Ji Ragihandin û Raya Giştî Re:

Di bihar û serdema jinan de em 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê tevahiya jinên têkoşer ku bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ve ji çiyayan heta hemû qadan têkoşîna azadiyê bilind dikin, her wiha hemû dayîkên aştiyê ku îro bi banga aştiyê re cihê xwe di refên herî pêş de digrin, pîroz dikin.

Ligel vê, bêrîkirin û hezkirinên xwe yên herî kûr, ji rêhevalê herî rast ya jinan, mîmarê jiyana azad Rêber Apo re dişînin. Bi mebesta vê rojê di şexsê fermandar Nesrîn Bêrî û Axîn Cûdî de tevahiya şehîdên şoreşê yên ku di oxira têkoşîna jiyana azadiye de gihîştine şahadetê, bi hûrmet bibîr tînin, soza pêkanîna xeyalê wan didin. Têkoşîna Jina Kurd ji bo serxistina Paradîgmaya Jiyana Azad, ji şoreşgera mezin Sarayan (Sakîne Cansiz) heta fedaiyên serdemê Asyayan û fermandarên wêrek Axîn û Nesrînan her ku çû mezintir bû û heta serkeftinê jî bi israr ewê bidome. Rêber Apo di vê rêya pîroz de her dem ji me re bû ronahî û hêza têkoşînê. Ligel vê, di 8’ê Adara 2025 an de bi peyamên xwe yên watedar û bi nergîzên bedew yên şandî re cardin nîşan da ku ew rêhevalê herî rast ya jina ye û her dem li gel me ye. Rêber Apo di pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn de bi pêngavekî dîrokî ve ji bo gelan bi taybetî jî ji bo jinan rêya çareseriyeke birûmet û azad wek ronahiya rojê nîşan da û ji bo pêkanîna wê jî kedekî bêhempa raber dike. Lewma em wek Tevgera Azadiya Jin û gerîlayên YJA-Starê bi hêza ku ji ronahiya Rêber Apo digrin ve 8’ê Adara îsal li serê çiyayên xwe yên bilind pêşwazî dikin û kelecana silav girtina ji Rêber Apo dijîn. Ji ber vê em ji her demê xurtir û bibiryarin ku bi Têkoşîna Azadiya Jin ve emê sedsala 21’emîn bikin sedsala jinan, Şoreşa Jin pêkan bikin, hemû qadan bi reng û deng, bi hest û azweriya jina azad ve bixemilînin. Rêber Apo roja ku dest bi Têkoşîna Azadiya gelê Kurd kir û şûnve berpirsiyartiyên herî girîng û baweriyên mezin da Tevgera Azadiya Jin. Lewma jin, li serê çiyayên Kurdistanê di bingeha Birdoziya Rizgariya Jin de bû partî, bû artêş û ji bo tevahiya jinên cîhanê ku di lêgera azadiyê de têdikoşin re bû îlham. Lewra jin ne tenê 8’ê Adarê, berovajî her roj li qadan ji bo azadiyê têdikoşin. Her wiha bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ hêza xwe ya mezin a ku rehên xwe digihîjin serdema xwedawendan, nîşanê pergala mêr-dewlet didin. Ev zelale ku jinên berxwedêr yên ku li hember zîhniyeta serdest yê mêr serî radikin, nirxên civakî diparêzin tirs û xofa herî mezin ya hêzên modernîteya kapîtalîst e. Lewma zelal e ku di têkoşîna azadiyê de jin ji her demê bêhtir xwedî hêz in û nêzî serxistina pêngavên şoreşî ne. Aqlê mêr-dewlet ku hemû qadên jiyanê de hebûna jin nas nake, tine dihesibîne, bi modernîteya kapîtalîzmê êrîşê hemû nirxên wê dike ewê di sedsala 21’emîn de bi têkoşîna hevgirtî ya jinan ve têkçûna xwe ya dîrokî jiyan bike. Her wiha jinên çiyayî yên ku di şopa fermandar Zîlan û Berîtanan de şer dikin pêşengtiya vê têkoşînê dikin. Têkoşîna azadiya jin ya ku ji gelek pêvajoyên giran derbas bûye, tecrûbe û danehevên girîng ji bo şoreşa jin ava kiriye, esas mîmara vê jî Rêber Apo ye û hêza utopyayên azadiyê di me jinan de pêş dixe. Rêber Apo got ‘Heta ku têkoşîna azadiya jinê neyê serxistin, têkoşîna sosyalîzmê, têkoşîna demokrasî û azadiyê nagihîjê serkeftinê.’ Lewma di vê serdema dîrokî de ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li tevahiya cîhanê deng vedayî de em ji her demî bêhtir nêzî azadiyê ne. Em baş dizanin ku encax bi bilind kirina têkoşînê û bi serkeftinekî mayînde em dikarin projeya Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û ava kirina Civaka Demokratîk bigihînin zaferê. Em wek gerîlayên jin hebûna xwe, hêza xwe û serkeftina têkoşîna xwe di Rêber Apo de dibînin. Ne tenê em, herkesî ku serî de li Kurdistanê û hemû cihanê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind dikin hêviyên azadiyê di paradîgmaya Rêber Apo ya ku di bingeha azadiya jin de Civaka Demokratîk dike armanc de dibînin. Ji ber vê jî bi mezin kirina Têkoşîna Azadiya Jin ve çareseriya demokratîk jî pêkan dibe. Ev jî nîşan dide ku rêhevalê herî xurt ya jinan her wiha çavkaniya hêza me Rêber Apo ye. Rêber Apo dibêje ‘Jin bi qasî ku çarenûsa şer jî aştiyê jî diyar bikin divê xurt bin.’ Ji bo vê yekê em wek Yekîneyên Star ji bo serkeftina ‘Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk’ erk û berpirsiyartiyên xwe pêk bînin. Heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêkan bikin emê bi hêza felsefeya ‘Jin jiyan Azadî’ ve têkoşîna xwe bilindtir bikin. Divê ne tenê 8’ê Adarê hemû rojan de hêza jinan a yekbûyî were xurt kirin. Em wek milîtanên Rêber Apo, bi xurtkirina rêxistinbûna xwe, bi kûr kirina têkoşîna birdozî ve jiyana azad bi dest bixin. Lewra di van demên dîrokî de em dizanin ku berpirsiyartî û erkên herî girîng jî li ser milê me jina ye. Serî de di bingeha parastina cewherî de ji bo serxistina Şoreşa Jin û ava kirina civaka demokratîk emê têkoşîneke piralî bimeşînin, bi zanebûnekî dîrokî ve erkên pêş xwe bicîh bînin. Em bawerin teqez bigihîn azadiyê. Ji ber ku ji rêzeçiyayên Zagrosan heta hemû cîhanê deng û rengê jinan, wêrekiya jinan pergala mêr dewlet dihejîne, cewhera xwedawend dayîk nûjen dike. Ev ji nûve vejîna jina azad e. Mîmara destkeftiya jinan jî Rêber Apo ye. Her roja diçe Felsefeya Jiyana Azad yê Rêber Apo zêdetir gerdûnî dibe û binketina dîrokî ya zihniyeta serdest ya zilam her wiha hêzên komploger, radixe berçevan. Êdî ti tiştekî ku jin winda bike nîne berovajî azadiya ku divê were serxistin heye. Lewma serkeftina jin ewê bibe serkeftina Civaka Demokratîk û aştiyeke mayînde. Em wek YJA-STAR heta dawî di serketina jiyana azad de bi israr bin û heta ku bi Rêber Apo re hevdîtinên azad pêk bînin, heta ku jiyana birûmet û demokratîk ya gelê xwe pêkan bikin bi biryardariyekî mezin têkoşîna xwe bilind bikin. Emê bi fermanên Rêber Apo re jiyana azad ava bikin, di serdemekî nû ya têkoşînê de wek Sarayan, Delalan, Leylayan pêşengtiyê bikin. Di vê bingehê de em carekî din roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li hemû rêhevalên xwe yên jin û tevahiya jinan pîroz dikin.

-Bijî Rêber Apo 

-Bijî Têkoşîna Azadiya Jin 

-Jin Jiyan Azadî 

7’ê Adar 2025

Fermandariya Biryargeha Navendî a YJA-STAR