Ji Ragihandin û Raya Giştî Re:
Rêber Apo beriya 52 salan li Bendava Çubukê di rojekî Newrozê de destpê meşa xwe ya azadiyê ya bi maratonî kir.
Agirê Newrozê a ku ber bi tefandinê ve diçû ango hema hema tenê xweliyên wê mabûn bi hênaseya Rêber Apo re ji nûve pêtên xwe yên vejînê pêxist.
Di salên 80 û 90’î de ji bo ev agir neyê tefandin gelek giyanan bedena xwe kirin sotemeniya agirê Newrozê. Ji çalakiya Kawayê Hemdem Mazlum Doxan heta Zekiye Alkan, Rehşan Demîrel û Sema Yûceyan gelek keç û xortên Kurdan bi bedena xwe nehîştin agirê Newrozê bitefê û bi fedaîtî ev agir gûr û geş kirin. Ev 52 sal, bi berxwedana agirê Newrozê ve derbas bû. Dehaqên hemdem ji bo vî agirî bitefînin tevahî hêza xwe seferber kiribin jî vê carê qudreta wan a serxistinê li beramberî vîna gelan pir lewaz û belengaz ma û dimîne. Di vî warî de hemleya Dehaqên hemdem ya herî mezin komploya navnetewî jî nekarî vî agirî bitefîne. Berovajiya vê yekê bi çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ ve agirê Newrozê bi bedenên keç û xortên leheng ve di nava germahiya xwe de herî zêde jî dijminê xwe şewitandin. Herî dawî sala 2019’an de li beramberî tecrîta girankirî a li ser vîna gelê Kurd Rêber Apo, Zûlkûf Gezen bû fedaiyek şopdar û hişt ku ev agirê rûmetê bêsekin pêt bide. Ji Newroza 1973’an û vir ve her Newrozek bû vejîn, her Newrozek ji hêla vîna azad ve bû avdayîna polayê. Lewra vê berxwedaniya Newrozê rûmeta me ya netewî zindî û payîdar kir. Gelê Kurd bi taybetî jî jina Kurd xwe herî zêde jî di Newrozan de bi nasname kir. Qad bi cil û bergên netewî hatin xemilandin, govendên me bi qandî ku tevahiya gelan û tevahiya mirovên azadixwaz di nava xwede bigire mezin û fereh bûn. Ji heybeta yekitiya gelan erd û erş hêjiya, yên dijber ji tirsa cirifiyan. Partiya me PKK a ku gewdebûna felsefeya Rêber Apo îfade dike, bi tekoşîna xwe ya erjeng û berdêlên giranbiha ve bû tevgerekî Newrozê, cejna gelê Kurdistanî ji nûve zindî û jîndar kir. Artêşa me YJA-STAR jî xwe li ser hîmê birdoziya Rêber Apo bi tevger kir û bi salên dûr û dirêje bi coşa Newrozê ve li berpirsiyariyên xwe yên rizgariya netewî û zayendî ve radibe. Vejîna jina Kurd ya ku li qadên Newrozê pir eşkere rû dide herî zêde jî bi tekoşeriya şehîdên me yên artêşa Star ve pêkan bûye. Lewra jî ev Newroz heman demî de pîrozbahiya serkeftina wan lehengên nemir in jî. Rêber Apo îro carek din û bi awayekî hîn bi biryar mûdaxaleya vê çerxa stewr a di navbera dewlet û gelan de tê jiyîn dike. Bi vê helwesta xwere Rêber Apo pêngava, pêkanîna cejnekî nû a gelan an jî bi coştir û xurtir kirina cejna Newrozê, diavêje. Îro Newroz, bi silavên Rêber Apo re mizginiya azadiya gelan tîne. Wekî artêşa Star em heta dawî li pey vê silav, sekin û helwesta Rêbertiya xwe ne. Heya niha têkoşîna me ya çekdarî tenê ji bo hebûn, rûmet û jîndarkirina jinan û gelan bûye. Vê tekoşînê gavên mezin bi jinan û civakan, bi taybetî jî bi jina Kurd daye avêtin. Îro em amadene ku bi awayekî herî çalak beşdarî pêvajoya ku Rêber Apo dayî destpêkirin bibin. Lê belê ger dijmin vê fersanda dîrokî a ku Rêbertiya me diyarkirî bikarneyîne û bikeve nava dek û dolaban, helbet qudreta me ya şerkirinê a niha, ji 30 salên beriya xwe jî xortir e. Tê zanîn ji Zîlan û Bêrîtanan heta Sara, Rûken û Asya’yan em xwedan nirxên gelek giranbiha ên fedaîtiyê ne. Ji bo rûmeta xweya zayendî, netewî û mirovî emê teqez bi biryardarî têbikoşin. Bi ruhê Newrozê re asta xwe ya têkoşînê hîn bilintir bikin û teqez serbikevin. Wekî artêşa Star û tevgera me giştî, heya roja îro me her tim ji bo Newroza gelê me bi dilxweşî, serbilindî û bi rûmet were jiyîn tekoşîn kir û berdêlên giranbûha da. Emê ji vir û şûnde jî teqez bi heman armancî ve tekoşîn û xebata xwe bidomînin. Newroz bi Rêberê Azad, Jina Azad û Civaka Azad re jiyankirin her bûye armanca tekoşîna me. Ne têrker jî be pêkhatina vê dîtin ango nêzbûna vê jî bingehê şa bûn, hêz û coşa me ya Newroza îro ye. Dîsa em di wê baweriyê de ne ku gelê me heya dawiyê bi vê pêngavê re ne û wê di vê Newrozê de jî ji tevahiya qadan vîna gel xwe li derdora silavên watedar û pîroz yên Rêber Apo bike yek dil. Heta ku ev gel li derdora rastiyan yekgirtî bin wê Dehaq newêrin ji cihê xwe bilivin. Ji vî milî ve divê ne tenê rojek her roj bi rihê Newrozê were pêşwazî kirin. Bi vê mebestê em wekî şervan û fermandarên Artêşa Star ku xwe weke fedaiyên xeta Rêber Apo bi nav dikin Newroza sala nû serîde li Rêber Apo, tevahiya malbatên şehîdan, li dayîkên aştiyê, gelê xwe yê welatperwer, bi taybetî jî tevahî hevalên ku îro li zindanan, bi rûmeta xwe li ber xwe didin pîroz dikin. Newroz rûmeta netewiye, rihê serkeftina gelan e! Newroz cejna rizgariya ji zilmê û mayîndekirina jiyana azad e! Newroza nû pîroziya derketina Rêbertî û jiyana nû ye! Bijî Newroz! Bijî Rêber Apo! Jin Jiyan Azadî!
20’ê Adarê 2025
FERMANDARIYA BIRYARGEHA NAVENDÎ A YJA-STAR


