RêberApo bi nirxandina xwe ya‘‘Netew-dewlet tenê di asta yek tîpkirina însan de namîne; di hemû yekparebûna civakî de zîhniyet û hestên yek tîp pêş dixe” me şervanên azadiyê di qalibên fikir û hest yên yek tîp de yên weke qalib, jiberkirin, amadebûn, hest û zîhniyeta tê xwestin de hişyar dike. Netew-dewlet; yên normal ne normal, an jî ne asayî dike. Em di kîjan dewleta netew de, di kîjan dibistan û bajarên van dewletên netew de jiyan bikin, li ser me jî ev hest û fikra netew dewletan tê pêkanîn. Di roja îro de hêrs û kîna me ya li hember dijmin, êşa ku em bi qetlîamên dijmin yên li ser gelê me didin meşandin jiyan dikin, hestên me yên welatparêziyê, heskirina me ji Rêbertiyê re, hestên dostanî an jî evîna ku em ji bo însanekî dijîn em tam nikarin polîtîk bikin. Ji ber tesîra wê cîhana hest û zîhniyeta yek tîp li ser me pir zêde ye em nikarin polîtîk bikin. Jiyanê, ev aliyên weke nebe nabeye ji me re bexişandine. Lê çima em ji van hestên xwe yên didin fetisandin nikarin rizgar bibin. Em çima nikarin wê hêza di genên me de heye bi zekaya hestiyar re naxebitînin û li ser polîtîkaya xwe bikar naynin? Di cîhana hest û zîhna me de çi hatiye kêmkirin, çi hatine dizîn, an jî çi hatine çewtkirin ku em nikarin têkiliya hest–polîtîkayê rast pêşbixin? Civaka Kurd civaka hatiye bindestkirinê ye. Bi ziman û çanda xwe di bin helandin û bişavtina wehşî de hertim hatiye hiştin û hîn jî ev êrîş berdewam in. Weke endamê civaka hatiye bindest kirin cîhana me ya hestan çawa ye? Ji civaka tê bindestkirin re kî û kîjan hestan, bi kîjan rêyan didin qezenckirin. Ev hest çiqas yê me ne, çiqas yên hebûna me ya civakî ne, çiqas bi çanda me ya cewherî re eleqedar in, di nava çanda me de çiqas binirx in? Li ser civakên bindest hestên cûda tên dextkirin. Ev li ser van civakan, li ser çanda civakî û biyanîbûna ji qedera xwe çiqas bandor dikin. Di cîhana hest û fikir ya çîn, cîns û gelên bindest de ya serwer çiye? Di van mijaran de gelek pirs hene lê em nikarin hemûyan binivîsin. Lê wek kurte pirsên ku bindest ji xwe bikin û bi van pirs-bersivan bikevin ferqa hestên xwe, bikevin ferqa xwe gelek girîng e. Rêber APO dibêje; ‘‘Di wateya teng de çand kevneşopiya civakî ya zîhnî û heqîqeta hestiyar destnîşan dike”. Piştî ku çanda me ya civakî di helandinan re derbas bû, ma gelo heqîqeta me ya hestiyar çawa bû? Em bi hêrs û kîn in? Bi hestên tolhildanê hatine avakirin? Em bi hêrsin? Bi heskirinê dagirtîne? Hesûdin? Em dikarin gelek pirsên wiha ji xwe bikin. Em tirsonekin? Wêrekin? Fedakarin? Ya herî girîng jî kîjan ji vana heqîqeta hestê me ye? Gelek civakên bindest yên weke me, bi awayeke sîstematik dibin bêrehmiya pergalê de dimînin û hestên xwe yên xwebûnê jibîr dikin. Mesela di kesê dema civaka xwezayî de taybetmendiya jixwe bêbawerbûnê tine ye. Di dema jina xwedavend de, jin bi qasî ku di qada Xwedawendî de werin dîtin hatine bilind kirin û xwedî hêzin, di wir de bêbawerî tine ye. Lê di roja me de di hemû kesayetên bindest de bêbawerî heye. Ev hest di wan demên asîmîlekirin û tinekirina bêrehm de hatiye pêşxistin, bi hedef û bi zanebûn hatiye înşa kirin. Heya niha jî di nava civaka me de, heye. Jina zêde bi xwe bawer hinek nerehetiyan jî pêş dixe. An jî li hemberî jina jixwe bawer nerehetî jiyan dibin. Xwe dirêjî hinek tiştan dike, hîssê zêdebûnê bi piraniyan re dide hîskirin. Lê tu tişt bi qasî baweriya jin bixwe re ne asayî û xwezayî ye. Di nava wan hestên bindestan de gelek ji van hestên xweşik û bilind hatine kêmkirin û tinekirin. Hatine dizîn, xesb kirin û xerakirin. Di encam de bindest jî di naskirin û pênasekirina hestên xwe de, di ketina ferqa xwe de, van hestên xwe birêxistinkirinê de girtî mane. Teng mane. Nikarin van hestan rakin ser piya û serhildanan. Girtîbûna di ziman de, di rastiya xwe de girtîbûna di van hestan de ye. Girtîbûna ziman, rastiyê encama vê tevliheviyê ye. Rêber APO vê heqîqetê di paraznameyên xwe de bi awayeke eşkere biziman dike. “Ziman bixwe berheva aqil û hestên civakî ya zîhnî, etîk û estetîke; hebûna watekirina hestan û derxistina van zanebûnê ye, nasnameya vê û hebûna kêliyê ye. Civaka ku bi ziman bûye tê wateya civaka xwedî sedemên bihêz yên jiyanê. Asta pêşketina ziman bi asta pêşketina jiyanê re girêdayî ye.” Ji hestên xwe şermkirin, biyanîbûbuna ji hestan, rêya hestên bi tendurustî ku rê didin jiyanê venekirin, ew bi rêxistin nekirin, biçûk û lewaz mayîna hestan, li hemberî hestan cehalet û korahiya heyî hemû taybetmendiyên ku pergala kapîtalîst dane pêşxistin û bi awayê derûnî didin meşandinê ne. Di encama vê înşaya taybetmendiyên kapîtalîzmê de em hestên xwe bi hêz penase nakin û jiyan nakin. Bi taybet jî xwe bê nirx dîtin, kompleksa biçûk dîtinê, zêde bi fikar û halê ruhî ya bêbawerî di dibistanên pergala fermî, biryargehên leşkerî, huner, werzîş, seks de wek kiryarên polîtîk bi zanebûn tên avakirin, sazkirin û pêşxistin. Ev sazî çawa hatine pêşxistin? Rêber APO pêşxistina van sazîbûnan wiha destnîşan dike: “Taybetmendiya duyem ya zîhniyeta me bi qasî berfirehiya aliyê nerm û famkirinên rast ji şaş famkirina re jî rê dide vekirin. Li ser bingehê vê taybetmendiyê di tora hest û dextê de dibe ku hest di her kêliyê de ji rê derbikeve. Ji ber vê sedemê bi rêbazên dext û êşkenceyan û bi van mekanîzmayan hest tên nêçîrkirin û xapandinê an jî berbi rêyên şaş ve tên herikandin. Bi rêbazê mistek polîtîkayên şaş ev tên bikaranîn. Ew dext û zilma hiyerarşik ya bi hezaran salan ji aliyê sazûmaniya dewletê ve ku li ser însan hatiye ferzkirin tesîrên muezzam ava kiriye, hema hema avaniya zîhniyetek li gor xwe saz kiriye. Gelek caran hatiye dîtin ku bi xelatan jî zîhn tê nêçîrkirin… Ew hestên însan yên bilind û bilind dikin, xweşik dikin, aştiyane yên ku misyona hûnera civakî dikin, ji aliyê vê zîhniyeta dijber ve tam berovajiya vê tên xebitandin. Hêrsa qezenca zêde û navê hestê vê îhtîras jî hestên xweşikî, aştî û bilindiyê dagir dike, îstîsmar dike. Ev îstîsmar wek huner tê destnîşan kirin. Her însan ji bo gîhandina wê xelata hatiye pêşkêş kirin bi dest bixe, weke di pêşbirka hespan de bibezin, tên bezandin. Terzê jiyana ku ji aliyê tu zindiyê ve neyê pejirandin mijara gotinê ye. Nexweşiya penceşêrê jî çavkaniya xwe ji vî terzî digire.” Gelek hestên ku em dibêjin bi temamî hestên me ne, taybetmendiyên me yên cewherî ne di rastiyê de hestên ku ji aliyê pergalê ve bi hezaran salan bi me re dayîne qezenc kirin û bi hostane dide rêvebirinê ne. Van hestan di xizmeta xwe de bikar tîne. Di vê wateyê de weke însanê di nava pergalê de jiyan dike, an jî bi pergalê re yek bûyînê, divê bi vê taybetmendiyê re girêdayî were famkirin. Ne derbaskirina vê rewşê bi cîhana zîhnî û hestên ku pergalê dayîne avakirinê re girêdayî ye. Dema di zihniyetê de pergal neyê derbas kirin, di xefkên pergalê de sekinî bimîne û xwe ne gihîne heqîqeta xwe, ew kes li kuderê be û çawa jiyan bike jî cardin dibin venêrîna pergalê de ye. Hayê pergalê ji vê kesayetê heye. Dizane ku ev kes ji bo wan dixebite. Heman rewş ji bo hestan jî derbasdare. Bi dibistan, sazî, dezgehên leşkerî, bi qada spor û hunerî bi saziya malbatgeriyê van hestan bi kesayet re dide qezenckirin, daqûrtandin û li gor vê kesayet binav dike, tedbîrên wê jî digire. Ji ber dizane ew kes wê çawa tevbigere, çawa bertek nîşan bide, çawa rabe ser piyan, li hemberî çi wek miriya bi sekine. Ev hemû berhemên pergalê ne. Van dizane û li gor vê kes birêve dibe. Bi îsyanên xwe yên yekem qûtbûna ji pergalê, derveyî pergalê derketin dibe qûtbûna gava yekem. Ya di pey de tê ew hest û fikrandinên berê jêkirin û avêtine. Yek ji sirrên serkeftina PKK yê çil salan zêdetir jî xwe ji hestên pergalê rizgarkirine. Şerê avakirina hestên şoreşgerî, demokratîk, azad, aştîxwaz, welatparêz, eşq, heskirinê jî tê dayîn. Li hemberî wan hestên di dilê Kurdan de hatine bicih kirin yên ku ji aliyê dijmin ve dil tên îşgal-desteser kirin, vekirina qada şerê mezine. Pergal hertim bîrdoziyê û hestan li dijberî hevdû dide şerkirin. Bi vê rêbazê dawî hatina bîrdoziyan îlan dike. Propaxandaya dema jiyankirina hestan ya bê dawî dike. Ev propaganda bi xwe ji dema rahîbên sûmera tê. Koka xwe ji bîrdoziya wê demê digire. Bîrdoziya kapîtalîst, îktîdarperest, yekdestdar, dewletiye! Ev bîrdozî tevî mejiyên însanan hewil dide di dilê însanan de jî yektîpkirinê ava bike û di vê mijarê de tu carî dev ji tekoşîna xwe bernade. Li ser hest û zîhniyetê bi zêdehî xwe dide ferzkirin. Civaka bê zîhn û hestan bi xwe re dide girêdan. Hemû qismên bindest heger li hemberî van êrîşan hertim ne hişyar û bi tedbîr bin, ne di rewşa xweparastinê de bin, ew qedera li ser nifşan hatiye rêzkirin wê cardin xwe dûbare bike. Bi gotina Rêbertî ya me, wê cardin fikir û hest werin nêçîr kirin. Dawî…
Jirêderketina Hest, Nêçîrkirina bi Hestan
- Ayrıntılar
- Görüntüleme: 350


