Dema rûyê ezman di rûyê deryayê de xwe temaşe dike, Stêrk bawer dikin ku bi rûyê deryayê re ezmanek nû çêbûye.

Di demên kevnar de, behsa hebûna xwedawendên ku ji stêrkan hatine afirandin, tê kirin. Her ku stêrk dibiriqin, lêdana dilê gerdûnê zêde dibe û derya bi ronahiya stêrkê pêl dide. Ev yekîtiya stêrk û deryayê heta hebûna bêdawî ya ronahiyê berdewam dike. Û Stêrk ne tenê bi deryayê, bi hemû bedewiyên gerdûnê re dibe yek. Wateya min, ango wateya Stêrk, ev e. Serpêhatiya min a jiyanê ya ku ji asîmanan ber bi erdê ve û ji erdê dîsa ber bi asîmanên şîn ve berdewam dike. Carinan li Navserê Cûdî, carinan jî di nav kulîlkên rengîn ên Çarçellayê de bê sekinîn berdewam kir serpêhatiya min a jiyanê. Çawa ku gerdûn bi enerjiya rojê zindî dibe û nû dibe, ez jî bi bedewiyên Çarçella, Cûdî û bi lehengên wê re evîna jiyanê hê bêtir mezin dikim. Bi vî awayî wê dîrok, jiyana kesên ku ewqas jiyanê hez dikin ku ji bo wê bimirin, wê bêwestan binivîse. Ji ber vê yekê ez her tim difikirim ku dîrok dengek an jî qêrînek e.

Jiyana tije berxwedan a evîndara welat Sara, ji zindana Amedê gihîşte çiya, derya û gerdûnê. Dîrok ji Sara derbas nebû, Hevala Sara bû dîrok. Her jineke Kurd, ji bo ku xwedî jiyaneke mîna Hevala Sara be, dest bi lêgerîna bêdawî ya wateyê kir. Min jî bi dilopekê di nav okyanûsê de dest pê kir û ez bawer dikim ku ez ê mîna Hevala Sara li hember pêlan bisekinim. Ji ber vê yekê Rêbertiya me ya ku me bi okyanûsan ve tîne cem hev, mîna xwîna di damaran de, di mejî û dilê me de nûbûnekê bi berdewamî dide me. Ev, divê gihîştina heqîqeta evînê be. Ji gihîştina jiyanek ku tevahiya gerdûnê zindî dike, çi dikare hê bêtir hêvîdar be? Ew, ava ku li axên hişk jiyanê dide û me jî xwe berda herikandina avê. Ey mirovê mezin; ez lêgerek im û tu menzila ku ez dixwazim bigihîjimê yî.

PKK, mîna okyanûsekê, di nav herikandineke berdewam de ye û ez jî bûm beşek ji vê herikînê û min hewl da ku ez bersiva lêgerînên xwe di Rêbertî û PKK’ê de bibînim. Ev yek di min de coş û heyecaneke mezin çêdike. Ez dikarim hîs bikim ku ez xwe ji nû ve diafirînim. Bi kurtasî, jiyana nû û civakîbûna ku bi PKK’ê re hatiye afirandin û pêşketina li ser nirxên afirandî, wê me bigihîne wateya evînê. Ez jî di her kêliya ku di nava PKK’ê de têdikoşim, di nava hewldana gihîştina vê evînê de bûm. Bêguman ji bo vê yekê divê pêşî dil were dayîn. Min jî dilê xwe da heqîqeta Rêbertiyê. Azadî ji bo min ev e. Ango di serî de bi feda kirina xwe, di ruh û ramanê de gihîştina Rêbertiyê ye. Bi rastî jî, yekbûna bi hemû rengên xwezayê re ye. Her kêliya ku ez li çiyayan nefes digirim, dema ku ez axê hîs dikim û digihîjim wateya bedewiyê, ew kêliya ku ez xwe azad hîs dikim e. Carinan dema ez dest didim axê, dema ez li çûkên li ser pelên daran guhdarî dikim, dema ez di bin ronahiya stêrkan de dimeşim, di rastiyê de dema ku ez li çiyayên Kurdistanê şahidî hemû rengên gerdûnê dikim, ez dikarim hîs bikim ku ez ji taybetmendiyên ku sîstemê di min de afirandine, paqij dibim. Bi felsefeyek jiyanê a ku min dike ez re meşandin û nesekinandin pir bi kelecan e.

'Rêwîtiyên Dîrokî yên Gerîla'

Ji ber ku her kêliya jiyana gerîla tije wate ye, her kareyek ji jiyanê bi bîranînên nayên jibîrkirin zindî dibe, dibe dîrok. Ji ber ku em bi têkoşînê, bêyî ku em li xwe bifikirin, ji bo xeyalên azadiyê yên gelekî dijîn em jiyanê tijî tijî dijîn. Li ser pişta me çenteyên me, di destên me de çekên me, di dilê me de hêviya jiyana azad, di tariya şevê de dimeşin, em dibin hevparên sirên çiyê. Çiya sirên xwe tenê bi gerîla re parve dike. Herî zêde jî, min ev rastî li ser axên efsûnî yên Çarçellayê hîs kir. Dema ku em li Çarçellayê bûn, em di bin stêrkan de diçûn ser erkê, dema ku em digihîştin lûtkeyê, xwêdana ku ji eniya me diherikî bi axê re tevlihev dibû, bi bayê ku dihat hinekî sar dibûn û ji bo ku em tehma lûtkeyan bigirin, me kûr kûr nefes distandin, me tehma wan çend deqîqeyan tu carî ji bîr nedikir û me rêya xwe dida berdewamkirin. Rêwîtiyên dirêj hînker bûn, û her wiha tije bîranîn bûn ku her tim di dilê me de şop dihêlin. Di dema pratîka xwe ya li Çarçellayê de, me bi her hevalî re rêwîtiyên bêhempa jiyan kirin. Di dawiya her rêwîtiyekê de, dema ku em hemû diwestiyan me stêrkan temaşe dikirin û hewl didan razên, Heval Dîren li ber serê min, bi kenê xwe yê bedew bangî min dikir; "Were, strana me bêje, tariya şevê wê bi te re hevaltî bike" digot. Paşê me strana 'Lêlê Dînê' digot. Niha her ku ez vê stranê dibêjim, carekê jî ji bo wê ango ji bo heval Dîren dibêjim. Hevalên ku li çiyayên Zagrosê mane, ji ber şert û mercên zehmet, ked û fedakariyeke mezin nîşan didin. An bi bidonan li ser pişta me yan jî bi qeteran av tê kişandin, an jî bi ava ku di biharê de bi helandina berfê tê komkirin, pêwîstî têne pêşwazîkirin. Li ser girên wiha stratejîk û bilind, bi rastî jî bi ked, fedakarî û berxwedaneke mezin, bi wate meşandina ser her erkî felsefeya jiyana gerîla ye. Di her pîşeya Zagrosan de, cîhana manewî ya mirov hê bêtir xurt dibe. Bi taybetî jî dema ku mirov ji bedewiyên Çarçellayê tahm dikî, baweriya te ya ku tu yê zehmetiyê bi ser bixî, bes e ku rêya serkeftinê ronî bike.

 

'Ez Diçim Botanê Da Ku Bibim Stêrk'

Çûna meşa azadiyê, ji wateya hebûna min re wateyê lê zêde dike. Bi rastî jî, danasîna meşa ku dê ber bi Botanê ve dest pê bike, wekî meşa ber bi Rêbertiyê, azadiyê û koka xwe ve, dibe ku ji bo vegotina koka xeyalên min destpêkek be. Ez dizanim ku di vê rê de wê zehmetî hebin. Lê ji dema ku min jiyana şoreşgerî hilbijart, min soz da ku çi dibe bila bibe, ez ê tu carî dest ji têkoşînê bernedim. Ji bo ku ez vê soza xwe ya ku min da Rêbertiyê û gelê xwe bi cih bînim, ez her dem meşiyam û qet nesekinîm. Dema ku dem bi berxwedanê diherikî, ez her tim li ser xwe xebitîm da ku bibim parçeyek jê. Ez dizanim, her ku ez di lêgerîna heqîqetê de kûr dibim, ez ê bedewtir bibim, ez ê azad bibim û her ku ez azad bibim, ez ê vegera li kokê pêk bînim. Jixwe kok ax e, di her çiyayekî bereketa welatê me de ye. Wekî jineke ku dixwaze di her bihostek Botanê de azad bibe, ez bawer dikim ku lêgerînên min wê bê sînor xurt bibin û bi vî awayî ez ê bigihîjim hêza derbaskirina hemû zehmetiyan. Ji bo ku ez rojek din jî li hemberî dijmin bijîm û serkeftinê bi dest bixim, ez diçim Botanê. Ev yek di min de heyecaneke mezin çêdike. Bi vê baweriyê ez ê herim ser dijmin. Ev meş meşa heqîqetê ye. Ji ber vê yekê, ji bo ku em bi heqîqetê re yek bibin, divê em bigihîjin rastiya xwe ya ku di kûrahiyên dîrokê de veşartî ye, bi vî awayî yên ku hatine xeyalkirin dikarin pêk werin. Çawa ku têkoşîna me ya azadiya jinê, bi agirê azadiyê yê ku Zîlan, Berîtan û Sema dadane, zîhniyeta mêr a desthilatdar şewitandiye û bi hêza xwe, bi têkoşîna xwe ya bê westan a bi hezkirina jinê re, sembolên berxwedana me bûne sedemên jiyana me, em jî wekî şopdarên wan, em ê meşala azadiyê hê bêtir geş bikin. Botan; cihên ku Delal û Azê destanên berxwedanê lê nivîsîne, êrîşên dijmin têrê nakin ku hêviya ku li van axan şîn bûye tune bikin, ji ber ku em bi çîrokên lehengiyê yên Adil û Nûda mezin bûn. Niha em li ser şopa fermandar Delal ber bi serkeftinê ve dimeşin. Em ê baweriya PKK’ê û şervanên wê ya bi serkeftinê re bi şerekî mezin nîşanî her kesî bidin. Her gerîlayek ji bo ku felsefeya jiyana azad bi pratîk bike, di serî de hebûna xwe ji bo doza gelê xwe ya rast feda dike. Û em şervanên ku ji bo sibeheke azad her tiştî didin ber çavanin.