Emparyalîstê yêkem Sargon, qralê Akadiyan e. Ew diçe hemû bajarên Mezopotamya jêrîn dixwe dest xwe.

Li beramberî vêya em yên li Mezopatamya jorîn bê parastin mane, ji ber ku ji mere xerîp tê em ji welatê xwe biçin deverek din bigrin an jî hinek din werin warê me dagir bikin. Tabî pirskirêkên me yên navxweyî jî henin. Mîtolojiya Gilgameş de Enkîdû heye, ji xwere nokertiyê hildibjêre. Çaxa ewên ku mezopotamya jêrîn êrîş dibin li ser Mezopotamya ya jorîn kesên lewaz digerin. Dema ku ev êrîş destpêdikin êdî perçebûna civaka Kurd çêdibe. Heta niha jî didome, em vê parçebûna xwe nikarin derbas bikin. Ne xwe dibe ku pirskirêka Kurd hîn di şerê cîhanê yê yekem de jî çareser biba. Wê demê de ji bo xwe parastinê xwe veşartinê esas digrin. Di kuraniya dolan û bilinbûna çiyan de xwe vedişêrin. Ev yek qerekterekî di hûndirê xwede girtî avadike. Niha jî ev yek di me de heye. Bala me ya li ser derve pir zû pêşnakeve. Timî bi tirsa ku li ser êrîş çêbibe de jiyankirin ev qerekter avakiriye. Helbet di milek de jî qerekterekî ku her li berxwedaye jî çêbûye, heta ji xwere şaristanî avakirîn jî henin.

Kuantum dibêje eqlê gerdûnê sezgî ye ango pêhesîn e. Carnan di mirov de jî mejî diraze lê laş xwe bi xwe xwe rêvedibe. Mînak beriya çend salan li Endonezya Tsûnamî çêbû, hemû ajal, heta yên di kovikan de jî beriya tsûnamiyê direvin diçin cihên bilind. Li wir ajal namirin, mirov dimirin. Mirovên ku xwe pir bi aqil dibînin mirin, lê ajal reviyan, ne mirin. Jora dil de derket holê ku mejiyek piçuk heye. Di gerdunê de kesekê bê minnet nîne. Pêdiviya me bi gerdunê heye, bi zindiyên dîn hene. Ji ber vê yekê têkiliyên sîmbîyotîk serwer e. Di neolotîkê de baweriya anîmîst heye. Ango êzne nesne nîne, qîmetê her tiştî heye. Ji tûnebûnê çêbûn çênabe, hemû çêbûn ji hebûnê çêdibin. Me got; hebûn, çêbûn û zanist. Rêbazê Rêbertî de li ser hebûnê çêbûn esas girtin heye. Paradîgmaya me ya ekolojîk û azadîxwazya jin destpêkê de di civaka neolotîk de heye. Lewra hemû çêbûn ji hebûnê çêdibin. Ji tûnebûnê hebûn çênabe, ev aliyê fikrî de jî wiha ye.

Bi şaristaniyê re civaka Kurd dabeşî 3 beşan dibe, yek yên ku nokeriyê hildibijêrin, yek yên ku berxwedanî dikin, yek jî tebeqeya navîn ango him li berxwe dide çêdibe. Kurd çibûn? Karkerê axa xwebûn. Piştî van êrîşan wan wekî kole dibin Mezopotamya jêrîn û êdî ji bo desthilatdaran kar dike. Heta niha jî di tavahî cîhanê de ev serwere lê ji bo Kurdan hîn şênbere, keda xwe difiroşe. Niha Kurdek ji metropolan an jî welatên Ewrupa tê, tên li Kurdistanê forsa xwe diavêje. Halbûkî ew diçe keda xwe difiroşe, yê serfiraz kesê ku li ser axa xweye, lê yê forsa xwe diavêje dibe yê ku keda xwe difiroşe. Ev paradoksekî Kurda ye. Şariştanî di me Kurdan de guhertinek wiha ê qerekter çêdike, me ji me dûr dixe. Me ji xwebûnê derdixe û dike tiştekî din. Piştî werçerxa şariştanî jî tevahî artêşên ku xwestin cîhanê fetih bikin hemû neçar bûn ku rêça xwe di Kurdistanê de derbas bike vê yekê jî talanek pir cidî bi xwere anî.

Di demê Împaratoriyan de Kurd jî gelek caran xwe bi rêxistin dikin. Ji 21 hoz’an Împaratoriya Medan çêdibe. Hoz hatina gel hev a gelek eşîran e, ango konfederasyon e. Di civaka Kurd de pergala konfederal her heye. B.Z. 750 destpê dike, 612 yan de Asuriyan bin dixin, 770_750 yan de jî desthilata Medan derbasî Persan dibe. Ne ku ji ber qeyran hatne jiyîn ev bûye, ji ber mesekeyek şexsî a di navbera rêveberan de, îxanet çêdibe û dawiya Împaratoriya Medan tê. Di dîroka Kurdan de gelek buyerên bi vî rengî hene. Werçerxa şerê Pers û Romayan de Kurdistan fetisandinek dijî, di vê navberê de li nîvgirava Erebîstanê Muhammed derdikeve. P.Z. 612 êdî Îslamiyet derdikeve, li Kurdistanê qetlîamên pir mezin tên kirin. Ji ber ku Kurd xwedan ol in, xwedan pirtukin pir zêde êrîş dibin. Mînak li ser Cihuyan evqas erîş nakin lê Kurdan bê kîtap û bê xweda dibînin. Lewra pir bi tûndî êrîş dike û Îslamê li ser wan ferz dike. Bi darê zorê Kurdan dike misilman. Lê ji bo cihû û xirîstiyanan dibêjin ehlî kîtap û hewqa serde naçin. 632 heta 750 ev êrîş berdewam dikin. Cihê herî dawî dikeve, Meletî, Semsur…qetlîamên herî mezin li vir çêdibin. Êzîdî ne Zerdeştî ne, senteza Zerdeştî û Îslamê ye. Mînak pirtuka wan ne Zend Avestaya, Mishefa Reş e. Wisa Îslam di Kurdan de perçebûnek olî a pir kur çêdike. Heta vê gavê jî Kurd hebû Zerdeştî bûn, baweriya wan yek bû. Hin Kurdên ku bune Xirîstiyan û Cihû jî henin. Lê bi giranî Zerdeştî ne. Lê piştî Îslamê perçebûnek pir cidî a olî çêdibe. Niha Kurdên Elewî, baweriya xwe derdixin li ser nasnemeya Netewî, Êzîdî her wiha. Ji ber ku herî zêde ji ber baweriya wan êrîş li ser wan bûye. Bedîrxan û Mihemmed Rewanduz Kurdên Sunnî ne û vana êrîş birine li ser Êzîdiyan. Êzîdî ji ber vê yekê dibêjin em ne Kurdin, li gor wan Kurd yên ku îxanet kirî û li ser olê xwe çuyîn e.

Kurdên Elewî milê Sasaniyan girtiye, Kurdên Sunnî milê Osmaniyan girtiye, encamde ji bo berjewendiyê desthilatan şer kirine û hatine qirkirin. Li beramberî hev pir hatine bikaranîn. Duvre jî terîqet ketine nav Kurdan de û êdî peremperçe bûne. PKK, Elewî, Sunnî, Êzîdî, Xirîstiyan aniye gel hev, ne xwe berê pir zehmet bû evan werin gel hev. Îslamiyetê di Kurdan de warê zihnî de jî pir guhertin çêkirine. Di Zerdeştî de ji ber ku diyalektîk heye, her tim guhertin heye. Di Îslamê de dogmatîzm heye. Niha Daîş tam jî Îslama Emeviyan e, yanî ne Îslama ku li gor hevpeymana Medîne ye lê belê tam jî ew Îslama ku li ser Kurdan hatî ferzkirin eva ku Daîş dipejirîne ye. Ji ber van şerên mezhebî Îslam nehiştiye ku civak pêşde here, her bi şerên mezhebî û olî re mijulbuye. Em vê yekê jî bêjin dema Îslam derket civaka Erep civakek ewqasî paşverû nîne, pêşketiye. Li gor lêkolînê ku min kirî civaka Erep derbasî olê yek xwedayî nebûbûn. Nakokiyên di navbera Cihû û Xirîstiyanan de pir dijwarbûn. Cihê ku nebûyî Xirîstiyan tenê Erebîstane. Ji bo ku nebe Xirîstiyan hahamên Cihuyan Îslamiyet pêşxistin. Bala xwe bidin, pir tiştên ku di Îslamiyetê de ji Cihûtiyê tê. Di navbera Îslam û Cihûtiyê de şerek cidî nîne di dîrokê de, Îslam ji xwere kirine mertal. Niha jî Daîş kevirek jî neavêtiye Îsraîlê. Raste niha ola me Îslama û em halê wê yê destpêkê esas digrin. Lê gelek guhertinên neyînî di feraset û kesayeta Kurd de avakiriye.

Me got Îslamiyetê perçebûnek di warê bawerî de çêkir. Di civaka Kurd de pirskirêkên heyî kur kirin. Ev hema bêjin ku hezar salin bi Tirkan re jiyankirina me heye. Ev pêvajo ji bo me girînge. Civaka herî nû a li herêmê Tirkin. Lê Ermenî, Asurî, Suryan, Kurd, Erep xwecihîyên vê xakê ne lewma bi wan re jiyîn ne pirskirêke. Pirskirêka gelê heremê a bi hevre jiyankirinê nîne. Li aliyekê gund mizgeft heye li aliyê din dêr heye. Di Kurdistanê de piranî kal û pîrên me pir zimanan dizanin. Erebî dizanin, Ermenî dizanin, gelek zimana fehm dikin ji ber ku ev gelên xwecihîne. Di van de pirskirêk nîne. Pirskirêk di yên ku ji dervede hatîn û bi şurê hebûna xwe daye qebul kirin her daîm pirskirêke. Dibe ku ev 1000 salin Tirk hatine Rojhilata Navîn. Lê hatina wan ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahî gelên heremê pirskirêk daye avakirin. Ermenî qirkirine, Suryan hema hema nemane, qetlîamên li ser Ereban kirîn ne kêmî yên Kurdan e. Ferqa me Kurdan çî ye? Hem em di navenda Împaratoriya Osmaniyan de ne him jî dema kovarê de destê wan de tenê Kurd mane. Lewra ben xistine stuyê me û her şidandine. Osmaniyan li beramberî gelek gelan komkojî pêkanîne. Yên ku li beramberî qirkeriya Osmaniyan li berxwebidin Faris in. Ji Misir heta Tunus û Rumê hemû di bin tundiya Osmaniyan de mane.

Irak, Suriye, Şam tevahî kiriye bin kontrola xwe. Yanî hebûna Tirk heya niha jî pirskirêke. Ji bo tevahî gelên heremê pirskirêke. Hemû deverên din xwe ji destê wan xelas kirin, di destên wan de tenê Kurd man. Niha ev xeyalên Osmaniya nû hemû xwe dispêre vê dîrokê. Osmaniyan hema hema 400 salan li ser van hereman serweriya xwe avakiriye. Lê ev gelên heremê bi sed hezaran salin li vir in. Cihû jî xwediyê vê axê ne. Ew jî miletek xwecihiye, xelkê vir e. Hedef û armancê sîyonîzm tiştek cûdaye lê gelê cihû xwecihiyên vê xakê ne. Lewra ev gelana dikarin bi hevre jiyan bikin. Serokatî ji xwe ji bo gelên heremê Yekîtiya Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar kir. Di rastiya Rojava û Bakur Rojhilatê Suriye de jî ev 12 sale em dibînîn ku rastî jî Ermen, Asur, Erep, Kurd hemû xwedan meclîsê xwe bi xwene û bi hevra jiyankirina wan ne pirskirêke. Hinek eşîr bi destê Tirkan û rejîmê hatin bikar anîn lê derveyî vêya di nava gelan de tû pirkirêk tûne ye. Tevahî gelên heremê ên li wir niha dikarin bi zimanê xwe biaxifin, perwerde bibînin, meclîsên xwe avabikin lewra dikare di mekanîzmaya biryar de cihê xwe bigire. Di heremên xwede, mehelleyên xwede asayîşa xwe ango hêzên xwe yên parastina cewherî jî henin.

Ji ber ku Rêber Apo vê qerektera Rojhilata Navîn dizane dibêje ji bo Rojhilata Navîn modela Netewdewlet întîxare. Wekî alternatîf Rêber Apo Konfederalîzma Demokratîk datîne. Konfederalîzm jiyana wekhev û azad e. Li ser esasê hev naskirin, hev qebûl kirin û li ser vî esasî yekitî çêkirin e. Ev şêwaza gelên xwecihî, yên otantîk ên gelên Rojhilata Navîn re gûncav e.

Wê Bidome…