Di şexsê Seleheddîn Eyubî de parazvaniya Îslam Kurdan di heremê de dikin dibin hêz. Piştî ku êrîşên xaçperestan dişkên çêbûna dewleta Eyubî re êdî pêajoya desthilata xwe xurtkirin û dewletên xwe avakirina Kurdan destpê dike.
Hekkariyan, Şeddadiyan, Erdelanî, Bedîrxanî, Şerefxanî û her wiha mirîtiyên Kurdan demek dirêj nêzikî 500, 600 salan serweriya xwe diparêzin. Ev ji bo heremê pêvajoyek pir girîng e. Mîrtî nîv dewlet e. Hinek ji wan perê xwe bi xwe çap dikin, qada xwede her awayî xwe bi xwe xwe saz dikin. Piştî pêvajoya Eyubîyan şunde her mirîtiyek xwedan hêzek girîng e. Di warê çandê de pêşketiye û bala cîhanê dikişîne. Di pêvajoya navbera salên 1500_1600 de derketinekî Kurdan a îlmî û çandî rû dide. Lê ev yek dema ku Yavuz Selîm berê xwe dide Rojhilata Navîn êdî xira dibe. Heta wê çaxê Osmaniyan berê xwe daye Ewrupa, bi Ewrupa re şer dikin. Lê duvre dixwazin xwe bikin Xelîfeyê Îslamê û berê xwe didin Rojhilata Navîn. Yavuz Selîm dixwaze bi Kurdan re tifak çêbike û bi vî avayî li ser Safeviyan û Ereban de biçe. Vî awayî Yawuz bi Pêşengên Kurdan re destpê hevdîtinan dike. Îdrîsê Bilîsî vî avayî derdikeve pêş. Di vê navberê de Îdrîsê Bilisî ne Bilîsî ye, eslê xwe ji Hekkarî ye lê ji ber ku li Bilîsê medrese xwendiye û mamosteyê medresê ye ev paşnav lê tê kirin. Alimekê wê çaxê. Yavuz Selîm dixwaze bi rêya wî û hin kesên din Kurdan bikişîne milê xwe. Ji bo ev tifak pêşbikeve Îdrîsê Bilîsî pir rol dilîze. Yavuz dibêje şertek min heye ku divê Kurd bibin yek, yek temsîlkarê xwe derxînin ku ez pê re hevdîtin bikim. Ango dibêje bila her mîrek daxwazên cuda nekin û şertê cûda ne deynin. Derdê Yawuz ne ewe ku Kurd bibin yek, ji bo berjewendiyê xwe wiha dibêje. Nêzikî 20- 30 Mîrîtiyê Kurdan hene. Her yek jî artêşên xwe hene. Di heremê de serwerin. Dibêje ku şertê min ewe ku Kurd li gel min bi Sfewîyan re û bi Ereban re şer bikin. Li beramberî vêya bila şertê her Mîrekê cûda nebe, bila şertekî hevpar daynin. Lê mixabin mirîtiyên Kurdan nabin yek. Îdrîsê Bilisî nikare yekîtiya Kurdan çêbike. Ji ber ku îdeolojiyek hevpar nîne yekitî jî çênabe. Kengê Kurd bûne yek, di demê Dîyako de, bi bîrdoziya Zerdeşt ve tên girêdan û yekitî çêdikin. Ya ku civakan dike yek bîrdozî ye, ol e. Tiştê ku Diyako kir carekdin nebû şensê Kurdan. Ev heta derketina PKK a bi peşengiya Rêber Apo de tê. Lê ev 50 salin ev yekitî her ku diçe xurt dibe û wê pêşdetir jî biçe.
Yawuz bi alîkariya Kurdan li beramberî Safewiyan şer dike û encamê de peymana Qasri Şirîn tê îmzekirin. Osmanî û Safewî qezenç dikin, yên wenda dikin Kurdin. Piştre jî bi alîkariya hin Kurdan vê carê jî diçe li ser Erebîstan. Li vir jî Osmanî qezenç dikin, Kurd tiştek bi dest naxin, berovajî nakokiya di navbera Kurd û Erep de avadibe. Bi vî awayî Osmaniyan xwe kirin Xelîfe. Dema bûn Xelîfe vê carê jî Mîrtiyên Kurdan dijî hev bi kar anî. Mesela bi destê Bedîrxaniyan Mîrê Hakkarî binxist, Şerfexanî û Mehmud Beg binxist. Di dawî de jî sire anî Bedîrxaniyan bi xwe.
Sedsalên 19. Û 20. Ji Bo Kurdan Karesat in
Di sedsala 18. de milletê Ewrupa rabû serhildanan û xakên xwe yên di bin dagirkeriya Osmaniyan de rizgar kirin. Piştre Îbrahîm Paşayê Misrî hat ew jî heta Konya xiste destê xwe. Tenê Misir rizgar nekir, sefer kir li ser Osmaniyan û heta Konya hat. Dema ku Balkanan û Ereban bi vî awayî xwe ji Osmaniyan rizgar kir, Osmaniyan ji bo ku Kurdan di bin venêrîna xweda bigrin ew qirkirinên sedsala 19. Dan destpêkirin. Bac zêde kirin, êrîşê Mirîtiyên Kurdan kir. Kurdan jî ev yek qebûl nekirin û li beramberî Osmaniyan serî rakirin. 1834 seferên Osmaniyan ên li ser Kurdistanê destpêkir heta şerê cîhanê ê yekem jî domkir. Bi vî awayî yek bi yek mîrîtiyê Kurdan rakirin. Şerefxaniyan, Hekkariyan, Bedîrxaniyan hemû yek bi yek ji holê rakirin. Vê carê qirkirin, êşkence kirin, sûrgîn kirin. Mînak di demê Bedîrxaniyan de Kurd sûrgînî hinek welatên wiha kirin ku mirov navê wan jî nabihistî be. Ji Madagaskar bigirin heya Tunus Osmaniyan Kurd perçe perçe sûrgîn kirin. Hemû pêşengên Kurdan qirdikin, Kurdan bê pêşeng dihêlin.
Di sedsala 19. de pêvajoyek wiha giran a qirkirin û belavkirinê bi destê Osmaniyan tê pêşxistin. Ji xwe piştî wê şerê cîhanê yê yekem çêdibe. Osmanî û Alman li kêleka hev tevlî şer dibin û di encam de bindikevin. Axê Ereban ên ku di destê Osmaniyan de bûn Îngilîz bi dest dixin û dikin 22 perçe, ango 22 dewletên Ereban avadikin. Kurd bê dewlet û bê statû hiştin. Kurd di tasaruffa Tirkan de hate hiştin.
Tirkan jî li ser înkarkirina Kurdan xwestin dewletek xwe avabikin. Gotin Kurd nîne, ew Tirkên di çiyayan de ne. Qirkirina çandî û fîzîkî ji xwera kirin siyaset. Di vê pêvajoyê de tevahî pêşengên Kurd ên mîna tevgera Xoybun, Seyîd Riza, Şêx Seîd û her wiha qirkirin. Li ser vê esasê qirkirina çandî kirin siyaseta resmî a dewletê. Dema PKK derket, di salên 1970 yan de êdî bi navê Kurd tiştekî nemabû. Di halek wisa de PKK destpêkir. Pêvajoya Tirkan meseleya Kurdan pir giran kir. Bi taybetî jî di sedsala 19. Û 20. de. Sedsala 19. de tevahî Mîrîtiyên Kurdan ji holê rakirin. Sedsala 20. De jî Kurdistan kirin çar perçe, bê statû, bê çand bê ziman hiştin û Kurd wekî Tirk qebûl kirin. Li ser Kurdan asîmîlasyon ferz kirin. Ji bo siyaseta xwe ya înkar û îmhayê li Kurdan û li cîhanê bidin qebûl kirin polîtîka pêşxistin û di vê yekê de hinek serketin jî. Hiştin ku Kurd bi xwe jî ji hebûna xwe fedî bikin, hebûna xwe birevin, înkar bikin.
Me di destpêkê de qala hebûn, çêbûn û zanistê kir. Me got hemû bi hevre girêdayî ne. Zanist xirabibe ev yekser li ser çêbûnê jî xêrabûnê avadike, ew jî li ser hebûnê xirabûnê çêdike. Ger ku zanistiya te xirabibe, îdeolojiya te, felsefa te, baweriya te ango di zanistiya te de deformasyon çêbibe û tu di wir de ji Kurdbûna xwe dur bikevî, ji ber ku em niha meseleya Kurd nîqaş dikin, tû hêdî pêşnakevî lewra wekî hebûn jî tu tûnebûnê re rûbirû dimînî. Ji ber vê yekê Serokatî dibêje tiştekî bi qandî ku mirov li ser ez heme an tûne me nîqaş bike xirap nîne. Wateya vê mirinê re yek e. Di encamê van dîrokên ku me qal kir de yek serhildan jî bi ser neket. Vê yekê jî di qerekterê Kurd de bêbawerî, bêhêvîbûn û rewşekî erebesk, qedercî avakir. Ji hev bêbawer, ji xwe rev, vana dibin qerekterê Kurdan. Ji ber vê Rêber Apo mînaka kalê ku jê re dara ziwa nîşan dide û dibêje em Kurd mîna vê dara ziwa lê hatine, ne gengaze ku ji nûve şîn bibin, dide. An jî bavê wî dibêje bibe çepgir lê bes doza Kurdî re mijul nebe ji ber ku encama vê tûne ye. Kurd bê hêvî mane ji ber ku. Yek ji xwe bawer nakin yek jî dibêje desthilatdar mecal nadin lewra dawî û encama tekoşînê nabînin.
Berxwedan her hebû di Kurdistanê de, PKK jî li ser vê mîrateyê pêşket lê hebûna Kurd bi nîqaş e. Hebûnekê ku her binkeftî ye, pir zêde tê de westandin û bêhêvîbûn çêbûye. Lewra êdî Kurdbûnê ji xwera wekî bela dibîne, jê direve. Serkeftinê para xwe û şensê xwe nabîne. Lewra di rewşek wiha de Rêber Apo ji bo cardîn rih çêbibe, hêvî çêbibe tevger pêşxist. Ji xwe dibêje PKK tevgera hêviyê ye. Berî her tiştî PKK tevgera çêkirina hêviyê ye, ji ber ku di hebûna Kurd de hêvî nemabû, weke darekê ziwa lê hatibû. Lewra ji ber ku PKK di rewşek wiha de destpêkir, kete nava tekoşînekî pir bê eman de. Di encam de mirov sedsalên 19. Û 20. Ji bo Kurdan mîna karesat dikare bi nav bike. Çawa ku di erdhêja 6 ê Sibatê de milet carek de ji xwew rabûn û tevahî mirovên xwe wenda kirin, tevahî avahiyên wan bi ser wan de hilweşiyan rewşek wiha di van pêvajoyan de hate serê Kurdan. Kurd hêja jî di nava şokekê de ne. Mirov dema şokê de be nizane çi dike, çi bû an go me çi jiyan kir nikare tespît bike. Vaye Rêber Apo herî zêde jî vê nîqaş dike, me çi jiyan kir, em çawa hatin vê rewşê. Hewildide me ji vê şokê derbixwe û pirskirêka me li me bide fêrkirin. Eger em xwe rast zanist bikin, tevger û rêxistin bikin em dikarin xwe ji vî halê xwe derbixin.
Dawî
Ferîde Alkan


