Binavkirina azadiyê tenê weke lêgerîneke kûr di nava civaka mirov de, ji min re her tim kêm xuya kiriye û ez wisa hizirî me ku teqez aliyekî wê yê gerdûnê re pêwendîdar bi heye. Dema em dubendiya livik-enerjî wekî kevirên bingehîn ên gerdûnê bihizirin, ez bêhtir difikirim ku enerjî tê wateya azadiyê. Ez bawer dikim ku livika daringî jî pakêtçeya enerjiyê ye ku bi awayê mehkûm e. Tîrêj awayekî enerjiyê ye. Ma dikare were înkarkirin ku tîrêj xwedî herikîneke çiqas azad e? Her wisa em tevlî watedarkirina kuantayan, weke awayên enerjiyê yên livika herî biçûk têne pênasekirin, weke bandora ku di roja me ya îro de hema hema tevahiya cîherengiyê rave dike, bibin. Belê, tevgera kuantûmî hêza afirîner a tevahiya cîherengiyê ye. Ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ev e ew Xwedayê ku her tim lê tê gerîn. Her wisa dema ku tê gotin ku ser-gerdûnî jî heman weke di karaktereke kuantûmê de ye, dîsa heyecan tê min û ez dibêjim ‘dibe ku wisa be’. Dîsa, ez nikarim xwe jê bidim alî ku nebêjim ka ew afirîneriya ji derve ya Xweda, ji vê re tê gotin.

Li gorî min girîng e ku mirov di mijara azadiyê de xweperest nebe û nekeve daxistkariya mirov. Ma perpitîna mezin a lawirek di qefesê de ya ji bo azadiyê dikare were înkarkirin? Dema ku strîna bilbil senfoniya herî bijarte li dû xwe dihêle, em dikarin vê rastiyê bi kîjan têgîn, ji bilî azadiyê, rave bikin? Eger em hîn pêşdetir biçin, ma hemû deng û rengên gerdûnê azadiyê nayînin bîra mirov? Hemû perpitînên jinan, weke yekemîn û dawîn koleyên herî bindest ên civaka mirov, dikare bi kîjan têgîn, ji bilî gerîna wan a li azadiyê, were ravekirin? Şirovekirina fîlozofên herî kûr, wek mînak Spînoza, azadî wekî hêza wate û xwe rizgarkirina ji nezaniyê ye, ma nayê heman wateyê?

Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêdawî de bifetisînim. Her wisa ez naxwazim wê weke rewşa xwe ya ‘mahkûmiyeta’ zayî ji dayikê jî bînim ziman. Delîla wê ew e ku min ji bo bîranîna Prometheus nivîsandina helbestê, ku cûreyek gerîna li azadiyê ye jî, ji bilî çend hevokan, qet neceriband. Tê zanîn ku ew jî, ji bilî hêmayîtî, ti wateya wê nîn e. Lê, ma dikare were piştgohkirin ku ez mezintirîn şopînerê wateya azadiyê me?

Dema em azadiya civakî dikin pirsgirêk, vê destpêka me ya kurt ji bo wê yekê ye ku mirov di meseleya kûraniya mijarê de hişyarker bike. Pênaseya civakê, weke xwezaya ku kûraniya wê ya zekayê ya herî pêşketî ye, di mijara tehlîla azadiya de jî ronakker e. Qadên kûr ên zekayê, ew qad in ku ji azadiyê re hestiyar in. Gotina di cî de ye ku mirov bibêje ku her kîjan civak be, hêza zeka, çand û aqilê xwe çi qas kûr kiribe, xwe ewqas ji azadiyê re meyldar kiriye. Dîsa, ev bêje jî gotineke rast e ku civakek xwe çiqas ji van nirxên çandî, zekâ û aqil bêpar hiştibe, yan jî ji wan bêpar hatibe hiştin, ewqas koletiyê dijî.

Eger em sîstema şaristaniya navendî li ser bingeha pirsgirêka azadiyê binirxînin, em ê çavdêrî bikin ku bi koletiyek, ku herku çûye qatqatî bûye, hatiye barkirin. Koletî di sê rehendan de jî bi awayekî xurt tê jiyandin: Pêşî, koletiya bîrdozî tê avakirin. Avakirina ji mîtolojiyan Xwedayên tirsîner û serwer, bi taybetî di civaka Sumerê de, pir balkêş û têgihîner e. Qata jorîn a Zîguratê, weke ciyê Xwedayê ku li ser mejiyan zal e, tê hizirîn. Qatên ortê biryargehên rêveberiya siyasî ya keşîşan e. Qata herî binî jî weke qata xebatkarên zenaetkar û çandyar, ku ji her cûre hilberînê re têne bezandin, hatiye amadekirin. Ev modêl heya roja me ya îro di cewher de neguheriye, lê tenê gihîştiye rewşeke mezintirîn a vebûn û belavbûnê. Ev çîroka sîstema şaristaniya navendî ya pênc hezar salî, pevbestîna dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Hîn rasttir, rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Tehlîlkirina Zîguratê tê wateya tehlîlkirina sîstema şaristaniya navendî; lewra tê wateya ku mirov sîstema cîhanê ya kapîlatlîst a roja me ya îro, li hîmê wê yê rasteqîn bide rûniştandin û wê tehlîl bike. Dema ku pêşketina berdewamî ya sermaye û desthilatî weke kumulatîv (danehev) rûyêkî madalyonê ye, lê li rûyê din bi awayekî bixof koletî, birçîtî û hêjarî heye.

Em baştir têdigihîjin bê ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr bûye. Sîstematîka şaristaniya navendî, eger herku biçe bêparkirina civakê ji azadiyê û xistina wê ya asta civaka kerî misoger neke, nikare xwe bide berdewamkirin û hebûna xwe biparêze. Çareseriya di mantiqê sîstemê de ew e ku zêdetir sermaye û emrazên desthilatiyê çêbike. Lê ev jî tê wateya zêdetir hejarbûn û kerîbûnê. Sedema ku pirsgirêka azadiyê ewqas pir mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her serdeman, ji ber dubendiya di xwezaya sîstemê de ye.

Mirov azadiyê weke pirbûn, cûrebûn û cewazbûna di gerdûnê de pênase bike, wê vê yekê di ravekirina exlaqê civakî de jî ji mirov re hêsayî çêbike. Pirbûn, cûrebûn û cewazbûn, bi rengekî sergirtî be jî, bi mirov dide hizirîn ku pêwîstî hebûneke her tim jîr heye ku di cewhera wan de bijareya xwe bike. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zekayek heye ku riwekan arasteyî cîherengiyê dike. Heya niha ti destê fabrîqeyan ê derketî ji destê mirov, nekariye wan çêbûnên ku di şanika zîndewerek de hene pêk bîne. Belkî em bi qasî Hegel nikaribin qala zekaya gerdûnî (geist) bikin. Lê dîsa jî, nikare bi tevahî weke tewşikî were darizandin ku mirov bibêje di gerdûnê de hebûneke dirûvê zekayê heye. Em nikarin cewazbûnê, ji bilî hebûna zekayê, bi vegotineke cuda bînin ziman. Sedema ku pirbûn û ciyêbûn her tim azadiyê tînin bîra mirov, reng e ji ber çirûskên zekayê yên di bingehên wan de bin. Gengaz e ku mirov,  bi qasî ku tê zanîn, weke hebûna herî jîr a gerdûnê were pênasekirin. Ê baş e, ma mirov vê zekaya xwe çawa bidestxistiye? Min mirov di aliyê zanistî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) de, weke kurtasiya dîroka gerdûnê jî pênase kiribû. Di vê pênaseyê de mirov weke daneheva zekaya gerdûnî tê pênasekirin. Ji ber vê sedemê ye jî ku di gelek bizavên felsefî de mirov weke maketek gerdûnê tê pêşkêşkirin.

Pêwendiyên di navbera azadî û demokrasiyê de zêdetir girîft in. Herdem bi nakok e ka kîjan ji wan çavkaniya xwe ji kîjan digire. Lê em dikarin bi hêsanî diyar bikin ku kûraniya herdu pêwendiyan jî hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em polîtîkaya civakê têkildarî azadiyê dihizirin, em dikarin wê bi demokrasiyê re jî têkildar bikin. Awayê herî şênber ê polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Lewre siyaseta demokratîk dikare wekî hunerê rasteqîn ê azadbûnê jî were pênasekirin. Bêyî meşandina siyaseta demokratîk, gengaz nabe ku civak bi gelemperî û her gel û komcivak bi taybetî, ne bibin polîtîk û ne jî bi rêya polîtîkayê azad bibin. Siyasetên demokratîk dibistanên rasteqîn in ku têde azadî tê fêrbûyîn û jiyîn. Karên polîtîkayê çiqas subjeyên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî ewqas civakê dike polîtîk, lewre wê azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke awayê sereke yê azadbûnê bipejirînin, divê em zanibin ku herku em civakê bikin polîtîk, em ê karibin wê azad bikin; weke berevaj jî, herku em civakê azad bikin, em wê zêdetir dikin polîtîk. Bêgûman gelek qadên civakî di serî de çavkaniyên bîrdozî, hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê di rastiyê de herdu çavkaniyên bingehîn ku hevdu dizayînin û xwedî dikin polîtîka û azadiya civakî ne.

Pêwendiya wekhevî û azadî bi piranî tê têkelkirin. Lê di rastiyê de herî kêm bi qasî pêwendiyên wan bi demokrasiyê re, pêwendiyên di navbera herduyan de jî girîft û bi pirsgirêk in. Em dibînin ku wekheviya tam, bi beramberiya ku azadî carina berdêl bide, tê bidestxistin. Pirî caran tê gotin ku herdu nikarin bi hev re bin û pêwist e yek ji wana tawîz bide. Tê diyarkirin ku azadî jî carina pêwîst dike ku mirov, weke berdêl, ji wekheviyê tawîz bide.

Ji bo ku pirsgirêk bi awayekî rast bê destnîşankirin, pêwîst e cudahiya di navbera xwezaya herdu têgîn, ango herdu rastiyan (fenomen) de were vegotin. Wekhevî bêhtir têgîneke huqûqî ye. Pêşbînî dike ku di navbera kes û komcivakan de cewazî neyê kirin û heman maf bêne parvekirin. Lê belê cewazî taybetmendiyeke bingehîn a hem gerdûnê ye û hem jî ya civakê ye. Cewazî têgîneke girtî ye ji parvekarina heman cûre mafan re. Wekhevî tenê dema ku cewaziyên esas bigire, dikare watedar bibe. Sedema herî girîng a ku feraseta Sosyalîst a wekhevî nekarî xwe rabigirta, ew bû ku cewaziyê neda ber çavan. Ev jî yek ji sedemên herî girîng a wê yekê ye ku dawî lê hat. Dadweriya rasteqîn dikare ancax di nava feraseteke wekhevî ya ku cewaziyan esas bigire de pêk were. Dema em destnîşan bikin ku azadî pir têkildarî têgîna cewazbûnê ye, tenê dema ku wekhevî bi cewazbûnê re were têkildarkirin, dikare pêwendiyeke wê ya watedar bi azadiyê re were danîn. Yek ji armancên polîtîkaya civakî ew e ku azadî û wekheviyê bi hev re têkildar bike.

Bêyî ku em qala gotûbêjên li ser di navbera têgînên azadiya takekesî û kolektîv de bikin, em nikarin vê mijarê derbas bikin. Ravekarina pêwendiya di navbera herdu kategoriyan de, ku tê xwestin ku wekî azadiya erênî û neyînî jî were pênasekirin, hin jî girîngiya xwe diparêze. Modernîteya kapîtalîst ku azadiya takekesî (azadiya neyînî) rakiriye pêdarê, bêgûman vê yekê bi buhaya rûxandina mezin a kolektîvîteya civakê pêk anî. Pir girîng e mirov destnîşan bike ku azadiya takekesî di roja me ya îro de polîtîkaya civakî, herî kêm bi qasî diyardeya desthilatiyê, mezaxtiye. Pirsgirêka jiyanî ya gotûbêjên li ser azadiyê ew e ku rola xweperestî ya di rûxîneriya civakê de, bi taybetî rola wê ya di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de were ronîkirin. Dema em bibêjin ku civaka ku bi xweperestiyê hatiye perçe (atomîze) kirin, li hemberî ti emrazên sermaye û desthilatî, hêza wê ya berxwedanê nemaye, em ê karibin rîska qansêrbûna pirsgirêka civakî baştir têbigihîjin. Destnîşankirina xweperestiya lîberal weke çavkaniya bingehîn a ku polîtîka û azadiya civakî dimezixîne, dibe ku ji pêngaveke watedar re zemîn pêşkêş bike. Bêgûman em li vê derê takekesiyê nakin mijara gotinê û em pêwistiya takekesiyê gotûbêj nakin. A ku tê gotûbêjkirin xweperestiya bîrdozî ye.

Jixwe me azadiya kolektîv gotûbêj kir. Divê em bi girîngî diyar bikin ku azadiya rasteqîn ew e ku nasnameyên her cûre komcivakan (qebîle, qewm, netew, çîn, pîşe û wekî vana), bi qasî takekesî, werin destnîşankirin, berjewendiyên wan werin misogerkirin û ewlekariyên wan werin parastin; her wisa azadiya rasteqîn dikare li ser van bingehan wate werbigire. Dema ku azadiyên takekesî û kolektîv li ser van bingehan bi hevdu re hemaheng bibin, hingê em ê karibin qala pergaleke optîmal a serkeftî ya civaka azad bikin. Dema em çavdêrî bikin ka wan lîstokên dewletperestî û arizîkirinê çawa ji aliyê heman dest ve têne pêkanîn, wê mijarên ku tên xwestin bêne gotin, çêtir werin têgihîştin.

Mirov dikare diyar bike ku civaka demokratîk di aliyê hevsengkirina azadiyên takekesî û kolektîv de, her wisa di warê pêkanîna feraseta wekheviya ku cewaziyan esas bigire de rejîma herî guncav a polîtîk a civakî ye.