Pirskirêkên me yên esasî, pirskirêkên me yên kesayetîne, ne dijmên me ye. Niha em li pey kesayetên azadin. Di vê derbarê de gelek analîz û dahurandinên Rêber Apo çêbûn.
Emê bi awayek kronolojîk nekevin dîroka Kurdistanê lê belê car car emê li dîrokê bizivirin û emê dîrokê di kesayetên xwede bigerin. Civak û kesayet encama dîroka xwe bi xwe ye. Tabî ev ne tiştekî her tekkerrûr dike ye. Mirov dikare rêveçûna dîrokê re mûdaxeleyan bike û tiştên ku şaş diçin bêxin rotaya wî de. Tişta Rêber Apo jî dike; bi mûdahaleyên şoreşgerî dîrok kirina rotaya rast û bedew deye. Rêber Apo ji Kurdê kevin Kurde kî nu afirand. Guhertina kesayet, guhertina zîhniyet şerê herî mezin dixwaze, tiştekî ku hêsan pêkwere nîne. Serokatî timî ezmûnên ku di kesayetiya xweda jiyayî bi mere parvekir. Dahurandin û axaftinên Rêbertî hemû li holê ne. Tiştên şênber li vir tên gotin ji ber wê yekê girînge. Rêber Apo dibêje hebuna Kurd di van 200 salên dawî de bi taybetî jî di sed salên dawî de hatiye nîqaşkirin ku ka hene an tûne ne. Em civaka Kurd civakek wihane ku dewletan serî gelek teoriyan dane ku em tûne ne. Nîqaşa vê bi serê xwe qirkirinek pir mezin e. Em di encam de hatine rewşek wiha ku civaka Kurd ji Kurdbuna xwe reviyaye. Welatê xwe terk kiriye, zimanê xwe terikandiye, ji cil û bergên xwe şerm kiriye. Pênaseya Kurd di roja îro de buye kesê ku keda wî bi pere nake, hêza herî erzan a karkirinê, jiyana wê hemû fedayî ji bo zikê xwe têrkirinê buye. Ji ziman û çanda xwe fedî dike, jê direve. Çu ye kur her piçuk hatiye dîtin, pir ji xwe bêbawer ketiye.
Dîroka Kurdistanê de Tevgera Azadî serhildan rêxistin dike, serokê we Xalid Begê Cibranî û alîkarê wî jî Zîya Beg heye, ev her dû tên girtin. Dema tên girtin li gorî di belgeyan de derbas dibe 2 leşker van herduyan ji Xarputê heta Bedlîsê dibin. Yanê çend ciwan xwe bi rêxistin bikin bi hêsanî dikarin serokên xwe ji destê neyar derxin lê nakin. Encamde ewan dibin zindana Bedlîsê, Cîbranli Xalid Beg ji ber ku mîralaya ewî didin ber guleyan û înfaz dikin, Zîya Beg jî bi darve dikin. Yanî mebesta me çiye; em civaka Kurd ewqas bêbawer ketine ku yek dû leşker dikarin werin gûndekî li ser me de xirabikin. Lê Kurd vêya nakin çima ji ber ku ew çend leşker tên wateya dewletê û ne gengaze ku ew ji dewletê re hêz bînin. Dema sedsala 19. an destpêkir Kurd êdî ketibûn vê rewşê. Hemû derdê Kurd ê jiyanê dibe têrkirina zikê xwe, dema nanek dikeve destê wî şikir dike dibe sibe xwedê kerîme. Felsefeyek pir çors di jiyana Kurd de serwer buye, helbet ev halê wî yê dawî ê ku beriya PKK derbikeve.
Kurd rûxmê van rastiyên xwe ji serhildan dûr neketine lê belê serhildanan de serneketiye. Ji ber vê yekê jî heta dawî ji xwe bê bawer, serkeftinê para xwe nabîne, tê rêvebirin, xwe li ser esasê serkeftinê nake bi îrade nake. Sedsala 19. û sedsala 20. de binkeftina di her serhildanekî de, kesayeta Kurd de rewşek wiha avakiriye. Lewra binkeftin bûye felsefeya Kurdan. Serhildanên sedsala 19. Ên 20. Wiha bûn, Mahabad temenê xwe salek tije nekir. 1975 Mele Mustafa Barzanî baweriya xwe ya bi serkeftinê bi temamî wenda kir, bi anlaşmaya Cezayîr aşbetal kirin, dev ji tekoşînê berdan, koçî Îranê kirin. Evê yekê ji xwe bêbaweriya Kurdan mohr kir. PKK di van şert û mercan de derket. Emê vêya nîqaş bikin çima niha em xwe nakin kesayetên serkeftinê, çima hemû karên me nîvço dimîne. Rêbertî got xwe bikin xwedan serkeftinên bê hêcet. Serokatî dixwaze Kurdê nujen çêbike, dixwaze civakek nû bi afirîne. Şoreşa PKK şoreşa civak û kesayeta nû ye. Lewra mijar eve, divê em xwe bikin civakek wiha ku teqez serkeftinê ji xwere esas digire. Civakekî ku bi eqlû îrade tevdigere. Civakek wiha wê her pêş de biçe. Lê di encama binkeftinên serhildanan di pîskolojiya Kurd de binkeftin qedera xwe dîtin, wek qerekterê xwe qebûl kirin an jî xwe bi tiştên pir piçuk re xwe sînordar girtin serwerbuye. Ev hemû psîkolojiya bindestiyê ye. Di halê dawî de pirskirêkekê jî ê Kurdan ewe ku hincetê her derve de digere. Çima em paşde man ? Ev dest girtin terzê PKK ye, terzê Rêber Apo ye.
Em wekî civak jî wekî kesayet jî derve berpirsiyar bigrin wê me nebe encamek rast. Di Rêbertî de tişta ku dibe zaferê yek jî ev e; xwe lêpirsîn kirin. Her tiştê me ji me hatiye girtin, ji mere tenê malbat maye lewra her tiştê me buye ew û me xwe di wir de fetisandiye. Dijmin jî her li ser vê siyaset daye meşandin û me her di vê gerê de gêj kiriye. Di wir de aîdiyet pir hatiye kur kirin. Helbet di roja me ya îro de ev hemû pirskirêkên. Em ji xwere dibêjin welatparêz lê di rastiyê de rastiya me Kurdan de welatparêzê tiştek pir bi nîqaşe. Em welatê xwe hiştin û koçî welatên cûda kirin em nikarin tenê bi kiryarên dijmin ve peywendîdar bikin. Mînak Ereb çiqaşî dewlemend jî be dev ji cilên xwe yên erebî bernade, Efrîqî jî wiha ne. Lê Kurd ji cilên xwe yên Kurdî şerim dikin. Mînak cilên me yên leşkerî ji xweber çênebuye. Heval Egîd(Mahsum Korkmaz) dema diçe Botanê cil û bergên wir dibîne ku yên herî nêzî Kurdbûnê ne ji Rêbertî re pêşniyar dike ku bibe cilên leşkerî, belgeyên wê hene. Kêm welatparêzî dibe sedemê çuna gel dagirkeran, mirovek welatparêz ne gengaze ku destê xwe bide dijminê xwe. Welatê xwe terikandin û xwe rev rev gihandina welatên biyanî û pir zêde bi wir ve hatina girêdan pirskirêkên kêm welatparêziyê ye. Encamê van hemûyan dibe îxanet.
1. Têşegirtina Dîrokî A Hebûna Kurd
Hebûn, çêbûn û zanist ji hev nikarin qut werin destgirtin. Ev her sê ji bo civak, ji bo mirov tiştên ku bi hevre pir pêywendîdar in. Hebûnek bê çêbûn mirov nikare behs bike heman demî de hebûnekî bê zanist jî mirov nikare behs bike. Hetta vêya ne tenê ji bo mirov ji bo hemû zindiyan jî dikare were gotin. Mînak dema pîsîkek di welide hinek refleksên ku ji currê xwe girtî henin lewra bê zanist hebûn pênase kirin ne gengaz e. Helbet di ajalan de ev zêdetirîn ev yek şêweyekî ajoyiye lê di mirov de zêdetirîn ev zanist bi pêş dikeve. Dema ti hebûnekî ji zanista wê qut bikî li wê derê pirskirêk rû didin. Rêbertî dibêje civakek nîqaşa ku ew heye an tûneye bike ev erjeng(dehşet) e. Van 200 salên dawî Kurd vêya bi şênberî jiyan dikin. Cihû ji bo qirkirinaku jiyankirin dibêjin d cîhanê de tenêye, yê dişibe wê nîne. Vêya kirine mijarên hûnerê, hemû jî rastin, bi tiştên ku nazî anî serê wan di fermiyetan de 6 mîlyon mirov hatine qetilkirin. Rêber Apo dibêje rewşa Kurdan ji ya Cihûyan xeraptir e. Dema van hate kirin hebûna Cihûyan nehate înkar kirin, gotine hûn cihûne em ji we hez nakin û qir kirine. Dîsa dema yên spî diçin Emerîqa çermesoran qetil dikin, lê ji wan re ne gotine hûn tûne ne. Dîsa yên Efrîqa dibin li warên xwe dikin kole, di statûya meymûn de dibînin. Dibêjin însanê spî evrîm temamkirîne, lê yên reş temam nekirine, lê ji wan re ne gotine hûn tûne ne. Tişta ku Rêber Apo dibêje erjeng ev e. Tevahî qirkirinan tînin li serê Kurdan lê li kêleka vêya jê re tê gotin ku tû tûneyî, Kurd nîne. Gotine tû Tirkî, Erebî, Farsî. Kûrdên Sûrî bi sedan salin li wir dijîn lê hîne nebûne hem welatî, biyanî ne. Li Turkîyê nasname hatiye dayîn lê nasnameya Tirkan hatye dayîn û paşnavê wan hebû kirine Tûrk. Demê re Kurd bi xwe jî ji xwe fedî kiriye û demek şunde ew bi xwe xwe înkar kiriye. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje ev tişta herî xirabe û tê wateya tûnebûnê.
Rêbertî dibêje tekoşîna PKK heqîqqeta Kurd derxistina holê û hebûna Kurd çêkirin e. Wateya vê çiye. Ger lîstokek be tê wateya ku tû ji bin sifirê destpê dikî. Destpêkê divê ti werî sifirê, vaye tekoşîna PKK vêya di nîv qirina ku derbasbuyî de ev kir. Girîngiya mehkemeyên zindana Amedê çiyê? Ewe ku di fermiyetê de derbas bibe ku ji bo çi şehîd dikevin. Heval li berxwedidin, lê hemû jî bi israr dixwazin derkevin dadgehê. Hakim jî Mehmet Xeyrî Durmuş re dibêje, tû cîhan Kurd derbas nabe, Heval Xeyrî jî li kuderê peyva Kurd derbas bibe wêya radixe pêşberî dadgehê. Dehşeta ku li zindanên Amedê hatî jiyîn ji pir hêlan ve dide nîşandan ku pirskirêka Kurd çima pirskirêkek ewqas girane.
Lewra ger hebûna te nebe çanda te çiqasî jî çandek herî dewlemend be jî wateya xwe nîne. Pirskirêka Kurd wiha hate girankirin. Ji ber vê yekê ketina niqaşê a hebûnê wateya xwe mirin e. Ji xwe cîhana serdest hebû bi hevre dest dan hev û wisa gotin Kurd tûne ne. Lewra yê ku tûne be, tê wateya ku jiyan nake ango mirî ye. Ji ber vê yekê tekoşîna PKK a ku nîv qirin tije kir pir bi wate ye. Di encamên lêkolînan de, di encama gelek ronîbûna gelek rastiyên ku di tarîtiyê de mayîn re, rastiya Kurd hêdî hêdî derkete holê. PKK, pêşengiya vê kir. Civaka Kurd wekî şaneya ra ya mirovahiyê ye. Mirovahî ji xeta Rîf a Efrîqayê ber bi mezopotamya ve rêdikeve. Em yek ji wan civakên kû destpêkê civakbûn jiyane û şoreşa Neolotîk pêşxistî ne. Çandinî, kedîkirina ajalan, avdanî û her wiha, ziman, çanda gund, hûner, bingeha hûner, bawerî, ol tev li vê derê pêşketine. Hemû pêşketinên esasî yên mirovahiyê ewilî di civaka Kurd de hatiye jiyîn.
Rêber Apo di paraznameya xwe ya AÎHM de got civaka Kurd di Neolotîkî de aliqî maye, xwe jê dernexistiye û ev pirskirêkek e. Em vêya dahûrînin. Ji ber ku civaka Kurd ji deverek cûda nehatiye, li ser xaka xwe ye, axê xwe têra xwe dike, kedek û çandek mezin heye, erdnîgariyek weke bihûştê de dijî ji xwere bes dîtiye. Yanê di rastiya xwede halê me yê destpêkê wisa ye, welatê xwe ve pir girêdanbûn heye, razîbûn û hezkirin heye, wê çaxê axê Mezopotamya wisa buye. Heta niha jî, deh hezar sal derbasbûne nîvê civaka me baweriya xwe tave, mîtolojiya xwe Şahmeran a, hê jî Xwedaya xwe Star e, hê jî çanda Neolotîk bi tesîr e di civaka me de. Rêber Apo ji pir hêlan de pêşiya jin vekir lê ger di potansîyala Kurd de ev neba wê ne hêsan ba. Civaka Kurd civakek jindayîk e.
Yekî îngîlîz wekî mîsyonerek ango wekî ajanek berê şerê cîhanê ê yêkemîn, tê Îranê 7 sala bajarê Kum ê xwe perwerde dike, Farsî fêr dibe. Duv re jî tê Silêmaniyê soranî baş fêr dibe; navê xwe dike Xulam Hûseyîn. Li wir gel malbata Osman Beg û hevjîna wî Edîle Xanim wekî xizmetkarên wan kar dike3, 4 sal. Dema Îngîlîz xwe rêxistin dike û şerê cîhanê destpêdike ev deşîfre dibe û diçe dibe serleşkerê artêşa Îngîlîzan. Ev di pirtuka xwede qala jinên Kurd dike. Bi xwe fîlolog e. Dibêje gotinên ku jinê reş dike ango dijûn dike kokên xwe ne Kurdî ne. Îspat dike ku di civaka Kurd de jin pîroz in. Civaka jin dayîk heta niha jî li ser civaka Kurd bi tesîr e. Di heqîqeta jina Kurd de ev nebûya îro ne hêsan bû ku heqîqeta wê derbikeve holê. Rêbertî dibêje hewildanê min ewe ku ez heqîqeta Kurdan li wan bbidim nasîn e.
Niha Kurdan hemû yetenekên xwe kuh kirine lê di rastiya xwede xwedan şoreşên pir mezin e. Dibêjin di rastiya Tirkan de maya ango hêvin îcada wa ne, tenê ev îcada wan dixûyê. Ji ber ku her koçberin, xwedan ajalin, gengaze ku wiha be, lê cûda afrîneriyek wan tûne ye. Yê me Kurdan ne wihaye, bi hezaran salê em li vir in û me ked daye. Di Kurdî de ji ehlaq re sinç tê gotin. Ji sînorên bexçeyan re sinç tê gotin. Sinç sînorên hevre jiyanê datîne, ango pîvan datîne.
Arkeologek heye Rêber Apo jî qala wî dike, ew dibêje jiyan li tû devêrê cîhanê bi qandî li peravên Dîcle û paxila Zagrosan de xweş nebûye. Jiyana herî xweş ne jiyana ku di nava behra pereyan de jiyankirine. Jiyana herî xweş li ser xaka xwe di nav aramî û aştî de, di nav wekhevî û ekolojî de jiyankirine. Kurdan ev jiyan jiyane.
Wê Bidome…


