Her ku roj derbas dibe, girêdana mirov bi hevrêtiyê re hê bêtir zêde dibe. Tevlîbûna bi fedakariyeke mezin a hevrêyan, tevî ewqas zêde kar, mirov bi kûrahî bandor dike. Her ku roj diçe, hêza fêmkirinê zêde dibe.
Tevlîbûna ku li hemberî hemû zehmetiyan heye, moralê dide mirov. Dema moralê hevalekî bikeve, bandoreke mezin li ser min çêdibe. Ez her dem difikirim ku ez di aliyekî de kêm mam. Hezkirina dilê min, roj tên û diçin. Hinek kêliyan, rojan û bîranînan, mirov nikare ji bîr bike. Di wê rojê de xemgînî, şahî, hesret min dorpêç dikin. Ez her tiştî wek duh tînim bîra xwe. Jiyan, nahêle hinek tişt were ji bîr kirin. Heger bide jibîr kirin jî, mirov bi şopa wê hewcedarî bi bîranîna wê dibîne. Mirov her demsalê bi rengekî tîne bîra xwe. Bihar jî wisa ye, bi dîmenên xwe yên tije şahî, bi bedewiya xwe, bi keskatiya xwe, bi firehbûn û rehetî, bi heyecana pratîkê û bi coş hesreta xwe tîne bîra xwe. Rengê biharê dilê min, dîmen û hevalan dorpêç kirine. Çûk ber bi hêlînên xwe yên kevn ve difirin, kulîlkên biharê bîna rengan dane xwezayê. Her ku bîna wan dikişînî, tu dixwazî bêtir bikişînî hundirê xwe. Her wiha di jiyana her gerîlayekî de, daxwaz û armancên her gerîlayekî yên pratîkî, bi taybetî hêvî û şahiya çûyîna bakur, min dorpêç kiriye. Êdî pêdivî ye ku em bibin bersiv, tiştên ku pêwîste were kirin çibin jî, em di qonaxeke wisa de ne ku lazime ew pêwîstî werin bi cih anîn. Em her dem xeyala sibeheke azad dikin ku em bibin bersiv ji Rêbertiya xwe, ji gelê xwe, ji dayikên me yên ku her roj hêsir dirijînin, ji hevrêyên ku têkoşîna xwe emanetî me kirine û çûne şehadetê. Û niha, ango îro an sibe, berî ku dem derbas bibe, pêwîst e em bersiv bidin. Her tişt diguhere. Demsal, meh, sal... tenê tişta ku naguhere, yê ku hestê dijî û dide jiyîn dimîne...
JI RÊWIYÊN DEMÊ RE
Êdî bihar hat, hewaya mizgîniyê xwe da xwezayê, tu tenê dixwazî li dîmenê temaşe bikî. Tam pêvajoya guhertinê ye. Dahurandina min a takekesî jî nû çêbû. Cara yekem di hawîrdoreke wiha de dahurandina min çêbû. Hemû jî hevalên kevn bûn, rexne pêş ketin, ez dixwazim rast li ser biponijim û kêmasiyên xwe derbas bikim. Îro ez ketim 19 saliya xwe, ez dixwazim vê salê ji xwe re bikim sala guhertinê. Carinan ez pir hestiyar dibim, carinan hêrs dibim, carinan jî kêfxweş dibim. Ez dîsa dixwazim di qadên pratîkî de bi hevalan re bim, lê mirov nikare demê paşde vegerîne. Êdî perwerde hêdî hêdî diqede, ez bi hêvî me, ez herim Cûdî. Ez bawer dikim ku her tişt bi tevlîbûna mirov ve girêdayî ye, heger mirov rast tevlî bibe, dikare derbasî qadên pratîkî bibe. Em gihîştin dawiya akademiyê. Piraniya hevalên me yên li akademiyê derbasî bakur bûn. Pêşniyara min jî li ser vê bingehê bû, lê hevalan diyar kirin ku ji bo min herêmên bakur hîn zû ne û piştî ku ez li qadên din tecrûbeyên leşkerî yên kûrtir bi dest bixînim, wê ev pêşniyara min ji nû ve bê nirxandin. Ez ê herim Zagrosên li Qadên Parastina Medyayê. Ez ê herim da ku hevalên nû, qadên nû, rastiyên nû nas bikim. Ez bi rastî jî Zagrosan pir meraq dikim, ka em binêrin çi li benda min e...
LI ZAGROSAN GERÎLATÎ
Zagros, yek ji qadên herî mezin û kûr ê gerîlayê ye ku tecrûbeyên mezin dide. Ji destpêka têkoşîna çekdarî ya partiya me ya li çiyayan heta niha, bi sedan û bi hezaran gerîla di wan xaçerêkên pîroz re derbas bûne. Wan çiyayan şahidiya gavên bi dehan jinên bedew, bi dehan xortên qehreman kirine. Zagrosan jinên ku bûne Zîlan, xortên ku bûne Egîd nas kirine. Cîlo û Çarçellaya Zagrosan, Avaşîna wê, şahidiya girêdana bi hezaran dilan, şahidiya hêrsa tolhildanê ya dilan kirine. Her rêçikeke wê me digihîne Laşer, kurê wêrek ê Serhedê, her kulîlkeke wê jinên bedew û fermandarên Amedê, Devrîm û Dîcle, tîne bîra me, her gilokeke berfê ya ku li rûyê me dikeve, tîne bîra me ku, tevî hemû zehmetiyan, em hîn bûn ku em bi germahiya hevalan germ bibin.
Zagros çiyayên zehmet in, gerîla ji zehmetiyê hez dike û armanca wê jî bi serxistina zehmetiyê ye. Gerîla, navê bi serxistina zehmetî, ne gengaz, nabe û bêhêvî ye. Ji ber ku di xeta Apoyî de tiştekî ku nayê kirin, nayê gihîştinê yan jî nayê serxistin, tune ye. Jixwe di gerîlatiyê de ev gotin bê watene; 'nayê kirin, nizanim, nabînim'. Ji ber ku gerîla her dem serkeftinê esas digire, ji ber wê jî her gerîlayek ev gotin ji xwe re qedexe kirine. Bûna gerîla, bi taybetî jî bûna gerîlayê Zagrosan, li gorî min tê wateya şansê te heye. Bûna gerîla bi serê xwe rûmet, şeref û serbilindî ye. Tu bi rûmetî û heke tu gerîlayê Zagrosan bî, tubi şensî. Ji ber ku ji her kesî re nesîb nabe ku were Zagrosan. Û ger em hatine Zagrosan jî, pêwîst e em mafê wê bidin. Li ser milê me ye ku em bi her wateyê yekîtiyê bi dest bixin, bi her wateyê xwedî derkevin û di van çiyayên ku bi her wateyê manewiyat lê zêde bûye, li her pîşeya wê xwedî li bîranînên hevrêyên ku xwîn dane derkevin û bibin şopdarên wan. Carinan ez difikirim gelo di van herêmê ku niha li ber çavê min xwiya dikin, kê di wan re derbas bûye, çend kesan ji ava şîfa ya van kanîyan vexwariye, fêkiyên vê baxçeyê di qirika çend kesan derbas bûye û çend kes li vir rûniştine û nivîsîne. Hinekî bi sosrete ne wiha? Îro ez li cihê hevalê ku duh bûm û sibe jî kesek din wê li cihê min be. Kes diguhere, fîzîk diguhere, nav diguhere lê armanc her dem yek dimîne...
Ez li cepheya Avaşîn a Zagrosan im. Ez di qada Sûtune de bi cih bûm, em 4 heval bi hev re dimînin. Praktîka şer a dijwar heye. Di PKK'ê de heval pir bi hev ve girêdayî ne, ji ber ku manewiyateke zêde heye. Lê li qadên ku şer lê zêde ye, ev yek hê bêtir tê jiyankirin. Girêdaneke pir mezin heye. Di PKK'ê de hestên mirov pir dijwarin. Mirov di nava refên PKK'ê de, di çiyayan de hîs dike ku ew çiqasî bi qîmet e. Û mirov di nava evqasî qîmet û evînê de, carinan ji xwe şerm dike. Mirov li hemberî vê qîmetê tenê hewl dide ku layiq bibe. Ji ber ku dixwaze bi dilpakî tevlî vê jiyanê bibe, dixwaze bi dilpakî bi vê jiyana paqij, bi vê doza rast re adapte bibe... Tu tama her hestî digirî, ji gelek rêyan derbas dibî, nemaze girêdana hevrêtiyê ya bi hev re, ne mijara nîqaşê ye. Ev tenê di PKK'ê de heye, fedakirina xwe bêyî ku kêliyekê jî li ber çavê xwe bînî. Ji ber ku felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ev e, fedayîbûn û fedakirin...
Niha ji cihê ku ez rûniştî me û dinivîsim, ez Govendeyê ji serî heta binî dibînim. Govendê bi tevahiya heybeta xwe li pêşberî min disekine. Govendê çend çîrokên wê hene, carinan ez difikirim gelo kîjan rast e lê hemû çîrokên ku min bihîstine ji min re rast tên. Ew çîrok ji rabirdûyê heta îro berdewam kirine, kî dizane heta ku gihîştine vê rojê çawa hatine, ev jî girîng e bêguman. Her ku ez li Govendeyê dinêrim, ez hevalek ku ez pir jê hez dikim tînim bîra xwe. Bîranîn di dilê min û mejiyê min de zindî dibin û mîna şirîteke fîlmê yek yek di ber çavên min re derbas dibin û bêyî ku ez bi xwe zanibim hestiyar dibim. Bila bibe, carinan pêwîst e mirov hestiyar bibe da ku hêrsa tolhildanê tu carî nesekine. Ger ev hêrs bîskekê jî di hundirê min de bisekine, bila çavên min roja din venebin, heger ez hinekî jî dilovaniyê bi dijminê xwe re bikim, bila nan û ava Partiyê li min heram be... Soz be, soz be ku ez ê canê xayînên ku çavên xwe berdane Zagrosan û axa me, ji wan bistînim.
SOZA ME HEYE KU EM Ê VÎ ŞERÎ TEQEZ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ
Wekî ku tê zanîn, em di nava şerekî dijwar de bi dewleta Tirk a bêexlaq re ne. Ji destpêka avabûna partiya me, ango ji destpêka avakirina PKK'ê û têkoşîna me ya çekdarî ve, em her dem di nava şer de bi vê dewleta bê sînor re ne. Herçend di demên cuda de bi navê pêvajoya aştiyê biryara bêçalakiyê hatibe girtin jî, ev yek encamên erênî bi xwe re neanî û biryarên di asta ku me dixwest de nehatin girtin. Yanî şerê me bi van Tirkan re tu carî bi dawî nebû û heta ku em bigihîjin azadiya xwe, Rêbertiya xwe azad bikin, zindanan vala bikin û bigihîjin wê kêliyê ku em di Kurdistana Azad de bi Rêbertiya Azad re werin cem hev, ev şerê me wê ne bisekine û ne jî raweste. Ji ber ku ez dizanim ku vê carê ya dawîn e, ev şer wê encamgir be. Soza me heye ku em ê vî şerî teqez bigihînin serkeftinê. Û em wek gerîlayên azadiyê, heta ku em vê serkeftinê bi dest nexin, em ê dest ji vê dozê bernedin. Êdî dayikên me nagirîn, zarok wê bi azadî di van axan de bilîzin. Em ê Kurdistana azad ku hesreta şehîdên me ye, ji wan re diyarî bikin. Ji bo me awayekî din ê jiyanê tune ye!


