Ji Ragihandin û Raya Giştî Re:

Bi mebesta salvegera 76. a Vîna Azad, ango rojbûna Rêber Apo, vê rojê li tevahî gelan, jinan bi taybetî jî li jina Kurd û gelê Kurd pîroz dikin.

76 salin ya ku di şexsê Rêber Apo de tê jiyîn, li ser bingeha nirxên cewherî xwe ji nûve xuliqandina mirovê azad e.

Ew vîna ku ji nav dilê Rêber Apo difûre dibe zemînê afirandina jina azad û civaka azad! Dîroka gerdûnî, bi zayîn û derketina Rêber Apo ve gavekî pir girîng a azadiyê avêt. Lewra bi zayîna Rêber Apo re roj bi roj berê mirovahiyê zêdetirîn ber bi azadiyeke mayînde ve diçe. Rêber Apo ku gelek caran xwe ji nûve welidand bi gotina xwe ve; rojê 40 caran di xwede şoreş pêk anî. Ev şoreş firtilîn Şoreşa Rizgariya Jin, Şoreşa Netewa Demokratîk û wateya giştî de bû Şoreşekê Enternasyonal. Jiyan û tekoşîna Rêber Apo ya 76 salan bi taybetî jî ji koledariya jinê re bû mûdaxeleyekî ku çerxa heyî berovajî bizivirîne. Ji hevaltiya zarokatî Elîf heta Sarayan, ji Zîlan û Berîtanan heta şehîdên me yên dawî ji tevahî jinên Kurd û jinên cîhanê re Rêber Apo tim bû rêhevalê herî rast. Rêber Apo di kesayetiya xwede ‘zilamtiya serdest’ kuşt û sînorên zayend derbas kir. Lewma kedekî bêhempa ji bo rizgariya jinan a ji pergala mêtinger de nîşan da û rêya şoreşa jinê heta dawî vekir. Bi zayîna Rêber Apo re Kurdên ku li ber pençê qirkirinê de bûn xwedan parastin, zanist û her ku çû ji nav pençên qirkirinê dûr ketin. Kurdên ku di nava çala înkar û îmhayê de hênaseya xwe ya dawî dikişandin Rêber Apo mîna tekane rêça rizgariyê dîtin û xwe li dora wî pêçandin. Lewra bi salane taybetî gelê Kurd û li seranserê cîhanê jin û civak, rojbûna Rêber Apo mîna rojbûna xwe dibînin û pîroz dikin. Rêber Apo, mirovê herî azade ku çarenûsa xwe bi xwe nivîsandiye û çarenûsa ku ji hêla serdestan ve hatî çandin ji qurmê wê de hilkiriye û pûç kiriye. Ji temenê xwe yê zarok heta niha ji bo azadiyê têkoşînekî dijwar didomîne. Di nava vê têkoşeriyê de jiyana xwe mîna 3 zayînan pênasekir. Rêber Apo ji zayîna yekem heta zayîna dawiyê sînorên ferd û zayend tev qetand û tevahî bûyerên di mejî û dilê xweda safî kirî, kir malê jin û civakê. Di nava 26 salên îzolasyon û tecrîda Îmralî de jî Rêber Apo zayînên xwe yên azad berdewam kir. Ji me tevan re hêza kesayeta azad nîşan da ku ti pergalekî dîlgirtinê nikare ewî dîl bigire. Ewî di nava şert û mercên Îmraliyê de paraznameyên mirovê azad, jina azad û civaka azad nivîsiye. Derketinên xwe yên herî girîng ên paradîgmayî, fikrî û ilmî herî zêde jî di vir de pêk aniye. Vaye îro jî dîrok di nava dîwarên Îmralî de ji zayînek din re şahîdî dike. Rêber Apo carekî din pêngavekî dîrokî diavêje ku berê mirovatiyê di pêşengtiya jinan de dide azadiyê. Lewra îro ji tevahî aliyên jin, civak, gel û rewşenbîrên cîhanê ve piştgiriya vê pêngava nû tê kirin. Tevahî azadîxwaz û demokrat vê pêngavê mîna zayînekî nû dibînîn û bi hêviyên mezin ve pêşwazî dikin. Bangawaziya Rêber Apo ya ku bi navê Aştî û Civaka Demokratîk hatî deklere kirin mohra xwe û navê xwe li Newroza îsal da. Newroza ku her sal mîna refarandûma gelan derbas dibe îsal hîn bi girseyî qudreta Rêber Apo nîşanî tevahî cîhanê da. Çawa ku em hêza xwe ji Rêber Apo digirin ya ku qudreta Rêber Apo jî diyar dike piştgiriya jinan û gelan e. Ji vê hêlê ve qadên Newrozê di pêşengtiya jinan de vîna gelan bi awayê herî şênber raber kiriye û textê faşîzmê ji binî ve hêjandiye. Qadên Newrozê daxwaza bilind a ji bo azadiya Rêber Apo pir vekirî û wêrekî nîşan daye. Gelên ku, bi taybetî jinên ku dizanin dîlîtiya Rêber Apo dîlîtiya wan û azadiya Rêber Apo azadiya wane bi girseyî daxwaza azadiya Rêber Apo ango azadiya xwe dikin. Helbet ji bo aştî û azadiyê wê ev vîn li benda serdest û zordaran nemîne. Yê ku azadî û aştiyê pêkbîne wê ev vîna li qadên Newrozê be. Di vê bingehê de em pêngava ku Rêber Apo dayî destpêkirin rast fêm bikin û rast pêkbînin. Em çarenûsa xwe, aştî û azadiya xwe di destê dijberan de nehêlin. Wek hêzên YJA-STAR, em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna me, wateya hebûna me ye. Lewra em xwedan vê angaştê ne ku ji bo azadiya Rêber Apo, ji Zîlan û Bêrîtanan heta Asya Eli’yan mîrateya ku şehîdên me hîştine teqez bi zaferê ve tacîdar bikin. Emê erkên xwe yên welatparêzî û tekoşîna xwe ya azadiyê mîsoger bigihînin zemînên azad û demokratîk. Carekdin em rojbûna 76. a Rêberê Gelan Rêber Apo li tevahî jinan û gelan pîroz dikin. Wek hêzên YJA-STAR Ji bo demildest em azadiya Rêber Apo ya fîzîkî pêkbînin emê tekoşîna xwe bi awayekî bilintir bidomînin. Ji bo pêkanîna bangawaziya Rêber Apo bi dijwarî li ser xebat û erkên xwe bisekinin. 

Bijî Serok Apo!

Bijî Vîna Azad!

Bijî Civaka Demokratîk!

Jin Jiyan Azadî!  

3’ê Nîsan 2025

FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ YA YJA-STAR