Tevî ku jin di dîroka mirovahiyê de, di şerên ji bo azadî, serxwebûn û welat de cih girtine jî, yê ku herî zêde ji azadî û serxwebûnê bêpar maye, dîsa jin bûye. Tevî ku xebitî, nirx afirand û hilberand cardin jî ya ku herî zêde winda kir, hate îstîsmar kirin û hate daketin, dîsa jin bûye.

Di şerên azadiyê yên dîroka mirovahiyê û di dîrokên şoreşên cîhanê de, di nav de şerên çekdarî jî, jin di her warî de cih digirin. Lê belê piştî şoreşan, mixabin mafê jinê yê jiyana azad nayê naskirin. Yek ji sedemên sereke yên vê yekê ew e ku jinan wekî hêzeke îdeolojîk û rêxistinî, xwe birêxistin nekirine. Yek ji faktorên herî girîng jî ew e ku ew li hemberî sîstema heyî veguherînin hêzeke artêşa çekdar. Bi zanabûn, bi taybetî ji aliyê sîstema baviksalarî û hişmendiya mêr ve, jin ji warên leşkerî dûr têne hiştin. Ji ber ku yek ji lingên sereke yên ku sîstema baviksalarî li ser sekinî, warê leşkerî ango hêza artêşê ye. Ji ber ku xwedîbûna jinê ya bi hêza artêşê re, wê rola bendeke li hemberî pêşketin û pêşveçûna sîstema baviksalarî bilîze, hişmendiya mêr jinê ji hêzeke çekdar dûr digire. Îro ev rewş bi têkoşîna jinên Kurd re dest bi guhertinê dike. Di şerê dijwar ê li Kurdistanê de, jinên Kurd ji bo ku nirxên xwe yên bingehîn û azadiya xwe ji nû ve bi dest bixin, artêşên xwe yên taybet damezrandine û şerekî mezin dimeşînin. Li Kurdistanê, bi artêşa jinan ve li hemberî îstîsmarê sekinandin, jinan kirine hêzeke bingehîn. Îro di şerê azadiyê yê li Kurdistanê de, bi pêşengiya artêşa jinan, têkoşîna rizgarbûna ji koletiya bi hezaran salî tê meşandin. Bi şerê azadiyê yê jinên Kurd re, bingeha gihîştina afirîneriya jiyanê li ser xaka pîroz ji nû ve tê avêtin. Di çar perçeyên Kurdistanê de, bi artêşa jinan re ji bo azadî, serxwebûn û hebûnê şerkirin, ne tenê wateya dîrokî bi dest dixe her wiha ji nû ve zayîna jinan jî misoger dike.

Di sedsala me de, her tişta ku li ser jiyanê ye tê bêwate kirin û nirxên watedar bi sîstema kapîtalîst re dixwazin bên tunekirin. Di rewşeke wiha de, artêşa jinan ku wate bi dest xistiye, li dijî vê bêwatebûn û windakirina nirxan şer dike. Di cîhana kaotîk a ku sîstema serdest a baviksalarî afirandiye de, jin di meydaneke şer a mezin de têkoşîna afirandina jiyaneke azad û watedar didin. Tevî ku jin di dîrokê de di her qad û devera têkoşînê de cih girtine jî, destûr nehatiye dayîn ku ew wekî fermandarên şer û rêberên şoreşê roleke sereke bilîzin. Ew her tim ji desthilatdarî û serketinê dûr hatine hiştin. Lê belê bi jinên PKK'î re, yên ku wekî qederê hatibûn pejirandin, dest bi guhertinê dikin û jinên Kurd xwe digihînin hêzeke ku wê qederên baviksalarî têk bibe. Şer ji bo wan navê vejîna jinê û li Kurdistanê ji nû ve afirandina jiyanê ye. Bi PKK'ê re, jin bêyî ku nirxên zayendî yên dîrokî ji bîr bikin, li ser afirînên wan bilind dibin, artêşa xwe ava dikin. Di sedsala me de, bi destxistina hêzê, desthilatdarî, naskirina bi serketinê re, hebûna jinê bi xwe, bi artêşbûnê re gengaz dibe. Ji ber vê yekê, li Kûbayê dibin Lîdya, li Fîlîstînê dibin Leyla Xalit, di Întîfadayê de di rêzên pêş de kevir diavêjin, li Cezayîrê bi Cemîle re pêşengiya şoreşê dikin. Li Viyetnamê Lei Thi Reng rêxistina yekîtiya jinan dikin, li Çîapasê dibin fermandara jin Annîe Maria. Li Hindistanê Rani Lakshbai, ku di sala 1857’an de li dijî dagirkeriya Brîtanyayê serî hildida, li Kurdistanê dibin Azîme, Zîlan, Berîtan û Sara. Jinên ku li her dera cîhanê sîstema baviksalarî dipirsin û îstîsmara jinan ferq dikin, bi gotina "êdî bes e" têkoşînê dikin. Di artêşên birêkûpêk de cihgirtina jinan di destpêkê de wekî erkdarên tenduristiyê pêş dikeve; li Îngilîstanê di salên 1560-1650'an de jin wekî hemşîreyên leşkerî di nexweşxaneyan de kar dikin. Di Şerê Cîhanê yê Yekem de, her çend jin bi piranî wekî hemşîre û karmendên tenduristiyê kar kirine jî, komeke hindik di karên wekî pîlotî û îstixbaratê de jî cih digirin. Di dema Şerê Cîhanê yê Duyem de jî jin di şer de bi awayekî çalak cih digirin. Bi taybetî li Rûsyaya Sovyetê, jin bi hejmareke nêzîkî milyonekî, bi awayê herî çalak di şer de cih digirin. Ew di warên erkên ku şer bi awayekî çalak tê meşandin de, wekî hêzên hewayî, çekên giran û yekîneyên sûîqastê, cih digirin. Bi taybetî bi Şerê Cîhanê yê Yekem re, her çend jin wekî zayend di artêşa birêkûpêk de cih girtibin jî, li şûna ku di nava artêşê de wekî nasname bên naskirin, rastî muameleya zayenda qels tên. Ji warên erkê heta statuya wan, ji bidestxistina rutbeyê heta warên desthilatdariya wan, her tişt bi muameleya çîna duyem pêş dikeve. Bi sedsala 20’emîn re, li gelek welatên cîhanê jin wekî zayend di nava artêşên birêkûpêk de cih digirin, lê wekî nasname û îrade nayên naskirin. Sedema bingehîn a vê yekê bi serdestiya ramana baviksalarî ve girêdayî ye. Heta di artêşên şoreşê de jî, her çend jin di warên şer û têkoşînê de bi awayê herî çalak cih girtibin jî, sedema bingehîn a ne afirandina destkeftiyên jinan piştî şoreşan, serdestiya sîstema baviksalarî û ne afirandina îdeolojî û rêxistina jinan a taybet e. Ji ber ku artêş, xwedî karaktera mêr in, jinan nekarîne sîstema xwe ya taybet di nava artêşê de biafirînin û nekarîne xwedî destkeftiyên xwe bibin. Her çend şoreşan bi dest xistibin jî, nikarîbûne şoreşê veguherînin jiyaneke di eksena jinan de.

Li Viyetnamê Jinbûn

Jina Viyetnamî, ku bi bandora ol û mêtingeriyê di civakê de di rewşa herî jêrîn de bû, li gel pirsgirêka çînî û neteweyî, di têkoşîna şoreşgerî ya bi pêşengiya PARTIYA KEDKARA VİYETNAMÊ de, ku pirsgirêka jinê wekî pirsgirêka sereke destnîşan kir, bû beşa herî çalak. Bi eslê xwe ya welatparêzî, girêdana bi ax û kokên xwe re, di şoreşê de xwedî rolên biryardar bûn. Di salên Têkoşîna Rizgariya Neteweyî de, ji bo ku berxwedana civakê bişkînin û civakê xerab bikin, hêzên emperyal bi taybetî li jinan dinêrin û bi lihevhatina nirxên kevneşopî yên civaka ku di bin bandora ol deye, jinê dikin objeyek şerê taybet. Li dijî vê berxwedanên mezin pêş ketin. Yekîtiya Jinên Viyetnamê ku di van salan de hatiye avakirin, diyar dike ku şoreşa jinê hê temam nebûye û diyar dike ku çareserkirina pirsgirêka nasnameya jinê, beşdarbûna wê bi îradeya xwe ya siyasî û sazkirina asta wekheviyê di malbatê de, nîşaneya sereke ya pêkhatina şoreşê ye. Her çend hin rêziknameyên hiqûqî hatibin çêkirin jî, di rewşa kevneşopî ya jinê de guhertinên bingehîn nehatine çêkirin. Partiya Hevbeş a Hîndî-Çînê (navê wê di 1951 de wekî Partiya Kedkara Viyetnamê hate guhertin) ku di sala 1930an de hate damezrandin, têkoşîna jinan bi têkoşîna çînî û neteweyî re kir yek û pirsgirêka "jinê" wekî mijara sereke destnîşan kir. Di biryara civîna yekbûyî ya Partiyê ya sala 1931'an de "jinên Viyetnamî wekî kesên herî bindest ên civakê" hatin destnîşankirin. Jinên ku dê ji windahiyên xwe zêdetir bi dest bixin, ketin rêxistina jinan a vê partiyê û pêşî li dijî mêtingerên Fransî û paşê li dijî Amerîkiyan şer kirin. Van kesan bi rêbazên ne qanûnî gihîştin kargehan, bazaran û girseyên kedkar. Kevneşopiya berxwedanê ya Viyetnamiyan, di herikîna şerê bêdawî de, di mijara êşê de, rewşa jin û mêran wekhev kir, di heman demê de rewşa zarokan jî hema hema heta asta vê berxwedanê bilind kir. Li bakur, jin jî beşdarî şerê gerîlla yê li dijî Fransiyan bûn, lê beşdariya wan ji tamîrkirina rêyan, lênêrîna birîndaran, veguhastina nûçeyan û hwd. dernediket. Heta hate dîtin ku jinên ku berpirsiyariya kelehan jî girtine ser xwe, karên wan bi karên mêrên ku di şer de pêşengî dikin û di rêveberiya şer de cih digirin re ne wekhev in. Lê belê, li başûr, ji ber ku di navbera eniya pêş û eniya paş de ferq tune bû, jin di rewşên girîngtir de bûn. Di salên 1950 û 60'an de jin hîn jî çalakiyên aştiyane, yên serhildanê li dar dixistin. Ji bo azadiya Viyetnamê ya Başûr, di sala 1961'an de Yekîtiya Jinan a ku ji jinên kedkar, rewşenbîr û xwendekaran pêk dihat, hate damezrandin. Le Thi Reng, ku di komîteya navendî ya Eniya Rizgariya Neteweyî ya Viyetnamê de endam bû û jinan di bin banê Yekîtiya Jinan de birêxistin kir, bi çalakî û xizmetên ku wê ji têkoşînê re kir, dihate nasîn. Le Thi Reng, ku li zindanên Saygonê hate kuştin, sembola jinên Viyetnamî ye jî. Jinên Viyetnamî yên ku şer di kûrahiya dilê xwe de dijiyan, di bin çekên kapîtalîzmê de emperyalîzm û hevkarên wê çêtir nas kirin. Di van serdeman de jinek cara yekem wekî alîkarê fermandar hate hilbijartin. Di salên 1960'an de girîngiya berhevkirina pênc pêşnûmayên wekheviyê, wekî wekheviya di şer, ked, malbat, pêşengiya partiyê û rêveberiyê de, û di dawiyê de di rêveberiya civakê de, derket holê. Ho Şî Mînh destnîşan kir ku jin dê azadiya xwe bi şer bi dest bixin, ne ku li benda qanûnê bimînin da ku xwe bi hêz bikin û li bendê bin ku mêr xwe azad bikin. Li Viyetnamê, şer bû beşekî ji jiyana gelê Viyetnamî. Şer ji her tiştî nêzîktirî vî gelî ye, ew bawer dikin ku ew bi şer hatine dinyayê û bi şer wê bijîn, ji ber ku wan çavên xwe bi şer vekirin û bi şer mezin bûn. Jinbûn li Viyetnamê tê wateya di xwe de bingehê welatparêziyê hembêz kirin ê. Û her çend jin li Viyetnamê di şer de cih girtibin jî, ew bi gelemperî di eniya paş de cih girtin û ji ber ku beşdariya giştî ya di asta rêveberiyê de tune bû, bi qehremaniyên takekesî derketin pêş. Du xwişkên bi navê Toung Toaç û Toung Nîhî li dijî Çîniyên ku Viyetnam dagir kirin, şer dest pê kirin û bi pêşengiya artêşeke ku ji jinan pêk dihat, serhildana tevahiya gel bi dest xistin. Van jinan 4 salan Viyetnamê rêve birin. Lê belê, piştî serketina Çînê, xwişkan li şûna ku têk biçin, mirin hilbijartin û xwe avêtin çem.

Di Şoreşa Sosyalîst a Kûbayê de Yekîneyên Jinan

Di şoreşa sosyalîst a Kûbayê de, jin li gel ku bi fedekariyên mezin karûbarên civakî yên ku di hemû waran de dihatin meşandin re beşdarî çêdikin jî di salên şer de wekî Yekîneyên Jinan di eniya pêş de jî cih girtin. Federasyona Jinên Kûbayê ku di dema şoreşê de hate damezrandin, armanc dike ku komên jinan û tevgerên siyasî yên bi karakterê civakî di bin banekî de bike yek, çanda neteweyî geş bike û pirsgirêka jinan çareser bike. Ew li dijî cudahiya çînî, nijadî û zayendî, û darizandina mirovan ji ber baweriyên wan derketin. Jinên ku di nav refên partiyê de cih girtin, bi xwe bi pirsgirêkên rêxistinî yên bingehîn re eleqedar bûn. Û di çareserkirina pirsgirêkan de roleke diyarker lîstin. Piştî şoreşê, ew di jiyana civakî de xwedî statuyeke çalak bûn. Tê zanîn ku jinên Kûbayî di têkoşînên li dijî koletî û kolonyalîzma Spanyol de cih girtine. Li Kûbayê kevneşopiyeke jinên mêrxas heye ku bi sebir li ber êşên dirêj rabûne. Di sala 1860'an de, di dema şerê li dijî Spanyayê de, di civînekê de ku ji pêşengên tevgera serxwebûnê pêk dihat, ji aliyê jineke bi navê Anna Betcancourt ve daxwaza mafên wekhev hate pêşandan. Di salên paşîn ên şer de, Batalyona Jinan a Artêşa Sor a Maceo ku navê şoreşgerekî navdar ê sedsala 19'an lê hatibû kirin, hate damezrandin. Lê belê, bi hinceta ku şertên şer rê nadin jinan ku bi awayekî çalak di şer de cih bigirin, jinên ku di şer de jixwe kêm bûn, li eniya paş man. Di dema şer de, Batalyona Artêşa Sor a Maceo, ku bi piranî ji gerîlayên jin ên gundî pêk dihat, ji aliyê gerîlayên mêr ve rastî rexneyê hatin. Li gorî wan, jin dikarin doktorî, hemşîretî û xebata aşpêjiyê bikin, cebilxaneyê veguhezînin, di şer de bibin hêzeke manewî, lê ji bilî vê, şerkirina di eniya pêş de ne karê jinan e. Lê belê, Fidel Castro li dijî vê nêzîkatiyê bi awayekî berxwedêr derket. Bi rastî, dema Castro yekem serhildana neteweyî li dijî Batista pêk anî, bi komek ku tevî jinan ji 170 kesan pêk dihat, yekem êrîş li ser TRAGEDA pêk hat. Ewî di dema şer de cihgirtina jinan wekî hêzeke manewî dinirxand. Tevî ku hejmara wan kêm bû jî, gerîlayên jin hebûn ku bi awayekî çalak beşdarî şer bûn û şehîd ketin. Lîdya û Clodmîra tenê du mînakên wan in. Ernesto Che Guevara di bîranînên xwe yên şer de li ser Lîdya ku beşdarî şer bûye wiha dinivîse: “Kûbayî ne fêr nebûne ku ji jinekê fermana bistînin. Wê wêrekîyeke bê sînor hebû ku mêr jê ditirsiyan. Bi rastî, ez hestên yekî ku bi heyranî ji min re digot, 'Ev jin ji Maceo mêrtir e, lê kiryarên wê dînî ne û ew ê me hemûyan bibe mirinê, lê naha ne wextê lîstikê ye' pir baş tînim bîra xwe." Wekî ku ji vê gotinê tê fêmkirin, baweriya ku 'rêya jinê ya bikaranîna îhtimala azadiyê, şibandina mêr bûnê re derbas dibe', serdest e. Bêguman tê bawer kirin ku divê li hember jinên weha rêz bê girtin. Ew nikarin jinên ku qehremaniya takekesî nîşan didin, di nava rastiya giştî ya jinê de binirxînin, li gorî wan, ev jin îstisna ne û ew nêrînên xwe yên li ser jinan naguherînin. Piştî şoreşê, di sala 1960'an de Federasyona Jinên Kûbayî hate damezrandin. Wekî din, qanûnên derbarê dayîna heman perwerdehiya leşkerî ji kur û keçan re jî hatin derxistin. Di artêşê de efsaneyên jin jî cih digirin. Armanca van hemû hewldan û guhertinan, vekirina deriyê jina Kûbayî ji malê ber bi cîhanê ve ye. Di şoreşa sosyalîst a Kûbayê de, jin roleke çalak lîstin. Ji ber ku di nava şer de cih girtin, mafên xwe bi hêsanî bi dest xistin. Şerkirin tê wateya xwedîbûna hêzê. Jina Kûbayî bi şerkirina xwe mêrxasiya xwe di artêşbûnê de jî nîşan da û bi vî awayî bû xwedî hêz. Bê guman ev ne hêsan bû, ji ber ku jin bi qasî ku li dijî hêzên dijber şer dikirin, li dijî serdestiya mêr û paşverutiya jinên ku bi wan re di heman eniyê de bûn re jî şer kirin.

 

 

Di Şoreşa Çînê de Jin

Civaka Çînê ya beriya şoreşê, di çarçoveya normên feodal de, bi piranî li ser bingeha têkiliyên hilberînê yên feodal, hatibû birêxistinkirin. Di nava vê avahiya feodal de, rola ku ji jinê re hatiye dayîn jî pir paşketî ye. Civaka Çînê ji aliyê çînî ve civakeke gundî ye. Wekî ku feodalîzm bandorê li jinê dike, saziya malbatê ya heyî jî li ser civakê pir bi bandor e. Hebûna kûr û xurt a saziya malbatê li Çînê bi felsefeya exlaqî ya Konfûçyus ve girêdayî ye. Qanûna yekem a felsefeya exlaqî ya Konfûçyus; rêzgirtina ji bo bavan e. Parastina bîranîna wan û rêzgirtina ji wan re li gorî kevneşopan, girîng e. Heta ku dê û bav, ku nûnerên bavan in, zindî bin, divê zarok û neviyên wan hezkirin û îtaetek bê sînor nîşan bidin. Erka herî mezin, hezkirina ku zarokek ji dê û bavê xwe re nîşan dide ye. Pêwîst e biçûk ji mezin re, jin ji mêrê xwe re, kur ji bavê xwe re, rêvebir ji rêveberiya xwe re û her kes ji hewcedariyên hevaltiyê re bi temamî lihevhatin nîşan bide. Ev bingeha nêzîkatiya exlaqî ya Konfûçyus pêk tîne. Wekî ku di saziya malbatê de hate destnîşankirin, rewşa jinê ya ku ji mêr nizmtir e, wê her tim ber bi îtaeta ji mêrê xwe ve û hewldana bicîhanîna erkên xwe yên li hemberî wî ve biriye. Di rastiyê de, ev mîsyona ku ji aliyê civakê û têgihiştinên kevneşopî yên serdest ve ji bo wê hatiye diyarkirin e. Li dijî vê avahiya civakî ya paşketî, jin li Çînê li derdora bertekên giştî yên li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê derdikevin. Berî Şoreşa 1911'an, rêxistinên neqanûnî li Çînê berbelav bûn. Di van rêxistinên neqanûnî de, jin jî cih digirin. Lê belê jin nikarin bigihîjin erkên bilind û ya herî girîng jî, ew ji desthilatdariya biryardanê bêpar in. Piştî şoreşa 1911'an, van rêxistinan ji ber piştevaniya wan a xurt ji bo şoreşê qanûnî dibin. Tê gotin ku jin di vê serdemê de di yekîneyên leşkerî de şer kirine. Di nêzîkatiya Şoreşa Çînê ya ji bo pirsgirêka jinan de, bandorên Mao, ku rêberiya şoreşê dikir, bêguman heye. Mao di gotar û nivîsên xwe yên li ser cihgirtina jinan di artêşa şoreşgerî û şer de, destnîşan dike ku "Artêşa şoreşgerî ya jinan, banga tunekirina hemû şeytanên ku azadiya madî û manewî ya jinan tune dikin, dike." Tevî ku di şoreşa Çînê de Mao alîkarî kiribe jî, ji bo ku potansiyela jinê di şer de azad bibe û bi nasnameya xwe ya zayendî desthilatdar bibe, bi artêşbûnê re, di asteke pêwîst de pêşveçûn çênebû. Nêrîna ku tenê li ser beşdariya hejmarî ye û pirsgirêka jinê bi nêzîkatiyên giştî-teng ên dogmatîk dest digre, nehate derbaskirin. Bi giştî, tê parastin ku azadiya jinê bi azadiya civakê ve girêdayî ye û ji ber vê yekê parastina mafên jinan li Çînê bi tevgera neteweperest re pêş dikeve. Rêxistinên jinan ên taybet nehatin damezrandin. Her çend jinên Çînî di Meşa Dirêj de, ku di dîroka Çînê de xwedî cihekî pir girîng e, rolên xwe lîstibin jî, ew nebûne hêzeke biryardar, bi bandor û rêvebir. Tevî ku jin beşdarî şer bûn jî, ew bi gelemperî di eniya paş de man. Jinên wekî Kuo Çûn Çîng, ji bo ku di eniya pêş de cih bigirin, neçar man ku wekî mêr cil û bergên xwe biguherînin. Kuo Çûn Çîng di şer de pir serketî bû û her çend xelatên herî bilind ên artêşê wergirt jî, neçar ma ku nasnameya xwe ya jinbûnê veşêre û tenê dema birîndar bû, hate fêmkirin ku ew jin e. Jina Çînî, di salên şerê Rizgariya Neteweyî de, di tevgerên neteweperest û komarî de bi awayekî çalak cih girt. Di salên ku partiya neteweperest hate ser desthilatdariyê de, gelek jinên ku li dijî pêla şovenîst a hatî de têkoşîna sazkirina sîstemeke demokratîk dan, rastî zext û îşkenceyê hatin, gelek jin hatin darvekirin. Bi hatina Partiya Komunîst a Çînê re, jin di civakê de roleke çalak lîstin, di pevçûnên siyasî, civakî û îdarî de erkan girtin ser xwe. Bi bandorên ku di şoreşa çandî de afirandin, jinan di bicîanîna hewcedariyên perwerdehî û civakî yên civakê de rolên girîng lîstin. Lê belê, serdema hesas û bi êş a ku şoreşa Çînê tê de derbas bû û her weha "berjewendiyên giştî yên şoreşê" wekî hincet hatin bikar anîn û pirsgirêka jinan, asta rêxistina wê ya taybet, bi navê berjewendiyên giştî, hate paşveavêtin. Partiya Komunîst a Çînê, ku di pirsgirêka jinan de prensîbên şoreşgerî yên giştî esas girt, bi encamên ku piştî qonaxek pratîkî ya diyarkirî derxist, dît ku pirsgirêka zayendî tenê bi beşdarbûna hilberînê nayê çareserkirin û ew têkoşînek demdirêj e. Lê belê, bi hinceta zorên ku ji aliyê pêvajoya heyî ve hatine afirandin, nakokiya zayendî hate paşxistin û dest bi dayîna pêşîniyê ji pirsgirêkên din re hate kirin. Lê belê, bêyî ku nakokiya zayendî, ku xala girêkê ya hemû nakokiyan e, bi nêrîneke tendurist bê çareserkirin, serkeftin ne mumkun e. Ji ber ku jin bi xwe nêzîkatiyên giştî derbas nekirin, nikarîbûn nêrîneke taybet û rêxistinbûnê geş bikin. Bingeha bi kuranî ne guhertina sîstema civakî  nêrîna li ser pirsgirêka zayendî ye a seranser e. Welatekî serbixwe, tenê bi afirandina mirovên serbixwe re gengaz e. Derbaskirina pirsgirêka jinan bi navê berjewendiyên giştî, dibe ku di demekî kurt de encamên diyar bide, lê di demekî dirêj de, xeterî di nav xwe de dihewîne. Neçareserkirina rast a nakokiya bingehîn, nîşan da ku di çareserkirina girêkên nakokiyên din de jî şaşitî hene. Û îro li Çînê, di civakê de ne gihîştina jinan a wekheviyê û ne gihîştina civakê a refahê, nîşaneya vê yekê ye.

Di Şerê Cezayîrê de Jin

Cezayîr ji bo demekî pir dirêj, bi awayekî tund û di her warî de rastî li dagirkeriya Fransayê hat. Ev dagirkerî ne tenê di warê aborî û leşkerî de, di hemû civakê de hate belavkirin. Ji ber ku civaka Cezayîrî di bin bandoreke giran a olê Îslamê de bû, normên feodal serdest bûn. Di civaka feodal de jin sembola namusê ye. Hêza mêtinger ku vê yekê pir baş dizane, ji bo biçûkxistina civakê, zirarê bide rûmeta wê û nirxên wê yên manewî bişkîne, rasterast vê xalê dike hedef. Şerê xwe li ser bingeha jinê ava dike. Wekî jinek beşdariya jinê ya di têkoşînê de, bi hişmendiya zayendî derneket holê, bi pêşketina pêla şoreşgerî re derket holê. Jinên ku beşdarî têkoşînê dibin, ji aliyê mêran ve ku di heman refan de ne û têkoşînê didin, wekî şoreşger-milîtan nayên dîtin, lê tenê wekî jin têne dîtin. FLN, rêxistina bingehîn a Cezayîrê, bi hêsanî di derbarê beşdariya jinan de nayê qaneh kirin, lê di sala 1955an de jinên Cezayîrî di Têkoşîna Rizgariya Neteweyî de dest bi beşdarbûna çalak dikin. Rêxistina ku xwedî karaktera feodal bû, beşdariya jinan wekî alîkar û ne wekî pêwîstî, lê wekî mecbûrî qebûl dike. Her çend wekheviya jin û mêr were bilêvkirin jî, ew nikarin xwe ji têgihîştina neteweperestiyê rizgar bikin û parastina malbata klasîk a misilman-ereb pêşbînî dikin. Di qonaxa yekem de, hevjînên milîtanan, paşê jinên bî û jinên berdayî, di nav rêxistinê de cih digirin. Her ku diçe keçên ciwan ên nezewicî jî dikarin tevlî refan bibin. Di dawiyê de, FLN piştgiriya ji hemû jinan re qebûl dike. Ji rêxistinekê ku xwedî avahiyeke baviksalarî ye û nêrîna feodal serdest e, nayê payîn ku jinan bixe eniya pêş û wan bide şerkirin. Di avahiyeke baviksalarî ya wisa hişk û paşketî de, hêviya artêşbûna jinan ji xeynî xewnîdîkbûn û nenaskirina rastiya serdestiya mêr a feodal, tiştekî din nîne. Jin bi gelemperî di eniya paş de tên nirxandin. Tenê dema ku çalakiyên rêxistinê digihîjin aliyê Ewropî yê welat, jin zêdetir rolên çalak digirin ser xwe. Ji sala 1956an û pê ve, milîtanên jin di dawiyê de çekdar dibin. Ew beşdarî çalakiyên qanûnî û yên neqanûnî dibin. 

Yek ji navên girîng ên ku bi şerê serxwebûnê yê Cezayîrê re şoreşê pêşengî kir, milîtaneke jin a bi navê Cemîle Bouhîred e. Zarokatiya wê ya di bin dagirkeriyê de, hezkirina wê ya ji welat re kûrtir kir. Ji ber vê yekê, ji zarokatiya xwe ve li dijî kolonyalîzma Fransa û polîtîkayên asîmîlasyonê di nava serhildanê de ye. Di salên xwe yên dibistana seretayî de ji ber ku marşa 'Dayika me Fransa' bi gotinên 'Dayika me Cezayîr' xwend, ji dibistanê hate derxistin. Ev derketina wê yekem serhildana Cemîlê ya li dijî dagirkeriya Fransa ye! Cemîle ku di bin dagirkeriya Fransa de mezin bû, di salên ciwaniya xwe de dibe endameke çalak a FLN'ê û di grûba fedayiyan de cih digire. Di nav de îstixbarat, gelek erkên din jî digire ser xwe. Di sala 1957an de, ji ber ku berpirsyarê danîna bombeyekê li restoranteke Fransiyan bû ji aliyê Fransiyan ve tê girtin. Piştî ku rastî îşkenceyên giran tê, cezayê îdamê lê tê birîn. Bi parastina xwe ya siyasî, jina Cezayîrî bi cîhanê dide naskirin. Berxwedana Cemîlê li seranserê cîhanê dengekî mezin çêdike. Ji ber zexta raya giştî, cezayê îdamê yê Cemîlê di sala 1958an de vediguhere cezayê heta hetayê. Piştî serxwebûna Cezayîrê di sala 1962an de, ew tê berdan. 

Di Têkoşîna Filîstînê De Jin

Li berxwedana Filîstînê, helwest an jî rêxistinbûna jinê encama karaktera giştî ya berxwedana Filîstînê ye. Her çend jin hêza herî çalak û ajoker a berxwedanê be jî, ew nekarî xwe bigihîne rêxistinbûneke xurt û xwedî îrade. Di hawîrdora şer a pir dijwar a li Filîstînê de, berxwedana gel her tim bi fedakarî û beşdariya awarte bê navber bûye. Hemû beşên civakê, ji heft salî heta heftê salî; jin, zarok, kal û pîr, ciwan, her tim di şer û her warî de cih digirin. Lê li gel vê ruhê berxwedanê, kêmasiyên pir girîng hene ku têkoşînê ji serkeftinê dûr dixin. Her çend têkoşîna demdirêj xwedî armanceke dawî be jî, ew ji stratejiyeke ku dê çavkaniya manewî ya gel, ruhê dilxwazî xwedî bike û bigihîne armancê, bêpar e. Armanca şer gihîştina aştiyeke baştir e. Lê tişta ku divê were kirin, ew e ku mirov bi jêhatî di navbera armanc û amûrên şer de ji bo aştiya ku tê xwestin, hevsengiyekê saz bike. Li gorî vê yekê, rêvebirina şer, diyarkirina rast a çavkaniyên aboriya neteweyî, hêza mirovî, polîtîka û hevalbendan ji bo bidestxistina berdewamiyê, di demekî dirêj de dibin hêmanên girîng. Di têkoşîna Filîstînê de ev bi temamî nayê bidestxistin. Mijareke din a girîng jî ew e ku bi taybetî li Filîstînê, taktîk ji bandora surprîzê ya di têkoşîna demdirêj de derketiye û zorê li stratejiyê kiriye. Di şerê ku rojek piştî damezrandina dewleta Îsraîlê, di sala 1948an de bi dewletên Ereb (Misir, Urdun, Sûriye, Lubnan) re derketî de, serkeftina Îsraîlê pêwîstiya şerê peritandinê ji dewletên Ereb re nîşan da. Bingehê vî şerî êrîşên surprîz ên biçûk in û yekîneyên ku vê yekê pêk tînin wekî fedayî tên binavkirin. Di têkoşîna Filîstînê de, taktîka herî zêde tê bikaranîn, êrîşên xwekujî ne. Bersiva Îsraîlê li hemberî van çalakiyan, ku li dijî hedefên leşkerî û sivîl tên kirin, ew e ku bi êrîşên mezin serdestiya xwe bi dest bixe. Ji ber ku stratejiyeke xurt nehatiye afirandin, taktîk dest bi paşveçûn û westandinê di warê madî û manewî de dike. Karaktereke têkoşînê ya îdeolojîk nehatiye avakirin û pêşengiya wê jî nehatiye afirandin. Pirsgirêka pêşengiyê her tim têkoşîna Filîstînê di rewşa berxwedanê de hiştiye û ew ji serkeftinê dûr xistiye. Dema ku karektereke têkoşînê ya kozmopolît bi pirsgirêka pêşengî û rêxistinbûnê re tê hev, têkoşîna li dijî Îsraîlê, ku dewleteke ji wê bi avantajtir e, tevî hemû berxwedanê jî, tu carî bi dawî nabe.

“Wekî şervanekî azadiyê, karê min bextewariyê dide min. Hûn xwe bi têkoşînê re hevaheng dikin. Ev ferqa di navbera şervanekî azadiyê û mirovekî ji rêzê de ye. Wekî Filîstînî, heta ku ez nebûma şervanekî azadiyê, minê nekariba ji xwe razî bibim. Ez ji ber van tiştan bextewar im.” (Leyla Xalid) Jinên Filîstînî (Cebheya Gelî ya ji bo Rizgariya Filîstînê-CGRP) ji qonaxên destpêkê yên têkoşînên Rizgariya Neteweyî ve bi awayekî çalak di nava têkoşînê de cih girtin. Filîstînîbûn, tê wateya bêyî cudahiya jin û zarokan ketina nava şer e. Dema ku di qonaxên destpêkê de jin di têkoşînê de di rewşa piştgiriyê de bûn, bi beşdariya xwe ya çalak di şer de, di hemû warên têkoşînê de dest bi çalaktiyê kirin. Bi taybetî piştî Leyla Xalid ku di sala 1969an de bi awayek serketî balafireke ku ji Tel Avîvê diçû Los Angelesê revand û piştî ku 116 rêwiyên wê li Şamê daxistin, balafir teqand, baweriya bi milîtanên jin zêde bû û bi saya milîtaneke jin, Filîstîn û CGRP li seranserê cîhanê hatin naskirin. Filîstînî di zarokatiyê de di kampên perwerdeyê de fêrî bikaranîna çek û bombeyan dibin, dersên şer digirin. Jinên ku ruhê welatparêziyê bi kûrî dijîn, hemû nirxên ku pê ve girêdayî ne, xistin xizmeta şoreşê. Întîfada bi çalakvanên jin û zarokan û bi çekên wan ên keviran û bi dilên wan ên mezin ên li hemberî dijmin, serkeftinên mezin bi dest xistin. Întîfada bû forma herî bingehîn a têkoşîna Filîstîniyan. Ji ber vê yekê, dayikên ku beşdarî şer dibin, ji qurbankirina zarokên xwe jî paşve venagerin û dibêjin: "Întîfada zaroka min a herî hêja ye." Beşdariya çalak û diyarker a jinê ya di şoreşê de, hêzên dagirker nîgeran kir û ji bo bêbandorkirina jinan, her cure zext û îşkenceyê li wan dikin. Êrîşên li ser jinan bi awayekî plansazkirî û berbelav dibe. Lê jinên Filîstînî ji ruhê xwe yê berxwedêr û welatparêz tawîz nadin. Tevî ku jin bi awayekî çalak û bi giranî beşdarî şoreşê dibin jî, pêşveçûna wan a taybet û îradeya wan pir kêm e. Dema ku jin di salên 1967an de birin kampên perwerdeyê, wekî fahîşe dihatin nîşandan û mêran her tim henekê xwe bi wan dikirin. Wan jî yan ji bo xwe bidin qebûlkirin berxwedaneke mezin nîşan dan, hewl dan ku jêhatîbûna xwe îsbat bikin, yan jî bi kontrolkirina reftarên xwe yên domdar bûn xwediyê helwesteke kole û apolîtîk. Sedema bingehîn a vê yekê ew e ku di kevneşopiya têkoşîna wan de, pêwîstî, girîngî û hewcedariya şerê zayendî û çînî nehatiye destnîşankirin û ji ber vê yekê jî nehatiye bicihkirin. Di encamê de jin beşdarî şoreşê bûn, lê wekî jin û wekî zayend nekarîbûn pêşveçûneke rêxistinî bidest bixin. Mînakeke berbiçav a vê rewşê ev e ku Leyla Xalid, ku çalakiyeke wekî revandina balafirê pêk anî, niha jina malê ye. Ji bo ku jin piştî şoreşê nekevin rewşeke wiha, Konseya Bilind a Yekgirtî ya Jinan ava kirin, lê nekarîn wê zêde pêş bixin. Tevî ku beşdariya jinan li Filîstînê hîn jî di eniya pêş de ye, jin bêrêxistin in.

Wê Bidome.