Ji Bo Raya Giştî û Çapemeniyê;
Di 12. salvegera qetlîama Parîsê a ku bi destên qirêj ve hatî kirin de; serîde em di şexsê şoreşgera serdemê Sakîne Cansiz û her dû jinên tekoşer Leyla Şaylemez û Fîdan Doxan de tevahî şehîdên şoreşê bi rêzdarî bibîrtînin.
Komlogerên ku destên wan di nava vê qetlîamê de cîh girtin lenet dikin û ji bo tolhildana teqez û serkeftina mezin em soza xwe dûbare dikin.
Di sala 2013’yan de li paytexta Fransa Parîsê, bi destê mîta Tirk qetilkirina 3 jinên şoreşger mîna şaxekî ji komploya navnetewî hate pêkanîn. Serî de, di nava van 12 salan de ji her aliyê ve bêdeng mayîn û hesap nepirsîna vê qetlîamê de Dewleta Fransa erka xwe pêk neaniye û hevkariya vê qetlîamê kiriye, ev ji hêla gelan û jinên cîhanê ve eşkere ye. Lewma ev çavgirtin û hevkariya Fransa rê li ber qetlîama dûyemîn a Parîsê jî vekiriye, Dewleta Fransa ji bo li beramberî dîrokê nekeve statûya tewanbaran neçare ku van qetlîaman ji her hêlê ve zelal bike û ji kiryaran hesap bipirse. Hedef girtina her sê jinên leheng û şoreşger di navenda Parîsê de kiryarekî ji xweber nîne û encamê komployekî demdirêj li ser hatî ponijîn e. Sakîne Cansiz (Sara) yek ji hevalên destpêkê ya Rêber Apo bû ku heta şehadeta xwe jî her kêliya jiyana xwede ji bo felsefeya Rêber Apo şer kir, tekoşînek encamgir meşand. Sara, her roja ku derbas bû ji hêla jinên cîhanê ve jî hat nasîn û weke pêşenga şoreşa jinê hat qebûl kirin. Di operasyona şereşgerî a 2018’yan de bi navê Sakîne Cansiz de kujer û armanca komployê bi tomaran hat deşîfrekirin. Ev qetlîam wekî şaxekî ya komploya navnetewî bi destê Mît a Tirk û hevkariya hêzên navnetewî de hat pêkanîn. Bi komkujiya Parîsê re xwestin derbeyek mezin li Tevgera Azadiya Kurdistanê û Tevgera Azadiya Jinên Şoreşger bidin. Xwestin tecrîda li ser Rêber Apo zêde bikin û ji bo vê pêşengên tevgerê kirin hedef. Lê belê ev kiryar ku di 14. Salvegera komploya navnetewî de hatî pêkanîn jî negihîşt armanca xwe û vala hat derxistin. Sara, Ronahî û Rojbîn; wekî 3 jinên Kurd ên bi xebatên xwe yên şoreşgerî ji jinên cîhanê re pêşengî kirin û gihiştina wê ya serkeftinê mîsoger kirin. Sara, Ronahî û Rojbîn bi qandî ku di tekoşîna azadiya Kurd de wê her tim bên bîranîn ewqas jî ji hêla şoreşa cîhanî a jinan ve jî xwedî bîranîn bin û ti car sekin, tekoşîn û keda wan nayê jibîr kirin. Şehît Sara bi jiyan, xebat û şehadeta xwe bû nîşan û hêvênê tekoşîna tevahî jinên cîhanê. Tekoşîna jina Kurd a di nava tevgera Apoyî de bi tevlîbûna Sakîne Cansiz ango Sara ve gava xwe ya yekem avêt. Sakîne Cansiz ji qadroyên yekem ên ku ji gavên destpêk ên derketina Rêber Apo re bûyî heval, ya ku yekem bi fikr û ramana Apoyî bawerî anî, ya ku xwe bi awayek bê hesap avêtî agirên herî sotîner ên Şoreşê ye. Heval Sara ew jina singa xwe ji tevahî zehmetî û êşên destpêkê re vekirî ye. Ew di nava gelek agiran re derbas bû û ji her tofanekî bi eniyek vekirî derket. Ew di damezrandina PKK de amade bû, ew di avakirina yekemîn partiya jin YJWK de hebû, ew di nava gavên destpêkê a Artêşa Star de li ser xebat bû. Ew di nava zilma Zindana Amedê a ku ketî dîroka tarîtiyê de ya ku tifî rûçikê celladan kirî bû. Jiyana Sakîne Cansiz xulaseya şerê rûmetê ye. Ewê ji roja ewil ve rengê jinê tevlî tevgera Apoyî kir û ji lêhûrbûnên Rêber Apo yên derbarê azadiya jinê re bû çavkaniya îlhamê. Li kêleka Heval Sara hedefkirina her dû jinên leheng û şoreşger, nîşan dide pergala ku bi aqlê mêr dewletê dixebite li hember xeta jina azad bê tehemmûl e. Rêheval Ronahî û Rojbîn dû jinên şoreşger ên ku di xeta Sara de xwe tevlî şoreşgeriyê kiribûn û heta şehadeta xwe jî li ser vê xetê meşiyan. Di 3. Salvegera komkujiya Parîsê de heman kujeran li Silopya Sêvê, Pakîze û Fatma qetilkirin. Ji ber sekna jina azadîxwaz, serbixwe û ji xwe bawer derba herî mezin a li dilê faşîzmê dikeve ye, hedef girtina jinan her berdewam kir. Dîsa ber bi salvegera 9. a komkojiya Parîsê ve, destên komploger bi qetilkirina Rêheval Evîn Goyî û 2 hevalên wê re xwestin carekdin peyama ‘komplo hîn di devrê de ye’ bidin. Lê em wekî Artêşa Star dubare dibêjin ku komplo serneket û wê ti car negihêje armanca xwe. Mîna sala derbasbûyî de di çiyayên Kurdistanê de berxwedanên destanî ên di şexsê jinên wekî Berîtan Nurhaq Çiya, Berwar Dêrsîm, Axîn Gabar, Sara Tolhildanan de ewê sala 2025 an de jî Sarabûyîn û bi Sarabûyînê zafer bidest xistin berdewam bike. Ne tenê di çiyayên Kurdistanê de û di şervanên YJA-STAR’ê de, sekna Sara di tevahî jinên şerker, tekoşer, tevahî jinên Kurd, Erep û gelên Rojhilata Navîn û cîhanê de xwe zindî dike. Bi taybetî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ji şehîdên 13 salan hetanî şehîdên dawî, di şexsê jinên wêrek; Cîhan Bîlgîn, Bêrîtan Şoreş, Ronahî Yekta, Jînda Botanan de sekna Sara jîndar û domdar e. Em wekî artêşa Star hemû dilsozîya xwe ji xeta jina tekoşer Sara ve diyar dikin ku heta zaferê wê ji pergala qirker tolhilanîn berdewam bike û têkoşîna azadiya jin bigihîje serkeftinê.
9’ê Çileya 2025
Fermandariya Biryargeha Navendî Ya YJA-STAR


