya mezin a Rêbertî, li hemberî îradeya şer a gerîlayên azadiyê ku siyaseta înkar û îmhayê pûç dike, baweriya xwe bi hêza ku ji pergala kapîtalîst stendiye, êrîşên xwe yên nukleer û kîmyewî zêde kiriye. Dewleta faşîst a qirker şeş meh in li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çûye, li hemberî şerê gerîla nikare bi pêş ve biçe, di du mehên dawîn de êrîşên xwe yên kîmyewî û nukleer zêde kiriye. Bi êrîşên çekên kîmyewî dixwaze têkçûna xwe ya li hemberî gerîla veşêre û li qadên dagirkeriyê bi pêş ve biçe. Rastiya şerê li çiyayên Kurdistanê û encamên ji ber berxwedana gerîla wekî bîlançoyên rojane û mehane bi raya giştî re tê parvekirin. Sûcên ku dewleta Tirk a faşîst di şer de kiriye, her roj bi rêya çapemeniyê hatiye ragihandin. Ji 17’ê Nîsanê û vir ve dema ku şerê dagirker hatiye destpêkirin, dewleta Tirk a faşîst li hemberî gerîla çekên taktîk nukleer, çekên termobarîk û çekên kîmyewî bi kar aniye. Li aliyê din ve jî hatiye diyarkirin di vî şerî de ya ku zehmetiyê li ser gerîla çêdike ev e ku îxaneta PDK ye ku li ser bingeha  hevkariya dewleta Tirk ji paş ve qadên gerîlayan dorpêç kiriye û heke ev îxanet tunebe wê dewleta Tirk a dagirker nikaribe li Herêmên Parastinê yên Medyayê be. Bi daxuyaniyan hatiye xwestin ku gelê Kurdistanê di vî warî de agahdar bibe û helwesta xwe zelal bike.  Tişta sereke ev e ku du sal in êrîşên dagirker ên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê tê kirin. Di vê êrîşê de çekên ku di peymanên navneteweyî de qedexe ne, hatiye bikaranîn û heke PDK hevkariyê nede dewleta Tirk a faşîst, wê dewleta Tirk têk biçe. Gerîla hewl dide şerek di navbera Kurdan de çênebe û li hemberî dijwariya mezin a îxaneta PDK’ê li ber xwe dide lê ev tişt jî heta cihekî sînorê xwe heye. Di vî warî de ji gelê me û raya giştî ya demokratîk hatiye xwestin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta Tirk a faşîst û qirker û li hemberî îxaneta PDK’ê helwestên xurt werin nîşandan. Dewleta Tirk a faşîst ligel sûcên şer li hemberî berxwedana gerîla nekariye encamekê bistîne û plansaziya wê pêk nehatiye. Dewleta Tirk a faşîst hêz ji piştgiriya navneteweyî an jî ji bêhelwestiyê stendiye û di mehên dawîn de bikaranîna çekên kîmyewî zêde kiriye. Di 18’ê Cotmehê de me ji raya giştî re eşkere kir ku 17 hevalên me di du mehên dawîn de bi çekên kîmyewî hatine şehîxistin. Şehadeta 17 hevalên me rastiya şer a şeş mehî daniye holê. Gelê me û dostên me bûne şahid ku hevalên me Baz Mordem û Helbest Koçerîn ji bo azadiyê çawa nefesa xwe ya dawîn dane û careke din sûcê şer ê dewleta Tirk bi çavên xwe dîtine. Di heman demê de gelê me dîtiya ku hevalên me yên hêja Baz Mordem û Helbest Koçerîn li hemberî dagirkeran stûyê xwe xwar nekirine û hevrêyên hevalên me di têkoşîna xwe de bi biryar in. Ev tişt derketiye holê ku em şerekî çawa li hemberî dewleta Tirk dikin, ev şer di şertên çawa de tê kirin û bi îradeyeke çawa ya gerîla êrîşên dagirker tên têkbirin. Bi van dîmenan re careke din hatiye nîşandan ku di vî şerî de kî mafdar e kî neheq e, kî meşrû û kî terorîst e, kî azadîxwaz û kî qirker e, kî xwedî exlaq û kî bê exlaq e. Çi kesên ku nexwestine van tiştan bibînin jî li rûyê wan hatiye xistin. Bi mehan me ji raya giştî û gelê xwe re diyar dikir ku sûcên şer tê kirin. Divê were zanîn dema ku me bi van dîmenên giran ev tişt daye fêmkirin ji bo me gerîlayên Kurdistanê jî rewşeke dijwar bû. Lê em dizanin di vê serdemê de wijdan, aqil û exlaq bi çavan dikare were dîtin.  Modernîteya kapîtalîst a xwedî feraseta mêrserwer, di her warî de mirovên ker, kor, lal û xweperest û bêberpirsar ava kiriye. Netewe dewlet a ku a ku civakîbûn, bîrbûna azadiyê, berpirsyariya şoreşgerî li ser mirinê ava kiriye, wekî di meseleyên civakî de di warê doza Kurdan de jî xemsar û sersar e û ev tişt ji xwe re kiriye tevgera herî sereke. Pergala kapîtalîst a netewe-dewlet, pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala bîst û yekemîn li ser înkar û îmhaya Kurd û Kurdistanê ava kiriye.  Ji ser tecrubeyên tahl ên du şerên cîhanê, di pergala siyasî ya dinyayê ya sedsala bîst û yekemîn de ya ku îddîaya wê ya demokrasiyê heye, di warê dijminatiya Kurd û Kurdistanê tu guherîn pêk nehatiye. Mînaka vî tiştî ya eşkere jî ev e ku partiya me PKK a ku têkoşîneke meşrû û mafdar dimeşîne, bi terorîzmê hatiye binavkirin, Rêbertiya me ya ku rêberê azadiya jinan û gelan e jî bi komploya navneteweyî bîst û pênc sal in di pergala êşkenceyê ya Îmraliyê de dîl hatiye girtin. Di heman demê de piştgiriya êrîş û dagirkeriya li ser Kurdistanê têkirin, li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê çekên kîmyewî û taktîk nukleer tê bikaranîn û mudaxeleyî vî tiştî nayê kirin. Ev çek di peymanên navneteweyî de hatine qedexekirin, bikaranîna wan sûcê mirovayetiyê ye û dema ku li cihekî ji aliyê hêzeke din were bikaranîn BM û OPCW di serî de saziyên qaşo ji ewlekariya dinyayê berpirsyar in qiyametê radikin. Ev çek di sala 1920’an de ji aliyê dewleta Îngilîz li dijî tevgera Kurd a bi pêşengiya Şêx Mehmûd Berzencî hatiye bikarnaîn. Di sala 1988’an de ji aliyê Saddam Huseyîn a ku DYE piştgirî dida wî li hemberî gelê Helepçeyê hatiye bikaranîn. Piştî sala 1984’an ku têkoşîna me ya gerîla hatiye destpêkirin jî car caran li ser esasê polîtîkayên demê li dijî Tevgera Azadiyê hatiye bikaranîn. Stratejiya înkarê û siyaseta qirkirinê ku ji aliyê dewleta Tirk a faşîst li hemberî gelê Kurd tê kirin, bi saya têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Rêbertiya me didome, şerê îmhayê ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîlayên ku hêza parastina gelan divê normal neyê dîtin û wekî tiştekî adetî neyê nirxandin. Bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya PKK’ê ku pêncî sal in didome, mudaxeleyî siyaseta qirker û dîroka koletiyê hatiye kirin, li ser esasê jiyana azad civakîbûneke nû hatiye avakirin. Li ser vî esasî bi deh hezaran şehîd hatine dayîn, berdêlên mezin hatiye dayîn û fedakariyên mezin hatine kirin, kedeke mezin hatiye dayîn. Di dema têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de nêzî panzdeh hezar şehîd hatine dayîn û belaya DAÎŞ’ê hatiye têkbirin. Dewletên faşîst ên ku Kurdistan dagir kirine û li ser gelê me qirkirinê pêk tînin di serî de, divê hêzên dinyaya kapîtalîst bizanibin ku ji bo azadî û rûmeta jinan û gelan hewce bike em ê sed salan şer bikin, çi berdêl hewce bike em ê bidin û em ê tu carî dev ji doza xwe ya pîroz û têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Em ji bo gelê xwe şer dikin û me sond xwariye ku em ê jinan azad bikin, ji bo ku em jin û gelê xwe ji destê dagirker û xayînan rizgar bikin, bi saya welatê xwe yê qedîm a ku em ji bo wî şer dikin û azaadiya fîzîkî ya Rêbertiya me ya ku ji bo me sedema hebûnê ye, çavkaniyên me yên sereke û bingehîn in, em ji bo van tiştan dikarin bi hezaran salan şer bikin. Em bi vê bîr û baweriyê têkoşîna xwe xurttir dikin û diyar dikin em ê teqez bi ser bikevin. Em bang li jin û ciwanan, gelê xwe yê welatparê, dostên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemberî sûcên şer ên dewleta faşîst û li hemberî xayînan li ser esasê têkoşîna topyekun, helwesteke tund nîşan bidin. Bimre Dewleta Qirker Faşîst a Tirk û Hevkarên Wê! Bimre Pergala Kapîtalîst a Mêr Serwer! Bijî Têkoşîna Me ya Azadiyê! Jin Jiyan Azadî! Bijî Rêber Apo!   20 ê Cotmeh a 2022 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR Ê    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 20 Ekim 2022
Görüntüleme: 440

JI GURBETELLIYAN HETA JIYAN AMARGIYAN ŞEHİDÊN RAGIHANDINA AZAD CEWHERÊ RAST YÊN HEQİQETÊ NE!

Di salvegera şehadeta Gûrbettelî Ersoz de ya ku rojnamevaneke şoreşger e û di warê afirandina kevneşopiya çapemeniya azad kedeke wê ya mezin heye, em wê bi rêzdarî û hezkirineke bêdawî bi bîr tînin. Dema ku em şehîdên xwe yên jin ên çapemeniyê yên li ser şopa rêya heqîqetê ya Gûrbetteliyan bi bîr tînin, ji ber girêdana bîranîna wan em soza xwe dubare dikin ku em ê xeta çapemeniya azad bilindtir bikin. Di salên 90’î de dema ku mirov ji bo gelê Kurd xebateke polîtîk û siyasî bike, ev tişt sûcekî mezin bû, Gûrbettelî Ersoz li Tirkiyeyê peywira desteya rêveberiyê ya rojnameya Ozgur Gundemê bi cih anî, ew bûye dengê wêrek ê gel û bûye semboleke girîng a pêşengtiya jinan. Wê guhê xwe ji qîrînên azadiyê yên gel re negirtiye, bi berpirsyariyeke mezin a ronakbîriyê, nêzî pirsgirêka azadiyê bûye û bûye dengê qîrîna azadiyê ya gelê Kurd. Ji ber ku li qada Tirkiyeyê rojnamevanî kiriye faşîzma TC’yê ew girtiye û piştî ku hate berdan wê helwesta xwe ya şoreşgerî ya mezin li qada Rêbertî pêk aniye. Li vir di warê pirsgirêka çînê, pirsgirêka netewe û zayendî de bîreke fikrî ya girîng bi dest xistiye û berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Gûrbettelî Ersoz a ku rojnamevaneke şoreşger lêhûrbûnên wê yên xurt ew li ser xeta jina azad kûr kiriye û di nav xebatên endamtiya navendî ya YAJK’ê de cih girtiye, di warê şerê azadiyê ya gelê Kurd de û di warê têkoşîna azadkirina jinê de, mîsyoneke mezin wergirtiye. Ew wekî endameke navendî ya YAJK’ê li ser têkoşîna xwe ya şoreşgerî bû, di 7’ê Cotmeha 1997’an de tevî komek jinan dema ji qada Zapê derbasî qada Garê dibû li Geliyê Sergelê şehîd bû. Li ciha ku heval Gûrbettellî Ersoz şehîd bû, îro bi hezaran milîtanên azadiyê li hemberî kesên ku berê gelê Kurd didin şerê biratiyê, bi fedaî li ber xwe didin û şerekî mezin ê azadiyê dimeşînin. Li hemberî hewldanên kesên li ser xeta îxanetê, meşa Gûrbetteliyan tu carî nehatiye sekinandin. Berevajî wê kesên li ser şopa Gûrbettelî dimeşin, bi pênûs û kamerayên xwe rastiyên mêtingeriya li Kurdistanê rastî civakê dane. Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Hindistan Penaber, Zelal Sîdem, Ekîn Van, Jiyan Amargî û bi dehan hevalên jin her yek jê wekî şervanên mezin ên heqîqetê, lîstikên qirêj ên şerê taybet deşîfre kirine. Heke Nûjiyan Erhan belge nekira ku pêşmergeyên PDK'ê çawa Şengal teslîmî DAÎŞ’ê kirine, şerê taybet wê civaka me ya Êzidî ker, kor û lal bihişta. Heke Jiyan Amargî gerîlayên Botanê nexista kadraja xwe, wê şerê taybet a TC’ya mêtinger û faşîst, bi operasyonên xwe yên psîkolojîk gel manîpule bikira. Ji Sakîne Cansizan heta Gulnaz Karataşan, ji Mîne Çelebiyan heta Gûrbettelî Ersozan, ji Denîz Firatan heta Arjîn Amedan, ji Şîlan Arasan heta Hebûn Azadan, ji Avaşîn Irmakan heta Rojînda Adalaran, ji Sarya Onûran heta Tamara Zînan, ji Armanc Goşkaran heta Jiyan Amargiyan, ji Gulnaz Egeyan heta Amara Ronahiyan şehîdên jin ên çapemeniya azad, bûne çav, guh, dil, aqil û wijdanê rastiya şoreşê. Ew bi têkoşîna xwe ya heqîqetê bûne helwesta bi rûmet û rûspî ya jinên Kurd. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, li ser rêya heqîqetê berdêl dane û wan bûye rêgezên rastîn ên çapemeniyê. Tevgera Azadiya Kurd li dijî dîroka serdest a ku ji roja destpêkê ve hebûna gelê Kurd înkar kiriye, ketiye nava têkoşîneke mezin. Ji bo rastiya Kurd di dîrokê de cihê xwe yê layîq bigire, bi hezaran têkoşerên heqîqetê fedakirina canê xwe weke rûmet dîtine. Ger îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn bûye hêza pêşeng, ev bi saya berdêlên mezin bûye. Bi hezaran cangoriyên azadiyê yên di xeta çapemeniya azad de têdikoşin, ji bo eşkerekirina xiyaneta dîrokî ya li hemberî gelê Kurd rolek girîng lîstine. Dema pêwîst bû bi pênûs û kamerayên xwe û dema pêwîst bi çekên xwe têkoşîna heqîqetê domandin. Di vê wateyê de jinên şehîd ên çapemeniya azad hêza vejînê ya heqîqetê ne. Jinên şehîd ên çapemeniya azad lêgerînerên heqîqetê ne ya li van xakan hatiye windakirin. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, nûnera xurt a hişmendiya azadiya jinê û îspata îradeya pêkan a jinê ne. Di vê wateyê de kevneşopiya çapemeniya azad mîrateya kedên mezin e. Berevajî çapemeniya klasîk ku tenê bûyerên rojane dişopînin, çapemeniya azad ji hemû saziyên demokratîk ên bindestan a herî girîng e ku hêza xwe ji perspektîfa dîrokî ya bindestan digire. Bi vê hişmendiyê em bi îdîayê ku di xeta jinê ya çapemeniya azad de kûrtir bibin û bibin xwedî pratîkek ku layiqî jinên şehîd ên çapemeniya azad. Şehîdên jin ên çapemeniya azad, meşaleya geş a rêya heqîqetê, di serkeftina şerê me yê heqîqetê de moral û hêza me ya sereke ne. Wan di şert û mercên herî dijwar de şoreşgerî dikirin, dest ji kamera û pênûsên xwe bernadin. Wan bibîranîn û xwedî li nirxên ku wan afirandine derketin, meşa me hîn xurtir dike. Em bi saya têkoşîna wan hene. Ji bo rastiyê canê xwe dan. Û îro bi dehan saziyên çapemeniyê li çar aliyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi rengê jinê weşanê dikin û têkoşîna jinê ji hemû cîhanê re radigihînin. Hem di têkoşîna gelê Kurd de rastiyan ji civakê re ragihînin, hem jî di têkoşîna zayendî de xweragihandina jinê û eşkerekirina vîna xwe, keda şehîdên me nayê jibîrkirin. Şehîdên me nûnerên rasteqîn ên başî, xweşikî û heqîqetê ne û bingeha têkoşîna me ne. Naskirin, bibîranîn û jibîrnekirina wan, hevdîtina jina azad a bi rastiya dîroka têkoşînê re ye. Li ser vê bingehê em ê her tim ronahiya têkoşînê şehîdên xwe bi bîr bînin û em ê ti carî ji rêya heqîqeta ku nîşanî me dane, dernekevin. Em soza xwe ya ji bo zindîkirina wan di têkoşîna xwe de dubare dikin, em biryar û israra xwe tînin ziman ku em ê israra xwe ya bilindkirina ala wan di têkoşîna xwe ya azadiyê de bidomînin. Bijî şehîdên Me Yên Ku Cewhera Heqîqetê Ne! Bijî Xeta Me Ya Ragihandina Azad ya Jinê! Bimire Mêtingeriya Faşîst û Hevkariya wê ya Bêbext!   6 ê Cotmeh a 2022 NAVENDA RAGİHANDİNA YJA STAR Ê    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 06 Ekim 2022
Görüntüleme: 438

JI JINAN, GELÊ KURD Û RAYA GIŞTİ YA DEMOKRATİK RE!

Li hemberî êrîşên qirker ên hikukmeta çete ya AKP-MHP'ê yên li dijî gelê Kurd, jinan, hevrêyên li zindanan dîlgirtî, xwezaya welatê me û gerîla, di 26'ê Îlona 2022'an de hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal ên li ser xeta Zîlan ketin pratîkê, li ser xeta azadî-rûmetê bûn nirx. Em van şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin. Li cihên ku dijmin herî zêde pê piştrast bû, van hevrêyên me bi xwînsarî, wêrekî û biryardariyeke mezin li ser xeta Rêber Apo xwe gihandin azadiyê û sekna gerîlayên jin ên rêxistinbûyî temsîl kirin. Em çalakiya bi heybet a van hevrêyên xwe bi coş silav dikin, pîroz dikin. Rêveberiya çete ya AKP-MHP'ê bi artêşa xwe, bi hêza xwe ya çete, bi rêxistiniya JOH-POH a kontra, bi rêxistina xwe ya îstîxbaratê ku veguheriye rêxistineke sûc, di astên îdeolojîk-siyasî-leşkerî-civakî de konsepteke dagirkirin û tunekirinê li Kurdistanê ji nû ve xistiye meriyetê. Li ser vê bingehê zext, êşkence û pergala zilmê ya li zindanan dike, li tevahiya welêt belav dike û weke siyaseteke komkujiyê dixe meriyetê. Ji bo karibe di nava rastiya Şerê Cîhanê yê 3'emîn de gelê Kurd careke din ji paşerojê bêpar bihêle, di asta navneteweyî de polîtîkaya 'Kurdistanê bêîrade bihêle, bike hevkarê xwe, ji nû ve dagir bike, ji nû ve parve bike' bi hevkarî dimeşîne û di asta sûcê şer de êrîşî tevgera me ya azadiyê dike, dixwaze bi vî rengî encamê bi dest bixe. Êrîşên li ser qadên Behdînanê bi vê armancê têne kirin. Ji 14'ê Nîsana 2022'an û vir ve êrîşên ku ji asta şerê navbera dewletan jî girantir, bi her amûrên sûc û qirêjiyê êrîşan dike; hewl dide hêza parastina gel-jinê bieciqîne, îradeya wê bişikîne û teslîm bigire. Li pêş çavên cîhanê bi hevkariya hêzên hegemon pêleke komkujî-tundiyê ya gelekî metirsîdar li Kurdistanê tê meşandin ku kes naxwaze bixe rojeva xwe. Li hemberî van zext û êrîşan, tevgera me ya azadiyê ku bi çavkaniya Rêber Apo û peşengiya jinê hewl dide neteweya demokratîk ava bike, bi pîvana 'parastina hebûnê, misogerkirina azadiyê' têkoşîna rewa bi berxwedaneke gelekî bi heybet dimeşîne. Bi vê armancê li hemberî êrîşên herî qirêj û herî newekhev ên serdemê, bi pêşengiya YJA Starê berxwedaneke mezin tê kirin, hêzên me tercîha jiyaneke bi rûmet datîne pêşiya her tiştî û veguherîne hêzeke bi bandor a lêdanê. Yên ku biryara xwe ya jiyanê li ser azadiyê dane, çalakiya wan jî, îradeya wan jî mezin e û têk naçe. Sekna gerîla bi kurtasî bi vî rengî ye. Çalakiya bi biryar û rêxistinbûyî ya bi heybet a hevalên Sara û Rûken ku beşek ji vê rastiyê ye, temsîla sekna jin a azad a bi afirîneriya Rêber Apo gihandiye asta bilind. Di nava van şert û mercan de ku komkujî li ser nirxên me tê ferzkirin, ev hevrêyên me bûn hêza lêdanê û pêkanînê ya tercîha jiyana azad, îrade û rûmetê. Bûn xwedî gaveke dîrokî, di nava nirxên me de bi rengekî mafdar û hêjayî cihê xwe girtin. Jin ji çavkaniya îdeolojîk a Rêber Apo veguherîn hêzeke bêhempa ya jiyan û çalakiyê û bi hevrêtiya xwe ya li jinê, li qadên herî rêxistinbûyî yên faşîzmê, îradeya jinê ya azad a mezin raxist pêş çavan. Ev yekîtî bi helwestên wêrek û bi biryar ên her du hevalên me veguherî hêzeke bi bandor a êrîşê. Di pêvajoyeke dîrokî de weke hêza hesabpirsîna ji êrîşên li ser gelê me, jinan û gerîla; hevalên me bi rengekî rêxistinî, bi têkbirina astengiyên îstîxbarat, teknîk û şopandinê xwe gihandin hedefa xwe, çalakî pêk anîn û mîna hevrêyên me yên li qadên berxwedanê yên Behdînanê cih digirin bûn xwedî sekneke bi Zîlanî û pêşengiya YJA Starê gihandin asta herî bilind. Hevrêyên me Sara û Rûken bûn xwedî wê jiyanê ku xwe ji çavkaniya Rêber Apo ya îdeolojîk xwedî dike, li ser vê bingehê ji xeta jinê ya azad bawer dike, dibe milîtanên vê û di her şert û mercî de temsîl dike. Van hevalên me ew bedewî û welatparêziya cewherî Botan û Rojava di kesayetiya xwe de temsîl kirin, weke mînaka herî bedew a têkiliya jin-welatparêziyê cihê xwe li nava refên me yên artêşê girtin. Herdu hevrêyên me ku her cûre wezîfeyên rêxistinî bi kelecaneke mezin hildan ser milê xwe, her kar bi fedakarî û biryardariya serketinê meşandin, bi tevlîbûna xwe ya bi coş bûn çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe re, weke hêza fermandariyê gihîştin asteke girîng. Ev hevrêyên me li ser bingeha gerîlatiya profesyonel, li ser hunera çalakiyê û liv û tevgera tîmên serbixwe kûr bûn, bi sekna xwe ya wêrek û bi biryar veguherîn hêzeke taktîkê. Van hevrêyên me li hemberî navendeke ku dijmin herî zêde lê rêxistinbûyî bû, weke tîmeke ji du kesan însiyatîfa êrîşê heta dawiyê di destê xwe de hiştin, bi qasî artêşeke gerîla hunera lêdanê û baweriya ji xwe temsîl kirin. Ev çalakiya ku çend roj beriya meha Cotmehê hate lidarxistin ku salvegera çalakiya hevrêya me Bêrîtan (Gulnaz Karataş) e ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst û hêzên Kurd ên xayin kiribû û veguherî artêşbûna jinê, îradeya azadiyê ya ku Rêber Apo bi jinê re afirandiye, hêza lêdanê ya artêşa jinê temsîl dike. Çawa ku pênaseya 'Bêrîtan rûmeta me ya azadiyê ye' ya Rêber Apo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, li dijî ruhê xayînan ên teslîmbûyî şênberiya wateya pîvanên azadiya jinê ye, van her du hevrêyên me jî heman xet xistin meriyetê. Li hemberî dijminên gel ên bêesîl ku bi êrîşên komkujiyê-dagirker ên dewleta Tirk a faşîst re bûne yek, ku welatê xwe, dar, xak û jiyana milîtanên azadiyê yên bi rûmet, her wiha şensê jiyana azad a gelê Kurd pêşkêşî dijmin dikin, ev hevrêyên me yên jin ıradeya têkoşîn û jiyana bi rûmet, îradeya azadiyê temsîl kirin. Bûn rûmeta azadiyê ya gel û jinên Kurd, bûn nirx. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî vê çalakiya tîma me ya fedaî bêçare ma û bi agahiyên şaş-derewîn xwest şerê taybet bi rêxistin bike û mohra xwe danî binê skandaleke mezin. Dewleta Tirk bi qasî ku nizanibe her du hevalên me ji ku hatine, çawa gihîştine hedefê, kî ne, haya xwe ji rewşê tune bû. Dewleta Tirk heta ku êrîşên xwe nesekinîne wê bibe hedefa çalakiyên me yên bi vî rengî û bêçare bimîne. Di vê pêvajoya girîng a têkoşînê de weke şopdarên pêşenga tevgera jinê, fermandara mezin Sara, hevrêyên me Sara û Rûken pêşengî ji fermandariyekê re kir ku li navê wan dihat. Çalakiya van hevrêyên me divê ji aliyê her kesî ve rast bê fêhmkirin û her kes li ser bingeha vê pîvanê tevlî nava têkoşînê bibe. Ev hevrêyên me li dijî çanda destavêtin, zilm û komkujiyê bûn temsîla herî leheng, bedew û wêrek a nasnameya jinê ya azad û îradeya azad a jiyana azad. Di serî de ji bo me hevrêyên wan, ji bo her kesên xwedî îdîaya azadiyê wezîfe ye ku li ser bingeha vê pêşengiyê berê xwe bidin serketinê û bibin hêzeke têkoşînê. Em bang li her kesî dikin ku bi vê berpirsyarî û hişmendiyê li dora bîranîna van hevrêyan û nirxên pîroz li hev bicivin, bi sekneke bi wêrek tevlî nava refên têkoşînê bibin, li ser bingeha azadiya Rêber Apo em soza xwe serxistina biryardariya avakirina jiyana azad dubare dikin. Hevrêyên me Sara Goyî û Rûken Zelal bi sekna Zîlan li ser bingeha azadiyê jin hemû serbilind kirin. Di şexsê hevrêyên xwe Sara Goyî û Rûken û hevalên me yên di şerê berxwedanê yê Behdînanê de şehîd bûn, hemû şehîdên xwe bi rêz, minet bi bîr tînin, vê çalakiya bi heybet bi rûmeteke mezin silav dikin, pîroz dikin. Em dibêjin, 'Jin wê cîhanê rizgar bikin'. Bimire Dewleta Faşîst – Mêr Serdest û Her Cûre Paşverûtî! Bijî Jiyana Azadbûyî ya Ku Bi Jina Li Ser Xeta Rêber Apo Bûye Xwedavend! Bijî Nasnameya Kurd ya Bi Rûmet û Kurdistana Azad! Bijî Biratiya Gelan ya Li Ser Bingeha Netewa Demokratîk! Bijî Berxwedana Gerîla ya Li Ser Xeta Rêber Apo Xwe Rêxistin Kiriye! Bijî Serok Apo! 30 ê Îlon a 2022 FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDİ YA YJA STAR Ê    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 30 Eylül 2022
Görüntüleme: 576

Em ê bibin wênekêşên serketinê!

Çapemenî û Raya Giştî Re! Hevrêya me Jiyan Amargî li herêma Botanê zêdeyî çar salan karên çapemeniyê kir, ji jiyana gerîla heta bi çalakî û têkoşînê hemû detay ji me re ragihand û bû yek ji lehengên dîroka çapemeniya azad. Di şexsê hevrêya xwe Jiyan Amargî de em hemû şehîdên xwe yên çapemeniyê bi bîr tînin ku li refên şoreşê têkoşiyan û di vê oxirê de şehîd ketin. Li pêşiya bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em sersaxiyê ji malbata şehîda xwe re dixwazin ku ewladeke ewçend hêja mezin kiriye. Em soz didin gelê xwe û malbatên şehîdan ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin û bîranîna wan li dîrokê bineqişînin. Em zanin ku em deyndarê şehîdên xwe ne û pêwîstiyê pê dibînin ku bi vê têgihiştinê hîn bêhtir bixebitin û têkoşînê mezin bikin. Berpirsyariya me ya li pêşberî şehîdên me mezin e. Şehîdên me yên çapemeniyê ji bo rastiyê bigihînin gelê me canê xwe feda kirin, di çalakiyên gerîla de bêhna barûtê kirin, dem hat kamera xwe danîn û fîşek berdan dilê faşîzmê. Şehîdên me bûn çav, guh û zimanê rastiyê. Di vê serdemê de ku rastî û derew ketine nava hev, şehîdên me yên çapemeniyê li ser rêya xwegihandina rastiyê bûn wijdanê civakê. Li pêşiya veşartina rastiyê ya ji civakê bûn sîper. Her şehîdeke-î çapemeniya azad ji neferên herî hêja yên lêgerînerên rastiyê ne. Gûrbetellî, Halîl Dag, Arjîn Amed, Sarya Onûr û îro jî Ekîn Turk, Jiyan Amargî bûn ên herî wêrek di meşa rastiyê de. Ew ji bo me bên rêber ku divê çawa bijîn û çawa şer bikin. Ya ku dibe para me jî ew e ku li ser vê rêyê bêrawestan bimeşin û bi rengekî rast xwedî li mîrateya dîrokî derkevin ku wan ji me re hiştin. Ji ber ku wan bi berdêla canê xwe ev mîrate afirandin. Armanca herî mezin a hevrêya me Jiyan Amargî ew bû ku 'bibe wênekêşa kêliya şoreşê'. Ev daxwaza wê ji bo me talîmat e û weke kedkarên çapemeniyê yên çiyê, em ê bibin wênekêşên kêliyên serketinê. Em soz didin ku vê armanca hevrêya xwe teqez pêk bînin. Şehîdên me yên çapemeniyê ku li qada çiyê ya têkoşîna me ya azadiyê bi şev û roj xebitîn û li ser têkoşîna gerîla arşîveke belge-qeydikirinê ya mezin ava kirin, bûn çav, guh û zimanê dîroka me ya azadiyê. Şehîdên çapemeniya çiyê ne tenê têkoşîna gerîla bi belge kirin, di heman demê de têkoşîna gerîla gihandin gel û nîşan dan ku jiyaneke azad bi çi rengî ye. Hevrêya me Jiyan Amargî jî mîna Gûrbetellî Ersozan, Halîl Dagan, Arjîn Amedan piştî ku jiyana çiyê nas kir, gihîşt wê baweriyê ku divê her kêliya gerîla bê qeydkirin, ji dîrokê re bê hiştin û di vê oxirê de di nava şert û mercên herî giran de têkoşiya. Rêwîtiya ber bi Botanê ve bû ispata vê helwesta wê ya li nava jiyanê. Warê Arjînan û Halîlan ji xwe re kir qible û ber bi wê ve meşiya. Gotina dawî ya hevrêya me Jiyan Amargî ya li ser rêya Botanê bi vî rengî bû; 'E zê ti carî dest ji kameraya xwe bernedim'. Hevrêya me Jiyan bi vê gotinê pîvanên nêzîkatiya li berpirsyariyan nîşan da û di nava şehîdên leheng, fedakar, wêrek ên dîroka me ya çapemeniyê de cihê xwe yê bi rûmet girt. Hevrêya me Jiyan Amargî ku yek ji ewladên herî hêja yê gelê me yê wefakar bû, bi nirxên welatparêziyê mezin bû, kesayetiya xwe bi van nirxan ava kir û bû xwedî kesayetiyeke xurt. Hevrêya me Jiyan bi berxwedêriya xwe ya li hemberî zor û zehmetiyan, bi morala xwe ya li nava jiyanê ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a hêzê û hîmê diyarker ê karên me. Têkoşîna me bi keda wê mezintir bû, bi sekna xwe ya berxwedêr zor û zehmetî hemû ji pêşiya xwe rakir. Hevrêya me Jiyan Amargî li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger, faşîst ên li ser gelê Kurd nexwest bêdeng bimîne û ji bo bibe çav, guh û gotina gelê me, li zanîngehê biryar da ku rojnamevaniyê bixwîne. Di demeke kurt de fêhm kir ku dibistanên mêtingeriyê yên rejîma şerê taybet warên şerê taybet ên ji bo qutkirina ciwanên Kurd ji têkoşînê ye, lewma berê xwe da çiyê û pîşeyê rojnamevaniyê ku daxwaza wê bû li çiyê dewam kir. Hevrêya me Jiyan Amargî ku demeke dirêj li vê qadê xebitî, bû yek ji wan kesên girîng ku têkoşîna gerîla gihand gel. Ji bo vê jî xwe gihand her nuqteya gerîla û li ser şopa Arjîn Amedan, Nûjiyan Erhanan, Sarya Onûran, Denîz Penaberan, Halîl Dagan, alî Kanîrojan, Xemgîn Amedan, Hindistan Penaberan meşiya, ev yek ji bo xwe kir felsefeya jiyan û têkoşînê. Di vê rêyê de bi wêrekiyeke mezin bi pêş ve çû. Hevrêya me Jiyan Amargî ku karker, kedkara wêrek û fedakar a Çapemeniay YJA Starê bû, bi serketina xwe ya di wezîfeyên zehmet de ji bo me bû pîvan. Hevrêya me Jiyan Amargî ku tevlîbûna bêfikar ji xwe re kir esas, li ser şopa Gûrbetellî Ersoz, Halîl Dag, Arjîn Amed, Alî Kanîroj û gelek ji kedkarên çapemeniya çiyê meşiya. Ji bo me bû pîvana pêşengiya rast. Çawa ku hevrêya me Jiyan li ser şopa Gûrbetelliyan meşiya, em ê jî pêşengiya wê ji xwe re bikin pîvan û bibin pênûs û kameraya wê. Li gel zor û zehmetiyên karê çapemeniyê li çiyê, li qada şer jî hevrêya me Jiyan Amargî ti zehmetî ji bo xwe weke astengî nedît û xwe gihand gerîla. Ji aliyekî ve bû rû û wijdanê gerîla yê li çiyê, li aliyê din jî li ser gerîlayên şehîd bûne nivîsand û kir ku bîreke dîrokê ya têkoşîna azadiyê ava bibe. Em soza xwe dubare dikin ku hêjayî keda hevrêya me Jiyan Amargî bibin, karê wê ji xwe re bikin esas û bibin wênekêşên kêliyên serketinê. Hevrêya me Jiyan Amargî bi coşeke mezin xwe gihand gelê Botanê, çar salan bi gelê Botanê re ma û gerîla li hişê me qeyd kir. Em biryardariya xwe diyar dikin ku ala berxwedanê ya hevrêya me Jiyan Amargî bi ser bixînin. Em careke din dibêjin, 'Em ê bibin wênekêşên kêliyên azadiyê'. Kameraya hevrêya me Jiyan Amargî wê ti carî neyê girtin, wê dîroka azadiyê qeyd bike. Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê    

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 18 Ağustos 2022
Görüntüleme: 451

SERKETIN WÊ YA GELÊ ME BE KU BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ LI BER XWE DIDE

Çapemenî û Raya Giştî Re! Em 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ya ku bi parçekirina tarîtiya gorê ya ji gelê me re rewa tê dîtin çirûskên jiyana nû pêxist, di serî de li Rêberê vejîn û hêviyê Rêber Apo û di şexsê hevrêyên me yên li dijî êrîşên herî giran ên kîmyewî yên dewleta Tirk a mêtinger û faşîst, bêyî ku kêliyekê dudilî bijîn Têkoşîna me ya Azadiyê bi biryardariya serketinê didomînin de li hemû berxwedêran pîroz dikin. Em şehîdên xwe yên ku bi cesaret, îrade û kedên xwe yên mezin em kirin mirovên birûmet ên dîroka mirovahiyê û fermandarê xwe yê efsanewî Egîd ê ku di afirandina van rojan de pêşengî kir, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û weke pêwîstiyeke dilsoziya bi bîranînên wan re soz û biryardariya xwe ya ji bo têkoşîna me ya serketinê diyar dikin. Dewleta Tirk a mêtinger, faşîst bi serkêşiya cûntaya Kenan Evren “Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê” da destpêkirin û li zindanên Amedê bi êrîşeke ji hovîtiyê wêdetir gelê Kurd kir hedef. Bi hedefkirina Mazlûm, Hayrî, Kemal, Akîf, Alî û Sara’yan ku hiş û dilê gelê me yê di pêvajoya vejîne de ye xwestin Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê tasfiye bikin. Lê belê helwesta bi biryar a berxwedêrên zindanê, hişmendiya faşîst a Tirk têk bir û nîşanî gelê Kurd da ku rêya mezinbûna jiyanê “bi berxwedanê jiyankirin” e. Dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e” ku li Zindanên Amedê bilind bû, di demeke kurt de li ser zimanê gelê Kurd veguherî qîrîna tolhildanê. Guleya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an de ji lûleya çeka Egîd hat teqandin, tevgera tolhildana gelê Kurd da destpêkirin. Gelê Kurd ragihand ku ew bi guleya yekemîn ji hesabpirsîna dîrokî re amade ne. Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re; gelê Kurd ku yek ji gelên herî qedîm ê dîrokê ye, biryar daye ku teslîmî desthilatdarên mêtinger ên ku ji aliyê leşkerî ve Kurdistan dorpêç kirine, nebe û biryardariya ku wê bi berxwedan û tolhildanê di dîrokê de bi pêş ve biçin nîşan daye. 15’ê Tebaxê sembola israra gelê Kurd a ji bo tolhildana dîrokî ya ji serdestan e. 15’ê Tebaxê serhildana li dijî bêdengiya kûr a gelekê ya ku bi betonê hatibû nixumandin e. 15’ê Tebaxê aqil, zanabûn û ruhê dîrokî yê gelên qedîm e ku cetwela di destpê mêtingerên ku bi wê nexşeyên herêmê xêz kirine de şikandine ye. 15’ê Tebaxê peyama yekemîn e ku ji hemû cîhanê re radigihîne ku bi tinehesibandina gelê Kurd yek gav jî wê neyê avêtin. Çawa ku gelê Kurd di 15’ê Tebaxê de bi pêngava guleya yekemîn axa mirî li ser xwe avêt, jinên Kurd jî bera xwe dan çiya û ketin ser rêya tolhildana ji pergala baviksalarî. Jinên ku hêj di qonaxa yekemîn a komê de bi tevgera Apoyî re hatin cem hev, piştî teqîna guleya yekemîn guh dan qîrîna serhildanê ya ku di dilê wan de bilind bû û meşaleya azadiyê li çiyayên Kurdistanê bilind kirin. Jina Kurd bi çeka di destê xwe de bi Egîd re rêhevaltî kir, weke Besê û Zarîfe bû xwedî helwesteke layiqî peywira lehengiya dîrokî ya jina Kurd. Di Têkoşîna me ya Azadiyê de, jinên Kurd bi têkoşîna azadiyê ya ku mil bi mil bi hevrêyên xwe yên mêr re kirine, nasnameya lehengiya jinê ya jibîrbûyî vejandine. Îro her jina ku bi çeka di destê xwe de li çiyayan li berxwe dide, mîratgirê guleya yekem e. Weke hêza YJA Starê em bi berpirsyariya xwedî derketina li rûmeta azadiya di serî de jin û mirovahiyê re xwedî li mîrateya 15’ê Tebaxê derdikevin. Em têdikoşin ku vê mîrateyê bigihînin hemû mirovahiyê. Em ê teqez bi felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ku rê li ber vê têkoşînê vekir, bi şêwaza lêdanê ya fermandarê me yê mezin Egîd ku hêza wî ya pratîkî ye û bi ruhê fedayî yê rêhevalên me yên jin ên dudilî nabin ku di vê rêyê de bedel bidin, bi ser bikevin. Gelê me di nava şerekî mezin de ye. Ev şer şerê hebûn û tinebûnê ye. Dijmin bi hemû derfetên xwe hewl dide hêviya ku di şexsê PKK’ê de derketiye holê bişkîne, baweriyê tine bike, ronahiyê veguherîne tarîtiyê. Şerê ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê daye meşandin ne şerekî asayî ye. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê di çarçoveya “Plana Çokdanînê” ya ku ji gelê Kurd re rewa dibîne, dixwaze tevahiya Kurdistanê dagir bike. Berê li vir bi vî dijminî re şerên dijwar hatin kirin û artêşa Tirk a mêtinger gelek caran têk çû. Îro em dibînin ku artêşa faşîst careke din şikestiye û ji bilî çekên kîmyewî ku bikaranîna wan sûcê mirovahiyê ye, tiştekî din ê wî nemaye. Her çiqas hêza wî nemaye lê dixwaze vî şerî bidomîne. Armanca dagirkeran ew e ku îradeya Kurd a azad bişkînin û gelê me ku nêzî serketinê ye careke din bê statû bihêlin. Haya me ji vê heye û em bi biryar in ku heta dawiyê li ber xwe bidin. Zarokên Kurd nabe mehkûmê wê yekê bên kirin ku sed salên din jî bê welat, bê nasname bijîn û di bin pêlav û panzerên leşkerî de bên perçiqandin. Em tu carî destûrê nadin vê yekê. Weke jinên YJA Star em her roj bi hezkirineke mezin a azadiyê ber bi çeperên xwe ve diherikin û dizanin ku em di berbanga serketinê de ne. Weke zarokên gelê xwe ku ji canê wan zêdetir qîmetê didin wan, ji bo ku planên dijmin pûç bibin em bi hewldaneke awarte, bi şev û roj, bêyî birçîbûn û tîbûnê bizanibin, hemû derfetên jiyana mirovan li aliyekî dihêlin û ji bo parastina pêşeroja gelê xwe di nava têkoşînê de ne. Li hemberî dijminê bêrûmet ê ku çekên kîmyewî û hemû rêbazên hovane bikar tîne, piştgiriya me ya herî mezin, Rêberê me yê ku li Îmraliyê xwedî berxwedaneke bênavber e, gelê me û rêhevalên me yên ku ji bo şerê azadiyê bi qîmeta girtin û qetilbûyînê her roj xwe dikin mertal û bi awayeke fedayî li ber xwe didin e. Bingehên me xurt in û ji ber vê yekê em ê bibin serketiyên şer. Hêza herî mezin a şer a NATO’yê li çiyayên Kurdistanê hatiye têkbirin. Heta Serfermandariya Tirk jî bêçaretiya artêşa Tirk a faşîst û mêtinger a li hemberî tunelên şer ên gerîla, li pêşberî hemû cîhanê bi gotina ku şikeftên wan ên 5 qatî hene, ji cîhanê re ragihand. Aqilê dewleta Tirk a faşîst a ku ji dîrokê ders dernexistî, careke din bi ruhê PKK’ê yê têkneçûyî re rû bi rû hat û kete nava xitimandinê. Divê were zanîn ku Kurdê kole yê berê di 15’ê Tebaxê de bi guleya yekemîn hat kuştin û Kurdê nû heta dawiyê di azadiyê de bi israr e. Berxwedana me ya çekdarî ya ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê destpê kir, îro li tevahiya Kurdistanê belav bûye û gelê me kiriye fedayî. Di vî şerî de gelê Kurd serketî ye û di şexsê wê de gelên Rojhilata Navîn azad dibin. Gotina dawî ya bi hezaran gerîlayên azadiyê “Em ê teqez bi ser bikevin” bû. Weke gerîlayên YJA Starê ji bo ku li ser rêya şehîdên xwe soza serketinê bi cih bînin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Bi stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî em ê bi xwedî derketina li xeyalên şehîdên xwe bi ser bikevin û serketin jî ya gelê me yê ku bi ruhê 15’ê Tebaxê li berxwe dide. Rêber Apo wiha got: “Pêngava hişmendiyê, pêngava baweriyê, pêngava israrbûyînê, pêngava raman û dilê mezin e.” Pêngava 15’ê Tebaxê li hember her cure tunebûn, zehmetî û astengiyan, pêngava afirandina hebûnê, afirandin û pêşxistinê ye. Li dijî aqlê faşîst ê qirkeriya Tirk ku digot 'Kurdistana xeyalî li vir hatiye binaxkirin', em bi ruhê nû, aqil û dilê PKK'ê li Avaşînê, Zap, Metîna, Botanê û her bihosta xaka Kurdistanê ya pîroz li ber xwe didin. Em; gerîlayên YJA Starê li çiyayên Kurdistanê ku çeperên me yên şer ê îro ne û li her devera ku serweriya Tirk a mêtinger-faşîst lê ye, bi pêşengiya fermandarên xwe yên mezin Egîd, Diljîn, Bêrîtan, Têkoşîn Amanos, Delal Amed, Berfîn Rêbaz û Mizgîn Ronahiyan soz didin ku têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin. Em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin û soza xwe dubare dikin ku ala wan bi ser bixînin. Em Pêngava 15'ê Tebaxê careke din li Rêberê xwe, li gelê xwe, li mirovahiya demokratîk û hemû gelên li cografya Rojhilata Navîn pîroz dikin. Bijî Pêşengê Tevgera Me ya Vejînê Rêber Apo! Bijî 15’ê Tebaxê Roja Azadî û Berxwedana Gelên Rûmet! Bijî Serkeftina Gerîla! Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 14 Ağustos 2022
Görüntüleme: 432

Em ê Di Jiyana Azad De Bi Israr Bin û Di Xeta Zîlan De Bigihêjin Zaferê

Salvegera 26’emîn a şehadeta rêheval Zîlan de em hemû şehîdên xwe yên ku dîroka me ya têkoşîna azadiyê de nûnertiya vîna azad kirine bibîr tînin. Di kesayeta rêheval Zîlan de tevahiya pêşeng û qehremanên mezin yên ku di xeta fermandar Zîlan de bûne çavkaniya hêza me ya azadiyê weke rêheval Sema Yûce, Gulan, Leyla Agirî, Ekîn Wan, Mîzgîn Rojhilat, Şevîn, Şaristan û di şexsê hemû şehîdên xwe yên Pêngavên Bazên Zagrosê, Cenga Xabûrê a Şehîd Savaş Maraş û Egîdên Botanê de ku li dijî faşîzmê di oxira şoreşa mirovahiyê de ji bo parastina rûmeta gelan xwe feda kirine, bi minet û rêzdarî bibîr tînin. Afrînerê têkoşîna me ya azadiyê ya pêncî salî Rêber Apo, di sedsala 21’emîn de bi xebatên azadiya jin re nirxên azadiyê ava kir û parastina wê jî bi artêşa gerîla re birêxistin kir. Di dîroka têkoşîna me ya 50 salî de şehîdên me yên qehreman li ser bingeha fêmkirina Rêber Apo re bûne hêza pêkanînê û xeta Rêber APO derxistine zanebûnê, bi vî awayî xetekî çalakgeriyê derxistine holê. Ji ber vê heval Zîlan di kêliyên herî krîtîk yên dîrokê de bi çalakbûna xwe bû bersivek dîrokî û bû perçeyek esasî a xelekên serkeftinê. Pêşengên me yên mezin Sakîne Cansız, Besê Anuş, Azîme, Berîtan, Berîvan û bi hezaran rêhevalên me sekna nûnertiya milîtaniya Rêber APO bi awayekî herî xweşik, herî sade, herî wêrek, herî bibiryar û herî bawermend derxistine holê û rêheval Zîlan jî bû kombûna nirxên têkoşîn azadiya jin. Em wek hêzên YJA Starê di pêngava “Dem Dema Azadiya Rêber Apo” de xwedî li mîrateya xeta milîtaniya fermandar Zîlan derbikevin û teqez bigihêjin zaferê. Di rêveçûna Şerê Cîhanê ya Sêyemîn de hêzên hegemonîk hewldidin pêşengê xeta azadîya gelan û hêza dînamîk ya esasi ya Rojhilata Navîn yanî tevgera azadîyê tasfîye bikin. Ji ber vê di serî de Serokatîya me dikin armancê xwe. Lê belê di xeta fedaî ya fermandar Zîlan de ji Doxa, Bermal heya Avzem û Arînan, ji şerê zaferê ya Zapê heta Botanê gerîlayên fedai yên YJA Starê, li ser hişmendî û bîrdoziya Rêber Apo xeta fedaiyan her ku diçe bilindtir dikin. Çawa ku heval Zîlan bi çalakiya xwe ve bû xwediyê pêngavekî dîrokî û wek milîtaneke jin ji zilamê serdest ku polîtîkayên xistina jin dida meşandin hesab pirsî; bi vê sekna wêrek bû remza jina serkeftî. Heman helwesta xeta têkoşîna azadiya jin di şerê me yê zaferê de, ji Zap heta Metîna, ji Avaşîn heta Xakurkê, ji Serhedê heta Botanê di pêşengtiya jin de tê meşandin. Heval Zîlan a ku egîdiyekî mezin raber kir di heman demê de bû xeta serkeftînê ji hêla taktîka leşkerî ve jî. Xeta şer a Zîlan xiluqdariya herî dewlemend a pêkanîna şer ya herî bi hêz îfade dike. Ji ber vê bi armancê re kîlîtbûn dibe sedem ku mirov tişta herî zehmet jî bibe serkeftinekî herî mezin. Lewra em di dîroka têkoşîna xwe de pêvajoya herî dijwar, herî krîtîk û bi deskeftiyên xwe ve herî nêzî zaferê jiyan dikin. Çawa ku rêheval Zîlan di demên herî zehmet de barê herî giran rakir ser milê xwe, di roja îro de jî şopdarên fedaîyên qehreman, şervanên Rêber Apo jî ji bo ku bigihêjin zaferê di xeta fermandar Zîlan de ji Bakûr heta Başûrê Kurdistanê li hember dagirkeriya dewleta Tirk şerê heqîqetê dimeşînin. Rêber Apo, çalakiya rêheval Zîlan weke çalakiya herî mezin, herî pîroz û herî encamgir a şerê me yê rizgariya netewî pênase dike. Yanî yekbûna armanc û pêkanîna vê yekê pêşiya tarzê herî bi hêz a lêdanê vedike û dijmin tîne beranberî binketine. Çawa ku rêheval Zîlan bi azweriya azadiyê re ji şaristaniya serdestiya zilam hesap pirsî û bû manîfestoya jiyana azad, em jî wek rêhevalên wê bi rêgezên azadiyê re girêdayî bin û wek hêzên YJA Starê berpirsiyartiya vê serdemê rakin û hesap ji dagirkeran bipirsin. Em di wê îddayê de ne ku emê heta dawî xeta birdozî ya Zîlan temsîl bikin. Wek hêzên YJA Star emê bi terz û taktîkê heval Zîlan ve bi çalakiyên xwe ve, derbên mirinê li dagirkeran bidin. Tola êşa gelê xwe, jin û zarokên Kurdistanê ji dagirkeran rakin. Wek hêzên YJA Star bi terzê Zîlan, bi rêxistinkirî û îradeyek mezin, bi pisporî, ji şerê tûnelan heta her çeperekî, bi çalakiyên xwe yên afrînêr, kêliyên ku dijmin qet ne li bendê be vîna jina azad bi terzekî herî bandor nîşanê wan bidin û hesap ji dagirkeran bipirsin. Li ser bingehê biryardariya Zîlanbûnê pratîka şerê xwe de bimeşînin, di hemû qadan de rol û erka xwe ya pêşengtiyê pêkbînin. Emê di her şert û mercê de bibin rêhevalê rast a Zîlan. Wek hêzên YJA Star çawa ku rêheval Sema Yüce bi çalakiya xwe re armanca xwe ya biryardariya pêkanîna xeta Zîlan diyar kir, em jî bi biryardariya vî şerî re her kêlî xwe di rastiya fermandar Zîlan de ji nû ve ava bikin. Li ser bingeha xeta milîtaniya Zîlan emê bi felsefeya azadiyê jin û gelê xwe veguhezînin pêşerojekî azad, welatê xwe ji dijmin, jiyana xwe jî ji bermahîyên şaristaniyê rizgar bikin û li ser navê eniya azadiyê ji dîrokê re zaferekî mezin diyarî bikin. Di şexsê Rêheval Zîlan û hemû şehîdên xwe yên fedaî de em hemû şehîdên xwe carekî din bi hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Di salvegera meha şehîdên fedaî de dê hemû fermandar û milîtanên HPG û YJA-Star’ê bi tarzê Zîlan, bi rêgezên jiyan û şer wê tevlî vê pêvajoyê bibin. Em rêhevalên xwe yên li Avaşîn, Zap û Metîna ku bi awayekî sermirovî berxwedidin û hemû hêzên YJA-Star’ê silav dikin. Em cardin destnîşan dikin ku şêweya jiyana bi rûmet tenê wek Zîlanan şer kirin û jiyan kirinê re gengaze. Dijmin çiqasî bêeman êrîş dike bila bike îradeya azadiyê nayê binxistin, nayê paşvebirin û teqez tişta ku wê dîrokê diyar bike xeta zaferê ya Rêber Apo be. Ji ber vê em weke hêzên YJA Star soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku emê şerê xwe bigihînin zaferê. Em dibêjin dem dema Zîlanbûnê ye. Her gerîlayekê YJA Star’ê îro fedaiyê Rêber Apo ye. Her gerîlayek Zîlan e. Di vê bingehê de carek din tevahiya şehîdên me yên şoreşê bi hezkirin, rêzdarî û minnet bibîr tînin, girêdanbûna bi bîranînên wan re emê xwedî li mîrateya wan derbikevin. Bijî Rêber Apo û Tevgera Azadiyê! Bijî Heqîqeta Jiyanê ya ku Xwedawend Zîlan afirandiyê! Bijî Şehîdên Me Yên Qehreman û Afrînerên Jiyana Azad! Bijî Partiya Me ya Fedaîbûyî PKK û PAJK! Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star  

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 28 Haziran 2022
Görüntüleme: 474

Em serî de rêheval Zîlan ya ku bi ...

Em serî de rêheval Zîlan ya ku bi çalakiya xwe bû manîfestoya jiyana azad û şopdarên wê Sema Yûce, Gulan, Fatoş sağlamgöz, Rojbîn Arab, Ronahî, Elefterya, Arîn Mîrkan, Jîn Rojhilat, Zinar, Doğa, Têkoşîn Farqîn, Avêsta Xabur û bi hezaran hevrêyên xwe yên qehreman bi rêzdarî bi bîrtînin û em soz didin ku em ê têkoşîna wan ya azadiyê bi serkeftinê tacîdar bikin. Hevrê Zîlan di 30'ê Hezîrana 96’an de bi çalakiya xwe ya ku qedera Kurdistan’ê guhart navê xwe li dîroka azadiyê nivîsand. Komploya ku dixwestin li hember hêviya jiyana azad ya gelê Kurd Serok APO pêk bînin bi hemû kûrahiya wê hîs kir. Derxist zanistê ku bı çalakiyeke ku dijmin hejîne dikare ev komplo be asteng kirin. Bi vê watê rastiya Zîlan dibe heqîqeta ku rastiya Serokatiya me û têkoşîna me ya azadiyê derxistiye holê. Hevrê Zîlan bi gotina xwe ya "Ez dixwazim bibim xwediyê jiyaneke bi wate" di jiyan û çalakiya xwe de nirxên etîk û estetîk derxist holê. Hevrê Zîlan ya ku xwedî zanista welatparêziyê bû, xwe bi awayeke baş rêxistin kiribû, ji bo ku serkeftinê bi dest bixe têkoşîneke mezin da û çalakiya xwe bi vîna azad pêk anî, hevrê Zîlan heqîqeta Birdoziya Rizgariya Jinê ye. Bi çalakiya xwe yekalîbûn derbas kiriye; tenê ne di milê leşkerî de bûye peyameke birdozî, felsefî û siyasî. Çawa ku di salên 90'î de dijmin dixwest Serokatiya me û tevgera azadiyê tesfiye bike û gelê Kurd bi zordestî, êşkence xilas bike; îro jî em dibînin ku dewleta qesrê ya faşîst bi heman kîretiyê van hewldanên xwe didomîne. Erdoğan yê ku domkirina desthilatdariya xwe di xilasbûna me de dibîne hemû aboriya dewletê ji bo xilasbûna me razandiye. Weke ku çavên wî zîviriye êrîşî her derê dike, bi siyaseta bi xwîn hewl dide ku temenê xwe dirêj bike. Me ev di hilbijartinên 24'ê Pûşperê de jî bi awayeke vekirî dît. Da ku di hilbijartinan de serbikeve û rejîma xwe ya desthilatdar bidomîne mîna Pirsûs'ê qetlîaman pêk tîne. Di heman demê de li ser êrîşên Qendîl û Xakurkê hewl da ku propagandeyeke reş bide meşandin, bi vî şêwazî dixwest li gor berjewendiyê xwe hêl bide civakê. Li hemberî vê weke tevgera azadiyê bê ku em ji têkoşîna xwe paş de gav bavêjin di şexsê hevrêyên me yên qehreman ku bi rastiya şehadetên xwe nirxên mezin dan avakirin û bûn şopdarê Zîlan me cardin derxist holê ku em bin nakevin. Weke hêzên YJA Star jî xeta ku her roj, her dem û her deqîqa em ji xwe re hîm digirin xeta Zîlan e. Weke ku Serokatiya me jî bi awayeke vekirî dide diyarkirin; "Zîlan fermandara me ye û em jî leşkerên fermana wê ne." Ger îro di çar parçeyên Kurdistanê de jin xwe bi rêxistin kirinê dizîvirin vînekê ev bi saya rêka azadiyê ya ku hevrê Zîlan ji bo jinê vekiriye ye. Em dizanin ku asta azadiya jina Kurd asta rêxistinbûnê ya ku têkoşîna Zîlan derxistiye holê ye. Ger îro artêşbûna jin mezin bûye, pêşketiye û îro ne tenê ji bo jinên li Kurdistanê, ji bo jinên Rojhilata Navîn û yê dinyayê dibe hêviyek, dibe xeleka kişandinê ev berhema hewldan û keda hevrê Zîlan e. Weke YJA Star dema em didin diyar kirin ku em ê xwedî li vê kedê derbikevin; em terzê jiyan û çalakiya hevrê Zîlan weke fermaneke ku pêwîste pêk were dibînin, em didin diyarkirin ku heya em vê fermanê bizîvirînin serkeftinê em ji rastiya têkoşîna xwe nazîvirin. Bi wesîleya salvegera 22. ya vê çalakiya mezin û bi wate em dibêjin; rojên ku em hîn bêhtir nêzî Serokatî û azadiyê ne jiyan dikin. Avakirina serkeftinê û binxistina faşîzmê mîna Zîlan têkoşîn kirinê re derbas dibe. Em soz didin ku em ê têkoşîna Zîlan di tevahî Kurdistan'ê de mezin bikin. Cardin di şexsê hevrê Zîlan de em şehîdên xwe yên şoreşê û yên jiyana azad bi rêzdarî bibîrtînin, em soza xwe ya girêdanbûna bîranînên wan û xwedî li derketina mîrateya ku ji me re hiştine dubare dikin. Bijî xeta jiyana azad ya ku Serok APO avakiriye! Bijî rastiya jina azad ya ku wateya xwe bi Zîlan re dîtiye! Bijî şehîdên jiyana azad û watedar! Bimre her cûre faşîzm û desthilatdarî! FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA STAR

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 12 May 2018
Görüntüleme: 571

BIJÎ CEJNA 15’Ê TEBAXÊ YA BERXWEDAN Û AZADIYA GELÊ BI RÛMET

Ji gelê me û raya giştî re Em cejna vejînê ya 15’ê Tebaxê ya ku ji bo mîloynan hêviya jiyana azad afrandiye û tekoşîna berxwedanê veguherandiye vejîneke mezin di şexsê fermandarê me yê efsanewî rêheval Egîd de li tevahî şehîdên şoreşê pîroz dikin, bi hezkirin û rêzdarî bejna xwe li beramber bîranîna wan ditewînin. Em salvegera nû ya tekoşîna xwe jî di serî de li Rêberê azadiya gelan Rêber APO, li gelê xwe û tevahî têkoşînvanên azadiyê pîroz dikin. Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi navê gelê Kurd herikîna dîrokê guhert; hêvî, cesaret û bawerî da tevahî gelan. Vê pêngavê starta şerê azadiya welatekî ku kesek nedikarî navê wê jî bigre ser zimanê xwe ji tevahî cîhanê re ragihand. Bi 15’ê Tebaxê re guleya yekemîn li dijî koletî û mitîngeriyê hate avêtin, bi vî rengî jî veguherî tevgera tolhildaneke mezin. Di pêşengiya fermandar Egîd yê ku tarzê zaferê avakiriye şerê me hebûn û rûmetê destpêkir. Pêngava 15’ê Tebaxê ku di gelê me de bawriya cewherî û vîna serbixwe avakir di heman demê de zanistiya parastina cewherî jî avakir. Peyama ku gelê Kurd bê parastin nîne da hemî hêzên desthiladar. Rejîma faşîst a Tirk ku di salên 80’an de li dijî gelan û bindestan komkujî, îşkence û tepisandinên dij mirovî pêk anîbû di hafizeya civakê de şopên kûr hêlabû. Li dijî van pêkanînan berxwedana pêşengên PKK’ê yên di zindana Amedê de baweriya jiyana azad avakir. Li ser vê bingehê pêngava 15’ê Tebaxê jî ruhê azadiyê gihande zaferê. Berxwedana zîndanan veguherande vejînê. Ruhê 15’ê Tebaxê îro li herçar parçên Kurdistanê li dijî faşîzmê têdikoşe. Li dijî faşîzma AKP-MHP ya ku di Kurdistanê de di hovîtî û barbartiyê de ti sînoran nas nake ruhê ku li berxwe dide ruhê mirovên azad ên Egîtbûyî ye. Ev ruhê vejînê ku bi nirxên afrandî re veguheriye felsefeyeke jiyana azad pêwîste li her derê di her qadê de jiyanî bibe. Herkesên ku li dijî zilm, wehşet û faşîzmê xwe berpirsyar dibîne, yên ku baweriya wan bi jiyana azad û demokratîk heye pêwîste bi hevre di nava têkoşînê de bin. Her têkoşîneke ku bi hevre bi yek dilî tê meşandin wê faşîzmê bi erdê re bike yek û jiyana azad veguherîne rastiyekê. Pêngava 15’ê Tebaxê ku di Kurdistanê de yekemîn gava xweseriya demokratîk îfade dike di heman demê de ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê wateya yekem gava jiyana hevpar a konfederal. Mezinkirina vê bi tekoşîna me ve têkildare. Kombûn û yekbûna jin, ciwan, kesên bindest û yên ku daxwaza demokrasiyê dikin wê bi xwe re enerjiyeke wiha ava bike ku ti rejîmeke dîktator nikare li beramberî wê li ser piya bimîne. Ew rejîm neçare ku hilweşe û tune bibe. Tenê heger em bibin yek, bi hevre bin. Di vê wateyê de em bang li her kesê dikin ku bi ruhê Egîdan têbikoşin. Weke hêzên YJA Star, bi felsefeya jiyana azad a ku Rêberê me avakiriye, emê bi ruhê şer yê hevrê Egîd têkoşîna xwe bidomînin. Çawa ku berxwedana bê hempa ya zindana Amedê di 15’ê Tebaxê de veguherî pêngaveke tolhildanê, berxwedana me ya ku li derdora berxwedana Îmraliyê mezin dibe jî wê bi înşaya jiyana azad û demokratîk ya gelê Kurd ve bi zaferê tacîdar bibe. Weke hêzên parastina jinê YJA Star emê sekna fermandar Delal Amed di xwe ava bikin û wekî rêhevalên Egîd, Hêlîn, Nalîn, Berçem, Azê, Roza û Jînda’yan em soz didin ku emê ala wan dewrê me kiriye bighînin zaferê. Li ser vê bingehê em hemla xwe ya vejîna mezin û azadiyê ya 15’ê Tebaxê careke din li Rêberê xwe, li jinên berxwedanvan, li hemû gelê xwe, li mirovahiya demokratîk û hemû gelên li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn dijîn pîroz dikin. Bijî pêşengê pêngava me ya vejînê Rêber APO Bijî cejna 15’ê Tebaxê ya berxwedan û azadiya gelê bi rûmet Bijî artêşa me ya gerîla ya temînata zaferê Bimre her cure faşîzm Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA STAR 13 Tebax 2018

Ayrıntılar
Oluşturuldu: 13 Ağustos 2018
Görüntüleme: 557

Sayfa 4 / 6

  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • ROJBÛNA RÊBER APO, ROJBÛNA VÎNA AZAD E

  • NEWROZA NÛ, BI SILAVÊN RÊBER APO RE MIZGÎNIYA AZADIYA GELAN TÎNE!

BEŞÊN SEREKE

  • DESTPÊK
  • RÊBER APO
  • DAXUYANÎ
  • ROJEV
  • PÊŞENGÊN ME
  • AKADEMIYA STAR
  • ROJNIVÎSÊN STAR
  • RAMANÊN ÇIYAYÎ
  • GALERIYA VÎDEO
  • GALERIYA WÊNEYAN

Beşa Lêgerîn

  • Bigere